KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Îro

Roja Pêncşemê, 6 Mijdar

Di her tiştî de şikir bikin (1. Selanîkî 5:18).

Di duayên xwe de, em dikarin ji bo gelek tiştan ji Yehowa re şikir bikin. Her tiştê qenc ji wî tê, loma pir sebeb hene ku em ji wî re şikir bikin (Aqûb 1:17). Mesela, em dikarin şikirdariya xwe ya ji bo xweşikiya dinyayê û her tiştê li dinyayê bînin zimên. Wekî din, em dikarin şikirdariya xwe ya ji bo jiyana xwe, malbata xwe, dostên xwe û hêviya ku Xwedê daye me bînin zimên. Û em dixwazin ji Yehowa re şikir bikin ku wî îzin daye me ku em bi wî re dostaniyeke biqîmet ava bikin. Gerek em kûr bifikirin ku em ji bo çi ji Yehowa re şikirdar in. Îro, gelek mirov ne şikirdar in. Mirov gelek caran bala xwe didin tiştên ku ew dixwazin bi dest bixin, ne ku ew çawa dikarin şikirdariya xwe nîşan bidin. Eger em bikevin ber vî aqlê xelkê, duayên me wê bişibin rêzeke daxwazan. Ji bo ku ev yek neyê serê me, gerek em şikirdariya xwe ya ji bo hemû tiştên ku Yehowa ji bo me kirine zêde bikin û bînin zimên (Lûqa 6:45). w23.05 4 par. 8-9

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Înê, 7 Mijdar

Bi bawerî bixwaze û dudilî nebe (Aqûb 1:6).

Bavê me yê dilovan Yehowa naxwaze ku em êşê bikişînin (Îşaya 63:9). Dîsa jî, ew me ji hemû tengasiyan naparêze. Tengasiyên me dikarin wek pêta êgir me bişewitînin (Îşaya 43:2). Lê belê, Xwedê wê alî me bike ku em li hemberî tengasiyên xwe tehemul bikin. Ewê qet îznê nede ku tengasiyên me zerarê bidin me. Wekî din, Yehowa bi destê ruhê pîroz qewetê dide me ku em sebir bikin (Lûqa 11:13; Filîpî 4:13). Belê, ji bo ku em sebir bikin û ji wî re dilsoz bimînin, em dikarin ji dil bawer bin ku Xwedê wê her tiştê ku ji me re lazim e bide me. Yehowa dixwaze ku em baweriya xwe bi wî bînin (Îbranî 11:6). Car caran, derdên me bêçare xuya dikin. Belkî şik dikeve dilê me ku Yehowa wê alî me bike yan na. Lê Kitêba Pîroz dibêje ku bi qeweta Xwedê, em dikarin ji “dîwar û çeper” derbas bibin (Zebûr 18:29). Loma li şûna ku em dudilî bibin, gerek em ji dil dua bikin û bawer bikin ku Yehowa wê cewaba duayên me bide (Aqûb 1:6, 7). w23.11 22 par. 8-9

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Şemiyê, 8 Mijdar

Pêta [hezkirinê] wekî pêta êgir dişewitîne. Pêlên mezin nikarin hezkirinê bitefînin, ne jî lehî dikarin wê bi xwe re bibin (Helbesta Helbestan 8:6, 7, Mizgînî).

Hezkirina jidil tu caran xelas nabe! Ev gotin rastiyeke xweş derdixin pêş: Jin û mêr bi rastî jî dikarin her tim ji hev hez bikin. Ji bo ku jin û mêr heta dawiya emrê xwe ji hev hez bikin, xîret lazim e. Hezkirin dişibe agirekî. Ji bo ku agir geş bimîne, lazim e ku kesek bi dewamî êzingan bide ser. Mîna vê, ji bo ku hezkirina di nav jin û mêr de qewî bimîne, lazim e ku ew eleqeya di nav xwe de bi dewamî ava bikin. Lê carinan, eger jin û mêr ji aliyê madî ve bikevin tengasiyê, siheta wan ne baş be yan jî xwedîkirina zarokan ji bo wan zehmet be, hezkirina di nav wan de dikare sar bibe. Ji bo ku “pêta hezkirinê” netefe, jin û mêr gerek xîret bikin ku dostaniya wan a bi Yehowa re xurttir bibe. w23.05 20-21 par. 1-3

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne