KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb24 Tîrmeh r. 14-15
  • 26 Tebax–1 Îlon

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 26 Tebax–1 Îlon
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
mwb24 Tîrmeh r. 14-15

26 TEBAX–1 ÎLON

ZEBÛR 78

Kilam 97 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

Kolaj: Zilamekî Îsraîlî mannayê di destê de hûr dike û dema li Misirê tîne bîra xwe. 1. Ew zebeş dixwe. 2. Misiriyan îşkenceyê li xulamên Îsraîlî dikin.

1. Nebe Wek Miletê Îsraîl

(10 deqe)

Îsraîliyan qenciya ku Yehowa ji bo wan kiribû, ji bîr kir (Zb 78:11, 42; w96-E 1/12 29-30)

Yehowa ji bo Îsraîliyan gelek tişt kirin, lê wan qîmet nedanê (Zb 78:19; w06-E 15/7 17 par. 16)

Îsraîliyan li ser şaşiyên xwe tu ders nestand, lê gelek caran ji Xwedê re nedilsoz man (Zb 78:40, 41, 56, 57; w11-E 1/7 10 par. 3-4)


KÛR BIFIKIRE: Çi wê alî me bike ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin?

2. Cewherên Ruhî:

(10 deqe)

  • Zb 78:24, 25: Çima ji mannayê re “genimê asîman” û “nanê hêzdaran” tê gotin? (w06-E 15/7 11 par. 4)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz:

(4 deqe) Zb 78:1-22 (th ders 5)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike. (lmd ders 5 fikir 5)

5. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Bi alîkariya belavokekê dest bi sohbetê bike. Kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike. (lmd ders 5 fikir 4)

6. Dest bi Sohbetê Bike

(1 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Xwediyê malê dixwaze ku tu gotinên xwe kin bikî. Kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike. (lmd ders 2 fikir 5)

7. Dest bi Sohbetê Bike

(4 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Behsa Kitêba Pîroz neke, lê di sohbetê de bi awayekî xwezayî bibêje ku tu Şahidekî Yehowa yî, û kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike. (lmd ders 2 fikir 4)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 96

8. Ji Mîsala Filîposê Mizgînvan Hîn Bibe

(15 deqe) Gotûbêj.

 Di erebeya memûrê Etyopyayî de, Filîposê Mizgînvan Nivîsarên Pîroz ji wî re şîrove dike.

Di Kitêba Pîroz de gelek mîsal hene, yên baş û yên xerab jî. Ji bo ku em ji mîsala wan bielimin, wext, ked û xîret lazim e. Piştî xwendina serpêhatiyekê, gerek em li ser vê kûr bifikirin, meseleyê em fehm bikin û hal û hereketên xwe serrast bikin.

Filîposê Mizgînvan “bi Ruhê Pîroz tije û şehreza” bû (Kar 6:3, 5). Gelo em dikarin ji mîsala wî kîjan dersan ji xwe re bistînin?

VÎDEOYA Ji Mîsala Wan Hîn Bibe – Filîposê Mizgînvan vêxe. Paşê bipirse ku em dikarin ji van serpêhatiyan çi bielimin:

  • Gava ku halê jiyana Filîpos hat guhertin, wî xwe li gor vêya eyar kir. Gelo em dikarin çi jê bielimin? (Kar 8:1, 4, 5).

  • Gava ku li cihekî din mizgînvan lazim bûn, Filîpos hazir bû ku here wê derê û wî bereket standin. Gelo em dikarin çi jê bielimin? (Kar 8:6-8, 26-31, 34-40).

  • Filîpos û malbata wî qedir û qîmet didan mêvanan û ji vê xêr û bereket dîtin. Gelo em dikarin çi jê bielimin? (Kar 21:8-10).

  • Di vîdeoyê de, malbatek li gor mîsala Filîpos hereket dike û pê kêfxweş dibe. Gelo em dikarin çi jê bielimin?

9. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê:

(30 deqe) bt beş 14 par. 11-20

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 101 û Dua

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne