KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • es25 r. 77-87
  • Tebax

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Tebax
  • Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
  • Sernivîs
  • Roja Înê, 1 Tebax
  • Roja Şemiyê, 2 Tebax
  • Roja Yekşemê, 3 Tebax
  • Roja Duşemê, 4 Tebax
  • Roja Sêşemê, 5 Tebax
  • Roja Çarşemê, 6 Tebax
  • Roja Pêncşemê, 7 Tebax
  • Roja Înê, 8 Tebax
  • Roja Şemiyê, 9 Tebax
  • Roja Yekşemê, 10 Tebax
  • Roja Duşemê, 11 Tebax
  • Roja Sêşemê, 12 Tebax
  • Roja Çarşemê, 13 Tebax
  • Roja Pêncşemê, 14 Tebax
  • Roja Înê, 15 Tebax
  • Roja Şemiyê, 16 Tebax
  • Roja Yekşemê, 17 Tebax
  • Roja Duşemê, 18 Tebax
  • Roja Sêşemê, 19 Tebax
  • Roja Çarşemê, 20 Tebax
  • Roja Pêncşemê, 21 Tebax
  • Roja Înê, 22 Tebax
  • Roja Şemiyê, 23 Tebax
  • Roja Yekşemê, 24 Tebax
  • Roja Duşemê, 25 Tebax
  • Roja Sêşemê, 26 Tebax
  • Roja Çarşemê, 27 Tebax
  • Roja Pêncşemê, 28 Tebax
  • Roja Înê, 29 Tebax
  • Roja Şemiyê, 30 Tebax
  • Roja Yekşemê, 31 Tebax
Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
es25 r. 77-87

Tebax

Roja Înê, 1 Tebax

Pirr gellek in derdê rastan, belê Xudan wan xelas dike ji hemûyan (Zebûr 34:19).

Di ayeta îroyîn de, du fikrên muhîm derdikevin pêş: (1) Derdên kesên rast gelek in. (2) Yehowa me ji hemû tengasiyan xelas dike. Gelo Yehowa çawa me xelas dike? Mesela, Yehowa alî me dike ku em li ser jiyana di vê sîstemê de bi awayekî maqûl bifikirin. Wî soz daye ku emê di xizmeta wî de şa bin, lê wî soz nedaye ku emê jiyaneke bêkul û derd derbas bikin (Îşaya 66:14). Xwedê dilê me xurt dike ku em bala xwe bidin pêşerojê. Di demeke nêzîk de, emê heta hetayê dilxweş bin (2. Korîntî 4:16-18). Lê îro, ew alî me dike ku em her roj ji wî re xizmetê bikin (Lawijên Yêremya 3:22-24). Em dikarin ji serpêhatiyên xizmetkarên Yehowa yên berê û yên îro çi bielimin? Em dikarin ji nişka ve rastî probleman bên. Lê eger em xwe bispêrin Yehowa, ewê tim alî me bike (Zebûr 55:22). w23.04 14-15 par. 3-4

Roja Şemiyê, 2 Tebax

Bila her kes guhdariya kesên ku hukim dajon, bike (Romayî 13:1, NWT).

Em dikarin ji Ûsiv û Meryemê bielimin. Her çi qas zehmet bû jî, ew hazir bûn ku guh bidin qanûnên dewletê (Lûqa 2:1-6). Gava Meryem di hemlebûna xwe de nêzîkî neh mehan bû, ew û Ûsiv rastî ceribandinekê hatin. Awgûstosê ku hukimdarê Împaratoriya Romayê bû qanûn derxist ku gerek her kes ji bo qeydkirinê here bajarê xwe. Ji bo vê yekê, Ûsiv û Meryemê rêyeke 150 kîlometreyî da ber xwe û çûn Beytlehemê. Ev rêya dûr û dirêj bi xisûsî ji bo Meryemê gelek zehmet bû. Belkî wan ji bo saxî û selametiya Meryemê û zarokê nebûyî xem dixwar. Eger sancî bihata wê, wanê çi bikira? Mesîhê sozdayî wê ji Meryemê bihata dinyayê. Ma wan ev yek ji xwe re kir sebeb ku guh nedin hukûmetê? Her çi qas xemên Ûsiv û Meryemê hebûn jî, wan dîsa jî guh da qanûnê. Yehowa îtaeta wan bibereket kir. Meryem sax û selamet gihîşt Beytlehemê, wê kurê xwe bi saxlemî anî dinyayê û bi saya vê yekê piştgiriya bicihanîna soz û wehdeke Kitêba Pîroz kir! (Mîka 5:2). w23.10 8 par. 9, 11; 9 par. 12

Roja Yekşemê, 3 Tebax

Cesaretê bidin hevdû (Îbranî 10:25).

Gelo tu ditirsî yan şerm dikî ku li civînan cewaban bidî? Belkî tu dikarî xwe rind hazir bikî (Methelokên Silêman 21:5). Tu her çi qas baş haziriyê bikî, wê ew qas li te hêsantir bê ku tu cewaban bidî. Wekî din, bila cewabên te kin bin (Methelokên Silêman 15:23; 17:27). Cewabeke kin wê alî te bike ku tu zêde li ber xwe nekevî. Eger tu bersivên kin bi peyvên xwe bibêjî, tuyê nîşan bidî ku te xwe rind hazir kiriye û ji mijarê baş fehm kiriye. Belkî te xîret kiriye ku li gor hin ji van pêşniyaran cewaban bidî. Lê dîsa jî, belkî li te zor tê ku tu yek yan du cewaban bidî. Tu dikarî bawer bî ku Yehowa gelek qîmetê dide xîreta te (Lûqa 21:1-4). Ew tiştekî zêdeyî qeweta me ji me naxwaze (Filîpî 4:5). Pêşî bifikire ku tu dikarî çi bikî. Paşê ji xwe re hedefekê deyne û ji bo dilrihetiyê dua bike. Mesela, tu dikarî ji xwe re bikî hedef ku tu di her civînekê de cewabeke kin bidî. w23.04 21 par. 6-8

Roja Duşemê, 4 Tebax

Zirxê … û kumzirxê … bidin serê xwe (1. Selanîkî 5:8).

Pawlosê şandî em şibandin leşkerên ku çekên xwe li xwe kirine û ji bo şer hazir in. Di dema şer de, ji leşkeran tê xwestin ku ew her gav ji bo şer hazir bin. Rewşa me jî mîna vê yekê ye. Gava em zirxê bawerî û hezkirinê li xwe dikin û kumzirxê hêviya xelasiyê didin serê xwe, em xwe ji bo roja Yehowa amade dikin. Çawa ku zirx dilê leşkerekî diparast, bawerî û hezkirin jî dilê meyî mecazî diparêzin. Ew alî me dikin ku em her gav ji Xwedê re xizmetê bikin û li ser rêya Îsa Mesîh bimeşin. Bi saya baweriyê, em dizanin ku Yehowa wê kesên ku bi dil û can dixwazin nêzîkî wî bibin, xelat bike (Îbranî 11:6). Bawerî dilê me xurt dike ku em di rojên dijwar de ji rêberê xwe Îsa Mesîh re sadiq bimînin. Gelek xwişk û birayên me li hemberî zilmê û problemên madî dilrast dimînin. Mîsalên wan dikarin alî me bikin ku em baweriya xwe ava bikin, da ku em li hemberî zehmetiyên jiyanê bi ser bikevin. Wekî din, hinek xwişk û birayan jiyana xwe wisa eyar kiriye ku ew bikarin berî her tiştî bala xwe bidin îşên Padîşahiya Xwedê. Em dikarin wan ji xwe re mîsal bigirin, da ku em nekevin dafika hezkirina mal û milk. w23.06 10 par. 8-9

Roja Sêşemê, 5 Tebax

Kesê … ku li ewran dinêre, wê neçine (Waiz 11:4, Mizgînî).

Xwegirtin tê maneya ku kesek hîs û kirinên xwe kontrol dike. Ji bo ku em bigihîjin hedefên xwe – bi xisûsî eger hedefa me zehmet be yan jî eger xwestina me tune be – ji me re xwegirtin lazim e. Ji bîr neke, xwegirtin yek ji sifetên berê ruhê pîroz e. Loma ji bo ruhê pîroz dua bike, da ku tu bikarî vî sifetê muhîm bi pêş bixî (Lûqa 11:13; Galatî 5:22, 23). Li benda şert û mercên bêqisûr nemîne. Di vê dinyayê de, dibe ku şert û mercên bêqisûr tu caran çênebin. Eger em li hêviya wan bimînin, belkî em qet negihîjin hedefa xwe. Hin caran xwestina me tune ye, çimkî dibe ku gihîştina hedefa me zehmet xuya dike. Eger halê te wisa be, ma tu nikarî bi gavên biçûk dest pê bikî? Eger hedefa te ev be ku tu sifetekî xwe bi pêş bixî, xîret bike ku tu di tiştên biçûk de jî vî sifetî nîşan bidî. Eger hedefa te ev be ku tu temamiya Kitêba Pîroz bixwînî, tu dikarî bi qismên biçûk dest pê bikî. w23.05 29 par. 11-13

Roja Çarşemê, 6 Tebax

Riya rastan wekî ronahiya berbangê ye ku heta nîvro her diçe ronahiyê dide (Methelokên Silêman 4:18, Mizgînî).

Yehowa bi destê teşkîlata xwe sifreyeke têr û tije ya xwarina ruhî hazir kiriye. Ev xwarina ruhî alî me dike ku em tim li ser “Riya Pîroz” bimînin (Îşaya 35:8; 48:17; 60:17). Her kesê ku dest bi kursa Kitêba Pîroz dike, fersend dikeve destê wî ku ew li ser “Riya Pîroz” bimeşe. Hinek kes tenê ji bo wexteke kin li ser vê riyê dimeşin û paşê dev jê berdidin. Hinek kes jî heta ku bigihîjin hedefa xwe bi dil û can dixwazin li ser vê riyê bimînin. Gelo hedefa wan çi ye? Ji bo kesên hilbijartî, “Riya Pîroz” wan dibe “bihişta Xwedê” ya li ezmanan (Peyxam 2:7). Ji bo kesên ku hêvî dikin ku heta hetayê li dinyayê bijîn, ev rê wê wan di dawiya 1.000 salî bigihîne bêqisûriyê. Eger tu li ser vê riyê dimeşî, li paş xwe mêze neke. Heta ku tu di vê rêwîtiya xwe de bigihîjî dinyaya nû, riya xwe şaş neke! w23.05 17 par. 15-16; 19 par. 17-18

Roja Pêncşemê, 7 Tebax

Em hez dikin, çimkî pêşî wî ji me hez kir (1. Yûhena 4:19).

Gava tu li ser tiştên ku Yehowa ji bo te kirine difikirî, daxwaza te xurttir dibe ku jiyana xwe bidî destê wî (Zebûr 116:12-14). Kitêba Pîroz dibêje ku “her dayîna qenc û her diyariya bêkêmahî” ji Yehowa tê (Aqûb 1:17). Hediyeya herî mezin û biqîmet, qurbana kurê wî Îsa Mesîh e. Ka li ser vê hediyeya mezin bifikire: Bi saya fîdyeyê, tu dikarî bibî dostê Yehowa û heta bi hetayê bijî (1. Yûhena 4:9, 10). Rêya herî baş ku tu şikirdariya xwe nîşan bidî ev e ku tu jiyana xwe bidî destê Yehowa (5. Mûsa 16:17; 2. Korîntî 5:15). w24.03 5 par. 8

Roja Înê, 8 Tebax

Yê ku di rêya rast de dimeşe, ji XUDAN ditirse (Methelokên Silêman 14:2).

Li vê dinyayê, bêexlaqiya însanan her ku diçe zêde dibe. Loma, em jî wek Lût hîs dikin. Ew “bi jiyana nepak a neheqan xemgîn bûbû”, çimkî wî dizanibû ku Xwedê ji xerabiya wan nefret dike (2. Petrûs 2:7, 8). Ji tirs û hezkirina Xwedê, Lût nediket ber bayê kesên bêexlaq. Îro jî, gelek însan qedrê qanûnên Xwedê yên li ser exlaqê nagirin. Dîsa jî, eger tirs û hezkirina Xwedê di dilê me de hebe, emê bikarin ji aliyê exlaqê ve pak bimînin. Yehowa bi destê kitêba Methelokên Silêman alî me dike ku em hem ji Xwedê bitirsin hem jî ji wî hez bikin. Em çend salî bin jî, em gişt dikarin ji şîretên vê kitêbê feydeyê bibînin. Eger em ji Yehowa Xwedê bitirsin, emê nebin hevalê kesên ku tiştên xerab dikin. w23.06 20 par. 1-2; 21 par. 5

Roja Şemiyê, 9 Tebax

Eger yek ji we bixwaze li pey min were, gerek ew êdî ne ji bo xwe bijî. Gerek ew her roj darê xweyî îşkenceyê hilgire û bi dewamî li pey min were (Lûqa 9:23, NWT).

Ji bo xatirê Hukimdariya Xwedê, dibe ku te ji aliyê madî ve fedakarî kiriye yan li hemberî muxalefeta malbata xwe sebir kiriye (Meta 6:33). Emîn be ku Yehowa dilsoziya te dibîne (Îbranî 6:10). Bi îhtimaleke mezin, te jî pêkhatina van gotinên Îsa Mesîh bi çavê xwe dîtiye: “Her kesê ku ji bo xatirê navê min û mizgînê, mal, yan xwişk, yan bira, yan dê, yan bav, yan zarok, yan erdê xwe hiştibe ewê niha di vê demê de 100 qat zêdetir mal, xwişk, bira, dê, zarok, erd bistîne û di eynî demê de zilmê bibîne, û di dinyaya nû de jiyana herheyî bistîne” (Marqos 10:29, 30, NWT). Belê, bereketên ku te standine bi rastî jî ji fedakariyên ku te kirine, mezintir in (Zebûr 37:4). w24.03 9 par. 5

Roja Yekşemê, 10 Tebax

Hevalekî baş her tim hez dike û di tengasiyê de wek bira ye (Methelokên Silêman 17:17, NWT).

Gava ku li Cihûstanê xelayeke giran çêbû, xwişk û birayên li civata li Entakyayê “biryar da ku her yek ji wan li gor karîna xwe alîkariyê ji bawermendên li Cihûstanê re bişîne” (Karên Şandiyan 11:27-30). Rê her çi qas pir dûr bû jî, xwişk û birayên li Entakyayê bi dil û can dixwest alîkariya wan bikin (1. Yûhena 3:17, 18). Îro, gava li derekê felaket çêdibe, em jî dikarin ji xwişk û birayên xwe re dilşewatiyê nîşan bidin û zû hereket bikin. Em dikarin ji rîspiyan bipirsin ka em çawa dikarin destekê bidin xwişk û birayan. Wekî din, em dikarin ji bo karê cîhanî bexşan bidin û ji bo kesên zerardîtî dua bikin. Dibe ku ji xwişk û birayan jî alîkarî lazim bibe ku ew hewcedariyên xwe yên esasî peyda bikin. Gava Padîşahê me Îsa Mesîh li ser mirovan hukim bide û bibîne ku em ji hev re dilşewatiyê nîşan didin, ewê me dawet bike ku em Padîşahiyê bi mîrasî bistînin (Meta 25:34-40). w23.07 4 par. 9-10; 6 par. 12

Roja Duşemê, 11 Tebax

Bila maqûliya we ji aliyê hemû mirovan ve bê dîtin (Filîpî 4:5, NWT).

Îsa Mesîh maqûliya Yehowa ji xwe re mînak digirt. Ew “tenê ji bo miyên windabûyî yên mala Îsraêl” hatibû şandin. Lê wî ji kesên din re jî bi maqûlî behsa xebera xêrê dikir. Carekê, jinikeke ne Îsraêlî ji wî lava kir ku bila ew keça wê, ya ku “ji destê cinan êşeke mezin” dikişand, qenc bike. Dilê Îsa Mesîh pê şewitî û wî keça wê qenc kir (Meta 15:21-28). Ka bala xwe bide mîsaleke din. Carekê, Îsa Mesîh gotibû: “Kî ku min … înkar bike, ez jî, ezê wî … înkar bikim” (Meta 10:33). Lê wî Petrûsê ku ew sê caran înkar kiribû, red nekir, çimkî Îsa Mesîh bawerî û poşmanbûna wî dît. Piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, wî xwe nîşanî Petrûs da û jê re got ku wî ew efû kiriye û jê hez dike (Lûqa 24:33, 34). Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh di her tiştî de maqûl in. Yehowa dixwaze ku em jî kesên maqûl bin. w23.07 21 par. 6-7

Roja Sêşemê, 12 Tebax

Êdî mirin wê nebe (Peyxam 21:4).

Gelo em çawa dikarin kesên din qanih bikin ku ev soza Xwedê wê rast derkeve? A yekê, Yehowa bi xwe vê sozê dide. Kitêba Peyxamê dibêje: “Yê li ser text rûniştibû got: ‘A vay, ez her tiştî nû dikim!’” Qewet, hîkmet û daxwaza Xwedê heye ku soza xwe pêk bîne. A diduyan, Yehowa dizane ku ew çi dibêje helbet eynî wisa dibe. Ji bo vê yekê, ew wisa xeber dide: “Ev peyvên ha dilsoz û rast in. … Her tişt çêbû!” A sisêyan, gava Yehowa dest bi tiştekî dike, ew wî tiştî bi serkeftî dibe serî. Gotina “ez Alfa û Omêga … me” vê yekê piştrast dike (Peyxam 21:6). Yehowa wê îsbat bike ku Îblîs derewkar û neserkeftî ye. Eger kesekî bibêje, “Ev gotin pir xweş e, lê tenê xewn û xeyal e”, ji wî re ayetên Peyxam 21:5 û 6an bixwîne û şîrove bike. Nîşan bide ku Yehowa wê her tim li ser soza xwe bisekine, çimkî wî îmzeya xwe avêtiye ser gotinên xwe (Îşaya 65:16). w23.11 7 par. 18-19

Roja Çarşemê, 13 Tebax

Ezê te bikim miletekî mezin (1. Mûsa 12:2, Mizgînî).

Gava Birahîm pêxember 75 salî bû û zarokê wî tune bû, Yehowa ev soz dabû wî. Gelo Birahîm bi çavê xwe dît ku ev soz çawa hat cih? Piştî ku ew di Çemê Firatê re derbas bû û 25 salan li hêviyê ma, Birahîm dît ku kurê wî Îshaq bi mucîze hat dinyayê. Û piştî 60 salên din, neviyên wî Esaw û Aqûb hatin dinyayê (Îbranî 6:15). Lê Birahîm qet nedît ku neviyên wî çawa bûn miletekî mezin û li Welatê Sozdayî cihwar bûn. Dîsa jî, Birahîm dilsoz ma û bû dostê Xwedê (Aqûb 2:23). Û gava Birahîm ji mirinê bê rakirin, ewê gelekî şa be ku hemû miletên dinyayê ji ber bawerî û dilsoziya wî hatin bibereketkirin! (1. Mûsa 22:18). Dersa ji bo me çi ye? Belkî em bi çavê xwe nabînin ku hemû sozên Yehowa bi temamî tên cih. Lê belê, eger em mîna Birahîm sebir bikin, em dikarin bawer bin ku Yehowa wê me hem niha hem jî di dinyaya nû de xelat bike (Marqos 10:29, 30). w23.08 24 par. 14

Roja Pêncşemê, 14 Tebax

Di rojên ku li XUDAN digeriya de Xwedê karê wî serfiraz kir (2. Dîrokan 26:5).

Ûzziya Padîşah di ciwaniya xwe de dilnizm bû. Ew “li XUDAN digeriya”. Di piraniya 68 salên emrê xwe de, wî bereketa Yehowa didît (2. Dîrokan 26:1-4). Ûzziya li hemberî gelek dijminên miletê Xwedê bi ser ket û parastina Orşelîmê xurttir kir (2. Dîrokan 26:6-15). Bê şik Ûzziya şikirdar bû ku ew bi alîkariya Xwedê serkeftî bû (Waiz 3:12, 13). Ji ber ku Ûzziya Padîşah bû, ji bo wî tiştekî normal bû ku fermanê bide kesên din. Ji ber vê yekê, belkî ew difikirî ku ew çi bixwaze dikare hema wisa jî bike. Rojekê, Ûzziya derbasî îbadetgehê bû û bi quretî xwest ku bixûrê li ser qurbangehê bişewitîne. Lê îzna padîşahan tune bû ku vê yekê bikin (2. Dîrokan 26:16-18). Serokkahîn Azarya xîret kir ku rê li ber wî bigire, lê belê Ûzziya pir hêrs ket. Mixabin, Ûzziya dilsoz nema û Yehowa ew bi cuzamê ceza kir (2. Dîrokan 26:19-21). Eger ew dilnizm bimaya, jiyana wî wê baştir bûya! w23.09 10 par. 9-10

Roja Înê, 15 Tebax

Kîfas ji yên ku li pey sinetbûnê diçin tirsiya … û ji wan veqetiya (Galatî 2:12).

Piştî ku ew bû xizmetkarekî Xwedê yê hilbijartî, Petrûsê şandî hê jî li hemberî qisûrên xwe micadele dikir. Piştî Mîladê di sala 36an de, Xwedê Petrûs şand cem Kornêlyosê ku ne Cihû bû. Li wê derê, Xwedê Kornêlyos bi ruhê xwe yê pîroz hilbijart. Bi vî şeklî, Petrûs fehm kir ku mirovên ji hemû miletan li ber çavê Xwedê yek in, û ew jî dikarin bibin xizmetkarên wî (Karên Şandiyan 10:34, 44, 45). Piştî vê, Petrûs bi mirovên ji miletên din jî xwarin dixwar. Berî hingê, Petrûs wê tiştekî wisa qet nekira. Lê belê, hin xizmetkarên Xwedê yên Cihû difikirîn ku gerek Cihû û xwişk û birayên ji miletên din bi hev re xwarinê nexwin. Gava hin ji wan Cihûyan hatin Entakyayê, Petrûs hew tevî xwişk û birayên ku ne Cihû bûn xwarin dixwar. Wî nedixwest xatir û qedrê xizmetkarên Xwedê yên Cihû bişikîne. Pawlosê şandî ev durûtiya wî dît û li pêş hemûyan şîret da wî (Galatî 2:13, 14). Tevî vê şaşiya giran jî, Petrûs dev ji xîreta xwe bernedida. w23.09 22 par. 8

Roja Şemiyê, 16 Tebax

[Xwedê wê] we li ser bingehê qayîm bike (1. Petrûs 5:10).

Rîspîno, ji xwe re bikin hedef ku bi dil û can û bi xîret şivantiya miyên Yehowa bikin. Eger tu xwe analîz bikî, tuyê belkî çend qisûr û kêmasiyên xwe bibînî, lê cesareta xwe winda neke. Ji bîr neke ku Efendiyê me Îsa Mesîh dilovan e û ewê alîkariya te bike ku tu bi pêş ve herî (1. Petrûs 2:3). Petrûsê şandî ji me re dibêje: ‘Xwedê bi xwe wê me nûvejen bike’, yanî ewê perwerdeya me temam bike. Wekî din, ewê me ‘xurt bike’. Carekê, Petrûs xwe hêjayî dîtina Îsa Mesîh nedît (Lûqa 5:8). Lê bi alîkariya Yehowa û Îsa Mesîh, Petrûs xîret dikir ku şagirtekî Îsa Mesîh bimîne. Di netîceyê de, Yehowa îzin da Petrûs ku ew bikeve “Padîşahiya herheyî ya Xudan û Xilaskarê me Îsa Mesîh” (2. Petrûs 1:11). Çi xelateke mezin! Wek Petrûs, eger tu dev ji xîreta xwe bernedî û rê bidî ku Yehowa te perwerde bike, tuyê jî xelata jiyana bêdawî bi dest bixî. Paşê tuyê bigihîjî hedefa baweriya xwe, yanî xelasiya xwe (1. Petrûs 1:9). w23.09 31 par. 16-17

Roja Yekşemê, 17 Tebax

Biperizin wî yê ku erd û ezman … afirandine (Peyxam 14:7).

Di demên berê de, di konê îbadetê de, tenê hewşek hebû. Ew meydaneke fireh bû û li dora wê çeper hebû. Li wir, kahînan wezîfeyên xwe dianîn cih. Li hewşê, qurbangeheke sifirîn hebû. Li ser vê qurbangeha mezin, qurbanên şewitandî dihatin pêşkêşkirin. Wekî din, berî ku kahînan dest bi xizmeta xwe ya pîroz dikir, wan li cem hewza sifirîn dest û lingên xwe dişûştin (2. Mûsa 30:17-20; 40:6-8). Îro, kesên hilbijartî, yanî birayên Îsa Mesîh, li dinyayê bi dilsozî li hewşa hundirîn a îbadetgeha ruhî xizmetê dikin. Hewza mezin tîne bîra wan û xizmetkarên Xwedê yên din ku gerek ew ji aliyê ruhî û exlaqî ve pak bimînin. Lê ferdên ‘elaleta mezin’ li ku derê îbadetê dikin? Yûhenayê şandî dît ku ew “li ber text” sekinî ne, yanî li hewşa derve. Li wê derê, ew “şev û roj” ji Xwedê re îbadetê dikin (Peyxam 7:9, 13-15). Em pir serbilind in ku di îbadetgeha ruhî de cihê me jî heye! w23.10 28 par. 15-16

Roja Duşemê, 18 Tebax

Ji ber soza ku Xwedê dabû wî, … baweriya wî sist nedibû (Romayî 4:20, NWT).

Yehowa bi destê rîspiyan hêz û cesaretê dide me (Îşaya 32:1, 2). Dema ku tu xemgîn dibî, xem û derdê xwe ji wan re bibêje. Alîkariya wan bi dil û can qebûl bike. Bi destê wan, Yehowa dikare te xurt bike. Hêviya me ya li gor Kitêba Pîroz ew e ku em heta hetayê li ceneta li ser rûyê erdê yan jî li Padîşahiya Ezmanan bijîn. Ev hêvî dikare dilê me xurt bike (Romayî 4:3, 18, 19). Hêviya me alî me dike ku em li hemberî zor û zehmetiyan li ber xwe bidin, xebera xêrê belav bikin û wezîfeyên di civatê de bînin cih (1. Selanîkî 1:3). Vê hêviyê hêz dida Pawlosê şandî jî. Ew “di tengahiyê de” bû, “heyirî” mabû, zilm lê hatibû kirin û “li erdê” hatibû xistin. Û carinan jiyana wî diket talûkeyê (2. Korîntî 4:8-10). Pawlos bala xwe dida hêviya xwe. Vê yekê hêz dida wî ku tehemul bike (2. Korîntî 4:16-18). Pawlos her tim berê xwe dida pêşeroja xwe, yanî hêviya xwe ya ji bo jiyana li ezmanan. Pawlos li ser vê hêviyê kûr difikirî. Ji ber vê yekê, ew “roj bi roj nûvejen” dibû. w23.10 15-16 par. 14-17

Roja Sêşemê, 19 Tebax

Xudan hêz dide gelê xwe, gelê xwe bi aştî pîroz dike! (Zebûr 29:11).

Gava ku tu dua dikî bifikire ka niha wexta rast e ku Yehowa daxwaza te bîne cih? Belkî em difikirin ku gerek em zû cewaba duayên xwe bistînin. Lê Yehowa di wexta rast de alî me dike (Îbranî 4:16). Eger em cewaba duayên xwe zû nestînin, belkî em difikirin ku Yehowa dibêje ‘Na’. Lê bi eslê xwe belkî cewaba wî ‘Ne niha’ ye. Mesela, birayekî ciwan ê ku nexweş bû ji Yehowa re dua kir û got ku ew dixwaze qenc bibe. Lê belê, halê wî baştir nedibû. Eger Yehowa ew bi mucîzeyekê qenc bikira, Îblîs dikaribû bigota ku ew birayê ciwan tenê ji bo vê qenciya Yehowa dilsoz maye (Eyûb 1:9-11; 2:4). Jixwe Yehowa ji bo qenckirina hemû nexweşiyan dem hilbijartiye (Îşaya 33:24; Peyxam 21:3, 4). Heta wê rojê, em nikarin li hêviya mucîzeyan bin. Loma birayê me dikare ji Yehowa qewet û dilrihetiyê bixwaze, da ku ew her gav sebir bike û bi dilsozî ji Xwedê re xizmetê bike. w23.11 24 par. 13

Roja Çarşemê, 20 Tebax

Ew li gor sûcên me bi me re nade û nastîne, li gor sûcdariya me heyfê ji me hilnayne (Zebûr 103:10).

Şîmşon şaşiyeke giran kir, lê dîsa jî dev ji xizmeta Yehowa berneda. Ew li fersendê digeriya ku li dijî Filîstiyan şer bike, çimkî Yehowa ev wezîfe dabû wî (Serweran 16:28-30). Şîmşon ji Yehowa lava kir ku ew wî xurt bike, da ku ew ji Filîstiyan heyfa xwe bistîne. Yehowa duaya wî qebûl kir û hêzeke mezin da wî. Di netîceyê de, Şîmşon vê carê ji berê zêdetir Filîstî kuştin. Şîmşon her çi qas ji ber şaşiya xwe pir êş û elem kişand jî, wî dev ji xîreta xwe berneda ku li gor daxwaza Yehowa hereket bike. Eger em şaşiyekê bikin û bên terbiyekirin yan jî îmtiyazeke xwe winda bikin, gerek em dev ji xizmeta Yehowa bernedin. Ji bîr nekin, Yehowa hazir e ku me efû bike (Zebûr 103:8, 9). Tevî şaşiyên me, mîna Şîmşon, Yehowa dikare qewetê bide me ku em daxwaza wî pêk bînin. w23.09 6 par. 15-16

Roja Pêncşemê, 21 Tebax

Eger em sebir bikin, Xwedê wê ji me razî be, û razîbûna wî wê hêviyê bide me (Romayî 5:4, NWT).

Gava baweriya me tê ceribandin û em dilsoz dimînin, em razîbûna Yehowa qezenc dikin. Ev yek nayê maneya ku Yehowa bi tengasiyên me kêfxweş dibe. Li şûna vê, gava Yehowa dibîne ku em li ber xwe didin, ew bi me serbilind dibe. Çi şerefeke mezin! (Zebûr 5:12). Birahîm jî bi dilsozî tehemula tengasiyên xwe dikir û wisa dilê Yehowa xweş dikir. Yehowa ew wek dostê xwe bi nav kir û ew rastdar hesiband (1. Mûsa 15:6; Romayî 4:13, 22). Yehowa me jî wisa dibîne. Dilxweşkirina dilê Xwedê ne bi serkeftina xizmeta me ne jî bi îmtiyazên me ve girêdayî ye. Ev yek bi dilsoziya me ve girêdayî ye. Em çend salî bin, em di çi rewşê de bin yan jî huner û qabiliyetên me çi bin jî, em gişt dikarin sadiq bimînin. Gelo niha tu bi dilsozî tehemula tengasiyekê dikî? Eger wisa be, ji bîr neke, Xwedê ji te razî ye. Gava em dibînin ku Xwedê ji me razî ye, hêviya me zindîtir dibe. w23.12 11 par. 13-14

Roja Înê, 22 Tebax

Mêrxas be (1. Qiralan 2:2, Mizgînî).

Xeberdana baş ji bo şagirtên Îsa Mesîh hunereke pir muhîm e. Ji bo ku birayek hîs û fikrên kesên din baş fehm bike, gerek ew baş guhdarî bike (Methelokên Silêman 20:5). Ew dikare ji dengê kesekî, rûyê wî û dest û hereketên wî bielime ku niyeta dilê wî çi ye. Ji bo vê yekê, divê tu wexta xwe bi kesên din re derbas bikî. Eger tu ji bo xeberdanê her tim hacetên elektronîk, mesela wek mesaj û mailan bi kar tînî, ev yek dikare hunera te ya xeberdanê sist bike. Loma çareyekê bibîne ku tu rû bi rû bi kesên din re bipeyivî (2. Yûhena 12). Wekî din, gerek birayên gihîştî debara xwe û maliyên xwe bikin (1. Tîmotêyos 5:8). Loma, hunerên ku wê ji bo karê te bifeyde bin, bielime (Karên Şandiyan 18:2, 3; 20:34; Efesî 4:28). Di karê xwe de jîr û jêhatî be û karê xwe nîvî nehêle. Eger tu wisa bikî, tuyê bi hêsanî karekî bibînî û di wî karî de bimînî. w23.12 27 par. 12-13

Roja Şemiyê, 23 Tebax

Diz bi şev çawa tê, Roja Xudan wê wisa bê (1. Selanîkî 5:2).

Li gor Kitêba Pîroz, roja Yehowa tê maneya dema ku Yehowa wê dijminên xwe helak bike û qewmê xwe xelas bike. Di demên berê de, Yehowa car caran dijminên xwe ceza dikirin (Îşaya 13:1, 6; Hêzekîêl 13:5; Tsêfanya 1:8). Di dema me de, roja Yehowa wê bi hicûma li ser Babîla Mezin dest pê bike û bi şerê Harmegedonê xelas bibe. Ji bo ku em di roja Yehowa de sax bimînin, gerek em xwe ji niha ve hazir bikin. Îsa Mesîh bi eşkereyî gotibû ku gerek em her tim ji bo tengahiya mezin “amade bin” (Meta 24:21; Lûqa 12:40). Pawlosê şandî di nameya 1. Selanîkî de bi rêya mîsalan zelal kiribû ku xizmetkarên Xwedê çawa dikarin xwe ji bo roja hukmê Xwedê hazir bikin. Wê demê, Pawlos dizanibû ku roja Yehowa hê dûr e (2. Selanîkî 2:1-3). Lê dîsa jî, wî xwişk û bira teşwîq dikirin ku bila ew xwe hazir bikin wek ku ew roj wê sibê bê. Bila em jî li gor vê şîretê tevbigerin! w23.06 8 par. 1-2

Roja Yekşemê, 24 Tebax

Ey birayên min ên hezkirî, veneleqin, nelebte bin (1. Korîntî 15:58).

Di sala 1978an de, li Japonyayê li bajarê Tokyoyê avahiyeke 60 qatî hat lêkirin. Ji ber ku li wê derê gelek erdhej çêdibin, xelkê meraq dikir ku ev avahî wê çawa saxlem bimîne. Muhendîsan avahî wisa dan çêkirin ku ew bikaribe di dema erdhejê de qayîm bisekine. Xizmetkarên Xwedê mîna vê avahiyê ne. Gelo ji çi aliyî ve? Xizmetkarên Xwedê gerek hem qayîm bimînin hem jî ji bo guhertinan hazir bin. Ew bi dilekî xurt û qayîm guh didin qanûn û standardên Yehowa. Ew gerek “hazir bin ku îtaet bikin” û li gor baweriya xwe hereket bikin. Ji aliyê din ve, lazim e ku em “maqûl” bin û hazir bin ku li gor rewşa nû bimeşin (Aqûb 3:17, NWT). Xizmetkarên Xwedê, yên ku hîn bûne ku maqûl bin, ji nêrînên pir hişk yan pir nerm dûr disekinin. w23.07 14 par. 1-2

Roja Duşemê, 25 Tebax

We ew nedîtiye, lê hûn ji wî hez dikin (1. Petrûs 1:8).

Îsa li hemberî ceribandinên Îblîs ji Yehowa re dilsoz ma û teklîfên Îblîs ku bêîtaetiyê bike, red kirin (Meta 4:1-11). Îblîs pir dixwest ku Îsa Mesîh guneh bike, da ku ew nikaribe fîdyeyê bide. Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, ew rastî gelek tengasiyên din jî hat. Mesela, dijminên wî zilm û zordarî lê dikir û dixwest wî bikujin (Lûqa 4:28, 29; 13:31). Lazim bû ku ew li hemberî kêmasiyên şagirtên xwe sebir bike (Marqos 9:33, 34). Wexta ku ew li ber mehkemeyê disekinî, mirovan îşkence li wî kir û qerfên xwe pê kirin. Paşê, ew wek sûcdarekî xerab bi awayekî pir zalim hat kuştin (Îbranî 12:1-3). Dawiya dawî, lazim bû ku ew xwe bi xwe – yanî bêyî ku Yehowa wî biparêze – li ber xwe bide (Meta 27:46). Xuya ye ku ji bo Îsa Mesîh qet ne hêsan bû ku fîdyeyê bide. Madem ku wî di oxira me de fedakariyeke ew qas mezin kir, ma ew hêjayî hezkirina me nîne? w24.01 10-11 par. 7-9

Roja Sêşemê, 26 Tebax

Yên ku bi lez dikevin wê muheqeq bikevin feqîriyê (Methelokên Silêman 21:5, NWT).

Sebirkirin alî me dike ku em ji kesên din re qenc bin û bi dîqat guh bidin xeberdana wan (Aqûb 1:19). Sebirkirin piştgiriya aştiyê dike. Eger sebra me tune be, emê di rewşeke zor de pir zû hereket bikin û gotinên tehl bibêjin. Lê eger em bêhnfireh bin, gava kesek dilê me biêşîne, emê zû nexeyidin. Li şûna ku em heyfa xwe hilînin, emê “li hember hev bîhnfireh bin” û hevdû efû bikin (Kolosî 3:12, 13). Wekî din, sebirkirin dikare alî me bike ku em qerarên baştir bidin. Li şûna ku em bi ecele qerarekê bidin, emê kûr lêkolîn bikin û paşê qerara herî baş bidin. Mesela, gava em ji xwe re li karekî digerin, belkî em teklîfa pêşîn zû qebûl dikin. Lê belê, eger em bisebir bin, emê bi têra xwe bifikirin. Ji xwe bipirse: “Karê min wê li ser malbata min û dostaniya min a bi Yehowa re çawa tesîr bike?” Sebirkirin dikare me ji qerarên nebaş biparêze. w23.08 22 par. 8-9

Roja Çarşemê, 27 Tebax

Di bedena xwe de ez qanûneke din dibînim, a ku li dijî qanûna hişê min micadele dike. Ev yek min dike girtiyê qanûna guneh, ya ku di bedena min de ye (Romayî 7:23, NWT).

Belkî tu ji ber kêmasiyên xwe aciz dibî. Wexta ku tu têyî ceribandin, bala xwe bide soza ku te di dema weqfbûnê de dabû Yehowa. Ev soz wê alî te bike ku tu dilsoz bimînî. Gelo çawa? Gava tu jiyana xwe didî destê Yehowa, tu dev ji daxwaz û hedefên ku ne li gor dilê Yehowa ne, berdidî (Meta 16:24). Loma, gava tu têyî ceribandin, ne lazim e ku tu dirêj dirêj bifikirî ka tuyê çi bikî. Te jixwe qerar daye ku tuyê ji Yehowa re dilsoz bimînî. Qerara te dişibe qerara Eyûb, ê ku li hemberî zehmetiyên giran wisa gotibû: “Ez dev ji dilrastiya xwe bernadim!” (Eyûb 27:5, NWT). w24.03 9 par. 6-7

Roja Pêncşemê, 28 Tebax

Xudan nêzikî wan hemûyan e, ku bang dikinê, ew yên ku, ji dil bang dikinê (Zebûr 145:18).

“Xwedayê aştî û hezkirinê” bi me re ye (2. Korîntî 13:11). Ew xema her yek ji me dixwe. Em emîn in ku “hezkirin dipêçe, dora yên ku xwe dispêrin Xudan” (Zebûr 32:10). Her ku em tînin ber çavê xwe ku ew ji me çi qas hez dike, em xwe nêzîktirî wî hîs dikin. Em dikarin bi serbestî dilê xwe ji wî re vekin û bibêjin ku em çi qas muhtacî hezkirina wî ne. Em dikarin jê re behsa hemû derdên xwe bikin û emîn bin ku ew ji halê me fehm dike û hazir e ku alî me jî bike (Zebûr 145:19). Çawa ku di rojeke sar de agir me germ dike, hezkirina Yehowa jî dilê me germ dike. Hezkirina Yehowa hem xurt e hem nerm e. Loma, bila em bi hezkirina Yehowa kêfxweş bin. Çawa ku ew ji me hez dike, bila em jî ji dil bibêjin: “Ez ji Xudan hez dikim” (Zebûr 116:1). w24.01 31 par. 19-20

Roja Înê, 29 Tebax

Min navê te ji wan re daye zanîn (Yûhena 17:26, NWT).

Îsa Mesîh ne tenê ji mirovan re digot ku navê Xwedê çi ye. Cihûyên ku Îsa Mesîh bi wan re xeber dida jixwe dizanibû ku navê Xwedê Yehowa ye. Lê belê, Îsa Mesîh “bi xwe ew da zanîn” (Yûhena 1:17, 18). Mesela, Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî nîşan didin ku Yehowa yekî dilrehm û dilovan e (2. Mûsa 34:5-7). Wexta ku Îsa Mesîh çîroka kurê windabûyî û bavê wî vegot, wî bala mirovan kişand ser van sifetên Xwedê. Di çîrokê de, gava bav kurê xweyî tobedar “hê ji dûr ve” dît, “ew bi lez ber bi wî ve çû û ew da ber singê xwe” û ew ji dil efû kir. Ev çîrok nîşanî me dide ku dilrehmî û dilovaniya Yehowa çi qas mezin e (Lûqa 15:11-32). Belê, Îsa Mesîh bi zelalî nîşan daye ku Bavê wî bi rastî yekî çawa ye. w24.02 10 par. 8-9

Roja Şemiyê, 30 Tebax

Bi teseliya ku em ji Xwedê distînin … dilê kesên din rihet bikin (2. Korîntî 1:4).

Yehowa di rojên reş û tarî de dilê me rihet dike. Mîna Yehowa, gelo em çawa dikarin li hemberî kesên din dilşewat bin û bêhna wan fireh bikin? Em dikarin sifetên ku bi teselîkirinê ve girêdayî ne di dilê xwe de hê zêdetir ava bikin. Ji bo ku em her û her “di ber dilê hev de werin”, çi dikare alî me bike ku em vê hezkirinê zindî bihêlin? (1. Selanîkî 4:18). Gerek em sifetên wek hevdilî, hezkirina biratiyê û dilovaniyê bi pêş bixin (Kolosî 3:12 û 1. Petrûs 3:8). Gava ev sifet bibin parçeyekî şexsiyeta me, emê ji dil bixwazin alîkariya kesên din bikin. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Çi di dilê mirov de heye, ew vê yekê dibêje. Mirovê qenc tiştên qenc dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên qenc ve tije ye” (Meta 12:34, 35, NWT). Belê, gava em di ber dilê xwişk û birayan de diçin, em nîşan didin ku em bi rastî ji wan hez dikin. w23.11 10 par. 10-11

Roja Yekşemê, 31 Tebax

Yên şehreza wê fêm bikin (Danîêl 12:10, Mizgînî).

Ji bo fehmkirina wehdên Kitêba Pîroz ji me re alîkarî lazim e. Bala xwe bide vê mîsalê: Tu diçî cihekî nenas, lê hevalekî te, yê ku wê derê baş nas dike, bi te re tê. Ew ji sedî sed dizane ku hûn tam li ku derê ne û rê ber bi ku ve diçe. Bê şik tu bi hatina hevalê xwe gelek memnûn î! Mîna vî hevalî, Yehowa jî dixwaze alî me bike. Ew rind dizane ku sibe û dusibe çi wê biqewime. Loma ji bo fehmkirina wehdên Kitêba Pîroz, gerek em bi dilnizmî ji Yehowa alîkariyê bixwazin (Danîêl 2:28; 2. Petrûs 1:19, 20). Mîna dê û bavekî qenc, Yehowa dixwaze ku zarokên wî bibin xwediyê pêşerojeke xweş û geş (Yêremya 29:11). Yehowa ji berê ve dikare bibêje ku li pêşerojê çi wê biqewime, û gotina wî tim rast derdikeve. Ji bo ku em bizanibin ku kîjan tiştên muhîm wê biqewimin, Xwedê wehdên xwe di Kitêba Pîroz de dane nivîsandin (Îşaya 46:10). w23.08 8-9 par. 3-4

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne