KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • es25 r. 17-26
  • Sibat

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Sibat
  • Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
  • Sernivîs
  • Roja Şemiyê, 1 Sibat
  • Roja Yekşemê, 2 Sibat
  • Roja Duşemê, 3 Sibat
  • Roja Sêşemê, 4 Sibat
  • Roja Çarşemê, 5 Sibat
  • Roja Pêncşemê, 6 Sibat
  • Roja Înê, 7 Sibat
  • Roja Şemiyê, 8 Sibat
  • Roja Yekşemê, 9 Sibat
  • Roja Duşemê, 10 Sibat
  • Roja Sêşemê, 11 Sibat
  • Roja Çarşemê, 12 Sibat
  • Roja Pêncşemê, 13 Sibat
  • Roja Înê, 14 Sibat
  • Roja Şemiyê, 15 Sibat
  • Roja Yekşemê, 16 Sibat
  • Roja Duşemê, 17 Sibat
  • Roja Sêşemê, 18 Sibat
  • Roja Çarşemê, 19 Sibat
  • Roja Pêncşemê, 20 Sibat
  • Roja Înê, 21 Sibat
  • Roja Şemiyê, 22 Sibat
  • Roja Yekşemê, 23 Sibat
  • Roja Duşemê, 24 Sibat
  • Roja Sêşemê, 25 Sibat
  • Roja Çarşemê, 26 Sibat
  • Roja Pêncşemê, 27 Sibat
  • Roja Înê, 28 Sibat
Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
es25 r. 17-26

Sibat

Roja Şemiyê, 1 Sibat

Ez ê we bibihîzim (Yêremya 29:12).

Gava Hîzkiya Padîşah pir nexweş bû, wî ji Yehowa lava dikir ku wî dîsa qenc bike. Dûr re, Yehowa ew qenc kir (2. Qiralan 20:1-6). Ji aliyê din ve, gava Pawlosê şandî ji Xwedê rica kir ku “stiryekî” ji bedena wî derxe, Yehowa ew qenc nekir (2. Korîntî 12:7-9). Wekî din, Hêrodes Padîşah dixwest Aqûb û Petrûsê şandî bikuje. Petrûs hat xelaskirin, lê belê Aqûb hat kuştin (Karên Şandiyan 12:1-11). Belkî em meraq dikin: “Yehowa çima Petrûs filitand, lê Aqûb xelas nekir?” Kitêba Pîroz li ser vê tiştekî nabêje. Em dikarin emîn bin ku Yehowa tu caran “neheqiyê nake” (5. Mûsa 32:4). Carinan Yehowa wek em hêvî dikin cewaba duayên me nade. Lê em ji vê yekê emîn in: Yehowa her tim li gor hezkirin û edaleta xwe hereket dike. Loma, gava ew cewaba duayên me bi awayekî cuda dide, em naxeyidin (Eyûb 33:13). w23.11 21 par. 6

Roja Yekşemê, 2 Sibat

Hîkmeta ji jor … ji bo îtaetkirinê hazir e (Aqûb 3:17, NWT).

Aqûb bi îlhama Xwedê nivîsand ku mirovên bihîkmet “ji bo îtaetkirinê hazir” in. Bifikire ku maneya vê yekê çi ye. Gerek em ji dil hazir bin ku guh bidin kesên ku Yehowa otorîte daye wan. Helbet, eger kesek ji me bixwaze ku em ji emrên Xwedê derkevin, Yehowa ji me naxwaze ku em bi ya wî bikin (Karên Şandiyan 4:18-20). Belkî ji bo me hêsantir e ku em ji mirovan zêdetir guh bidin Yehowa. Gelo çima? Çimkî Yehowa her tim rêberiya bêqisûr dide me (Zebûr 19:7). Lê mirovên biotorîte kesên qisûrdar in. Dîsa jî, Bavê me yê li ezmanan otorîte û mesûliyet daye dê û bavan, memûrên dewletê û rîspiyên civatê (Methelokên Silêman 6:20; 1. Selanîkî 5:12; 1. Petrûs 2:13, 14). Gava em guh didin wan, bi eslê xwe em guh didin Yehowa. w23.10 6 par. 2-3

Roja Duşemê, 3 Sibat

Ev peyvên ha dilsoz û rast in (Peyxam 21:5).

Eger em li ser qudreta Yehowa bifikirin, emê baweriya xwe xurttir bikin. Bê guman qudreta wî heye ku hemû sozên xwe bîne cih. Xwedê çi dibêje, tim wisa dibe, çimkî hêza wî têra her tiştî dike (Eyûb 42:2; Marqos 10:27; Efesî 3:20). Mesela, wî soz dabû Birahîm û Sarayê ku ewê di emrê xweyî mezin de kurekî bînin dinyayê (1. Mûsa 17:15-17). Wekî din, wî ji Birahîm re gotibû ku ewê welatê Kenanê bide yekî ji zuriyeta wî. Ji ber ku zuriyeta Birahîm, yanî Îsraêlî, gelek salan li Misrê kole bûn, wisa xuya dikir ku tu dibêjî qey ev gotinên Xwedê wê nehatana cih. Lê gotinên Yehowa hatin cih! Wekî din, wî ji Meryema nezewicandî re gotibû ku ewê Kurê Xwedê bîne dinyayê. Bi vî awayî, soza ku Yehowa bi hezaran salan berê di baxçeyê Adenê de dabû hat cih! (1. Mûsa 3:15). Gava em li ser bicihhatina sozên Yehowa difikirin, em baştir fehm dikin ku qudreta wî çi qas mezin e. Bi vî awayî, baweriya me ya bi dinyaya nû xurttir dibe (Yêşû 23:14; Îşaya 55:10, 11). w23.04 28 par. 10-12

Roja Sêşemê, 4 Sibat

Duaya min bibihîze, ya Xudan, goh bide lavakirina min! (Zebûr 143:1).

Yehowa duaya Dawid bihîst û ew xelas kir (1. Samûyêl 19:10, 18-20; 2. Samûyêl 5:17-25). Em jî dikarin bi gotinên ayeta îroyîn bawer bin (Zebûr 145:18). Yehowa carinan ne wek ku em dixwazin, lê bi awayekî din cewabê dide duayên me. Pawlosê şandî ji Xwedê rica dikir ku bila ew ‘striyê’ ku di bedena wî de hebû, jê derxe. Pawlosê şandî sê caran bi xisûsî di heqê vî derdê xwe de dua kir. Gelo Yehowa cewab da van duayan? Erê, lê ne wek ku Pawlos hêvî dikir. Li şûna ku ew wî ji vî derdî xelas bike, Yehowa qewet da wî, da ku ew tim bikare bi dilsozî ji wî re xizmetê bike (2. Korîntî 12:7-10). Hin caran, dibe ku em cewaba duayên xwe ne wek ku em dixwazin, lê bi awayekî din bistînin. Em dikarin emîn bin ku Yehowa rind dizane ku çawa alî me bike. Ew dikare “ji tiştê ku em dixwazin an jî em difikirin hê gelek zêdetir bike” (Efesî 3:20). Ji ber vê yekê, ew dikare ne wek ku em dixwazin û difikirin, lê di demeke cuda de yan jî bi awayekî din cewabê bide duayên me. w23.05 8-9 par. 4-6

Roja Çarşemê, 5 Sibat

Wext tê ku hemû kesên di mezelan de wê dengê wî bibihîzin, û derkevin (Yûhena 5:28, 29, NWT).

Carinan gerek em li ser soza rabûna ji mirinê bifikirin. Gelo çima? Çimkî rojekê her kes dikare bi nexweşiyeke giran bikeve yan hezkiriyekî xwe winda bike (Waiz 9:11; Aqûb 4:13, 14). Hêviya rabûna ji mirinê alî me dike ku em li hemberî derdên wisa sebir bikin (1. Selanîkî 4:13). Kitêba Pîroz dibêje ku Bavê meyî ezmanî me nas dike û ji me pir hez dike (Lûqa 12:7). Yehowa Xwedê me ew qas baş nas dike ku ewê me bi eynî şexsiyetê û bi hemû bîranînên me dîsa vegerîne jiyanê. Û ji ber ku ew ji me pir hez dike, ew dixwaze jiyana herheyî bide me. Eger em bimirin jî, ewê me ji mirinê rake! Em çima dikarin bi soza rabûna ji mirinê bawer bikin? Çimkî em emîn in ku daxwaz û qudreta Kesê ku soz daye me heye ku soza xwe bîne cih. w23.04 8-9 par. 2-4

Roja Pêncşemê, 6 Sibat

[Ûsiv û Meryem] her sal ji bo Cejna Derbasbûnê diçûn Orşelîmê (Lûqa 2:41, NWT).

Ûsiv û Meryemê bi hev re xîret dikir ku dostaniya xwe ya bi Yehowa re qewîtir bikin. Wan fehm kiribû ku çi qas muhîm e ku ew bi malbatî ji Yehowa re îbadetê bikin (Lûqa 2:22-24; 4:16). Wan mîsaleke pir baş ji jin û mêran re hiştiye! Eger zarokên we hebin, belkî car caran zehmet e ku hûn herin civînan yan jî ji bo îbadeta malbatê wextê bibînin. Wê çaxê, belkî zehmet be ku jin û mêr bi hev re dua bikin û lêkolîn bikin. Lê ji bîr nekin, gava hûn bi hev re ji Yehowa re îbadetê dikin, hûn nêzîktirî hevdû û Yehowa dibin. Loma berî her tiştî bala xwe bidin îbadeta Yehowa. Eger hûn di hin meseleyan de li hev nakin, fikra ku hûn îbadeta malbatê bi hev re derbas bikin, belkî li dilê we ew qas xweş nayê. Eger wisa be, bi tiştekî kin, ê ku ji bo we her duyan xweş e, dest pê bikin. Ev gav dikare alî we bike ku hûn zêdetir ji hev hez bikin û bi ser de jî xwestina we zêde bike ku hûn bi hev re ji Yehowa re îbadetê bikin. w23.05 22 par. 7-8

Roja Înê, 7 Sibat

Obadya zehf ji XUDAN ditirsiya (1. Qiralan 18:3).

Bi saya tirsa Xwedê, Obadya yekî rast, durist û biîtibar bû. Ji ber vê yekê, padîşah ew kir çavdêrê qesrê (Nehemya 7:2). Wekî din, tirsa Xwedê alî wî dikir ku ew yekî pir dilxurt be. Ew di dema hukimdariya Ahab Padîşah de dijiya (1. Qiralan 16:30). Jina Ahab Îzebelê ji Baal re îbadet dikir. Îzebelê ji Yehowa nefret dikir. Loma, wê hewl dida ku îbadeta Yehowa ji holê rake, û wê gelek pêxemberên Xwedê qetil kirin (1. Qiralan 18:4). Gava Îzebelê dil dikir ku pêxemberên Xwedê qetil bike, Obadya 100 ji wan 50 bi 50 di şikeftekê de veşartin û nan û av ji wan re dibirin (1. Qiralan 18:13, 14). Eger ev yek eşkere bibûya, bê şik Obadya wê bihata kuştin. Helbet, Obadya nedixwest bimire. Lê Obadya ji jiyana xwe zêdetir ji Yehowa û ji xizmetkarên wî hez dikir. w23.06 16 par. 9-10

Roja Şemiyê, 8 Sibat

Rêberiya min bike li gor emrên xwe, çimkî ez ji wan zewqê distînim (Zebûr 119:35).

Wek li demên berê, Yehowa îro jî bi destê Kitêba Pîroz û serê civatê Îsa Mesîh rêberiya xizmetkarên xwe dike. Gelo îsbat hene ku Yehowa îro jî însanan bi kar tîne ku wî temsîl bikin? Belê. Ka bala xwe bidê ku ji sala 1870yî û pê ve çi çêbû. Charles Russell û hevalên wî fehm kir ku ji bo avabûna Hukimdariya Xwedê, sala 1914an wê saleke muhîm bibe (Danîêl 4:25, 26). Ew li ser esasê gotinên Kitêba Pîroz gihîştibûn vê netîceyê. Eşkere ye ku Yehowa rêberiya lêkolîna wan dikir, çimkî di sala 1914an de, tiştên ku li dinyayê qewimîn îsbat kir ku Hukimdariya Xwedê êdî hatiye avakirin û hukim dajo. Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê kir. Paşê, nexweşî belav bûn û li gelek cihan erdhej çêbû û xela rabû (Lûqa 21:10, 11). Belê, Yehowa bi destê wan lêkolînerên Kitêba Pîroz alî xizmetkarên xwe dikir ku ew Kitêba Pîroz fehm bikin. w24.02 22 par. 11

Roja Yekşemê, 9 Sibat

Pirr gellek in derdê rastan, [lê] belê Xudan wan xelas dike ji hemûyan (Zebûr 34:19).

Wek xizmetkarên Yehowa, em bawer in ku Xwedê ji me hez dike û jiyaneke pir xweş ji bo me dixwaze (Romayî 8:35-39). Wekî din, em bawer in ku eger em li gor gotinên Kitêba Pîroz hereket bikin, ev yek ji bo me tim bifeyde ye (Îşaya 48:17, 18). Lê, eger em ji nişka ve bikevin tengasiyê, gerek em çi bikin? Mesela, belkî ferdekî malbata me dilê me diêşîne. Belkî em derdê nexweşiyeke giran dikişînin û nikarin li gor dilê xwe ji Yehowa re xizmetê bikin. Belkî felaketeke tebîetê gelek zerar daye me. Belkî jî em ji ber baweriya xwe rastî muxalefetê tên. Gava em tengasiyên wisa dikişînin, dibe ku em meraq dikin: “Ev bela çima hat serê min? Qey min şaşiyek kiriye? Qey Yehowa êdî min bibereket nake?” Gelo tu jî carinan wisa difikirî? Eger wisa be, li ber xwe nekeve. Gelek xizmetkarên Yehowa jî carinan xwe wisa hîs dikir (Zebûr 22:1, 2; Habaqûq 1:2, 3). w23.04 14 par. 1-2

Roja Duşemê, 10 Sibat

Dilê min, her û her heta dawiyê, ji bo pêkanîna qanûnên te meyildar e (Zebûr 119:112).

Gava em rastî ceribandinekê tên, em di cih de her fikir û kirina ku dikare zerarê bide eleqeya me ya bi Xwedê re red dikin. Yehowa dixwaze ku em bi dil û can ji wî re îtaet bikin (Romayî 6:17). Rêberiya Yehowa her tim ji bo xêra me ye, û qanûnên wî nayên guhertin (Îşaya 48:17, 18; 1. Korîntî 6:9, 10). Îblîs ji bo ku baweriya me sist bike zilm û zordariyê bi kar tîne. Hedefa wî ev e ku ew me “daqurtîne”, yanî eleqeya me ya tevî Yehowa xera bike (1. Petrûs 5:8). Di sedsala yekê de, xizmetkarên Xwedê ji ber dilsoziya xwe hatin tehdîtkirin, zilm li wan hat kirin û bi ser de jî hatin kuştin (Karên Şandiyan 5:27, 28, 40; 7:54-60). Heta roja îro jî, Îblîs zilm û zordariyê bi kar tîne. Mesela, xwişk û birayên me yên li Rûsyayê û li welatên din rastî zilm, zordarî û heqaretê tên. Wekî din, Îblîs hem hicûmên rasterast hem jî hîleyan bi kar tîne (Efesî 6:11). w23.07 15-16 par. 6-9

Roja Sêşemê, 11 Sibat

Hûn jî wisa di hezkirinê de rêve herin (Efesî 5:2).

Her ku tu Peyva Xwedê lêkolîn dikî, tuyê zêdetir ji Yehowa hez bikî. Ev hezkirin wê dilê te xurt bike ku tu tiştên hînbûyî bînî cih. Bi alîkariya prensîpên Kitêba Pîroz, tu qerarên baştir didî. Ji ber ku tu dixwazî ku Xwedê ji te razî be, tu jiyana xwe serrast dikî. Çawa ku zarok çav didin dê û bavê xwe, tu jî xîret dikî ku çav bidî Bavê xweyî ezmanî (Efesî 5:1, 2). Dibe ku em ji xwe dipirsin: “Piştî ku ez bûm Şahidê Yehowa, gelo hezkirina di nav min û Yehowa de xurttir bûye? Ji wê rojê û vir ve, gelo ez mîna Yehowa zêdetir hezkirinê ji xwişk û birayan re nîşan didim?” Eger ‘hezkirina te ya pêşî’ hinekî sar bûye, xemgîn nebe. Di sedsala yekê de, ev yek hat serê şagirtên Îsa Mesîh jî. Îsa Mesîh ew red nekirin û ew me jî red nake (Peyxam 2:4, 7). Ew dizane ku em dikarin hezkirina xwe wekî berê dîsa ava bikin. w23.07 8 par. 2-3

Roja Çarşemê, 12 Sibat

Tu qenc î û hazir î ku efû bikî (Zebûr 86:5, NWT).

Petrûsê şandî çend şaşî kirin. Pêşî, Petrûs bi zêdeyî xwebawer bû û got ku eger şandiyên din Îsa Mesîh terk bikin jî, ewê wî tu caran terk neke (Marqos 14:27-29). Paşê, ew çend caran bi xew ve çû û hişyar nema (Marqos 14:32, 37-41). Dû re, gava mirov hatin ku Îsa Mesîh bigirin, Petrûs ew hişt û reviya (Marqos 14:50). Dawiya dawîn, Petrûs sê car înkar kir ku ew Îsa Mesîh nas dike û bi ser de li ser vê derewê sond xwar (Marqos 14:66-71). Gava Petrûs fehm kir ku wî gunehekî çi qas mezin kiribû, wî çi kir? Kitêba Pîroz dibêje: “Êşeke mezin ket dilê wî, û ew giriya” (Marqos 14:72, NWT). Paşê, gava Îsa Mesîh û Petrûs bi hev re bûn, Îsa Mesîh bi hevalê xwe neqehirî, lê jê re got ku ewê mesûliyetên hê jî mezintir bistîne (Yûhena 21:15-17). Petrûs dizanibû ku wî gunehekî giran kiribû, lê dîsa jî, wî xwe bêkêr nedidît. Gelo çima? Çimkî ew emîn bu ku efendiyê wî Îsa Mesîh hêviya xwe ji wî nebirîbû. Dersa ji bo me çi ye? Yehowa dixwaze ku em bawer bin ku ew ji me hez dike û hazir e ku me efû bike (Romayî 8:38, 39). w24.03 18-19 par. 13-15

Roja Pêncşemê, 13 Sibat

Hejmara kuştiyên wê zêde ne (Methelokên Silêman 7:26, Mizgînî).

Bêexlaqiya cinsî dikare bibe sebebê şermeke giran, hîsên bêqîmetbûnê, ducanîbûna nexwestî û xerakirina malbatan. Loma, a bixêr ew e ku mirov teklîfa “pîreka bêaqil” red bike û neçe mala wê. Bêexlaqiya cinsî dikare yekî ji aliyê ruhî ve bikuje û bi ser de jî bibe sebebê mirina herfî (Methelokên Silêman 7:23). Methelokên Silêman 9:18 dibêje: “Yên dibin mêvanê wê, nizanin ku dadikevin binê qebrê.” Madem ku wisa ye, çima gelek kes dikevin vê faqê? (Methelokên Silêman 9:13-18). Gelek caran pornografî dibe sebebê bêexlaqiya cinsî. Hinek difikirin ku pornografî tiştekî bêzerar e. Lê belê, ev yek ne rast e. Pornografî bizerar e û eybeke giran e. Bi ser de, ne hêsan e ku însan dev jê berde. Sûretên bêexlaq mîna jehrê di hişê mirov de belav dibin. Wekî din, pornografî daxwazên xerab ji dil dernaxe, lê mîna agir gur dike (Kolosî 3:5; Aqûb 1:14, 15). Belê, gelek kesên ku li pornografiyê temaşe kiriye di netîceyê de bêexlaqiya cinsî kiriye. w23.06 23 par. 10-11

Roja Înê, 14 Sibat

Ewê van hemû padîşahiyan bişkîne û tune bike, û tenê ewê heta bi hetayê bimîne (Danîêl 2:44, NWT).

Dibe ku dewletên din hewl bidin ku Hêza Cîhanî ya Brîtanya û Amerîkayê bin dest bikin, lê ewê şûna wê negirin. Em vê yekê dizanin, çimkî “kevirê” ku Padîşahiya Xwedê temsîl dike wê lingê heykel parçe parçe bike, yê ku îtifaqa Brîtanya û Amerîkayê temsîl dike (Danîêl 2:34, 35, 44, 45). Gelo tu bawer dikî ku gotinên Xwedê yên li ser lingê ji hesin û heriyê rast in? Eger wisa be, ev yek wê li ser jiyana te tesîr bike. Tuyê di vê dinyayê de nedî pey mal û milk, çimkî tu dizanî ku ev dinyaya xerab wê di demeke nêzîk de bê tunekirin (Lûqa 12:16-21; 1. Yûhena 2:15-17). Fehmkirina van tiştên ku Xwedê ji berê ve gotine alî me dikin ku em qîmeta karê mizgîndayîn û hînkirinê bizanibin (Meta 6:33; 28:18-20). Piştî lêkolînkirina vê wehda Xwedê, ji xwe bipirse: “Gelo qerarên min nîşan didin ku ez bawer dikim ku Padîşahiya Xwedê wê di demeke nêzîk de hemû hukûmetên mirovan qir bike?” w23.08 11 par. 13-14

Roja Şemiyê, 15 Sibat

Her yek ji me wê li ber Xwedê ji bo xwe hesab bide (Romayî 14:12, NWT).

Bi dilnizmî qebûl bike ku emir, sihet û rewşa te dikarin îmkanên te bisînor bikin. Mîna Barzîllay, gava siheta te nebaş bibe, îmtiyazên nû qebûl neke (2. Samûyêl 19:35, 36). Mîna Mûsa, alîkariyê qebûl bike û gava mumkin be, hin mesûliyetan bide kesên din (2. Mûsa 18:21, 22). Kesên ku hedê xwe dizanin tiştekî nemaqûl ji xwe naxwazin, çimkî ev yek dikare bibe sebeb ku ew ji qewetê bikevin. Wekî din, gerek em xwe ji qerarên nebaş ên kesên din mesûl nebînin. Em nikarin ji bo kesên din qeraran bidin û wan ji netîceyên qerarên nebaş biparêzin. Mesela, belkî kurek yan keçek qerarê bide ku dev ji xizmeta Yehowa berde. Ev qerar dikare dilê dê û bav gelekî bişewitîne. Lê belê, dê û bavên ku xwe ji qerareke nebaş a zarokê xwe sûcdar dikin, barekî giran datînin ser pişta xwe. Yehowa naxwaze ku ew barekî wisa hilgirin ser xwe. w23.08 29 par. 11-12

Roja Yekşemê, 16 Sibat

[Şîmşon] ji pîrekekê hez kir û navê wê Delîla bû (Serweran 16:4).

Şîmşon mîna me yekî qisûrdar bû. Loma, wî car caran qerarên nebaş didan. Bi xisûsî ji ber qerareke nebaş gelek tiştên xerab hatin serê wî. Hinek wext piştî ku Şîmşon wek hakim xizmet dikir, wî “di newala Sorekê de ji pîrekekê hez kir û navê wê Delîla bû”. Berî hingê, Yehowa îzin da Şîmşon ku bibe dergistiyê jineke Filîstî, çimkî ew “li dijî Filistiyan li fersendê digeriya”. Paşê, Şîmşon li bajarê Filîstiyan Gaza li mala fahîşeyekê ma. Wê demê, Xwedê hêz da Şîmşon ku ew deriyên dergehê bajêr hilde û bibe cihekî dûr, da ku parastina bajêr sist bibe (Serweran 14:1-4; 16:1-3). Lê belê, eleqeya wî ya bi Delîlayê re cuda bû, çimkî ew Îsraêlî bû û vê yekê fersend nedida wî ku li dijî Filîstiyan şer bike. Delîlayê ji Filîstiyan gelek pere qebûl kir, da ku Şîmşon bixapîne û bide destê wan. w23.09 5 par. 12-13

Roja Duşemê, 17 Sibat

Mirovê aqilmend zû hêrs nabe (Methelokên Silêman 19:11, Mizgînî).

Bi saya fehmdariyê, em dikarin sernerm bin. Gava yek hicûmî baweriya kesekî fehmdar dike, ew xwegirtinê nîşan dide. Fikrên mirovan mîna behrê kûr in. Yanî, gava kesek tiştekî dipirse, gelek caran li pişt pirsa wî niyeteke veşartî heye. Loma berî ku em cewabê bidin, baştir e ku em li ser niyeta pirsa wî bifikirin (Methelokên Silêman 16:23). Ka bifikire ku Gîdeon çawa cewab da zilamên Efrayîmî. Wan bi hêrsokî jê pirsî ku wî çima bêyî wan li dijî dijminên Îsraêlê şer kiribû. Sebebê rastîn ê hêrsa wan çi bû? Qey xatir û rûmeta wan hatibû şikandin? Sebeb her çi bû jî, Gîdeon ji hîsên wan fehm kir û cewabeke nerm da wan. Di netîceyê de, hêrsa wan daket û bêhna wan fireh bû (Serweran 8:1-3). w23.09 16 par. 8-9

Roja Sêşemê, 18 Sibat

Ez roj bi roj, bi kêfxweşiyê ve tijî bûm (Methelokên Silêman 8:30).

Tu bav û kur bi qasî Yehowa û Îsa Mesîh ji hevdû hez nakin. Gava Xwedê didît ku kurê wî çi qas êşê dikişîne, dilê wî bêguman pir şewitî. Mirina zarokekî ji bo dê û bavan êşeke giran e. Em helbet baweriya xwe bi rabûna miriyan tînin, lê ev yek nayê maneya ku gava hezkiriyekî me dimire, em êşê nakişînin. Mîna vê, gava Kurê wî yê ezîz di bihara sala 33yan a P.M. de îşkence kişand û mir, Yehowa bêguman pir êş kişand (Meta 3:17). Heta roja Bîranînê, fersenda me heye ku em di lêkolîna şexsî de yan di Îbadeta Malbatê de li ser fîdyeyê zêdetir lêkolînê bikin. Di roja Bîranînê de, li bernameya xisûsî ya Îbadeta Sibehê temaşe bike. Eger em dilê xwe ji bo Bîranînê hazir bikin, emê bi hêsanî bikaribin alî kesên din bikin ku ew jî feydeyê jê bistînin (Esra 7:10). w24.01 11 par. 10-12

Roja Çarşemê, 19 Sibat

Ew bi xwe wê we … xurt bike (1. Petrûs 5:10).

Ji bo ku Yehowa qewetê bide me rêyek ew e ku em ji wî re dua bikin. Ew dikare “hêzeke ku ji normalê zêdetir e” bide me (2. Korîntî 4:7, NWT). Wekî din, gava em Peyva Xwedê dixwînin û li ser gotinên wê kûr difikirin, em qewetê distînin (Zebûr 86:11). Peyva Xwedê bitesîr e (Îbranî 4:12). Gava tu ji Yehowa re dua bikî û Peyva wî bixwînî, ewê hêzê bide te ku tu li hemberî tengasiyên xwe bi ser bikevî, kêfxweş bimînî yan jî wezîfeyeke zehmet pêk bînî. Bala xwe bidê ku Yehowa çawa alî Ûnis pêxember dikir. Carekê Yehowa wezîfeyeke zehmet da Ûnis, lê wî ew wezîfe red kir û bi gemiyê reviya cihekî din. Ji ber vê yekê, hindik mabû ku ew û kesên din di firtoneyekê de bimirana. Piştî ku ew ji gemiyê hat avêtin, masiyekî pir mezin ew daqurtand. Êdî ew di zikê masî de li cihekî reş û tarî bû. Dema ku Ûnis di vê tengasiyê de bû, wî çi kir? Ji bo ku ew qewetê bistîne, wî ji Xwedayê xwe Yehowa re dua kir (Ûnis 2:1, 2, 7). w23.10 13 par. 4-6

Roja Pêncşemê, 20 Sibat

Dawiya her tiştî nêzîk e (1. Petrûs 4:7).

Petrûsê şandî nameyên xwe di sedsala yekê de ji xwişk û birayan re nivîsandin. Lê dîsa jî, Yehowa nameyên wî kirin qismekî Peyva xwe, da ku em jî bikaribin feydeyê jê bistînin (Romayî 15:4). Gelek kes baweriya xwe bi soz û wehdên Kitêba Pîroz naynin. Ji ber ku em ji bo wexteke dirêj li benda dawiyê ne, carinan hinek kes qerfên xwe bi me dikin. Hinek kes jî dibêjin ku roja Xwedê wê tu caran neyê (2. Petrûs 3:3, 4). Eger em tiştên wisa li xizmetê, li cihê îş yan li malê bibihîzin, şik dikare bikeve dilê me û baweriya me dikare sist bibe. Gelo gotinên Petrûs çawa dikarin alî me bikin? Belkî hinek kes difikirin ku Yehowa helakkirina vê dinyaya xerab bi derengî dixe. Gotinên Petrûs tînin bîra me ku nêrîna Yehowa ya li ser wextê ji nêrîna mirovan pir cuda ye (2. Petrûs 3:8, 9). Ji bo Yehowa hezar sal mîna rojekê ne. Yehowa bisebir e û naxwaze ku kesek helak bibe. Lê gava roja wî bê, ev dinyaya xerab wê helak bibe. w23.09 26-27 par. 2-5

Roja Înê, 21 Sibat

Divê em hê zêdetir bala xwe bidin tiştên ku me bihîstine, da ku em averê nebin (Îbranî 2:1).

Pawlosê şandî ji Îbraniyên Cihûstanê re çima name nivîsand? Belkî ji bo du sebebên sereke. A yekê, wî dixwest wan teşwîq bike. Gelek kes ji wan li gor dîn û baweriya Cihû mezin bûbûn. Belkî rêberên dînî qerf û henekên xwe bi wan dikirin ku ew bûbûn şagirtên Îsa Mesîh. Gelo çima? Ji ber ku îbadetgeha wan, qurbangeha wan û kahînên ji bo vê xizmetê tune bûn. Vê yekê dikaribû bibûya sebebê şikandina cesaret û baweriya wan (Îbranî 3:12, 14). Hin ji wan belkî difikirîn ku dîsa vegerin dînê Cihûyan. A diduyan, Pawlosê şandî ji wan xizmetkarên Xwedê yên Îbranî re got ku ew bi têra xwe xîret nakin ku “xwarina giran” bistînin, yanî rastiyên nû yan jî yên kûr fehm bikin (Îbranî 5:11-14). Wisa xuya dikir ku hin ji wan hê jî di rêya Qanûna Mûsa de diçûn. w23.10 24-25 par. 3-4

Roja Şemiyê, 22 Sibat

[Bila jinên ciwan] mîna ku xwuşkên te bin (1. Tîmotêyos 5:2, KP).

Hin kes qerarê didin ku nezewicin (Meta 19:10-12). Em dikarin emîn bin ku Yehowa û Îsa Mesîh gelek qîmetê didin kesên ku nezewicî ne. Li seranserê dinyayê, xwişkên nezewicî ji bo civatên xwe bereketeke mezin in. Ew ji kesên din hez dikin û li wan xwedî derdikevin. Ew ji bo gelek kesan dibin xwişk û dayikên ruhî (Marqos 10:29, 30). Hin kes dikarin bibin xizmetkarên a tamrojî. Kesên ku herî zêde karê belavkirina mizgînê dikin, xwişkên me yên jîr û jêhatî ne (Zebûr 68:11). Gelo tu dikarî xizmeta tamrojî ji xwe re bikî hedef? Mesela, tu dikarî bibî pêşeng, destekê bidî projeyên avakirinê yan jî li Beytelê xizmetê bikî. Li ser hedefa xwe bi Yehowa re xeber bide. Ji kesên din bipirse ku ew çawa gihîştine vê hedefê, û pê derxe ku gerek tu ji bo vê hedefê çi bikî. Dû re planên maqûl çêke. Eger tu bibî xizmetkareke tamrojî, di xizmeta Yehowa de gelek deriyên nû û xweş wê li ber te vebin. w23.12 22 par. 16-17

Roja Yekşemê, 23 Sibat

Gerek pêşî mizgînî … bê belavkirin (Marqos 13:10, NWT).

Ji ber ku tengasiya mezin nêzîk dibe, pir muhîm e ku em guh bidin emrê belavkirina xebera xêrê. Lê eger em ji bo problemên madî xeman dixwin yan jî eger em ji bo karê belavkirina mizgînê rastî muxalefetê tên, belkî ne hêsan e ku em bala xwe bidin xizmetê. Çi dikare alî me bike ku em berî her tiştî bala xwe bidin şixulê Yehowa? Qet ji bîr neke ku “XUDANÊ artêşan” bi me re ye. Eger em şixulê Yehowa di jiyana xwe de bikin tiştê herî muhîm, ewê alî me bike. Loma qet ne hewce ye ku em bitirsin (Hagay 2:4, 5). Yehowa dixwaze ku em bala xwe bidin xizmeta ku dikare jiyana mirovan xelas bike. Hagay xizmetkarên Yehowa teşwîq dikirin ku ji nû ve dest bi avakirina mala Xwedê bikin. Yehowa soz da ku ewê “bereketê bide” wan (Hagay 2:18, 19). Belê, eger em berî her tiştî bala xwe bidin şixulê ku Yehowa daye me, ewê xîreta me bibereket bike. w23.11 16 par. 8; 17 par. 11

Roja Duşemê, 24 Sibat

Hemûyan guneh kiriye (Romayî 3:23, NWT).

Gava Pawlosê şandî ji Romayiyan re nameyek nivîsand, wî got ku hemû mirov gunehkar in. Lê eger wisa be, mirov çawa dikare di çavê Xwedê de wek yekî rastdar yan jî bêsûc bê hesibandin? Gelo mirov çawa dikare razîbûna Xwedê bistîne? Ji bo zelalkirina vê mijarê, Pawlos mîsala Birahîm bi kar anî. Gava Birahîm li welatê Kenanê bû, Yehowa ew çima wek yekî rastdar bi nav kir? Gelo ji ber ku Birahîm her tim guh dida Qanûna Mûsa? Helbet na! (Romayî 4:13). Gava Xwedê got ku Birahîm yekî rastdar e, Qanûna Mûsa hê tune bû. Ev Qanûn piştî zêdetirî 400 salî derket meydanê. Yehowa kerema xwe nîşanî Birahîm da û ji ber baweriya wî, Xwedê ew ji mirovên rastdar hesiband (Romayî 4:2-4). w23.12 3 par. 4-5

Roja Sêşemê, 25 Sibat

Heçiyên ku di dilê te de ne bike (1. Dîrokan 17:2).

Wê şevê Natan pêxember gotinên di ayeta îroyîn de ji Dawid re got. Yehowa ji Natan re got ku kesê ku wê perestgehê ava bike, ne Dawid e (1. Dîrokan 17:3, 4, 11, 12). Piştî ku Dawid ev xeber stand, wî çi kir? Wî xîret dikir ku pere û malzemeyên ku kurê wî Silêman wê ji bo avakirinê hewceyî wan bibe peyda bike (1. Dîrokan 29:1-5). Piştî ku Yehowa xeber da Dawid ku ewê perestgehê ava neke, wî peymanek pê re girêda. Yehowa soz da Dawid ku yekî ji zuriyeta wî wê heta hetayê hukimdariyê bike (2. Samûyêl 7:16). Di dinyaya nû de, di dema Hukimdariya Hezarsalî ya Îsa Mesîh de, gava Dawid bibihîze ku Îsa Mesîh padîşahekî ji zuriyeta wî ye, ewê gelekî şa bibe! Em ji serpêhatiya Dawid hîn dibin ku eger em nikaribin li gor xwestina dilê xwe ji Yehowa re xizmetê bikin, Xwedê dikare bereketên ku em ne li hêviya wan in bide me. w23.04 16 par. 8-10

Roja Çarşemê, 26 Sibat

XUDAN gelê xwe red nake (Zebûr 94:14, KP).

Gava tirs dikeve dilê me, dibe ku bi xisûsî hin ayetên Kitêba Pîroz li me xweş werin. Mesela, kitêbên Eyûb, Zebûr û Methelokên Silêman yan jî gotinên Îsa Mesîh, ên ku di beşa 6an a kitêba Meta de derbas dibin, dikarin cesaretê bidin me. Her ku em ji Yehowa re dua bikin û Peyva wî bixwînin, emê teseliya wî bibînin. Bawer be ku di rojên reş û tarî de, Yehowa wê li cem te be. Tuyê tu caran bêstar nemînî (Zebûr 23:4). Yehowa soz daye ku ewê te xurt bike, destekê bide te û dilê te rihet bike. Belê, Yehowa kesên ku xwe dispêrin wî, diparêze û hizûrê dide wan (Îşaya 26:3). Loma, îtibara xwe bi Yehowa bîne û alîkariya wî qebûl bike. Eger tu wisa bikî, tuyê di demên zehmet de jî dîsa rabî ser piyan! w24.01 25 par. 16-17

Roja Pêncşemê, 27 Sibat

Qet çekên ku li dijî te hatine çêkirin, dê ji tu karî re nebe (Îşaya 54:17).

Ev gotinên îlhamkirî ji vê ayetê îro tên cih. Wekî din, Kitêba Pîroz li ser rojên me wisa dibêje: “Dê hemû lawên te ji aliyê XUDAN ve hatibin hîn kirin û dê selameta lawên te zehf be. Tuyê bi rastiyê bizexm [bî]; … tuyê netirse û tuyê dûrî bêzarbûnê be, ji ber ku dê nêzîkî te nebe” (Îşaya 54:13, 14). “Xwedayê vê dinyayê” Îblîs jî nikare îşê perwerdekirinê, yê ku Şahidên Yehowa tînin cih, bide sekinandin (2. Korîntî 4:4). Îbadeta pak hatiye vegerandin, û ewê tu caran dîsa xera nebe. Ewê heta bi hetayê bimîne. Tu çekeke ku li dijî me tê çêkirin wê bi ser nekeve! w24.02 4 par. 10

Roja Înê, 28 Sibat

Yê ku ji min zêdetirî ji dê yan bavê xwe hez dike, ne hêjayî min e (Meta 10:37, NWT).

Wek şagirtên Îsa Mesîh, me sond xwariye ku em êdî aîdî Yehowa ne. Ev sond di meseleyên malbatê de jî li ser qerar û kirinên me tesîr dike. Em helbet mesûliyetên malbatî bi dil û can tînin cih, lê em tu caran xwestinên malbata xwe di ser xwestinên Yehowa re nagirin (Meta 10:35, 36; 1. Tîmotêyos 5:8). Ji ber vê yekê, carinan lazim e ku em qerarên wisa bidin, ên ku belkî li merivên me xweş neyên, da ku em dilê Yehowa şa bikin. Malbata pêşîn ji aliyê Yehowa ve hatibû avakirin, û ew dixwaze ku malbata me dilxweş be (Efesî 3:14, 15). Eger em bi rastî dixwazin dilxweş bin, gerek em li gor daxwaza Yehowa hereket bikin. Gava tu hem bi dilovanî û bi hurmet li malbata xwe xwedî derdikevî hem jî bi fedakarî ji Yehowa re îbadetê dikî, emîn be ku ew qîmetê dide xîreta te (Romayî 12:10). w24.02 17 par. 11; 18 par. 13

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne