KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • es25 r. 37-46
  • Nîsan

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Nîsan
  • Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
  • Sernivîs
  • Roja Sêşemê, 1 Nîsan
  • Roja Çarşemê, 2 Nîsan
  • Roja Pêncşemê, 3 Nîsan
  • Roja Înê, 4 Nîsan
  • Roja Şemiyê, 5 Nîsan
  • Roja Yekşemê, 6 Nîsan
  • Roja Duşemê, 7 Nîsan
  • Roja Sêşemê, 8 Nîsan
  • Roja Çarşemê, 9 Nîsan
  • Roja Pêncşemê, 10 Nîsan
  • Roja Înê, 11 Nîsan
  • TARÎXA BÎRANÎNÊ
    Piştî Avabûna Rojê
    Roja Şemiyê, 12 Nîsan
  • Roja Yekşemê, 13 Nîsan
  • Roja Duşemê, 14 Nîsan
  • Roja Sêşemê, 15 Nîsan
  • Roja Çarşemê, 16 Nîsan
  • Roja Pêncşemê, 17 Nîsan
  • Roja Înê, 18 Nîsan
  • Roja Şemiyê, 19 Nîsan
  • Roja Yekşemê, 20 Nîsan
  • Roja Duşemê, 21 Nîsan
  • Roja Sêşemê, 22 Nîsan
  • Roja Çarşemê, 23 Nîsan
  • Roja Pêncşemê, 24 Nîsan
  • Roja Înê, 25 Nîsan
  • Roja Şemiyê, 26 Nîsan
  • Roja Yekşemê, 27 Nîsan
  • Roja Duşemê, 28 Nîsan
  • Roja Sêşemê, 29 Nîsan
  • Roja Çarşemê, 30 Nîsan
Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
es25 r. 37-46

Nîsan

Roja Sêşemê, 1 Nîsan

Ev çi bû ku te bi min kir? … Çima te ez xapandim? (1. Mûsa 29:25, Mizgînî).

Xizmetkarên Yehowa yên berê jî tengasiyên ku ew ne li hêviya wan bûn kişandin. Bala xwe bide serpêhatiya Aqûb. Bavê wî Îshaq dixwest ku ew ji xwe re destê keçika merivê wan Laban bixwaze, yê ku ji Xwedê re îbadet dikir. Îshaq ji kurê xwe Aqûb re gotibû ku Yehowa wê wî gelekî bibereket bike (1. Mûsa 28:1-4). Îcar Aqûb bi ya bavê xwe kir. Ew ji welatê Kenanê derket û çû mala Laban. Du keçikên wî hebûn – Lêa û Rahêl. Dilê Aqûb ket keçika Laban ya ciwantir Rahêl. Ji bo ku Laban keçika xwe bide wî, Aqûb hazir bû ku heft salan ji bo wî kar bike (1. Mûsa 29:18). Lê mixabin, tiştekî ku Aqûb ne li bendê bû hat serê wî. Laban ew xapand û keçika xwe ya mezintir Lêa da wî. Laban îzin da Aqûb ku ew piştî heftiyekê bi Rahêlê re jî bizewice, lê lazim bû ku ew ji bo wê jî heft salan kar bike (1. Mûsa 29:26, 27). Laban di karê ticaretê de jî gelek caran neheqî li Aqûb kir. Wî Aqûb bi temamî ji bo 20 salan ji xwe re kiribû kole! (1. Mûsa 31:41, 42). w23.04 15 par. 5

Roja Çarşemê, 2 Nîsan

Ez dilê xwe li ber Xudan vedikim (1. Samûyêl 1:15, Mizgînî).

Gava em hewceyî şîret û teseliyê dibin, gelo em dikarin dilê xwe ji kê re vekin? Em cewaba vê pirsê dizanin: Em dikarin ji Yehowa Xwedê re dua bikin. Yehowa dixwaze ku em gelek caran “bê rawestin dua bikin” (1. Selanîkî 5:17). Em dikarin bi serbestî dilê xwe ji wî re vekin û ji wî bixwazin ku ew rêberiya me bike (Methelokên Silêman 3:5, 6). Ji ber ku Xwedê comerd e, em kengê û çi qas bixwazin dikarin ji wî re dua bikin. Îsa Mesîh dizanibû ku Yehowa gelek qîmetê dide duayên me. Berî ku ew hat dinyayê, wî li ezmanan didît ku Bavê wî Yehowa çawa cewabê dide duayên jin û mêrên dilsoz. Mesela, gava Îsa Mesîh li cem Bavê xweyî ezmanî bû, wî didît ku ew çawa cewabê dide duayên jidil ên Hanna, Dawid û Êlyas (1. Samûyêl 1:10, 11, 20; 1. Qiralan 19:4-6; Zebûr 32:5). Ji ber vê yekê, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku bila ew tim dua bikin û bawer bikin ku Xwedê dengê wan dibihîze! (Meta 7:7-11). w23.05 2 par. 1, 3

Roja Pêncşemê, 3 Nîsan

Tirsa mirovan dafik e, lê kesê bi Xudan ewle ye, di ewlehiyê de ye (Methelokên Silêman 29:25, Mizgînî).

Tirsa Xwedê di dilê Serokkahîn Yehoyada de hebû. Rojekê, keça Îzebelê Atalyayê textê padîşahiya Cihûdayê bi darê zorê girt destê xwe. Ji bo ku ew bibe melîke, Atalya hazir bû ku temamiya xanedana padîşah qetil bike – heta neviyên xwe jî! (2. Dîrokan 22:10, 11). Bes yek ji wan zarokan – Yoaş – ji destê wê filitî. Yehoyada û xanima wî Yehoşabeatê ew veşart û xwedî kir. Bi vî awayî, Yehoyada û Yehoşabeatê xanedana Dawid Padîşah parast. Yehoyada li hemberî Yehowa sadiq ma û ji Atalyayê neditirsiya. Gava Yoaş 7 salî bû, Yehoyada dîsa îsbat kir ku ew li hemberî Yehowa sadiq e. Wî planek çêkir. Eger plana wî bi ser biketa, Yoaş wê bibûya padîşahê qanûnî. Lê eger plana wî bi ser neketa, wiyê jiyana xwe ji dest bidaya. Bi bereketa Yehowa, plana wî serkeftî bû. w23.06 17 par. 12-13

Roja Înê, 4 Nîsan

Tê hîn bibî ku Yê Herî Berz di ser padîşahiya mirovan re serweriya xwe didomîne û dilê wî ji kê re bixwaze, padîşahiyê dide wî (Danîêl 4:25, Mizgînî).

Nebûkadnetsar Padîşah dikaribû Danîêl mîna dijminê xwe bidîta û ew bikuşta. Lê Danîêl cesaret nîşan da û xewna wî zelal kir. Gelo çi alî Danîêl dikir ku ew di jiyana xwe de bicesaret be? Gava ew ciwan bû, ew helbet ji mîsala dê û bavê xwe dielimî (5. Mûsa 6:6-9). Danîêl hem Deh Emir hem jî gelek hûrgiliyên Qanûnê nas dikirin. Mesela, wî dizanibû ku xizmetkarekî Xwedê dikare çi bixwe û çi nexwe (3. Mûsa 11:4-8; Danîêl 1:8, 11-13). Wekî din, Danîêl tarîxa qewmê Xwedê hîn bûbû û dizanibû ku çi hatibû serê kesên ku ji Yehowa re îtaet nekiribû (Danîêl 9:10, 11). Bi saya serpêhatiyên di jiyana xwe de, Danîêl dît ku Yehowa û melekên wî alîkariya wî dikin (Danîêl 2:19-24; 10:12, 18, 19). w23.08 3 par. 5-6

Roja Şemiyê, 5 Nîsan

Şehrezayî bi nefsbiçûkan re ye (Methelokên Silêman 11:2, Mizgînî).

Rebeka jineke jîr û aqilmend bû. Wê di temamiya emrê xwe de qerarên bihîkmet didan û wê dizanibû ku gavên xwe kengê û çawa bavêje (1. Mûsa 24:58; 27:5-17). Wê qedrê kesên din digirt û hazir bû ku guh bide rêberiyê (1. Mûsa 24:17, 18, 65). Eger tu wek Rebekayê nefsbiçûk bî û guh bidî kesên ku Yehowa ji bo rêberiya me hilbijartine, tuyê tesîreke baş hem li ser malbata xwe hem jî li ser civata xwe bihêlî. Maqûlî jî ji hemû xizmetkarên Xwedê yên gihîştî re lazim e. Ester jineke maqûl û li gor dilê Xwedê bû. Gava ew bû melîke, dîsa jî ew ji hedê xwe dernediket. Wê guh dida şîretên pismamê xwe Mordekay (Ester 2:10, 20, 22). Belê, gava tu ji xwe re şîretan dixwazî û wan pêk tînî, tu maqûliya xwe nîşan didî (Tîtos 2:3-5). Esterê maqûliya xwe bi rengekî din jî nîşan dida. “Bejnûbala wê xweşik” bû, lê wê bala kesên din nedikişand ser xwe (Ester 2:7, 15). w23.12 19-20 par. 6-8

Roja Yekşemê, 6 Nîsan

Xwedê ji dilê me mezintir e û ew her tiştî dizane (1. Yûhena 3:20).

Xwesûcdarkirina zêde barekî giran e. Yehowa qet naxwaze ku em xwe pir sûcdar hîs bikin. Eger me gunehê xwe îtiraf kiribe, tobe kiribe û gavên lazim avêtibin ku eynî gunehî dîsa nekin, em dikarin emîn bin ku Yehowa em efû kirine (Karên Şandiyan 3:19). Piştî van gavan, Yehowa ji me naxwaze ku em bi dewamî xwe sûcdar bihesibînin. Ew dizane ku hîsên xwesûcdarkirinê dikarin zerareke mezin bidin me (Zebûr 31:10). Eger em pir xemgîn bibin, dibe ku em dev ji beza jiyanê berdin (2. Korîntî 2:7). Eger hîsên xwesûcdarkirinê te pir dilteng dikin, li ser efûkariya rastîn a ji Xwedê bifikire (Zebûr 130:4). Gava Xwedê kesên ku ji dil tobe kiriye efû dike, ew vê sozê dide wan: “Êdî ez ê sûcên wan ne di bîra xwe de bînim!” (Yêremya 31:34). Ev yek tê maneya ku Yehowa wê gunehên te yên berê nede rûyê te. Eger şaşiyên te yên berê xizmeta te niha sînordar dikin, gazinan ji xwe neke. Yehowa hew li ser gunehên te difikire û gerek tu jî li ser wan nefikirî. w23.08 30-31 par. 14-15

Roja Duşemê, 7 Nîsan

Veneleqin, nelebte bin (1. Korîntî 15:58).

Di dema pandemiya koronavîrûsê de, melûmatên nerast tirs û xof xist dilê gelek mirovan. Lê Şahidên Yehowa, yên ku guh dida rêberiya teşkîlatê, ji vê rewşê hatin parastin (Meta 24:45). Gerek em “bala xwe bidin tiştên hê muhîmtir” (Filîpî 1:9, 10, NWT). Eger em bi gelek tiştan mijûl bibin, wext û qeweta me ji bo tiştên muhîm namîne. Tiştên rojane – mesela wek xwarin, vexwarin, kêf, rihetî û karê me – dikarin me ew qas mijûl bikin ku em wexta xwe tenê bi van tiştan derbas bikin (Lûqa 21:34, 35). Wekî din, em her roj nûçeyên li ser protestoyan û îxtilafên siyasî dibihîzin. Eger em bi van mijarên siyasî mijûl bibin, dibe ku em di hiş û dilê xwe de teref bigirin. Îblîs dixwaze bi gelek metodên cuda baweriya me sist bike, da ku em ji rê derkevin. w23.07 16-17 par. 12-13

Roja Sêşemê, 8 Nîsan

Vê yekê ji bo bîranîna min bikin (Lûqa 22:19, NWT).

Ji bo xizmetkarên Yehowa, Bîranîna Mirina Îsa Mesîh roja herî muhîm a temamiya salê ye. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re tenê ji bo vê roja xisûsî got ku bila ew vê rojê pîroz bikin (Lûqa 22:19, 20). Bîranîn alî me dike ku em li ser qîmeta fîdyeyê kûr bifikirin û şikirdariya xwe ya ji bo qurbanbûna Îsa Mesîh nîşan bidin (2. Korîntî 5:14, 15). Wekî din, Bîranîn fersendeke baş e ku em hevdû teşwîq bikin (Romayî 1:12). Gelek kesên eleqedar jî bi saya tiştên ku ew li Bîranînê dibihîzin û dibînin qerarê didin ku kursa Kitêba Pîroz bistînin. Wekî din, bîne ber çavê xwe ku Bîranîn yekîtiya me çawa xurttir dike. Belê, Bîranîn ji bo me pir biqîmet e. w24.01 8 par. 1-3

Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê: (9 Nîsan – bûyerên rojê) Lûqa 19:29-44

Roja Çarşemê, 9 Nîsan

Xwedê ji dinyayê ew qas hez kir ku wî Kurê xweyî yekta da, da ku her kesê ku baweriya xwe bi wî tîne, helak nebe, lê jiyana herheyî bi dest bixe (Yûhena 3:16, NWT).

Her ku em li ser fedakariya Yehowa û Îsa Mesîh difikirin, em baştir fehm dikin ku her du jî ji me çi qas hez dikin (Galatî 2:20). Fîdye ji hezkirinê hat dayîn. Îsa Mesîh ji bo Yehowa pir biqîmet e. Loma, gava Yehowa îzin da ku ew ji bo xatirê me êşê bikişîne û bimire, wî îsbat kir ku ew ji me çi qas hez dike. Yehowa hezkirina xwe venaşêre, lê bi eşkereyî nîşan dide (Yêremya 31:3). Yehowa em kişandine ba xwe ji ber ku ew ji me hez dike (li 5. Mûsa 7:7, 8 jî binêre). Tu kes û tu tişt nikare me ji vê hezkirinê veqetîne (Romayî 8:38, 39). Gelo hezkirina Yehowa li ser te çawa tesîr dike? w24.01 28 par. 10-11

Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê: (10 Nîsan – bûyerên rojê) Lûqa 19:45-48; Meta 21:18, 19; 21:12, 13

Roja Pêncşemê, 10 Nîsan

Wî hêvî … da wan ku hemû tiştên ku wî xuliqandine wê … azad bibin (Romayî 8:20, 21, NWT).

Kesên hilbijartî gelek qîmetê didin hêviya xwe ji bo jiyana li ezmanan. Yek ji wan, birayê Frederick Franz bû. Di sala 1991ê de, wî wisa got: “Bê şik hêviya me wê rast derkeve, û her kesê ku aîdî 144.000 kesan e, wê xelata ku Xwedê soz daye, bistîne. Xelata me wê ji xeyala me hê jî xweştir be.” Birayê Franz wisa dewam kir: “Heta îro jî [em] qîmeta vê hêviyê dizanin. … Em çi qas wext li benda wê bin jî, em ew qas zêdetir spasdar in. … Hêja ye ku em li bendê bimînin. Li ber çavê min, qîmeta hêviya me ji berê zêdetir mezintir bûye.” Em li benda jiyana herheyî ya li ezmanan yan ya li ser rûyê erdê bin jî, hêviya me dilê me xweş û geş dike. Û hêviya me dikare hê xurttir bibe. w23.12 9 par. 6; 10 par. 8

Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê: (11 Nîsan – bûyerên rojê) Lûqa 20:1-47

Roja Înê, 11 Nîsan

Çimkî xwîna conega û nêriyan nikare gunehan rake (Îbranî 10:4).

Di demên berê de, li ber konê îbadetê qurbangeheke sifirîn hebû. Li ser wê, qurban ji Yehowa re dihatin pêşkêşkirin (2. Mûsa 27:1, 2; 40:29). Lê belê, li ser esasê van qurbanan, gunehên xelkê nikaribû bi temamî bihatana efûkirin (Îbranî 10:1-3). Van qurbanên dewamî bala xelkê dikişand ser qurbana ku wê hemû mirov ji gunehan xelas bikirana. Îsa Mesîh dizanibû ku Yehowa ew şand dinyayê, da ku ew canê xwe wek fîdye di ber hemû mirovan de bide (Meta 20:28). Bi vaftîzbûna xwe, Îsa Mesîh nîşan da ku ew ji bo bicihanîna daxwaza Yehowa hazir e (Yûhena 6:38; Galatî 1:4). Îsa Mesîh jiyana xwe tenê bi carekê ji bo hemû caran feda kir, da ku gunehê her kesê ku baweriyê pê tîne bê efûkirin (Îbranî 10:5-7, 10). w23.10 26 par. 10-11

Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê: (12 Nîsan – bûyerên rojê) Lûqa 22:1-6; Marqos 14:1, 2, 10, 11

TARÎXA BÎRANÎNÊ
Piştî Avabûna Rojê
Roja Şemiyê, 12 Nîsan

Hediyeya ku Xwedê bi saya Efendiyê me Îsa Mesîh dide me jiyana herheyî ye (Romayî 6:23, NWT).

Tenê bi saya fîdyeyê mirov dikare ji guneh û mirinê xelas bibe (Zebûr 49:7, 8). Loma, Yehowa Kurê xwe Îsa Mesîh şand dinyayê, da ku canê xwe ji bo me feda bike. Her ku em li ser vê fedakariya mezin a Yehowa û Îsa Mesîh bifikirin, emê zêdetir qîmetê bidin fîdyeyê. Gava Adem guneh kir, wî hêviya jiyana herheyî winda kir – ne tenê ji bo xwe, lê ji bo hemû zarokên xwe jî. Îsa Mesîh hat û bû qurban, da ku vî tiştê windabûyî dîsa bikire. Wexta ku Îsa Mesîh li dinyayê bû, “wî qet guneh nekir û peyveke bi hîle ji devê wî derneket” (1. Petrûs 2:22). Ji ber ku Îsa Mesîh bêqisûr bû, qîmeta jiyana wî û qîmeta jiyana ku Adem winda kiribû, wek hev bûn (1. Korîntî 15:45; 1. Tîmotêyos 2:6). w24.01 10 par. 5-6

Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê: (13 Nîsan – bûyerên rojê) Lûqa 22:7-13; Marqos 14:12-16 (14 Nîsan – bûyerên piştî avabûna rojê) Lûqa 22:14-65

Roja Yekşemê, 13 Nîsan

Ew ne bi xwîna nêrî û golikan, lê belê bi xwîna xwe, bi carekê ket Cihê Herî Pîroz û rizgariya herheyî peyda kir (Îbranî 9:12).

Piştî rabûna xwe, Îsa Mesîh di îbadetgeha ruhî de derbasî Cihê Herî Pîroz bû. Bi zelalî tê dîtin ku tertîba Yehowa ya ji bo îbadeta rast li ser esasê fîdyeya Îsa Mesîh û kahîntiya Îsa Mesîh hatiye avakirin. Serokkahînê Îsraîlê bi xwîna qurbanên heywanan derbasî Cihê Herî Pîroz, yê ku ji aliyê mirovan ve hatibû çêkirin, dibû. Lê Îsa Mesîh “ket ezmên bi xwe”, yanî cihê ku ji hemû cihên din pîroztir e, ji bo ku bikeve hizûra Yehowa. Li wê derê, wî qîmeta jiyana xwe ya însanî û bêqisûr pêşkêş kir, “da ku bi xwegorîkirinê guneh ji holê rake” (Îbranî 9:24-26). Belê, em gişt dikarin di îbadetgeha ruhî de ji Yehowa re xizmetê bikin – ferq nake ku emê li erdê yan li ezmanan bijîn. w23.10 28 par. 13-14

Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê: (14 Nîsan – bûyerên rojê) Lûqa 22:66-71

Roja Duşemê, 14 Nîsan

Loma em bi cesaret nêzîkî textê keremê bibin, da ku rehm li me bibe (Îbranî 4:16).

Bifikire ku Îsa Mesîh li ezmanan wek Padîşah û Serokkahînekî dilovan çi dike. Bi xêra wî, em dikarin nêzîkî “textê keremê” yê Xwedê bibin û bi destê duayê alîkarî û dilrehmiyê ji wî rica bikin (Îbranî 4:14, 15). Lazim e ku em her roj li ser tiştên ku Yehowa û Îsa Mesîh ji bo me kirine û hê jî dikin, bifikirin. Gerek hezkirina wan tesîreke kûr li ser hiş û dilê me bihêle û me teşwîq bike ku em bi xîret ji Yehowa re xizmetê bikin (2. Korîntî 5:14, 15). Yek ji rêyên herî baş ku em şikirdariya xwe nîşan bidin ew e ku em alî kesên din bikin ku ew bibin Şahidên Yehowa û şagirtên Îsa Mesîh (Meta 28:19, 20). Pawlosê şandî jî eynî wisa dikir. Wî dizanibû ku Yehowa “dixwaze ku hemû mirov xilas bibin û bigihîjin zanîna rastiyê” (1. Tîmotêyos 2:3, 4). w23.10 22-23 par. 13-14

Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê: (15 Nîsan – bûyerên rojê) Meta 27:62-66

Roja Sêşemê, 15 Nîsan

Êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin (Peyxam 21:4).

Gava em mizgînê didin mirovên din, em bi kêfxweşî ji wan re behsa vê ayeta xweş dikin. Em çawa dikarin xwe û kesên din qanih bikin ku gotinên ji Peyxam 21:3, 4 wê rast derkevin? Ji bo ku em baweriya xwe bi vê soza xweş bînin, Yehowa îsbatên saxlem dane nivîsandin. Ayetên Kitêba Pîroz nîşan didin ku em dikarin baweriya xwe bi sozên Yehowa bînin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Yê li ser text rûniştibû got: A vay, ez her tiştî nû dikim!” (Peyxam 21:5a, KP). Û wisa dewam dike: “‘Binivîse, çimkî ev peyvên ha dilsoz û rast in’. Û ji min re got: ‘Her tişt çêbû. Ez Alfa û Omêga, Destpêk û Dawî me’” (Peyxam 21:5b, 6a). w23.11 3 par. 3-5

Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê: (16 Nîsan – bûyerên rojê) Lûqa 24:1-12

Roja Çarşemê, 16 Nîsan

Şîretan li xortan jî bike ku sergiran bin (Tîtos 2:6).

Birayek bi şekl û şemala xwe dikare nîşan bide ku ew yekî gihîştî ye. Gelek caran, moda ji aliyê kesên ku qedrê Yehowa nagirin û jiyaneke bêexlaq derbas dikin, tê çêkirin yan jî tê destekkirin. Mesela, cil û bergên wan gelek kin û teng in yan jî zilaman wek jinan dixemilînin. Kesekî gihîştî wê di warê cil û bergan de li gor prensîpên Kitêba Pîroz hereket bike û xwişk û birayên di civatê de ji xwe re bike emsal. Ji xwe bipirse: “Gelo qerarên min nîşan didin ku ez li ser şekl û şemala xwe kûr fikirîme û hurmetê didim kesên din? Gelo cilên min nîşan didin ku ez Şahidekî Yehowa me?” (1. Korîntî 10:31-33). Xortekî bihîkmet wê hem li ber çavê xwişk û birayan hem jî li ber çavê Yehowa Xwedê biqedir û biqîmet be. w23.12 26 par. 7

Roja Pêncşemê, 17 Nîsan

Hukimdariya min, ne wek hukimdariya vê dinyayê ye. Eger Hukimdariya min wek hukimdariya vê dinyayê bûya, xizmetkarên min wê şer bikirana (Yûhena 18:36, NWT).

Di demên berê de, “Padîşahê Başûr” hicûmî xizmetkarên Yehowa dikir (Danîêl 11:40). Mesela, di wexta Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem de, gelek bira ji ber bêterefbûna xwe hatin hebskirin. Ji ber eynî sebebî, hin zarokên Şahidên Yehowa ji mektebê hatin derxistin. Di van salên dawîn de, dilsoziya xizmetkarên Yehowa, yên ku li bin hukimdariya vî padîşahî dijîn, bi awayên din hat ceribandin. Mesela, di wexta hilbijartinan de, dibe ku şagirtekî Îsa Mesîh bê ceribandin ku destekê bide partiyeke siyasî yan aliyê siyasetvanekî bigirin. Ew her çi qas dengê xwe nadin jî, dibe ku ew di hiş û dilê xwe de teref bigirin. Lê belê, ji bo ku em bi temamî bêteref bimînin, gerek em rind bala xwe bidin hem kirinên xwe hem jî hîs û fikrên xwe! (Yûhena 15:18, 19). w23.08 12 par. 17

Roja Înê, 18 Nîsan

Rebê ku her roj barê me dikişîne … pîroz be (Zebûr 68:19).

Di beza jiyanê de, gerek em “wisa bibezin … ku [em] xelatê bistînin” (1. Korîntî 9:24). Îsa Mesîh got: “Hay ji xwe hebin ku bi xwarina zehfî, serxweşî û bi xemên vê jiyanê dilê we giran nebe” (Lûqa 21:34). Gelek ayetên Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin ku tu guhertinên lazim bikî, da ku tu di beza jiyanê de bi ser bikevî. Em emîn in ku emê di beza jiyanê de serkeftî bin, çimkî Yehowa wê qewetê bide me (Îşaya 40:29-31). Loma baz bide û mîna Pawlosê şandî çi ji destê te tê bike ku tu xelatê qezenc bikî! (Filîpî 3:13, 14). Tu kes nikare li şûna te baz bide, lê bi alîkariya Yehowa tu dikarî bigihîjî hedefê. Yehowa dikare alî te bike ku tu barê mecbûr hilgirî û yên nelazim ji ser xwe bavêjî. Bi qeweta Yehowa, tu dikarî di beza jiyanê de bi ser bikevî! Netirse, Xwedê bi te re ye! w23.08 31 par. 16-17

Roja Şemiyê, 19 Nîsan

Qedrê dê û bavê xwe bigire (2. Mûsa 20:12, Mizgînî).

Gava Îsa Mesîh 12 salî bû, dê û bavê wî piştî cejnê ji Orşelîmê vedigeriyan malê, lê wan Îsa li wê derê ji bîr kir (Lûqa 2:46-52). Bi eslê xwe, gerek wan hemû zarokên xwe bi xwe re bibirana. Piştî ku Îsa hat dîtin, Meryem bi wî re xeyidî! Îsa dikaribû ji wan re bigota ku ew neheq in. Li şûna vê, wî cewabeke hêsan û bi hurmet da wan. “Lê wan maneya gotinên wî fêm nekir.” Dîsa jî, Îsa Mesîh “bi ya wan dikir”. Ciwanno, gava dê û bavê we şaşiyan dikin yan jî we fehm nakin, gelo ji bo we zor e ku hûn guh bidin wan? Çi dikare alî we bike? Bifikirin ku Yehowa çi hîs dike. Kitêba Pîroz dibêje ku gava hûn ji dê û bavê xwe re îtaet dikin, “ev li Xudan xweş tê” (Kolosî 3:20). Yehowa dizane ku dê û bavê we carinan we fehm nakin yan jî qaîdeyên ku li we xweş nayên datînin. Lê dîsa jî, gava hûn guh didin wan, hûn dilê Xwedê şa dikin. w23.10 7 par. 5-6

Roja Yekşemê, 20 Nîsan

Serînerm bin … bi hemû mirovan ve têkiliyên xwe ji her alî ve bi nermî deynin (Tîtos 3:2, KP).

Belkî hevaldersek bibêje ku Şahidên Yehowa gerek nêrîna xwe ya li ser homoseksueliyê biguherînin. Ya baş ew e ku em ji wî re şîrove bikin ku em qedrê qerarên her kesî digirin (1. Petrûs 2:17). Paşê, em dikarin ji wî re zelal bikin ku feydeyên qanûnên exlaqê yên Kitêba Pîroz çi ne. Eger nêrîna kesekî bi temamî ji ya me cuda be, gerek em zû nebêjin ku em dizanin ku ew bi çi bawer dike. Mesela, belkî hevaldersek bibêje ku baweriya bi Xwedê ne tiştekî li gor mantiqê ye. Ma ev yek tê maneya ku ew bi teoriya peresanê bawer dike û li ser vê mijarê gelek tiştan dizane? Belkî ew tenê gotinên kesên din tîne zimên. Em dikarin ji jw.org lînka meqale yan vîdeoyeke di heqê xuliqandinê de jê re bişînin. Paşê, em dikarin li ser van tiştan xeber bidin. Belê, eger em bi hurmetkarî cewabê bidin, em dikarin li ser kesekî tesîr bikin ku ew nêrîna xwe biguherîne. w23.09 17 par. 12-13

Roja Duşemê, 21 Nîsan

Çimkî tu qenc î û hazir î ku efû bikî, ey Yehowa; hezkirina te ya dilsoz ji bo hemû kesên ku gazî te dikin zêde ye (Zebûr 86:5, NWT).

Eger me şaşiyek kiribe jî, em dikarin emîn bin ku Yehowa wê me bi kar bîne û bibereket bike. Ji bo vê yekê, gerek em çi ji destê me tê bikin ku rêya xwe rast bikin û dîsa xwe bispêrin Yehowa (Methelokên Silêman 28:13). Şîmşon ne yekî bêqisûr bû. Lê wî bixîret hewl dida ku ji Yehowa re xizmetê bike, heta piştî şaşiya bi Delîlayê re jî. Û Yehowa terka wî neda. Xwedê dîsa qewet da Şîmşon ku ew daxwaza wî bîne cih. Yehowa ew hê jî wek zilamekî bawermend didît û navê wî kir lîsteya kesên dilsoz, ên ku di Îbranî beşa 11an de hatine nivîsandin. Belê, Bavê me yê li ezmanan pir ji me hez dike û di rojên zehmet de, pir dixwaze qewetê bide me! Ev yek dilê me rihet dike. Mîna Şîmşon, ji Yehowa rica bikin: “Min di bîra xwe de bîne … min xwurt bike” (Serweran 16:28). w23.09 7 par. 18-19

Roja Sêşemê, 22 Nîsan

Li hêviya Roja Xwedê bin (2. Petrûs 3:12).

Ji ber ku em dizanin ku roja Yehowa nêzîk e, em bi xîret ji kesên din re behsa xebera xêrê dikin. Lê di hin rewşan de, cesareta me tune ye ku em wisa bikin. Belkî em ji gotin û hereketên kesên din ditirsin. Ev yek hat serê Petrûs. Di şeva berî mirina Îsa Mesîh de, Petrûs tirsiya ku xwe wek şagirtekî Îsa eşkere bike, û wî ew çend caran înkar kir (Meta 26:69-75). Lê paşê, Petrûs ji tirsa mirovan xelas bû û bi dilekî xurt got: “Ji tiştê ku ew ditirsin, hûn netirsin” (1. Petrûs 3:14). Gotinên Petrûs nîşan didin ku em dikarin ji tirsa mirovan bifilitin. Çi dikare alî me bike ku em ji kesên din netirsin? Petrûs ji me re dibêje: “Mesîh bi xudantî di dilê xwe de pîroz bikin” (1. Petrûs 3:15). Yanî, em dikarin bînin bîra xwe ku Îsa Mesîh Padîşahê me ye û qudreta wî pir mezin e. w23.09 27-28 par. 6-8

Roja Çarşemê, 23 Nîsan

Divê di nav we de, navê fuhûşiyê û her cûreyê nepakî … qet neyê gotin jî (Efesî 5:3).

Gerek em bi dewamî micadele bikin, da ku em tev li “karên tariyê” nebin (Efesî 5:11). Her ku kesek li tiştên nepak û bêexlaq dinêre yan guh dide yan jî di heqê tiştên wisa de xeber dide, talûke mezintir dibe ku ew guneh bike (1. Mûsa 3:6; Aqûb 1:14, 15). Dinyaya Îblîs hewl dide ku me bixapîne û me bide bawerkirin ku tiştên ku li ber çavê Yehowa nepak in bi eslê xwe ne xerab in (2. Petrûs 2:19). Jixwe, metoda Îblîs bi hezaran salan ev e ku hişê mirovan tevlihev bike, da ku ew nebînin ku çi rast e û çi şaş e (Îşaya 5:20; 2. Korîntî 4:4). Ji ber vê yekê, gelek fîlm, bernameyên televîzyonê û rûpelên înternetê fikrên ku li dijî qanûnên Yehowa ne, belav dikin. Îblîs dixwaze ku em bifikirin ku kirinên nepak bêzerar in (Efesî 5:6). w24.03 22 par. 8-10

Roja Pêncşemê, 24 Nîsan

Evên ha di vê Perestgehê de xizmetê dikin a ku sûret û siya ya ezmanî ye (Îbranî 8:5).

Gava Îsraîlî ji cihekî derbasî cihekî din dibûn, wan konê îbadetê bi xwe re dibir. Heta ku îbadetgeha li Orşelîmê hat avakirin, konê îbadetê nêzîkî 500 salî hat bikaranîn (2. Mûsa 25:8, 9; 4. Mûsa 9:22). Konê îbadetê ji bo Îsraîliyan merkeza îbadeta Yehowa bû. Li wir, wan qurban pêşkêş dikirin (2. Mûsa 29:43-46). Lê belê, konê îbadetê tiştekî hê mezintir temsîl dikir. Konê îbadetê “sûret û siya ezmanî” bû û îbadetgeha ruhî ya mezin temsîl dikir. Pawlosê şandî got ku konê îbadetê “ji bo dema niha mînakek e” (Îbranî 9:9). Wexta ku wî nameya ji Îbraniyan re nivîsand, îbadetgeha ruhî jixwe hatibû avakirin û piştî mîladê di sala 29an de derket meydanê. Wê salê, Îsa Mesîh vaftîz bû, û di îbadetgeha ruhî de wek ‘Serokkahînê mezin’ dest bi xizmetê kir (Îbranî 4:14; Karên Şandiyan 10:37, 38). w23.10 25-26 par. 6-7

Roja Înê, 25 Nîsan

Bila maqûliya we ji aliyê hemû mirovan ve bê dîtin (Filîpî 4:5, NWT).

Ji bo ku em li ber “bayên jiyanê” saxlem bimînin, gerek em nerm bin û xwe bitewînin, yanî hazir bin ku hînî rewşên nû bibin. Mesela, gava hal û rewşa jiyana me bê guhertin yan gava nêrîn û qerarên kesên din cuda bin, gerek em bi nermî û maqûlî hereket bikin. Wek xizmetkarên Yehowa, em dixwazin kesên maqûl bin. Wekî din, em dixwazin dilnizm û dilovan bin. Yehowa wek “zinar” tê binavkirin, çimkî ew yekî dilqayîm e (5. Mûsa 32:4). Lê belê, ew yekî maqûl e jî. Gava rewşa vê dinyayê tê guhertin, ew dîsa jî her tiştî dike, da ku daxwaza xwe bîne cih. Yehowa em wisa xuliqandine ku em dikarin hînî guhertinan bibin. Ew bi destê prensîpên Kitêba Pîroz alî me dike ku em di her halê jiyana xwe de qerarên baş bidin. Mînaka Yehowa û prensîpên wî îsbat dikin ku ew hem mîna “zinar” e hem jî yekî maqûl e. w23.07 20 par. 1-3

Roja Şemiyê, 26 Nîsan

Gava ku tengahî dadigirin hundirê min, xemrevandina te rihet dike canê min (Zebûr 94:19).

Di Kitêba Pîroz de, Yehowa xwe dişibîne dayikeke dilovan (Îşaya 66:12, 13, Mizgînî). Bîne ber çavê xwe ku dayikek zarokê xwe çawa bi hezkirin dide ber dilê xwe, û her tiştî dike ku ew rihet bibe. Mîna vê, gava tu dilteng dibî, emîn be ku hezkirina Yehowa wê rihetiyê bide te. Gava em şaşiyekê dikin, ew dîsa jî ji me hez dike (Zebûr 103:8). Miletê Îsraîlê gelek caran dilê Yehowa diêşand. Lê gava ew poşman dibûn û tobe dikir, Yehowa ji wan re dilovan bû. Wî ji wan re got: “Tu li ber çavê min hêja û birûmet î û ez ji te hez dikim” (Îşaya 43:4, 5, Mizgînî). Xwedê naguhere. Eger me gunehên giran kiribin jî, gava em tobe dikin û vedigerin ba Yehowa, em dibînin ku ew hê jî ji me hez dike. Yehowa soz dide ku ewê “bi zêdebarî bibexişîne” (Îşaya 55:7, Mizgînî). Wekî din, Kitêba Pîroz dibêje ku gunehên me wê “bên xîşkirin”, qey em dest bi jiyaneke nû dikin (Karên Şandiyan 3:19). w24.01 27 par. 4-5

Roja Yekşemê, 27 Nîsan

Destê Xudan Xwedayê min … li ser min bû (Esra 7:28, Mizgînî).

Gava em rastî rewşeke zehmet tên, Yehowa dikare alî me bike. Mesela, gava em ji bo çûyîna komcivînê îzna tatîlê ji serkarê xwe dixwazin, yan jî gava em xîret dikin ku saetên karê xwe li gor dema civînan eyar bikin, em fersendê çêdikin ku destê Yehowa di jiyana xwe de bibînin. Dibe ku em ecêbmayî bimînin ku ev mesele çi qas baş hat safîkirin. Serpêhatiyên wisa alî me dikin ku em hê zêdetir xwe bispêrin Yehowa. Esra bi dilnizmî ji Yehowa alîkarî dixwest. Her cara ku li wî zor dihat ku mesûliyetên xwe bîne cih, Esra bi dilnizmî ji Yehowa re dua dikir (Esra 8:21-23; 9:3-5). Ji ber ku Esra xwe dispart Yehowa, kesên din jî bi dil û can destek dida wî û baweriya wî ji xwe re dikirin emsal (Esra 10:1-4). Gava em ji bo hewcedariyên madî û ji bo saxî û selametiya malbata xwe xeman dixwin, gerek em bi destê duayê ji Yehowa alîkariyê bixwazin û bawer bin ku ewê piştgiriya me bike. w23.11 17-18 par. 15-17

Roja Duşemê, 28 Nîsan

Abram bawerî bi Yehowa anî û Xwedê ev yek jê re wek rastdarî hesab kir (1. Mûsa 15:6, NWT).

Ji bo ku em wek kesên rastdar bên dîtin, Yehowa nabêje ku gerek em tam wek Birahîm bikin. Gelek rê û fersend hene ku em baweriya xwe bi kirinên xwe nîşan bidin. Di civatê de, em dikarin bixêrhatina kesên nû bikin, alîkariya xwişk û birayên hewcedar bikin û ji maliyên xwe re qenciyê bikin. Eger em wisa bikin, Xwedê wê ji me razî be û me bibereket bike (Romayî 15:7; 1. Tîmotêyos 5:4, 8; 1. Yûhena 3:18). Ji bo ku em baweriya xwe bi kirinên xwe nîşan bidin, rêyeke din ew e ku em bi awayekî jêhatî xebera xêrê belav bikin (1. Tîmotêyos 4:16). Em gişt dikarin bi kirinên xwe vê yekê nîşan bidin: Em bawer dikin ku hemû sozên Yehowa wê rast derkevin û rêya wî rêya herî baş e. Bi vî awayî, em dikarin tam emîn bin ku wê Xwedê me rastdar bihesibîne û wek dostê xwe bi nav bike. w23.12 2 par. 3; 6 par. 15

Roja Sêşemê, 29 Nîsan

Bibin mirovê gihîştî (Efesî 4:13).

Pawlosê şandî ev gotinên ji ayeta îroyîn ji Korîntiyan re got. Ev şîret ji bo hemû birayên ku dixwazin Îsa Mesîh ji xwe re bikin emsal pir muhîm e. Ji bo ew serkeftî bin, gerek ew bielimin ku guh bidin qanûnên Xwedê. Wekî din, gerek ew prensîpên Kitêba Pîroz di hemû warên jiyana xwe de bînin cih (Lûqa 2:52). Çima ew qas muhîm e ku birayên ciwan bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî? Birayên me hem di malbatê de hem jî di civatê de wezîfeyên muhîm dikin. Birayên ciwan, bê guman hûn jî dixwazin di pêşerojê de mesûliyetan bistînin. Belkî te ji xwe re kiriye hedef ku tu dest bi xizmeta tamrojî bikî, bibî alîkarê civatê, û piştre bibî rîspiyê civatê. Belkî jî tu dixwazî bizewicî û bibî bavê zarokan (Efesî 6:4; 1. Tîmotêyos 3:1). Ji bo tu bigihîjî van hedefan û serkeftî bî, gaveke muhîm ew e ku tu bibî xizmetkarekî Xwedê yê gihîştî. w23.12 24 par. 1-2

Roja Çarşemê, 30 Nîsan

Eger ez tiştên li ser Gîdeyon … bêjim, dema min têrê nake (Îbranî 11:32).

Yehowa miyên xwe yên giranbiha emanetî rîspiyên civatê kirine. Ev zilamên sadiq bi dil û can ji xwişk û birayan re xizmetê dikin, û ew xîret dikin ku bibin şivanên “li gor dilê” Yehowa (Yêremya 3:15; 1. Petrûs 5:2). Em pir şikirdar in ku di civatên me de şivanên wisa hene! Rîspî dikarin ji mîsala Gîdeonê hakim gelek tiştan bielimin (Îbranî 6:12). Wî xizmetkarên Xwedê hem diparastin hem jî şivantiya wan dikir (Serweran 2:16; 1. Dîrokan 17:6). Îro, rewşa dinyayê pir xerab e. Loma pir muhîm e ku rîspî li xizmetkarên Xwedê xwedî derkevin (Karên Şandiyan 20:28; 2. Tîmotêyos 3:1). Em gişt dikarin ji maqûlî, dilnizmî û îtaeta Gîdeon dersan bistînin. Wexta ku wî wezîfeyên xwe dianîn cih, lazim bû ku ew gelekî sebir bike. Eger em ne rîspî bin jî, em dikarin ked û xîreta rîspiyan zêdetir teqdîr bikin û destekê bidin wan (Îbranî 13:17). w23.06 2 par. 1; 3 par. 3

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne