KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Ûsivê Arîmetyayî tevî Pîlato Pontiyo xeber dide
    Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2017 | Cotmeh
    • ÛSIVÊ ARÎMETYAYÎ dibeke xwexa ji xwe ecêbmayî ma, ku ew ça bi mêrxasî nêzîkî serwêrê Romê bû. Pîlato Pontiyo eyan bû ça merivekî ku ser ya xwe sekinî. Lê seva ku Îsa bi qedir û layîqî bihata definkirinê, kesekî gerekê cinyazê wî ji Pîlato bixwesta. Û dibeke Ûsiv ne jî difikirî ku Pîlato wê hêsa qayîl be xwestina wî bîne sêrî. Lê gava Pîlato ji esker pêhesiya ku Îsa mir, ewî îzin da Ûsiv ku cinyaz hilde. Paşî vê yekê Ûsiv dilşikestî leze-lez vegeriya ber ciyê ku Îsa mir (Marq. 15:42-45).

  • Ûsivê Arîmetyayî tevî Pîlato Pontiyo xeber dide
    Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2017 | Cotmeh
    • ENDEMÊ CIVÎNA GIREGIRA

      Kitêba Marqosda ser Ûsiv tê gotinê ku ew “yekî xweyîqedir û endemê civîna giregira bû”. Hingê civîna giregira dîwana Cihûyaye herî bilind bû û hukumê vê civînê ser serwêrtiyê, cimetê û rêlîgiya hebû (Marq. 15:1, 43). Ûsiv endemê vê civînê bû, û lema ewî dikaribû here cem serwêrê Romê. Û usa jî ecêbmayî nîne ku Ûsiv merivekî dewletî bû (Met. 27:57).

      Gelo mêrxasiya te heye ku Îsa eyan qebûl kî ça Padşayê xwe?

      Civîna giregira ça kom miqabilî Îsa bû. Û endemên vê civînê tevayî şêwir kirin, wekî Îsa bidine kuştinê. Lê Kitêba Pîroz Ûsiv nav dike ça “merivekî qencî şîrhelal” (Lûqa 23:50). Belê, ew mîna geleka ji vê civînê nîbû. Ew merivekî diltemiz, nav-namûs bû û çiqas dikaribû temiyên Xwedê dianî sêrî. Ew usa jî “hîviya Padşatiya Xwedê bû”, û ev yek dide kifşê ku çira ew bû şagirtê Îsa (Marq. 15:43; Met. 27:57). Jêra rastî û heqî gelek ferz bû, û dibeke lema ewî hînkirinên Îsa qebûl kir.

  • Ûsivê Arîmetyayî tevî Pîlato Pontiyo xeber dide
    Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2017 | Cotmeh
    • TIRSÊ DITEMIRÎNE

      Çaxê Îsa mir, ça tê kifşê Ûsiv tirsa xwe temirand û safî kir ku piştgiriya şagirtên Îsa bike. Ew yek tê kifşê ji Marqos 15:43, kîderêda tê gotinê: “Wî turuş kir, çû cem Pîlato, cinyazê Îsa jê xwest”.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin