KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • es25 r. 57-67
  • Hezîran

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Hezîran
  • Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
  • Sernivîs
  • Roja Yekşemê, 1 Hezîran
  • Roja Duşemê, 2 Hezîran
  • Roja Sêşemê, 3 Hezîran
  • Roja Çarşemê, 4 Hezîran
  • Roja Pêncşemê, 5 Hezîran
  • Roja Înê, 6 Hezîran
  • Roja Şemiyê, 7 Hezîran
  • Roja Yekşemê, 8 Hezîran
  • Roja Duşemê, 9 Hezîran
  • Roja Sêşemê, 10 Hezîran
  • Roja Çarşemê, 11 Hezîran
  • Roja Pêncşemê, 12 Hezîran
  • Roja Înê, 13 Hezîran
  • Roja Şemiyê, 14 Hezîran
  • Roja Yekşemê, 15 Hezîran
  • Roja Duşemê, 16 Hezîran
  • Roja Sêşemê, 17 Hezîran
  • Roja Çarşemê, 18 Hezîran
  • Roja Pêncşemê, 19 Hezîran
  • Roja Înê, 20 Hezîran
  • Roja Şemiyê, 21 Hezîran
  • Roja Yekşemê, 22 Hezîran
  • Roja Duşemê, 23 Hezîran
  • Roja Sêşemê, 24 Hezîran
  • Roja Çarşemê, 25 Hezîran
  • Roja Pêncşemê, 26 Hezîran
  • Roja Înê, 27 Hezîran
  • Roja Şemiyê, 28 Hezîran
  • Roja Yekşemê, 29 Hezîran
  • Roja Duşemê, 30 Hezîran
Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
es25 r. 57-67

Hezîran

Roja Yekşemê, 1 Hezîran

Berî ku em bikevin Hukimdariya Xwedê, gerek em di gelek tengasiyan re derbas bibin (Karên Şandiyan 14:22, NWT).

Yehowa bereketa xwe da şagirtên Îsa Mesîh yên di sedsala yekê de, çimkî ew gişt hazir bûn ku li gor rewşa nû tevbigerin. Ew gelek caran ji nişka ve rastî zilm û zordariyê hatin. Tiştê ku hat serê Barnabas û Pawlosê şandî, yên ku li Lîstrayê xebera xêrê belav dikir, bîne ber çavê xwe. Ewilî mirovan bi dilgermî bixêrhatina wan kir. Lê paşê dijminan “elalet kişandin aliyê xwe” û hinek kesên ku bixêrhatina Pawlos kiribû, wan Pawlos da ber keviran û ew li wê derê hişt, çimkî ew difikirîn qey ew miriye (Karên Şandiyan 14:19). Lê Barnabas û Pawlos çûn cihekî din û li wir xebera xêrê belav dikir. Netîce bû çi? Wan gelek kes kirin şagirt û bi gotin û mîsala xwe qewet dida xwişk û birayan (Karên Şandiyan 14:21, 22). Ji ber ku Barnabas û Pawlos li hemberî zilmê xebera xêrê bi dewamî belav dikir gelek kesan ji vê yekê feyde dît. Eger em jî karê ku Yehowa daye me bi dilsozî bînin cih, ewê me bi bereket bike. w23.04 16-17 par. 13-14

Roja Duşemê, 2 Hezîran

Goh bide dua min ya Xudan, bibihîze lavakirina min! Di roja teng de ez bangî te dikim, çimkî, tu didî bersîva min (Zebûr 86:6, 7).

Di temamiya emrê Dawid Padîşah de, tim dijminên wî hebûn, û wî gelek caran alîkarî ji Yehowa dixwest. Wî bawer dikir ku Yehowa duayên wî hem dibihîze hem jî dibersivîne. Tu jî dikarî baweriya xwe bi vê yekê bînî. Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa dikare hîkmet û qewetê bide me ku em sebir bikin. Dibe ku ew bi destê xwişk û birayan yan jî heta bi destê kesên ku ne xizmetkarên wî ne alîkariya me bike. Em dizanin ku Yehowa cewabê dide duayên me, lê hin caran ne wek ku em dixwazin. Tiştên ku ji me re lazim in ew tam di wexta rast de dide me. Loma her gav dua bike û bawer bike ku Yehowa dengê te dibihîze. Tu dikarî emîn bî ku Yehowa wê xwedî li te derkeve û di dinyaya nû de, ewê hemû “daxwazên dilê te bi cih bîne” (Zebûr 37:4). w23.05 8 par. 4; 13 par. 17-18

Roja Sêşemê, 3 Hezîran

Ji bo hemû qenciyên ku bi min kir, ma ez çi bidim Xudan? (Zebûr 116:12).

Bala xwe bide feydeyên gihîştina hedefa xwe. Gelo tu dikarî bala xwe bidî kîjan feydeyan? Eger hedefa te bi xwendina Kitêba Pîroz yan duayê ve girêdayî be, bifikire ku ewê çawa dostaniya te ya bi Yehowa re xurttir bike (Zebûr 145:18, 19). Eger hedefa te ev be ku tu li ser sifetekî xwe bişixulî, bala xwe bidê ku ev sifet çawa alî te dike ku eleqeya te ya bi kesên din re baştir bibe (Kolosî 3:14). Ji xwe re di lîsteyekê de binivîse ku çi feydeyên gihîştina hedefa te heye. Her roj li vê lîsteyê mêze bike. Wekî din, wexta xwe tev kesên ku dilê te xurt dikin, derbas bike (Methelokên Silêman 13:20). Di hin rojan de xwestina me nîne ku em tiştekî bikin. Ma ev tê maneya ku em nikarin li ser hedefa xwe bişixulin? Na. Em dikarin li riyên din bigerin ku bigihîjin armanca xwe – heta gava daxwaza me tune be jî. Helbet, ev yek ne hêsan e. Lê gava em bigihîjin hedefa xwe, emê pir dilxweş bibin. w23.05 27-28 par. 5-8

Roja Çarşemê, 4 Hezîran

Mirov çi biçîne, wê wî bidirû (Galatî 6:7).

Fikra ku em ji qerarên xwe mesûl in alî me dike ku em gunehên xwe îtiraf bikin, şaşiyên xwe serrast bikin û eynî şaşiyan dîsa nekin. Hereketên bi vî rengî alî me dikin ku em di beza jiyanê de li ser lingan bimînin. Eger tu nikaribî qerareke nebaş bi şûn de vegerînî, rewşa xwe ya nû qebûl bike. Wext û qeweta xwe li ser vê yekê derbas neke ku tu xwe heqdar derxî yan kesên din sûcdar bikî. Li şûna vê, şaşiyên xwe qebûl bike û li gor rewşa xwe ya nû gavên baş bavêje. Eger tu xwe sûcdar hîs dikî, bi dilnizmî ji Yehowa re dua bike, şaşiya xwe ji wî re bibêje û ji wî rica bike ku ew te efû bike (Zebûr 25:11; 51:3, 4). Ji kesên ku te dilê wan êşandiye efû bixwaze. Eger lazim be, ji rîspiyan alîkariyê bixwaze (Aqûb 5:14, 15). Ji şaşiyên xwe bielime û xîret bike ku tu wan dîsa nekî. Eger tu wisa bikî, tu dikarî emîn bî ku Yehowa wê li hemberî te dilrehm be û alîkariya lazim bide te (Zebûr 103:8-13). w23.08 28-29 par. 8-9

Roja Pêncşemê, 5 Hezîran

[Yoaş] di tevahiya rojên xwe de, tiştên di çavê Xudan de rast in kirin, çimkî Yehoyadayê Kahin hînî wî dikir (2. Qiralan 12:2, Mizgînî).

Yehoyada tesîreke baş li ser Yoaş Padîşah dihişt. Loma, di ciwaniya xwe de, Yoaş dixwest ku Yehowa jê razî be. Lê piştî mirina Yehoyada, Yoaş bi ya mîrên Cihûdayê dikir, yên ku ji rêya Xwedê derketibûn (2. Dîrokan 24:4, 17, 18). Wan guh nedida pêxemberên ku Yehowa ji wan re şandibûn. Bi vê yekê, wan dilê Yehowa diêşand. Heta, Yoaş guh neda kurê Yehoyada Zekerya, yê ku hem pêxemberê Yehowa bû hem jî merivê Yoaş bû. Yoaş Padîşah Zekerya da qetilkirin (2. Dîrokan 22:11; 24:19-22). Belê, tirsa Xwedê di dilê Yoaş de nema. Yehowa gotibû: “Kesê ku min nehesibîne, wê biçûk bê xistin” (1. Samûyêl 2:30, Mizgînî). Paşê, ordiyeke biçûk a Sûriyê ordiya “zehf mezin” a Yoaş bin dest kir û ew “birîndar şunda hişt” (2. Dîrokan 24:24, 25). Piştî ku ordiya Sûriyê vekişiya, xizmetkarên wî heyfa Zekerya stand û ew kuşt. w23.06 18-19 par. 16-17

Roja Înê, 6 Hezîran

Demekê hûn tarîtî bûn, lê niha hûn bi Xudan ronahî ne (Efesî 5:8).

Pawlosê şandî ji bo belavkirina mizgîniyê li bajarê Efesê wext derbas kiribû (Karên Şandiyan 19:1, 8-10; 20:20, 21). Wî ji xwişk û birayan pir hez dikir, û wî dixwest alî wan bike ku ew ji Yehowa re dilsoz bimînin. Bêre xwişk û bira li bajarê Efesê di bin destê bawerî û adetên sexte de bûn. Navê Efesê bi bêexlaqî û bêşermiya xelkê derketibû. Li tiyatroyan û heta li eydên dînî ji peyvên xerab dihatin bikaranîn (Efesî 5:3). Kitêba Pîroz dibêje ku gelek kesên ku li wê derê dijiyan “şerma rûyê xwe winda” kiribû, yanî ew êdî ji ber bêexlaqiyê aciz nedibûn (Efesî 4:17-19, NWT). Berî ku ew hîn bûn ku çi rast e û çi şaş e, kirinên wan li ser wijdanê wan tesîr nedikir. Ji ber vê yekê, Pawlos got ku “hişê wan di tariyê de ye, û ew ji jiyana ku Xwedê teklîf dike, dûr in”. Lê hin kesên ku li bajarê Efesê dijiyan di tariyê de neman. w24.03 20 par. 2, 4; 21 par. 5-6

Roja Şemiyê, 7 Hezîran

Lê kesên li benda Xudan in hêza xwe teze dikin … ew … nawestin (Îşaya 40:31, Mizgînî).

Gîdeon hakimê miletê Îsraêlê bû, û wezîfeya wî ked û xîreteke mezin dixwest. Gava leşkerên Midyanî bi şev reviyan, Gîdeon ji newala Yîzreêlê heta çemê Urdunê da pey wan (Serweran 7:22). Gelo Gîdeon li ber çemê Urdunê dev ji peyketina wan berda? Na! Ew û 300 zilamên wî her çi qas westiyayî bûn jî, ew derbasî aliyê din ê çemê Urdunê bûn. Dawiya dawî, wan xwe gihand Midyaniyan û ew bin dest kirin (Serweran 8:4-12). Gîdeon bawer dikir ku Yehowa wê qewetê bide wî, û bi rastî jî Xwedê alî wî kir (Serweran 6:14, 34). Carekê, Gîdeon û zilamên wî bi peyatî dabû pey 2 padîşahên Midyanî, yên ku belkî bi deveyan direviyan (Serweran 8:12, 21). Dîsa jî, bi alîkariya Xwedê, ew serkeftî bûn. Bi eynî awayî, rîspî dikarin xwe bispêrin Yehowa, yê ku “ne diweste, ne jî qels dibe”. Gava ew muhtacî qewetê bibin, Xwedê wê bê şik qewetê bide wan (Îşaya 40:28, 29). w23.06 6 par. 14; 7 par. 16

Roja Yekşemê, 8 Hezîran

Xwedayê te Xudan … wê te bernede û nehêle (5. Mûsa 31:6, Mizgînî).

Dilekî qayîm dikare alî me bike ku em di baweriyê de xurt bimînin. Loma xwe bispêre Yehowa. Ka bala xwe bide serpêhatiya Barak. Ew yekî serkeftî bû, çimkî wî îtibara xwe bi rêberiya Yehowa dianî. Wê demê, miletê Îsraêl ji bo şer ne hazir bû. Çek û sîlehên wan jî tune bûn. Lê Yehowa ji Barak re got ku bila ew here û li dijî fermandarê Kenaniyan Sîsera û ordiya wî, yên ku gelek çek û sîlehên wan hebûn, şer bike (Serweran 5:8). Jinikeke bi navê Debora, ya ku pêxember bû, ji Barak re got ku bila ew dakeve deştê, da ku li dijî Sîsera û 900 erebeyên wî şer bike. Li deştê, wê pir zehmet bûya ku Îsraêliyan li dijî erebeyên cengê şer bikira. Lê dîsa jî, Barak îtaet kir. Gava leşkerên Îsraêlî ji Çiyayê Taborê daketin, Yehowa baraneke xurt şand. Erebeyên Sîsera di heriyê de asê man, û Yehowa serkeftin da Barak (Serweran 4:1-7, 10, 13-16). Bi eynî awayî, eger em îtibara xwe bi Yehowa û rêberiya teşkîlata wî bînin, emê serkeftî bin. w23.07 18-19 par. 17-18

Roja Duşemê, 9 Hezîran

Yê ku heta dawiyê sebir bike, ewê xelas bibe (Meta 24:13, NWT).

Bê sebirkirinê em nikarin jiyana bêdawî bi dest bixin. Mîna xizmetkarên Xwedê yên berê, heta ku Xwedê sozên xwe bîne cih, gerek em bisebir li hêviyê bimînin (Îbranî 6:11, 12). Kitêba Pîroz rewşa me dişibîne rewşa cotkarekî (Aqûb 5:7, 8). Cotkar ji bo çandin û avdana toxim gelekî dixebite, lê ew tam nizane ku toxim wê kengê şîn bibe. Ew bisebir li benda berê erdê xwe disekine. Mîna vê yekê, her çi qas em “nizanin [ku] Xudanê [me] wê kîjan rojê bê”, em bi fealiyetên ruhî mijûl dimînin (Meta 24:42). Em bisebir li bendê disekinin û bawer in ku Yehowa wê hemû sozên xwe di wexta rast de bîne cih. Eger sebra me nemîne, dibe ku em biwestin û gav bi gav ji rastiyê dûr bikevin. Wekî din, dibe ku em bidin pey tiştên ku tenê îro dilê me xweş dikin. Lê eger em sebirê bikişînin, emê heta dawiyê li ber xwe bidin û bên xelaskirin (Mîka 7:7). w23.08 22 par. 7

Roja Sêşemê, 10 Hezîran

Ling û tiliyên wî ji hesin û gilê ne (Danîêl 2:42, Mizgînî).

Gava em gotinên Danîêl 2:41-43 bi beşên din yên kitêba Danîêl û Peyxamê didin ber hev, em fehm dikin ku lingê heykel îtifaqa Brîtanya û Amerîkayê temsîl dike. Îro, ew hêza cîhanî ya herî xurt e. Li ser vê hêza cîhanî, Danîêl dibêje ku “wê beşekî padîşahiyê hêzdar be, yê din jî qels be”. Gelo çima? Çimkî xelkê ku bi heriya nerm hatiye temsîlkirin li ser qudreta vê hêza cîhanî tesîr dike û wê zeîf dike. Ji şîroveya Danîêl pêxember a li ser heykel em çend rastiyên muhîm dielimin. A yekê, Hêza Cîhanî ya Brîtanya û Amerîkayê qeweta xwe bi hin awayan nîşan daye. Mesela, di qezenckirina Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem de, wan roleke sereke lîstiye. Lê belê, qudreta vê hêza cîhanî tê zeîfkirin, çimkî welatiyên wê li dijî hev û li dijî dewletê şer dikin. A diduyan, berî ku Padîşahiya Xwedê hemû hukimdariyên mirovan helak bike, ev îtifaq wê hêza cîhanî ya dawîn be. w23.08 10-11 par. 12-13

Roja Çarşemê, 11 Hezîran

Min di tengahiya xwe de dua kir ji bo Xudan, hawara xwe lê kir ji bo alîkariyan. Wî ji perestgeha xwe bihîst dengê min (Zebûr 18:6).

Dawid carinan ji ber zehmetiyan xemgîn dibû (Zebûr 18:4, 5). Dîsa jî, hezkirina Yehowa canê wî teze dikir. Yehowa dostê xwe yê westiyayî dibir ber “mêrgên şîn” û “qeraxên avên aram”. Di netîceyê de, Dawid dîsa biqewet dibû û dikaribû bi dilxweşî ji Yehowa re xizmet bike (Zebûr 18:28-32; 23:2). Gava em rastî tengasiyan tên, em “bi saya hezkirina dilsoz a Yehowa” dîsa jî li ser piyan disekinin (Lawijên Yêremya 3:22, NWT; Kolosî 1:11). Canê Dawid gelek caran di xeterê de bû, û gelek dijminên wî hebûn. Lê belê, ji ber hezkirina Yehowa, wî xwe di emniyetê de hîs dikir. Dawid bi çavê xwe didît ku Yehowa di her rewşê de bi wî re ye. Loma, wî di kilameke xwe de wisa got: “[Yehowa] ez azad kirim, ji hemû tirsên min” (Zebûr 34:4). Helbet, carinan tirs diket dilê Dawid, lê hezkirina Yehowa ji hemû tirsên wî mezintir bû. w24.01 30 par. 15-17

Roja Pêncşemê, 12 Hezîran

Xwe nede gunehkarên ku bona xapandina te dixebitin (Methelokên Silêman 1:10).

Ji qerarên nebaş ên Yoaş hîn bibe. Piştî mirina Serokkahîn Yehoyada, Yoaş hevalên nebaş ji xwe re hilbijartin (2. Dîrokan 24:17, 18). Wî qerar da ku guh bide serokên Cihûdayê, yên ku ji Yehowa hez nedikir. Eger Yoaş ji wan xêrnexwazan dûr bisekiniya, wê baştir bûya. Mixabin, wî guh da şîretên wan ên nebaş. Gava pismamê Yoaş Zekerya xîret dikir ku wî vegerîne ser riya rast, Yoaş ew da kuştin (2. Dîrokan 24:20, 21; Meta 23:35). Çi xerabî û ehmeqiyeke mezin! Yoaş di destpêka jiyana xwe de yekî baş bû, lê paşê ew bû yekî serhildêr û mêrkuj. Dawiya dawî, xulamên wî ew kuşt (2. Dîrokan 24:22-25). Eger wî guh bidaya Yehowa û kesên ku ji Yehowa hez dikir, jiyana wî wê çi qas cuda bûya! w23.09 9 par. 6

Roja Înê, 13 Hezîran

Netirse (Lûqa 5:10, NWT).

Îsa Mesîh dizanibû ku Petrûsê şandî dikare dilsoz bimîne. Loma wî bi dilovanî ji Petrûs re got: “Netirse!” Gotinên Îsa Mesîh jiyana Petrûs ji serî heta binî guhert. Petrûs û birayê wî Endrawis dev ji îşê masîgiriyê berda û li pey Mesîh çûn (Marqos 1:16-18). Ji bo vê qerarê, wan bereketên mezin standin. Petrûs bû şahidê gelek mucîzeyan. Wî dît ku Îsa Mesîh nexweş qenc dikirin, cin derdixistin û heta mirî jî radikirin (Meta 8:14-17; Marqos 5:37, 41, 42). Wekî din, Petrûs bi mucîzeyekê dît ku di pêşerojê de, Îsa Mesîh wê wek Padîşahê Hukimdariya Xwedê çawa hukim bajo. Petrûs ev yek qet ji bîr nekir (Marqos 9:1-8; 2. Petrûs 1:16-18). Belê, eger Petrûs nebûya şagirtê Îsa, wîyê ev tişt qet nedîtana. Bê şik Petrûs gelek şa bû ku ew li hemberî fikrên reş û tarî bi ser ket û ev hemû bereket dîtin! w23.09 21 par. 4-5

Roja Şemiyê, 14 Hezîran

Îsa cewaba wî da: “Ez ji te re dibêjim, ne heft caran, lê heta 77 caran” (Meta 18:22, NWT).

Di nameya xwe ya pêşîn de, Petrûsê şandî anî zimên ku hezkirina jidil wê alî me bike ku em ne tenê çend caran, lê gelek caran hevdû efû bikin (1. Petrûs 4:8). Belkî Petrûs anî bîra xwe ku berî çend salan, Îsa Mesîh li ser efûkariyê çi ders dabû wî. Wê çaxê, gava Petrûs anî zimên ku ewê birayê xwe “heta heft caran” efû bike, belkî wî xwe wek yekî pir efûkar didît. Lê Îsa Mesîh ji wî re got ku gerek ew birayê xwe heta 77 caran, yanî bê sînor bibexşîne (Meta 18:21). Eger ji bo te zor e ku tu li gor vê şîretê hereket bikî, li ber xwe nekeve! Ji ber ku em hemû qisûrdar in, car caran li me zor tê ku em hevdû efû bikin. Lê gerek em çi ji destê me tê bikin ku xwişk û birayên xwe efû bikin û di nav xwe de aştiyê çêkin. w23.09 29 par. 12

Roja Yekşemê, 15 Hezîran

Min … gazî Xudan kir û wî bersiva min da (Ûnis 2:2, Mizgînî).

Di zikê masî de, Ûnis bawer bû ku Yehowa wê guh bide duaya wî, çimkî ew poşman bûbû û bi dilnizmî berê xwe dabû Yehowa. Wekî din, Ûnis bawer bû ku Yehowa wê wî xelas bike. Dû re, piştî ku masiyê mezin Ûnis avêt ser erdê, ew hazir bû ku wezîfeya xwe bîne cih (Ûnis 2:10–3:4). Tu carinan di nav xem û derdan de xwe bêçare hîs dikî û nizanî çawa dua bikî? Yan jî, gelo carinan qeweta te ji bo lêkolînê tune ye? Ji bîr neke: Yehowa ji halê te pir baş fehm dike. Duayên te çi qas kin bin jî, tu dikarî emîn bî ku Yehowa wê li te xwedî derkeve (Efesî 3:20). Eger tu ji ber siheta xwe ya nebaş yan ji ber diltengiya xwe nikaribî bixwînî û lêkolîn bikî, tu dikarî qeydên deng ên Kitêba Pîroz yan ên weşanên me guhdarî bikî. Wekî din, tu dikarî li ser jw.org guh bidî kilamên me yan li vîdeoyekê temaşe bikî. Gava tu ji Yehowa re dua dikî, tu fersendê didî wî ku te xurt bike. Dû re, di Kitêba Pîroz û weşanên me de li cewaba duaya xwe bigire. Bi vî awayî, Yehowa wê hêzê bide te. w23.10 13 par. 6; 14 par. 9

Roja Duşemê, 16 Hezîran

Ruhê Pîroz bi vê yekê nîşan dide ku, heta konê pêşî bimîne, riya ku diçe Cihê Herî Pîroz hê nehatiye eşkerekirin (Îbranî 9:8).

Konê îbadetê û îbadetgehên ku paşê li Orşelîmê hatin avakirin dişibiyan hev. Di hundir de du ode hebûn: “Cihê Pîroz” û “Cihê Herî Pîroz”. Di navbera wan de perdeyek hebû (Îbranî 9:2-5; 2. Mûsa 26:31-33). Di hundirê Cihê Pîroz de şamdanka zêrîn, qurbangeheke ji bo bixûrê û sifreya nanê aramiyê hebûn. Tenê îzna kahînên hilbijartî hebû ku derbasî Cihê Pîroz bibin, da ku xizmeta xwe ya pîroz bikin (4. Mûsa 3:3, 7, 10). Di Cihê Herî Pîroz de sindoqa peymanê ku hizûra Yehowa temsîl dikir, hebû (2. Mûsa 25:21, 22). Tenê îzna serokkahîn hebû ku her sal di Roja Kefaretê de ji perdeyê derbasî Cihê Herî Pîroz bibe (3. Mûsa 16:2, 17). Li wir, wî xwîna heywanên qurbankirî ji bo gunehên xwe û yên xelkê pêşkêş dikir. Dû re, Yehowa zelal kir ku ev xisûsiyeta konê îbadetê bi rastî tê çi maneyê (Îbranî 9:6, 7). w23.10 27 par. 12

Roja Sêşemê, 17 Hezîran

Ji hevdû hez bikin (Yûhena 15:17, NWT).

Peyva Xwedê dîsa û dîsa dibêje ku gerek em “ji hevdû hez bikin” (Yûhena 15:12; Romayî 13:8; 1. Selanîkî 4:9; 1. Petrûs 1:22; 1. Yûhena 4:11). Lê belê, hezkirin ji dil tê, û tu mirov nikare li nava dilê me binêre. Îcar kesên din çawa dikarin fehm bikin ku em ji dil ji wan hez dikin? Ji gotin û kirinên me. Gelek rê hene ku em hezkirina xwe nîşanî xwişk û birayan bidin. Mesela, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bila her kes ya rast … bibêje” (Zekerya 8:16). “Bi hev re di aştiyê de bijîn” (Marqos 9:50). “Di hurmetgirtinê de ji xwe bêtir hurmeta hevdû bigirin” (Romayî 12:10). “Hevdû qebûl bikin” (Romayî 15:7). “Li hember hev bîhnfireh bin” (Kolosî 3:13). “Barên hevdû hilgirin” (Galatî 6:2). “Di ber dilê hev de werin” (1. Selanîkî 4:18). “Hevdû ava bikin” (1. Selanîkî 5:11). “Ji bo hev dua bikin” (Aqûb 5:16). w23.11 9 par. 7-8

Roja Çarşemê, 18 Hezîran

Di hêviya xwe de dilxweş bin (Romayî 12:12, NWT).

Ji bo gelek qerarên ku em her roj didin baweriyeke qewî lazim e. Mesela, em her roj qerarên li ser eleqeya bi kesên din re, derbaskirina wexta xwe, perwerde, zewac, zarok û karê xwe didin. Em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo qerarên min nîşan didin ku wexta ji bo vê sîstemê hindik maye û dinyaya nû pir nêzîk e? Yan jî, gelo fikra mirovan ku mirin dawiya her tiştî ye li ser qerarên min tesîr dike?” (Meta 6:19, 20; Lûqa 12:16-21). Eger em baweriya xwe bi soza ku dinyaya nû pir nêzîk e xurttir bikin, emê qerarên herî baş bidin. Di rojên teng de jî baweriyeke qewî ji me re lazim e. Mesela, zilm û zordarî, nexweşiyên giran yan jî tengasiyên din dikarin bibin sebeb ku em cesareta xwe winda bikin. Di destpêka tengasiyekê de, belkî em dikarin li ber xwe bidin. Lê eger tengasiyên wisa ji bo wexteke dirêj dewam bikin, baweriyeke qewî wê alî me bike ku em sebir bikin û tim bi dilxweşî ji Yehowa re xizmetê bikin (1. Petrûs 1:6, 7). w23.04 26-27 par. 4-5

Roja Pêncşemê, 19 Hezîran

Bê rawestin dua bikin (1. Selanîkî 5:17).

Yehowa dixwaze ku em li gor duayên xwe hereket bikin. Mesela, birayekî me xîret dike ku ji bo komcivînê tatîlê bistîne û vê daxwazê di duayên xwe de ji Yehowa re dibêje. Yehowa çawa dikare cewaba vê duayê bide? Dibe ku ew cesaretê bide birayê me ku bi serkarê xwe re li ser vê meseleyê bipeyive. Lê gerek birayê me bi xwe here cem serkarê xwe û daxwaza xwe bîne ziman. Belkî hewce ye ku ew gelek caran bipirse. Dibe ku birayê me ji serkarê xwe re dibêje ku ew dikare di rojeke din de bişixule yan jî, ku eger lazim be, meaşê wî dikare bê kêmkirin. Yehowa dixwaze ku em bi dewamî ji bo xemên xwe dua bikin. Ji gotinên Îsa Mesîh xuya dibe ku hin daxwazên me wê zû neyên cih (Lûqa 11:9). Loma dev ji xîreta xwe bernede! Her tim ji dil dua bike (Lûqa 18:1-7). Eger em wisa bikin, Yehowa wê bibîne ku ev mesele ji bo me pir muhîm e. Wekî din, emê îsbat bikin ku em xwe dispêrin alîkariya Yehowa. w23.11 22-23 par. 10-11

Roja Înê, 20 Hezîran

Hêvî me xeyalşikestî nake (Romayî 5:5, NWT).

Yehowa soz dabû dostê xwe Birahîm ku ewê hemû miletên dinyayê bi destê zuriyeta wî bibereket bike (1. Mûsa 15:5; 22:18). Îmana Birahîm xurt bû û ew piştrast bû ku soza Xwedê wê rast derkeve. Lê gava Birahîm 100 salî û xanima wî 90 salî bû, hê jî kurekî wan çênebûbû (1. Mûsa 21:1-7). Dîsa jî Kitêba Pîroz dibêje: “Birahîm … bi hêvî bawer kir û bû ‘bavê gelek miletan’” (Romayî 4:18). Dawiya dawî, hêviya Birahîm pêk hat. Ew bû bavê Îshaq, kurê ku ew bi hesret li hêviya wî mabû. Birahîm çima emîn bû ku Yehowa wê li ser soza xwe bisekine? Dostaniya Birahîm a bi Yehowa re pir xurt bû. Loma ew “tam piştrast bû” ku soza Xwedê wê rast derkeve (Romayî 4:21). Yehowa ji Birahîm razî bû. Ji ber îmana wî, Xwedê ew kesekî rastdar hesiband (Aqûb 2:23). w23.12 8 par. 1-2

Roja Şemiyê, 21 Hezîran

Yê ku di tiştên biçûk de dilsoz e di tiştên mezin de jî dilsoz e, û yê ku di tiştên biçûk de nedilsoz e di tiştên mezin de jî nedilsoz e (Lûqa 16:10, NWT).

Xortekî pêbawer hemû mesûliyetên xwe tîne cih. Îsa Mesîh emsaleke bêqisûr ji me re hiştiye. Gava zehmet bû jî, wî wezîfe û mesûliyetên xwe dianîn cih. Wî ji mirovan û bi xisûsî ji şagirtên xwe hez dikir. Ew hazir bû ku jiyana xwe ji bo wan bide (Yûhena 13:1). Wek Îsa Mesîh, xîret bike ku tu her wezîfeya ku te standiye, pêk bînî. Eger tu ne emîn bî ku wezîfeya xwe çawa bînî cih, dilnizm be û ji birayên gihîştî alîkariyê bixwaze. Wezîfeyên xwe îhmal neke (Romayî 12:11). Wezîfeyên xwe bi dil û can wek ku tu ji Xwedê re dikî, pêk bîne (Kolosî 3:23). Helbet, tu ne bêqisûr î, loma dilnizm be û şaşiyên xwe qebûl bike (Methelokên Silêman 11:2). w23.12 26 par. 8

Roja Yekşemê, 22 Hezîran

Xwezî li wî zilamê ku, bi XUDAN re ewle dibe (Yêremya 17:7).

Gava em vaftîz dibin û aîdî malbata Yehowa dibin, em pir dilxweş dibin. Wek Dawid Padîşah gotibû: “Xwezi bî wî mirovî, ji bo ku li hewşa te [Yehowa] rûnê, te ew bijart û nêzikî xwe kir!” (Zebûr 65:4). Ji bo ku tu bibî dostê Yehowa, gerek tu ji dil bixwazî nêzîkî wî bî (Aqûb 4:8). Gava tu jiyana xwe didî destê Yehowa û vaftîz dibî, tu dikarî emîn bî ku piştî vaftîzbûna te, ewê gelek bereketan bibarîne ser te (Maleyaxî 3:10; Yêremya 17:8). Vaftîz tenê destpêka xizmeta ji Yehowa re ye. Gerek tu xîret bikî ku di wexta tengasî û ceribandinan de jî sonda xwe pêk bînî (Waiz 5:4, 5). Gerek tu Îsa Mesîh ji xwe re bikî emsal û guh bidî emrên wî (Meta 28:19, 20; 1. Petrûs 2:21). w24.03 8 par. 1-3

Roja Duşemê, 23 Hezîran

Wê mêr dev ji dê û bavê xwe berde, xwe li jina xwe bigire (1. Mûsa 2:24, Mizîgînî).

Eger jin û mêr hez nakin ku wextê bi hev re derbas bikin, ew dikarin çi bikin? Mîsala êgir bînin ber çavê xwe. Ji bo ku agir pêkeve, pêşî qirşik lazim e, paşê jî êzing. Mîna vê, di serî de hûn jî dikarin çend deqeyan bi hev re derbas bikin. Tiştekî ku kêfa we her duyan jî jê re tê bikin (Aqûb 3:18). Çawa ku agir hêdî hêdî tê geşkirin, hezkirin jî dikare gav bi gav bê avakirin. Çawa ku ji bo agirekî gur û xurt oksîjen şert e, ji bo zewaceke serkeftî jî qedirgirtin şert e. Agir bê oksîjen ditefe. Mîna vê, eger jin û mêr qedrê hev negirin, hezkirina di navbera wan de wê sar bibe. Ji aliyê din ve, eger jin û mêr xîret bikin ku qedrê hev bigirin, hezkirina wan wê winda nebe. Belkî tu difikirî ku tu têra xwe qedrê jin yan mêrê xwe digirî. Lê mesele ne ev e ku tu çi difikirî. Gelo jin yan mêrê te hîs dike ku tu bi rastî qedrê wê yan wî digirî? w23.05 22 par. 9; 24 par. 14-15

Roja Sêşemê, 24 Hezîran

Gava ku tengahî dadigirin hundirê min, xemrevandina te rihet dike canê min (Zebûr 94:19).

Hin xizmetkarên Xwedê yên berê carinan ji ber dijminên xwe yan ji ber tengasiyên din ditirsiyan (Zebûr 18:4; 55:1, 5). Bi eynî awayî, em jî dikarin li mektebê, li cihê îş, ji aliyê malbata xwe ve yan ji aliyê dewletê ve rastî muxalefetê werin. Yan jî dibe ku em ji ber nexweşiyeke giran li ber mirinê bin. Ji ber vê yekê, dibe ku em xwe bêçare hîs bikin. Di demên wisa de, gelo Yehowa çawa alî me dike? Ew me teselî dike û dilê me rihet dike. Loma jî gerek em her tim dua bikin û Kitêba Pîroz bixwînin. Bi vî awayî, em dikarin qey bi Yehowa re wextê derbas bikin (Zebûr 77:1, 12-14). Eger me dua û xwendina Kitêba Pîroz ji xwe re kirine adet, emê di dema tengasiyan de jî xwe bispêrin Yehowa. Bila em jê re behsa tirs û xemên xwe bikin û fersendê bidin wî ku ew bi destê Nivîsarên Pîroz bi me re xeber bide û dilê me rihet bike (Zebûr 119:28). w24.01 24-25 par. 14-16

Roja Çarşemê, 25 Hezîran

Çimkî Xwedê ye yê ku di dilê we de dixebite, da ku hem daxwaz û hem jî kirina we li wî xweş bê (Filîpî 2:13).

Ji bo ku em bigihîjin hedefên ruhî, xwestin pir muhîm e. Xwestin alî me dike ku em xîret bikin ku bigihîjin hedefa xwe. Xwestina dilê me çi qas mezin be, îhtimala ku em bigihîjin hedefa xwe jî ew qas mezin dibe. Îcar tu çawa dikarî xwestina xwe zêde bikî? Ji bo xwestinê dua bike. Bi destê ruhê pîroz, Yehowa dikare dilê te xurt bike ku tu bigihîjî hedefa xwe. Car caran em hedefekê datînin pêşiya xwe, çimkî em dizanin ku gerek em wisa bikin. Lê dibe ku daxwaza me tune be ku em bigihîjin vê hedefê. Kûr bifikire ku Yehowa ji bo te çi kiriye (Zebûr 143:5). Pawlosê şandî li ser kerema Yehowa kûr difikirî. Vê yekê ew teşwîq dikir ku bi awayekî jîr û jêhatî ji Yehowa re xizmetê bike (1. Korîntî 15:9, 10; 1. Tîmotêyos 1:12-14). Bi eynî awayî, her ku tu kûr bifikirî ku Yehowa ji bo te çi kiriye, xwestina te wê zêdetir bibe ku tu bixwazî bigihîjî hedefa xwe (Zebûr 116:12). w23.05 27 par. 3-5

Roja Pêncşemê, 26 Hezîran

Pesnê navê Xudan bidin (Zebûr 113:1).

Gava em pesnê navê Yehowa didin, em dilê wî xweş dikin (Zebûr 119:108). Însanên qisûrdar dixwazin ku kesên din pesnê wan bidin, çimkî ew ji vê yekê cesaretê distînin. Gelo Xwedê jî mîna wan hewceyî pesnan e? Helbet na. Gava em pesnê Bavê xweyî ezmanî didin, em îsbat dikin ku Îblîs derewçîn e. Îblîs îdîa dike ku eger em bikevin tengasiyê, emê ji Xwedê re dilsoz nemînin. Ji xeynî vê, ew dibêje ku em tenê ji bo menfaeta xwe ji Yehowa re xizmet dikin (Eyûb 1:9-11; 2:4). Lê Eyûb ji Yehowa re dilsoz ma û îsbat kir ku Îblîs derewçîn e. Ma em jî naxwazin ji Yehowa re dilsoz bimînin? Em gişt dikarin bi hal û hereketên xwe navê Xwedê pîroz bikin û bi dilsozî ji wî re xizmet bikin (Methelokên Silêman 27:11). Çi şerefeke mezin! w24.02 8-9 par. 3-5

Roja Înê, 27 Hezîran

Bi peyxamberên wî bawer bikin, dê karên we rast here! (2. Dîrokan 20:20).

Piştî dema Mûsa pêxember û Yêşû Yehowa Xwedê ji bo rêberiya xizmetkarên xwe hakim tayîn kirin. Paşê, di rojên padîşahan de, Yehowa pêxember tayîn kirin ku rêberiya xizmetkarên wî bikin. Padîşahên dilsoz guh dida şîretên pêxemberan. Mesela, gava Dawid Padîşah ji aliyê Natan Pêxember ve hat serrastkirin, wî şîreta pêxember bi dilnizmî qebûl kir (2. Samûyêl 12:7, 13; 1. Dîrokan 17:3, 4). Yehoşafat Padîşah xwe dispart rêberiya Yahazîêl Pêxember, û wî ji xelkê Cihûdayê re got ku bila ew îtibara xwe bi pêxemberên Xwedê bînin (2. Dîrokan 20:14, 15). Gava serê Hîzkiya Padîşah ket belayê, wî ji Îşaya Pêxember alîkarî xwest (Îşaya 37:1-6). Her ku padîşah li pey rêberiya Yehowa diçûn, wan bereket distandin, û milet dihat parastin (2. Dîrokan 20:29, 30; 32:22). Her kesî fehm dikir ku Yehowa bi destê pêxemberên xwe rêberiya xelkê dike. w24.02 21 par. 8

Roja Şemiyê, 28 Hezîran

Nebin hevparên wan (Efesî 5:7).

Îblîs dixwaze ku em tevî kesên ku qedrê qanûnên Yehowa nagirin hevaltiyê bikin, da ku em qanûnên Yehowa binpê bikin. Lazim e ku em dîqat bikin, çimkî îro, mirov dikare ne tenê rû bi rû, lê bi navgîniya înternetê jî bi kesên din re hevaltiyê bike. Dinyaya Îblîs bêexlaqiyê wek tiştekî normal dibîne, lê em dizanin ku ne wisa ye (Efesî 4:19, 20). Bila em ji xwe bipirsin: “Gelo ez xîret dikim ku bi zêdeyî wexta xwe tevî hevalkarên xwe, hevaldersên xwe yan kesên din, ên ku qedrê qanûnên Yehowa nagirin, derbas nekim? Eger hin kes me wek mirovên fanatîk bibînin jî, gelo ez qanûnên Yehowa bi serbilindî diparêzim?” Wek em ji 2. Tîmotêyos 2:20-22 fehm dikin, gerek em di civatê de jî hevalên xwe rind hilbijêrin, çimkî hevalên nebaş dikarin dostaniya me ya bi Yehowa re xera bikin. w24.03 22-23 par. 11-12

Roja Yekşemê, 29 Hezîran

Xudan gelek dilovan û tije rehm e (Aqûb 5:11).

Gelo Yehowa çawa xuya dike? Her çi qas em nikarin Yehowa bi çavê xwe bibînin jî, Kitêba Pîroz dibêje ku ew wek “roj û mertal e” û “agirek e” (Zebûr 84:11; Îbranî 12:29). Di dîtiniyeke Hêzekîêl pêxember de, hizûra Yehowa Xwedê wek safîr, metaleke biriqok û keskesoreke xweşik tê nîşan dayîn (Hêzekîêl 1:26-28). Ji ber ku Yehowa bi çavan nayê dîtin, li hinekan zor tê ku bawer bikin ku ew ji wan hez dike. Hin kes jî di jiyana xwe de rastî gelek zehmetiyan hatine, loma ew difikirin ku Xwedê ji wan hez nake. Yehowa ji hîsên wisa fehm dike û dizane ku ji bo hin kesan çima zehmet e ku nêzîkî wî bibin. Ji ber vê yekê, Yehowa bi destê Kitêba Pîroz nîşan dide ku ew Xwedayekî çi qas dilovan e. Hezkirin sifetê sereke yê şexsiyeta Yehowa ye. Loma, Kitêba Pîroz dibêje ku “Xwedê hezkirin” e (1. Yûhena 4:8). Yehowa her tiştî ji ber hezkirinê dike. Hezkirina Xwedê ew qas mezin e ku ew ji her kesê ku ji wî hez dike û heta ji kesên ku ji wî hez nakin jî, hez dike (Meta 5:44, 45). w24.01 26 par. 1-3

Roja Duşemê, 30 Hezîran

Wî di stûna ewr de ji wan re got (Zebûr 99:7).

Yehowa xizmetkarê xwe Mûsa tayîn kiribû ku Îsraîliyan ji welatê Misrê derxe û wî bi roj bi “stûneke ewran” û bi şev “bi stûneke agirîn” rêberiya wan dikir (2. Mûsa 13:21, Mizgînî). Mûsa li pey stûnê dimeşiya, ya ku ew û Îsraîliyên din dibirin Behra Sor. Li ser rê, gava xelk li ber behrê bû û ordiya Misrê ketibû pey wan, ew tirsiyan ku ew ketine dafikê. Lê belê, qet şaşî tune bû! Yehowa ew bi qesdî bi destê Mûsa anîbûn wê derê (2. Mûsa 14:2). Paşê, Xwedê ew bi mucîzeyeke mezin ji destê dijminan xelas kirin (2. Mûsa 14:26-28). Di 40 salên piştî vê de, Mûsa xwe dispart stûna ewran ji bo ku li çolê rêberiya xizmetkarên Xwedê bike (2. Mûsa 33:7, 9-10). Yehowa ji hundirê stûnê bi Mûsa re xeber dida, û wî jî gotinên Xwedê ji xelkê re digotin. Belê, gelek îsbat hebûn ku Yehowa bi destê Mûsa rêberiya Îsraîliyan dikir. w24.02 21 par. 4-5

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne