Li gor Meta
7 Êdî hukim nekin*, da ku hûn neyên hukimkirin. 2 Hûn bi çi awayî hukim bikin, hûnê bi eynî awayî bên hukimkirin. Û hûn bi kesên din re çawa bin, ewê jî bi we re wisa bin. 3 Tu çima qirşika di çavê birayê xwe de dibînî, lê darê* di çavê xwe de nabînî? 4 Yan tu çawa dikarî ji birayê xwe re bibêjî: ‘Were ez qirşika di çavê te de derxim’, lê tu darê di çavê xwe de nabînî? 5 Ey durûyo! Pêşî dar ji çavê xwe derxe, û paşê tuyê bi zelalî bibînî ku tu çawa dikarî qirşikê ji çavê birayê xwe derxî.
6 Tiştên pîroz nedin ber kûçikan, û moriyên xwe neavêjin ber xenzîran*, da ku ew wan di bin lingên xwe de neperçiqînin û nekevin pey we û we parçe parçe nekin.
7 Bi dewamî bixwazin û wê ji we re bê dayîn, bi dewamî lê bigerin û hûnê bibînin, bi dewamî li derî bixin û wê ji we re bê vekirin. 8 Çimkî her kesê ku dixwaze, distîne. Her kesê ku lê digere, dibîne. Û her kesê ku li derî dixe, ji wî re tê vekirin. 9 Gelo kî ji we, eger kurê wî nên bixwaze, ewê kevirekî bide wî? 10 Yan gava ew masiyekî bixwaze, ma ewê marekî bide wî? 11 Hûn her çi qas gunehkar bin jî, hûn dîsa jî dizanin ku çawa tiştên baş bidin zarokên xwe. Îcar Bavê we yê li ezmanan wê çi qas zêdetir tiştên baş bide wan, ên ku ji wî dixwazin!
12 Loma her çi ku hûn dixwazin mirov ji we re bikin, gerek hûn jî ji wan re wisa bikin. Çimkî maneya Qanûnê û Nivîsarên Pêxemberan ev e.
13 Di deriyê teng re derbas bibin, çimkî deriyê ku fireh e û rêya ku rihet e dibe helakê, û yên ku li ser vê rêyê diçin, gelek in. 14 Lê rêya ku dibe jiyanê ne rihet e û derî jî teng e, û yên ku wê dibînin, hindik in.
15 Hay ji pêxemberên sexte hebin, ên ku xwe wek miyan nîşan didin, lê bi eslê xwe ew gurên har in. 16 Hûnê wan ji kirinên wan* nas bikin. Ma mirov ji striyan tirî û ji kerengan hêjîran diçinin? 17 Bi eynî awayî, her dara baş berê* baş dide, lê her dara xerab berê xerab dide. 18 Dara baş nikare berê xerab bide û dara xerab jî nikare berê baş bide. 19 Her dara ku berê baş nede tê birîn û avêtin nav êgir. 20 Belê, hûnê wan pêxemberên sexte ji kirinên wan* nas bikin.
21 Ne her kesê ku ji min re dibêje, ‘Ya Efendî, ya Efendî’, wê bikeve Hukimdariya ezmanan. Bi tenê yên ku daxwaza Bavê minî ezmanî dikin, wê bikevinê. 22 Wê rojê, gelek kes wê ji min re bibêjin: ‘Ya Efendî, ya Efendî, ma me bi navê te pêxembertî nekirin? Ma me bi navê te cin dernexistin? Ma me bi navê te mucîze çênekirin?’ 23 Hingê ezê bi eşkereyî ji wan re bibêjim: ‘Ez we qet nas nakim! Ey xerabno, ji min dûr bikevin!’
24 Îcar her kesê ku van peyvên min dibihîze û li gor wan dijî, mîna kesekî bihîkmet e, yê ku mala xwe li ser zinar ava kiriye. 25 Baran barî, av rabû û bayekî mezin li malê xist, lê mal hilneweşiya, çimkî ew li ser zinar hatibû avakirin. 26 Lê her kesê ku van peyvên min dibihîze û li gor wan najî, mîna kesekî bêaqil e, yê ku mala xwe li ser qûmê* ava kiriye. 27 Baran barî, av rabû û bayekî mezin li malê xist, û mal ket û bi temamî hilweşiya.”
28 Gava Îsa gotinên xwe xelas kirin, mirov bi hînkirina wî heyran man. 29 Çimkî wî ne wek qanûnzanên wan, lê wek kesekî ku qudret ji Xwedê standiye, ew hîn dikirin.