Rast e Cejina Derbazbûnê tevî Êvara Bîranînê raste-rast girêdayî nîne, lê hine tiştên ji Cejina Derbazbûnê bona me ferz in. Mesele, Pawlosê şandî li ser Îsa got “berxê meyî Cejina Derbazbûnê” (1 Kr. 5:7). Çaxê xûna berxikê li ser rexderiya lêdixistin, ev yek jîyîna meriya xilaz dikir, anegorî vê yekê xûna Îsa jîyîna me xilaz dike (Drk. 12:12, 13). Xêncî wê yekê tu hestûyên berxikê nehatibû şkênandinê wedê Cejina Derbazbûnê. Û tu hestûyên Îsa jî nehatibûn şkênandinê çaxê ev stûnva mix kirin. Bi rastî bêjin wan çaxa bi edetî bû ku derecên vî cûreyîda hestiyên meriva bişkênin (Drk. 12:46; Yn. 19:31-33, 36).