Rastiyê Derheqa Îsa, bi Xîret Bela Dikin
Çaxê em zanin, wekî ça gerekê rastiyê derheqa Îsa, meriyara bela kin, hingê xîreta me hê zêde dibe. Îsa hîmê kevirê enîşkê ye, li ser kîjanî ku baweriya rast tê avakirinê (Ef. 2:20). Bêyî wî, meyê nikaribûya gumana jîyînê bistanda (Kr.Şn. 4:12). Lema jî gelek ferz e, wekî hemûşk bizanibin, derheqa rola Îsa qedandina qirara Xwedêda. Geleka xelifîne, ji bo hînkirinêd ku ne li ser hîmê Kitêba Pîroz in. Yazix, wekî ewana wê nikaribin bistînin wan hemû kerema, yêd ku Xwedê soz dide merivêd ku baweriya xwe Îsa tînin. Xîreta me hindava rastiyê, wê me hêlan ke alî merivêd helal bikin wekî ewana femkirina rast derheqa Îsa bistînin, derheqa heleqetiya wî tevî Xwedê, û rola wî di qedandina qirara Xwedêda. Wedê Êvara Bîranînê, hûnê bi xîret bela kin rastiyê derheqa Îsa?