Roja Înê, 7 Mijdar
Bi bawerî bixwaze û dudilî nebe (Aqûb 1:6).
Bavê me yê dilovan Yehowa naxwaze ku em êşê bikişînin (Îşaya 63:9). Dîsa jî, ew me ji hemû tengasiyan naparêze. Tengasiyên me dikarin wek pêta êgir me bişewitînin (Îşaya 43:2). Lê belê, Xwedê wê alî me bike ku em li hemberî tengasiyên xwe tehemul bikin. Ewê qet îznê nede ku tengasiyên me zerarê bidin me. Wekî din, Yehowa bi destê ruhê pîroz qewetê dide me ku em sebir bikin (Lûqa 11:13; Filîpî 4:13). Belê, ji bo ku em sebir bikin û ji wî re dilsoz bimînin, em dikarin ji dil bawer bin ku Xwedê wê her tiştê ku ji me re lazim e bide me. Yehowa dixwaze ku em baweriya xwe bi wî bînin (Îbranî 11:6). Car caran, derdên me bêçare xuya dikin. Belkî şik dikeve dilê me ku Yehowa wê alî me bike yan na. Lê Kitêba Pîroz dibêje ku bi qeweta Xwedê, em dikarin ji “dîwar û çeper” derbas bibin (Zebûr 18:29). Loma li şûna ku em dudilî bibin, gerek em ji dil dua bikin û bawer bikin ku Yehowa wê cewaba duayên me bide (Aqûb 1:6, 7). w23.11 22 par. 8-9
Roja Şemiyê, 8 Mijdar
Pêta [hezkirinê] wekî pêta êgir dişewitîne. Pêlên mezin nikarin hezkirinê bitefînin, ne jî lehî dikarin wê bi xwe re bibin (Helbesta Helbestan 8:6, 7, Mizgînî).
Hezkirina jidil tu caran xelas nabe! Ev gotin rastiyeke xweş derdixin pêş: Jin û mêr bi rastî jî dikarin her tim ji hev hez bikin. Ji bo ku jin û mêr heta dawiya emrê xwe ji hev hez bikin, xîret lazim e. Hezkirin dişibe agirekî. Ji bo ku agir geş bimîne, lazim e ku kesek bi dewamî êzingan bide ser. Mîna vê, ji bo ku hezkirina di nav jin û mêr de qewî bimîne, lazim e ku ew eleqeya di nav xwe de bi dewamî ava bikin. Lê carinan, eger jin û mêr ji aliyê madî ve bikevin tengasiyê, siheta wan ne baş be yan jî xwedîkirina zarokan ji bo wan zehmet be, hezkirina di nav wan de dikare sar bibe. Ji bo ku “pêta hezkirinê” netefe, jin û mêr gerek xîret bikin ku dostaniya wan a bi Yehowa re xurttir bibe. w23.05 20-21 par. 1-3
Roja Yekşemê, 9 Mijdar
Netirse (Danîêl 10:19, Mizgînî).
Ji bo ku em cesaretê ava bikin, gerek em çi bikin? Dibe ku dê û bavê me dixwazin ku em bicesaret bin. Lê ew nikarin vî sifetî mîna mîraseke malbatî derbasî me bikin. Bidestxistina cesaretê dişibe hînbûna hunereke nû. Ji bo bipêşxistina hunerekê rêyek ew e ku mirov li kirinên mamosteyê xwe mêze bike û dû re mîna wî bike. Bi eynî awayî, em dikarin mêze bikin ku kesên din çawa cesaretê nîşan didin û dû re mîna wan bikin. Mîna Danîel, lazim e ku em Peyva Xwedê baş nas bikin. Gerek em dostaniyeke qewî ya bi Yehowa re ava bikin. Ji bo vê lazim e ku em dilê xwe li ber wî vekin. Û gerek em xwe bispêrin Yehowa û bawer bin ku ew li pişta me ye. Bi vî awayî, emê li hemberî ceribandinan bicesaret bisekinin. Mirovên bicesaret gelek caran hurmeta kesên din qezenc dikin. Wekî din, cesareta me dikare li ser kesên dilpak tesîr bike ku ew Yehowa nas bikin. Bê şik, pir muhîm e ku em cesareta xwe ava bikin. w23.08 2 par. 2; 4 par. 8-9