Wekilandina Mekteba Dannasînkirinê
Pirsêd ku jêrê nivîsar in, wê bêne nihêrandinê di Mekteba Dannasînkirinêda, destpêbûyî ji heftiya 23 Sibatê sala 2015.
1. Çawa şeherêd cî-sitarê di Îsraêlêya berêda, cude dibûn ji paristgehêd pûtparista, yêd ku seva wê yekê bûn wekî qaçax xwe veşertana? (Yêşû 20:2, 3) [5 Çile, w10 1/11 rûp. 15 abz. 4-6]
2. Çawa Yêşû dikaribû bi bawerbûneke mezin, bigota ew giliyêd ku di kitêba Yêşû 23:14-da nivîsar in, û çima em dikarin bi temamî baweriya xwe sozêd Yahowa bînin? [12 Çile, w07 1/11 rûp. 26 abz. 19]
3. Çima pêşiyê bereka Cihûda gerekê hilda bin destê xwe ew erdê, ku wîra hatibû kifşkirinê? (Hkm. 1:2, 4) [19 Çile, w05 15/1 rûp. 24 abz. 5]
4. Çira Barak li ser ya xwe sekinî, wekî Debora pêxember ese gerekê tevî wî here li meydana şer? (Hkm. 4:8) [19 Çile, w05 15/1 rûp. 25 abz. 4]
5. Çi tê hesabê ev navê ku Gîdeon dabû li ser gorîgehê ku ewî xwexa ava kiribû, û çi ders em dikarin ji vê yekê seva xwe hildin? (Hkm. 6:23, 24) [26 Çile, w14 15/2 rûp. 22-23 abz. 9]
6. Çi em dikarin hîn bin ji vê yekê, ku çawa Gîdeon caba xwe dabû Efrayîmiya, yêd ku li ser wî hêrs ketin? (Hkm. 8:1-3) [2 Sibatê, w05 15/7 rûp. 16 abz. 4]
7. Çaxê Yeftah soz dabû Xwedêra ku wê qurbanê bîne, ev dihate hesabê ku ewî soz dabû merî bike qurban? (Hkm. 11:30, 31) [9 Sibatê, w05 15/1 rûp. 26 abz. 1]
8. Li gora kitêba Hakimtî 11:35-37, çi hêlan kir qîza Yeftah, wekî ew sozê bavê xwe bîne sêrî? [9 Sibatê, w11 15/12 rûp. 20-21 abz. 15-16]
9. Çaxê di Îsraêlêda padşa tune bû, û her kes dikir ew çi ku çevê xweda rast hesab dikir, ji bo vê yekê derecê halê cimetê xirab dibû? Şiroveke. (Hkm. 17:6) [16 Sibatê, w05 15/1 rûp. 27 abz. 8]
10. Çi ders derheqa dua-drozga em dikarin seva xwe hildin ji serhatiya Îsraêliya, yêd ku ji bo bereka Binyamînê serheşk, dane der û zirarê ketin? (Hkm. 20:14-25) [23 Sibatê, w11 15/9 rûp. 32 abz. 1-4]