Mijdar
Roja Şemiyê, 1 Mijdar
Te wisa kir ku zarok û yên li ber şîr bi devê xwe pesnê te bidin (Meta 21:16, NWT).
Dê û bav dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew li gor salên xwe cewaban hazir bikin. Carinan mijarên cidî, mesela yên wek problemên zewacê yan yên li ser exlaqê, tên lêkolînkirin. Lê bi îhtimaleke mezin, zarokên we dikarin ji bo hin paragrafan cewaban bidin. Wekî din, ji zarokên xwe re şîrove bikin ku gava ew destên xwe bilind bikin, dibe ku îdarevan carinan fersendê nede wan. Bi vî awayî, gava kesên din li şûna zarokên we cewaban bidin, zarokên we wê nexeyidin (1. Tîmotêyos 6:18). Em gişt dikarin cewabên ku rûmetê didin Yehowa û dilê xwişk û birayan ava dikin hazir bikin (Methelokên Silêman 25:11). Carinan em dikarin behsa serpêhatiyeke xwe bikin, lê gerek em gelekî li ser xwe xeber nedin (Methelokên Silêman 27:2; 2. Korîntî 10:18). Li şûna vê, em xîret dikin ku bala kesên din bikişînin ser Yehowa, Peyva wî û xelkê wî (Peyxam 4:11). w23.04 24-25 par. 17-18
Roja Yekşemê, 2 Mijdar
Nexwe em wek ên din ranezin, lê em hişyar û li ser hişê xwe bin (1. Selanîkî 5:6).
Ji bo ku em hişyar bimînin û li ser hişê xwe bin, lazim e ku em hem ji Xwedê hem ji însanan hez bikin (Meta 22:37-39). Hezkirina ji Xwedê alî me dike ku em tevî zehmetiyan jî dev ji belavkirina mizgînê bernedin (2. Tîmotêyos 1:7, 8). Wekî din, ji ber ku em ji hemû însanan hez dikin, em bi rêya xizmeta mal bi mal, telefon yan nameyan bi dewamî ji wan re behsa xebera xêrê dikin. Em hêvî dikin ku rojekê, ewê jiyana xwe ber bi başiyê ve biguherînin û li ser rêya rast bimeşin (Hêzekîêl 18:27, 28). Wekî din, em ji xwişk û birayan jî hez dikin. Loma, gerek em “di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin” (1. Selanîkî 5:11). Wek leşkerên ku milê xwe didin hev û bi hev re li dijî dijminan şer dikin, em cesaretê didin hevdû. Em dilê xwişk û birayan bi qesdî naêşînin û heyfa xwe ji wan nastînin (1. Selanîkî 5:13, 15). Wekî din, em di civata xwe de qedrê birayên mesûl digirin û bi vî şeklî hezkirina xwe nîşan didin (1. Selanîkî 5:12). w23.06 10 par. 6; 11 par. 10-11
Roja Duşemê, 3 Mijdar
Xwedê … dema bibêje qey wê nake? (4. Mûsa 23:19).
Eger em li ser fîdyeya Îsa Mesîh kûr bifikirin, emê baweriya xwe xurttir bikin. Fîdyeya Îsa Mesîh garantiyê dide me ku hemû sozên Xwedê wê bên cih. Gava em kûr difikirin ku Yehowa çima fîdye peyda kiriye û wî çi qas fedakarî kiriye, em zêdetir bawer dikin ku Xwedê wê vê dinyayê bike cenet û emê heta hetayê tê de bijîn. Em çima dikarin vê yekê bibêjin? Yehowa Xwedê Kurê xwe yê hezkirî ji ezmanan şand ser rûyê erdê, da ku ew wek mirovekî kamil bê dinyayê. Gava ew li dinyayê bû, Îsa Mesîh gelek zor û zehmetî kişandin. Paşê wî gelek cefa kişand û mir. Yehowa fedakariyeke çi qas mezin kiriye! Tenê ji bo vê yekê ku em jiyaneke xweş, lê pir kin bijîn, Xwedê wê tu caran îzin nedaya ku Kurê wî êş bikişanda û bimira (Yûhena 3:16; 1. Petrûs 1:18, 19). Ji ber ku Yehowa fedakariyeke pir mezin kiriye, bê şik ewê fersendê bide me ku em heta hetayê di dinyaya nû de bijîn. w23.04 27 par. 8-9
Roja Sêşemê, 4 Mijdar
Mirin! Ka felaketa te (Hoşeya 13:14, Mizgînî).
Gelo Yehowa bi rastî dixwaze kesên mirî dîsa vegerîne jiyanê? Bê şik, erê! Bi îlhama Xwedê, di Kitêba Pîroz de hatiye nivîsandin ku Xwedê li ser rabûna ji mirinê çi soz daye (Îşaya 26:19; Peyxam 20:11-13). Û Yehowa soza xwe tim tîne cih (Yêşû 23:14). Bi rastî, Yehowa bi dil û can dixwaze ku kesên mirî dîsa vegerîne jiyanê. Ka li ser gotinên Eyûb pêxember bifikire. Wî bawer dikir ku eger ew bimire jî, Yehowa ji dil dixwaze ku wî dîsa ji mirinê rake (Eyûb 14:14, 15). Bi eynî awayî, Yehowa bi dil û can li hêviya wê rojê ye ku hemû xizmetkarên xwe ji mirinê rake û jiyaneke xweş û bisihet bide wan. Gelo Kitêba Pîroz li ser milyaran kesên ku berî mirina xwe Yehowa nas nekiriye çi dibêje? Xwedayê meyî dilovan dixwaze wan jî ji mirinê rake (Karên Şandiyan 24:15). Ew dixwaze fersendê bide wan ku ew bibin dostên wî û jiyana herheyî bistînin (Yûhena 3:16). w23.04 9 par. 5-6
Roja Çarşemê, 5 Mijdar
Bi alîkariya Xwedê, emê bi ser kevin (Zebûr 108:13).
Tu çawa dikarî hêviya xwe xurttir bikî? Eger hêviya te ew be ku tu heta hetayê li dinyayê bijî, gotinên Kitêba Pîroz ên li ser Cenetê bixwîne û li ser wan kûr bifikire (Îşaya 25:8; 32:16-18). Jiyana li dinyaya nû bîne ber çavê xwe. Xwe li wê derê xeyal bike. Eger em hêviya dinyaya nû li ber çavê xwe zindî bikin, problemên me wê “sivik û ji bo demekê” xuya bikin (2. Korîntî 4:17). Hêviya pêşerojeke ronî me li ser lingan dihêle. Ji bo ku tu hêzê bistînî, Yehowa gelek tişt hazir kirine. Gava tu wezîfeyeke xwe tînî cih û rojên giran derbas dikî, bi dil û can ji Yehowa re dua bike û bi destê lêkolîna şexsî li rêberiya wî bigere. Bê guman ewê alî te bike û tuyê kêfxweş bimînî. Bihêle ku xwişk û bira te teşwîq bikin. Hêviya pêşerojeke ronî li ber çavê xwe zindî bihêle. Dû re Yehowa wê te “xurt” bike û alî te bike ku tu “her tiştî bi bîhnfirehî … û bi şahî” ragirî (Kolosî 1:11). w23.10 17 par. 19-20
Roja Pêncşemê, 6 Mijdar
Di her tiştî de şikir bikin (1. Selanîkî 5:18).
Di duayên xwe de, em dikarin ji bo gelek tiştan ji Yehowa re şikir bikin. Her tiştê qenc ji wî tê, loma pir sebeb hene ku em ji wî re şikir bikin (Aqûb 1:17). Mesela, em dikarin şikirdariya xwe ya ji bo xweşikiya dinyayê û her tiştê li dinyayê bînin zimên. Wekî din, em dikarin şikirdariya xwe ya ji bo jiyana xwe, malbata xwe, dostên xwe û hêviya ku Xwedê daye me bînin zimên. Û em dixwazin ji Yehowa re şikir bikin ku wî îzin daye me ku em bi wî re dostaniyeke biqîmet ava bikin. Gerek em kûr bifikirin ku em ji bo çi ji Yehowa re şikirdar in. Îro, gelek mirov ne şikirdar in. Mirov gelek caran bala xwe didin tiştên ku ew dixwazin bi dest bixin, ne ku ew çawa dikarin şikirdariya xwe nîşan bidin. Eger em bikevin ber vî aqlê xelkê, duayên me wê bişibin rêzeke daxwazan. Ji bo ku ev yek neyê serê me, gerek em şikirdariya xwe ya ji bo hemû tiştên ku Yehowa ji bo me kirine zêde bikin û bînin zimên (Lûqa 6:45). w23.05 4 par. 8-9
Roja Înê, 7 Mijdar
Bi bawerî bixwaze û dudilî nebe (Aqûb 1:6).
Bavê me yê dilovan Yehowa naxwaze ku em êşê bikişînin (Îşaya 63:9). Dîsa jî, ew me ji hemû tengasiyan naparêze. Tengasiyên me dikarin wek pêta êgir me bişewitînin (Îşaya 43:2). Lê belê, Xwedê wê alî me bike ku em li hemberî tengasiyên xwe tehemul bikin. Ewê qet îznê nede ku tengasiyên me zerarê bidin me. Wekî din, Yehowa bi destê ruhê pîroz qewetê dide me ku em sebir bikin (Lûqa 11:13; Filîpî 4:13). Belê, ji bo ku em sebir bikin û ji wî re dilsoz bimînin, em dikarin ji dil bawer bin ku Xwedê wê her tiştê ku ji me re lazim e bide me. Yehowa dixwaze ku em baweriya xwe bi wî bînin (Îbranî 11:6). Car caran, derdên me bêçare xuya dikin. Belkî şik dikeve dilê me ku Yehowa wê alî me bike yan na. Lê Kitêba Pîroz dibêje ku bi qeweta Xwedê, em dikarin ji “dîwar û çeper” derbas bibin (Zebûr 18:29). Loma li şûna ku em dudilî bibin, gerek em ji dil dua bikin û bawer bikin ku Yehowa wê cewaba duayên me bide (Aqûb 1:6, 7). w23.11 22 par. 8-9
Roja Şemiyê, 8 Mijdar
Pêta [hezkirinê] wekî pêta êgir dişewitîne. Pêlên mezin nikarin hezkirinê bitefînin, ne jî lehî dikarin wê bi xwe re bibin (Helbesta Helbestan 8:6, 7, Mizgînî).
Hezkirina jidil tu caran xelas nabe! Ev gotin rastiyeke xweş derdixin pêş: Jin û mêr bi rastî jî dikarin her tim ji hev hez bikin. Ji bo ku jin û mêr heta dawiya emrê xwe ji hev hez bikin, xîret lazim e. Hezkirin dişibe agirekî. Ji bo ku agir geş bimîne, lazim e ku kesek bi dewamî êzingan bide ser. Mîna vê, ji bo ku hezkirina di nav jin û mêr de qewî bimîne, lazim e ku ew eleqeya di nav xwe de bi dewamî ava bikin. Lê carinan, eger jin û mêr ji aliyê madî ve bikevin tengasiyê, siheta wan ne baş be yan jî xwedîkirina zarokan ji bo wan zehmet be, hezkirina di nav wan de dikare sar bibe. Ji bo ku “pêta hezkirinê” netefe, jin û mêr gerek xîret bikin ku dostaniya wan a bi Yehowa re xurttir bibe. w23.05 20-21 par. 1-3
Roja Yekşemê, 9 Mijdar
Netirse (Danîêl 10:19, Mizgînî).
Ji bo ku em cesaretê ava bikin, gerek em çi bikin? Dibe ku dê û bavê me dixwazin ku em bicesaret bin. Lê ew nikarin vî sifetî mîna mîraseke malbatî derbasî me bikin. Bidestxistina cesaretê dişibe hînbûna hunereke nû. Ji bo bipêşxistina hunerekê rêyek ew e ku mirov li kirinên mamosteyê xwe mêze bike û dû re mîna wî bike. Bi eynî awayî, em dikarin mêze bikin ku kesên din çawa cesaretê nîşan didin û dû re mîna wan bikin. Mîna Danîel, lazim e ku em Peyva Xwedê baş nas bikin. Gerek em dostaniyeke qewî ya bi Yehowa re ava bikin. Ji bo vê lazim e ku em dilê xwe li ber wî vekin. Û gerek em xwe bispêrin Yehowa û bawer bin ku ew li pişta me ye. Bi vî awayî, emê li hemberî ceribandinan bicesaret bisekinin. Mirovên bicesaret gelek caran hurmeta kesên din qezenc dikin. Wekî din, cesareta me dikare li ser kesên dilpak tesîr bike ku ew Yehowa nas bikin. Bê şik, pir muhîm e ku em cesareta xwe ava bikin. w23.08 2 par. 2; 4 par. 8-9
Roja Duşemê, 10 Mijdar
Her tiştî ji hev derxin (1. Selanîkî 5:21).
Peyva Yûnanî, ya ku wek “ji hev derxin” hatiye tercûmekirin, ji bo tesbîtkirina madenên biqîmet dihat bikaranîn. Yanî, lazim e ku em rastiya tiştên ku em dibihîzin yan dixwînin, tesbît bikin. Ev yek ji bo me hê jî muhîmtir e, çimkî tengahiya mezin her ku diçe nêzîktir dibe. Li şûna ku em safik bin û baweriya xwe bi her tiştî bînin, gerek em rind bifikirin ka tiştên ku em dibihîzin yan dixwînin li gor gotinên Kitêba Pîroz û gotinên teşkîlata Yehowa rast in yan na. Eger em wisa bikin, emê bi dek û dolabên cinan neyên xapandin (Methelokên Silêman 14:15; 1. Tîmotêyos 4:1). Wek qewm, xizmetkarên Xwedê wê ji tengahiya mezin sax derbas bibin. Lê wek ferd, em nizanin ku sibê çi wê biqewime (Aqûb 4:14). Lê çi dibe bila bibe, tiştê herî muhîm ev e ku em dilsoz bimînin. Eger em berî tengahiya mezin bimirin jî, emê jiyana herheyî bistînin. Bila em her tim bala xwe bidin hêviya xwe ya bêemsal û ji bo roja Yehowa hazir bin! w23.06 13 par. 15-16
Roja Sêşemê, 11 Mijdar
Wî sira xwe ji xizmetkarên xwe re … eşkere kiriye (Amos 3:7, NWT).
Em nizanin ku hin wehdên Kitêba Pîroz wê çawa bên cih (Danîêl 12:8, 9). Rast e, em tam nizanin ku wehdên Xwedê wê çawa bên cih. Lê ev yek nayê maneya ku ewê rast dernekevin. Em dikarin bawer bin ku mîna berê, Yehowa wê tam di wexta rast de tiştên ku gerek em bizanibin ji me re eşkere bike. Îlana “aştî û ewledarî” yan selamet û emniyet wê bê kirin (1. Selanîkî 5:3). Paşê hêzên siyasî wê hicûmî dînê sexte bikin û wî helak bikin (Peyxam 17:16, 17). Piştî vê, ewê hicûmî xizmetkarên Xwedê bikin (Hêzekîêl 38:18, 19). Ev qewimandin wê derbasî şerê dawîn ê Harmegedonê bibin (Peyxam 16:14, 16). Em dikarin emîn bin ku di wexteke nêzîk de, ev tişt wê biqewimin. Heta hingê, em her tim dixwazin şikirdariya xwe ji Bavê xweyî ezmanî re nîşan bidin. Û emê baş bala xwe bidin wehdên Kitêba Pîroz û alî kesên din bikin ku ew jî eynî tiştî bikin. w23.08 13 par. 19-20
Roja Çarşemê, 12 Mijdar
Hezkirîno, em ji hevdû hez bikin; çimkî hezkirin ji Xwedê ye (1. Yûhena 4:7).
Gava Pawlosê şandî behsa hêvî, bawerî û hezkirinê kir, wî gotibû ku “ji van [sifetan] ya herî mezin hezkirin e” (1. Korîntî 13:13). Pawlos çima wisa gotibû? Li dinyaya nû, wê êdî ne lazim be ku em hêvî û bawer bikin ku sozên Xwedê pêk werin, çimkî emê bi çavê xwe bibînin ku ew çawa hatine cih. Lê tiştek wê her û her bimîne. Gelo çi? Gerek em her tim ji Yehowa Xwedê û ji mirovan hez bikin. Ev hezkirin wê heta hetayê mezintir bibe. Wekî din, şagirtên Îsa Mesîh ên rast bi hezkirina xwe tên naskirin. Îsa Mesîh ji şandiyên xwe re wisa gotibû: “Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin” (Yûhena 13:35). Hezkirin îtifaq û yekîtiya me diparêze. Pawlosê şandî anî ziman ku hezkirin “girêdana bêkêmahîtiyê ye” (Kolosî 3:14). Yûhenayê şandî ji xwişk û birayan re nivîsand: “Yê ku ji Xwedê hez dike, bila ji birayê xwe jî hez bike” (1. Yûhena 4:21). Gava em hezkirina xwe ji hev re nîşan didin, bi eslê xwe em hezkirina xwe ji Yehowa Xwedê re nîşan didin. w23.11 8 par. 1, 3
Roja Pêncşemê, 13 Mijdar
Her giraniyê … ji ser xwe bavêjin (Îbranî 12:1).
Kitêba Pîroz jiyana xizmetkarên Xwedê dişibîne bezekê. Bezvanên ku bi serkeftî digihîjin hedefê bi jiyana bêdawî tên xelatkirin (2. Tîmotêyos 4:7, 8). Gerek em çi ji destê me tê bikin ku beza xwe dewam bikin, çimkî hedef pir nêzîk e. Pawlosê şandî anîbû zimên ku çi wê alî me bike ku em jî bi ser bikevin. Wî wisa gotibû: “Her giraniyê … ji ser xwe bavêjin, bi bîhna fireh wê hevbezîna ku li ber me ye, bibezin”. Gelo Pawlos dixwest bigota ku gerek xizmetkarên Xwedê tu barekî hilnegirin? Na! Mexseda gotinên wî ew bû ku gerek em hemû giraniyên nelazim ji ser xwe bavêjin. Barên wisa dikarin ji me re bibin asteng û me gelekî biwestînin. Ji bo ku em li ber xwe bidin, gerek em zû pê derxin ku kîjan barên nelazim li ser pişta me ne û wan ji ser xwe bavêjin. Di eynî wextê de, em naxwazin barên ku gerek em hilgirin ji ser xwe bavêjin. Eger em barên xwe yên mecbûr hilnegirin, emê di bezê de nemînin (2. Tîmotêyos 2:5). w23.08 26 par. 1-2
Roja Înê, 14 Mijdar
Bila xemla we ne bi tiştên berbiçav … be (1. Petrûs 3:3).
Maqûlî alî me dike ku em qedrê nêrînên kesên din bigirin. Mesela, hinek xwişkên me hez dikin ku xwe makyaj bikin, lê hinek jî hez nakin. Hinek xizmetkarên Xwedê bi maqûlî alkolê vedixwin, lê kesên din xwe ji alkolê dûr digirin. Hemû xizmetkarên Xwedê siheteke baş dixwazin, lê ew tedawiyên cuda hildibijêrin. Eger em bi qerar û nêrînên xwe gelekî bawer bin û hewl bidin ku li ser xwişk û birayan tesîr bikin, dibe ku em bibin sebebê terpilîna wan û parçebûna civatê (1. Korîntî 8:9; 10:23, 24). Yehowa ji me re nabêje ku gerek em çi li xwe bikin, lê wî prensîp dane me, da ku em qerarên baş bidin. Gerek em cil û kincên ku rûmetê didin Xwedê li xwe bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em kincên maqûl, “li gor edebê û bi awayekî pîvangî” li xwe bikin (1. Tîmotêyos 2:9, 10, KP). Loma, em naxwazin bala kesên din bi zêdeyî bikişînin ser şekl û şemala xwe. Prensîpên Kitêba Pîroz alî rîspiyan dikin ku ew li gor dilê xwe qaîdeyan daneynin. w23.07 23-24 par. 13-14
Roja Şemiyê, 15 Mijdar
Baş min bibihîzin! Bila hûn tiştên qenc bixwin, bila bi xwarina dewlemendan canê we zewqê bistîne (Îşaya 55:2, Mizgînî).
Yehowa rêya dilxweşiyê nîşanî me dide. Yên ku teklîfa “pîreka bêaqil” qebûl dikin difikirin ku gunehkirina bi dizî tiştekî şîrîn e. Rêya wan di “binê qebrê” de diqede (Methelokên Silêman 9:13, 17, 18). Halê kesên ku teklîfa hîkmeta rastîn qebûl dikin bi temamî cuda ye (Methelokên Silêman 9:1). Em dielimin ku çawa ji tiştên ku Yehowa ji wan hez dike, hez bikin û ji tiştên ku ew ji wan nefret dike, nefret bikin (Zebûr 97:10). Wekî din, em bi dilxweşî kesên din jî teklîfî mala hîkmeta rastîn dikin. Tu dibêjî qey em li meydana bajêr wisa bang dikin: “Kî hişsivik be, bila were vir!” Hemû kesên ku guh didin vê bangê dikarin ne tenê îro, lê her û her “li pêy rêya aqil herin” (Methelokên Silêman 9:3, 4, 6). w23.06 24 par. 17-18
Roja Yekşemê, 16 Mijdar
Kesê zû hêrs nabe, ji mêrxasekî, kesê hay ji nefsa xwe heye, ji kesê fetha bajaran kiriye çêtir e (Methelokên Silêman 16:32, Mizgînî).
Gava hevalkar yan hevaldersek li ser baweriya te tiştekî dipirse, gelo tu biheyecan dibî? Ev yek tiştekî normal e. Pirsa kesekî din eşkere dike ku ew çawa difikire yan bi çi bawer dike. Bi vî şeklî, fersend dikeve destê me ku em jê re behsa xebera xêrê bikin. Lê car caran, niyeta hin kesan ew e ku li ser baweriya me minaqeşe bikin. Em ji vê yekê re ecêbmayî namînin, çimkî hin kesan fikrên şaş li ser baweriya me bihîstine (Karên Şandiyan 28:22). Wekî din, di van “rojên dawîn” gelek kes “lihevneker” û heta “har” in jî (2. Tîmotêyos 3:1, 3, KP). Belkî tu ji xwe dipirsî: “Gava kesên din dixwazin li ser baweriya min minaqeşe bikin, ez çawa dikarim sakîn û dilrihet bimînim?” Çi wê alî te bike? Bi gotinekê – sernermî. Kesekî sernerm, gava tê acizkirin yan jî ne emîn e ku çawa cewabê bide, ew zû hêrs nabe, lê bi xwe dikare. w23.09 14 par. 1-2
Roja Duşemê, 17 Mijdar
Tê wan bikî serok li tevahiya welat (Zebûr 45:16).
Carinan, ji me re şîret tê dayîn ku bila em nekevin pey mal û milk û hay ji xwe hebin ku em qanûnên Xwedê binpê nekin. Di vî warî de jî, rêberiya Yehowa ji bo me bifeyde ye (Îşaya 48:17, 18; 1. Tîmotêyos 6:9, 10). Di dema tengasiya mezin de û di dema Hukimdariya Hezarsalî de jî, Yehowa wê bê guman bi destê însanan rêberiya me bike. Gelo emê guh bidin vê rêberiyê? Cewaba vê pirsê bi vê yekê ve girêdayî ye ku em îro li rêberiya Yehowa çawa dinêrin. Loma, bila em her gav li pey rêberiya Yehowa herin û guh bidin kesên ku wek çavdêrên me hatine tayînkirin (Îşaya 32:1, 2; Îbranî 13:17). Bila em her tim îtibara xwe bi rêberiya Yehowa bînin. Ew me ji her tiştê ku dikare dostaniya me ya bi wî re xera bike dûr digire û li ser rêya jiyana herheyî rêberiya me dike. w24.02 25 par. 17-18
Roja Sêşemê, 18 Mijdar
Hûn bi keremê xilas bûn (Efesî 2:5).
Pawlosê şandî bi dilxweşî ji Yehowa re xizmet dikir, lê ew rastî gelek tengasiyan hatibû. Wî gelek caran li ser rêyên dûr û dirêj rêwîtî dikir, û rêwîtiyên berê ne ew qas rihet bûn. Li ser rêya xwe, Pawlosê şandî carinan “di talûkeyên çeman re” û “di talûkeyên rêbiran de” derbas dibû. Carinan jî, wî ji aliyê dijminan ve lêdan xwar (2. Korîntî 11:23-27). Wekî din, xwişk û birayan car caran qîmet nedida ked û xîreta wî (2. Korîntî 10:10; Filîpî 4:15). Çi alîkariya Pawlosê şandî dikir ku ew bi dewamî ji Yehowa re xizmetê bike? Pawlosê şandî bi destê Nivîsarên Pîroz û tecrûbeyên xwe sifetên Yehowa baştir nas dikirin. Wî bawer dikir ku Yehowa Xwedê ji wî hez dike (Romayî 8:38, 39; Efesî 2:4, 5). Û hezkirina Yehowa di dilê wî de mezintir dibû. Pawlosê şandî hezkirina xwe ya ji Yehowa bi vê yekê nîşan dida ku wî “ji pîrozan re” xizmet dikir (Îbranî 6:10). w23.07 9 par. 5-6
Roja Çarşemê, 19 Mijdar
Bila her kes guhdariya kesên ku hukim dajon, bike (Romayî 13:1, NWT).
Gelek kes qebûl dikin ku em hewceyî hukûmetekê ne û gerek em bi ya hin qanûnên hukûmetê bikin. Lê eynî kes belkî guh nadin qanûnên ku ew ji wan hez nakin yan jî qanûnên ku li ber çavê wan bêedalet xuya dikin. Kitêba Pîroz dibêje ku hukûmetên mirovan dibin sebebên kul û derdan, ew di bin kontrola Îblîs de ne û wê di demeke nêzîk de bên tunekirin (Zebûr 110:5, 6; Waiz 8:9; Lûqa 4:5, 6). Wekî din, li gor Peyva Xwedê, “yê ku li hember desthilatiyê derkeve”, bi eslê xwe ew li dijî tertîba Xwedê radibe. Ji bo parastina nîzam û emniyetê, Yehowa niha îzna hukimdariyê dide hukûmetan. Loma, gerek em “heqê her kesî bidinê”. Yanî, gerek em bacê bidin, qedrê hukûmetê bigirin û ji qanûnan re îtaet bikin (Romayî 13:1-7). Belkî em qanûnekê bêmantiq û bêedalet dibînin û loma li me zor tê ku em guh bidinê. Lê dîsa jî, heta ku ew qanûn ne li dijî qanûnên Yehowa be, em guh didinê, çimkî Yehowa vê yekê ji me dixwaze (Karên Şandiyan 5:29). w23.10 8 par. 9-10
Roja Pêncşemê, 20 Mijdar
Ruhê XUDAN bihêz hate ser wî (Serweran 15:14).
Gava Şîmşon hat dinyayê, Filîstiyan li ser Îsraêliyan hukimdarî dikir û zilm li wan dikir (Serweran 13:1). Ji ber vê yekê, Îsraêliyan gelek êş dikişand. Yehowa Şîmşon hilbijart ku Îsraêliyan ji destê Filîstiyan xelas bike (Serweran 13:5). Ji bo bicihanîna vê wezîfeya zor, lazim bû ku Şîmşon xwe bispêre Yehowa. Carekê, leşkerên Filîstiyan hatibûn Lehiyê, da ku Şîmşon bigirin. Zilamên Cihûdayê tirsiyan û qerar da ku Şîmşon bidin destê dijminan. Wan Şîmşon bi du benan girêdan û teslîmî Filîstiyan kir (Serweran 15:9-13). Lê belê, “ruhê XUDAN bihêz hate ser” Şîmşon û wî destê xwe vekir. Paşê wî ‘hestiyê çeneya kerekî ya teze dît’, ew hilda û bi wî 1.000 zilamên Filîstî kuştin! (Serweran 15:14-16). w23.09 2 par. 3-4
Roja Înê, 21 Mijdar
Ev li gor mebesta Xwedê ya ji demên bêdestpêk ve bû, ku wî bi saya Xudanê me Mesîh Îsa pêk anî (Efesî 3:11).
Di Kitêba Pîroz de, Yehowa mexseda xwe ya herheyî gav bi gav zelal kiriye. Yehowa dikare gelek rêyên cuda bi kar bîne. Ew her tim serkeftî ye, çimkî ew “her tiştî li gor armanca xwe çê dike” (Methelokên Silêman 16:4). Û netîceyên kirinên Yehowa her û her dimînin. Îcar armanca Yehowa çi ye? Ji bo ku armanca wî here serî, gava şert û merc tên guhertin, ew çi dike? Xwedê ji mirovên pêşîn re gotibû ku armanca wî ya ji bo wan çi ye. Wî dixwest ku ew “berdar bibin, zêde bibin, rûyê erdê dagirin” û serweriya “hemû bicanên ku li rûyê erdê” ne bikin (1. Mûsa 1:28). Lê Adem û Hewayê li hemberî Yehowa serî hilda. Bi vî awayî, wan guneh derbasî hemû mirovan kir. Lê belê, mexseda Yehowa qet nehat guhertin. Wî rêya gihîştina mexseda xwe li gor rewşa nû guhert. Di cih de, wî qerar da ku li ezmanan Padîşahiyekê ava bike, da ku armanca wî ya eslî bê cih (Meta 25:34). w23.10 19-20 par. 6-7
Roja Şemiyê, 22 Mijdar
Eger Xudan nebûya alîkarê min, niha zû çûbû diyarê bêdengiyê canê min (Zebûr 94:17).
Yehowa dikare alî me bike ku em dev ji xîreta xwe bernedin. Lê eger em ji bo wexteke dirêj li hemberî eynî qisûr û kêmasiyê micadele dikin, ev yek zehmet e. Car caran, belkî wisa xuya dike ku qisûr û kêmasiyên me ji yên Petrûsê şandî mezintir in. Lê Yehowa dikare qewetê bide me ku em xwe teslîmî tengasiya xwe nekin (Zebûr 94:18, 19). Mesela, berî ku birayekî me rastiyê nas bike, wî gelek salan jiyaneke homoseksuel derbas dikir. Bi alîkariya Kitêba Pîroz, wî jiyana xwe bi temamî guhert. Lê dîsa jî, wî car caran li hemberî daxwazên şaş micadele dikir. Çi alî wî dikir ku ew dilsoz bimîne? Ew dibêje: “Yehowa qewetê dide me. Bi saya ruhê wî yê pîroz … ez hîn bûme ku di riya rastiyê de bimînim … Her çi qas ez qisûrdar im jî, Yehowa min xurt dike û di xizmeta xwe de bi kar tîne.” w23.09 23 par. 12
Roja Yekşemê, 23 Mijdar
Xelata nefsbiçûkî û tirsa Xudan, Jiyan, rûmet û dewlemendî ye (Methelokên Silêman 22:4, Mizgînî).
Birayên ciwan, hûn dikarin bi ked û xîret bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî. Ji bo vê lazim e ku hûn ji xwe re emsalên baş hilbijêrin, her tim kûr bifikirin, yekî pêbawer bin, ji bo jiyanê hunerên bifeyde bielimin û ji bo wezîfeyên nû xwe hazir bikin. Belkî hûn difikirin ku hûn nikarin bi kêrî van tiştan werin. Lê em bawer in ku hûnê bi ser bikevin. Ji bîr nekin, Yehowa her tim hazir e ku alî we bike (Îşaya 41:10, 13). Bê şik xwişk û birayên civatê jî wê alî we bikin. Gava hûn bibin mirovên li gor dilê Yehowa Xwedê, hûnê jiyaneke xweş û bextewar derbas bikin. Xortên hêja, ji bo hûn bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî, em bereketa Yehowa ji bo we hemûyan dixwazin. Em ji we pir hez dikin! w23.12 29 par. 19-20
Roja Duşemê, 24 Mijdar
Bexişandina sûcan wî rûmetdar dike (Methelokên Silêman 19:11, Mizgînî).
Ka li ser vê mîsalê bifikire: Tu bi xwişk û birayan re demeke xweş derbas dikî û tu sûretê komê dikişînî. Gava sûretê pêşîn baş dernekeve, tu du sûretên din jî dikişînî. Niha sê sûret di destê te de ne. Lê di sûretekî de, tu ferq dikî ku birayekî rûyê xwe qurmiçandiye. Helbet, tuyê wî sûretî paqij bikî, çimkî hê du sûretên din hene û her kes xweşik xuya dike. Gava em bi xwişk û birayan re demeke xweş derbas dikin, em van bîranînên xwe qet ji bîr nakin. Lê rojekê, eger xwişkek yan birayek dilê me biêşîne, emê çi bikin? Çawa ku em dikarin sûretekî ne xweşik bavêjin, wisa jî em dikarin hewl bidin ku vî tiştê ne xweş jî ji bîr bikin (Efesî 4:32). Ji bo xatirê wextên xweş, ên ku me bi xwişk û birayan re derbas kirine, em dikarin şaşiyên wan ji bîr bikin. Em dixwazin tenê bîranînên xweş di bîra xwe de bihêlin. w23.11 12 par. 16-17
Roja Sêşemê, 25 Mijdar
Bi vî awayî jî bila jin bi wergirtina xwerû … xwe bixemilînin … wek li wan jinan tê, yên ku eşkere dikin ku ew di riya Xwedê de diçin (1. Tîmotêyos 2:9, 10).
Peyvên Yûnanî, yên ku di van ayetan de hatine bikaranîn, nîşan didin ku gerek cil û bergên jinan hurmetê bidin Xwedê. Wekî din, gerek ew di vî warî de hîs û fikrên kesên din jî bihesibînin. Xwişkên jîr û jêhatî, em bi we serbilind in ku hûn ji dil guh didin vê şîretê! Ji bo gihîştîbûnê, fehmdarî jî lazim e. Fehmdarî çi ye? Mirovekî fehmdar dikare tiştên baş û xerab ji nav hev derxe û gavên bihîkmet bavêje. Ka em li mîsala Abîgaîlê binêrin. Zilamê wê yê cirnexweş qerareke nebaş da û wisa jiyana hemû kesên di mala xwe de kir talûkeyê. Abîgaîlê hema di cih de hereket kir. Bi xêra fehmdariya wê, jiyana gelek kesan xelas bû (1. Samûyêl 25:14-23, 32-35). Kesên fehmdar dizanin ku wexta hişbûnê û wexta xeberdanê heye. Gava ew bi kesên din re eleqedar dibin, ew nakevin nav meseleyên wan ên şexsî û hedê xwe dizanin (1. Selanîkî 4:11). w23.12 20 par. 8-9
Roja Çarşemê, 26 Mijdar
Bila em dilxweş bin ji ber ku hêviya me heye ku emê rûmetê ji Xwedê bistînin (Romayî 5:2, NWT).
Pawlosê şandî ev gotin ji civata Romayê re nivîsandibûn. Xwişk û birayên li wê derê Yehowa û Îsa Mesîh nas kiribûn, wan baweriya xwe ava kiribû û bûbûn şagirtên Îsa Mesîh. Xwedê ew ji ber baweriya wan “rastdar” hesibandin û bi ruhê pîroz hilbijartin. Belê, ew bûbûn xwediyê hêviyeke pir xweş (Romayî 5:1). Piştre Pawlos ji Mesîhiyên hilbijartî yên li bajarê Efesê re li ser hêviya ku Xwedê daye wan nivîsand. Wî behsa “mîrasa … ji bo pîrozan” kir (Efesî 1:18). Pawlos ji Kolosiyan re jî nivîsand ku ewê xelata xwe li ku derê bistînin. Wî ev xelat wek “hêviya … li ezmanan” bi nav kir (Kolosî 1:4, 5). Hêviya kesên hilbijartî ew e ku ew ji bo jiyana herheyî ya li ezmanan bên rakirin û li wê derê bi Mesîh re hukimdariyê bikin (1. Selanîkî 4:13-17; Peyxam 20:6). w23.12 9 par. 4-5
Roja Pêncşemê, 27 Mijdar
Aştiya Xwedê ya ku di ser her têgihîştinê re ye, wê dilê we û hişê we … biparêze (Filîpî 4:7).
Peyva Yûnanî, ya ku wek “biparêze” hatiye tercûmekirin bi eslê xwe ji bo eskerên ku bajarek diparast, dihat bikaranîn. Kesên ku di bajarekî wisa de dijiyan xwe di emniyetê de hîs dikir, û ew rehet radiketin, çimkî wan dizanibû ku dergehên bajêr rind tên parastin. Mîna vê, gava “aştiya Xwedê” hiş û dilê me diparêze, em xwe di hizûr û emniyetê de hîs dikin (Zebûr 4:8). Wek di halê Hannayê de, eger rewşa me zû neyê guhertin jî, em dikarin dilrihet bin (1. Samûyêl 1:16-18). Û gava em dilrihet dibin, li me hêsantir tê ku em pêşiya xwe bibînin û qerarên baş bidin. Em çi dikarin bikin? Gava derdên me hene, gerek em dua bikin heta ku “aştiya Xwedê” bikeve dilê me (Lûqa 11:9; 1. Selanîkî 5:17). Belê, gava em rastî tengasiyan tên, gerek em dev ji duakirinê bernedin, da ku “aştiya Xwedê” hiş û dilê me biparêze (Romayî 12:12). w24.01 21 par. 5-6
Roja Înê, 28 Mijdar
Bavê me yê li ezmanan, bila navê te pîroz be (Meta 6:9, NWT).
Ji bo ku navê Bavê xwe pîroz bike, Îsa Mesîh li hemberî îşkence, heqaret û îftirayê sebir kir. Wî di her tiştî de guh dabû Bavê xwe û qet guneh nekiribû, loma ew serbilind bû (Îbranî 12:2). Wekî din, wî fehm dikir ku di wan saetên reş û tarî de, Îblîs rasterast hicûmî wî dike (Lûqa 22:2-4; 23:33, 34). Îblîs bê guman dixwest dilsoziya Îsa Mesîh bişikênanda, lê ew bi ser neket. Îsa Mesîh îsbat kir ku Îblîs derewçîn e û ku xizmetkarên Xwedê yên dilsoz hene, ên ku li gel tengasiyan jî dev ji dilrastiya xwe bernadin. Eger tu dixwazî dilê padîşahê xwe Îsa Mesîh xweş bikî, pesnê navê Yehowa bide û alî kesên din bike ku ew jî Xwedayê me rind nas bikin. Gava tu wisa dikî, tu li ser şopên Îsa Mesîh dimeşî (1. Petrûs 2:21). Wek Îsa Mesîh, tu dilê Yehowa xweş dikî û îsbat dikî ku dijminê wî Îblîs derewçînekî bênamûs e. w24.02 11-12 par. 11-13
Roja Şemiyê, 29 Mijdar
Ji bo hemû qenciyên ku bi min kir, ma ez çi bidim Xudan? (Zebûr 116:12).
Di nav van pênc salan de, zêdetirî yek milyon kes wek Şahidên Yehowa vaftîz bûn. Gava tu ji Yehowa re weqf dibî û jiyana xwe didî destê wî, tu qerarê didî ku bibî şagirtê Îsa Mesîh û ji her tiştî zêdetir bala xwe bidî daxwaza Xwedê. Ji bo vê, gerek tu çi bikî? Îsa Mesîh got: “Eger yek ji we bixwaze li pey min were, gerek ew êdî ne ji bo xwe bijî” (Meta 16:24, NWT). Wek xizmetkarekî Yehowa, yê ku jiyana xwe daye destê wî, gerek tu hemû tiştên ku li dijî daxwaza wî ne, red bikî (2. Korîntî 5:14, 15). Mesela, gerek tu “kirinên nefsê”, yanî bêexlaqiya cinsî û gunehên din, red bikî (Galatî 5:19-21; 1. Korîntî 6:18). Gelo zehmet e ku tu guh bidî qanûnên wisa? Eger tu ji Yehowa hez dikî û pê bawer î ku bicihanîna qanûnên wî ji bo xêra te ye, guhdayîn ne zehmet e (Zebûr 119:97; Îşaya 48:17, 18). w24.03 2 par. 1; 3 par. 4
Roja Yekşemê, 30 Mijdar
Ez ji te razî me (Lûqa 3:22, NWT).
Yehowa ruhê pîroz dide kesên ku ew ji wan razî ye (Meta 12:18). Ka ji xwe bipirse: “Ma ez tesîra ruhê pîroz di jiyana xwe de nabînim?” Mesela, wexta ku te Yehowa nas nedikir, dibe ku tu mirovekî bêsebir bûyî. Bi saya ruhê pîroz, ma tu niha li hemberî kesên din zêdetir sebir nakî? Her ku tu sifetên berê ruhê pîroz bi pêş bixî, Yehowa wê ji te razî be. Kesên ku Yehowa ji wan razî ye ji fîdyeyê îstifade dikin (1. Tîmotêyos 2:5, 6). Lê belê, eger te baweriya xwe bi fîdyeyê aniye û vaftîz bûyî, lê dîsa jî xwe layîq nabînî, tu dikarî çi bikî? Ji bîr neke ku nêrîna Yehowa ji nêrîna te cuda ye. Ew her kesê ku baweriya xwe bi fîdyeyê tîne wek kesekî rastdar dihesibîne û soz dide ku ewê wan bibereket bike (Zebûr 5:12; Romayî 3:26). w24.03 30 par. 15; 31 par. 17