KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • es25 r. 26-36
  • Adar

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Adar
  • Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
  • Sernivîs
  • Roja Şemiyê, 1 Adar
  • Roja Yekşemê, 2 Adar
  • Roja Duşemê, 3 Adar
  • Roja Sêşemê, 4 Adar
  • Roja Çarşemê, 5 Adar
  • Roja Pêncşemê, 6 Adar
  • Roja Înê, 7 Adar
  • Roja Şemiyê, 8 Adar
  • Roja Yekşemê, 9 Adar
  • Roja Duşemê, 10 Adar
  • Roja Sêşemê, 11 Adar
  • Roja Çarşemê, 12 Adar
  • Roja Pêncşemê, 13 Adar
  • Roja Înê, 14 Adar
  • Roja Şemiyê, 15 Adar
  • Roja Yekşemê, 16 Adar
  • Roja Duşemê, 17 Adar
  • Roja Sêşemê, 18 Adar
  • Roja Çarşemê, 19 Adar
  • Roja Pêncşemê, 20 Adar
  • Roja Înê, 21 Adar
  • Roja Şemiyê, 22 Adar
  • Roja Yekşemê, 23 Adar
  • Roja Duşemê, 24 Adar
  • Roja Sêşemê, 25 Adar
  • Roja Çarşemê, 26 Adar
  • Roja Pêncşemê, 27 Adar
  • Roja Înê, 28 Adar
  • Roja Şemiyê, 29 Adar
  • Roja Yekşemê, 30 Adar
  • Roja Duşemê, 31 Adar
Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
es25 r. 26-36

Adar

Roja Şemiyê, 1 Adar

Hêvî me xeyalşikestî nake (Romayî 5:5, NWT).

Helbet dinyaya nû hê nehatiye. Lê ka bala xwe bidê ku gelek tiştên wek stêrk, dar, heywan û mirov hene. Ev tişt her çi qas di zemanekî de tune bûn jî, îro tu kes ji hebûna wan şik nake. Ew îro hene, çimkî Yehowa ew afirandine (1. Mûsa 1:1, 26, 27). Ji bîr neke, mexseda Xwedê ew e ku dinyaya nû ava bike. Bê guman ewê vê mexseda xwe bîne cih! Di dinyaya nû de, emê bi sax û selamet her û her bijîn. Em dikarin emîn bin ku roja Xwedê wê bê. Çawa ku îro erd û ezman heye, dinyaya nû jî wê hebe (Îşaya 65:17; Peyxam 21:3, 4). Heta ku dinyaya nû bê, çi ji destê te tê bike, da ku tu baweriya xwe xurttir bikî. Li ser qîmeta fîdyeyê û qudreta Yehowa bifikire. Û di îbadeta Yehowa Xwedê de jêhatî be. Eger tu wisa bikî, tuyê bibî “mîna wan ên ku bi bawerî û bîhnfirehiyê bûn wêrisên sozên Xwedê” (Îbranî 6:11, 12). w23.04 31 par. 18-19

Roja Yekşemê, 2 Adar

Ma min ji te re negot, eger tu bawer bikî tuyê rûmeta Xwedê bibînî? (Yûhena 11:40, NWT).

Îsa Mesîh li ezmanan mêze kir û li ber xelkê dua kir. Wî dixwest rûmeta vê mucîzeyê bide Yehowa. Paşê Îsa bi dengê bilind got: “Lazar, were derve!” (Yûhena 11:43). Û bi rastî jî Lazar ji mezel derket! Îsa Mesîh mucîzeyeke ku bi fikra mirovan ne mumkin bû kir. Ev serpêhatî baweriya me ya bi hêviya rabûna ji mirinê xurttir dike. Gelo çawa? Îsa Mesîh ji Mertayê re gotibû: “Birayê te wê dîsa rabe” (Yûhena 11:23). Eynî wek Bavê xwe, Îsa Mesîh hem dixwaze hem jî dikare vê soza xwe bîne cih. Hêstirên wî nîşan dida ku ew ji dil dixwaze hem mirinê û hem jî êşa ku mirin bi xwe re tîne ji holê rake. Çaxê ku Lazar ji mezel derket derve, Îsa Mesîh îsbat kir ku qudreta wî heye ku miriyan vegerîne jiyanê. Wekî din, peyvên Îsa Mesîh ji ayeta îroyîn, yên ku wî ji Mertayê re gotibûn bîne bîra xwe. Belê, gelek sebebên me hene ku em baweriya xwe bi soza Yehowa ya li ser rabûna ji mirinê bînin. w23.04 11-12 par. 15-16

Roja Duşemê, 3 Adar

Xudan nêzikî wan hemûyan e, ku bang dikinê, ew yên ku, ji dil bang dikinê (Zebûr 145:18).

Gava em bi zelalî fehm bikin ku daxwaza Yehowa çi ye, gerek em duayên xwe li gor daxwaza wî serrast bikin. Gerek em ji bîr nekin ku Yehowa wê mexseda xwe li gor plana xwe bîne cih. Mexseda wî ev e ku hemû problemên ku dibin sebebê kul û derdan ji holê rake – wek felaketên tebîetê, nexweşî û mirinê. Yehowa wê mexseda xwe bi destê hukimdariya xwe bîne cih (Danîêl 2:44; Peyxam 21:3, 4). Lê heta hingê, Yehowa dihêle ku Îblîs li ser vê dinyayê hukim bajo (Yûhena 12:31; Peyxam 12:9). Eger Yehowa problemên dinyayê niha çareser bikira, wê wisa xuya bikira ku tu dibêjî qey hukimdariya Îblîs serkeftî ye. Rast e, em li bendê ne ku sozên Yehowa Xwedê bên cih, lê ew me bê alîkarî nahêle. Yehowa wê alî me bike. w23.05 8 par. 4; 9-10 par. 7-8

Roja Sêşemê, 4 Adar

Hûn bizanin ka divê çawa hûn bersîva her kesî bidin (Kolosî 4:6).

Em çawa dikarin alî kesên din bikin ku ew jî feydeyê ji Bîranînê bistînin? A yekê, gerek em wan dawet bikin. Em helbet kesên ku em di xizmetê de rastî wan tên gazî Bîranînê dikin. Lê ji xeynî wan, wê baş be ku em nasên xwe jî gazî Bîranînê bikin, mesela cîran û merivên me, hevalkar û hevaldersên me û kesên din. Ji bo vê, bila em ji xwe re lîsteyekê çêkin. Eger dawetnameyên çapkirî têra me nakin, em dikarin lînka înternetê ji mirovan re bişînin. Kî dizane ku bi saya dawetnameyan çi qas mirov wê werin Bîranînê! (Waiz 11:6). Dibe ku pirsên kesên ku em ji bo Bîranînê dawet dikin, hebin – bi xisûsî eger ew cara pêşîn tên civîneke me. Bila em ji berê ve bifikirin ku ew dikarin çi bipirsin û xwe li gor vê hazir bikin. Çimkî piştî Bîranînê, dibe ku hê jî zêdetir pirsên wan hebin. Çi ji destê me tê bila em vêya bikin ku em alî kesên ku ‘dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir e’ bikin ku ew feydeyê ji Bîranîna Mirina Îsa Mesîh bistînin (Karên Şandiyan 13:48). w24.01 12 par. 13, 15; 13 par. 16

Roja Çarşemê, 5 Adar

Hûn hilmek in ku ji bo demeke kurt xuya dibe û di pey de winda dibe (Aqûb 4:14).

Kitêba Pîroz behsa heşt kesan dike, yên ku li ser rûyê erdê ji mirinê hatibûn rakirin. Li ser her serpêhatiyekê kûr lêkolîn bike. Gava tu van serpêhatiyan dixwînî, bifikire ku tu dikarî ji wan çi hîn bibî. Ji xwe bipirse: Her serpêhatiyek çawa nîşan dide ku daxwaz û qudreta Xwedê heye ku kesên mirî vegerîne jiyanê? Wekî din, li ser rabûna miriyan a herî muhîm bifikire – rabûna Îsa Mesîh. Bi sedan mirov bûn şahid ku Îsa Mesîh ji mirinê hat rakirin, û ev yek bûye bingeha baweriya me (1. Korîntî 15:3-6, 20-22). Em ji bo soza Yehowa ya li ser rabûna miriyan gelekî şikirdar in! Em bawer dikin ku ewê vê soza xwe bîne cih, çimkî hem daxwaz û hem jî qudreta wî heye. Ji niha ve, em bi dil û can dixwazin baweriya xwe ya bi hêviya rabûna miriyan xurttir bikin. Bi vî awayî, emê nêzîktirî Xwedê bibin, ê ku ev soza xweş daye me: ‘Merivê Te wê Dîsa Rabe!’ (Yûhena 11:23). w23.04 8 par. 2; 12 par. 17; 13 par. 20

Roja Pêncşemê, 6 Adar

Bi nefsbiçûkî bi Xwedayê xwe re bimeşe (Mîka 6:8, Mizgînî).

Peyvên “maqûlî” û “dilnizmî” ji aliyê maneyê ve pir nêzîkî hev in. Eger em maqûl bin, emê bi çavekî rast li xwe binêrin û ji hedê xwe derbas nebin. Eger em dilnizm bin, emê însanên din di ser xwe re bigirin (Filîpî 2:3). Bi gelemperî, kesekî maqûl, kesekî dilnizm e jî. Gîdeon yekî maqûl û dilnizm bû. Gava melekê Yehowa ji Gîdeon re got ku ewê gelê Îsraêlê ji zilma Midyaniyan xelas bike, wî got: “Malbata min li Manaşşê, yên herî xizan in û ez di mala bavê xwe de yê herî biçûk im” (Serweran 6:15). Ew difikirî ku ew bi kêrî vê wezîfeyê nayê, lê Yehowa wisa nedifikirî. Bi alîkariya Yehowa, Gîdeon di wezîfeya xwe de serkeftî bû. Rîspî çi ji destê wan tê dikin ku maqûl û dilnizm bin (Karên Şandiyan 20:18, 19). Ji aliyekî ve, ew bi huner û serkeftinên xwe pesnê xwe nadin. Ji aliyê din ve, ew ji ber qisûr û kêmasiyên xwe nafikirin ku ew bêqîmet in. w23.06 3 par. 4-5

Roja Înê, 7 Adar

Ewê serê te biperçiqîne (1. Mûsa 3:15, Mizgînî).

Ev gotin wê piştî zêdetirî 1.000 salî, gava Îsa Mesîh “serê” Îblîs biperçiqîne, bê cih (Peyxam 20:7-10). Berî ku ev yek biqewime, Kitêba Pîroz behsa van bûyerên ecêb dike. A yekê, serokên dinyayê wê bibêjin: “Dinya aştî û ewledarî ye!” (1. Selanîkî 5:2, 3). Ji nişka ve, koalîsyoneke miletan wê hicûmî dînê sexte bike û tengasiya mezin wê dest pê bike (Peyxam 17:16). Piştî vê, Îsa Mesîh wê li ser mirovan hukim bide û miyan ji bizinan veqetîne (Meta 25:31-33, 46). Wê demê, Îblîs wê li dijî Yehowa têkeve hereketê. Ji ber ku ew ji xizmetkarên Yehowa nefret dike, ewê li ser koalîsyoneke miletan, a ku Kitêba Pîroz wek Gogê ji welatê Magogê bi nav dike, tesîr bike ku ew êrîşî îbadeta pak bike (Hêzekîêl 38:2, 10, 11). Di wexta rast de, hilbijartiyên mayî wê herin ezmanan, da ku bi Mesîh û ordiya wî re beşdarî şerê Harmegedonê bibin. Ev şer dawiya tengasiya mezin e (Meta 24:31; Peyxam 16:14, 16). Dû re, Hukimdariya Mesîh ya Hezarsalî wê li ser rûyê erdê dest pê bike (Peyxam 20:6). w23.10 20-21 par. 9-10

Roja Şemiyê, 8 Adar

Ev xulamê te ji zarokatiya xwe ve ji Xudan ditirse (1. Qiralan 18:12, Mizgînî).

Îro, gelek xizmetkarên Yehowa li welatên ku fealiyetên me hatine qedexekirin dijîn. Ew helbet qedrê dewletê digirin, lê mîna Obadya, ew red dikin ku dev ji îbadeta Yehowa berdin (Meta 22:21). Gelo ew tirsa Xwedê çawa nîşan didin? Ew ji însanan zêdetir guhdariya Xwedê dikin (Karên Şandiyan 5:29). Ew bi dewamî mizgînê îlan dikin û bi dizîka civînên xwe bi hev re derbas dikin (Meta 10:16, 28). Ew xîret dikin ku hemû xwişk û bira xwarina ruhî bistînin. Ka bala xwe bide mîsala birayê me Henri, yê ku li welatekî Afrîkayê dijî. Li wê derê, fealiyetên me ji bo demekê hatibûn qedexekirin. Di dema qedexeyê de, Henri dixwest weşanên me ji xwişk û birayan re bibe. Wî nivîsand: “Bi eslê xwe, ez yekî fediyok im. … Yehowa … dilê min xurt dikir ku ez vê wezîfeyê bînim cih.” Eger tirsa Xwedê di dilê te de hebe, tu jî dikarî bi qasî Henri dilxurt bî! w23.06 16 par. 9, 11

Roja Yekşemê, 9 Adar

Bi destê yek mirovî guneh ket dinyayê (Romayî 5:12, NWT).

Gava ku Adem û Hewayê serî hilda, belkî wisa xuya dikir ku Îblîs armanca Xwedê ku dinya bi mirovên kamil û îtaetkar tije bibe, xera kiribû. Belkî Îblîs difikirî ku Yehowa nikare li ser soza xwe bisekine. Belkî ew difikirî ku Xwedê wê ji bo bicihanîna armanca xwe Adem û Hewayê bide kuştin û li şûna wan, jin û mêrekî bêqisûr biafirîne. Lê eger Xwedê wisa bikira, Îblîs wê bigota ku Xwedê derewan dike. Gelo çima? Ji ber ku Yehowa ji Adem û Hewayê re gotibû ku dinya wê ji aliyê zuriyeta wan ve bê tijekirin (1. Mûsa 1:28). Wekî din, belkî Îblîs difikirî ku Yehowa wê bihêle ku Adem û Hewa zarokên biqisûr bînin dinyayê, yên ku wê qet negihîştina bêqisûriyê (Waiz 7:20; Romayî 3:23). Di vê rewşê de, bê guman Îblîs wê bigota ku Yehowa bi kêrî gotina xwe nayê. Gelo çima? Ji ber ku dinya wê bi mirovên kamil tije nebûya. Bi vî awayî, armanca eslî ya Xwedê wê nehata cih. w23.11 5-6 par. 15-16

Roja Duşemê, 10 Adar

Dernekevin derveyî ya nivîsandî (1. Korîntî 4:6).

Yehowa bi destê Peyva xwe û bi destê teşkîlata xwe, rêberiyeke zelal dide me. Qet ne hewce ye ku em tiştekî lê zêde bikin (Methelokên Silêman 3:5-7). Loma, em ji tiştên ku di Kitêba Pîroz de hatine nivîsandin dernakevin û di meseleyên şexsî de qaîdeyan danaynin. Îblîs dixwaze mirovan bi “xapandina pûç” û “hêzên ruhî yên vê dinyayê” ji rê derxe û îtifaqa wan xera bike (Kolosî 2:8). Di sedsala yekê de, Îblîs mirov bi gelek awayan dixapandin. Mesela, bi destê felsefeyê, elimandinên Cihû yên ne li gor Kitêba Pîroz, û elimandina ku xizmetkarên Xwedê gerek hê jî li gor Qanûna Mûsa bijîn. Îblîs dixwest mirovan ji Çavkaniya hîkmeta rastîn, yanî ji Yehowa dûr bixe. Îro, Îblîs bi rêya televîzyon û înternetê melûmatên bêbinî û nûçeyên nerast, yên ku carinan ji aliyê siyasetvanan ve tên destekkirin, belav dike. w23.07 16 par. 11-12

Roja Sêşemê, 11 Adar

Karên te çi mezin in, ya Xudan! Û çiqas kûr in ramanên te! (Zebûr 92:5).

Yehowa serhildana Îblîs û mirovên pêşîn bi awayekî pir baş safî kir. Çareyeke wisa qet nedihat aqlê Îblîs. Yehowa hişt ku Adem û Hewa bibin xwedî zarok. Ji ber ku Yehowa derewan nake, gotina wî rast derket. Yehowa îsbat kir ku ew di her tiştî de serkeftî ye. Wî armanca xwe bi pêş ve bir û soz da ku ewê bi destê fîdyeyê kesên îtaetkar ên ji zuriyeta Adem û Hewayê xelas bike (1. Mûsa 3:15; 22:18). Îblîs qet hesabê vê yekê nekir! Gelo çima? Ji ber ku Yehowa ji hezkirina xwe tertîba fîdyeyê peyda kir (Meta 20:28; Yûhena 3:16). Ev sifet li ba Îblîs tune ye, çimkî ew tenê ji xwe hez dike. Îcar fîdyeya Îsa Mesîh çi mumkin dike? Di dawiya Hukimdariya Hezarsalî ya Mesîh de, wek ku Yehowa ji berê ve dixwest, mirovên kamil û îtaetkar wê ceneta li dinyayê wek mîras bistînin. w23.11 6 par. 17

Roja Çarşemê, 12 Adar

Xwedê wê dîwanê … bike (Îbranî 13:4).

Em guh didin qanûna Yehowa ya li ser pîroziya jiyan û xwînê. Gelo çima? Ji ber ku Yehowa dibêje ku xwîn jiyanê temsîl dike, û jiyan hediyeyeke biqîmet a ji Xwedê ye (3. Mûsa 17:14). Gava Yehowa îzin da ku mirov goştê heywanan bixwin, wî emir da ku bila ew xwînê nexwin (1. Mûsa 9:4). Gava wî Qanûna Mûsa da Îsraêliyan, wî ev emir careke din ji wan re got (3. Mûsa 17:10). Û di sedsala yekê de, koma rêberiyê di bin tesîra ruhê pîroz de got ku bila hemû xizmetkarên Xwedê “xwe … ji xwînê … dûr bixin” (Karên Şandiyan 15:28, 29). Gava em ji bo siheta xwe qerarekê didin, em bi dilekî saxlem guh didin vê qanûnê. Wekî din, em bi dil û can li gor qanûnên Yehowa yên li ser exlaqê dijîn. Pawlosê şandî şîret daye me ku em xwestekên bedenê yên nerast “bikujin”. Yanî, gerek em çi ji destê me tê bikin ku em xwe dûrî tiştên bêexlaq bigirin. Em tiştên ku dikarin bibin sebebê bêexlaqiya cinsî ne dikin ne jî li wan temaşe dikin (Kolosî 3:5; Eyûb 31:1). w23.07 15 par. 5-6

Roja Pêncşemê, 13 Adar

Hemûya dilê xwe ji pîrekê re vekir (Serweran 16:17).

Belkî ji ber eşq û evîna xwe, Şîmşon pê nehesiya ku niyeta Delîlayê xerab e. Delîlayê gelek caran zor dida wî ku ew çavkaniya qeweta xwe eşkere bike. Dawiya dawîn, wî sira xwe jê re vekir. Mixabin, şaşiya Şîmşon bû sebeb ku wî hêza xwe winda kir û ji bo wextekê, Xwedê ji wî ne razî bû (Serweran 16:16-20). Şîmşon ji Yehowa zêdetir baweriya xwe bi Delîlayê anî. Di netîceyê de, wî gelek êş û jan kişand. Filîstiyan ew girt û çavên wî kor kirin. Wan ew bir girtîgeha li Gazayê. Li wir, wî bi koletî genim dihêrand. Paşê, Filîstiyan eyd û cejneke xwe pîroz kir. Wan ji îlahê xwe Dagon re qurbaneke mezin pêşkêş kir, çimkî wan bawer dikir ku wî Şîmşon daye destê wan. Wan Şîmşon ji girtîgehê derxist û bir cihê şahiyê, da ku qerf û henekên xwe bi wî bikin û “kêfxweş” bibin (Serweran 16:21-25). w23.09 5-6 par. 13-14

Roja Înê, 14 Adar

Tiştên ku di çavê hemû mirovan de qenc in, bikin (Romayî 12:17, NWT).

Belkî hevalkar yan hevaldersek bipirse ku em çima guh didin qanûn û prensîpên Kitêba Pîroz. Helbet, emê baweriya xwe biparêzin, lê dîsa jî emê qedrê nêrînên kesên din bigirin (1. Petrûs 3:15, 16). Ya baş ew e ku em pirsên wisa ne wek rexne, lê wek fersendekê bibînin, da ku niyeta wan fehm bikin. Sebebê pirsa kesekî her çi be jî, em bi nermî û dilovanî dixwazin cewabê bidin. Cewabên me dikarin li ser wî tesîr bikin ku ew li ser nêrîna xwe dîsa bifikire. Eger hevalkarek bipirse ku em rojbûna xwe çima pîroz nakin, em dikarin bala xwe bidin van nuqteyan: Belkî ew difikire ku îzna me tune ye ku em kêf bikin. Bi gotinên xwe, em dikarin bêhna wî fireh bikin û bînin zimên ku em qedir û qîmetê didin hevalkarên xwe. Bi vî awayî, belkî rêya sohbeteke xweş vebe û em dikarin zelal bikin ku Kitêba Pîroz li ser pîrozkirina rojbûnê çi dibêje. w23.09 17 par. 10-11

Roja Şemiyê, 15 Adar

Hay ji xwe hebin, da ku hûn bi xapandina yên neheq neyên xirandin û ji nelebtebûna xwe nekevin (2. Petrûs 3:17).

Çi şerefeke mezin e ku di wexta mayî de, em dikarin xebera xêrê li seranserê dinyayê belav bikin. Petrûsê şandî dilê me xurt dike ku em “li hêviya Roja Xwedê bin” (2. Petrûs 3:11, 12). Em çawa dikarin vê yekê bikin? Her roj dinyaya nû bînin ber çavê xwe û li ser sozên Xwedê kûr bifikirin. Xeyal bikin ku em hewayeke temîz distînin, xwarineke saxlem dixwin û bixêrhatina merivên xwe, yên ku ji mirinê hatine rakirin, dikin. Wekî din, li ser vê yekê bifikirin: Em kesên ku gelek salan berê li jiyanê bûn di heqê bicihhatina soz û wehdên Kitêba Pîroz de hîn dikin. Ev yek wê alî me bike ku em li hêviya roja Xwedê bimînin û bawer bin ku dinyaya nû nêzîk e. Em dizanin ku çi li benda me ye. Loma, gerek em “hay ji xwe hebin” ku bi elimandinên sexte neyên xapandin. w23.09 27 par. 5-6

Roja Yekşemê, 16 Adar

Li gor Xudan li ber dê û bavê xwe serî deynin, çimkî ev rast e (Efesî 6:1).

Îro gelek kesên ciwan guh nadin dê û bavê xwe (2. Tîmotêyos 3:1, 2). Gelo çima? Ew difikirin ku dê û bavê wan tiştên ku bi xwe nakin ji zarokên xwe dixwazin. Hinek jî difikirin ku şîretên dê û bavê wan bi kêrî dema îro nayên yan jî pir sert in. Tu jî carinan wisa difikirî? Belkî ne hêsan e ku kesên ciwan guh bidin vî emrê Yehowa yê ji ayeta îroyîn. Çi dikare alî te bike ku tu guh bidî dê û bavê xwe? Tu dikarî ji mînaka herî baş, yanî ji Îsa Mesîh bielimî ku îtaet bikî (1. Petrûs 2:21-24). Ew yekî bêqisûr bû, lê dê û bavê wî biqisûr bûn. Gava wan şaşî dikirin û carinan wan Îsa fehm nedikir jî, wî dîsa jî qedrê dê û bavê xwe digirt (2. Mûsa 20:12). w23.10 7 par. 4-5

Roja Duşemê, 17 Adar

Emrê pêşî ji ber qelsî û bêkêriya xwe betal bû (Îbranî 7:18).

Pawlosê şandî şîrove kir ku qurbanên li gor Qanûnê nikarin guneh bi temamî ji holê rakin. Ji ber vê yekê, hukmê vê Qanûnê “betal bû”. Îcar Pawlos çend rastiyên kûr hînî Mesîhiyên pêşîn dikirin. Wî anî bîra wan ku Xwedê “hêviyeke hê çêtir” daye wan, yanî wan dikaribû li ser esasê qurbanbûna Îsa Mesîh bi rastî “nêzîkî Xwedê” bibin (Îbranî 7:19). Pawlos ji xizmetkarên Xwedê re zelal kir ku îbadeta şagirtên Îsa Mesîh çima ji îbadeta wan a berê baştir bû. Xisûsiyetên dînê Cihû tenê “siya wan tiştên ku wê bên in, lê ya rast Mesîh e” (Kolosî 2:17). Sî tenê şeklê tiştekî nîşan dide. Bi eynî awayî, rêya îbadeta Cihû tenê siya îbadeta rast bû. Ji bo ku îbadeta me ji aliyê Xwedê ve bê qebûlkirin, gerek em fehm bikin ku ew li ser çi esasî gunehên me efû dike. w23.10 25 par. 4-5

Roja Sêşemê, 18 Adar

Di dema dawî de, wê Padîşahê Başûr bi Padîşahê Bakur re şer bike. Wê Padîşahê Bakur … wek bagerê bê (Danîêl 11:40, Mizgînî).

Beşa 11an a kitêba Danîêl behsa du padîşahan yan hêzên siyasî dike, yên ku bi hev re ketine reqabetê. Gava em van gotinan û gotinên din ên Kitêba Pîroz didin ber hev, em dikarin “Padîşahê Bakur” wek Rûsya û hevalbendên wê tarîf bikin. “Padîşahê Başûr” jî Hêza Cîhanî ya Brîtanya û Amerîkayê temsîl dike. Xizmetkarên Xwedê, yên ku li bin hukimdariya “Padîşahê Bakur” dijîn, ji aliyê vî padîşahî ve rastî zilm û zordariyê tên. Hin Şahidên Yehowa ji ber baweriya xwe lêdan xwariye yan hatine avêtin hebsê. Tehdeya ji aliyê “Padîşahê Bakur” ve baweriya wan ne sist, lê qewîtir kiriye. Gelo çima? Ji ber ku xwişk û birayên me dizanin ku Danîêl pêxember ji berê ve gotibû ku xizmetkarên Xwedê wê rastî muxalefetê bên (Danîêl 11:41). Ji ber ku em vê yekê dizanin, hêviya me wê qewî bimîne û emê ji Yehowa re dilsoz bimînin. w23.08 11 par. 15-16

Roja Çarşemê, 19 Adar

Kesê dest bide we, wê dest bide bîbika çavê min (Zekerya 2:8, Mizgînî).

Ji ber ku Yehowa ji me hez dike, ew hîsên me fehm dike û hazir e ku me biparêze. Gava em xemgîn dibin, ew jî xemgîn dibe. Loma em dikarin bawer bin ku gava em ji wî re dua dikin, ew me dibihîze: “Min mîna bîbokên çavan biparêze” (Zebûr 17:8, KP). Çav pareke nazik a bedena me ye. Loma, gava Yehowa me dişibîne bîbokê çavê xwe, qey ew ji me re dibêje: “Her kî xizmetkarên min diêşîne destê xwe dide tiştekî ku ji bo min pir biqîmet e.” Yehowa dixwaze ku em emîn bin ku ew ji me hez dike. Lê ew dizane ku ji ber tengasiyên ku berê hatibûn serê me yan niha diqewimin, em belkî meraq dikin ka ew ji me bi rastî hez dike yan na. Gelo çi dikare baweriya me ya bi hezkirina wî xurttir bike? Bala xwe bidê ku Yehowa çawa hezkirina xwe ji Îsa Mesîh re, ji kesên hilbijartî re û ji me hemûyan re nîşan dide. w24.01 27-28 par. 6-7

Roja Pêncşemê, 20 Adar

Destê Xwedayê me li ser me bû. Wî em ji destên dijminan … rizgar kirin (Esra 8:31, Mizgînî).

Esra didît ku Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe dike. Berî mîladê di sala 484an de, Padîşah Ahaşveroş li temamiya Împaratoriya Farisan fermana kuştina hemû Cihûyan derxist. Wê çaxê, Esra li Babîlê dijiya (Ester 3:7, 13-15). Jiyana Esra û hemû Cihûyan di talûkeyê de bû! Li her herêma ku Cihû bi vê fermanê hesiyan, wan rojî girtin, ketin nav şîneke mezin û bi destê duayê ji Yehowa alîkarî dixwest (Ester 4:3). Kesên ku dixwest wan bikujin bi xwe hatin kuştin. Îcar bîne ber çavê xwe ku Esra û Cihûyan çi hîs dikir! (Ester 9:1, 2). Bê guman vê serpêhatiyê Esra ji bo ceribandinên di pêşerojê de hazir kir û baweriya wî xurt kir ku Yehowa dikare xizmetkarên xwe biparêze. w23.11 17 par. 12-13

Roja Înê, 21 Adar

Xwedê wî ne ji ber kirinên wî wek kesekî rast hesab dike (Romayî 4:6, NWT).

Pawlosê şandî behsa pêkanîna “kirina Şerîetê”, yanî Qanûna Mûsa dikir. Xwedê ev Qanûn li Çiyayê Sînayê dabû Îsraîliyan (Romayî 3:21, 28). Wisa xuya dike ku di rojên Pawlos de hin xizmetkarên Xwedê yên Cihû bawer dikir ku gerek ew hê jî di rêya Qanûna Mûsa de herin. Pawlos bi destê mîsala Birahîm ev yek îsbat kir: Ji bo ku mirov rastdar derkeve, ne hewce ye ku ew di rêya Qanûna Mûsa de bimeşe. Li şûna vê, îman û bawerî lazim e. Gava em baweriya xwe ya bi Xwedê û Mesîh ava bikin, Xwedê wê ji me razî be. Ev yek dilê me rihet dike. Ji aliyê din ve, “kirinên” ku di Aqûb beşa 2yan de derbas dibin û “kirina Şerîetê”, ya ku Pawlos behsa wê kiribû, ne eynî tişt in. Aqûb bala me dikişîne ser tiştên ku xizmetkarên Xwedê di jiyana xwe ya rojane de dikin (Aqûb 2:24). Tiştên wisa nîşan didin ka em bi rastî baweriya xwe bi Xwedê tînin yan na. w23.12 3 par. 8; 4-5 par. 10-11

Roja Şemiyê, 22 Adar

Mêr serê jinê ye (Efesî 5:23).

Xwişkên ku dixwazin bizewicin, gerek hevalê xwe yê zewacê baş hilbijêrin. Li ser vê yekê bifikire: Gava tu bizewicî, zilamê te wê bibe serê malê (Romayî 7:2; Efesî 5:33). Loma ji xwe bipirse: “Gelo ew şagirtekî Îsa yê gihîştî ye? Gelo Yehowa di jiyana wî de cihê pêşîn digire? Gelo ew qerarên bihîkmet dide? Gelo ew şaşiyên xwe qebûl dike? Gelo ew qedrê jinan digire? Gelo ew dikare ji aliyê ruhî û madî ve destekê bide min û ji min re bibe hevalekî baş?” Belê, eger tu bixwazî ji bo zewacê ji xwe re hevalekî baş bibînî, gerek tu bi xwe jî ji bo zewacê bibî hevaleke baş. Kitêba Pîroz jineke baş wek “alîkareke li gor” zilam bi nav dike (1. Mûsa 2:18, Mizgînî). Ew ji Yehowa hez dike. Loma ew li ber kesên din bi xerabî behsa zilamê xwe nake û pesnê wî dide (Methelokên Silêman 31:11, 12; 1. Tîmotêyos 3:11). Ji bo ku tu ji bo zewacê bibî hevaleke baş, hezkirina Yehowa di dilê xwe de mezintir bike û di mal û civatê de alîkariya kesên din bike. w23.12 22-23 par. 18-19

Roja Yekşemê, 23 Adar

Eger şehrezayiya [hîkmeta, NWT] yekî ji we kêm be, bila ji Xwedê … bixwaze (Aqûb 1:5).

Yehowa soz dide ku ewê hîkmeta xwe bide me, da ku em qerarên baş bidin. Hîkmeta Xwedê bi xisûsî ji bo qerarên ku li ser temamiya jiyana me tesîr dikin ji me re lazim e. Wekî din, Xwedê qewetê dide me ku em sebir bikin. Çawa ku Yehowa qewet dabû Pawlosê şandî, ewê qewetê bide me jî ku em li hemberî tengasiyên xwe sebir bikin (Filîpî 4:13). Xwedê bi destê xwişk û birayan alîkariya me dike. Di şeva berî mirina xwe de, Îsa Mesîh ji dil ji Yehowa re dua kir. Wî ji Yehowa lava dikir ku bila ew li ber çavê xelkê wek yekî kafir neyê hesibandin. Yehowa yek ji birayên wî, yanî melekek şand ku dilê Îsa Mesîh xurt bike (Lûqa 22:42, 43). Îro jî, Yehowa dikare bi destê xwişk û birayan, mesela yên ku telefonî me dikin yan jî tên ziyareta me, alîkariya me bike. Em gişt dikarin li fersendan bigerin û hevdû bi gotinên xweş ava bikin (Methelokên Silêman 12:25). w23.05 10-11 par. 9-11

Roja Duşemê, 24 Adar

Di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin (1. Selanîkî 5:11).

Xwişk û birayên neaktîf, ên ku tên Bîranînê belkî ditirsin yan difikirin ku hatina wan wê li xwişk û birayan xweş neyê. Loma, bila em dilê wan bi pirs yan gotinên xwe neêşînin û nebin sebeb ku ew fedî bikin. Belê, ew xwişk û birayên me ne, û em pir razî ne ku em dîsa dikarin li Bîranînê bi wan re îbadetê bikin (Zebûr 119:176; Karên Şandiyan 20:35). Em şikirdar in ku Îsa Mesîh emir daye ku em Bîranîna mirina wî sal bi sal pîroz bikin. Em fehm dikin ku Bîranîn hem ji bo me hem ji bo kesên din çi qas bifeyde ye (Îşaya 48:17, 18). Wexta ku em diçin Bîranînê, em şikirdariya xwe ya ji bo fedakariya Yehowa û Îsa Mesîh nîşan didin, û hezkirina me ya li hemberî wan mezintir dibe. Wekî din, yekîtiya me ya bi xwişk û birayan re xurttir dibe. Û em dikarin alî kesên din bikin ku ew jî feydeyê ji fîdyeyê bistînin. Loma, çi ji destê me tê bila em bikin ku em ji bo Bîranîna îsal – yanî ji bo roja herî muhîm a temamiya salê – hazir bin! w24.01 13-14 par. 18-19

Roja Sêşemê, 25 Adar

Rêberiya min bike li gor emrên xwe, çimkî ez ji wan zewqê distînim (Zebûr 119:35).

Gelo Yehowa çawa rêberiya me dike? Ewilî bi destê Kitêba Pîroz. Ji xeynî vê, ew bi destê kesên ku wî temsîl dikin jî rêberiya me dike. Mesela, ew bi destê “xulamê dilsoz û bihîkmet” xwarina ruhî dide me, da ku em bikarin qerarên baş bidin (Meta 24:45, NWT). Yehowa bi destê kesên din jî rêberiya me dike. Mesela, çavdêrên herêmê û rîspiyên civatê cesaretê didin me û me hîn dikin, da ku em bikarin di demên zor de jî ji Yehowa re dilsoz bimînin. Em ji bo rêberiya ku em di van rojên dawîn de distînin, pir şikirdar in! Bi saya vê rêberiyê, em dikarin li ser rêya jiyanê bimînin û li gor daxwaza Yehowa hereket bikin. Dîsa jî, dibe ku carinan li me zor bê ku em li pey rêberiya Yehowa herin, bi xisûsî gava ev rêberî bi destê mirovên qisûrdar digihîje me. Di demên wisa de, gerek em bawer bin ku Yehowa rêberiya xizmetkarên xwe dike û ku çûyîna li pey rêberiya wî her tim ji bo me bifeyde ye. w24.02 20 par. 2-3

Roja Çarşemê, 26 Adar

Ne bi gotin û peyvê, lê bi kirin û rastiyê em hez bikin (1. Yûhena 3:18).

Gava em Peyva Xwedê kûr lêkolîn dikin, hezkirina Xwedê di dilê me de mezintir dibe. Di dema xwendina Kitêba Pîroz de, bi têra xwe bifikire ku ew qisim di heqê Yehowa de çi nîşan dide. Ji xwe bipirse: “Ev serpêhatî çawa nîşan dide ku Yehowa ji min hez dike û çawa alî min dike ku ez ji Yehowa hez bikim?” Wekî din, gava em her roj ji Yehowa re dua dikin û dilê xwe ji wî re vedikin, hezkirina wî di dilê me de mezintir dibe (Zebûr 25:4, 5). Û Yehowa wê cewabê bide duayên me (1. Yûhena 3:21, 22). Wekî din, gerek em hezkirina di nav xwe û kesên din de mezintir bikin. Çend salan piştî ku ew bû şagirtê Îsa Mesîh, Pawlosê şandî xortekî delal ê bi navê Tîmotêyos nas kir.Tîmotêyos ji Yehowa û ji mirovan hez dikir. Pawlos di heqê Tîmotêyos de ji Filîpiyan re wisa got: “Tu kesê min ê ku mîna wî bi dil û can li ser we bifikire û ji bo hal û rewşa we xemê bixwe tune” (Filîpî 2:20). Ji ber ku Tîmotêyos ji xwişk û birayan gelekî hez dikir, Pawlos pesnê wî dida. Bê guman xwişk û bira bi ziyaretên Tîmotêyos gelekî kêfxweş dibûn (1. Korîntî 4:17). w23.07 9 par. 7-10

Roja Pêncşemê, 27 Adar

Ez tu caran te bernadim (Îbranî 13:5).

Berî ku miletê Îsraîlê ket Welatê Sozdayî, Mûsa pêxember mir. Hingê halê milet çawa bû? Gelo ew êdî bêserî û bêrêberî man? Na. Heta ku ew dilsoz diman, Yehowa hewcedariyên wan tedarek dikirin. Berî mirina Mûsa, Yehowa ji wî re got ku bila ew Yêşû wek rêberê miletê Îsraîlê tayîn bike. Mûsa jixwe bi dehan salan Yêşû perwerde kiribû (2. Mûsa 33:11; 5. Mûsa 34:9). Wekî din, serokên hezaran, sedan, pênciyan û heta dehan hebûn, ên ku bi awayekî jîr û jêhatî rêberiya milet dikir (5. Mûsa 1:15). Belê, Xwedê li xizmetkarên xwe baş xwedî derdiket. Di dema Îlyas Pêxember de jî hal wisa bû. Pêxember bi dehan salan di rêya îbadeta pak de rêberiya Îsraîliyan kiribû. Lê paşê, Yehowa wezîfeyeke din da wî û ew şand welatê Cihûdayê (2. Qiralan 2:1; 2. Dîrokan 21:12). Gelo kesên dilsoz, ên ku li padîşahiya Îsraîlê dijiyan, bêrêberî man? Na. Îlyas Pêxember hevalê xwe Êlîşa bi dehan salan perwerde kiribû. Belê, armanca Yehowa her ku diçû bi pêş ve diçû, û wî li xizmetkarên xwe yên dilsoz xwedî derdiket. w24.02 5 par. 12

Roja Înê, 28 Adar

Wek zarokên ronahiyê rêve herin (Efesî 5:8).

Xwişk û birayên li bajarê Efesê ronahiya Kitêba Pîroz qebûl kiribû (Zebûr 119:105). Wekî din, wan dev ji adetên dînê sexte û ji bêexlaqiyê berdabû. Wan Xwedê ji xwe re “mînak” digirt û çi ji destê wan dihat, wan dikir ku ji Yehowa re îbadetê bikin û dilê wî xweş bikin (Efesî 5:1, KP). Mîna wan, berî ku em heqîqetê hîn bûn, em di tariya dînî û exlaqî de bûn. Me belkî eydên ku bi dînê sexte ve girêdayî ne, pîroz dikirin yan bêexlaqî dikir. Lê gava em hîn bûn ku li ber çavê Xwedê çi rast e û çi şaş e, me jiyana xwe guhert. Hêdî hêdî, me hal û hereketên xwe li gor qanûnên Yehowa serrast kirin. Di netîceyê de, me pir feyde dîtiye (Îşaya 48:17). Dîsa jî, micadeleya me dewam dike. Gerek em xwe ji tariya ku em jê derketine, dûr bigirin û “wek zarokên ronahiyê rêve herin”. w24.03 21 par. 6-7

Roja Şemiyê, 29 Adar

Em li gor tiştê ku em gihîştinê pêşve herin (Filîpî 3:16).

Belkî tu difikirî ku tu ne hazir î ku jiyana xwe bidî destê Yehowa û vaftîz bibî. Belkî hê lazim e ku tu jiyana xwe li gor qanûnên Yehowa serrast bikî yan îmana xwe xurttir bikî (Kolosî 2:6, 7). Her xwendevan ne wek hev bi pêş ve diçe, û her kesê ciwan jî ne di eynî saliya xwe de hazir e ku jiyana xwe bide destê Yehowa û vaftîz bibe. Li şûna ku tu xwe bi kesên din re muqayese bikî, bifikire ku tu çawa dikarî bi pêş ve herî û hin tiştan baştir bikî (Galatî 6:4, 5). Eger tu hê ne hazir î ku jiyana xwe bidî destê Yehowa, vê gavê ji xwe re bike hedef. Ji Yehowa re rica bike ku ew alî te bike ku tu hin guhertinan bikî (Filîpî 2:13). Emîn be ku Yehowa wê guh bide duaya te û alî te bike (1. Yûhena 5:14). w24.03 5 par. 9-10

Roja Yekşemê, 30 Adar

Mêrno, bila bi vî awayî her yek di jiyana bi jina xwe re fêmdar û têgihîştî be (1. Petrûs 3:7).

Carekê, bêhna Sarayê gelekî teng bû. Wê hîsên xwe ji Birahîm re gotin û heta ew sûcdar kir. Birahîm dizanibû ku Sara wî wek serê malê qebûl dike û piştgiriya qerarên wî dike. Wî jî guh da wê û xîret kir ku çareyekê ji derdê wê re bibîne (1. Mûsa 16:5, 6). Em dikarin ji vê mîsalê çi bielimin? Xwedê mesûliyeta qerarên malbatê emanetî zilam kiriye (1. Korîntî 11:3). Lê belê, berî ku zilam qerarekê bide û bi xisûsî eger ev qerar li ser xanima wî jî tesîr bike, wê baş be ku ew ji xanima xwe bipirse ka ew li ser vê meseleyê çi difikire û baş guhdarî bike (1. Korîntî 13:4, 5). Careke din, ji nişka ve sê kes hatin, û Birahîm xwest wan bike mêvan. Wî ji Sarayê xwest ku bila ew îşê xwe bihêle û nên çeke (1. Mûsa 18:6). Sarayê hema zû dest bi haziriyê kir û wisa piştgiriya qerara mêrê xwe kir. Xanimno, hûn dikarin Sarayê ji xwe re mîsal bigirin û wek wê piştgiriya qerarên zilamên xwe bikin. Xanimên ku wisa dikin zewaca xwe qewîtir dikin (1. Petrûs 3:5, 6). w23.05 24-25 par. 16-17

Roja Duşemê, 31 Adar

Hîkmeta ji jor … ji bo îtaetkirinê hazir e (Aqûb 3:17, NWT).

Piştî ku Gîdeon bû rêberê gelê Îsraêlê, lazim bû ku ew guh bide rêberiyê û yekî dilxurt be. Xwedê ji wî re got ku bila ew qurbangeha Baal a bavê xwe wêran bike (Serweran 6:25, 26). Paşê, Xwedê du caran jê re got ku bila ew leşkerên ordiya xwe kêmtir bike (Serweran 7:2-7). Dawiya dawî, Xwedê emir da wî ku bila ew bi şev hicûmî ordîgeha dijminan bike (Serweran 7:9-11). Rîspî gerek “hazir bin ku îtaet bikin”. Loma, ew bi dil û can guh didin gotinên Kitêba Pîroz û rêberiya teşkîlata Xwedê. Bi vî awayî, ew ji kesên din re dibin mîsalên baş. Lê carinan ne ew qas hêsan e ku rîspiyek guh bide rêberiyê. Mesela, dibe ku li rîspiyekî zor bê ku ew rêberiya herî nû di hişê xwe de bihêle. Yan dibe ku ew ji xwe bipirse ka ew rêberî bi rastî baş e. Yan jî, dibe ku ji wî bê xwestin ku ew wezîfeyekê bîne cih, a ku dikare bibe sebeb ku ew bikeve girtîgehê. Di rewşên wisa de, rîspî çawa dikarin îtaeta Gîdeon ji xwe re mîsal bigirin? Bi dîqat guh bide rêberiya teşkîlatê û li gor wê bimeşe. w23.06 4-5 par. 9-11

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne