KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • es25 r. 67-77
  • Tîrmeh

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Tîrmeh
  • Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
  • Sernivîs
  • Roja Sêşemê, 1 Tîrmeh
  • Roja Çarşemê, 2 Tîrmeh
  • Roja Pêncşemê, 3 Tîrmeh
  • Roja Înê, 4 Tîrmeh
  • Roja Şemiyê, 5 Tîrmeh
  • Roja Yekşemê, 6 Tîrmeh
  • Roja Duşemê, 7 Tîrmeh
  • Roja Sêşemê, 8 Tîrmeh
  • Roja Çarşemê, 9 Tîrmeh
  • Roja Pêncşemê, 10 Tîrmeh
  • Roja Înê, 11 Tîrmeh
  • Roja Şemiyê, 12 Tîrmeh
  • Roja Yekşemê, 13 Tîrmeh
  • Roja Duşemê, 14 Tîrmeh
  • Roja Sêşemê, 15 Tîrmeh
  • Roja Çarşemê, 16 Tîrmeh
  • Roja Pêncşemê, 17 Tîrmeh
  • Roja Înê, 18 Tîrmeh
  • Roja Şemiyê, 19 Tîrmeh
  • Roja Yekşemê, 20 Tîrmeh
  • Roja Duşemê, 21 Tîrmeh
  • Roja Sêşemê, 22 Tîrmeh
  • Roja Çarşemê, 23 Tîrmeh
  • Roja Pêncşemê, 24 Tîrmeh
  • Roja Înê, 25 Tîrmeh
  • Roja Şemiyê, 26 Tîrmeh
  • Roja Yekşemê, 27 Tîrmeh
  • Roja Duşemê, 28 Tîrmeh
  • Roja Sêşemê, 29 Tîrmeh
  • Roja Çarşemê, 30 Tîrmeh
  • Roja Pêncşemê, 31 Tîrmeh
Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
es25 r. 67-77

Tîrmeh

Roja Sêşemê, 1 Tîrmeh

Îsa li welêt digeriya, tiştên qenc dikirin (Karên Şandiyan 10:38, NWT).

Îsa Mesîh bi gotin, kirin û mucîzeyên xwe fikir û hîsên Bavê xwe bi awayekî bêqisûr nîşan didan (Yûhena 14:9). Gelo em dikarin ji mucîzeyên Îsa Mesîh çi bielimin? Îsa Mesîh û Bavê wî ji dil ji me hez dikin. Gava Îsa Mesîh bi mucîzeyan êşa xelkê siviktir dikir, wî nîşan dida ku ew ji mirovan gelek hez dike. Carekê, du zilamên kor bi qîrîn û hawar ji Îsa Mesîh alîkarî xwest (Meta 20:30-34). Bala xwe bidê ku ewilî “dilê wî bi wan şewitî”, û paşê wî ew qenc kirin. Wekî din, dilşewatiya wî, ya ku nîşana hezkirina wî bû, dilê wî xurt dikir ku ew zikê kesên birçî têr bike û zilamekî bicuzam qenc bike (Meta 15:32; Marqos 1:41). Belê, Xwedayê ‘rehm û dilovaniyê’ û Kurê wî ji dil ji me hez dikin û gelekî xema me dixwin (Lûqa 1:78; 1. Petrûs 5:7). Yehowa û Îsa Mesîh bi hesreta wê rojê ne ku hemû kul û derdên mirovan çareser bikin! w23.04 3 par. 4-5

Roja Çarşemê, 2 Tîrmeh

Ey hûn hezkirên Xudan, nefret bikin ji xerabiyan. Canê dilsozên xwe ew diparêze, ew wan azad dike, ji destê xeraban (Zebûr 97:10).

Ji bo ku em nekevin bin tesîra fikrên xerab, ên ku li vê dinyaya Îblîs belav bûne, gerek em xîret bikin ku xwe biparêzin. Gava em Kitêba Pîroz dixwînin û li ser gotinên wê dihizirin, fikrên baş dikevin hiş û dilê me. Çûyîna civînan û belavkirina xebera xêrê jî dikarin fikrên me biparêzin. Û Yehowa soz dide ku emê ji qeweta xwe zêdetir neyên ceribandin (1. Korîntî 10:12, 13). Di van rojên dawîn ên zehmet de, ji bo ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin, gerek her yek ji me pir dua bike. Yehowa dixwaze ku ‘em dilê xwe li ber wî vekin’ (1. Samûyêl 1:15, Mizgînî). Pesnê Yehowa bide û ji bo hemû kirinên wî jê re şikir bike. Ji bo belavkirina xebera xêrê, cesaretê jê bixwaze. Ji bo ku tu bikarî li hemberî her problemeke xwe sebir bikî û di her cûreyê ceribandinê de dilsoz bimînî, ji Yehowa rica bike ku ew alî te bike. Bila tu tişt û tu kes rê li ber te negire ku tu her roj ji Yehowa re dua bikî. w23.05 7 par. 17-18

Roja Pêncşemê, 3 Tîrmeh

Em hay ji hev hebin … [û] hê zêdetir cesaretê bidin hevdû (Îbranî 10:24, 25).

Gelo em çima diçin civînan? Serê pêşîn, em pesnê Yehowa Xwedê didin (Zebûr 26:12; 111:1). Wekî din, em dixwazin di van rojên zehmet de dilê hevdû ava bikin (1. Selanîkî 5:11). Belê, gava em destê xwe bilind dikin û cewabekê didin, em pesnê Yehowa didin û dilê xwişk û birayan ava dikin. Lê belkî li me zor tê ku em cewaban bidin. Belkî em ditirsin yan şerm dikin ku cewabekê bidin. Belkî jî em ji dil dixwazin zêdetir cewaban bidin, lê dibe ku îdarevan gelek caran fersendê nede me. Di van rewşan de, gelo em dikarin çi bikin? Pawlosê şandî got ku gerek em “hê zêdetir cesaretê bidin hevdû”. Eger em fehm bikin ku em dikarin bi gotinên hêsan jî baweriya xwe bînin zimên û dilê guhdaran ava bikin, wê li me hêsantir bê ku em cewaban bidin. Û eger îdarevan bi qasî ku em dixwazin fersendê nede me, dîsa jî em dikarin şa bin, çimkî fersend wê bikeve destê kesên din ku ew cewaban bidin (1. Petrûs 3:8). w23.04 20 par. 1-3

Roja Înê, 4 Tîrmeh

Bila here Orşelîma Cihûdayê û Mala Xwedayê Îsraîl Xudan ji nû ve çêke (Esra 1:3, Mizgînî).

Dawiya dawîn, roja azadiyê hat: Piştî êsîriya 70 salî ya li Babîlê, padîşah îzin da Cihûyan ku ew vegerin welatê xwe (Esra 1:2-4). Tenê Yehowa dikaribû tiştekî ew qas mezin bike. Împaratoriya Babîlê êsîrên xwe bernedidan (Îşaya 14:4, 17). Lê rojekê, bajarê Babîlê ji aliyê hukimdarekî din ve hat bindestkirin. Wî îzin da Cihûyan ku ew vegerin welatê xwe. Îcar lazim bû ku her Cihûyek, bi xisûsî jî serên malbatan, qerarê bidin ka ew ji Babîlê derkevin yan li wê derê bimînin. Bi eslê xwe, ev qerar ne ew qas hêsan bû. Ji bo kesên kal û pîr, ev riya dûr û dirêj gelekî zehmet bû. Û ji ber ku piraniya Cihûyan li Babîlê hatibûn dinyayê, wan welatekî din nas nedikir. Ji bo wan, Îsraêl welatê bav û kalên wan bû. Hinek Cihû li Babîlê pir zengîn bûbûn. Loma, belkî ji bo wan zor û zehmet bû ku terka mal û milk û dikanên xwe bidin û li welatekî xerîb cihwar bibin. w23.05 14 par. 1-2

Roja Şemiyê, 5 Tîrmeh

Hazir bin (Meta 24:44, NWT).

Peyva Xwedê dilê me xurt dike ku em ji aliyê sebir, dilşewatî û hezkirina xwe ve hê zêdetir bi pêş ve herin. Lûqa 21:19 (KP) dibêje: “Hûn ê bi sebirkirinê canên xwe qezenc bikin!” 1. Petrûs 3:8 (KP) dibêje: “Hûn hemû … bi şewqet [dilşewat] … bin!” Û 1. Selanîkî 4:9, 10 dibêje: “Hûn bi xwe ji aliyê Xwedê ve hatine hînkirin, ku hûn ji hevdû hez bikin … em hêvî ji we dikin ku hûn di vê yekê de hê bêtir pêşve herin.” Ev ayet ji şagirtên Îsa Mesîh re hatibûn nivîsandin. Jixwe wan sebir, dilşewatî û hezkirina xwe îsbat kiribûn. Lê lazim bû ku ew van sifetan her tim bi pêş bixin. Gerek em jî eynî wisa bikin. Gelo mînaka wan çawa alî te dike ku tu ji aliyê van sifetan ve bi pêş ve herî û xwe ji bo tengasiya mezin hazir bikî? Paşê, gava tengasiya mezin dest pê bike, tecrûbeyên te yên sebirkirinê wê alî te bikin ku tu bi dewamî li ber xwe bidî. w23.07 2-3 par. 4, 8

Roja Yekşemê, 6 Tîrmeh

Wê li wir riyeke mezin hebe, wê jê re “Riya Pîroz” bêjin (Îşaya 35:8, Mizgînî).

Gerek em gişt – hem kesên hilbijartî hem jî ‘miyên din’ – li ser “Riya Pîroz” bimeşin. Rêveçûna li ser vê riyê alî me dike ku em tim ji Yehowa re îbadetê bikin û bigihîjin bereketên ku Xwedê wê bi destê hukimdariya xwe bide me (Yûhena 10:16). Ji sala 1919an ve, bi milyonan jin, mêr û zarok ji Babîla Mezin, yanî ji dînên sexte, derketine û derbasî vê riya mecazî bûne. Yehowa soz dabû Cihûyan ku gava ku ew ji Babîlê derkevin, ewê hemû astengan ji ser riya wan rake (Îşaya 57:14). Di dem û dewrana me de, em dikarin di heqê “Riya Pîroz” de çi bibêjin? Di sedsalên berî sala 1919an de, Yehowa bi destê zilamên dilsoz dest bi haziriya ji bo derketina ji Babîla Mezin kiribû (li Îşaya 40:3 jî binêre). Bi saya van xebatên ruhî, bingeh hatibû danîn ku mirovên dilpak paşê ji Babîla Mezin derkevin û tevî xizmetkarên Xwedê ji Yehowa re îbadetê bikin. w23.05 15-16 par. 8-9

Roja Duşemê, 7 Tîrmeh

Bi şahî biperizinê, bi lavijên şahî derkevin pêşberî wî! (Zebûr 100:2).

Yehowa dixwaze ku em bi dilxweşî û bi dilxwazî ji wî re xizmetê bikin (2. Korîntî 9:7). Gava xwestina me tune be, ma hewce ye ku em xîret bikin ku bigihîjin hedefa xwe? Ka bala xwe bide mîsala Pawlosê şandî. Wî got: “Ez cefayê didim bedena xwe û wê bindest dikim” (1. Korîntî 9:25-27). Pawlosê şandî, heta gava ne bi daxwaza dilê wî bûya jî, xwe mecbûr dikir ku ya rast bike. Gelo Yehowa ji xizmeta Pawlos razî bû? Bê şik, erê! Yehowa xîreta wî bibereket kir (2. Tîmotêyos 4:7, 8). Bi eynî awayî, eger daxwaza me tune be, lê em dîsa jî xîret bikin ku li ser hedefa xwe bixebitin, Yehowa wê ji me razî be. Ew dizane ku em ji hin îşan hez nakin, lê dîsa jî, ji ber ku em ji wî hez dikin, em van îşan dikin. Çawa ku Yehowa Pawlosê şandî bibereket kiribû, ewê xîreta me jî bibereket bike (Zebûr 126:5). Gava em dibînin ku Yehowa me bibereket dike, xwestina me zêde dibe. w23.05 29 par. 9-10

Roja Sêşemê, 8 Tîrmeh

Roja Xudan wê … bê (1. Selanîkî 5:2).

Pawlosê şandî kesên ku wê helak bibin şibandin kesên ku di xewê de ne. Ew nizanin ku li derdora wan çi çêdibe û wext çawa derbas dibe. Ji ber vê yekê, gava tiştekî muhîm çêdibe, ew pê nahesin û nikarin gavên lazim bavêjin. Îro, piraniya însanan bi awayekî mecazî di xewê de ne (Romayî 11:8). Ew naxwazin îsbatên ku em di rojên dawîn de dijîn û ku tengahiya mezin nêzîk e qebûl bikin (2. Petrûs 3:3, 4). Em ne mîna wan in. Em fehm dikin ku tembîha Xwedê ku gerek em hişyar bimînin her ku diçe muhîmtir dibe (1. Selanîkî 5:6). Loma gerek em sakîn bimînin û hişvekirî bin. Gelo çima? Ji bo ku em nekevin nav meseleyên siyasî yan civakî. Roja Yehowa her ku nêzîktir dibe, zehmettir dibe ku em bêteref bimînin. Dîsa jî, ne lazim e ku em xeman bixwin. Xwedê wê bi destê ruhê pîroz alî me bike ku em sakîn bimînin, da ku em qerarên baş bidin (Lûqa 12:11, 12). w23.06 10 par. 6-7

Roja Çarşemê, 9 Tîrmeh

Ya Xudan, XUDAN, ez lava dikim, min di bîra xwe de bîne … min xwurt bike (Serweran 16:28).

Gava tu navê Şîmşon dibihîzî, gelo çi tê bîra te? Bi îhtimaleke mezin, qeweta wî ya ecêb tê bîra te. Lê carekê Şîmşon ji ber qerareke nebaş êşeke pir mezin kişand. Dîsa jî, Yehowa bala xwe dida dilsoziya Şîmşon û serpêhatiya wî ji bo feydeya me daye nivîsandin. Yehowa bi destê Şîmşon ji bo miletê xwe, yanî ji bo Îsraêliyan îşên mezin dikirin. Bi sedsalan piştî mirina Şîmşon, Yehowa îlham da Pawlosê şandî ku navê Şîmşon di nav rêza zilamên bawermend de binivîse (Îbranî 11:32-34). Mîsala Şîmşon dikare qewetê bide me. Heta di rewşên zehmet de jî, wî xwe dispart Yehowa. Belê, mîsala Şîmşon dikare dilê me xurt bike. w23.09 2 par. 1-2

Roja Pêncşemê, 10 Tîrmeh

Bila daxwazên we … ji Xwedê re bên gotin (Filîpî 4:6).

Eger em gelek caran ji Yehowa re dua bikin û ji wî re behsa xem û derdên xwe bikin, emê bikaribin zêdetir sebir bikin (1. Selanîkî 5:17). Dibe ku xem û derdên te yên cidî niha tune bin. Lê dîsa jî, gava tu dilteng dibî, serê te tev li hev dibe yan li çareyekê digerî, gelo tu ji Yehowa alîkariyê dixwazî? Eger tu ji niha ve ji bo derdên biçûk ji Xwedê alîkariyê bixwazî, tuyê hîn bibî ku tu sibe û dusibe jî xwe bispêrî Yehowa. Bi vî awayî, tuyê tam emîn bibî ku ew rind dizane ku çawa û kengê alî te bike (Zebûr 27:1, 3). Eger em îro li hemberî problemên xwe sebir bikin, emê di tengasiya mezin de jî sebir bikin (Romayî 5:3). Gelek xwişk û bira dibêjin ku sebirkirina di rewşeke zehmet de alî wan dike ku ew li hemberî derdên din jî li ber xwe bidin. Sebra wan alî wan kiriye ku ew baweriya xwe qewîtir bikin, û emîn bin ku Yehowa her tim hazir e ku destê alîkariyê dirêjî wan bike. Ev bawerî alî wan dike ku ew li hemberî problemên din jî bi ser bikevin (Aqûb 1:2-4). w23.07 3 par. 7-8

Roja Înê, 11 Tîrmeh

Ez xwesteka te qebûl dikim (1. Mûsa 19:21).

Ji ber ku Yehowa dilnizm û dilovan e, ew yekî maqûl e. Mesela, piştî ku Yehowa qerar da ku bajarê Sodomê wêran bike, dilnizmiya wî eşkere bû. Bi destê melekên xwe, Yehowa ji zilamekî qenc ê bi navê Lût re got ku bila ew bireve çiyê. Lê, Lût ditirsiya ku here wê derê. Loma, wî ji Yehowa rica kir ku bila ew îznê bide wî û malbata wî ku ew herin bajarê Soarê, lê Yehowa qerar dabû ku wî bajarê biçûk jî hilweşîne. Yehowa dikaribû ji Lût re bigota ku gerek ew tam li gor rêberiya wî bimeşe. Li şûna vê yekê, Yehowa daxwaza Lût qebûl kir û bajarê Soarê wêran nekir (1. Mûsa 19:18-22). Piştî çend sedsalan, Yehowa dilrehmiya xwe nîşanî xelkê Nînewayê da. Wî bi destê Ûnis pêxember îlan kir ku ewê wî bajarî û mirovên xerab helak bike. Lê gava wan tobe kir, Yehowa li wan hat rehmê û bajarê wan wêran nekir (Yûnis 3:1, 10; 4:10, 11). w23.07 21 par. 5

Roja Şemiyê, 12 Tîrmeh

[Yoaş] kuştin û ew … di gorên qiralan de binax nekirin (2. Dîrokan 24:25).

Em dikarin ji mîsala Yoaş çi bielimin? Çawa ku dareke bêkok hewceyî destekê ye, da ku neqelibe, Yoaş jî hewceyî destekê bû, da ku li ser lingan bisekine. Gava Yehoyada, yê ku destek dida wî, jiyana xwe ji dest da, Yoaş ket ber bayê kesên ku ji rêya Xwedê derketibûn. Mînaka wî nîşanî me dide ku gerek em ne ji bo xatirê malbata xwe ne jî ji bo xatirê xwişk û birayan, lê ji ber ku em ji Yehowa hez dikin jê bitirsin. Ji bo ku îmana me qewî bimîne, gerek em bi xwe hezkirin û tirsa Xwedê di dilê xwe de ava bikin. Ji bo vê yekê, lazim e ku em her tim lêkolîna şexsî bikin, li ser tiştên ku dixwînin kûr bifikirin û dua bikin (Yêremya 17:7, 8; Kolosî 2:6, 7). Bi rastî Yehowa tiştên gelek zehmet ji me naxwaze. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ji Xwedê bitirse û emrên wî bigire, wezîfeya hemû mirovan ev e” (Waiz 12:13, Mizgînî). Bi saya tirsa Xwedê, em dikarin li hemberî îmtihanan li ser lingên xwe bisekinin û sadiq bimînin. Bi vî awayî, tu tişt nikare dostaniya me ya bi Yehowa re xera bike. w23.06 18-19 par. 17-19

Roja Yekşemê, 13 Tîrmeh

A vay, ez her tiştî nû dikim! (Peyxam 21:5, KP).

Ev soza Xwedê bi van gotinan dest pê dike: “Yê li ser text rûniştibû got” (Peyxam 21:5a, KP). Ev gotin biqîmet in, çimkî ev ji sê caran careke ku Yehowa bi xwe di kitêba Peyxamê de xeber dide. Yê ku ev soz daye ne melek ne jî Îsa Mesîh e, lê Yehowa bi xwe ye! Ev yek îsbat dike ku em dikarin ji rastiya gotinên ku wî piştre gotine, bawer bikin. Gelo çima? Ji ber ku Yehowa “derewan nake” (Tîtos 1:2). Ev yek nîşan dide ku gotinên ji Peyxam 21:5, 6 bi temamî hêjayî baweriya me ne. Ka bala xwe bide vê yekê ku Yehowa dibêje: “A vay”. Peyva Yûnanî, ya ku wek “a vay” hatiye tercûmekirin di kitêba Peyxamê de gelek caran hatiye bikaranîn. Dû re Xwedê got: “Ez her tiştî nû dikim!” Yehowa wê van guhertinan di pêşerojê de pêk bîne. Lê ji ber ku Xwedê dizane ku ev soza wî wê rast derkeve, ew wisa xeber dide tu dibêjî qey ew êdî hatiye cih (Îşaya 46:10). w23.11 3-4 par. 7-8

Roja Duşemê, 14 Tîrmeh

Ew derket derve û bi dilekî şewitî giriya (Meta 26:75, NWT).

Petrûsê şandî li hemberî qisûrên xwe micadele dikir. Mesela, Îsa Mesîh li ser xwe got ku li gor Nivîsarên Pîroz, ewê êşê bikişîne û bimire. Li ser vê yekê, Petrûs jê re got ku ev yek wê neyê serê wî (Marqos 8:31-33). Petrûs û şagirtên din gelek caran li ser pirsa ku di nav wan de yê herî mezin kî ye, minaqeşe dikir (Marqos 9:33, 34). Di şeva berî mirina Îsa Mesîh de, Petrûs bi hêrsokî hicûmî zilamekî kir û guhê wî jê kir (Yûhena 18:10). Di eynî şevê de, Petrûs ji ber tirsa mirovan sê caran got ku ew Îsa nas nake (Marqos 14:66-72). Ev yek bû sebeb ku Petrûs bi dilekî şikestî giriya. Îsa Mesîh dev ji şandiyê xwe yê dilşikestî bernedida. Piştî ku Îsa ji mirinê rabû, wî fersend da Petrûs ku ew hezkirina xwe nîşanî wî bide. Îsa ji Petrûs re got ku bila ew bi dilnizmî şivantiya miyên wî bike (Yûhena 21:15-17). Petrûs ev yek qebûl kir. Di roja Pentîkostê de, ew li Orşelîmê bû û di nav kesên pêşîn de bû ku bi ruhê pîroz hatin hilbijartin. w23.09 21-22 par. 6-7

Roja Sêşemê, 15 Tîrmeh

Şivantiya miyên min bike (Yûhena 21:16, NWT).

Petrûsê şandî ji rîspiyan re dibêje: “Şivantiya keriyê Xwedê … bikin” (1. Petrûs 5:1-4). Em dizanin ku rîspî ji xwişk û birayan hez dikin û dixwazin alî wan bikin. Lê car caran ji ber ku rîspî ew qas mijûl in yan westiyayî ne, ew difikirin ku ew nikarin vê wezîfeyê bînin cih. Rîspî dikarin çi bikin? Xem û derdên xwe ji Yehowa re bibêjin. Petrûs nivîsand: “Eger yek xizmetê dike, bila bi wê hêza ku Xwedê daye bike” (1. Petrûs 4:11). Problemên xwişk û birayên me di vê dinyayê de belkî bi temamî neyên çareserkirin. Lê ji bîr nekin ku ‘Serokşivanê me’ Îsa ji her kesî çêtir dikare alî wan bike. Ew hem îro hem jî di dinyaya nû de dikare vê yekê bike. Xwedê ji rîspiyan dixwaze ku ew ji xwişk û birayan hez bikin, şivantiya wan bikin û “ji bo kerî bibin mînak”. w23.09 29-30 par. 13-14

Roja Çarşemê, 16 Tîrmeh

Xudan dizane ku fikrên şehrezayan pûç in (1. Korîntî 3:20).

Gerek em nekevin bin tesîra fikrên mirovan. Eger em wek mirovên ku guh nadin qanûnên Yehowa bifikirin, dibe ku em dev ji Yehowa û qanûnên wî berdin (1. Korîntî 3:19). “Şehrezayiya vê dinyayê” gelek caran xwestekên bedenê derdixe pêş. Hinek xizmetkarên Xwedê yên li Pergama û Tiyatîrayê ketin bin tesîra kesên pûtperest û bêexlaq. Îsa Mesîh şîret da her du civatan, çimkî wan dihişt ku di nav wan de bêexlaqiya cinsî hebe (Peyxam 2:14, 20). Îro, nêrînên şaş ên vê dinyayê dikarin li ser me tesîr bikin. Belkî nas û merivên me ji me re dibêjin ku gerek em qanûnên Yehowa ew qas cidî negirin. Gelek caran ew dibêjin ku qanûnên Kitêba Pîroz yên li ser exlaqê kevn in û baştir e ku mirov li gor daxwaza dilê xwe hereket bike. Car caran, dibe ku em bifikirin ku rêberiya ku Yehowa dide me ne tam zelal e. Dibe ku em bên ceribandin ku em ji “tiştên ku hatine nivîsandin” derkevin (1. Korîntî 4:6, KP). w23.07 16 par. 10-11

Roja Pêncşemê, 17 Tîrmeh

Hevalekî baş her tim hez dike û di tengasiyê de wek bira ye (Methelokên Silêman 17:17).

Ji bo ku Meryema diya Îsa Mesîh daxwaza Yehowa bîne cih, qewet jê re lazim bû. Meryem hê azib bû, lê melek Cibrayîl jê re got ku ewê bihemle bibe. Îcar xeyal bike ku rewşa wê çi qas zor bû. Ji ber ku ew hê ne dê bû, tecrûbeya wê tune bû ku zarokan xwedî bike, lê gerek wê Mesîhê sozdayî mezin bikira. Wekî din, ew destgirtiya Ûsiv bû. Gelo Meryemê wê çawa jê re zelal bikira ku ew li hêviya zarokekî ye? (Lûqa 1:26-33). Gelo kê qewet da Meryemê? Wê ji kesên din alîkarî stand. Mesela, wê ji bo vê wezîfeyê rêberî ji Cibrayîl xwest (Lûqa 1:34). Piştî wexteke kin, ew ji bo dîtina meriva xwe Êlîzabêtê çû deşta çiyayê Cihûdayê. Êlîzabêtê pesnê Meryemê da û bi îlhama Yehowa li ser pêşeroja kurê wê yê nebûyî tiştekî xweş got (Lûqa 1:39-45). Meryemê got ku Yehowa “bi zendê xwe qudreta xwe nîşan da” (Lûqa 1:46-51). Belê, Yehowa bi destê melek Cibrayîl û Êlîzabêtê qewet dida Meryemê. w23.10 14-15 par. 10-12

Roja Înê, 18 Tîrmeh

Em ji Bavê xwe Xwedê re kirine padîşahî û kahîn (Peyxam 1:6).

Tenê 144.000 kes ji nav şagirtên Îsa Mesîh bi destê ruhê pîroz hatine hilbijartin. Ew dibin xwediyê dostaniyeke xisûsî ya bi Yehowa re, û ewê li ezmanan bi Îsa Mesîh re wek kahîn xizmetê bikin (Peyxam 14:1). Cihê Pîroz ê konê îbadetê halê kurên Xwedê yên hilbijartî, heta ku ew hê li dinyayê ne, temsîl dike (Romayî 8:15-17). Cihê Herî Pîroz ê konê îbadetê ezmanên ku Yehowa lê dimîne, temsîl dike. Perdeya ku Cihê Pîroz ji Cihê Herî Pîroz vediqetand bedena Îsa Mesîh temsîl dike. Heta ku bedena wî ya însanî hebû, wî nikaribû derbasî ezmanan bibe û bibe Serokkahînê mezin ê îbadetgeha ruhî. Gava ku Îsa Mesîh bedena xwe fedayî hemû mirovan kir, wî ji bo xizmetkarên Xwedê yên hilbijartî rêya ji bo jiyana li ezmanan vekir. Ji bo ku ew xelata xwe ya li ezmanan wergirin, gerek ew jî bedena xwe ya însanî ji dest bidin (Îbranî 10:19, 20; 1. Korîntî 15:50). w23.10 28 par. 13

Roja Şemiyê, 19 Tîrmeh

Eger ez tiştên li ser Gîdeyon … bêjim, dema min têrê nake (Îbranî 11:32).

Gava Efrayîmiyan Gîdeon rexne kir, wî ne bi hêrs, lê bi nermî cewab da wan (Serweran 8:1-3). Wî bi dilnizmî guh da derd û xemên wan û bi xweşikahî cewaba wan da. Îro jî, rîspiyekî bihîkmet wê mîna Gîdeon rind guh bide kesekî ku wî rexne dike û bi nermî cewabê bide wî (Aqûb 3:13). Bi vî şeklî, ew dikare piştgiriya aştiya civatê bike. Gava xelkê ji bo serkeftina li hemberî Midyanê rûmet da Gîdeon, wî bala wan kişand ser Yehowa Xwedê (Serweran 8:22, 23). Gelo rîspî çawa dikarin Gîdeon ji xwe re mîsal bigirin? Gerek ew ji bo serkeftinên xwe pesnê Yehowa bidin (1. Korîntî 4:6, 7). Mesela, rîspiyekî ku baş dielimîne bîne ber çavê xwe. Gava xwişk û bira pesnê wî bidin, ew dikare bala wan bikişîne ser çavkaniya vê merîfetê, yanî ser Peyva Xwedê yan ser perwerdeya ku em ji teşkîlata Yehowa distînin. w23.06 4 par. 7-8

Roja Yekşemê, 20 Tîrmeh

Fikrên min ne fikrên we ne (Îşaya 55:8).

Eger em cewaba duayeke xwe nestînin, em dikarin ji xwe bipirsin: Gelo ez ji bo tiştê rast dua dikim? Gelek caran, em difikirin ku em dizanin ji bo me tiştê herî baş çi ye. Lê belkî ev daxwaza me ne ji bo xêra me ye. Dema ku em difikirin ku em çareya problemekê dizanin û ji bo wê dua dikin, belkî çareyeke baştir heye. Û dibe ku hin tiştên ku em dixwazin ne li gor armanca Yehowa ne (1. Yûhena 5:14). Mesela, ka bala xwe bide serpêhatiya dê û bavekî ku ji Yehowa dixwest ku zarokên wan di rêya rastiyê de bimînin. Ev daxwaza wan ewilî maqûl xuya dike. Lê Yehowa zorê nade tu kesî ku jê re xizmetê bike. Ew dixwaze ku her kes, heta zarokên me jî, ji dil ji wî re îbadetê bikin (5. Mûsa 10:12, 13; 30:19, 20). Loma, dê û bav dikarin ji Yehowa bixwazin ku gotinên wan bigihîjin dilê zarokên wan. Bi vî awayî, ew dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew ji Yehowa hez bikin û bibin dostê wî (Methelokên Silêman 22:6; Efesî 6:4). w23.11 21 par. 5; 23 par. 12

Roja Duşemê, 21 Tîrmeh

Di ber dilê hev de werin (1. Selanîkî 4:18).

Çima muhîm e ku em dilê hevdû ava bikin, û ev yek çawa hezkirina me nîşan dide? Li gor çavkaniyekê, peyva ku Pawlosê şandî di vê ayetê de bi kar aniye tê maneya ku kesek “di rojên zehmet de li kêleka yekî disekine û cesaretê dide wî”. Dema ku em di rojên reş û tarî de dilê xwişk yan birayekî xweş dikin, em alî wî dikin ku ew dîsa rabe ser piyan û li ser rêya jiyanê dewam bike. Her cara ku em di ber dilê kesekî de diçin, em hezkirina xwe nîşanî wî didin (2. Korîntî 7:6, 7, 13). Dilşewatî û teselîkirin bi hev ve girêdayî ne. Yekî dilşewat dixwaze qewetê bide kesên din û xem û derdên wan siviktir bike. Yanî pêşîn dilê me bi kesekî dişewite û dû re em di ber dilê wî de diçin. Gotinên Pawlosê şandî bala me dikişînin ser vê girêdanê. Pawlos Yehowa wek “Bavê dilovaniyê û Xwedayê hemû handanê [teseliyê]” bi nav kir (2. Korîntî 1:3). w23.11 9-10 par. 8-10

Roja Sêşemê, 22 Tîrmeh

Gava em tengasiyê dikişînin bila em dilxweş bin (Romayî 5:3, NWT).

Hemû şagirtên Îsa Mesîh dikarin bikevin tengasiyê. Bala xwe bide serpêhatiya Pawlosê şandî. Wî ji kesên li bajarê Selanîkê re wisa gotibû: “Çaxê em li ba we bûn, me ji pêşî ve ji we re gotibû ku emê tengahiyan bikişînin û wek ku hûn dizanin wisa jî çêbû” (1. Selanîkî 3:4). Û Pawlos ji Korîntiyan re wisa nivîsandibû: “Birano, em naxwazin ku hûn ji tengahiyên ku me li herêma Asyayê kişandin bêhay bin. … Me hêviya xwe ji jiyanê jî birrî” (2. Korîntî 1:8; 11:23-27). Îro xizmetkarên Xwedê jî dikarin rastî tengasiyan werin (2. Tîmotêyos 3:12). Ji bo ku tu baweriya xwe bi Îsa Mesîh tînî û tu li ser rêya wî dimeşî, belkî heval û merivên te tehde li te dikin. Ji ber ku tu dixwazî di her tiştî de rast û durist bî, gelo hevalkar yan serkarê te problem ji te re derxistine? (Îbranî 13:18). Ji ber ku te ji kesên din re behsa hêviya xwe kiriye, gelo hukûmetê tehde li te kiriye? Tengasiya me her çi be jî, Pawlos dibêje ku gerek em kêfxweş bin. w23.12 10-11 par. 9-10

Roja Çarşemê, 23 Tîrmeh

We … belayek anî serê min (1. Mûsa 34:30, Mizgînî).

Aqûb li hemberî gelek tengasiyan sebir dikir. Kurên Aqûb, Şimûn û Lêwî, navê malbata wî û navê Yehowa li ber çavê xelkê reş kir. Wekî din, xanima wî ya delal Rahêl di dema anîna zarokê diduyan de mir. Û ji ber ku xelayeke giran çêbûbû, Aqûb mecbûr bû ku di emrê xwe yê mezin de mala xwe bibe Misrê (1. Mûsa 35:16-19; 37:28; 45:9-11, 28). Tevî van tengasiyan jî, Aqûb tu caran baweriya xwe ya bi Yehowa û sozên wî winda nedikir. Û Yehowa nîşanî Aqûb da ku ew ji wî razî ye. Gelo çawa? Mesela, Yehowa gelek mal û milk da Aqûb. Wekî din, gava Aqûb kurê xwe Ûsiv dîsa dît, ew ji Yehowa re gelekî şikirdar bû, çimkî ew difikirî ku kurê wî miribû. Dostaniya Aqûb a bi Yehowa re alî wî dikir ku ew bi serkeftî li hemberî tengasiyên xwe bisekine (1. Mûsa 30:43; 32:9, 10; 46:28-30). Eger dostaniya me ya bi Yehowa re qewî bimîne, emê jî bikaribin bi serkeftî ji heqê tengasiyên xwe bên der. w23.04 15 par. 6-7

Roja Pêncşemê, 24 Tîrmeh

Xudan şivanê min e, çênabe kêmahiya min (Zebûr 23:1).

Zebûr 23 kilameke li ser baweriya bi hezkirin û eleqeya Yehowa ye. Di vê zebûrê de, Dawid behsa dostaniya di nav wî û Şivanê wî Yehowa de kir. Dawid xwe bi temamî dispart rêberiya Yehowa. Wî dizanibû ku kerem û hezkirina Yehowa wê heta dawiya emrê wî ‘li pey wî bimeşe’. Gelo Dawid çima ji vê yekê ew qas emîn bû? Dawid emîn bû ku Yehowa li wî xwedî derdikeve, çimkî Yehowa her tim hewcedariyên wî tedarek dikirin. Wekî din, Dawid dizanibû ku Yehowa dostê wî ye û ji wî razî ye. Loma, ew emîn bû ku Yehowa wê her tim li wî xwedî derkeve. Dawid baweriya xwe bi hezkirina Yehowa dianî, loma wî bi zêdeyî xem nedixwar, lê dilxweş û dilrihet dima (Zebûr 16:11). w24.01 29 par. 12-13

Roja Înê, 25 Tîrmeh

Û ezê her tim, heta rojên dawîn ên vê dinyayê bi we re bim (Meta 28:20, NWT).

Ji dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem û pê ve, Şahidên Yehowa mizgînî li gelek welatan bi serbestî belav kiriye. Di netîceyê de, karê belavkirina mizgîniyê bi pêş ve çûye, û gelek kesan Yehowa nas kiriye. Îro, endamên Koma Rêberiyê xwe dispêrin rêberiya Îsa Mesîh. Ew xîret dikin ku telîmatên ku ew didin xwişk û birayan li gor daxwaza Xwedê bin. Bi destê çavdêrên herêmê û rîspiyan, ew rêberiya civatan dikin. Îsa Mesîh rîspiyên meshkirî “di destê xwe yê rastê de digire” (Peyxam 2:1). Rîspiyên me helbet qisûrdar in û carinan şaşiyan dikin. Mûsa, Yêşû û şandiyên Îsa Mesîh jî carinan şaşî dikirin (4. Mûsa 20:12; Yêşû 9:14, 15; Romayî 3:23). Lê belê, xuya ye ku Îsa Mesîh niha rêberiya “xulamê dilsoz” û rîspiyên tayînkirî dike. Ji ber vê yekê, sebebên baş hene ku em xwe bispêrin rêberiya ku em bi destê kesên tayînkirî ji Îsa Mesîh distînin. w24.02 23-24 par. 13-14

Roja Şemiyê, 26 Tîrmeh

Ji bo vê yekê, wek zarokên delal mîna Xwedê bikin (Efesî 5:1).

Wexta ku em ji kesên din re dibêjin ku em ji Yehowa hez dikin û ji wî re şikirdar in, em pesnê wî didin. Gava em di xizmetê de ne, hedefa me ya sereke ew e ku em alî mirovan bikin ku ew jî nêzîkî Yehowa bibin (Aqûb 4:8). Em pir hez dikin ku bi destê Kitêba Pîroz nîşanî mirovan bidin ku Yehowa yekî çawa ye, û em ji wan re behsa hezkirin, edalet, hîkmet û qudreta wî dikin. Wekî din, em xîret dikin ku Yehowa ji xwe re bikin emsal. Gava em wisa dikin, kesên din dibînin ku em ji mirovên vê dinyaya xerab cuda ne (Meta 5:14-16). Wexta ku em di jiyana rojane de bi mirovan re xeber didin, em dikarin ji wan re zelal bikin ku em çima li gor Kitêba Pîroz dijîn. Ev yek dikare alî kesên dilpak bike ku ew nêzîkî Yehowa bibin. Gava em bi van rêyan pesnê Yehowa didin, em dilê wî xweş dikin (1. Tîmotêyos 2:3, 4). w24.02 10 par. 7

Roja Yekşemê, 27 Tîrmeh

Hem … teşwîqê bide hem jî … serrast bike (Tîtos 1:9, NWT).

Ji bo ku tu bibî yekî gihîştî, gerek tu hunerên bifeyde bielimî. Ev yek wê alî te bike ku tu di civatê de mesûliyetan qebûl bikî, debara malbata xwe bikî û bi kesên din re baş li hev bikî. Mesela, xwendin û nivîsandinê baş hîn bibe. Kitêba Pîroz dibêje ku zilamekî bextewar û serkeftî her roj Peyva Xwedê dixwîne û li ser gotinên wê kûr difikire (Zebûr 1:1-3). Birayê ku wisa bike, ewê nêrîna Yehowa baştir fehm bike û bielime ku bi zelalî bifikire û qerarên baş bide (Methelokên Silêman 1:3, 4). Xwişk û birayên me hewceyî birayên gihîştî ne, yên ku dikarin li gor Kitêba Pîroz rêberî û şîretan bidin. Eger xwendin û nivîsandina te baş be, tuyê bikaribî cewabên baş bidî û gotarên bifeyde hazir bikî. Ev yek wê baweriya xwişk û birayan xurttir bike. Wekî din, tu dikarî ji xwe re notan binivîsî. Ev not wê alî te bikin ku tu baweriya xwe xurttir bikî û cesaretê bidî kesên din. w23.12 26-27 par. 9-11

Roja Duşemê, 28 Tîrmeh

Yê ku bi we re ye, ji yê ku di dinyayê de ye mezintir e (1. Yûhena 4:4).

Gava tirs dikeve dilê te, kûr bifikire ku Yehowa wê di pêşerojê de çi bike gava Îblîs wê êdî tune be. Li komcivîna sêrojî ya sala 2014an, di temaşeyekê de, bavekî bi malbata xwe re li ser vê yekê sohbet kir ku eger 2. Tîmotêyos 3:1-5 li ser jiyana li Cenetê bihata nivîsîn, ayet wê çawa bûya: “Li dinyaya nû, wextên dilxweş wê bên. Çimkî mirov wê ji mirovên din hez bikin, ji xezîneyên ruhî hez bikin, bibin mirovên dilnizm, pesnê Xwedê bidin, guhdariya dê û bavê xwe bikin, bibin mirovên şikirdar û dilsoz, ji malbatên xwe pir hez bikin, bibin aştîhez, her tim di heqê kesên din de baş xeber bidin, nefsê xwe bigirin, bibin mirovên sernerm, xêrxwaz, pêbawer, maqûl û nefsbiçûk, ji kêfê zêdetir ji Xwedê hez bikin û ji dil ji Xwedê re xizmetê bikin; xwe nêzîkî mirovên wisa bigire.” Gava tu bi malbata xwe re yan bi xwişk û birayan re sohbetê dikî, gelo tu jî carinan li ser jiyana li dinyaya nû xeber didî? w24.01 6 par. 13-14

Roja Sêşemê, 29 Tîrmeh

Ez ji te razî me (Lûqa 3:22, NWT).

Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Xudan ji gelê xwe razî ye” (Zebûr 149:4). Lê belê, hin kes ji xwe dipirsin: “Gelo Yehowa ji min jî razî ye?” Di demên berê de jî, hin xizmetkarên Yehowa ne emîn bûn ka Yehowa ji wan razî ye yan na (1. Samûyêl 1:6-10; Eyûb 29:2, 4; Zebûr 51:11). Kitêba Pîroz bi eşkereyî nîşan dide ku însanên qisûrdar dikarin rizaya Xwedê bistînin. Gelo çawa? Gerek em baweriya xwe bi Îsa Mesîh bînin û vaftîz bibin (Yûhena 3:16). Bi vî awayî, em li ber çavê xelkê nîşan didin ku me ji gunehên xwe tobe kiriye û soz daye Xwedê ku emê daxwaza wî bînin cih (Karên Şandiyan 2:38; 3:19). Gava em wisa dikin, Yehowa pir memnûn dibe. Eger em xîret bikin ku sonda xwe pêk bînin, Yehowa wê ji me razî be û me wek dostên xwe qebûl bike (Zebûr 25:14). w24.03 26 par. 1-2

Roja Çarşemê, 30 Tîrmeh

Em nikarin li ser tiştên ku me dîtine û bihîstine, bêdeng bimînin (Karên Şandiyan 4:20, NWT).

Eger dewlet bixwaze karê belavkirina xebera xêrê bide sekinandin, gerek em wek şagirtên di sedsala yekê de vî karî bidomînin. Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê alî me bike ku em xizmeta xwe bibin serî. Loma ji bo cesaret û hîkmetê dua bike. Ji bo ku tu li hemberî probleman sebir bikî, alîkariyê ji Yehowa bixwaze. Gelek kes ji me van derdan dikişînin: nexweşî, diltengî, mirina kesekî delal, derdên malbatî, zilm û zordarî yan jî kul û derdên din. Û felaketên wek pandemî û şer barê jiyanê hê jî girantir dikin. Eger rewşa te wisa be, ji Yehowa re dua bike û dilê xwe ji wî re veke. Çawa ku tu ji dostekî xwe re behsa xem û derdên xwe dikî, eynî wisa ji Xwedê re jî behsa xem û derdên xwe bike. Tu dikarî emîn bî ku Yehowa Xwedê ‘xema te dixwe’ (1. Petrûs 5:6, 7). Eger em tim dua bikin, emê “di her cûreyê tengahiyê de” sebir bikin (2. Korîntî 1:4). Yehowa rind dizane ku xizmetkarên wî çi qas derdan dikişînin. Ew “qêrînên wan dibihîze” (Zebûr 145:18, 19, KP). w23.05 5-6 par. 12-15

Roja Pêncşemê, 31 Tîrmeh

Tiştê ku li xweşa Xudan diçe, kifş bikin (Efesî 5:10).

Wexta ku gerek em qerarên muhîm bidin, lazim e ku em “fêm bikin ka daxwaza Xudan çi ye” û li gor wê hereket bikin (Efesî 5:17). Bi vê ku em derdixin ka kîjan prensîpên Kitêba Pîroz bi rewşa me ve girêdayî ne, em nîşan didin ku em dixwazin li gor nêrîna Xwedê qerarê bidin. Her ku em prensîpên wî bi kar bînin, emê bi îhtimaleke mezin qerarên baş bidin. “Yê Xerab”, yanî dijminê me Îblîs, dixwaze ku em bi karên dinyayê ew qas mijûl bibin ku ji bo xizmeta Xwedê êdî wexta me nemîne (1. Yûhena 5:19). Eger em dîqat nekin, fikrên dinyayê dikarin li ser me tesîr bikin. Di netîceyê de, emê belkî ji fersendên ji bo xizmeta Yehowa zêdetir bala xwe bidin mal û milk, perwerde yan karê xwe. Tiştên wisa ne xerab in, lê gerek ew di jiyana me de tu caran nebin tiştên herî muhîm. w24.03 24 par. 16-17

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne