KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwyp serê 94
  • Çi Bikim Gava Min Rezîl Dikin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi Bikim Gava Min Rezîl Dikin?
  • Pirsên Cahila
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Xwe bicêribîne
  • Çima carna rezîlkirin kêrhatî ye?
  • Çawa hîn bim rezîlkirinê rast qebûl kim?
  • Çawa Bigihîjine Nêtên Xwe
    Hişyar Bin!—2019
Pirsên Cahila
ijwyp serê 94
Hine meriv şikilê keçikê begem nakin û şîretê didinê.

PIRSÊN CAHILA

Çi Bikim Gava Min Rezîl Dikin?

  • Xwe bicêribîne

  • Çima carna rezîlkirin kêrhatî ye?

  • Çawa hîn bim rezîlkirinê rast qebûl kim?

  • Hine cahil çi dibêjin

Xwe bicêribîne

Carna her kes ji me hewcê rezîlkirin û şîretên wan e, yên ku dikarin alî me bikin, wekî aliyê başda bêne guhastinê. Hela bifikire, wekî wan derecada teyê çi bikira.

  1. ● Dersdarê te dibêje, wekî te dersên xwe rind nekiriye. Ew şîretê dide te: “Tu gerekê rind xwe hazir kî”.

    Tuyê çi bikî?

    1. Guh nedî (“Ez ber çevê wî reş im”.)

    2. Guh bidî (“Ezê evê şîretê hildim hesab”.)

  2. ● Te otaxa xwe daye hev, lê diya te dibêje, wekî otaxa te hevketî ye.

    Tuyê çi bikî?

    1. Guh nedî (“Ew timê razî nîne”.)

    2. Guh bidî (“Min dikaribû hê baş bikira”.))

  3. ● Xûşka teye biçûk dibêje, wekî tu timê hindava wêda sert î.

    Tuyê çi bikî?

    1. Guh nedî (“Ewê îda zeyla min biriye”)

    2. Guh bidî (“Rastî jî ez gerekê hê zêde hindava wêda hizkirinê bidime kifşê”.)

Ser hine cahila dibêjin “xeyîdok”, çimkî ser her tiştî, hela hê bona şîreteke biçûk jî dixeyîdin. Tu jî yekî usa nî? Hergê belê, wê baş be tiştekî bikî. Zanî çima? Çimkî çaxê tu rezîlkirin û şîreta qebûl dikî, ev fereseteke qîmet e û dikare him niha him jî axiriyêda alî te bike.

Xoretkî gazî hevalê xwe dike, ku bêje wî wekî ew solên xwe pev xe, seva ku ziyanê nede xwe.

Hergê şîretek te xweş nayê, dîsa jî pişt guhê xweva nevêje, evê yekê çi ku tu gerekê bibihêyît

Çima carna rezîlkirin kêrhatî ye?

  • Çimkî tu bêqisûr nînî. Kitêba Pîroz dibêje: “Em hemû jî gelekî şaşiya dikin” (Aqûb 3:2). Lema jî me hemûyara şîret lazim in.

    “Ez timê tînim bîra xwe, wekî hemû meriv gunekar in, û şaşî para jîyîna me ne. Lema jî gava kesek şîretê dide min, ez ser xwe dixebitim ku tiştekî ji vê yekê hîn bim û dîsa şaşiya nekim” (Davîd).

  • Çimkî tu timê dikarî tiştekî diha baş bikî. Kitêba Pîroz dibêje: “Yê serwaxt şîret ke û ewê hê serwaxt be” (Metelok 9:9). Şîreteke baş wê hingê tera kêrhatî be, gava tu qebûl kî.

    “Berê nihêrandina min ser şîreta, nerast bû. Min tirê dixwazin min nimiz kin. Lê niha ez guh didime şîreta û hela hê jî dixwazim ku min şîret kin, çimkî nêta min ev e ku tiştekî diha baş bikim” (Sêlêna).

Hemikî hêsa ye şîreta ku te xwexa xwestiye, qebûl kî. Lê çetin e şîreta ku tu hîviyê nîbûyî, qebûl kî. Keçikeke bi navê Natalî, nemek standibû, kîderê ku çend şîret wêra hatibûn dayînê. Ew dibêje: “Ez ecêbmayî mam. Min çiqas qewat dida xebatê, lê dewsa razîbûnê, ez neheq kirim!”

Dibek tişteke usa tevî te jî qewimiye. Dereceke usada wê ça rast bûya xwe bidine kifşê?

Çawa hîn bim rezîlkirinê rast qebûl kim?

  • Guh bide.

    Kitêba Pîroz dibêje: “Yê zimanê xwe dikare zane ye û yê berbihêr bîlan e” (Metelok 17:27). Hergê kesek şîretê dide te, rind guhê xwe bide wî, seva ku bin êmosiyada tiştekî usa nebêjî, ji bo çi jî paşê poşman bî!

    “Çaxê kesek şîretê dide min, ez derbêra dixwazim xwe rast derxim. Lê wê baş be şîretê qebûl kim, wekî careke din şaşiya nekim” (Sara).

  • Dîna xwe bide şîretê, ne ku li ser wî merivî, kîjan ku şîretê dide.

    Dibeke carna dixwazî xwexa şîretekê bidî wî merivî, kîjan ku te şîret dike. Lê wê baş be guh bidî şîreta Kitêba Pîroz: “Bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan û hêrsk′etinêda giran be” (Aqûb 1:19). Gava te şîret dikin, gelek car vê yekêda rastî jî heye. Hergê şîretek te xweş nayê, dîsa jî pişt guhê xweva nevêje, evê yekê çi ku tu gerekê bibihêyî.

    “Berê gava dê-bavê min ez şîret dikirim, ez hêrs diketim û min digot: ‘Ez zanim!’ Min fem kir: hergê rind guh bidî şîreta û qebûl kî, ev yek wê kareke mezin tera bîne” (Êdûard).

  • Nihêrandina rast hindava xweda xweyî ke.

    Hergê kesek şîret daye te, ev nayê hesabê ku tu bêkêr î. Kêmasiyên me hemûya jî hene. Hela hê ev meriv jî, kîjan ku şîretê dide te, carna hewcê rezîlkirin û şîretê ye. Kitêba Pîroz dibêje: “Li rûyê erdê zilamê salih tuneye ku, hertim qenciyê bike” (Waîz 7:20).

    “Hevaleke min şîret da min, lê min tirê ez hewcê vê şîretê nîbûm. Rast e min razîbûn ji wê xwest, ku ewê pê dilê sax her tişt minra got, lê dîsa jî ez dilteng bûm. Wede şûnda min fem kir, wekî ewê rast digot. Bi saya şîreta wê, min têderxist ku ser çi gerekê bixebitim, çimkî pêşda min ew kêmasî nav xweda nedidît” (Sofîa).

  • Nêtê bide pêşiya xwe.

    Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “yê guh dide hilatinê, firaseta wî zêde dibe” (Metelok 15:5). Hergê tu şîretê qebûl kî, tuyê dewsa ku bixeyîdî, destpêkî ser xwe bixebitî. Xwera girafîkê saz ke ku ça nêta xwe bînî sêrî, û dîna xwe bidê ku çawa tu pêşda diçî.

    “Seva ku şîreta qebûl kin, lazim e nihêrandina rast hindava xweda xweyî kî. Usa tuyê bikaribî kêmasiyên xwe têderxî, baxşandinê bixwazî û xwe rast kî” (Êmma).

Temamkirin: Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Çawa hesin bi hesin tê tûjkirinê, usa jî meriv hesinê hevalê xwe ye” (Metelok 27:17). Şîret mîna haceta ne ku alî te dikin xwe aliyê başda biguhêzî. Qebûlkirina şîreta wê kêrî te bê çawa niha usa jî çaxê tu emirda mezin bî.

Hine cahil çi dibêjin

Rênato.

“Şîreta kêrhatî ne tenê merivên ji te mestir dikarin bidin. Hevalên qasî te û ji te biçûktir jî dikarin şîretên baş bidin te. Tu dikarî ji wana jî gelek tişta hîn bî. Ewana dikarin rind te fem bikin û qenciya te bixwazin. Lema jî timê bi dil û can şîreta qebûl ke” (Rênato).

Şêyî.

“Roja îroyîn meriv gelek zû tişta hildidin dilê xwe û difikirin, wekî her kes gerekê hestên wan hildin hesab. Lema jî ewana şîreta qebûl nakin û hela hê dixeyîdin jî. Min fem kir, wekî hergê ez şîreta derbêra qebûl kim, ew yek wê kêrî min û merivên der-dorê min bê” (Şêyî).

Fikirên Sereke: Çi bikim gava min rezîl dikin?

Guh bide. Hergê kesek şîretê dide te, rind guhê xwe bide wî. Êmosiyên xwe zeft ke, seva ku tiştekî usa nebêjî, ji bo çi jî paşê poşman bî.

Dîna xwe bide şîretê, ne ku li ser wî merivî, kîjan ku şîretê dide. Bihîstinêda serxwe be û lez nekeve xwe heq derxî. Şîreteke baş wê hingê tera kêrhatî be, gava tu ev qebûl kî.

Nihêrandina rast hindava xweda xweyî ke. Hergê kesek şîret daye te, ev nayê hesabê ku tu bêkêr î. Sistbûnên me hemûya jî hene.

Nêtê bide pêşiya xwe. Safî ke vê kêmasiyê rast kî, ser kîjanî ku dîna te dabûn. Xwera girafîkê saz ke ku ça nêta xwe bînî sêrî, û dîna xwe bidê ku çawa tu pêşda diçî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin