Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze
ÇIMA ev meriv, yê ku çend jinên wî hebûn û ku miqabilî cimeta Yehowa bû, safî kir bibe Şedê Yehowa. Çi rûspiyê dêra Pênciyê Hesabê hêlan kir, wekî ew baweriya xwe biguhêze? Çi alî kulfetekê kir, zarotiya kîjanê çetin derbaz bibû, wekî îda xwe nefret neke û nêzîkî Xwedê be. Çima merivê ku rok-mûzîkaya sertva mijûl dibû û gelek hiz dikir, safî kir bibe Şedê Yehowa? Seva ku cabên wan pirsa bistînin, wan serhatiya bixûnin.
“Ez Bûme Malxêkî Diha Baş”. RÎGOBÊR OÊTO
SALA BÛYÎNÊ: 1941
WELAT: BÊNÎN
BERÊ: ÇEND JINÊN WÎ HEBÛN Û MIQABILÎ ŞEDÊN YEHOWA BÛ
JÎYÎNA MINE BERÊ:
Ez şehereke mezin, Kotonoyêda hatime bûyînê, welatê Bênînda. Ez malbeta Katolîkîda hatime bûyînê, lê tenê car-cara diçûme dêrê. Gelek Katolîkên mihala me mêrê çend jina bûn, çimkî bi qanûnî ew yek îzin bû. Ez xwexa jî mêrê çar jina bûm.
Çaxê sala 1970 şerê nava welat destpêbû rêvolûsiya qewimî, min tirê halê welatê me wê xweş be. Min bi temamî piştgiriya serwêrtiya teze kir û min destpêkir polîtîkayêva mijûl bim. Endemên serwêrtiya teze Şedên Yehowa hiz nedikirin, çimkî wana tevnebûyîn xweyî dikir. Ez jî pey Şedên Yehowa diketim. Çaxê sala 1976 mîsyonêrên Şedên Yehowa ji welat derxistin, min tirê wekî ewana wê tu car îda venegerin.
ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST:
Sala 1990 rêjîma polîtîkî hate guhastinê. Ez gelek ecêbmayî mam çaxê mîsyonêrên Şedên Yehowa paşda vegeriyan welatê me. Ez fikirîm wekî dibeke Xwedê tevî wan meriva ye. Hingê ez xebateke tezeda bûm û hevalxebatçîkî min Şedê Yehowa bû. Ewî destpêkir derheqa baweriya xwe minra gilî ke. Ewî rêzên Kitêba Pîroz nîşanî min kir, kîderê dihate gotinê wekî Yehowa Xwedayê hizkirinê û heqiyê ye (Qanûna Ducarî 32:4; 1 Yûhenna 4:8). Ew xeyset-hunur gelek min xweş dihatin lema jî dilê min girtin. Min gelek dixwest derheqa Yehowa pêbihesim, lema jî ez qayîl bûm hînbûna Kitêba Pîroz destpêkim. Zûtirekê min destpêkir herim civatên Şedên Yehowa.
Hizkirina ku wêderê min dît, gelek dilê min girt. Wana firqî nedikir orta mileta û bereka. Çiqas hê zêde min tevî Şedên Yehowa xeber dida, haqas hê zêde ez îzbat dibûm, wekî ewana peyçûyên Îsaye rast in (Yûhenna 13:35).
Min fem kir ku hergê ez dixwazim Yehowara xizmet kim, ez gerekê ji Dêra Katolîkî derêm. Ev yek nehêsa bû, çimkî ez difikirîm ku meriv wê çi bifikirin derheqa min. Gelek wede derbaz bû heta min bi alîkariya Yehowa qewat stand û ji vê dêrê derketim.
Lê minra lazim bû dîsa guhastineke mezin bikim. Ji hînbûna Kitêba Pîroz ez pêhesiyam, wekî Xwedê pirejiniyê qedexe dike (Destpêbûn 2:18-24; Metta 19:4-6). Ber çevê Xwedê tenê zewaca mine tevî jina mine pêşin rast bû. Lema jî min ew zewaca xwe qanûnî kir û ji jinên din qetiyam, lê aliyê matêriyalîda min bona wan xem dikir. Wede şûnda ji wan jina dudu bûne Şedên Yehowa.
ÇI KAR MIN STAND:
Rast e jina min Katolîk ma, lê ew dîsa jî qedirê safîkirina min digire, ku ez Yehowara xizmet dikim. Em herdu jî têderdixin, wekî ez bûme malxêkî baş.
Berê ez difikirîm,ku hergê ez polîtîkayêda kar bikim, ezê bikaribim jîyîna meriva aliyê başda biguhêzim. Lê min badîhewa qewat xerc dikir. Niha ez zanim wekî tenê Padşatiya Xwedê dikare problêmên însanetê safî ke (Metta 6:9, 10). Ez gelek ji Yehowa razî me ku ewî minra eyan kir, wekî ça ez dikarim jîyîna xwe bextewar kim.
“Minra Çetin bû Xwe Biguhêrim”. ALÊKS LÊMOS SÎLVÊ
SALA BÛYÎNÊ: 1977
WELAT: BRAZÎLYA
BERÊ: RÊBERÊ DÊRA PÊNCIYÊ HESABÊ
JÎYÎNA MINE BERÊ:
Ez qeraxekî şeherê Îtûda mezin bûme (Ştata San Paûlo). Vê mihalêda qaçaxtî belabûyî bû.
Ez yekî zulm bûm û min bi emirekî bênamûsî dijît. Xêncî wê yekê min arş-vêrşiya narkotîka dikir. Wede şûnda min fem kir, wekî jîyîna wî cûreyî wê min bike yan kelê yan jî mezelê. Lema jî min ev emir hîşt, bûme endemê dêra Pênciyê Hesabê û paşê jî hatime kifşkirinê ça rêberê wan.
Min tirê, hergê ez dêrêda xizmet kim, ezê bi rastî bikaribim alî meriva bikim. Min hela hê jî bi radîo bernamên rêlîgiyayî derbaz dikirin û wede şûnda ez mihala xweda bûme merivekî nav û deng. Hêdî-hêdî min fem kir, wekî ev dêr nakeve heyra halxweşiya endemên xwe û bona hurmetkirina Xwedê diha kêm xem dike. Minra zelal bû wekî nêta dêrê tenê topkirina pera ye, lema jî min safî kir ji dêrê derêm.
ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST:
Çaxê min destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn bim, min derbêra têderxist wekî ewana ji rêlîgiyên din cude dibin. Du tişta dilê min girtin. Ya yekê ev bû, ku Şedên Yehowa ne tenê xeber didan derheqa hizkirina hindava Xwedê û meriya, lê wana usa jî ew hizkirin pê kirên xwe didane kifşê. Ya duda jî ev bû, wekî wana xwe ji polîtîkê û şera dûr digirtin (Îşaya 2:4). Ewan herdu tişta ez dame bawerkirinê, wekî min rêlîgiya rast dîtiye. Dêmek riya teng ku berbi jîyîna heta-hetayê dibe (Metta 7:13, 14).
Min fem kir, hergê ez dixwazim Xwedê xweş bêm, ez gerekê emirê xweda hine guhastinên mezin bikim. Dêmek gelek dîna xwe bidime ser malbeta xwe û milûktiyê nav xweda pêşda bînim. Hêsa nîbû xwe biguhêzim, lê bi alîkariya Yehowa min karibû. Rast e jina min pêşiya min hînbûna Kitêba Pîroz destpêkiribû, lê ewê gavên ruhanî hingê destpêkir bavêje çaxê dît wekî min nav xweda guhastin kir. Zûtirekê me herda jî fem kir wekî em dixwazin bibine Şedên Yehowa. Em rojekêda tevayî hatine nixumandinê.
ÇI KAR MIN STAND:
Sê zarên me hene, em gelek şa ne wekî em dikarin alî wan bikin ku nêzîkî Yehowa bin. Malbeta me bextewar e. Ez ji Yehowa razî me, wekî ewî ez berbi rastiyê kişandime, kîjan ku xebera wîda ne. Bi rastî ev rastiya ji Xebera Xwedê dikare meriva biguhêze! Ez hema îzbatiya wê yekê me.
“Gunê Mine Berê Îda Bargiranî Nînin seva Min”. VÎKTORIYA TONG
SALA BÛYÎNÊ: 1957
WELAT: AVSTRALYA
BERÊ: ZAROTIYA ÇETIN DERBAZ KIRIYE
JÎYÎNA MINE BERÊ:
Ez mezin bûme Nyûkaslêda (Ştata Wêlsa Başûrêye Nû). Ji heft zara ez ya mezin bûm. Bavê min îçkehiz bû, timê serxweş bû û em dikutan. Diya min jî yeke zulm û bêrem bû. Diya min ez dikutam û giliyên lape xirab minra digot. Ewê timê digot wekî ez yeke bêkêr im û ezê cenimêda biçerçirim. Ewê ez ziravqetandî dikirim.
Diya min usa ez dikutam, wekî canê min reş-şîn dibû û gelek car ji bo wê yekê ez nediçûm mektebê. Çaxê ez 11 salî bûm dewletê ez ji dê-bavê min standin û dane ciyê zarên bêxayî, paşê jî monastêrê. Çaxê ez bûme 14 salî, ez ji wêderê revîm. Min nedixwest vegerime mal, lema jî min destpêkir kûça bijîm. Ez kûça mihala Sîdnêyêda dimam, ya Kîng Krosê.
Çaxê ez kûça ketim, min destpêkir narkotîka û îçkêva mijûl bim, pornografiyê binihêrim û peretî qaviyê bikim. Carekê tiştekî usa hate serê min, ku ez qayîm tirsiyam. Ez otaxekêda dimam, kîjan ku yê xweyê klûba şevê bû. Carekê du mêr hatine bal wî û ewî ez şandime otaxeke din, lê min guh da xeberdana wan. Xweyê klûbê dixwest min bifiroşe wana. Ewan mêra gerekê ez gemiya hûr-mûrada veşartama û bibirama Japonyayê, seva ku wêderê barêda bixebitiyama. Min ji balkonê banzda û ez revîm seva ku alîkariyê bixwazim.
Ez rastî mêrekî hatim, kîjan ku ser çendekê hatibû Sîdnêyê. Min derheqa halê xwe wîra gilî kir û ez hîviyê bûm wekî ewê hine pere bide min. Ewî ez teglîfî bal xwe kirim, wekî ez serê xwe bişom û perî nan bixwim. Ez çûme cem wî û usa qewimî wekî ez cem wî jî mam. Salek şûnda me hev stand.
ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST:
Min tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Wedê hînbûna Kitêba Pîroz cûre-cûre êmosiya bal min pêşda dihatin. Ez gelek hêrs ketim çaxê pêhesiyam, wekî sebebê kul-derda Mîrê-cina ye, çimkî minra timê digotin wekî Xwedê ye sebebê kul-derda. Lê çaxê minra şirovekirin, wekî Xwedê meriva cenimêda naçerçirîne, ez gelek dilrihet bûm, çimkî temamiya emirê xwe ez ji bo wê hînkirinê ditirsiyam.
Gelek min xweş dihat, wekî Şedên Yehowa rêberî ji Kitêba Pîroz digeriyan, çaxê gerekê tiştek safî kirana. Ewana li gora baweriya xwe dijîn. Ez meriveke usa bûm ku hêsa nîbû minra ziman bidîtana, lê min çi jî bigota yan bikira, Şedên Yehowa dîsa jî hindava minda bi hizkirin û qedir bûn.
Ya lape çetin bona min ew bû, wekî min bikaribûya xwe bêkêr û bêqîmet hesab nekira. Min xwe gelek nefret dikir û paşî nixumandinê jî nava gelek salada ez hindava xweda usa bûm. Bi rastî min Yehowa hiz dikir, lê ez bawer bûm wekî ewê tu car nikaribe yeke mîna min hiz bike.
Panzdeh sal paşî nixumandinê min destpêkir cûrekî mayîn bifikirim. Carekê Oda Civata Şedên Yehowada gotarvan dîna xwe da ser kitêba Aqûb 1:23, 24. Wan rêzada Xebera Xwedê beramberî neynikê dibe, bi saya kîjanî em dikarin pê çevê Yehowa ser xwe binihêrin. Ez fikirîm, dibeke ez ser xwe usa nanihêrim, ça Yehowa ser min dinihêre. Pêşiyê min ev fikir ji serê xwe derxist, çimkî min tirê ez hêjayî hizkirina Yehowa nînim.
Paşî çend roja min rêzek ji Kitêba Pîroz xwend, kîjanî emirê min guhast. Ev rêz Îşaya 1:18 bû, kîderê Yehowa dibêje: “Niha werin û em li doza xwe binihêrin; heger sûcên we mîna qirmiz bin jî wê mîna berfê sipî bibin”. Tê bêjî Yehowa minra digot: “Vîkî, were em bi helalî xeber din. Ez te nas dikim, haş gunê te heme, haş dilê te heme û ez te hiz dikim”.
Vê şevê xew nedikete çevê min. Ez dîsa jî dudilî dibûm, wekî Yehowa min hiz dike. Lê çaxê ez ser qurbanbûna Îsa fikirîm, min fem kir wekî Yehowa gelek min sebir dikir û gelek derecada dida kifşê, wekî min hiz dike. Lê min ça bêjî wîra digot: “Hizkirina te haqas mezin nîne, wekî para min jî têda hebe. Û qurbanbûna Kurê te têrê nake wekî gunên min bêne afûkirinê”. Usa dihate xanê, tê bêjî min pêşkêşa Xwedê, dêmek kirîn, qebûl nedikir. Lê çaxê ez derheqa kirînê fikirîm, min texmîn kir, wekî Yehowa min hiz dike.
ÇI KAR MIN STAND:
Gunên min îda seva min bargiranî nînin û niha nêta jîyîna min heye. Heleqetiya min tevî mêrê min baş bûye. Ez şa me, wekî niha dikarim mesela jîyîna xwe bidime xebatê û alî meriva bikim. Ez texmîn dikim, wekî ez nêzîkî Yehowa bûme.
“Ev Caba Duayê Min bû”. SÊRGÊY BOTANKÎN
SALA BÛYÎNÊ: 1974
WELAT: RÛSYA
BERÊ: ROK-MÛZÎKAYA SERTVA MIJÛL DIBÛ
JÎYÎNA MINE BERÊ:
Ez şeherê Votkînskêda hatime bûyînê, kîderê ku kompozîtorê navdar, Pyotr Îlîç Çaykovskî hatibû bûyînê. Malbeta me destteng bû. Bavê min merivekî baş bû lê gelek îçkê vedixwar, lema jî halê malbeta me nebaş bû.
Mektebêda ez usa rind hîn nedibûm ça zarên din, lema jî min xwe bêkêr û nimiz texmîn dikir. Min xwe ji meriva dûr digirt û îtbariya xwe wan nedianî. Ez ji mektebê gelek dilteng dibûm. Çaxê dersdar pirs didane min, gelek car min nikaribû tiştên hêsa jî şirovekira, çi ku wedê mayîn minra qe problêm nîbû şirovekira. Çaxê min koma heyşta xilaz kir, dersdara dokûmêntêda nivîsîn: “Hindik xebera zane û nikare fikirên xwe topî ser hev ke”. Min usa jî xwe bêkêr hesab dikir, lê wan giliya lapte dilê min şkênandin û ez çevê xweda diha nimiz bûm. Min destpêkir bifikirim ku bona çi ez dijîm, nêta jîyîna min çi ye.
Cahiltiya xweda min destpêkir îçkê vexwim. Sêrîda îçkê kêfa min xweş dikir. Lê çaxê min gelek vedixwar, îsafa min ez diçerçirandim. Minra usa dihate kifşê, wekî nêta jîyîna min tune û ez badîhewa dijîm. Ez usa dilteng dibûm, wekî çend roja ji mal dernediketim. Min destpêkir derheqa xwekuştinê bifikirim.
Çaxê ez bûme 20 salî, ez ji fikirên ku ez dilteng dikirim, ser wedekî aza bûm, çimkî min destpêkir mûzîkaya roka sertva mijûl bim. Evê mûzîkayê qewat dida min. Min porê xwe dirêj kir, guhê xwe qul kir û destpêkir mîna wan mûzîkanta kîjanara ez firnaq dibûm, kinca xwe kim. Û min destpêkir tevî wan meriva hevaltiyê bikim, yên ku mîna min roka sert hiz dikirin. Wede şûnda ez bûme yekî berzeq û hêrs, û min gelek car tevî neferên xwe şer dikir.
Min tirê roka sert wê min bextewar ke, lê bi rastî her tişt paşopê dibû. Ez dibûme merivekî diha xirab! Her car çaxê min derheqa wan stiranbêja, kîjanara ez firnaq dibûm, tiştên xirab dibihîst, min tirê nemamiya min kirine.
Min dîsa destpêkir derheqa xwekuştinê bifikirim, lê wê carê min îda konkrêt safî kiribû. Tenê evê fikirê ez digirtim, wekî diya min wê nikaribe ber vê yekê teyax ke. Ewê gelek ez hiz dikirim û gelek tişt bona min kiribû. Ez halekî gelek çetinda bûm, çimkî min ne dixwest bijîta, ne jî dikaribû xwe bikuşta.
Seva ku ji wan fikirên giran dîna xwe derbazî ser fikirên din bikim, min destpêkir kitêbên Ûrisiye klasîkî bixûnim. Kitêbekêda serhatiya merivekî hebû, kîjanî ku dêrêda xizmet dikir. Nişkêva bal min xwestineke qewî pêşda hat ku tiştekî bona Xwedê û meriva bikim. Min bi dil Xwedêra dua kir, çi ku min tu car nekiribû. Min ji Xwedê lava dikir, wekî alî min bike ku nêta jîyînê bivînim. Wedê duakirinê dilê min gelek hêsa bû, û ev yek çi ku paşê qewimî gelek ez ecêbmayî kirim. Du sihet şûnda Şedên Yehowa derê min xistin û gotin, wekî dikarin hînbûna Kitêba Pîroz tevî min derbaz kin. Ez bawer im, wekî ev caba duayê min bû. Usa jîyîna mine teze û bextewar destpêbû.
ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST:
Rast e minra hêsa nîbû, lê dîsa jî min her tişt, çi ku roka sertva girêdayî bû, ji xwe dûr xist. Lê yeke min nikaribû evê mûzîkayê ji hişê xwe derxim. Çaxê ez wan ciyara derbaz dibûm, kîderê dengê vê mûzîkayê dihat, derbêra jîyîna mine berê dikete bîra min. Min nedixwest ev bîranîna nebaş tevî rastiya Kitêba pîroz be, kîjan ku dilê min û hişê minda kok dabû. Lema jî min nêt danî, wekî xwe ji wan ciya dûr bigirim. Her car, çaxê jîyîna mine berê dihate bîra min, min bi dil û can Yehowara dua dikir û “edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e” texmîn dikir (Fîlîpî 4:7).
Wedê hînbûna Kitêba Pîroz ez pêhesiyam, wekî Mesîhî gerekê derheqa hebandina xwe merivara gilî kin (Metta 28:19, 20). Min bawer nedikir, wekî ev yek wê bal min bê standinê. Lê ev rastiya ku ez hîn dibûm, dilê min bi şabûnê tije dikir û rihetiya dil dida min. Min fem dikir, wekî merivên din jî hewcê rastiya Kitêba Pîroz in. Min karibû tirsa xwe alt kim û merivara gilî kim derheqa wan hemû tişta, çi ku ez hîn dibûm. Ez gelek ecêbmayî mam çaxê min dît ku gava ez merivara şedetiyê didim, ez diha xweda îtbar dibim û baweriya min jî qewî dibe.
ÇI KAR MIN STAND:
Ez niha zewicî me û bextewar im. Ez gelek şa me, wekî min karibûye alî hine meriva bikim, usa jî alî diya xwe û xûşka xwe bikim, wekî rastiya Kitêba Pîroz hîn bin. Bi saya wê yekê ku ez Yehowara xizmet dikim û alî meriva dikim, min nêta jîyînêye rast dîtiye.