Gulan
Roja Pêncşemê, 1 Gulan
Di nêzîk de xelayeke mezin wê li seranserê dinyayê rabe (Karên Şandiyan 11:28, NWT).
Di sedsala yekê de, li temamiya dinyayê xelayeke giran çêbû. Vê xelayê li ser xizmetkarên Xwedê jî tesîr dikir. Bê guman dê û bavan gelek caran xem dixwar ku ewê çawa xwarinê ji bo mala xwe peyda bikin. Gelo vê yekê li ser kesên ciwan, ên ku dixwest zêdetir ji Yehowa re xizmetê bikin, çawa tesîr dikir? Dibe ku ew difikirîn a baştir ew e ku ew hedefên xwe piştî xelayê bînin cih. Xizmetkarên Xwedê li gor rewşa nû hereket dikir. Wan xizmeta xwe heta ku ji destê wan dihat dewam dikir. Û wan bi dilxwazî tiştên madî bi xwişk û birayên xwe yên li Cihûstanê re parve dikirin (Karên Şandiyan 11:29, 30). Yên ku alîkariya madî distand, didît ku Yehowa piştgiriya wan dike (Meta 6:31-33). Wan xwe nêzîktirî xwişk û birayên bawermend hîs dikir, yên ku alîkariya wan dikir. Û yên ku bexş didan yan bi awayekî din alîkarî dikir, didît ku dayîn wan bextewar dike (Karên Şandiyan 20:35). w23.04 16 par. 12-13
Roja Înê, 2 Gulan
Eger em bizanin ku em her çi bixwazin [Xwedê] guh dide me, hingê em dizanin tiştên ku me jê xwestine, me standine (1. Yûhena 5:15).
Hin caran, Yehowa bi destê kesên ku ji wî re îbadetê nakin cewaba duayên xizmetkarên xwe dide. Mesela, ji bo ku Nehemya vegere Orşelîmê û bajêr ji nû ve ava bike, Yehowa li ser Artahşasta Padîşah tesîr kir ku ew îzna çûyînê bide wî (Nehemya 2:3-6). Îro jî, Yehowa dikare bi destê kesên ku ne xizmetkarên wî ne alîkariya me bike. Yehowa bi gelemperî ne bi awayekî berbiçav cewabê dide duayên me. Lê cewabên ku em distînin alî me dikin ku em ji Bavê xweyî ezmanî re dilsoz bimînin. Loma bala xwe bidê ku Yehowa çawa cewabê dide duayên te. Hin caran, bifikire ku Yehowa çawa cewab daye duayên te (Zebûr 66:19, 20). Gelo em çawa dikarin baweriya xwe nîşan bidin? Ewilî, gerek em ji Yehowa re dua bikin. Dû re, cewab her çi be jî, gerek em van cewaban qebûl bikin (Îbranî 11:6). w23.05 11 par. 13; 12 par. 15-16
Roja Şemiyê, 3 Gulan
Ez zewqê ji bicihanîna daxwaza te distînim, ey Xwedayê min (Zebûr 40:8).
Gava me jiyana xwe da destê Yehowa, me soz da wî ku emê jê re îbadetê bikin û daxwaza wî bînin cih. Gerek em li ser vê sondê bimînin. Jiyana li gor sonda xwedayînê ne barekî giran e. Çimkî Yehowa em xuliqandine ku em li gor daxwaza wî bijîn (Peyxam 4:11). Wî em di sûretê xwe de çêkirine û daxwaza ku em wî nas bikin û jê re îbadetê bikin xistiye dilê me. Ji ber vê yekê, em dikarin nêzîkî wî bibin û ji kirina daxwaza wî zewqê bistînin. Wekî din, gava em li gor daxwaza Xwedê dijîn û li ser şopa Îsa Mesîh dimeşin, em “rihetiyê ji bo canê xwe” dibînin (Meta 11:28-30). Loma hezkirina di nav xwe û Yehowa de xurttir bike. Li ser hemû tiştên ku Yehowa ji bo te kirine û li ser xêr û bereketên ku ewê bide te kûr bifikire. Gava hezkirina Xwedê di dilê te de mezintir bibe wê ji te re hêsantir be ku tu bi ya wî bikî (1. Yûhena 5:3). Îsa Mesîh daxwaza Xwedê bi serkeftî anî cih, çimkî wî bi destê duayê ji Yehowa alîkarî dixwest û xelata xwe dianî ber çavê xwe (Îbranî 5:7; 12:2). Mîna Îsa Mesîh bike. Bi destê duayê ji Yehowa qewetê bixwaze û hêviya jiyana bêdawî di hiş û dilê xwe de zindî bihêle. w23.08 27-28 par. 4-5
Roja Yekşemê, 4 Gulan
Ma tu nabînî ku ew qencî, bêhnfirehî û sebra xwe bi zêdeyî nîşanî te dide? Ma tu fehm nakî ku Xwedê dixwaze bi qenciya xwe alî te bike ku tu tobe bikî? (Romayî 2:4, NWT).
Em gişt qedir û qîmetê didin kesên bisebir. Gelo çima? Çimkî ew bi bêhnfirehî li benda tiştekî disekinin. Gava em şaşiyan dikin û kesên din li hemberî me bisebir in, ev yek ji bo me biqîmet e. Wexta ku li me zor dihat ku em rastiyeke Kitêba Pîroz fehm bikin, qebûl bikin yan bînin cih, em pir şikirdar bûn ku mamosteyê me li me sebir dikir. Berî her tiştî, em spasdarê Yehowa Xwedê ne ku ew li hemberî me bisebir e! Her çi qas em qîmetê didin sebra kesên din carinan ne hêsan e ku em bi xwe sebir bikin. Mesela, gava em di trafîkê de asê dimînin û bi derengî dikevin, dibe ku bêhna me pir teng dibe. Gava kesên din me aciz dikin, dibe ku em diqehirin. Û car caran ne hêsan e ku em bisebir li hêviya dinyaya nû bisekinin. Lê di van hemû rewşan de, lazim e ku em zêdetir sebir bikin. w23.08 20 par. 1-2
Roja Duşemê, 5 Gulan
Wan … hemûyên zilamê Îsraêlê, yên din, her kesî şand çadirên wan; lê belê wî sê sed mirov li cem xwe hişt (Serweran 7:8).
Li gor fermana Yehowa, Gîdeon piraniya leşkerên xwe şandin malê. Dibe ku wî meraq dikir: “Ma ev guhertin bi rastî lazim e û bi kêrî tiştekî tê?” Lê dîsa jî, Gîdeon li gor rêberiya Xwedê hereket kir. Îro jî, rîspî hazir in ku mîna Gîdeon li gor rêberiya teşkîlatê guhertinan pêk bînin (Îbranî 13:17). Gava tirs, xof û talûke hebûn jî, Gîdeon guhdariya Yehowa dikir (Serweran 9:17). Piştî ku Yehowa dilê Gîdeon xurt kir, qet şika wî nema ku ew dikare xelkê Xwedê biparêze. Rîspiyên li welatên ku fealiyetên me hatine qedexekirin Gîdeon ji xwe re mîsal digirin. Her çi qas talûke hebe ku ew bên girtin, îşê xwe winda bikin yan zilm li wan bê kirin jî, ew bi dilxurtî rêberiya civatê û karê belavkirina mizgînê dikin. Di dema tengahiya mezin de, cesaret ji rîspiyan re lazim e, da ku ew bikarin li hemberî talûkeyan li gor rêberiya teşkîlatê bimeşin. w23.06 5-6 par. 12-13
Roja Sêşemê, 6 Gulan
Kesê ku min rûmetdar bike, ezê jî rûmetdar bikim (1. Samûyêl 2:30, Mizgînî).
Yehowa serpêhatiya Serokkahîn Yehoyada di Kitêba Pîroz de da nivîsandin, da ku em jê hîn bibin (Romayî 15:4). Ji ber qenciya ku Yehoyada ji bo xêra mala Xwedê kiribû, Yehowa îzin da ku ew li cem padîşahan bê defnkirin. Ev yek rûmeteke pir mezin bû (2. Dîrokan 24:15, 16). Serpêhatiya Yehoyada dikare alî me hemûyan bike ku em tirsa Xwedê di dilê xwe de ava bikin. Rîspî dikarin mîna Yehoyada hişyar û sadiq bimînin û keriyê Xwedê biparêzin (Karên Şandiyan 20:28). Kesên bi emrê mezin dikarin ji Yehoyada bielimin ku eger ew hurmetê bidin Yehowa û sadiq bimînin, Yehowa dikare van kesên biqîmet ji bo pêkanîna mexseda xwe bi kar bîne. Kesên ciwan dikarin wek ku Yehowa ji Yehoyada re qenc bû, ji kesên bi emrê mezin re qenc bin, qedrê wan bigirin û hurmetê bidin wan – bi xisûsî yên ku ji bo demeke dirêj bi dilsozî xizmetê dikin (Methelokên Silêman 16:31). Bila em gişt destekê bidin kesên ku di nav me de rêberiyê dikin û bi ya wan bikin (Îbranî 13:17). w23.06 17 par. 14-15
Roja Çarşemê, 7 Gulan
Lêvên rastan gelek mirovan têr dikin (Methelokên Silêman 10:21, Mizgînî).
Gava tu qerarê didî ku tu dixwazî çend caran di civînan de cewabê bidî, maqûl be. Eger em destê xwe gelek caran bilind bikin, dibe ku em zorê bidin îdarevan ku ew fersendê nede kesên ku hîn cewab nedane, lê bide me. Ev yek dikare bibe sebeb ku kesên din destê xwe bilind nekin (Waiz 3:7). Eger di dema lêkolînê de gelek xwişk û bira destê xwe bilind bikin, dibe ku em bi qasî ku dixwazin gelek caran cewaban nedin. Carinan jî, dibe ku îdarevan qet fersendê nede me ku em cewabekê bidin. Wê çaxê, belkî em bixeyidin, lê dîsa jî gerek em xîret bikin ku dilê me ji tu kesî nemîne (Waiz 7:9). Eger ne mumkin be ku tu li gor daxwaza dilê xwe gelek caran cewaban bidî, baş guh bide cewabên kesên din û piştî civînê pesnê wan bide. Çawa ku cewabên te dikarin dilê xwişk û birayan ava bikin, pesndayîn jî dikare dilê wan ava bike. w23.04 23-24 par. 14-16
Roja Pêncşemê, 8 Gulan
Dilê min bi qirar e! (Zebûr 57:7, KP).
Peyva Xwedê lêkolîn bike û li ser wê kûr bifikire. Eger koka darekê kûr be, ewê qayîm bisekine. Wisa jî, eger em Peyva Xwedê kûr lêkolîn bikin, emê di baweriyê de qayîm bimînin. Her ku darek mezintir dibe, koka wê jî kûrtir û mezintir dibe. Gava em lêkolîn dikin û kûr difikirin, em baweriya xwe xurttir dikin û emîn dibin ku rêya Xwedê ya herî baş e (Kolosî 2:6, 7). Bifikire ku Yehowa çawa rêberiya xizmetkarên xwe yên berê kiriye û ew parastine. Mesela, Hêzekîêl di dîtiniyekê de bi dîqat bala xwe didayê ku melekekî çawa îbadetgeh dipîvand. Vê dîtiniyê dilê Hêzekîêl xurt kir, û em dikarin jê bielimin ku em li gor standardên Yehowa yên ji bo îbadeta rast hereket bikin (Hêzekîêl 40:1-4; 43:10-12). Eger em rastiyên di Peyva Xwedê de lêkolîn bikin û li ser wan kûr bifikirin, emê ji wan feydeyê bistînin. Em dikarin dilekî qayîm ava bikin û xwe bi temamî bispêrin Yehowa (Zebûr 112:7). w23.07 18 par. 15-16
Roja Înê, 9 Gulan
Xwe li fikirîna saxlem bigire (Methelokên Silêman 3:21, NWT).
Di Kitêba Pîroz de gelek serpêhatiyên kesên gihîştî hene. Wan ji Xwedê hez dikir û bi gelek awayan, ew li xelkê Xwedê xwedî derdiketin. Îro jî, kesên wisa gihîştî di malbat û civata te de hene (Îbranî 13:7). Îsa Mesîh jî mînakeke bêqisûr ji me re hiştiye (1. Petrûs 2:21). Serpêhatiyên van kesan baş lêkolîn bike û bala xwe bide sifetên wan ên herî baş (Îbranî 12:1, 2). Dû re bifikire ku tu dikarî ji wan çi dersê bistînî. Zilamê biaqil pêşî baş difikire û paşê hereket dike. Lê carinan zor e ku em kûr bifikirin. Lêkolîn bike ku Yehowa li ser meseleyekê çawa difikire û fehm bike ku ev yek ji bo te çima bifeyde ye. Paşê bi alîkariya van prensîpan qerarên ku dilê Yehowa şa dikin, bide (Zebûr 119:9). Ev yek wê di rêya mirovekî gihîştî de alî te bike (Methelokên Silêman 2:11, 12; Îbranî 5:14). w23.12 24-25 par. 4-5
Roja Şemiyê, 10 Gulan
Hergav amade bin ku hûn bersîvê bidin her kesê ku sedemê wê hêviya ku di dilê we de ye dipirse (1. Petrûs 3:15).
Dê û bav dikarin zarokên xwe hîn bikin ku bi nermî cewabê bidin kesên ku di heqê baweriya wan de tiştekî dipirsin (Aqûb 3:13). Di dema îbadeta malbatê de, hin dê û bav zarokên xwe hînî vê yekê dikin. Ew li ser tiştên ku di mektebê de tên pirsîn, sohbetê dikin û nîşanî wan didin ku ew çawa dikarin bi zimanekî nerm, zelal û şîrîn cewabê bidin. Eger dê û bav zarokên xwe ji berê ve hazir bikin, ev yek wê alî wan bike ku ew bi xwe îqna bibin û baweriya xwe ji kesên din re şîrove bikin. Li ser jw.org li bin qismê “Pirsên Ciwanan” gelek mijarên bifeyde hene. Ev qisim alî kesên ciwan dike ku ew baweriya xwe qewîtir bikin û bielimin ku bi gotinên xwe cewaban bidin. Di dema îbadeta malbatê de, dê û bav û zarok dikarin vî qisimî lêkolîn bikin. Bi vî awayî, her kes wê bielime ku baweriya xwe bi zimanekî nerm û şîrîn biparêze. w23.09 17 par. 10; 18 par. 15-16
Roja Yekşemê, 11 Gulan
Û em ji qencîkirinê newestin, çimkî eger em sist nebin, emê di demsala wê de bidirûn (Galatî 6:9).
Gelo ji bo te zehmet e ku tu bigihîjî hedefeke xwe ya ruhî? Eger wisa be, tu ne bi tena serê xwe yî. Mesela, Philip dixwest baştir û zêdetir dua bikira, lê wî ji bo duayê wext nedidît. Hedefa Erikayê ew bû ku di wextê de bigihîje civînên xizmetê; lê dîsa jî ew tim bi derengî diket. Eger ji bo te zehmet be ku tu bigihîjî hedefa xwe, li ber xwe nekeve. Heta ji bo ku mirov bigihîje hedefeke hêsan, gelek caran pir wext û xîret lazim e. Bi eslê xwe, tu hê jî dixwazî bigihîjî hedefa xwe. Ev yek nîşan dide ku tu qîmetê didî dostaniya xwe ya bi Yehowa re û dixwazî bi awayê herî baş jê re xizmetê bikî. Yehowa qîmetê dide xîreta te. Helbet, ew tiştekî ji qeweta te zêdetir naxwaze (Zebûr 103:14; Mîka 6:8). Loma li gor hal û rewşa xwe hedefeke maqûl ji xwe re deyne. w23.05 26 par. 1-2
Roja Duşemê, 12 Gulan
Eger Xwedê bi me re ye, kî dikare li dijî me be? (Romayî 8:31, NWT).
Carinan dibe ku tirs bikeve dilê kesên bicesaret jî, lê ew îznê nadin ku ev tirs rê li ber wan bigire ku ew ya rast bikin. Danîêl xortekî pir bicesaret bû. Wî nivîsarên pêxemberên Xwedê lêkolîn kiribûn, mesela sozên ku Xwedê dabûn Yêremya pêxember. Ji vê lêkolînê, Danîêl fehm kir ku dawiya êsîriya Cihûyan a li Babîlê nêzîk e (Danîêl 9:2). Gava Danîêl dît ku gotinên pêxemberan tên cih, baweriya wî ya bi Yehowa qewîtir bû, û yên ku xwe dispêrin Xwedê dikarin pir bicesaret bin (li Romayî 8:32, 37-39 jî binêre). A herî muhîm, Danîêl gelek caran ji bavê xweyî ezmanî re dua dikir (Danîêl 6:10). Wî gunehên xwe ji Yehowa re îtiraf dikirin û dilê xwe jê re vedikir. Û Danîêl alîkarî jî dixwest (Danîêl 9:4, 5, 19). Mîna me hemûyan, ew bicesaret nehat dinyayê. Danîêl pêxember lêkolîn dikir, dua dikir û xwe dispart Yehowa. Bi vî awayî, wî cesareta xwe ava dikir. w23.08 3 par. 4; 4 par. 7
Roja Sêşemê, 13 Gulan
Bi eynî awayî, bila ronahiya we li ber mirovan şewq bide, da ku ew kirinên we yên qenc bibînin û rûmetê bidin Bavê we yê li ezmanan (Meta 5:16, NWT).
Gava em bi ya hukûmetê dikin, ev yek hem ji bo me hem jî ji bo kesên din bifeyde ye. Gelo çawa? Kesên ku guh nadin qanûnan tên cezakirin. Lê ji ber ku em îtaet dikin, em ji vê yekê tên parastin (Romayî 13:1, 4). Dema ku em ji dewletê re îtaet dikin, memûr dibînin ku Şahidên Yehowa welatiyên baş in. Mesela, berî hin dehsalan li Nîjeryayê, leşker di dema civînê de ketin Salona Îbadetê. Ew li kesên ku bac red dikir digeriyan. Lê serleşker ji leşkeran re emir kir ku derkevin û got: “Şahidên Yehowa her tim bacê didin.” Belê, her cara ku tu guh didî qanûnê, tu dikarî nav û dengê xizmetkarên Yehowa bilind bikî. Di rewşeke acîl de, ev yek dikare xwişk û birayên me biparêze. w23.10 9 par. 13
Roja Çarşemê, 14 Gulan
Ragirtin ji we re lazim e, da ku hûn daxwaza Xwedê bikin û soza ku daye bistînin (Îbranî 10:36).
Hinek xizmetkarên Yehowa ji bo wexteke dirêj li hêviya dawiya sîstema vê dinyayê ne. Bi nêrîna hinek mirovan, sozên Xwedê wê pêk neyên. Ji ber ku Yehowa dizane ku xizmetkarên wî çawa xwe hîs dikin, wî ji Habaqûq pêxember re gotibû: “Tiştên dîtiniyê li benda dema xwe ya diyarkirî ne, ew li ser rojên dawî dibêjin û derewan nakin. Bi derengî jî bikevin, li bendê bin, bêguman wê bibin, wê dereng nemînin” (Habaqûq 2:3, Mizgînî). Bi van gotinan, gelo Xwedê dixwest ku tenê dilê Habaqûq pêxember yan dilê me jî xurt bike? Bi îlhama Xwedê, Pawlosê şandî ev gotin ji bo dilxurtkirina şagirtên Îsa Mesîh bi kar anî, çimkî ew jî bi hesret li benda dinyaya nû diman (Îbranî 10: 37). Belkî em jî carinan difikirin ku sozên Xwedê wê pêk neyên. Lê em dikarin bawer bin ku sozên Yehowa “wê dereng nemînin”. w23.04 30 par. 16
Roja Pêncşemê, 15 Gulan
Hemû gelê Îsraîl li ba Mûsa … gilî û gazinên xwe kirin (4. Mûsa 14:2, Mizgînî).
Îsraîliyan îsbatên ku Yehowa Mûsa wek temsîlkarê xwe bi kar tîne, red dikirin (4. Mûsa 14:10, 11). Dîsa û dîsa, wan rêberiya Mûsa red dikir. Di netîceyê de, Yehowa îzin neda wan ku ew bikevin Welatê Sozdayî (4. Mûsa 14:30). Lê belê, hin Îsraîliyan rêberiya Yehowa qebûl dikir. Mesela, Yehowa got: “Kaleb … bitûmî li pey min meşiya” (4. Mûsa 14:24). Ji ber vê yekê, Xwedê ew xelat kir. Bi ser de, Xwedê erdê ku Kaleb li welatê Kenanê dixwest, da wî (Yêşû 14:12-14). Zarokên Îsraîliyên ku li çolê miribûn jî rêberiya Yehowa qebûl dikir. Gava Yêşû li şûna Mûsa bû rêberê Îsraîliyan, wan di temamiya emrê wî de hurmet dida wî (Yêşû 4:14). Di netîceyê de, Yehowa ew birin Welatê Sozdayî (Yêşû 21:43, 44). w24.02 21 par. 6-7
Roja Înê, 16 Gulan
Yê ku ji Xwedê hez dike, bila ji birayê xwe jî hez bike (1. Yûhena 4:21).
Çawa ku lêdana dilê me di heqê siheta me de melûmatan dide doktor, wisa jî hezkirina me ya ji kesên din nîşan dide ku em ji Xwedê çi qas hez dikin. Eger em pê bihesin ku hezkirina me ya ji xwişk û birayan kêm bûye, ev yek belkî xuya dike ku hezkirina Yehowa Xwedê jî di dilê me de kêm bûye. Lê gava em her roj hezkirina xwe ji xwişk û birayan re nîşan didin, wê çaxê em dizanin ku em ji Xwedê gelek hez dikin. Eger hezkirina xwişk û birayan di dilê me de kêm bibe, ev çima derdekî mezin e? Ji ber ku ev yek nîşan dide ku siheta me ya ruhî nebaş e. Yûhenayê şandî bi eşkereyî wisa gotibû: “Çimkî yê ku ji birayê xwe yê ku dibîne hez neke, nikare ji Xwedayê ku nabîne hez bike” (1. Yûhena 4:20). Dersa ji bo me çi ye? Ji bo ku Yehowa Xwedê ji me razî be, gerek em “ji hevdû hez bikin” (1. Yûhena 4:7-9, 11). w23.11 8 par. 3; 9 par. 5-6
Roja Şemiyê, 17 Gulan
Bila dê û bavê te şa bin (Methelokên Silêman 23:25, Mizgînî).
Gava Yoaş Padîşah ciwan bû, bavê wî mir û Serokkahîn Yehoyada ew mezin dikir û di heqê Yehowa de dielimand. Yoaş yekî bihîkmet bû, çimkî wî guh dida şîretên Yehoyada. Ji ber mîsala Yehoyada, Yoaş qerar da ku ji Yehowa re xizmetê bike û alî xelkê bike ku ew jî ji Yehowa re xizmetê bikin. Wekî din, Yoaş îbadetgeha Yehowa tamîr kir (2. Dîrokan 24:1, 2, 4, 13, 14). Eger dê û bavê te yan kesekî din te hîn dikin ku tu ji Yehowa hez bikî û li gor standardên wî bijî, ev yek tiştekî pir biqîmet e (Methelokên Silêman 2:1, 10-12). Dê û bavê te bi gelek awayan dikarin te perwerde bikin. Gava tu guh didî şîretên ji Kitêba Pîroz û wan tînî cih, dê û bavê te şa dibin. Ya muhîmtir jî ev e ku Xwedê wê şa bibe û dostaniya te ya bi wî re wê qewîtir bibe (Methelokên Silêman 22:6; 23:15, 24). Ma ev ne sebebên baş in ku tu ji mîsala Yoaş – gava ew ciwan bû – hîn bibî? w23.09 8-9 par. 3-5
Roja Yekşemê, 18 Gulan
Ez ê we bibihîzim (Yêremya 29:12).
Yehowa soz dide ku ew duayên me dibihîze. Xwedayê me ji xizmetkarên xwe yên dilsoz hez dike, loma ewê duayên wan qet piştguh neke (Zebûr 10:17; 37:28). Lê belê, ev nayê maneya ku ewê hemû daxwazên me pêk bîne. Ji bo hin daxwazên me pêk werin, belkî lazim e ku em heta dinyaya nû bisekinin. Yehowa armanca xwe û daxwazên me dide ber hev (Îşaya 55:8, 9). Armanca wî ew e ku dinyayê bi mirovên ku ji dil guh didin wî û hukimdariya wî, tije bike. Lê Îblîs îdîa dike ku eger mirov bi xwe li ser mirovan hukim bikin, halê wan wê baştir bûya (1. Mûsa 3:1-5). Ji bo ku derewên Îblîs derkevin meydanê, Yehowa îzna hukimdariyê daye mirovan. Îcar hukimdariyên dinyayê bûne sebebên gelek probleman (Waiz 8:9). Em dizanin ku Yehowa wê hemû pirsgirêkên dinyayê vê gavê çareser neke. w23.11 21 par. 4-5
Roja Duşemê, 19 Gulan
Min tu kirî bavê gelek miletan (Romayî 4:17, NWT).
Yehowa soz dabû ku ewê bi destê Birahîm “gelek miletan” bibereket bike. Lê gava Birahîm 100 salî û Sara 90 salî bû, ew hê jî nebûbûn dê û bavê kurê ku Xwedê soz dabû wan. Li gor nêrîna mirovan, ev yek wek tiştekî bêîmkan xuya dikir. Ev ji bo Birahîm ceribandineke giran bû. Lê belê, “Birahîm … bi hêvî bawer kir û bû ‘bavê gelek miletan’” (Romayî 4:18, 19). Dawiya dawî, hêviya wî rast derket. Birahîm bû bavê Îshaq, kurê ku ew bi hesret li hêviya wî bû (Romayî 4:20-22). Em dikarin razîbûna Xwedê bistînin û wek Birahîm bibin dostên Xwedê. Pawlos li ser Birahîm wisa gotibû: “Îcar gotina ‘jê re rastdarî hat hesabkirin’ ne tenê ji bo Birahîm hat nivîsîn, lê belê ji bo me jî hatiye nivîsîn. Ji me re jî bawerî wê rastdarî bê hesabkirin, em ên ku baweriyê bi wî yê ku Xudanê me Îsa ji nav miriyan rakir, tînin” (Romayî 4:23, 24). Gerek em wek Birahîm baweriya xwe bi Yehowa bînin, tiştên qenc bikin û emîn bin ku hemû sozên Yehowa wê rast derkevin. w23.12 7 par. 16-17
Roja Sêşemê, 20 Gulan
Tu halê min ê ketî dibînî, bi tengahiyên ku ez tê de me dizanî (Zebûr 31:7).
Gava tu ji ber halekî xerab ditirsî, ji bîr neke ku haya Yehowa ji tengasiya te heye, û ew dizane ku tu çi hîs dikî. Mesela, Yehowa didît ku Misiriyan çawa zilm û zordarî li Îsraîliyan dikirin, û wî “bi êşa wan” dizanibû (2. Mûsa 3:7, Mizgînî). Gava tu dikevî halekî xerab, belkî tu bi zelalî nabînî ku Yehowa bi te re ye. Loma, dua bike ku tu bibînî ku ew çawa alî te dike (2. Qiralan 6:15-17). Bîne bîra xwe ku gotar yan cewabeke ku te li civînekê bihîstibû çawa qewet dabû te. Yan jî bîne ber çavê xwe ku vîdeo yan jî kilamekê dilê te çawa xweş kiribû. Wekî din, bifikire ku xwişk yan birayekî çawa bi gotinên xwe yan jî bi ayeteke xweş cesaret dabû te. Carinan, dibe ku em ji bîr bikin ku hezkirina xwişk û birayan û xwarina ruhî hediyeyên çi qas mezin in (Îşaya 65:13; Marqos 10:29, 30). Belê, hediyeyên wisa nîşan didin ku Yehowa ji me çi qas hez dike û ku em dikarin xwe bispêrin wî (Îşaya 49:14-16). w24.01 4-5 par. 9-10
Roja Çarşemê, 21 Gulan
Alî xulamên xwe bike, da ku em bi dilekî xurt li ser peyva te xeber bidin (Karên Şandiyan 4:29, NWT).
Berî ku Îsa Mesîh vegeriya ezmanan, wî ji şagirtên xwe re dîsa got ku bila ew “li tevahiya Cihûstanê, li Sameryayê û heta bi kujê dinyayê yê herî dûr” behsa mizgîna di heqê wî de bikin (Karên Şandiyan 1:8; Lûqa 24:46-48). Wexteke kin bi şûn de, rêberên dînî ên Cihûyan Petrûsê şandî û Yûhenayê şandî girtin û birin ber mehkemeya herî bilind a Cihûyan. Wan ew tehdîd kirin û ji wan re got ku bila ew dev ji belavkirina xebera xêrê berdin (Karên Şandiyan 4:18, 21). Petrûsê şandî û Yûhenayê şandî got: “Ma li ber Xwedê kîjan rast e? Em guhê xwe bidin we, an bidin Xwedê? Hûn bêjin. Çimkî em nikarin tiştên ku me dîtine û bihîstine nebêjin” (Karên Şandiyan 4:19, 20). Piştî ku Petrûs û Yûhena hatin berdan, şagirtên din dua kir. Wan dixwest li gor daxwaza Yehowa bimeşin. Loma Yehowa cewab da vê duaya jidil (Karên Şandiyan 4:31). w23.05 5 par. 11-12
Roja Pêncşemê, 22 Gulan
Ev e Kurê min ê delal (Meta 17:5, NWT).
Bi dem û dewran, di nav Yehowa û Kurê wî yê delal de hezkirineke qewî çêbûye. Dostaniya di nav wan de, dostaniya herî kevn e. Yehowa bi zelalî anî zimên ku ew ji Îsa Mesîh çi qas hez dike. Di ayeta îroyîn de, wî ne tenê got, “Yê ku ez jê razî me, ew e”. Na, ji bo ku em jî fehm bikin ku ew ji Îsa Mesîh çi qas hez dike, wî jê re got: “Ev e Kurê min ê delal.” Yehowa bi wî serbilind bû, bi xisûsî ji ber ku ew hazir bû ku canê xwe feda bike (Efesî 1:7). Û Îsa Mesîh jî rind dizanibû ku Yehowa ji wî pir hez dike. Loma, wî çend caran bi bawerî got ku Xwedê ji wî hez dike (Yûhena 3:35; 10:17; 17:24). w24.01 28 par. 8
Roja Înê, 23 Gulan
Navê baş ji dewlemendiya mezin qenctir e (Methelokên Silêman 22:1, Mizgînî).
Ferz bike ku hevalekî te di heqê te de tiştekî xerab gotiye. Tu dizanî ku ev yek derew e, lê hin kes pê bawer dikin. Bi ser de, ew vê îftirayê ji kesên din re jî dibêjin, û ew jî pê bawer dikin. Ji ber ku navê te hatiye reşkirin û mirovên din li ser te xerab difikirin, ma tuyê aciz nebî? Ev mîsal alî me dike ku em fehm bikin ku gava navê Yehowa hat reşkirin, wî çi hîs kir. Melekekî ji jina pêşîn Hewayê re li ser wî derew kir, û wê jî pê bawer kir. Ji ber vê derewê, Adem û Hewayê li hemberî Xwedê serî hilda. Bi vî awayî, guneh û mirin derbasî hemû mirovan bûn (1. Mûsa 3:1-6; Romayî 5:12). Belê, şer, mirin û hemû kul û derdên din ji ber îftiraya Îblîs hatine meydanê. Bê guman dilê Yehowa ji ber vê pir diêşe. Dîsa jî, dilê wî bi hêrs û kînê ve tije nebûye, lê ew her û her “Xwedayê dilxweş” e (1. Tîmotêyos 1:11, NWT). w24.02 8 par. 1-2
Roja Şemiyê, 24 Gulan
Ez çawa dikarim xerabiyeke wiha bikim û li dijî Xwedê guneh bikim? (1. Mûsa 39:9, Mizgînî).
Tu çawa dikarî Ûsiv ji xwe re bikî mînak? Tu dikarî ji niha ve qerarê bidî ku eger tu bêyî ceribandin, tuyê çi bikî. Tiştên ku Yehowa ji wan nefret dike rasterast red bike û ji aqlê xwe derxe (Zebûr 97:10; 119:165). Belkî tu bawer î ku te rêya rast dîtiye û ku tu dixwazî bi temamiya dilê xwe ji Yehowa re xizmet bikî. Dîsa jî, tiştek dibe sebeb ku tu jiyana xwe nedî destê Yehowa û vaftîz nebî. Eger halê te wisa ye, wek Dawid Padîşah ji Yehowa rica bike: “Ya Xwedê, li min binêre û dilê min binase, min biceribîne û hînî xemên min bibe! Û binêre, ka di min de rêya xerabiyê heye û di jiyana bêdawî de pêşengiyê ji min re bike!” (Zebûr 139:23, 24). Yehowa kesên “ku li wî digerin xelat dike”. Ev yek ku tu xîret dikî ku bigihîjî hedefa weqf û vaftîzbûnê nîşanî Yehowa dide ku tu jî li wî digerî (Îbranî 11:6). w24.03 6 par. 13-15
Roja Yekşemê, 25 Gulan
Ew, ne hewce ye ku her roj … qurbanan pêşkêş bike (Îbranî 7:27, KP).
Serokkahîn miletê Îsraîl li ber Xwedê temsîl dikir. Gava konê îbadetê hat avakirin, serokkahînê pêşîn Harûn ji aliyê Yehowa ve hat tayînkirin. Lê belê, wek Pawlosê şandî zelal kir, “kahînên din gelek bûn, çimkî mirinê nehişt ku ew bidomînin” (Îbranî 7:23-26). Û ji ber ku ew serokkahîn însanên qisûrdar bûn, hewce bû ku ew ji bo gunehên xwe qurbanan pêşkêş bikin. Di navbera serokkahînên Îsraîlê û Serokkahînê mezin Îsa Mesîh de ev ferqa mezin hebû. Serokkahînê me Îsa Mesîh xizmetkarê “konê rastîn e, ku ne mirovan, lê Xudan daniye” (Îbranî 8:1, 2). Pawlos wisa şîrove kir: “Ji ber ku Îsa her û her dimîne, kahîntiya wî xilas nabe.” Wî got ku Îsa Mesîh “bêqusûr” e û “ji gunehkaran veqetiyayî” ye. Wekî din, ne hewce bû ku ew wek serokkahînên Îsraîlê “her roj … di ber gunehên xwe de” qurbanan pêşkêş bike. w23.10 26 par. 8-9
Roja Duşemê, 26 Gulan
Ezmanê pêşî û erdê pêşî bihûrîn (Peyxam 21:1).
“Ezmanê pêşî” hukûmetên siyasî temsîl dike, yên ku di bin tesîra Îblîs û cinên wî de ne (Meta 4:8, 9; 1. Yûhena 5:19). Di Kitêba Pîroz de, peyva “erd” dikare bê maneya mirovên dinyayê (1. Mûsa 11:1; Zebûr 96:1). Loma, “erdê pêşî” mirovên xerab temsîl dike. Yehowa wê rewşa “erd” û “ezmanên” ku niha hene ne tenê baştir bike, lê wê bi temamî biguherîne. Paşê, ewê “erdekî nû û ezmanekî nû” ava bike, yanî hukimdariyeke nû wê li ser mirovên rastdar hukim bike. Yehowa wê mirovan û dinyayê ji nû ve bigihîne bêqisûriyê. Wek Îşaya ji berê ve gotibû, temamiya dinyayê wê mîna baxçeyê Adenê bibe baxçeyekî xweşik. Emê jî bên nûkirin, yanî emê bi temamî bên qenckirin. Kesên seqet, ker, lal û kor wê rihet bibin û heta kesên mirî jî wê bên rakirin (Îşaya 25:8; 35:1-7). w23.11 4 par. 9-10
Roja Sêşemê, 27 Gulan
Hazir bin (Meta 24:44, NWT).
Ji nişka ve, tengasiya mezin wê dest pê bike (Meta 24:21). Tengasiya mezin wê ji gelek felaketên tebîetê cuda be, çimkî em dizanin ku ew roj wê bê. Nêzîkî 2.000 sal berê, Îsa Mesîh tembîh li şagirtên xwe kiribû ku bila ew ji bo wê rojê hazir bin. Eger em hazir bin, wê ji bo me hêsantir be ku em wê dema dijwar tehemûl bikin û destekê bidin kesên din (Lûqa 21:36). Wê çaxê, sebir lazim e, da ku em ji Yehowa re îtaet bikin û bawer bin ku ewê me biparêze. Xeyal bike ku xwişk û birayên me mal û milkê xwe winda dikin! (Habaqûq 3:17, 18). Wê çaxê, gerek em yekî dilşewat bin, da ku em destekê bidin wan. Yan jî xeyal bike ku em ji ber hicûma koalîsyona miletan bi xwişk û birayan re di maleke biçûk de dimînin! (Hêzekîêl 38:10-12). Wê çaxê, gerek hezkirina me ya ji xwişk û birayan gelekî xurt be, da ku em li hev bikin. w23.07 2 par. 2-3
Roja Çarşemê, 28 Gulan
Bala xwe bidinê ka hûn çawa rêve diçin, ne wek ên neşehreza, lê belê wek ên şehreza herin. Îcar ji fersenda vê demê îstifade bikin (Efesî 5:15, 16).
Di sedsala yekê de, zilamekî bi navê Akîlas û xanima wî Priskîla hebûn. Xwişk û birayan pir ji wan hez dikir (Romayî 16:3, 4). Îro jî, jin û mêr dikarin ji mîsala wan bielimin. Wan bi hev re kar dikir, xizmet dikir û alîkariya kesên din dikir (Karên Şandiyan 18:2, 3, 24-26). Tiştekî balkêş: Gava Kitêba Pîroz behsa Akîlas û Priskîlayê dike, navên wan her tim bi hev re derbas dibin. Gelo hûn çawa dikarin wan ji xwe re mîsal bigirin? Ka îşên xwe bînin ber çavê xwe. Li şûna ku hûn her tiştî bi tena serê xwe bikin, ma hûn nikarin hin îşan bi hev re bikin? Mesela, Akîlas û Priskîlayê xebera xêrê bi hev re belav dikir. Gelo hûn jî bi dewamî xebera xêrê bi hev re belav dikin? Wekî din, Akîlas û Priskîlayê bi hev re kar dikir. Belkî hûn li eynî cihî naşixulin, lê gelo hûn dikarin bi hev re karê malê bikin? (Waiz 4:9). Eger hûn alîkariya hev bikin, hûnê nêzîktirî hev bibin û fersendan bibînin ku bi hev re sohbetê bikin. w23.05 22-23 par. 10-12
Roja Pêncşemê, 29 Gulan
Roja ku ez ditirsim, ez xwe dispêrim te (Zebûr 56:3, NWT).
Carinan tirs dikare bikeve dilê her kesî. Mesela, ji bo ku ji destê Saûl Padîşah bifilite, Dawid reviya bajarekî Filîstiyan ê bi navê Gat. Lê piştî wexteke kin, padîşahê Gatê Axîş bihîst ku şervanê ku “bi deh hezaran” Filîstî kuştibûn, ew e. Loma, Dawid “ji Axîşê Padîşahê Gatê gelekî tirsiya” (1. Samûyêl 21:10-12, Mizgînî). Ew ditirsiya ku Axîş wê wî bikuje. Îcar çi alî Dawid kir ku ew ji vê tirsê xelas bibe? Zebûr 56 nîşanî me dide ku dema ku Dawid li bajarê Gatê bû, wî çi hîs kiribû. Di vê zebûrê de, Dawid hem behsa tirsên xwe kir hem jî anî zimên ku ew çawa ji tirsên xwe xelas bû. Em dibînin ku gava tirs diket dilê Dawid, wî xwe dispart Yehowa (Zebûr 56:1-3, 11). Baweriya wî vala derneket. Bi alîkariya Yehowa, Dawid stratejiyeke balkêş bi kar anî: Wî xwe li dewsa dînan danî. Loma Axîş Dawid nekuşt, lê xwest ku Dawid ji wê derê here. Bi vî awayî, Dawid ji mirinê xelas bû (1. Samûyêl 21:13–22:1). w24.01 2 par. 1-3
Roja Înê, 30 Gulan
Yên ku bi wî re bi ser ketine, yên gazîkirî, hilbijartî û dilsoz in (Peyxam 17:14).
Gelo yên gazîkirî kî ne? Ew kesên hilbijartî ne, yên ku ji mirinê hatine rakirin! Nêzîkî dawiya tengasiya mezin, piştî ku hilbijartiyên dawîn herin ezmanan, ewê li cem Îsa Mesîh şer bikin. Gava ew herin ezmanan, ewê di şerê dawîn de bi Îsa Mesîh û melekên wî re li hemberî dijminên Xwedê şer bikin. Ka bîne ber çavê xwe: Hin kesên hilbijartî êdî kal û pîr bûne. Lê gava ewê wek ruhên nemir ji mirinê bên rakirin û herin ezmanan, ewê pir biqewet bin û bi Îsa Mesîh re li hemberî dijminan şer bikin. Piştî şerê Harmegedonê, ewê bi Îsa Mesîh re alî mirovan bikin ku ew bigihîjin bêqisûriyê. Gava ew hê li dinyayê bûn, wan jixwe ji bo xêra xwişk û birayan kar dikir, lê wexta ku ew êdî li ezmanan bin, ewê karên hê jî mezintir bikin. w24.02 6-7 par. 15-16
Roja Şemiyê, 31 Gulan
Bi Ruh rêve herin, hingê hûn tu caran xwestekên nefsê naynin cih (Galatî 5:16).
Hin kesên ku bi eslê xwe ji bo weqf û vaftîzê hazir in dîsa jî xwe paş dixin. Belkî ew ditirsin ku piştî vaftîzbûnê, dibe ku ew gunehekî giran bikin û ji civatê bên derxistin. Eger ev tirs di dilê te de jî heye, emîn be ku Yehowa wê destekê bide te ku tu ‘bi awayekî ku hêjayî Xudan e rêve herî û bi her awayî li wî xweş bêyî’ (Kolosî 1:10). Wekî din, ewê alî te bike ku tu ya rast bikî. Yehowa alî gelek kesên din jî kiriye ku ew ya rast bikin (1. Korîntî 10:13). Ji ber vê yekê, kesên ku ji civatê tên derxistin hindik in. Belê, Yehowa alî xizmetkarên xwe dike ku ew dilsoz bimînin. Her mirov qisûrdar e û dikare şaşiyan bike (Aqûb 1:14). Dîsa jî, gava tu têyî ceribandin, eva ku tu şaşiyê bikî yan na, qerara te ye. Gerek tu xwe bi xwe hilbijêrî ku ji kîjan rêyê herî. Hin kes dibêjin ku em nikarin hîs û kirinên xwe kontrol bikin, lê ev yek ne rast e. Tu dikarî xwestinên xerab kontrol bikî. w24.03 5 par. 11-12