Cotmeh
Roja Çarşemê, 1 Cotmeh
Hîkmeta ji jor … ji bo îtaetkirinê hazir e (Aqûb 3:17, NWT).
Gelo carinan ji bo te zor e ku tu îtaet bikî? Ev yek ji bo Dawid Padîşah jî ne hêsan bû, loma wî ji Xwedê re dua kir: “Daxwaza min zêde bike ku ez guh bidim te” (Zebûr 51:12, NWT). Dawid ji Yehowa hez dikir. Lê dîsa jî, ji bo Dawid carinan ne hêsan bû ku guh bide rêberiyê, û ev yek carinan ji bo me jî ne hêsan e. Gelo çima? A yekê, daxwaza bêîtaetiyê bi mîrasî derbasî me bûye. A diduyan, Îblîs her tim hewl dide ku em jî wek wî li ber Xwedê serî hildin (2. Korîntî 11:3). A sisêyan, em “di nav mirovên neguhdar de” dijîn (Efesî 2:2). Gerek em pir xîret bikin ku li hemberî daxwaza gunehkariyê û bandora Îblîs û dinyaya wî bisekinin. Wekî din, gerek em pir xîret bikin ku guh bidin Yehowa û kesên ku wî otorîte daye wan. w23.10 6 par. 1
Roja Pêncşemê, 2 Cotmeh
Te heta niha şeraba xweş veşartiye (Yûhena 2:10, NWT).
Em dikarin ji vê mucîzeya Îsa Mesîh ku wî av kiriye şerab çi bielimin? Em dikarin derseke li ser dilnizmiyê bielimin. Îsa Mesîh bi mucîzeyên xwe tu caran fort û pesnê xwe nedida û xwe qure nedikir. Li şûna vê, wî her tim bi dilnizmî rûmet dida Bavê xwe (Yûhena 5:19, 30; 8:28). Wek Îsa Mesîh, eger em jî li ser xwe bi dilnizmî bifikirin, emê bi serkeftîbûnên xwe pesnê xwe nedin. Gerek em rûmetê nedin xwe, lê bidin Yehowa Xwedê (Yêremya 9:23, 24). Belê, Yehowa hêjayî rûmetê ye. Bê alîkariya Xwedê, em qet nikarin di karên xwe de serkeftî bin (1. Korîntî 1:26-31). Eger em dilnizm bin, emê bala kesên din nekişînin ser qenciya ku me kiriye. Ji xwe Yehowa her tiştî dibîne û qîmetê dide qenciya me (Li Meta 6:2-4 û Îbranî 13:16 jî binêre). Helbet, eger em xîret bikin ku wek Îsa Mesîh dilnizm bin, emê dilê Yehowa şa bikin (1. Petrûs 5:6). w23.04 4 par. 9; 5 par. 11-12
Roja Înê, 3 Cotmeh
Bila her yek ji we ne tenê li karê xwe, lê belê li karê yên din jî binêre (Filîpî 2:4).
Bi îlhama Xwedê, Pawlosê şandî dilê xwişk û birayan xurt kir ku bila ew bala xwe bidin tiştên ku ji bo kesên din bifeyde ne. Em çawa dikarin vê şîretê di civînan de bînin cih? Gerek em ji bîr nekin ku kesên din jî dixwazin bersivê bidin. Ka li ser vê mîsalê bifikire. Tu bi hevalekî xwe re sohbetê dikî. Ma teyê bi tena serê xeber bidaya û qet rê nedaya wî ku ew jî tiştekî bibêje? Helbet, na! Bê guman tu dixwazî ku ew jî fikrên xwe bibêje. Bi eynî awayî, di civînan de, em dixwazin rê bidin gelek kesan ku ew cewabê bidin. Gelo rêya herî baş ku em di civînan de dilê hevdû ava bikin çi ye? Em dikarin fersendê bidin xwişk û birayan ku ew baweriya xwe bînin zimên (1. Korîntî 10:24). Loma bila cewabên me kin bin. Bi vî awayî, wê zêdetir wext bimîne ku kesên din jî cewaban bidin. Gava em bersiveke kin didin, bila em gelek nuqteyan nebêjin. Eger em hemû fikrên di paragrafê de bibêjin, ma ji bo kesên din çi wê bimîne? w23.04 22-23 par. 11-13
Roja Şemiyê, 4 Cotmeh
Ez van hemûyan ji bo Mizgîniyê dikim, da ku para min di wê de hebe (1. Korîntî 9:23).
Gerek em ji bîr nekin ku çi qas muhîm e ku em bi dewamî alîkariya kesên din bikin, bi xisûsî bi navgîniya xizmetê. Gerek em hazir bin ku xizmeta xwe li gor rewşa mirovan eyar bikin. Em rastî mirovên ji gelek miletan tên, yên ku xwedî bîr û baweriyên cuda ne. Di vî warî de, Pawlosê şandî mîsaleke baş ji me re hiştiye. Îsa Mesîh ew wek “şandiyê miletan” hilbijartibû (Romayî 11:13). Pawlos mizgîn dida Cihûyan, Yûnanan, kesên zana, cotkaran, kesên qedirbilind û padîşahan. Ji bo ku ew bigihîje dilê ew qas mirovên cuda, Pawlos “bi her kesî re” bû her tişt (1. Korîntî 9:19-22). Wî rind bala xwe dida kok, milet, kultur û baweriyên mirovan û xizmeta xwe li gor wan dikir. Eger em jî bi awayekî maqûl xizmeta xwe li gor hewcedariyên mirovan bikin, emê netîceyên baştir bi dest bixin. w23.07 23 par. 11-12
Roja Yekşemê, 5 Cotmeh
Divê xulamê Xudan ji pevçûnê dûr be, lê belê li hember hemûyan nerm be (2. Tîmotêyos 2:24).
Sernermî hêz e, ne kêmasî ye. Di rewşeke zehmet de, ji bo ku kesek sakîn bimîne, qewet lazim e. Sernermî yek ji sifetên berê ruhê pîroz e (Galatî 5:22, 23). Bi zimanê Yûnanî, peyva “sernermî” car caran ji bo hespekî çolê, yê ku hatibû kedîkirin, dihat gotin. Hespekî wisa hêdî hêdî nerm dibe, lê dîsa jî xurt e. Wek mirov, em çawa dikarin sernermiyê ava bikin û di eynî wextê de xurt bin? Bi tena serê xwe, em nikarin vê yekê bikin. Gerek em ji bo ruhê pîroz dua bikin û ji Xwedê bixwazin ku alî me bike. Serpêhatiyên gelek kesan nîşan didin ku ev yek mumkin e. Mesela, gava kesên din hewl dida ku bi wan re minaqeşe bikin yan hêrsa wan rakin, gelek xwişk û birayên me sernerm diman. Sernermiya wan li ser kesên din tesîr dikir ku ew di heqê Şahidên Yehowa de baş bifikirin (2. Tîmotêyos 2:24, 25). w23.09 14 par. 3
Roja Duşemê, 6 Cotmeh
Min ji bo vî kurikî lava kiribû û Xudan ew da min (1. Samûyêl 1:27, Mizgînî).
Di dîtiniyeke balkêş de, Yûhenayê şandî dît ku 24 rîspî li ezmanan ji Yehowa re îbadetê dikin. Wan pesnê Xwedê dida û digot ku tenê Xwedê hêja ye ku “rûmet, hurmet û hêzê” bistîne (Peyxam 4:10, 11). Gelek sebebên melekên dilsoz jî hene ku pesn û rûmetê bidin Yehowa. Ew li ezmanan li cem wî ne û wî baş nas dikin. Ew dibînin ku hemû kirinên wî sifetên wî nîşan didin. Gava ew karên Yehowa dibînin, ew dixwazin pesnê wî bidin (Eyûb 38:4-7). Gerek em jî bi riya duayên xwe pesnê Yehowa bidin û ji wî re bibêjin ku em çima ji wî hez dikin û qedrê wî digirin. Gava tu Kitêba Pîroz dixwînî û li ser gotinên wê difikirî, bala xwe bide sifetên Yehowa yên ku tu ji wan hez dikî (Eyûb 37:23; Romayî 11:33). Paşê ji Yehowa re bibêje ku ev sifet çawa tesîrê li hiş û dilê te dikin. Wekî din, em dikarin pesnê Yehowa bidin, çimkî ew alîkariya me û xwişk û birayan dike (1. Samûyêl 2:1, 2). w23.05 3-4 par. 6-7
Roja Sêşemê, 7 Cotmeh
Bi awayekî ku hêjayî Xudan e rêve herin (Kolosî 1:10).
Di sala 1919an de, xizmetkarên Xwedê ji tesîra Babîla Mezin azad bûn. Wê salê, “xulamê dilsoz û şehreza” derket meydanê. Vê komê di wexta rast de alî kesên dilpak dikir ku ew bikevin “Riya Pîroz” (Meta 24:45-47; Îşaya 35:8). Bi xêra xebatên van zilamên bawermend, kesên ku ketibûn vê riyê dikaribû li ser Yehowa û mexseda wî zêdetir bielimin (Methelokên Silêman 4:18). Wekî din, wan dikaribû jiyana xwe li gor daxwaza Yehowa serrast bikin. Yehowa ne li bendê bû ku xizmetkarên wî hemû guhertinên lazim di carekê de bikin. Li şûna vê yekê, wî alî xizmetkarên xwe dikir ku ew xwe gav bi gav serrast bikin. Gava em rojekê bikaribin bi hemû kirinên xwe dilê Xwedê şa bikin, emê gelekî kêfxweş bibin! Her riyek gerek bi dewamî bê nûkirin. Ji sala 1919an ve, xebatên li ser “Riya Pîroz” dewam dikin. Bi vî awayî, hîn zêdetir mirovan dikarin ji Babîla Mezin derkevin. w23.05 17 par. 15-16
Roja Çarşemê, 8 Cotmeh
Ez tu caran te nahêlim (Îbranî 13:5).
Koma Rêberiyê alîkarên ji bo komîteyên Koma Rêberiyê rasterast perwerde dike. Ev alîkar niha gelek mesûliyetên giran bi dilsozî tînin cih, û ew hazir in ku di pêşerojê de jî li miyên Îsa Mesîh xwedî derkevin. Gava hilbijartiyên dawîn nêzîkî dawiya tengasiya mezin bên birin ezmanan, xizmetkarên Xwedê yên din wê bi saya rêberiya Îsa Mesîh îbadeta pak wek berê dewam bikin. Rast e, wê demê Gogê ji Magogê – yanî koalîsyoneke miletan – wê hicûmî xizmetkarên Xwedê bike (Hêzekîêl 38:18-20). Lê ew hicûma kin wê bi ser nekeve û îbadeta pak nede sekinandin. Yehowa wê xizmetkarên xwe xelas bike. Di dîtiniyekê de, Yûhenayê şandî “elaleteke mezin” a “miyên din” ên Îsa Mesîh dîtibû. Ji wî re hat gotin ku ew ji “tengahiya mezin” hatine (Peyxam 7:9, 14). Belê, ewê bên parastin. w24.02 5-6 par. 13-14
Roja Pêncşemê, 9 Cotmeh
Ruhê Pîroz netemirînin (1. Selanîkî 5:19).
Ji bo ku em ruhê pîroz bistînin, gerek em dua bikin, Peyva Xwedê bixwînin û nêzîkî teşkîlata wî bimînin, a ku bi rêberiya ruhê pîroz hereket dike. Bi vî awayî, emê bikarin “berê Ruh” bi pêş bixin (Galatî 5:22, 23). Xwedê ruhê pîroz dide tenê kesên ku ji aliyê fikir û kirinên xwe ve pak dimînin. Eger em bi dewamî li ser tiştên nepak bifikirin yan eger em li gor fikrên nepak hereket bikin, Xwedê wê ruhê pîroz nede me (1. Selanîkî 4:7, 8). Ji xeynî vê, ji bo ku em ruhê pîroz bi dewamî bistînin, gerek em “pêxemberîtiyan kêm nebînin” (1. Selanîkî 5:20). Di vê ayetê de, peyva “pêxemberîtî” tê maneya xeberên ku Xwedê bi tesîra ruhê pîroz dane me. Mesela, hin ji van xeberan behsa roja Yehowa dikin û tînin bîra me ku ev roj çi qas nêzîk e. Gerek em nefikirin ku emê di emrê xwe de roja Harmegedonê nebînin. Li şûna vê yekê, ji bo ku em ji bîr nekin ku roja Xwedê çi qas nêzîk e, em ya rast dikin û xwestina wî tînin cih (2. Petrûs 3:11, 12). w23.06 12 par. 13-14
Roja Înê, 10 Cotmeh
Tirsa Xudan destpêka şehrezayiyê ye (Methelokên Silêman 9:10, Mizgînî).
Eger li ser cîhaza me ji nişka ve sûretekî pornografîk vebe, gerek em çi bikin? Gerek em bi lez û bez berê xwe bizivirînin û lê mêze nekin. Eger em bînin bîra xwe ku qîmeta dostaniya me ya bi Yehowa re çi qas mezin e, ev yek wê li me hêsantir bê. Hin sûretên ku di esasê xwe de wek pornografî nayên hesibandin jî dikarin şehweta cinsî hişyar bikin. Çima lazim e ku em ji sûretên wisa jî birevin? Çimkî wek Îsa Mesîh gotibû, “her kesê ku bi dilxwazî li jinekê binêre, ji xwe wî di dilê xwe de bi wê re zîna kiriye” (Meta 5:28, 29). Rîspiyekî bi navê David, ê ku li Taylandê dijî, dibêje: “Ez her tim ji xwe dipirsim: ‘Sûretek her çi qas wek pornografî neyê hesibandin jî, eger ez lê mêze bikim, gelo Yehowa wê ji min razî be?’ Fikrên wisa alî min dikin ku ez qerarên baş bidim.” Gelo çi dikare alî me bike ku em qerarên baş bidin û dilê Yehowa neêşînin? Kitêba Pîroz nîşan dide ku tirsa Xwedê destpêka hîkmeta rastîn e. w23.06 23 par. 12-13
Roja Şemiyê, 11 Cotmeh
Were gelê min! Bikeve odeyên xwe yên hundir (Îşaya 26:20, Mizgînî).
Dibe ku ev “odeyên hûndir” tên maneya civatên me. Di dema tengasiya mezin de, eger em tevî xwişk û birayan ji Yehowa re xizmetê bikin, Yehowa soz dide ku ewê me biparêze. Loma, gerek em ji niha ve xîret bikin ku ji dil ji xwişk û birayan hez bikin. Dibe ku xelasiya me bi vê yekê ve girêdayî be! “Roja mezin ya XUDAN” wê ji bo hemû mirovan wexteke dijwar bîne (Tsêfanya 1:14, 15). Xizmetkarên Yehowa jî wê tengasiyan bikişînin. Lê eger em xwe ji niha ve hazir bikin, emê bikaribin sakîn bimînin û alîkariya kesên din bikin. Çi dibe bila bibe, emê li hemberî hemû probleman sebir bikin. Gava xwişk û birayên me êşê bikişînin, emê xîret bikin ku dilşewatiyê ji wan re nîşan bidin û destekê bidin wan. Û eger em ji niha ve ji xwişk û birayan hez bikin, emê sibe û dusibe jî ji wan hez bikin. Paşê, Yehowa wê jiyana herheyî bide me. Hingê, hemû felaket û tengasî wê tune bin û bên jibîrkirin (Îşaya 65:17). w23.07 7 par. 16-17
Roja Yekşemê, 12 Cotmeh
[Xwedê] wê we nûvejen bike, xurt bike, hêzdar bike û we li ser bingehê qayîm bike (1. Petrûs 5:10).
Peyva Xwedê gelek caran zilamên dilsoz wek kesên xurt bi nav dike. Lê carinan wan jî xwe bêqewet hîs dikir. Mesela, di hin rewşan de Dawid Padîşah qeweta xwe wek çiyayekî didît, lê di hin rewşên din de xof û tirs diket dilê wî (Zebûr 30:7). Yehowa bi destê ruhê xwe yê pîroz hêzeke mezin da Şîmşon. Lê Şîmşon dizanibû ku bêyî qeweta Xwedê, ewê sist bibe û bibe wek zilamên din (Serweran 14:5, 6; 16:17). Ev zilamên dilsoz xurt bûn, çimkî Yehowa çavkaniya qeweta wan bû. Pawlosê şandî dizanibû ku qeweta Yehowa ji wî re lazim e (2. Korîntî 12:9, 10). Wî jî problemên sihetê dikişandin (Galatî 4:13, 14). Carinan ji bo wî zor bû ku ya rast bike (Romayî 7:18, 19). Û carinan ew dilteng dibû û xema pêşerojê dixwar (2. Korîntî 1:8, 9). Belê, gava Pawlos sist dibû jî, ew dîsa jî biqewet dibû. Ev yek çawa mumkin bû? Yehowa qeweta ku jê re lazim bû didayê. Wî ew xurt dikir. w23.10 12 par. 1-2
Roja Duşemê, 13 Cotmeh
Xudan li dil dinêre (1. Samûyêl 16:7, Mizgînî).
Eger em xwe carinan bêqîmet bibînin, bila em bînin bîra xwe ku Yehowa em çawa kişandine ba xwe (Yûhena 6:44). Yehowa dizane ku di dilê me de çi heye, û ew sifetên me yên baş dibîne – eger em wan nebînin jî (2. Dîrokan 6:30). Madem ku ew dibêje ku em biqîmet in, em dikarin pê bawer bin (1. Yûhena 3:19, 20). Hin kes xwe ji ber tiştên ku wan berî ku ew bûn şagirtên Îsa Mesîh kiribûn, sûcdar hîs dikin (1. Petrûs 4:3). Wekî din, xizmetkarên Xwedê yên dilsoz jî bi kêmasiyên xwe re micadele dikin. Eger dilê te te mehkûm bike, ji bîr neke ku xizmetkarên Yehowa yên berê jî bi hîsên wisa re micadele dikir. Mesela, Pawlosê şandî ji ber kêmasiyên xwe aciz dibû (Romayî 7:24). Pawlos helbet ji gunehên xwe tobe kiribû û vaftîz bûbû. Dîsa jî, wî got ku ew “ji Şandiyan yê herî biçûk” û “ji wan ê herî gunehkar” e (1. Korîntî 15:9; 1. Tîmotêyos 1:15). w24.03 27 par. 5-6
Roja Sêşemê, 14 Cotmeh
Dev ji mala Xwedayê bapîrên xwe XUDAN berdan (2. Dîrokan 24:18).
Serpêhatiya Yoaş Padîşah nîşan dide ku gerek em ji xwe re hevalên ku ji Yehowa hez dikin û dixwazin dilê wî xweş bikin hilbijêrin. Hevalên wisa wê alî me bikin ku em tiştên qenc bikin. Hevalên me dikarin ji me ciwantir yan mezintir bin. Yoaş jî ji hevalê xwe Yehoyada pir ciwantir bû. Ji xwe bipirse: “Gelo hevalên min alî min dikin ku baweriya min qewîtir bibe? Gelo ew min teşwîq dikin ku ez li gor qanûn û prensîpên Xwedê bijîm? Gelo ew behsa Yehowa û rastiyên wî yên biqîmet dikin? Gelo ew tenê tiştên ku ez dixwazim bibihîzim dibêjin, yan jî eger lazim be, gelo ew şaşiya min li rûyê min dibêjin?” (Methelokên Silêman 27:5, 6, 17). Ya rast, hevalên ku ji Yehowa hez nakin ji te re ne lazim in. Lê hevalên ku ji Yehowa hez dikin pir biqîmet in, çimkî ewê li ser te baş tesîr bikin (Methelokên Silêman 13:20). w23.09 9-10 par. 6-7
Roja Çarşemê, 15 Cotmeh
Alfa û Omêga Ez im (Peyxam 1:8).
Alfabeya Yûnanî bi alfayê dest pê dike û bi omêgayê diqede. Bi gotina “Alfa û Omêga”, Yehowa tîne ziman ku gava ew dest bi tiştekî dike, bê guman ew wî tiştî bi serkeftî dibe serî. Yehowa ji Adem û Hewayê re wisa got: “Zêde û berdar bin, erdê dagirin û bixin bin serweriya xwe” (1. Mûsa 1:28, Mizgînî). Dema ku Yehowa cara pêşîn armanca xwe anî ziman, ev destpêk, yanî “Alfa” bû. Dema ku armanca wî bi temamî bê cih û kesên îtaetkar ên ji zuriyeta Adem û Hewayê dinyayê tije bikin û wê bikin Cenet, ev wê “Omêga” be. Piştî ku xuliqandina “erd û ezman bi hemû nexşên xwe temam” bû, Yehowa anî ziman ku wê gotina wî rast derkeve. Armanca Yehowa ya ji bo mirovan û dinyayê wê di dawiya roja heftan de bi temamî pêk were (1. Mûsa 2:1-3). w23.11 5 par. 13-14
Roja Pêncşemê, 16 Cotmeh
Li beriyê riya Xudan amade bikin, li çol û deştê ji bo Xwedayê me riyeke mezin vekin (Îşaya 40:3, Mizgînî).
Rêwîtiya li ser riya herfî ya ji Babîlê heta Îsraêlê rêwîtiyeke zehmet bû û nêzîkî çar mehan dikişand. Lê Yehowa soz dabû ku ewê hemû astengên li ser riya wan ji holê rake. Ji bo Cihûyên bawermend, vegera bo welatê Îsraêlê hêjayî her fedakariyekê bû. Bereketa herî mezin bi îbadeta Yehowa ve girêdayî bû. Li Babîlê ji bo Yehowa qet îbadetgehek tune bû. Li wê derê, ji bo pêşkêşkirina qurbanên li gor Qanûna Mûsa ne qurbangeh ne jî xizmeta kahînan a nîzamî hebû. Wekî din, nifûsa pûtperestên ku qedrê qanûnên Yehowa nedigirt ji nifûsa xizmetkarên Yehowa zêdetir bû. Loma bi hezaran Cihûyên xwedênas bi hesreta wê rojê bûn ku vegerin welatê xwe û li wê derê îbadeta Yehowa ji nû ve ava bikin. w23.05 14-15 par. 3-4
Roja Înê, 17 Cotmeh
Wek zarokên ronahiyê rêve herin (Efesî 5:8).
Ji bo ku em “wek zarokên ronahiyê” hereket bikin, em muhtacî alîkariya ruhê pîroz in. Gelo çima? Çimkî qet ne hêsan ku em di vê dinyaya bêexlaq de pak bimînin (1. Selanîkî 4:3-5, 7, 8). Ruhê pîroz dikare alî me bike ku em li hemberî fikir û felsefeyên dinyayê, yên ku li dijî nêrîna Xwedê ne, micadele bikin. Wekî din, ruhê pîroz dikare alî me bike ku em “her qencî, rastî û rastdariyê” bînin meydanê (Efesî 5:9). Gerek em dua bikin ku bila Yehowa ruhê pîroz bide me. Îsa Mesîh gotibû ku Yehowa wê “ruhê pîroz bide wan, ên ku ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13, NWT). Wekî din, gava em li civînan bi xwişk û birayên xwe re pesnê Yehowa didin, em ruhê pîroz distînin (Efesî 5:19, 20). Tesîra baş a ruhê pîroz wê alî me bike ku em li gor dilê Xwedê bijîn. w24.03 23-24 par. 13-15
Roja Şemiyê, 18 Cotmeh
Bi dewamî bixwazin û wê ji we re bê dayîn, bi dewamî lê bigerin û hûnê bibînin, bi dewamî li derî bixin û wê ji we re bê vekirin (Lûqa 11:9, NWT).
Gelo lazim e ku tu sebra xwe zêde bikî? Eger wisa be, ji bo sebra zêde dua bike. Sebir yek ji sifetên berê ruhê pîroz e (Galatî 5:22, 23, KP). Loma em dikarin ji bo ruhê pîroz dua bikin û ji Yehowa bixwazin ku em sebra xwe zêde bikin. Eger sebra me di rewşekê de bê ceribandin, emê bi destê duayê ruhê pîroz “bixwazin” (Lûqa 11:13). Wekî din, em dikarin ji Yehowa rica bikin ku ew alî me bike ku em li gor nêrîna wî bifikirin. Piştî ku me dua kir, gerek em çi ji destê me tê bikin ku em her roj sebir bikin. Her ku em ji bo sebirkirinê dua dikin û xîret dikin ku yekî bisebir bin, ev sifet wê di kûrahiya dilê me kok berde û bibe qismekî şexsiyeta me. Wekî din, li ser serpêhatiyên di Kitêba Pîroz de kûr bifikire. Kitêba Pîroz behsa gelek kesên bisebir dike. Gava em van serpêhatiyan dixwînin û li ser wan kûr difikirin, em dielimin ku sebir bikin. w23.08 22-23 par. 10-11
Roja Yekşemê, 19 Cotmeh
Torên xwe bavêje avê (Lûqa 5:4, NWT).
Îsa Mesîh ji Petrûsê şandî re digot ku Yehowa wê destekê bide wî. Piştî rabûna ji mirinê, Îsa Mesîh bi mucîzeyekê alî Petrûs û şandiyên din kir ku ew gelek masiyan bigirin (Yûhena 21:4-6). Ji vê mucîzeyê, Petrûs fehm kir ku Yehowa wê hemû hewcedariyên wî tedarek bike. Wê çaxê, belkî ev gotinên Îsa hatin bîra wî: Yehowa wê li kesên ku “berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê” digerin xwedî derkeve (Meta 6:33). Ji ber vê yekê, Petrûs berî her tiştî bala xwe dida xizmetê, ne îşê masîgiriyê. Di roja Pentîkostê ya sala 33yan de, wî alî hezaran kesan kir ku ew xebera xêrê qebûl bikin (Karên Şandiyan 2:14, 37-41). Paşê wî alî Sameriyan û kesên ji miletên din dikir ku ew bibin xizmetkarên Xwedê (Karên Şandiyan 8:14-17; 10:44-48). Belê, Yehowa Petrûs bi kar anî, da ku mirovên ji hemû miletan Xwedê nas bikin. w23.09 20 par. 1; 23 par. 11
Roja Duşemê, 20 Cotmeh
Heger hûn xewnê û şîrova wê ji min re nebêjin, hûnê bên perçekirin (Danîêl 2:5, Mizgînî).
Teqrîben du salan piştî ku Babîliyan Orşelîm wêran kir, Padîşahê Babîlê Nebûkadnetsar di xewneke ecêb de peyker, yanî heykelekî mezin dît. Wî tehdîd kir ku eger xewn neyê gotin û şîroveya wê neyê kirin, ewê zilamên xwe yên şehreza – Danîêl jî yek ji wan bû – bikuje (Danîêl 2:3-5). Lazim bû ku Danîêl zû tiştekî bike, çimkî jiyana gelek kesan di talûkeyê de bû. Ew “ket hûndir û ji padîşah wext xwest ku ew dixwaze şiroveya xewna wî bike” (Danîêl 2:16, Mizgînî). Ji bo vê, cesaret û bawerî lazim bûn. Kitêba Pîroz nabêje ku Danîêl berî vê carê xewn şîrove kiribûn. Wî ji hevalên xwe rica kir ku bila ew “ji bo sira vê xewnê ji Xwedayê Ezmanan alîkariyê bixwazin” (Danîêl 2:18, Mizgînî). Yehowa cewab da duayên wan. Bi alîkariya Xwedê, Danîêl xewna Nebûkadnetsar şîrove kir. Ew û hevalên wî ji mirinê filitîn. w23.08 3 par. 4
Roja Sêşemê, 21 Cotmeh
Lê yê ku heta dawiyê sebir bike, ewê xelas bibe (Meta 24:13, NWT).
Li ser feydeyên sebirkirinê bifikire. Gava em bisebir bin, dilxweşî û dilrihetiya me wê zêde bibe. Sebirkirin dikare hem li ser hîs û fikrên me hem jî li ser siheta me tesîreke baş bihêle. Gava bêhna me fireh be, em û kesên din, emê baştir li hev bikin. Di civata me de, wê zêdetir îtifaq û yekîtî hebe. Eger kesek me aciz bike û hêrsa me zû ranebe, problem wê mezintir nebe (Zebûr 37:8; Methelokên Silêman 14:29). Lê ya herî muhîm, em Bavê xweyî ezmanî ji xwe re dikin mînak û nêzîktirî wî dibin. Sebirkirin sifetekî pir biqîmet û bifeyde ye! Carinan ne hêsan e ku em bisebir bin, lê bi alîkariya Yehowa, em dikarin sebra xwe zêde bikin. Em bisebir li benda dinyaya nû disekinin. Em emîn in ku “çavê Xudan li ser wan e ku ji wî ditirsin, li ser wan e ku hêviya xwe bi kerema wî ve girê didin” (Zebûr 33:18). Wek ku Kitêba Pîroz dibêje, em bi dil û can her tim dixwazin sebirê li xwe bikin! w23.08 22 par. 7; 25 par. 16-17
Roja Çarşemê, 22 Cotmeh
Baweriya bi serê xwe, eger kirinên wê tune bin, mirî ye (Aqûb 2:17).
Li gor Aqûb, kesek belkî dibêje ku baweriya wî heye, lê kirinên wî vê yekê nîşan nadin (Aqûb 2:1-5, 9).Wekî din, Aqûb tîne ziman ku “birayek an xwişkek tazî û bêyî xwarina rojane” ye û kesek vê yekê dibîne, lê ew alîkariya wan nake. Eger ew kes bibêje ku baweriya wî heye, lê kirinên wî vê yekê nîşan nedin, wê baweriya wî bi kêrî tiştekî neyê (Aqûb 2:14-16). Aqûb behsa Rehabê jî kir. Wê baweriya xwe bi kirinên xwe nîşan dida (Aqûb 2:25, 26). Wê tiştên ku Yehowa ji bo Îsraîliyan kiribûn, bihîstibûn û wê dizanibû ku Yehowa piştgiriya Îsraîliyan dike (Yêşû 2:9-11). Rehabê îmana xwe bi kirinên xwe nîşan da. Gava jiyana du Îsraîliyan ketibû talûkeyê, wê ew veşartin. Wek Birahîm, ew jina ne Îsraîlî her çi qas qisûrdar bû û ne di rêya Qanûna Mûsa de bû jî, ew rastdar hat hesibandin. Em ji serpêhatiya Rehabê hîn dibin ku gerek em bi kirinên xwe baweriya xwe nîşan bidin. w23.12 5 par. 12-13
Roja Pêncşemê, 23 Cotmeh
Di hezkirinê de ra bidin û hîmgirtî bin (Efesî 3:17).
Ne bes e ku em tenê rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz fehm bikin. Bi alîkariya ruhê pîroz, em ji dil dixwazin “tiştên Xwedê yên kûr jî” bielimin (1. Korîntî 2:9, 10). Ji bo ku tu nêzîktirî Yehowa bibî, tu dikarî dest bi projeyeke lêkolînê bikî. Mesela, ev mijar hêjayî lêkolînê ne: Xwedê ji xizmetkarên xwe yên berê re çawa hezkirin nîşan dida? Ev yek çawa îsbat dike ku ew ji te jî hez dike? Wekî din, Xwedê ji Îsraîliyan îbadeteke çawa dixwest? Ev yek çawa dişibe îbadeta me ya îro? Yan jî, tiştên ku pêxemberan ji berê ve li ser Îsa Mesîh gotibûn çawa di dema jiyan û xizmeta wî de hatin cih? Bi alîkariya Rêberiya Lêkolînê ya Şahidên Yehowa, tu dikarî li ser van mijaran kûr bifikirî û zewqê jê bistîne. Eger tu Kitêba Pîroz baş lêkolîn bikî, baweriya te wê xurttir bibe û tuyê “Xwedê, ji nêzîk” ve nas bikî (Methelokên Silêman 2:4, 5). w23.10 18-19 par. 3-5
Roja Înê, 24 Cotmeh
Bila berî her tiştî, hezkirina we yî bi hev û din re, ji dil û can be; ji ber ku hezkirin, gellek gunehan dinixumîne (1. Petrûs 4:8, KP).
Peyva ku Petrûsê şandî ji bo “ji dil û can” bi kar aniye bi herfî tê maneya “hatiye vezilandin”. Qismê diduyan ê ayetê behsa tesîra hezkirina “ji dil û can” dike. Ew alî me dike ku em gunehên xwişk û birayan binixumînin. Em dikarin hezkirina jidil wek qumaşekî nerm bînin ber çavê xwe. Ev qumaş ew qas tê vezilandin ku ew ne yek, ne du, lê “gelek gunehan dinixumîne”. Yanî “nuximandin” tê maneya efûkirina gunehan. Çawa ku qumaş dikare lekeyekê binixumîne, hezkirin jî dikare qisûr û kêmasiyên kesên din binixumîne. Hezkirina me gerek ew qas xurt be ku em bikaribin qisûr û kêmasiyên xwişk û birayan, heta eger pir zor be jî, efû bikin (Kolosî 3:13). Gava em kesên din ji dil efû dikin, em nîşan didin ku hezkirina me xurt e û em dilê Yehowa şa dikin. w23.11 10-11 par. 13-15
Roja Şemiyê, 25 Cotmeh
Şafan li ber qiral jê xwend (2. Dîrokan 34:18).
Gava Yoşiya Padîşah 26 salî bû, wî dest bi tamîrkirina îbadetgehê kir. Di wexta wî karî de, kitêba Qanûna Yehowa hat dîtin. Dema ku padîşah bihîst ku tê de çi hatiye nivîsandin, wî di cih de xwest li gor gotinên wê hereket bike (2. Dîrokan 34:14, 19-21). Belkî tu xîret dikî ku Kitêba Pîroz her roj bixwînî. Gelo kêfa te ji xwendina Kitêba Pîroz re tê? Gelo tu ji xwe re ayetên ku wê alî te bikin, not dikî? Gava Yoşiya nêzîkî 39 salî bû, şaşiyeke wî bû sebebê mirina wî. Li şûna ku ew ji Yehowa rêberiyê bixwaze, wî bi ya xwe kir (2. Dîrokan 35:20-25). Ji vê yekê, em dikarin dersekê ji xwe re derxin. Gerek em her tim li Yehowa bigerin – ferq nake ku em çend salî ne yan jî çi qas wext Kitêba Pîroz lêkolîn dikin. Yanî, em her roj ji bo rêberiya Yehowa dua dikin, Peyva wî dixwînin, li ser wê kûr difikirin û guh didin şîretên ji xwişk û birayên gihîştî. Bi vî awayî, emê şaşiyên mezin kêmtir bikin û bêtir dilxweş bibin (Aqûb 1:25). w23.09 12 par. 15-16
Roja Yekşemê, 26 Cotmeh
Xwedê li hember pozbilindan disekine, lê keremê li nefsbiçûkan dike (Aqûb 4:6).
Serpêhatiyên gelek jinên ku ji Yehowa hez dikir û jê re xizmet dikir, di Kitêba Pîroz de hatine nivîsandin. Ew “di hedê xwe de” bûn û “di her tiştî de dilsoz” bûn (1. Tîmotêyos 3:11). Îro di civatên me de jî, xwişkên ku ji dil ji Yehowa hez dikin û bûne şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî, hene. Xwişkên ciwan dikarin ji wan gelek tiştan bielimin. Xwişkên delal, bifikirin ku hûn dikarin ji xwişkên gihîştî çi hîn bibin. Dû re bala xwe bidin sifetên wan ên baş. Ji bo xizmetkarên Xwedê yên gihîştî nefsbiçûkî pir muhîm e. Eger jinek nefsbiçûk be, dostaniya wê ya bi Yehowa û kesên din re wê xweş be. Mesela, jina ku ji Yehowa hez dike bi nefsbiçûkî prensîpa serîtiyê destek dike (1. Korîntî 11:3). Ev prensîpa ku Bavê me yê li ezmanan daniye, gerek hem di civatê de hem jî di malbatê de bê bikaranîn. w23.12 18-19 par. 3-5
Roja Duşemê, 27 Cotmeh
Her mêr jî deyndar e ku wek bedena xwe, ji jina xwe hez bike (Efesî 5:28).
Yehowa dixwaze ku zilamek ji jina xwe hez bike, hemû hewcedariyên wê pêk bîne, jê re hevalekî baş be û alî wê bike ku ew nêzîktirî Yehowa bibe. Fikirîna kûr, hurmetdayîna jinan û pêbawerî, pir bifeyde ne. Piştî zewacê, dibe ku tu bibî bavê zarokan. Tu dikarî ji Yehowa hîn bibî ku bibî bavekî baş (Efesî 6:4). Yehowa bi eşkereyî ji Kurê xwe Îsa Mesîh re got ku ew jê hez dike û jê razî ye (Meta 3:17). Eger tu rojekê bibî bav, her roj ji zarokên xwe re bibêje ku tu ji wan hez dikî. Ji bo kirinên wan ên baş pesnê wan bide. Bavên ku Yehowa ji xwe re dikin emsal alî zarokên xwe dikin ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî. Tu çawa dikarî ji niha ve ji bo vê wezîfeyê xwe hazir bikî? Ji dil li maliyên xwe û li xwişk û birayên civatê xwedî derkeve û teqdîr û hezkirina xwe ji wan re nîşan bide (Yûhena 15:9). w23.12 28-29 par. 17-18
Roja Sêşemê, 28 Cotmeh
[Yehowa] wê we … xurt bike, hêzdar bike û we li ser bingehê qayîm bike (1. Petrûs 5:10).
Wek her kesî, xizmetkarên Yehowa jî rastî tengasiyan tên û nexweş dikevin. Bi ser de, Şahidên Yehowa ji destê kesên ku ji wan hez nakin zilm û zordariyê dibînin. Yehowa helbet her zehmetiyê ji me dûr naxe, lê wî soz daye ku ewê alî me bike (Îşaya 41:10). Bi alîkariya wî em dikarin dilxweş bimînin, qerarên baş bidin û li hemberî zehmetiyan jî ji wî re dilsoz bimînin. Li gor Kitêba Pîroz, emê “aştiya Xwedê” bistînin (Filîpî 4:6, 7). Maneya vê ev e ku hizûr wê bikeve dilê me ji ber ku em dostên Yehowa ne. “Aştiya Xwedê … di ser her têgihîştinê re ye” û ji her tiştê ku em dikarin xeyal bikin xweştir e. Belê, hizûra ku dikeve dilê me piştî ku em ji dil dua dikin, “aştiya Xwedê” ye. w24.01 20 par. 2; 21 par. 4
Roja Çarşemê, 29 Cotmeh
Ey canê min, Xudan pîroz ke! Pesnê navê wî yê pîroz bide (Zebûr 103:1).
Dawid dizanibû ku gava mirov pesnê navê Yehowa dide, ew bi eslê xwe pesnê Yehowa dide. Wexta ku em navê Yehowa dibihîzin, şexsiyeta wî, sifetên wî û kirinên wî tên ber çavê me. Dawid dixwest bi “hemû hebûna” xwe, yanî bi dil û can pesnê navê Xwedê bide û wî pîroz bike. Ji bo Lêwiyan jî pîrozkirina navê Yehowa tiştekî pir muhîm bû. Wan bi nefsbiçûkî fehm dikir ku gotinên wan têra pesnê navê Yehowa nakin (Nehemya 9:5). Yehowa bê guman ji pesnên ku wan bi dil û can û bi nefsbiçûkî dida wî, pir razî dibû. w24.02 9 par. 6
Roja Pêncşemê, 30 Cotmeh
Em li gor tiştê ku em gihîştinê pêşve herin (Filîpî 3:16).
Eger tu negihîjî hedefeke nemaqûl, nefikire ku Yehowa te wek yekî neserkeftî dibîne! (2. Korîntî 8:12). Ji astengên ku derdikevin meydanê bielime. Ji bîr neke ku te heta niha çi bi dest xistiye. Kitêba Pîroz dibêje: “Çimkî Xwedê ne bê dadperwerî ye ku kirinên we … ji bîr bike” (Îbranî 6:10). Van gotinan ji bîr neke! Li ser hedefên ku tu jixwe gihîştiye wan bifikire, mesela wek pêşveçûna dostaniya bi Yehowa re, belavkirina xebera xêrê yan jî binavbûna te. Çawa ku tu berê bi pêş ve çûyî û gihîştî hedefên ruhî, tu dikarî bi dewamî bi pêş ve herî û bigihîjî hedefên xwe yên nû. Bi alîkariya Yehowa, tu dikarî bigihîjî hedefa xwe. Gava tu xîret dikî ku bigihîjî hedefa xwe, ji bîr neke ku heta niha, Yehowa çawa alîkariya te kiriye û xîreta te bibereket kiriye (2. Korîntî 4:7). Eger tu dev ji hedefa xwe bernedî, tuyê bereketên hê jî mezintir bistînî! (Galatî 6:9). w23.05 31 par. 16-18
Roja Înê, 31 Cotmeh
Bav bi xwe ji we hez dike, çimkî we ji min hez kiriye û bawer kiriye ku ez wek temsîlkarê Xwedê hatime (Yûhena 16:27, NWT).
Yehowa li fersendan digere ku nîşanî xizmetkarên xwe bike ku ew ji wan hez dike û ji wan razî ye. Kitêba Pîroz du caran behsa vê dike ku Xwedê di heqê Îsa Mesîh de got: “Ev e Kurê min ê delal, ez ji wî razî me” (Meta 3:17; 17:5, NWT). Ma teyê nexwesta ku Yehowa ji te re jî bigota ku ew ji te razî ye? Yehowa helbet rasterast bi me re napeyive, lê ew bi destê Kitêba Pîroz bi me re xeber dide. Gava em Încîlê dixwînin, em qey dengê Yehowa dibihîzin. Şagirtên Îsa Mesîh mirovên qisûrdar bûn, lê dîsa jî, wî ji wan hez dikir. Nêrînên Îsa Mesîh û nêrînên Bavê wî wek hev in. Loma, gava em gotinên Îsa Mesîh dixwînin, bila em xeyal bikin ku Yehowa van gotinan ji me re dibêje (Yûhena 15:9, 15). Eger em carinan dikevin tengasiyê, ev yek nayê maneya ku Xwedê êdî ji me ne razî ye. Bi eslê xwe, tengasî fersendê dide me ku em îsbat bikin ku em ji Xwedê çi qas hez dikin û îtibara xwe bi wî tînin (Aqûb 1:12). w24.03 28 par. 10-11