KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es20 rûp. 67-77
  • Tîrmeh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tîrmeh
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2020
  • Binserî
  • Çarşem, 1 Tîrmeh
  • Pêşem, 2 Tîrmeh
  • Înî, 3 Tîrmeh
  • Şemî, 4 Tîrmeh
  • Led, 5 Tîrmeh
  • Duşem, 6 Tîrmeh
  • Sêşem, 7 Tîrmeh
  • Çarşem, 8 Tîrmeh
  • Pêşem, 9 Tîrmeh
  • Înî, 10 Tîrmeh
  • Şemî, 11 Tîrmeh
  • Led, 12 Tîrmeh
  • Duşem, 13 Tîrmeh
  • Sêşem, 14 Tîrmeh
  • Çarşem, 15 Tîrmeh
  • Pêşem, 16 Tîrmeh
  • Înî, 17 Tîrmeh
  • Şemî, 18 Tîrmeh
  • Led, 19 Tîrmeh
  • Duşem, 20 Tîrmeh
  • Sêşem, 21 Tîrmeh
  • Çarşem, 22 Tîrmeh
  • Pêşem, 23 Tîrmeh
  • Înî, 24 Tîrmeh
  • Şemî, 25 Tîrmeh
  • Led, 26 Tîrmeh
  • Duşem, 27 Tîrmeh
  • Sêşem, 28 Tîrmeh
  • Çarşem, 29 Tîrmeh
  • Pêşem, 30 Tîrmeh
  • Înî, 31 Tîrmeh
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2020
es20 rûp. 67-77

Tîrmeh

Çarşem, 1 Tîrmeh

Bizanibin çi ye qirara Xudan (Efes. 5:17).

Em “zemanêd xirabda” dijîn ku gelek çetin e. Heta em hîviya dinya teze ne, emir wê hê zor û çetin be (2 Tîmt. 3:1). Lema jî wê baş be em pirsê bidine xwe: “Ez alîkarî û rêberiyê kîderê digerim?” Bi qirna pêşda, zebûrbêj şirovekir ku wedê tengasiya çevê me li Yehowa be, dêmek alîkariyê ji wî bixwazin (Zeb. 123:1-4). Ewî bi mesela şirovekir ku çaxê çevê me ser Yehowa ye, ev mîna vê yekê ye, ça çevê xulam ser axayê wî ye. Lê ew çi tê hesabê? Xulam li axayê xwe dinihêre, wekî ew xwarinê bidê û wî xwey ke. Lê usa jî xulam gerekê çevê axayê xwe binihêre, wekî têderxe hela ew çi ji wî dewa dike û ewê yekê bike. Wî cûreyî em jî gerekê her roj Xebera Xwedê lêkolîn bikin, hela Yehowa xût ji me çi dewa dike, û vê yekê bikin. Hergê em usa bikin, emê dudilî nebin, wekî Yehowa wê alî me bike gava em hewce bin. w18.07 12 ¶1-2

Pêşem, 2 Tîrmeh

Heger Kurê Xwedê we aza ke, hûnê rastî aza bin (Yûhn. 8:36).

Îsa derheqa azabûna ji “guna” digot, kîjan ku meriva dike xulam (Yûhn. 8:34). Gune me hêlan dike ne ku tenê tiştekî xirab bikin, lê ew usa jî rê me digire seva nekin wan tişta, çi ku em zanin rast in û çi destê meva tê. Belê, em xulamên gune ne, û axiriya vê yekê heye êş, kul-derd û mirin (Rom. 6:23). Tenê çaxê gune bi temamî bê kutakirinê, hingê emê bi rastî azayê bistînin, kîjan ku bal Adem û Hêwayê hebû. Çaxê Îsa got ku “heger hûn ser hînkirina min bimînin”, ewî bi wan giliya da kifşê wekî seva em ji gune aza bin, gerekê em hine tişta bikin (Yûhn. 8:31). Çawa Mesîhiyên ku xwe tesmîlî Xwedê kirine, me xwe înkar kiriye û bijartiye ku mîna şagirtên Îsa pê wan sînora bijîn kîjan ku ewî hîn dikir (Met. 16:24). Îsa soz da ku emê bi rastî aza bin çaxê bi temamî karê bistînin ji qurbana wî. w18.04 7 ¶14-16

Înî, 3 Tîrmeh

Dilê meriva, tenê tu pê dizanî (2 Dîr. 6:30).

Yehowa hingê jî hindava cimeta xwe dilşewat e, hergê jî cara nihêrandina wan nerast e. Dîna xwe bidine mesela Ûnis. Xwedê ev pêxember şande bal cimeta Nînewayê, seva dîwana wî wanra elam ke. Çaxê wana gunê xwe da rûyê xwe, Xwedê safî kir qira wan neyne. Lê ew safîkirin dilê Ûnis nehat. Ew “hêrs ket”, çimkî pêxembertiya wî derheqa dîwanê nehate sêrî. Lê Yehowa bi sebir bû hindava Ûnis û alî wî kir, ku nihêrandina xwe biguhêze (Ûns. 3:10–4:11). Wede derbaz bû, Ûnis fem kir ku Yehowa çi dixwest wî hîn kira, û Yehowa hela hê jî bona kara me serhatiya wî daye nivîsarê (Rom. 15:4). Yehowa pê kirên xwe cimeta xwera dide kifşê, wekî ew hindava xizmetkarên xweda dilşewat e. Ew haş êşa dilê me her kesî heye û derdê me jî zane. Ew fem dike her fikir, sînorên me û usa jî ku em kûraya dilê xweda çi texmîn dikin. Û “ew nahêle ku [em] ji qewata xwe der bêne cêribandinê” (1 Korn. 10:13). Ew soz rastî jî dilê me gelek hêsa û rihet dike. w19.03 16 ¶6-7

Şemî, 4 Tîrmeh

Her tişt li ber çevê wî vekirî û aşkere ye, ku li ber kîjanî emê hesabê xwe bidin (Îbrn. 4:13).

Pê Qanûna Mûsa mêrên emirda mezin cabdar bûn, wekî ne tenê wan pirsa safî kin, kîjan ku hebandinêva girêdayî bûn, lê şer-dewa û qaçaxtiyê jî. Dîna xwe bidine çend mesela. Hergê Îsraêlîkî kesek bikuşta, ew gerekê derbêra nehata kuştinê. Pêşiya ku rûspiyên şeher safî kirana, ku gerekê ew bê kuştinê yan na, ewana gerekê ew derece kûr lêkolîn kirana (Qan. Dcr. 19:2-7, 11-13). Rûspiya usa jî gelek çetinayên malbetada safî dikirin, mesele ji çetinayên hebûkêva girêdayî heta çetinayên orta jin-mêrada (Derk. 21:35; Qan. Dcr. 22:13-19). Çaxê rûspî heq bûn û Îsraêliya jî gura Qanûnê dikirin, her kes kar distand, û bi vê yekê cimetê Yehowa rûmet dikir (Qan. Kah. 20:7, 8; Îşa. 48:17, 18). Ji vê yekê em divînin, wekî emirê meda her derece bona Yehowa ferz e. Ew dixwaze wekî em hindava merivada bi heq û hizkirin bin. Û ew dîna xwe didê ku em çi dibêjin û çi dikin, hergê jî em tenê ne malda. w19.02 23 ¶16-18

Led, 5 Tîrmeh

Dema hate nimizkirin devê xwe venekir (Îşa. 53:7).

Çaxê em strêsêda nin, îda mera çetin e şkestî bimînin. Em dikarin destpêkin tevî meriva sert û sar xeber din. Hergê hûn ketine strêsê, dîna xwe bidine mesela Îsa. Ewî nava çend mehên xilaziya jîyîna xweye ser erdê, strêseke giranda bû. Ewî zanibû wekî ew wê biçerçire û bê kuştinê (Yûhn. 3:14, 15; Galt. 3:13). Çend meh pêşiya mirina xwe, ewî got ku dilê wî nerihet e (Lûqa 12:50). Û hema rojek pêşiya mirina xwe, Îsa got: “Agir dilê min ketiye”. Giliyên Îsa ku ewî duayê xweda Xwedêra digot, nîşan dikin, wekî ew yekî ça milûk û guhdar bû (Yûhn. 12:27, 28). Çaxê wede gihîşt, Îsa bi mêrxasî xwexa xwe kire destê dijminên Xwedê, yên ku wî gelek bêhurmet kirin û bêremtî kuştin. Rast e Îsa strêseke gelek qayîmda bû, û diçerçirî, yeke ewî bi milûktî qirara Xwedê anî sêrî. Bêşik em dikarin bêjin, wekî Îsa meseleke lape mezin hîşt, çimkî hela hê wedê tengasiya jî ew şkestî ma! (Îşa. 53:10) w19.02 11 ¶14-15

Duşem, 6 Tîrmeh

Bira em bona hevdu xem bikin, wekî hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev (Îbrn. 10:24).

Mera mêrxasî lazim e, seva wedê çetinda jî her gav bêne civatê. Hine xûşk-birên me hingê jî têne ser civatê, gava rastî kul-derda, diltengbûnê, û çetinayên sihet-qewatêva girêdayî, tên. Hinek jî aliyê neferên xwe yan jî aliyê serwêrên dewletêda rastî miqabilîbûnê tên, lê yeke ewana têne civatê. Bifikirin ku çawa mesela we hukum dike ser wan bira, yên ku bona baweriya xwe kelêda nin (Îbrn. 13:3). Çaxê ewana dibihên ku em berdewam dikin wedê tengasiya Yehowara xizmet dikin, ewana qewî dibin seva bawerî, mêrxasî û aminiya xwe xwey kin. Çaxê Pawlos kela Romêda bû, ew şa dibû gava dibihîst, wekî birên wî bi aminî Xwedêra xizmet dikin (Fîlî. 1:3-5, 12-14). Pawlos hine wede pêşiya yan jî paşî azabûna xwe, Îbraniyara neme nivîsî. Vê nemêda ewî şîret da Mesîhiyên amin, wekî “timê çawa xûşk-bira hevdu hiz bikin” û tu car civînên xwe bernedin (Îbrn. 10:25). w19.01 28 ¶9

Sêşem, 7 Tîrmeh

Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye (1 Yûhn. 5:19).

Şeytan dixwaze wekî em bibine mîna wî, dêmek bibine raber, yên ku prînsîpên Yehowa pişt guhê xweva davêjin û pey xwestinên xwe dikevin. Ew usa dike wekî dor berê me merivên usa hebin, yên ku îda nihêrandina xwe xirab kirine, û dixwaze wekî em jî mîna wan “xirab” kin fikir û rabûn-rûniştina xwe (1 Korn. 15:33). Şeytan usa jî dixwaze dilê me xirab ke, ku em îtbariya xwe bîlaniya meriva bînin, ne ku fikirên Yehowa (Kols. 2:8). Bifikirin derheqa fikireke usa ku Şeytan bela dike, mesele ew meriva dide bawerkirinê, wekî dewletîbûn gerekê nêteke sereke be emirê wanda. Ewên ku usa difikirin, diqewime qe dewletî nebin jî. Lê firqî tune dewletî bin yan na, yeke ewana xwe dikine bin xofê. Çira? Çimkî ewana dikarin usa bikevine heyra pera, wekî sihet-qewata xwe, heleqetiya tevî neferên xwe û hela hê jî dostiya xwe tevî Xwedê, unda kin (1 Tîmt. 6:10). Em gerekê razî bin, ku Bavê meyî bîlan alî me dike, wekî em rast binihêrin ser pera (Waîz 7:12; Lûqa 12:15). w19.01 15 ¶6; 17 ¶9

Çarşem, 8 Tîrmeh

Eferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştêd hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bikeve şayîya axayê xwe! (Met. 25:21)

Hela hê jî pêşiya ku Îsa bihata ser erdê û mesele bihîşta derheqa dildayînê, xizmetkarên Yehowayî amin zanibûn, wekî gerekê ber dilê hevduda bên. Besa xeberê, çaxê Asûriya Cihûya dane tirsandinê ku wê tevî wan şer kin, Hizqiya Padşa serokên eskera û cimeta ji Cihûdayê top kir û dil da ber wan. Cimet bi giliyên wî gelek qewî bû (2 Dîr. 32:6-8). Ji Îbo em dikarin hîn bin ku çawa ber dilê merivada bên. Rast e ew xwexa hewcê berdiliyê bû, lê ewî derheqa dildayînê ders da sê hevalên xwe, yên ku yançi ber dilê wîda dihatin. Îbo gote wan, ku hergê ew dewsa wan bûya, ew wê bi giliya wana qewî kira û ber dilê wanda bihata (Îb. 16:1-5). Axiriyêda, Îbo berdilî ji Elîhû stand û paşê Yehowa xwexa jî wî dilgerm kir (Îb. 33:24, 25; 36:1, 11; 42:7, 10). w18.04 16 ¶6; 17 ¶8-9

Pêşem, 9 Tîrmeh

Ezê te xwey kim, belê, ezê alî te bikim (Îşa. 41:10, DT).

Îşaya îda gotibû, ku Yehowa wê çi cûreyî cimeta xwe xwey ke û qewî ke, ewî got: “Yehowa wê bi qewat bê, û wê destê wî serwêrtiyê bike bona wî” (Îşa. 40:10, DT). Kitêba Pîroz gelek car xebera “dest” dide xebatê, seva bi sîmbolîk qewatê bide kifşê. Lema jî ew gilî “wê destê wî serwêrtiyê . .  . bike”, tîne bîra me ku Yehowa Padşayê zor e. Berê ewî qewata xweye bêsînor dida xebatê, seva alî xizmetkarên xwe bike û wana xwey ke. Îro jî ew berdewam dike bişidîne û xwey ke wan, yên ku îtbariya xwe wî tînin (Qan. Dcr. 1:30, 31; Îşa. 43:10). Yehowa xweyê wî sozê xwe ye, îlahî çaxê dijmin pey me dikevin. Ew soz dide: “Ezê te xwey kim”. Îro hine welatada, dijminên me dixwazin her tiştî bikin, seva belakirina mizgîniyê bidine sekinandinê, yan jî şixulê teşkîleta me qedexe kin. Wî halê çetinda jî, em zef berxwe nakevin, çimkî Yehowa mera soz daye ku wê ese qewatê û mêrxasiyê bide me. Ew dibêje: “Qet çekên ku li dijî [miqabilî] te hatine çêkirin, wê ji tu karîra nebe” (Îşa. 54:17). w19.01 5-6 ¶12-13

Înî, 10 Tîrmeh

Bextewar in ew, yên ku fem dikin hewcetiya xweye ruhanî (Met. 5:3, DT).

Aliyê ruhanîda hewcetiya heywana tune, lê ya meriva heye, û tenê Efirandarê we dikare ruhanîda we têr ke (Met. 4:4). Çaxê hûn guh didine wî, hûn serwaxtiyê û femkariyê distînin û hin jî bextewar dibin. Xwedê bona hewcetiya weye ruhanî Xebera xwe daye we û usa jî xwarina ruhanî ku bi saya “xulamê amin û serwaxt” em distînin (Met. 24:45). Rastî jî çiqas têr-tije û cûre-cûre xwarina meye ruhanî heye (Îşa. 65:13, 14). Ew xwarina ruhanî ku Xwedê dide, wê we serwaxt û aqil ke. Ew yek wê gelek tiştada we xwey ke (Metlk. 2:10-14). Mesele, ew hunur wê çevê we veke ku hûn hînkirinên qelp qebûl nekin, besa xeberê hînkirineke usa ku Efirandar tune ye. Ewana wê we xwey kin ji vê derewiyê, ku yançi pere û hebûk tenê bextewariyê tînin. Usa jî hûnê derbêra têderxin û biterikînin xwestinên xirab û rabûn-rûniştina usa, ku dikarin ziyanê wera bînin. Lema jî bigerin serwaxtiya Xwedê, aqil bin û evê yekê bişêkirînin. w18.12 20 ¶6-7

Şemî, 11 Tîrmeh

Wê rojên netewa [cimeta] min bibe mîna rojên darê (Îşa. 65:22).

Vê pêxembertiyêda tê gotinê, wekî bê wede çaxê rojên me bibine “mîna rojên darê”. Hine dar bi hezara sala dijîn, lê seva meriv haqas sal bijîn, sihet-qewata gelek baş lazim e. Hergê hingê meriv usa bijîtana, çawa Îşaya pêxembertî kir, bi rastî ew wê cinet bûya! Lê ev pêxembertî wê axiriyêda bê sêrî! Bifikirin, ça ew soz eyan dikin wekî axiriyêda cinet wê hebe: Xwedê wê ser temamiya erdê meriva kerem ke. Tu kes wê netirse ji meriva û ji heywana. Kor, ker-lal û seqet wê qenc bin. Meriv wê xwera mala ava kin û ji berên erdê lezetê bivînin. Ewana wê ji baxa dirêjtir bijîn. Belê, em ji Kitêba Pîroz eşkere divînin, wekî axiriya wî cûreyî pêşiya me ye. Lê dibeke hine meriv bêjin ku ew pêxembertî nade kifşê, wekî cinet wê hebe. Çi meniya we heye, wekî hûn bi dil û can hîviya cineta ser erdê ne? Merivekî herî girîng ku ser erdê dijît, dêmek Îsa, meniya ferz dide me (Lûqa 23:43). w18.12 5 ¶13-15

Led, 12 Tîrmeh

Hiş-aqilê xwe nû kin (Rom. 12:2, DT).

Em dikarin hişê xwe biguhêzin. Em çi jî dikine hişê xwe û ser çi jî gelek difikirin, ew yek hişê me diguhêze. Dêmek, hergê em kûr difikirin derheqa fikirên Yehowa, emê fem kin wekî nihêrandina wî timê rast e. Paşê îda emê xwexa bixwazin ser tişta mîna wî binihêrin. Dîna xwe bidinê, ku seva fikirandina me mîna ya Yehowa be, em gerekê “nekevine kirasê bendê vê dinyayê”. Em gerekê nehêlin, wekî fikir yan jî nihêrandina ku Xwedê qebûl nake, bikevine hişê me. Were pê meselê bivînin, ku çira ew yek gelek ferz e. Besa xeberê, kesek dixwaze wekî sihet-qewata xwe baş ke, û lema safî dike tenê xwarina baş û kêrhatî bixwe. Lê hergê ew hin jî timê xwarina netemiz bixwe, ew yek wê jêra karê neyne. Hergê em jî hişê xwe pê fikirên Yehowa tije dikin û wî wedeyî usa jî dihêlin wekî ew dinya ser fikirandina me hukum ke, emê tu karê nestînin. w18.11 21 ¶14-15

Duşem, 13 Tîrmeh

Ciyê xweda bisekinin, rastiyê mîna kemberê li pişta xwe bişidînin (Efes. 6:14).

Em gerekê her roj li gora rastiyê bijîn. Em vê rastiyê gerekê mîna kemberê li pişta xweva girêdin. Berê kembera ku esker xweva dikir, wedê şer pişta wî xwey dikir. Lê seva kember rind wî xwey ke, ew gerekê qayîm wîva girêdayî be. Kembera ku sist girêdayî bû, kêm kêrî wî dihat. Lê gelo kembera ruhanîye rastiyê, ça me xwey dike? Hergê em qayîm ewê kemberê xweva girêdidin, ew wê me ji fikirên nerast xwey ke û alî me bike safîkirinên aqilayî bikin. Hin jî çaxê em rastî cêribandina û tengasiya bên, rastiya Kitêba Pîroz wê dil bide me, seva em tiştên rast bikin. Çawa ku esker wê tu car bêy kemberê neçe şer, em jî gerekê tu car kembera rastiyê sist nekin û ji xwe neêxin. Dewsê em gerekê her tiştî bikin, seva ev qayîm bedena meva girêdayî be, dêmek li gora rastiyê bijîn. w18.11 12 ¶15

Sêşem, 14 Tîrmeh

Rastiyê bikire, û tu car wê nefiroşe (Metlk. 23:23, DT).

Seva em Xebera Xwedêda rastiyê bigerin, lazim e hinekî cefê bikişînin. Em usa jî gerekê hazir bin tişta qurban kin, wekî rastiyê qazanc kin. Çawa Metelokda tê gotinê, çaxê em rastiyê “dikirin”, dêmek qazanc dikin, em gerekê fesal bin, wekî “nefiroşin”, dêmek unda nekin. Tiştê ku bê pere ye jî, yeke dikare bahê wê hebe. Xebera Îbranî ku Metelok 23:23-da hatiye welgerandinê “bikire”, dikare usa jî bê hesabê “qazanc ke”. Ew herdu xeber jî didine kifşê, wekî lazim e tiştekî bikin, yan jî tiştekî ji xwe kêm kin, seva ku vê qazanc kin. Evê yekê em pê mesela banana dikarin hê rind fem kin. Besa xeberê, dikanêda elam dikin, wekî banana dikarin bê pere hildin. Femdarî ye, banan wê xwexa bi xwe neyêne ser sifira me. Em gerekê hinekî cefê bikişînin, û herin dikanê wan banana hildin. Usa jî seva em rastiyê bikirin, rast e mera pere nelazim e, lê em gerekê aliyê xweda tiştekî bikin. w18.11 4 ¶4-5

Çarşem, 15 Tîrmeh

Rûyê wî mîna tevê biriqî û kincêd wî jî mîna nûrê çîl-qerqaş bûn (Met. 17:2).

Îsa Petrûs, Aqûb û Yûhenna tevî xwe bire ser çiyakî bilind. Çaxê ewana wêderê bûn, şagirta xewn-xeyaleke ecêb dîtin. Rûyê Îsa biriqî û kincê wî çîl-qerqaş bûn. Du kes ku mîna Mûsa û Êlyas bûn, destpêkirin tevî Îsa xeber din derheqa mirin û rabûna wî ji miriya (Lûqa 9:29-32). Paşê, ewrekî ser wan kire sî, û wana dengek ji ewr bihîst, ew dengê Xwedê bû! Ewê xewn-xeyalê eyan kir rûmet û qewata Îsaye axiriyê, ça Padşa Padşatiya Xwedêda. Bêşik, ewê yekê dil da wî û şidand, çimkî cefê giran û mirina bi çerçirandinê pêşiya wî bû. Ewê xewn-xeyalê usa jî baweriya şagirta hê qewî kir û ewana şidandin bona cêribandin û şixulên axiriyê, ku pêşiya wan bû. Weke 30 sal şûnda, Petrûsê şandî dîsa besa vê xewn-xeyalê kir û da kifşê, wekî ew hela hê rind bîra wîda ye (2 Pet. 1:16-18). w19.03 10 ¶7-8

Pêşem, 16 Tîrmeh

Em xwe . . . didine kifşê, çawa qulixkarêd Xwedê . . . bi gotina rastiyê (2 Korn. 6:4, 7).

Dîsa çi tiştîda Mesîhiyên rast ji endemên rêlîgiyên qelp başqe dibin? Em “rastiyê” dibêjin (Zeker. 8:16, 17). Emê hin tiştên biçûkda hin jî yên mezinda rastiyê bêjin merivên nenasra, hevalxebatçiyên xwera, hevalên xwera, û merivên xweyî nêzîkra jî. Hergê tu cahil î, dibeke dixwazî mîna cahilên din bî, seva ji wana cude nebî. Tu car nebe mîna merivên durû ku ber nefer û xûşk-birên civatê xwe nav-namûs bidî kifşê, lê nav cahilên dinyayê û malperên sosyalîda lapte cûrekî din. Hergê tu usa bijîyî, bi vê yekê tu dê-bavên xwe, xûşk-birên civatê û Xwedê dixapînî (Zeb. 26:4, 5). Lê Yehowa zane çaxê em wî tenê pê zar-zimanê xwe hurmet dikin, lê dilê me ji wî dûr e (Marq. 7:6). Çiqas baş e bikin vê yekê, çi jî vê metelokêda tê gotinê: “Bira dilê te hevsûdîya gunekar neke, lê her roj xofa Xudanda be” (Metlk. 23:17). w18.10 9 ¶14-15

Înî, 17 Tîrmeh

Xwedê hizkirin e û yê ku nava hizkirinêda dimîne, ew nava Xwedêda dimîne û Xwedê jî nava wîda (1 Yûhn. 4:16).

Em cimeta Xwedê malbeteke ruhanî ne, kîjan ku bi hizkirinê eyan e. Em hevdu hiz dikin (1 Yûhn. 4:21). Em hizkirina xwe diha zef didine kifşê şixulên biçûkda û tiştên gelek hûrda, ne ku tenê pê kirên mezin û mexsûs. Mesele, em hevra şîrin xeber didin, hindava hevda heyf in û bona hev xem dikin. Çaxê em usa dikin, em “çawa zarêd hizkirî” çev didine Xwedê (Efes. 5:1). Îsa jî bi temamî çev dida Bavê xwe. Ewî got: “Werine cem min hemûyêd westiyayî û bargiran û ezê rihetiyê bidime we . . . çimkî ez şkestî me û dilmilahîm im” (Met. 11:28, 29). Çaxê em çev didine Îsa, ku “xem” dikin “bona yê kesîb”, em qebûlkirina Bavê xweyî ezmana distînin û bextewar dibin (Zeb. 41:1). Lema were em bi hizkirinê xem bikin bona neferên xwe, xûşk-birên civatêda, û merivên mihala xweda. w18.09 28 ¶1-2

Şemî, 18 Tîrmeh

Em tevayî bona Xwedê dixebitin (1 Korn. 3:9).

Em usa jî tevî Xwedê dixebitin, gava alîkariyê didine xûşk-bira wedê xezeba. Mesele, em dikarin pera qurban kin (Yûhn. 13:34, 35; Kar. Şand. 11:27-30). Usa jî em dikarin alî wan bikin, ku paşî xezebê avaya temiz kin yan jî teze kin. Mala xûşkeke ji Polonîstanê, navê kîjanê Gabrîêla ye, wedê xezebê hate hilşandinê. Gava paşî xezebê xûşk-birên ji civatên dor ber, hatin alî wê bikin, ew gelek şidiya û şa bû. Ew gilî dike: “Ez naxwazim bêjim min çi unda kir, çimkî ew tenê tiştên matêrîalî ne. Dewsê ez dixwazim bêjim, ku min çiqas tiştên baş qazanc kir. Evê qewimandinê alî min kir ku hê zêde bişêkirînim wî qedirî, ku ez civata Xwedêda me, kîderê ku şabûnê distînim û bextewar im”. Gelek xûşk-bira, ku wedê xezeba alîkarî standine, dibêjin wekî ewê yekê wana hê bextewar kiriye. Hin jî ewên ku tevî Yehowa hevkariyê dikin, şa dibin ku alîkariyê didin xûşk-bira (Kar. Şand. 20:35; 2 Korn. 9:6, 7). w18.08 26 ¶12

Led, 19 Tîrmeh

Miqatî dilê xwe be (Metlk. 4:23).

Hergê em dixwazin miqatî dilê xwe bin, em gerekê bizanibin ku çi xof hene, û derbêra tiştekî bikin seva xwe xwey kin. Xebera “miqat”, tîne bîra me derheqa şixulê nobedara. Wedê berê nobedar ser dîwarên şeher disekinîn û hergê tiştekî xof didîtin, deng derdixistin. Hergê em ewê yekê bidine ber çevê xwe, emê fem kin ku em çi gerekê bikin, seva Şeytan hiş-aqilê me xirab neke. Berê nobedara tevî dergevana hevkarî dikirin (2 Sam. 18:24-26). Ewana tevayî miqatî şeher dibûn, û çaxê dijmin nêzîk dibû, ewana cabdar bûn, wekî dergehên şeher zû bêne dadanê (Nehem. 7:1-3). Îsafa meye pê Kitêba Pîroz hînkirî jî dikare mîna nobedar alî me bike. Çaxê Şeytan dixwaze ser dilê me hukum ke, dêmek ser fikir, nêt-merem û xwestinên me, îsaf pêşda dikare elamî me ke. Çaxê îsafa me ça bêjî deng derdixe, çimkî xofê texmîn dike, em gerekê guh bidine îsafê û bi sîmbolîk dergeh dadin. w19.01 17 ¶10-11

Duşem, 20 Tîrmeh

Heger tiştek ser wan tunebe, hingê bira berdestiyê bikin (1 Tîmt. 3:10).

Rûspî gerekê ne ku anegorî nihêrandina xwe yan jî edetê miletê xwe safî kin ku birê cahil kifş kin yan na, lê anegorî Xebera Xwedê (2 Tîmt. 3:16, 17). Nihêrandina anegorî edetê milet, dikare rê bigire ku bira neyêne kifşkirinê. Welatekîda, cabdariyên mezin dane birakî cahil û ewî ew cabdarî rind anî sêrî. Rûspiyên civatê dixwestin wî ça rûspî kifş kin, çimkî li gora Kitêba Pîroz ew layîqî vê kifşkirinê bû. Lê yeke ew nehate kifşkirinê. Çira? Çimkî çend rûspiyên emirda mezin hesab kirin, ku ew gelek cahil tê xanê seva bibe rûspî. Yazix, seva vê yekê ew bira nebû rûspî. Ew nihêrandina nerast gelek welatada heye. Lema jî gelek ferz e em gişk li gora Kitêba Pîroz her tiştî bikin, ne ku li gora nihêrandina xwe yan jî edetê miletê xwe! Tenê usa emê nîşan kin, wekî gura Îsa dikin û anegorî dîtina çevên xwe dîwanê nakin (Yûhn. 7:24). w18.08 12 ¶16-17

Sêşem, 21 Tîrmeh

Yê hê nebihîstî cabê dide, ew bêhiş û qara wî ye (Metlk. 18:13).

Çaxê em dixwazin derbêra kesekîra tiştekî bişînin, xofek heye. Hine welatada şixulê me qedexekirî ye, yan jî sînorkirî ye. Wan welatada merivên ku miqabilî me ne, dikarin elametiyên usa bela kin, seva ku tirsê bikine dilê xûşk-bira, yan jî seva îtbariya me hindava hevdu unda be. Dîna xwe bidinê çi qewimî wedê Yektiya Sovyeta berê. Polîsekî ku endemê KGB bû, elametiya qelp bela kir, wekî yançi birên cabdar nemamiya cimeta Xwedê dikirin. Gelek xûşk-bira ew tiştên qelp bawer kirin, û axiriyêda ji teşkîleta Yehowa dûr ketin. Rastî jî sed heyf! Rast e hinek paşê vegeriyan, lê hinek jî heta îro nehatin, çimkî baweriya wan unda bû (1 Tîmt. 1:19). Lê ça em dikarin xwe xwey kin, wekî tiştekî usa tevî me jî neqewime? Elametiyên nebaş û usa jî kîjan ku hûn nizanin rast e yan na, bela nekin. Hin jî derbêra tişta bawer nekin. Bawer bin ku hûn her tiştî rast zanin. w18.08 4 ¶8

Çarşem, 22 Tîrmeh

Ez tera rast îro dibêjim, tê tevî min Cinetêda bî (Lûqa 23:43, DT).

Manûskrîptên berêye Yûnanîda, nîşan cumlada hindik dihatine xebitandinê. Niha pirs pêşda tê: Gelo Îsa got “Ez tera rast dibêjim, îro tê tevî min Cinetêda bî”? Yan ewî got: “Ez tera rast îro dibêjim, tê tevî min Cinetêda bî, DT”? Bînin bîra xwe, Îsa derheqa mirina xwe şagirtên xwera çi got: “Kurê Însan jî usa wê sê roj û sê şeva nava kûrayîya erdêda bimîne”. (Met. 12:40; 16:21; 17:22, 23; Marq. 10:34; Kar. Şand. 10:39, 40). Dêmek, Îsa û ew qaçax roja mirina xwe neçûne tu Cinetekê. Îsa “diyarê miriyada” bû, heta roja ku Xwedê wî ji mirinê rakir (Kar. Şand. 2:31, 32). Ewî qaçaxî nizanibû, wekî Îsa tevî şandiyên xweyî amin peyman girêdaye, seva tevî wî Padşatiya ezmanada bin (Lûqa 22:29). Xêncî vê yekê, ew qaçax ne nixumandî bû û ne jî bijartî bû (Yûhn. 3:3-6, 12). Ev sozê Îsa derheqa cineta ser erdê bû, ku gerekê axiriyêda bihata sêrî. w18.12 6 ¶17-18, 20-21

Pêşem, 23 Tîrmeh

Mera xwedêya çêke, ku pêşîya me kevin, çimkî ew Mûsayê meriv, yê ku em ji welatê Misirê derxistin, em nizanin çi hate serê wî (Derk. 32:1).

Wede derbaz bû, Îsraêliya serê xwe ber golikeke zêr danîn! Wana zanibûn ku bi vê yekê ewana gura Xwedê nakin, lê yeke wana xwexa xwe dixapandin yançi ewana dîsa jî aliyê Yehowa ne. Hela hê Harûn jî kete vê telikê çaxê got ku ew golik bona “cejina” Yehowa ye. Lê Yehowa ça ser vê yekê nihêrî? Ewî hesab kir wekî wana pişta xwe dane wî û nemamiya wî kirin. Yehowa gote Mûsa wekî cimet “ji wê rîyê şihitîn” kîjanêra ku ewî “temî dabû wan” ku herin. “Hêrsa” Yehowa usa ser wan rabû, ku ewî hela hê jî dixwest bi temamî qira miletê Îsraêl bîne (Derk. 32:5-10). Lê Yehowa safî kir wekî qira Îsraêliya neyne (Derk. 32:14). Rast e pêşiyê Harûn xwexa ew pût çêkir, lê ewî gunê xwe anî rûyê xwe û tevî wan Lêwiya bû yek, yên ku aliyê Yehowa girtin. Hezara Îsraêlî seva pûtparistiya xwe emirê xwe unda kirin. Lê ewên ku aliyê Yehowa girtin, xilaz bûn û hin jî Xwedê wanra soz da ku wê wana kerem ke (Derk. 32:26-29). w18.07 20 ¶13-16

Înî, 24 Tîrmeh

Hevza xwe ji wan qanûnzana bikin, yêd ku hiz dikin . . . bazarada silavê bidine wan . . . û şayiyada jî herema jorin rûnên (Lûqa 20:46).

Aliyê kêda hêja ye wekî em bêne naskirinê û qîmetkirinê? Îro meriv dixwazin navê xwe bilind kin, mesele bi xwendina bilind, xebateke baş, û navdengiya vê dinyayêda. Lê Pawlos şirovekir wekî hêja ye aliyê kêda em bêne naskirinê û qîmetkirinê. Ewî got: “Niha ku we Xwedê nas kiriye, lê belê Xwedê jî hûn nas kirine, hûn çawa dîsa vedigerine ser wan sixirêd vê dinêye bêqewate ne tu tişt û dîsa dixwazin xulamtiyê wanra bikin?” (Galt. 4:9) Rastî jî qedirekî çiqas mezin e ku em dikarin aliyê Xwedêda bêne naskirinê, dêmek aliyê Serwêrê Herî Bilind! Ew bi dil dixwaze em heleqetiya xwe tevî wî nêzîk kin. Yehowa me nas dike, me hiz dike, û dixwaze em bibine dostên wî. Ewî em usa efirandine, ku em bikaribin tevî wî dostiyê bikin (Waîz 12:13, 14). w18.07 8 ¶3-4

Şemî, 25 Tîrmeh

Fikirêd min ser temîyêd Te ne (Zeb. 119:99).

Hergê em dixwazin ji qanûnên Xwedê karê bistînin, em gerekê wan qanûna qayîm hiz bikin û qîmet kin (Ams. 5:15). Lê ça em dikarin vê yekê bikin? Ya pêşin, em gerekê mîna Yehowa ser tişta binihêrin. Bifikirin ser vê meselê: Besa xeberê hûn şev xirab radizên, û hekîmê we wera dîêtayê dinivîse, dibêje ku sportêva mijûl bin, û hine tişt emirê xweda biguhêzin. Paşê çaxê we hemû şîretên wî da xebatê, we dît wekî problêma we safî bû! Femdarî ye, hûnê bona wê alîkariyê ji wî hekîmî gelek razî bin. Efirandarê me jî mera qanûn dane, kîjan ku dikarin me xwey kin ji axiriya xirab ku gune tîne, û emirê me baş kin. Bifikirin ku em çiqas karê distînin gava gura wan temiyên Kitêba Pîroz dikin, mesele çaxê xwe dûr digirin ji derewiyê, fêlbaziyê, diziyê, bênamûsiyê, zorbetiyê û sêrbaziyê (Metlk. 6:16-19; Eyan. 21:8). Gava em divînin ku em çiqas keremên baş distînin çaxê gura Yehowa dikin, dilê me hindava Yehowa û qanûnên wî bi razîbûnê û hizkirinê tije dibe. w18.06 17 ¶5-6

Led, 26 Tîrmeh

Tu yî Padşê cihûya? (Yûhn. 18:33).

Dibeke Pîlato ditirsiya, wekî Îsa wê nav cimetê de, ku miqabilî Romaya derên. Lê Îsa caba wî da: “Padşatiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhn. 18:36). Belê, Îsa tu car nedikete nav polîtîkayê, çimkî Padşatiya wî gerekê ser ezmana bûya. Û Îsa Pîlatora got ku şixulê wî ser erdê ew e, wekî derheqa “rastiyê şedetiyê” bide (Yûhn. 18:37). Hergê em jî mîna Îsa fem dikin ku şixulê me çi ye, emê tu car piştgiriya polîtîkê nekin, hela hê dilê xweda jî. Lê ew yek hêsa nîne. Dîna xwe bidinê berpirsiyarekî mihalê çi got: “Merivên mihala meda hê zêde û zêde firqiyê dikine orta meriva. Ewana miletê xwera firnaq dibin û gelek ji wana bawer dikin ku hergê miletekî din ser wanra serwêrtiyê neke, wê emirê wan diha baş be. Lê çiqas baş e ku xûşk-bira yektiyê xwey dikin, çimkî hiş-aqilê wan ser şixulê belakirina mizgîniya Padşatiyê ye. Ewana îtbariya xwe Xwedê tînin, ku ew wê hemû neheqiya û çetinayên meye din bide hildanê”. w18.06 4-5 ¶6-7

Duşem, 27 Tîrmeh

Miqabilî Mîrêcin bisekinin û ewê ji we bireve (Aqûb 4:7).

Nivîsarên Îbranîda tenê sê kitêb besa Şeytan dikin, 1 Dîrok, Îbo, û Zekerya. Ew nav tê hesabê “Yê Miqabil”. Lê gelo çira pêşiya hatina Mesîh derheqa wî dijminî hindik hate gotinê? Tê kifşê Yehowa nexwestiye, wekî Nivîsarên Îbranîda gelek tişt derheqa Şeytan û kirên wî bê gotinê. Nêta Yehowaye sereke Nivîsarên Îbranîda ew bû, wekî Mesîh bê eyankirinê û cimeta Xwedê wî nas ke (Lûqa 24:44; Galt. 3:24). Gava ew yek hate sêrî û Mesîh hat, Yehowa wî û şagirtên wî da xebatê, seva hê zêde eyan kin derheqa Şeytan û wan milyaketa, yên ku tevî wî bûne yek. Ew yek ecêbmayî nîne, çimkî Îsa û yên bijartî wê qira Şeytan û peyçûyên wî bînin (Rom. 16:20; Eyan. 17:14; 20:10). Qewata Şeytan bi sînor e. Yehowa, Îsa û milyaketên amin, me xwey dikin. Em pê alîkariya wan dikarin miqabilî dijminê xwe derên. w18.05 22-23 ¶2-4

Sêşem, 28 Tîrmeh

Her çiqilê minva ku ber nade ew dibire (Yûhn. 15:2).

Yehowa me ça xizmetkarên xwe hesab dike tenê hingê, hergê em ber didin (Met. 13:23; 21:43). Ji mesela ku Yûhenna 15:1-5-da em divînin, ber kîjan ku her Mesîhî gerekê bide, nayê hesabê ew şagirtên teze, yên ku me alî wan kiriye bibine şagirt (Met. 28:19). Hergê ew usa bûya, li gora mesela Îsa, çiqilên bêber wê bihatana hesabê ew Şedên Yehowayî amin, yên ku tu kes nekirine şagirt, çimkî xizmet dikin ciyê usa, kîderê ku hindik meriv mizgîniyê qebûl dikin. Lê ew yek nerast e. Çira? Çimkî em zorê tu kesî nikarin bikin wekî bibine şagirt. Hin jî, Yehowa Xwedêyê hizkirinê ye, û ew tu car ji  xizmetkarên xwe tiştên usa dewa nake, ku ji qewata wan der be. Ew timê haqasî ji me dixwaze, çiqas em dikarin bikin (Qan. Dcr. 30:11-14). Wekî usa ne, kîjan e ew ber ku em gerekê bidin? Eşkere ye, wekî ber ew şixul e, kîjan ku her kes ji me weke qewata xwe dikare bike. Lê ew çi şixul e? Ew heye belakirina mizgîniya Padşatiya Xwedê (Met. 24:14). w18.05 14 ¶8-9

Çarşem, 29 Tîrmeh

Hûn bavê xweda ji Mîrêcin in, . . . ew derewîn e û bavê derewa ye (Yûhn. 8:44).

Serwêrên rêlîgiya nav temamiya dinyayêda gelek in. Hineka nav dikin keşîş, rabî, pastor, yan jî pê sernavên din. Mîna serwêrên rêlîgiya qirna yekêda, ewana jî nahêlin, wekî ji Xebera Xwedê “rastî xuya be” û “rastiya Xwedê derewiyêra guhêrîn” (Rom. 1:18, 25). Ewana hînkirinên qelp hîn dikin, mesele derheqa cenimê, jîyîna paşî mirinê, rêînkarnasyayê, û derewiya mirdar bela dikin, ku yançi Xwedê homosêksûalîsmê qebûl dike. Polîtîk pê derewiyê meriva dixalifînin. Derewiya lape mezin kîjan ku ewana wê bela kin, ew e çaxê elam kin ku “dinê seqirî û bêxofî ye”! Lê “hingê xezebê nişkêva ser wanda bê”. Were em tu car bawer nekin derewiya wan, ku yançi dinya halê xirabda nîne! Lê em haş rastiyê hene, em zanin wekî “roja Xudan wê mîna dizê şevê bê” (1 Têsln. 5:1-4). w18.10 7-8 ¶6-8

Pêşem, 30 Tîrmeh

[Hûn] gerekê bixebitin komekê bidine ketiya û xebera Xudan Îsa bîr bînin ku digot: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Kar. Şand. 20:35).

Bi saya “seroka”, dêmek rûspiyên ji Mesîhiyên bijartî û pezên din, Îsa Mesîh berdilî û rêberiyê dide wan, yên ku dilşkestî ne û dilteng in. Ew rûspî “hukumî” ser baweriya xûşk-bira nakin, lê tevî wan dixebitin wekî ewana baweriyêda şidiyayî bin (Îşa. 32:1, 2; 2 Korn. 1:24). Pawlosê şandî meseleke mezin hîşt dildayînêda. Ewî Mesîhiyên Têsalonîkîra yên ku rastî zêrandinê dihatin, nivîsî: “Dilê me ser we dişewitî, heta ku me dixwest ne ku tenê Mizgîniya Xwedê bida we, lê emirê xwe jî, çimkî hûn bibûne delaliyêd me” (1 Têsln. 2:8). Pawlos da kifşê wekî cara tenê pê giliya dil bidine kesekî bes nîne, lema ewî rûspiyên Efesîra giliyên rêza vê rojê nivîsî. w18.04 21-22 ¶6-8

Înî, 31 Tîrmeh

Xudan ruh e û ruhê Xudan li ku derê be, li wê derê jî azayî heye (2 Korn. 3:17).

Seva ku evê azayê bistînin, em gerekê vegerin bal Yehowa, dêmek heleqetiya me tevî wî gerekê nêzîk be (2 Korn. 3:16). Îsraêliyên ku beriyêda bûn, bi nihêrandina xwe ser tişta dinihêrîn, ne ku pê nihêrandina Yehowa. Bi sîmbolîk dilê wan û hişê wan dadayî bû û hişk bibû, çimkî wana dixwest azaya xwe ku tezeda sitandibûn, bidine xebatê seva xwestinên xwe bînin sêrî (Îbrn. 3:8-10). Azaya ku ji ruhê Yehowa ye, hê bilind e, ne ku azabûna ji xulamtiya fîzîkî. Ew ruh azayîke usa tîne ku meriv tu car nikare bîne. Ew ji xulamtiya gune, mirinê, û usa jî ji xulamtiya hebandina qelp û kirên wê aza dike (Rom. 6:23; 8:2). Rastî jî ew azayîke çiqas baş e! Meriv dikare vê azayê bistîne hela hê jî hergê ew girtî ye yan jî xulam e (Destp. 39:20-23). w18.04 9 ¶3-5

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin