XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | 2. MÛSA 1-3
“Ezê Çi Bixwazim, Ezê Bibim Ew”
3:13, 14
Yehowa xwe bi awayekî pir balkêş ji Mûsa re eyan kir. Wî ji Mûsa re got ku ji bo ku ew mexseda xwe bîne cih, ew dikare bibe her tişt. Gava Yehowa vêya dike, ew helbet her tim bi standardên xwe ve girêdayî dimîne. Wek dê û bavan, Yehowa cure cure rolan dilîze ku zarokên xwe xwedî bike.
Yehowa di jiyana min de çawa bûye her tişt?