KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • es25 r. 88-97
  • Îlon

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Îlon
  • Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
  • Sernivîs
  • Roja Duşemê, 1 Îlon
  • Roja Sêşemê, 2 Îlon
  • Roja Çarşemê, 3 Îlon
  • Roja Pêncşemê, 4 Îlon
  • Roja Înê, 5 Îlon
  • Roja Şemiyê, 6 Îlon
  • Roja Yekşemê, 7 Îlon
  • Roja Duşemê, 8 Îlon
  • Roja Sêşemê, 9 Îlon
  • Roja Çarşemê, 10 Îlon
  • Roja Pêncşemê, 11 Îlon
  • Roja Înê, 12 Îlon
  • Roja Şemiyê, 13 Îlon
  • Roja Yekşemê, 14 Îlon
  • Roja Duşemê, 15 Îlon
  • Roja Sêşemê, 16 Îlon
  • Roja Çarşemê, 17 Îlon
  • Roja Pêncşemê, 18 Îlon
  • Roja Înê, 19 Îlon
  • Roja Şemiyê, 20 Îlon
  • Roja Yekşemê, 21 Îlon
  • Roja Duşemê, 22 Îlon
  • Roja Sêşemê, 23 Îlon
  • Roja Çarşemê, 24 Îlon
  • Roja Pêncşemê, 25 Îlon
  • Roja Înê, 26 Îlon
  • Roja Şemiyê, 27 Îlon
  • Roja Yekşemê, 28 Îlon
  • Roja Duşemê, 29 Îlon
  • Roja Sêşemê, 30 Îlon
Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
es25 r. 88-97

Îlon

Roja Duşemê, 1 Îlon

Ev dilşewatî wê mîna rojhilatê ji ezmanan dakeve ser me (Lûqa 1:78, NWT).

Xwedê qudret daye Îsa Mesîh ku ew hemû problemên mirovan çareser bike. Bi mucîzeyên xwe, Îsa Mesîh nîşan dida ku ew dikare bi hêza xwe problemên ku çareya wan ne di destê me de ye, safî bike. Mesela, hêza wî heye ku me ji sebebê eslî yê kul û derdên mirovan xelas bike – ji gunehê mîrasgirtî û ji netîceyên wî, yanî ji nexweşî û mirinê jî (Meta 9:1-6; Romayî 5:12, 18, 19). Mucîzeyên wî bi zelalî nîşan dida ku ew dikare “hemû” nexweşiyan qenc bike û heta mirovan jî ji mirinê rake (Meta 4:23; Yûhena 11:43, 44). Wekî din, qeweta wî heye ku firtoneyan bisekinîne û mirovan ji tesîra cinan xelas bike (Marqos 4:37-39; Lûqa 8:2). Ma em dilxweş nabin ku Yehowa qudreteke ew qas mezin daye Kurê xwe? Em dikarin ji sedî sed bawer bin ku hemû sozên Yehowa wê bi destê Padîşahiya wî bên cih. Mucîzeyên ku Îsa Mesîh li dinyayê kiribûn mîsalên ji bo pêşerojê ne. Yanî di demeke nêzîk de, ewê wek Padîşahê ezmanî mucîzeyên hê jî mezintir bike. w23.04 3 par. 5-7

Roja Sêşemê, 2 Îlon

Ruh li her tiştî, li tiştên Xwedê yên kûr jî dikole (1. Korîntî 2:10).

Eger di civata te de gelek mizgînvan hebin, û destê te neyê dîtin, belkî tu ji xwe re wisa bibêjî: “Ez êdî nema cewaban didim. Ezê tenê guhdarî bikim.” Lê dev ji xîreta xwe bernede ku tu cewaban bidî. Tu dikarî ji bo her civînekê çend cewaban hazir bikî. Eger te di serê civînê de cewab neda, di dewama civînê de wê dîsa fersend bikeve destê te. Gava tu ji bo lêkolîna Birca Çavdêriyê haziriyê dikî, bifikire ku her paragrafek çawa bi mijara sereke ve girêdayî ye. Eger tu wisa bikî, tuyê bikaribî di civînê de cewabên baş bidî. Wekî din, tu dikarî bersivên li ser rastiyên kûr, ên ku şîroveya wan ne hêsan in, hazir bikî. Gelo çima? Ji ber ku gelek kes ji bo paragrafên wisa destê xwe bilind nakin. Lê eger dîsa jî di çend civînan de fersend neketibe destê te, tu dikarî çi bikî? Berî civînê, tu dikarî herî cem îdarevan û jê re bibêjî ku tu dixwazî cewaba kîjan pirsê bidî. w23.04 21-22 par. 9-10

Roja Çarşemê, 3 Îlon

Ûsiv … wek ku melekê Yehowa ji wî re got, wî jina xwe anî mala xwe (Meta 1:24, NWT).

Ûsiv tim hazir bû ku guh bide rêberiya Yehowa. Loma ew zilamekî baş bû. Qet nebe sê caran, Xwedê di heqê malbata wî de rêberî da wî. Çi qas zehmet bû jî, Ûsiv her car zû guh dida Yehowa (Meta 1:20; 2:13-15, 19-21). Di netîceyê de, Ûsiv Meryem diparast û xwedî lê derdiket. Îcar xeyal bike ku Meryemê çi qas qedrê Ûsiv digirt û jê hez dikir! Zilamno, ji bo xwedîkirina malbata xwe, hûn dikarin di Kitêba Pîroz de li şîretan bigerin û bi vî rengî Ûsiv ji xwe re mîsal bigirin. Gava hûn – çi qas zehmet be jî – guh didin van şîretan, hûn nîşan didin ku hûn ji jina xwe hez dikin û dixwazin zewaca xwe xurttir bikin. Xwişkeke li girava Vanûatûyê, ya ku zêdetirî 20 salan zewicî ye, dibêje: “Gava zilamê min li rêberiya Yehowa digere û xîret dike ku li gor vê rêberiyê bimeşe, ez zêdetir qedrê wî digirim. Ez xwe rihet hîs dikim û dizanim ku qerarên wî pir baş in.” w23.05 21 par. 5

Roja Pêncşemê, 4 Îlon

Wê li wir riyeke mezin hebe, wê jê re “Riya Pîroz” bêjin (Îşaya 35:8, Mizgînî).

Cihûyên ku ji Babîlê vegeriyabûn welatê xwe, bûn “miletekî ji Xwedayê xwe Xudan re pîroz” (5. Mûsa 7:6, Mizgînî). Lê ji bo ku Yehowa ji wan razî bûya, hewce bû ku ew jiyana xwe biguherînin. Piraniya Cihûyan li Babîlê hatibûn dinyayê, û hînî adet û fikrên Babîliyan bûbûn. Gelek sal piştî ku Cihûyên pêşîn vegeriyabûn Îsraêlê, Nehemyayê Walî dît ku zarokên ku li Îsraêlê hatibûn dinyayê bi zimanê Îbranî nizanin (5. Mûsa 6:6, 7; Nehemya 13:23, 24). Gelo zimanê Îbranî çima ew qas muhîm bû? Zimanê Îbranî, zimanê sereke yê Peyva Xwedê bû. Loma, ji bo ku ew ji Yehowa hez bikin û ji wî re îbadetê bikin, hewce bû ku ew ji vî zimanî rind fehm bikin (Esra 10:3, 44). Ji ber vê yekê, lazim bû ku wan Cihûyan guhertinên mezin bikirana. Ev yek wê li welatê Îsraêlê hêsantir bûya, çimkî li wê derê, îbadeta Yehowa gav bi gav dihat avakirin (Nehemya 8:8, 9). w23.05 15 par. 6-7

Roja Înê, 5 Îlon

Xudan ji her kesê ketî re dibe destek, hemû yên xwarbûyî rast dike (Zebûr 145:14).

Xwestina me çi qas hebe yan em çi qas xîret bikin jî, dibe ku hinek zehmetî derkevin pêşiya me. Mesela, hin tiştên ku ji nişka ve diqewimin dikarin wexta ku ji bo gihîştina hedefa me lazim e ji me bistîne (Waiz 9:11, NWT). Carinan em dikarin ji ber problemên xwe qewet û cesareta xwe winda bikin (Methelokên Silêman 24:10). Yan dibe ku qisûrdariya me li ser me tesîr bike ku em ji armanca xwe dûr bikevin (Romayî 7:23). Yan jî, dibe ku em xwe westiyayî hîs dikin (Meta 26:43). Çi dikare alî me bike ku em van rojên dijwar derbas bikin? Eger tiştek bibe sebeb ku tu negihîjî hedefa xwe, ev yek nayê maneya ku ne lazim e ku tu xîret bikî. Kitêba Pîroz dibêje ku zor û zehmetî dikarin gelek caran derkevin pêşiya me. Lê dîsa jî, Peyva Xwedê dibêje ku em dikarin bi ser bikevin. Belê, kesê ku xîret dike ku li gel astengan bigihîje hedefa xwe îsbat dike ku ew dixwaze dilê Yehowa xweş bike. Gava Yehowa xîreta me dibîne, ew ji me razî dibe! w23.05 30 par. 14-15

Roja Şemiyê, 6 Îlon

Ji bo kerî bibin mînak (1. Petrûs 5:3).

Xizmeta pêşengiyê alî xortan dike ku ew bi gelek kesan re hevkariyeke baş bikin. Wekî din, ev yek alî xortan dike ku ew pereyên xwe bihîkmet xerc bikin (Filîpî 4:11-13). Berî ku birayek dest bi xizmeta tamrojî bike, ew dikare wek pêşengê alîkar xizmetê bike. Xizmeta pêşengiyê dikare derî li ber gelek îmtiyazên din, wek xizmeta li Beytelê yan jî xizmeta di projeyên avakirinê de, veke. Gerek her birayek ji xwe re hedefê deyne ku bibe rîspiyek û ji xwişk û birayan re xizmetê bike. Wek Kitêba Pîroz dibêje, her birayê ku dixwaze bigihîje vê hedefê, “ew karekî qenc dixwaze” (1. Tîmotêyos 3:1). Di serî de gerek ew şertên ji bo alîkarên civatê bîne cih. Alîkarên civatê bi gelek rêyan destekê didin rîspiyên civatê. Hem rîspî hem jî alîkarên civatê bi dilnizmî ji xwişk û birayan re xizmetê dikin û bi xîreteke mezin xebera xêrê belav dikin. w23.12 27-28 par. 14-16

Roja Yekşemê, 7 Îlon

Hîn ciwan bû, dest bi lêgerîna Xwedayê bapîrê xwe Dawid kir (2. Dîrokan 34:3).

Gava Yoşiya Padîşah li Yehowa digeriya, ew hê ciwan bû. Wî dixwest li ser Yehowa bielime û li gor daxwaza wî bijî. Lê belê, jiyana vî padîşahê ciwan ne hêsan bû. Wê demê, piraniya xelkê ji îlahên sexte re îbadet dikir. Loma lazim bû ku Yoşiya dilxurt be, da ku îbadeta rast biparêze. Û wî eynî wisa kir! Berî ku ew bû 20 salî, wî welatê xwe ji îbadeta sexte paqij kir (2. Dîrokan 34:1, 2). Mîna Yoşiya, kesekî ciwan jî dikare li ser Yehowa û sifetên wî yên biqîmet zêde bielime. Eger tu wisa bikî, tuyê bixwazî jiyana xwe bidî destê Yehowa. Ev yek wê çawa tesîrê li jiyana te bike? Luke, yê ku di 14 saliya xwe de bin av bû, di roja sonda xwedayînê de wisa got: “Ji niha û pê ve, berî her tiştî ezê bala xwe bidim xizmeta Yehowa û xîret bikim ku dilê wî xweş bikim” (Marqos 12:30). Eger tu wisa bikî, tuyê gelek bereketan bistînî! w23.09 11 par. 12-13

Roja Duşemê, 8 Îlon

Bizanin ew ên ku di nav we de dixebitin, di baweriya Xudan de serweriyê li we dikin û şîretan li we dikin, kî ne! (1. Selanîkî 5:12).

Gava Pawlosê şandî ev name ji Selanîkiyan re nivîsand, di ser avabûna civatê re hê salek derbas nebûbû. Bi îhtimaleke mezin, birayên tayînkirî hê bêtecrûbe bûn û şaşî dikirin. Dîsa jî, ew layiqî hurmetê bûn. Her ku tengahiya mezin nêzîktir dibe, lazim e ku em hê jî zêdetir xwe bispêrin rêberiya rîspiyên xwe. Belkî îrtibata me ya bi merkeza cîhanî yan buroyê re biqete. Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku em ji niha ve ji rîspiyan hez bikin û qedrê wan bigirin. Çi dibe bila bibe, bila em li ser hişê xwe bin û bala xwe nedin kêmasiyên rîspiyan. Bila em tu carî ji bîr nekin ku Yehowa bi destê Îsa Mesîh rêberiya van zilamên sadiq dike. Çawa ku kumzirx serê leşker diparêze, hêviya xelasiyê jî hişê me diparêze. Em tiştên ku dinya pêşkêşî me dike wek tiştên bêqîmet dibînin (Filîpî 3:8). Hêviya me alî me dike ku em sakîn bimînin û ser hişê xwe bin. w23.06 11-12 par. 11-12

Roja Sêşemê, 9 Îlon

Pîreka bêaqil bi galegal; hişsivik e (Methelokên Silêman 9:13).

Kesên ku teklîfa “pîreka bêaqil” dibihîzin, dikarin teklîfa wê yan qebûl bikin yan red bikin. Ji ber gelek sebebên muhîm, gerek em bêexlaqiya cinsî nekin. “Pîreka bêaqil” dibêje: ‘Ava diziyê şîrîn e!’ (Methelokên Silêman 9:17). Gelo “ava diziyê” çi ye? Kitêba Pîroz eleqeya cinsî ya di navbera jin û mêrekî zewicî de dişibîne ava sar, a ku di rojeke germ de dilê mirov xweş dike (Methelokên Silêman 5:15-18). Jin û mêrê ku bi hev re zewicî ne dikarin bi hev şa bibin. Lê belê, “ava diziyê” pir cuda ye. Ev gotin balê dikişîne ser bêexlaqiya cinsî, ya ku Xwedê qedexe dike. Kesên ku bêexlaqiya cinsî dikin vê yekê bi dizîka dikin. Gava ew difikirin ku tu kes wê wan negire û ewê bêceza bimînin, wê çaxê “ava diziyê” li ber dilê wan pir şîrîn dibe. Çi eybeke mezin! Ew dikarin xwe bixapînin, lê nikarin Yehowa bixapînin, çimkî Yehowa her tiştî dibîne. Kesê ku dostaniya xwe ya bi Xwedê re winda dike, her tiştê xwe winda dike. Ji vê yekê tiştekî tehltir tune ye û qet ne şîrîn e (1. Korîntî 6:9, 10). w23.06 22 par. 7-9

Roja Çarşemê, 10 Îlon

Eger ez ne bi daxwaz bikim, wekîltî li min hatiye spartin (1. Korîntî 9:17).

Eger tu difikirî ku duayên te êdî ne ji dil in yan eger tu êdî wek berê ji xizmetê kêfê nastînî, gelo tu dikarî çi bikî? Nefikire ku ruhê Yehowa êdî ne li ser te ye. Mîna her kesî, tu jî însanekî qisûrdar î, loma hîsên wisa carinan dikarin bikevin dilê te. Eger xîreta te sar bûye, mîsala Pawlosê şandî bîne ber çavê xwe. Wî helbet dixwest Îsa Mesîh ji xwe re bike emsal, lê carinan, daxwaza wî kêm dibû. Belê, hîsên wî her çi bûn jî, Pawlos xîret dikir ku xizmeta xwe bîne cih. Loma, qerarên xwe ne tenê li ser esasê hîsên xwe bide. Hîsên te her çi bin jî, hewl bide ku tu ya rast bikî. Bi zeman re, kirinên te wê li ser hîsên te tesîr bikin. Ji ber vê yekê, piştî vaftîzbûnê lêkolîna şexsî îhmal neke, mizgîniyê her gav belav bike, ji dil dua bike û here civînan (1. Korîntî 9:16). w24.03 11 par. 12-13

Roja Pêncşemê, 11 Îlon

Hezkirina xwe … nîşanî wan bidin (2. Korîntî 8:24).

Em dikarin bibin dostên xwişk û birayan û bi wan re wextê derbas bikin (2. Korîntî 6:11-13). Di civatên me de, xwişk û birayên ji kok û miletên cuda hene û xwedî şexsiyetên cuda ne. Eger em bala xwe bidin xisûsiyetên wan ên baş, emê hezkirina di nav xwe de xurttir bikin. Eger em bielimin ku wek Yehowa li ser kesên din bifikirin, emê îsbat bikin ku em ji wan hez dikin. Di dema tengasiya mezin de wê pir muhîm be ku em hezkirinê nîşan bidin. Gava ev tengasî dest pê bike, gelo Yehowa wê çawa me biparêze? Bala xwe bidê ku gava hicûm çû ser Babîla kevnar, Yehowa çi rêberî da xizmetkarên xwe: “Were gelê min! Bikeve odeyên xwe yên hûndir û li pişt xwe deriyan bigire. Demeke kurt xwe veşêre, heta ku xezeb derbas bû” (Îşaya 26:20, Mizgînî). Wisa xuya dike ku di dema tengasiya mezin de, gerek em guh bidin vê rêberiyê. w23.07 6-7 par. 14-16

Roja Înê, 12 Îlon

Sehneya vê dinyayê diguhere (1. Korîntî 7:31, NWT).

Ji xwe bipirse: “Gelo kesên din min wek yekî maqûl û sernerm yan wek yekî sert û serhişk dibînin? Gelo ez guh didim kesên din, û eger mumkin be, daxwazên wan qebûl dikim?” Gava em xîret dikin ku bi maqûlî hereket bikin, em nîşan didin ku em Yehowa û Îsa Mesîh ji xwe re mînak digirin. Maqûlî tê maneya ku gava rewşa jiyana me tê guhertin, gerek em hazir bin ku li gor rewşa nû hereket bikin. Guhertinên wisa dikarin problemên nû derxin meydanê. Mesela, dibe ku em ji nişka ve gelekî nexweş bikevin, pirsgirêkên aborî derkevin meydanê yan rewşa siyasî jiyana me serobino bike (Waiz 9:11). Yan jî, dibe ku em di teşkîlata Yehowa de wezîfeyeke nû bistînin. Rewşa jiyana me her çi be jî, ev çar tişt wê alî me bikin: (1) Rewşa nû qebûl bike, (2) li ser siberojê bifikire, (3) bala xwe bide tiştên qenc, û (4) alîkariya kesên din bike. w23.07 21-22 par. 7-8

Roja Şemiyê, 13 Îlon

Tu gelekî hatî hezkirin (Danîêl 9:23, Mizgînî).

Dema ku Danîêl pêxember hê xort bû, Babîliyan ew bi êsîrî ji welatê wî bir Babîlê. Lê wisa xuya dike ku kêfa memûrên Babîliyan ji Danîêl re hat. Wan bi çavên xwe dît ku Danîêl yekî çawa ye (1. Samûyêl 16:7). Ew yekî “bêqisûr û lihevhatî” bû û ji malbateke esilzade bû. Ji ber van sebeban, Babîliyan ew perwerde kir, da ku di xizmeta qesrê de kar bike (Danîêl 1:3, 4, 6, Mizgînî). Ji ber sifetên Danîel yên baş Yehowa ji wî hez dikir. Yehowa got ku Danîêl mîna Nûh û Eyûb pêxember e. Wan bi dehsalan li cem Xwedê navekî baş ji xwe re qezenc kiribû. Ya balkêş ew e ku wê demê, Danîêl nêzîkî 20 salî yan hê ciwantir bû (1. Mûsa 5:32; 6:9, 10; Eyûb 42:16, 17; Hêzekîêl 14:14). Di temamiya jiyana Danîêl pêxember de, Yehowa her tim jê hez dikir (Danîêl 10:11, 19). w23.08 2 par. 1-2

Roja Yekşemê, 14 Îlon

Firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya vê … fêm bikin (Efesî 3:18).

Berî ku te xaniyek bikiriya, teyê bixwesta bi çavên xwe mala xwe ya nû ji her aliyî ve nas bikira. Em dikarin bi eynî awayî Kitêba Pîroz bixwînin û lêkolîn bikin. Eger em zû bi zû bixwînin, emê tenê “dersên pêşî yên peyva Xwedê”, yanî rastiyên esasî bielimin (Îbranî 5:12). Lê çawa ku mirov bi dîqat li her quncikê xaniyekî nû mêze dike, gerek em jî Kitêba Pîroz bi dîqat lêkolîn bikin, da ku em wê rind fehm bikin. Ji bo vê yekê, gerek em bibînin ku hemû rastiyên Kitêba Pîroz çawa bi hev ve girêdayî ne. Wekî din, gerek em baş fehm bikin ku em bi kîjan rastiyan û ji bo çi bi wan bawer dikin. Ji bo ku em Peyva Xwedê ji her aliyî ve fehm bikin, gerek em rastiyên kûr ên Kitêba Pîroz bielimin. Pawlosê şandî ji xwişk û birayan re got ku bila ew Peyva Xwedê wisa bixwînin ku ew “firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya” rastiyê fehm bikin. Bi saya vê yekê, baweriya wan wê kok bigirta û saxlem bibûya (Efesî 3:14-19). Bi vî awayî, gerek em jî Kitêba Pîroz bixwînin. w23.10 18 par. 1-3

Roja Duşemê, 15 Îlon

Birano, pêxemberên ku bi navê Xudan peyv gotine ji bo xwe wek mînaka êşkişandin û sebrê bigirin (Aqûb 5:10).

Di Kitêba Pîroz de, gelek serpêhatiyên kesên bisebir hene. Tu dikarî li ser van serpêhatiyan kûr lêkolîn bikî. Mesela, gava Dawid di emrê xweyî ciwan de wek Padîşahê Îsraêlê hatibû hilbijartin, lazim bû ku ew gelek salan li bendê bisekine heta ku bû Padîşah. Gava Şimûn û Hanna li hêviya Mesîhê sozdayî bûn, wan bi dilsozî ji Yehowa re îbadet dikir (Lûqa 2:25, 36-38). Wexta ku tu li ser van serpêhatiyan lêkolîn dikî, ji xwe bipirse: “Çi alî wî kesî dikir ku ew sebir bike? Ev yek çima ji bo xêra wî bû? Ez çawa dikarim mîna wî bikim?” Ji serpêhatiyên kesên bêsebir jî, tu dikarî hin tiştan hîn bibî (1. Samûyêl 13:8-14). Tu dikarî ji xwe bipirsî: “Sebra wan çima tune bû? Di netîceyê de, çi hat serê wan?” w23.08 25 par. 15

Roja Sêşemê, 16 Îlon

Em bawer dikin û em dizanin ku tu yê Pîroz î, yê ku Xwedê şandiye (Yûhena 6:69, NWT).

Petrûsê şandî yekî dilsoz bû. Wî dev ji xîreta xwe bernedida. Carekê, gava Îsa Mesîh tiştek ji şagirtên xwe re got û wan fehm nekir, Petrûs dilsoziya xwe nîşan da (Yûhena 6:68). Gelek şagirtên Îsa bêyî ku li benda şîroveyekê bisekinin, berên xwe ji wî zivirandin. Lê Petrûs ev yek nekir, çimkî wî dizanibû ku “gotinên jiyana herheyî” tenê li cem Îsa Mesîh hene. Îsa dizanibû ku Petrûs û şandiyên din wê wî bihêlin. Lê dîsa jî, Îsa bawer bû ku Petrûs wê dîsa vegere û dilsoz bimîne (Lûqa 22:31, 32). Îsa fehm dikir ku “ruh bi daxwaz e, lê beden lewaz e” (Marqos 14:38). Loma, piştî ku Petrûs ew înkar kir, Îsa ji wî nexeyîdî. Piştî rabûna xwe, Îsa ji Petrûs re xuya bû – bi îhtimaleke mezin Petrûs bi tena serê xwe bû (Marqos 16:7; Lûqa 24:34; 1. Korîntî 15:5). Bi vî awayî, Îsa dilê Petrûs ava kir! w23.09 22 par. 9-10

Roja Çarşemê, 17 Îlon

Çi qas dilxweş in kesên ku şaşiyên wan hatine efûkirin û gunehên wan hatine jibîrkirin (Romayî 4:7, NWT).

Xwedê gunehên kesên ku baweriya xwe pê tînin, dinixumîne û bi temamî efû dike (Zebûr 32:1, 2). Ew nema li gunehên wan dinêre. Ji ber baweriya wan, Xwedê wan rastdar dibîne. Birahîm, Dawid û xizmetkarên Xwedê yên din her çi qas mirovên gunehkar bûn jî, ew ji kesên rastdar hatin hesibandin. Lê li ber çavê Xwedê xizmetkarên wî û kesên ku jê re îbadet nakin ne wek hev in. Ji ber ku xizmetkarên Xwedê baweriya xwe bi wî tînin, Xwedê wan bêsûc dihesibîne (Efesî 2:12). Wek Pawlosê şandî di nameya xwe de zelal kir, mirov nikare bê îman bibe dostê Xwedê. Birahîm û Dawid dostên Xwedê bûn, çimkî wan baweriya xwe bi Xwedê dianî. Em jî dikarin ji ber îmana xwe bibin dostên Xwedê. w23.12 3 par. 6-7

Roja Pêncşemê, 18 Îlon

Her tim ji Xwedê re qurbanên pesnahiyê, yanê, mêwa lêvên ku navê wî îqrar dikin pêşkêş bikin! (Îbranî 13:15, KP).

Îro fersenda me hemûyan heye ku em wext, qewet û îmkanên xwe ji bo Padîşahiya Xwedê feda bikin. Pawlosê şandî wisa nivîsandibû: Gava çi ji destê me tê em dikin ku ji Yehowa re xizmetê bikin, em nîşan didin ku îbadeta Yehowa ji bo me îmtiyazeke mezin e. Pawlosê şandî di dawiya nameya xwe de nivîsand ku gerek em çend xisûsiyetên muhîm ên îbadetê îhmal nekin (Îbranî 10:22-25). Mesela, gerek em her tim dua bikin, ji kesên din re qala hêviya xwe bikin, herin civînên xwe û “çawa ku [em] dibînin Roja Xudan nêzîk dibe, hê zêdetir cesaretê bidin hevdû”. Di dawiya kitêba Peyxamê de, melekê Yehowa du caran got ku gerek em ji Xwedê re îbadetê bikin (Peyxam 19:10; 22:9). Bila em van rastiyên kûr ên di heqê îbadetgeha ruhî ya mezin de qet ji bîr nekin û qîmetê bidin îmtiyaza îbadeta ji Xwedê re! w23.10 29 par. 17-18

Roja Înê, 19 Îlon

Ji hevdû hez bikin (1. Yûhena 4:7).

Em dixwazin her tim “ji hevdû hez bikin”. Lê belê, gerek em vê yekê ji bîr nekin: Îsa Mesîh gotibû ku “hezkirina gelekan wê sar bibe” (Meta 24:12, NWT). Îsa Mesîh ne gotibû ku hezkirina di nava piraniya şagirtên wî de wê sar bibe. Lê gerek em hişyar bimînin ku dilsariya vê dinyayê li ser hezkirina me tesîr û bandor neke. Ji bo vê yekê, emê bala xwe bidin vê pirsa muhîm: Em çawa dikarin pê derxin ka hezkirina me ya ji xwişk û birayan xurt e? Gotin û kirinên me didin xuyakirin ku em ji kesên din çi qas hez dikin (2. Korîntî 8:8). Petrûsê şandî li ser vê yekê wisa gotibû: “Bila berî her tiştî, hezkirina we yî bi hev û din re, ji dil û can be; ji ber ku hezkirin, gelek gunehan dinixumîne” (1. Petrûs 4:8, KP). Qisûr û kêmasiyên kesên din dikarin hezkirina me bidin ceribandin. w23.11 10 par. 12-13

Roja Şemiyê, 20 Îlon

Ji hevdû hez bikin (Yûhena 13:34, NWT).

Di civatê de, eger em ji hinekan re hezkirinê nîşan bidin û ji hinekan re na, bi eslê xwe ev yek tê maneya ku em guh nadin emrê Îsa Mesîh. Wek Îsa, helbet em jî xwe ji hinek xwişk û birayan nêzîktir hîs dikin (Yûhena 13:23; 20:2). Lê Petrûsê şandî şîretê dide me ku gerek em “ji tevahiya koma xwişk û birayan hez bikin”, çimkî em hemû ferdên malbatekê ne (1. Petrûs 2:17). Petrûs got: “Ji dil û can û bi germî ji hevdû hez bikin” (1. Petrûs 1:22). Yanî, çi qas zehmet be jî, gerek em ji her xwişk yan birayekî xwe re hezkirinê nîşan bidin. Mesela, eger birayek dilê me biêşîne, emê çi bikin? Di serî de, dibe ku em bixwazin heyfa xwe bistînin. Lê Petrûs ji Îsa Mesîh hîn bû ku Xwedê ji hal û hereketên wisa ne razî ye (Yûhena 18:10, 11). Petrûs nivîsand: “Di şûna xerabiyê de xerabiyê nekin, di şûna nizimkirinê de jî nizim nekin. Bervajiyê vê, pîroz bikin” (1. Petrûs 3:9). Hezkirina jidil alî me dike ku em ji mirovan re dilovan bin. w23.09 29 par. 9-11

Roja Yekşemê, 21 Îlon

Bila jin … di hedê xwe de bin û di her tiştî de dilsoz bin (1. Tîmotêyos 3:11).

Gava em dibînin ku zarok çi qas zû mezin dibin, em ji vê yekê re heyran dimînin. Wisa xuya dike ku zarok xwe bi xwe bêxîret mezin dibin. Lê belê, ji bo ku em bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî, ev yek bi xwe çênabe (1. Korîntî 13:11; Îbranî 6:1). Ji bo vê yekê, gerek em dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikin. Wekî din, ji bo ku em sifetên li gor dilê Xwedê ava bikin, hunerên bifeyde bi pêş bixin û ji bo mesûliyetan xwe hazir bikin, ruhê pîroz ji me re lazim e (Methelokên Silêman 1:5). Yehowa mirov wek jin û mêr afirandine (1. Mûsa 1:27). Jin û mêr hem ji aliyê bedenî ve hem jî di warên din de ji hev cuda ne. Mesela, Yehowa jin û mêr wisa çêkirine ku ew rolên cuda bînin cih. Ji bo ku ew wezîfeyên xwe pêk bînin, sifet û hunerên taybet ji wan re lazim in (1. Mûsa 2:18). w23.12 18 par. 1-2

Roja Duşemê, 22 Îlon

Mirovên ji hemû miletan bikin şagirtên min û wan bi navê Bav, Kur … vaftîz bikin (Meta 28:19, NWT).

Gelo Îsa Mesîh dixwest ku kesên din navê Bavê wî bi kar bînin? Belê. Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, hin alimên dînî belkî difikirîn ku navê Xwedê ew qas pîroz e ku gerek mirov wî neyne zimên. Lê belê, Îsa Mesîh tu caran îzin nedida ku urf û adetên wisa – yên ku bi eslê xwe li dijî Nivîsarên Pîroz in – bibin sebeb ku ew navê Bavê xwe pîroz neke. Ka bîne bîra xwe ku gava Îsa Mesîh li herêma xelkê Gerasînayê zilamekî ku bi cin ketibû qenc kir, çi çêbû. Mirovên herêmê ditirsiyan, û wan dixwest ku Îsa Mesîh ji wê derê here, ew jî çû (Marqos 5:16, 17). Dîsa jî, Îsa Mesîh dixwest ku navê Yehowa li wê derê bê îlankirin. Loma, wî ji zilamê qencbûyî re got ku bila ew ji xelkê re bibêje ku Yehowa ji bo wî çi kir, ne ku Îsa Mesîh çi kir (Marqos 5:19, NWT). Îsa Mesîh dixwaze ku em jî wisa bikin – ku em navê Bavê wî li seranserê dinyayê îlan bikin! (Meta 24:14; 28:20). Wexta ku em wisa dikin, em dilê padîşahê xwe Îsa Mesîh xweş dikin. w24.02 10 par. 10

Roja Sêşemê, 23 Îlon

Te di ber navê min de li ber xwe da û tu newestiyayî (Peyxam 2:3).

Çi keremeke mezin e ku em di van rojên dawîn ên vê dinyayê de aîdî teşkîlata Yehowa ne! Halê dinyayê her ku diçe xerabtir dibe, lê Yehowa gelek xwişk û birayên ezîz dane me (Zebûr 133:1). Ew alî me dike ku malbata me dilxweş be (Efesî 5:33–6:1). Û ew hîkmetê dide me, da ku dilê me bihizûr be. Dîsa jî lazim e ku em bi dewamî xîret bikin ku em ji xizmeta Yehowa sar nebin. Gelo çima? Çimkî kêmasiyên kesên din carinan dikarin me aciz bikin. Wekî din, em belkî ji ber qisûrên xwe jî aciz dibin, bi xisûsî wexta ku em eynî şaşiyan dubare dikin. Belê, (1) gava xwişk yan birayek me dilê me diêşîne, (2) gava em ji ber problemên di zewaca xwe de aciz dibin û (3) gava em ji ber qisûrên xwe cesareta xwe winda dikin, gerek em li ber xwe bidin ku em bi dilsozî ji Yehowa re xizmet bikin. w24.03 14 par. 1-2

Roja Çarşemê, 24 Îlon

Em li gor tiştê ku em gihîştinê pêşve herin (Filîpî 3:16).

Carinan, tuyê serpêhatiyên xwişk û birayên ku xizmeta xwe berfirehtir kiriye, bibihîzî. Hin ji wan belkî çûne Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê yan mala xwe bar kiriye û çûne cihekî ku li wê derê mizgînvan hindik in. Gelo tu jî dikarî ji xwe re hedefeke wisa deynî? Gelek xizmetkarên Yehowa hazir in ku xizmeta xwe berfirehtir bikin (Karên Şandiyan 16:9). Lê eger ev yek ji bo te ne mumkin be jî, xwe ji kesên ku dikarin vêya bikin, nizmtir nebîne. Tiştê herî muhîm ev e ku tu heta dawiyê dilsoz bimînî (Meta 10:22). Lazim e ku tu li gor şert û mercên xwe ji Yehowa re xizmet bikî û bi vî awayî bi dewamî li pey Îsa Mesîh herî (Zebûr 26:1). w24.03 10 par. 11

Roja Pêncşemê, 25 Îlon

Hemû sûcên me bihûrt (Kolosî 2:13).

Bavê meyî ezmanî soz daye ku eger em tobe bikin, ewê me efû bike (Zebûr 86:5). Loma, eger em ji gunehên xwe yên berê ji dil poşman bûne, em dikarin bawer bin ku wî em efû kirine. Ji bîr neke ku Yehowa her tim terazdar e. Ew tu caran tiştên ku qeweta me nagihîje ku em wan bikin, ji me naxwaze. Gava em bi dil û can ji wî re xizmet dikin, ew şikirdar e. Wekî din, bala xwe bide mîsalên xizmetkarên Yehowa yên berê. Mesela, Pawlosê şandî bi gelek salan xîretkêş bû, gelek rêwîtî kirin û gelek civat ava kirin. Lê gava şertên wî hatin guhertin û wî êdî nikaribû mizgîniyê wek berê belav bike, gelo Yehowa li wî çawa dinêrî? Pawlos bi dewamî çi ji destê wî dihat dikir, û Yehowa ew bibereket dikir û ji wî razî bû (Karên Şandiyan 28:30, 31). Eynî wisa, carinan şertên me jî dikarin bên guhertin, û em êdî nikarin ji Yehowa re wek berê xizmet bikin. Lê ji bo Yehowa, tiştê muhîm ev e ku em bi çi niyetê ji wî re xizmet dikin. w24.03 27 par. 7, 9

Roja Înê, 26 Îlon

Serê sibehê, wexta ku hê tarî bû, Îsa rabû û çû cihekî tenha, û dest pê kir ku dua bike (Marqos 1:35, NWT).

Bi destê duayên xwe yên ji Yehowa re, Îsa Mesîh mîsaleke baş ji şagirtên xwe re hişt. Wî gelek caran dua dikir. Ji ber ku ew pir mijûl bû û gelek mirov dihatin cem wî û diçûn, lazim bû ku ew ji bo duakirinê wextê veqetîne (Marqos 6:31, 45, 46). Mesela, ew serê sibehê zû radibû, da ku bi tena serê xwe dua bike. Carekê, berî ku wî qerareke muhîm da, wî temamiya şevê bi duakirinê derbas kir (Lûqa 6:12, 13). Wekî din, di şeva berî mirina xwe de, Îsa Mesîh ji bo ku bikaribe qismê herî zehmet ê wezîfeya xwe bîne cih, gelek caran dua dikir (Meta 26:39, 42, 44). Mîsala Îsa Mesîh nîşan dide ku çi qas karên me hebin jî, gerek em ji bo duakirinê demê veqetînin. Wek Îsa Mesîh, em jî dikarin ji bo duakirinê fersendan peyda bikin. Mesela, em dikarin serê sibehê hinekî zûtir rabin yan jî berî razanê hinekî zêdetir hişyar bimînin. Bi van awayan, em dikarin ji Yehowa re nîşan bidin ku em qîmeta duayê dizanin. w23.05 3 par. 4-5

Roja Şemiyê, 27 Îlon

Hezkirina Xwedê bi destê ruhê pîroz, ê ku ji me re hatiye dayîn, ketiye dilê me (Romayî 5:5, NWT).

Wek ava çemekî, hezkirina Xwedê “rijiyaye dilê” kesên hilbijartî. Ew emîn in ku ew ji aliyê Yehowa ve “tên hezkirin” (Cihûda 1). Yûhenayê şandî bi van gotinan behsa hîsên wan kir: “Binêrin, Bav çiqas ji me hez kir ku em zarokên Xwedê bên gazîkirin!” (1. Yûhena 3:1). Gelo Yehowa tenê ji kesên hilbijartî hez dike? Na. Yehowa îsbat kiriye ku ew ji me hemûyan hez dike. Îsbata herî mezin a hezkirina Yehowa Xwedê çi ye? Helbet fîdye! Bi destê fîdyeyê, Yehowa nîşan da ku ew ji me çi qas hez dike (Yûhena 3:16; Romayî 5:8). w24.01 28 par. 9-10

Roja Yekşemê, 28 Îlon

Roja ez bang bikim, dijminên min, wê bi şûn ve vekişin. Ez dizanim, Xwedê ji alî min e (Zebûr 56:9).

Ayeta îroyîn bala me dikişîne ser vê yekê ku çi alî Dawid kir ku ew ji tirsên xwe xelas bibe. Canê wî her çi qas di talûkeyê de bû jî, wî anî ber çavê xwe ku di pêşerojê de, Yehowa wê ji bo wî çi bike. Dawid dizanibû ku di wexta rast de, Yehowa wê wî xelas bike. Jixwe, Yehowa gotibû ku Dawid wê bibe padîşahê Îsraîlê (1. Samûyêl 16:1, 13). Dawid emîn bû ku her soza Yehowa wê bê cih. Gelo Yehowa çi soz daye me? Em helbet dizanin ku îro, Yehowa hemû tengasiyan ji me dûr naxe. Lê belê, wî soz daye ku li dinyaya nû, ewê me ji wan hemûyan xelas bike (Îşaya 25:7-9). Em emîn in ku wê demê, Xwedê wê miriyan rake, me ji nexweşiyan qenc bike û muxalefetê ji holê rake (1. Yûhena 4:4). w24.01 6 par. 12-13

Roja Duşemê, 29 Îlon

Xwezî li mirovê ku serîhildana wî hatiye efû kirin, gunehên wî hatine nuxumandin! (Zebûr 32:1, KP).

Li ser sonda xwedayînê û li ser binavbûna xwe kûr bifikire. Te ev gav avêtin, çimkî te dixwest li aliyê Yehowa bisekinî. Gelo çi alî te kiriye ku tu bawer bikî ku te heqîqet dîtiye? Te Yehowa Xwedê rind nas kir, qedrê wî girt û ji wî hez kir. Baweriya te xurttir bû û te ji gunehên xwe tobe kir. Te dev ji adet û kirinên şaş berda û jiyana xwe li gor daxwaza Xwedê serrast kir. Û ji ber ku Xwedê tu efû kirî, dilê te rihet bû (Zebûr 32:2). Tu çûyî civînan û te ji kesên din re behsa rastiyên Kitêba Pîroz kir. Niha, tu wek xizmetkarekî Xwedê yê binavbûyî li ser rêya ku dibe jiyanê dimeşî û xîret dikî ku ji vê rêyê dernekevî (Meta 7:13, 14). Em dixwazin ji Yehowa re amin û sadiq bimînin û guh bidin qanûnên wî. w23.07 17 par. 14; 19 par. 19

Roja Sêşemê, 30 Îlon

Xwedê dilsoz e û destûrê nade ku hûn ji karîna xwe zêdetir bên ceribandin. Lê belê ji bo ku hûn bikarin ragirin, ewê bi ceribandinê re riya jêderketinê jî pêk bîne (1. Korîntî 10:13).

Ji bo ku tu bikarî li hemberî ceribandinan dilsoz bimînî, bîne bîra xwe ku te çawa di duaya xwe de soz dabû Yehowa ku tu êdî aîdî wî yî. Mesela, gelo teyê îzin bidaya ku dilê te biketa kesekî zewicî? Helbet na, çimkî te jixwe qerar dabû ku tuyê tiştekî wisa nekî. Eger tu îzin nedî ku xwestinên xerab bikevin dilê te, wê ne lazim be ku tu xwestinên wisa ji dilê xwe derxî. Tuyê guh bidî vê şîretê: “Di rêçika xeraban de nemeşe. Xwe jê dûr bixe, ji riya wî derbas nebe, jê bizivire” (Methelokên Silêman 4:14, 15, Mizgînî). Bîne bîra xwe ku Îsa Mesîh dixwest di her tiştî de dilê Bavê xwe xweş bike. Mîna wî, her tiştê ku dikare dilê Xwedê biêşîne, red bike (Meta 4:10; Yûhena 8:29). Wexta ku tu rastî tengasî û ceribandinan têyî, tu dikarî nîşan bidî ku tu ji dil dixwazî bi dewamî li pey Îsa Mesîh herî. Her ku tu li pey wî diçî, bawer be ku Yehowa wê alî te bike. w24.03 9-10 par. 8-10

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne