Çile
Roja Çarşemê, 1 Çile
Wî dît ku cenazeyê zilamekî ji bajêr dihat birin. Ew kurê yekta yê jinebiyekê bû (Lûqa 7:12, NWT).
Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa Mesîh pêşî dayika xemgîn “dît” û paşê “dilê wî pê şewitî” (Lûqa 7:13). Ji xeynî vê, wî dilşewatiya xwe nîşanî wê da. Wî bi dengekî dilşewat jê re got: “Negirî!” Paşê, wî mucîzeyek kir: Wî kurê wê ji mirinê rakir û “ew da diya wî” (Lûqa 7:14, 15). Em dikarin ji vê mucîzeya Îsa Mesîh çi bielimin? Em dielimin ku em çawa dikarin li hemberî kesên ku şînê digirin dilşewat bin. Mîna Îsa Mesîh, em jî dikarin di ber dilê kesên din de herin. Em dikarin bi gotin û kirinên xwe alîkariya wan bikin û teseliyê bidin wan (Methelokên Silêman 17:17; 2. Korîntî 1:3, 4; 1. Petrûs 3:8). Gotinên hêsan û hereketên biçûk jî dikarin dilê kesên din rihet bikin. w23.04 5-6 par. 13-15
Roja Pêncşemê, 2 Çile
Dawiya vê nexweşiyê ne mirin e, lê ev e ku Xwedê … bê birûmetkirin (Yûhena 11:4, NWT).
Îsa Mesîh her çi qas bihîstibû ku dostê wî Lazar miriye, ew du rojên din jî li cihê ku lê bû ma. Paşê wî berê xwe da Beytanyayê. Dema ku Îsa Mesîh gihîşt wê derê, wê çaxê Lazar çar rojan miribû. Îcar Îsa Mesîh dixwest ji bo dostên xwe mucîzeyeke mezin bike û bi vî awayî rûmetê bide Xwedê (Yûhena 11:6, 11, 17). Em dikarin ji vê serpêhatiyê di heqê dostaniyê de tiştekî bielimin. Ka bifikire: Gava Meryem û Mertayê xeber ji Îsa Mesîh re şand, wan ji wî re negot ku bila ew bê Beytanyayê. Wan ji wî re tenê got ku dostê wî nexweş e (Yûhena 11:3). Gava Lazar mir, Îsa Mesîh dikaribû ew ji dûr ve jî ji mirinê rakira. Lê belê, Îsa Mesîh qerar da ku here Beytanyayê, da ku alî Meryem û Mertayê bike. Gelo dostekî te, yê ku hazir e ku alî te bike, heye? Belê, dost di roja teng de kifş dibe (Methelokên Silêman 17:17). Wek Îsa Mesîh, em jî dikarin ji kesên din re bibin dostên qenc! w23.04 10 par. 10-11
Roja Înê, 3 Çile
Ew ê ku soz daye ewledar e (Îbranî 10:23).
Gava em di tengasiyekê de bin, belkî em bifikirin ku dinyaya nû wê qet neyê. Ma ev yek tê maneya ku baweriya me sist e? Helbet na! Ka bala xwe bide vê mîsalê. Di nîvê zivistaneke pir sar de, dibe ku em bifikirin ku havîn wê qet neyê. Lê dîsa jî havîn tê. Bi eynî awayî, gava em di nav xemên xwe de bifetisin, belkî em bifikirin ku dinyaya nû wê qet neyê. Lê kesê ku baweriya wî qewî ye dizane ku hemû sozên Xwedê wê bên cih (Zebûr 94:3, 14, 15; Îbranî 6:17-19). Baweriyeke xurt alî me dike ku em îbadeta Yehowa di jiyana xwe de tim bixin cihê pêşîn. Ji bo belavkirina xebera xêrê jî baweriyeke xurt ji me re lazim e. Gelek kes dibêjin ku mizgîna di heqê dinyaya nû de ew qas xweş e ku ew nikarin baweriya xwe pê bînin (Meta 24:14; Hêzekîêl 33:32). Gerek em hay ji xwe hebin ku em wek van kesan ji gotinên Yehowa şik nekin. Ji bo vê yekê, hewce ye ku em baweriya xwe bi dewamî xurttir bikin. w23.04 27 par. 6-7; 28 par. 14
Roja Şemiyê, 4 Çile
Eger em bizanin ku em her çi bixwazin [Xwedê] guh dide me, hingê em dizanin tiştên ku me jê xwestine, me standine (1. Yûhena 5:15).
Te qet meraq kiriye ka Yehowa cewabê dide duayên te yan na? Eger wisa be, ne tenê tu, lê gelek xwişk û bira vê yekê meraq dikin, bi xisûsî gava ew rojên zehmet derbas dikin. Dema ku em kul û derdan dikişînin, belkî em bi zelalî nabînin ka Yehowa bi rastî guh dide duayên me. Em çima dikarin emîn bin ku Yehowa guh dide duayên xizmetkarên xwe? Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa ji dil ji me hez dike û em li ber çavê wî pir biqîmet in (Hagay 2:7; 1. Yûhena 4:10). Ji ber vê yekê, ew dilê me xurt dike ku em bi riya duayê alîkariyê ji wî bixwazin (1. Petrûs 5:6, 7). Ew dixwaze ku em nêzîkî wî bimînin û li hemberî zehmetiyên xwe bi ser bikevin. Di Kitêba Pîroz de hatiye nivîsandin ku Yehowa gelek caran cewaba duayên xizmetkarên xwe dabû. w23.05 8 par. 1-4
Roja Yekşemê, 5 Çile
Meryemê got: “Canê min pesnê Yehowa dide” (Lûqa 1:46, NWT).
Dostaniya Meryemê ya bi Yehowa re qewî bû. Baweriya wê bi kirinên Ûsiv ve ne girêdayî bû. Meryemê Nivîsarên Pîroz rind dizanibûn. Wekî din, ew li ser tiştên ku dielimî kûr difikirî (Lûqa 2:19, 51). Bê guman, ji ber ku dostaniya wê ya bi Xwedê re xurt bû, ew jineke pir baş bû. Îro jî, gelek xwişk xîret dikin ku Meryemê ji xwe re mîsal bigirin. Mesela, ka binêre ku xwişka me Emîko çi dibêje: “Gava ez bi tena serê xwe bûm, min bi xwe bala xwe dida tiştên ruhî. Lê piştî ku em zewicîn, zilamê min ji bo me dua dikir û rêberiya îbadeta malbatê dikir. Ji ber vê yekê, baweriya min êdî bi kirinên wî ve girêdayî bû. Lê min fehm kir ku gerek ez bi xwe dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikim. Niha ez bi xwe wexta xwe ji bo duayê, xwendina Nivîsarên Pîroz û fikirîna li ser van tiştan vediqetînim” (Galatî 6:5). Xwişkno, gava hûn xîret dikin ku dostaniya xwe ya bi Yehowa re qewîtir bikin, hûn zêdetir fersendan didin zilamên xwe ku ew ji we hez bikin û pesnê we bidin (Methelokên Silêman 31:30). w23.05 22 par. 6
Roja Duşemê, 6 Çile
Ezê hînî we bikim tirsa Xudan (Zebûr 34:11).
Gava em hatin dinyayê, tirsa Xwedê xwe bi xwe neket dilê me. Ji ber vê yekê, lazim e ku em tirsa Xwedê di dilê xwe de ava bikin. Ji bo avakirina tirsa Xwedê, rêyek ew e ku em li tebîetê mêze bikin û li ser wê kûr bifikirin. Her ku em hîkmet, qudret û hezkirina Xwedê di tiştên xuliqandî de bibînin, emê hê jî zêdetir qedrê wî bigirin û jê hez bikin (Romayî 1:20). Rêyeke din ku em tirsa Xwedê ava bikin ew e ku em her roj dua bikin. Her ku em zêdetir dua dikin, em Yehowa baştir nas dikin. Her cara ku em ji ber derdên xwe ji wî rica dikin ku bila ew qewet û sebrê bide me, em qudreta wî ya mezin tînin bîra xwe. Gava em ji bo fîdyeya Îsa Mesîh şikir dikin, tê bîra me ku Yehowa çi qas ji me hez dike. Gava em ji bo çareserkirina derdekî xwe alîkariyê ji Yehowa rica dikin, tê bîra me ku ew pir bihîkmet e. Duayên wisa alî me dikin ku em bêtir qedrê Yehowa bigirin û ji her tiştê ku dikare dostaniya me ya bi wî re xera bikin, dûr bisekinin. w23.06 15 par. 6-7
Roja Sêşemê, 7 Çile
Yehowa Qanûndanerê me ye (Îşaya 33:22, NWT).
Yehowa her tim qanûnên zelal dane xizmetkarên xwe (Îşaya 33:22). Mesela, di sedsala yekê de, koma rêberiyê anîbû zimên ku xizmetkarên Xwedê gerek di kîjan sê waran de qayîm bimînin: (1) Ew pûtan red dikin û tenê ji Yehowa re îbadetê dikin. (2) Ew guh didin qanûna Yehowa ya li ser pîroziya xwînê. (3) Ew li gor qanûnên Kitêba Pîroz yên li ser exlaqê dijîn (Karên Şandiyan 15:28, 29). Îro jî, gelo em çawa dikarin di van sê waran de ji Yehowa re îtaet bikin? Gava em ji Yehowa re îbadetê bikin û guh bidin wî. Xwedê emir dabû Îsraêliyan ku ew dilsoziya tam bidin wî (5. Mûsa 5:6-10). Ka bala xwe bide mîsala Îsa Mesîh. Gava ew ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin, wî bi zelalî got ku gerek em tenê ji Yehowa re îbadetê bikin (Meta 4:8-10). Loma, em ji pûtan re îbadetê nakin. Wekî din, em ji mirovan re îbadetê nakin. Mesela, em rêberên dînî, siyasetvanan yan kesên bi nav û deng wek îlahan nahesibînin. Em tenê ji Yehowa re îbadetê dikin, çimkî wî “her tişt afirandin” (Peyxam 4:11). w23.07 14-15 par. 3-4
Roja Çarşemê, 8 Çile
Bi tirsa Xudan, mirov ji xerabiyê dûr dibin (Methelokên Silêman 16:6, Mizgînî).
Dinyaya Îblîs bi bêexlaqiya cinsî û pornografiyê ve tije ye (Efesî 4:19). Loma, gerek em tirsa Xwedê di dilê xwe de bi dewamî ava bikin û berê xwe ji tiştên xerab bizivirînin. Di beşa 9an a kitêba Methelokên Silêman de, hîkmet û bêaqilî tên şibandin du pîrekan. Her du pîrek kesên “hişsivik” dawetî mala xwe dikin û bang dikin: “Werin, ji xwarinên min bixwin!” (Methelokên Silêman 9:1, 4-6). Gelo netîce bû çi? Ka bala xwe bide teklîfa “pîreka bêaqil” (Methelokên Silêman 9:13-18). Ew bê şerm û bê fedî bang dike: “Kî hişsivik be, bila were vir!” Paşê çi hat serê mêvanan? “Yên dikevin mala wê, nizanin ku diçin mirinê.” Tembîh li me tê kirin ku bila em ji “pîreka bêwefa” û “bêexlaq” dûr bisekinin. Di heqê wê de wisa tê gotin: “Mala wê pîreka mirovan dibe mirinê” (Methelokên Silêman 2:11-19). Wekî din, Methelokên Silêman 5:3-10 di heqê “pîreka ku zinê dike” de dibêje ku “lingên wê diçin mirinê.” w23.06 22 par. 6-7
Roja Pêncşemê, 9 Çile
Bila maqûliya we ji aliyê hemû mirovan ve bê dîtin (Filîpî 4:5, NWT).
Rîspî gerek di warê maqûliyê de ji kesên din re mînakên baş bin (1. Tîmotêyos 3:2, 3). Mesela, rîspiyek gerek nefikire ku ji ber ku ew ji rîspiyên din mezintir e, gerek nêrîna wî her tim bê qebûlkirin. Ew dizane ku ruhê pîroz dikare li ser her rîspiyekî tesîr bike ku ew tiştekî bibêje, da ku qerareke baş bê dayîn. Û eger piraniya rîspiyan qerareke ku ne li dijî prensîpên Kitêba Pîroz e bidin, rîspiyekî maqûl wê bi dilxwazî destekê bide vê qerarê – heta eger nêrîna wî cuda be jî. Eger em kesên maqûl bin, ev yek wê ji bo feydeya me be. Emê ji hevaltiyên bi xwişk û birayan re dilxweşiyê bistînin, û di civatê de aştî wê hebe. Emê mîna malbateke mezin, a ku ji gelek milet, kultur û şexsiyetan pêk tê, bi dilxweşî ji Yehowa re îbadetê bikin. A herî muhîm ev e: Ji ber ku em Xwedayê xwe Yehowa, yê ku di her tiştî de maqûl e, ji xwe re mînak digirin, em gelekî şa ne. w23.07 25 par. 16-17
Roja Înê, 10 Çile
Yên şehreza wê fêm bikin (Danîêl 12:10, Mizgînî).
Danîêl wehdên Xwedê bi niyeta rast lêkolîn dikirin, çimkî wî dixwest rastiyê bizanibe. Wekî din, Danîêl yekî dilnizm bû. Wî dizanibû ku gava ew ji Yehowa re sadiq bimîne, Yehowa wê alî wî bike ku ew wehdên wî fehm bike (Danîêl 2:27, 28). Danîêl xwe dispart alîkariya Yehowa û wisa îsbat dikir ku ew yekî dilnizm e (Danîêl 2:18). Danîêl bi dîqat lêkolîn dikir. Wî Nivîsarên Pîroz, ên ku di destê wî de hebûn, hûr û kûr lêkolîn dikirin (Yêremya 25:11, 12; Danîêl 9:2). Gelo tu çawa dikarî mîna Danîêl pêxember bikî? Bi niyeta rast lêkolîn bike. Gelo armanca lêkolîna te ew e ku tu rastiyê fehm bikî? Eger wisa be, Yehowa wê alîkariya te bike (Yûhena 4:23, 24; 14:16, 17). Lê hin kes lêkolîn dikin, çimkî ew dixwazin îsbat bikin ku Kitêba Pîroz ji aliyê Xwedê ve nehatiye îlhamkirin. Ew difikirin ku madem ku Kitêba Pîroz ne ji Xwedê ye, ew bi xwe dikarin qerarê bidin ku çi rast e û çi şaş e. Lê belê, gerek em bi niyeta rast lêkolîn bikin. w23.08 9-10 par. 7-8
Roja Şemiyê, 11 Çile
Eger tu cesareta xwe … winda bikî, qeweta te wê kêm be (Methelokên Silêman 24:10, NWT).
Eger em xwe bi kesên din re muqayese bikin, barê me wê girantir bibe (Galatî 6:4). Ev yek dikare di hiş û dilê me de çavnebarî û reqabetê peyda bike (Galatî 5:26). Eger em bixwazin mîna kesên din eynî tiştan bi dest bixin, dibe ku em tiştekî ku ji hal û qeweta me zêde ye bikin û zerarê bidin xwe. Kitêba Pîroz dibêje: “Hêviya ku hatiye texîr kirin [derengxistin], dil nexweş dike” (Methelokên Silêman 13:12). Îcar hesab bike ku hêvî û daxwazên nemaqûl dikarin dilê me çi qas biêşînin. Tiştên wisa dikarin me biwestînin û bibin sebeb ku em di beza jiyanê de hêdî hêdî baz bidin. Yehowa qet tiştekî zêdeyî qewet û îmkanên me ji me nexwaze. Gerek em jî tiştekî zêdeyî qewet û îmkanên xwe ji xwe nexwazin (2. Korîntî 8:12). Yehowa me bi kesên din re qet muqayese nake (Meta 25:20-23). Xizmeta te, dilsoziya te û sebra te li pêş çavê wî pir biqîmet e. w23.08 29 par. 10-11
Roja Yekşemê, 12 Çile
Ez ê ji bêaviyî ve bimirim! (Serweran 15:18).
Yehowa hawara Şîmşon bihîst û bi mucîzeyekê kaniyeke avê peyda kir. Gava Şîmşon jê vexwar, “ruhê wî zivirî û vejiya” (Serweran 15:19). Piştî salan, gava Samûyêl pêxember kitêba Serweran nivîsand, ev kaniya nû hê hebû. Dema ku Îsraêliyan didît ku av diherike, belkî ev yek dihat bîra wan: Eger ew xwe bispêrin Yehowa, ewê hewcedariyên xizmetkarên xwe yên dilsoz di wexta rast de tedarek bike. Gerek em jî ji bo alîkariyê berê xwe bidin Yehowa Xwedê – ferq nake ku em bihuner in yan jî me heta niha di xizmeta wî de çi kiriye. Gerek em bi dilnizmî qebûl bikin ku serkeftina rastîn tenê bi alîkariya Yehowa mumkin e. Gava Şîmşon ava ku Yehowa da wî vexwar, ew dîsa biqewet bû. Mîna Şîmşon, gava em alîkariya ku Yehowa dide me qebûl dikin, baweriya me qewîtir dibe (Meta 11:28). w23.09 4 par. 8-10
Roja Duşemê, 13 Çile
Bersiva nerm hêrsê datîne, lê gotina hişk kela xezebê radike (Methelokên Silêman 15:1, Mizgînî).
Eger kesek li ser Xwedê yan Kitêba Pîroz tiştekî xerab bibêje, em dikarin çi bikin? Gerek em qewet û hîkmetê ji Xwedê bixwazin, da ku em bi awayekî nerm cewabê bidin. Lê eger me bi sertî cewab dabe, em dikarin çi bikin? Em dîsa dikarin ji bo vê meseleyê dua bikin û bifikirin ku careke din, em çawa dikarin baştir hereket bikin. Paşê, Yehowa wê bi destê ruhê pîroz qewetê bide me ku em xwe kontrol bikin û sernerm bimînin. Hin ayetên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em di rewşên zehmet de bi zimanê xwe karibin. Ruhê pîroz dikare alî me bike ku em van ayetan bînin bîra xwe (Yûhena 14:26). Mesela, prensîpên di kitêba Methelokên Silêman de dikarin alî me bikin ku em nerm bin (Methelokên Silêman 15:18). Wekî din, ayetên vê kitêbê eşkere dikin ku feydeya zimanekî nerm û şîrîn çi qas mezin e (Methelokên Silêman 10:19; 17:27; 21:23; 25:15). w23.09 15 par. 6-7
Roja Sêşemê, 14 Çile
Ez dixwazim hergav van bînim bîra we (2. Petrûs 1:12).
Petrûsê şandî gelek salan bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikir. Ew bi Îsa Mesîh re diçû xizmetê. Wî li cihên nû îşê mizgîndayînê bi pêş dixist. Paşê, ew bû endamekî koma rêberiyê. Berî mirina Petrûs, Yehowa zêdetir îş da wî. Piştî Mîladê di salên 62 heta 64an de, wî bi îlhama Yehowa du name nivîsandin. Em van nameyan wek kitêbên Yekem û Duyem Petrûs nas dikin (2. Petrûs 1:13-15). Dema ku xwişk û bira bi “ceribandinên cûr bi cûr xemgîn” dibûn, Petrûs nameyên xwe nivîsandin (1. Petrûs 1:6). Pêxemberên derewîn dixwest hînkirinên sexte û bêexlaqiyê derbasî civatê bikin (2. Petrûs 2:1, 2, 14). Piştî wexteke kin, xizmetkarên Xwedê yên ku li Orşelîmê dijiyan “dawiya her tiştî” dît – bajarê Orşelîmê û sîstema Cihûyan ji aliyê leşkerên Romayî ve hatin wêrankirin (1. Petrûs 4:7). Bê guman nameyên Petrûs alî xwişk û birayan dikir ku ew xwe ji bo tengasiyan hazir bikin û ji Yehowa re dilsoz bimînin. w23.09 26 par. 1-2
Roja Çarşemê, 15 Çile
[Mesîh] ji cefayên ku kişandin hînî guhdanê bû (Îbranî 5:8).
Mîna Îsa Mesîh, em gelek caran di rewşên zehmet de hînî îtaetê dibin. Mesela, di destpêka pandemiya koronavîrûsê de, gava civînên di Salonên Îbadetan de û xizmeta mal bi mal hatin betalkirin, gelo li te zor hat ku tu vê qerarê qebûl bikî? Belê, ji ber ku te guh da vê rêberiyê, te xwe û kesên din parastin, te piştgiriya yekîtiya civatê kir û dilê Yehowa şa kir. Em gişt êdî baştir hazir in ku di dema tengasiya mezin de guh bidin rêberiyê. Xelasiya me bi îtaeta me ve girêdayî ye! (Eyûb 36:11). Ji ber ku em ji Yehowa hez dikin û dixwazin ku ew ji me razî be, em guh didin wî (1. Yûhena 5:3). Yehowa ji bo me hemûyan gelek tiştên qenc kirine. Em tu caran nikarin van qenciyan li wî vegerînin (Zebûr 116:12). Lê em dikarin guh bidin wî û kesên ku otorîteya wan li ser me heye. Eger em wisa bikin, emê hîkmeta xwe nîşan bidin. Û kesê bihîkmet dilê Yehowa şa dike (Methelokên Silêman 27:11). w23.10 11 par. 18-19
Roja Pêncşemê, 16 Çile
Biperizin wî yê ku erd û ezman … afirandine (Peyxam 14:7).
Eger melekek bi te re bipeyive, tuyê guhdariya wî bikî? Îro, melekek ji “her milet, bavik, ziman û gelan” re wisa dibêje: “Ji Xwedê bitirsin û rûmetê bidin wî … Biperizin wî yê ku erd û ezman … afirandine” (Peyxam 14:6, 7). Yehowa Xwedayê rast e, û tenê ew hêjayî îbadetê ye. Wî fersend daye ku em di îbadetgeha ruhî ya mezin de ji wî re xizmetê bikin. Ev yek ji bo me rûmeteke pir mezin e! Îbadetgeha ruhî çi ye û di Kitêba Pîroz de çawa tê şîrovekirin? Îbadetgeha ruhî ne avahiyeke herfî ye. Bi destê vê tertîbê, Yehowa îbadeta xizmetkarên xwe li ser esasê fîdyeya Îsa Mesîh qebûl dike. Di sedsala yekê de, Pawlosê şandî ji xizmetkarên Xwedê yên Îbranî re nameyek nivîsand û ev yek zelal kir. w23.10 24 par. 1-2
Roja Înê, 17 Çile
“Wê ne bi hêz û qewetê lê bi Ruhê min be” dibêje Xudan (Zekerya 4:6, Mizgînî).
Berî mîladê di sala 522yan de, dijminên Cihûyan hukimdarê Farisê qanih kir ku avakirina mala Yehowa qedexe bike. Lê Zekerya ji xelkê re got ku Yehowa wê bi qeweta ruhê pîroz hemû astengan ji holê rake. Berî mîladê di sala 520an de, Daryûs Padîşah qedexeya li ser karê îbadetgehê rakir û ji bo avakirina mala Xwedê pere da wan û emir da memûran ku destekê bide wan (Esra 6:1, 6-10). Yehowa ev soz da xizmetkarên xwe: Eger ew berî her tiştî bala xwe bidin avakirina îbadetgehê, ewê bi wan re be (Hagay 1:8, 13, 14; Zekerya 1:3, 16). Van gotinên pêxemberan qewet dida xizmetkarên Xwedê. Wan berî mîladê di sala 520an de dîsa dest bi avakirina îbadetgehê kir û ev kar teqrîben di pênc salan de xelas kir. Ji ber ku wan li hemberî zehmetiyan daxwaza Xwedê di jiyana xwe de dikirin cihê pêşîn, Yehowa alî wan dikir. Ji ber vê yekê, wan bi dilxweşî ji Yehowa re îbadet dikir (Esra 6:14-16, 22). w23.11 15 par. 6-7
Roja Şemiyê, 18 Çile
Birahîm baweriya xwe bi Yehowa anî, û ew wek kesekî rast hat hesabkirin (Romayî 4:3, NWT).
Gelek kesan her çi qas navê Birahîm pêxember bihîstiye jî, piraniya wan li ser wî kêm tiştan dizanin. Lê belê, tu li ser Birahîm gelek tiştan dizanî. Mesela, tu dizanî ku Birahîm wek “bavê” kesên bawermend tê binavkirin (Romayî 4:11). Belkî tu ji xwe dipirsî: “Gelo ez dikarim li ser şopa baweriya Birahîm herim û baweriyeke ew qas xurt ava bikim?” Belê, tu dikarî! Ji bo ku em wek Birahîm bibin xwediyê baweriyeke xurt, rêyek ew e ku em serpêhatiya wî lêkolîn bikin. Li gor emrê Xwedê, Birahîm çû welatekî dûr, bi dehsalan di konan de dima û hazir bû ku kurê xwe yê delal Îshaq bike qurban. Ev kirin nîşan didin ku Birahîm xwediyê îmaneke xurt bû. Birahîm bi îman û kirinên xwe razîbûn û dostaniya Xwedê qezenc kiribû (Aqûb 2:22, 23). Yehowa dixwaze ku her yek ji me bibe xwediyê van bereketan. Ji ber vê yekê, wî îlham da Pawlos û Aqûb ku bala me bikişînin ser mîsala Birahîm. w23.12 2 par. 1-2
Roja Yekşemê, 19 Çile
Bila her mirov di bihîstinê de bi lez be, di peyivîn û hêrsbûnê de giran be (Aqûb 1:19).
Xwişkno, hunera xeberdanê tim bi pêş bixin. Şagirtên Îsa Mesîh gerek bi awayekî baş bipeyivin. Li ser vê yekê Aqûb ev şîret ji ayeta îroyîn daye me. Gava tu ji dil guhdariya kesên din dikî, tu nîşan didî ku tu yekî “dilbirehm” î (1. Petrûs 3:8). Eger te ji hîs yan jî gotinên kesekî din fehm nekiribe, bi nazikî jê bipirse ku ew çi hîs dike yan jî çi difikire. Ewilî bifikire û dû re xeber bide (Methelokên Silêman 15:28). Ji xwe bipirse: “Tiştên ku ezê bêjim, gelo rast in û wê kesên din teşwîq bikin? Gelo gotinên min nazik û dilovan in?” Xwişkên ku ji dil guhdarî dikin û bi nazikî dipeyivin ji xwe re bike emsal. Baş bala xwe bide xeberdana wan (Methelokên Silêman 31:26). Belê, xeberdana xweş rêya gihîştina dilan e. w23.12 21 par. 12
Roja Duşemê, 20 Çile
Yê xwe ji kesên din dide alî … ew li dijî her şîretê ye (Methelokên Silêman 18:1, Mizgînî).
Îro, Yehowa dikare bi destê malbata me, hevalên me yan rîspiyên civatê destekê bide me. Lê belê, gava em xemgîn in, dibe ku em naxwazin kesekî bibînin. Hîsên wisa normal in. Eger wisa be, gelo em çawa dikarin desteka Yehowa bistînin? Çi qas ji destê me tê, bila em ji mirovan nerevin. Gava kesek xwe ji mirovan dûr digire, ew gelek caran tenê derdên xwe dibîne. Ev yek dikare li ser qerarên wî jî xerab tesîr bike. Helbet, em gişt carinan dixwazin bi tena serê xwe bimînin, bi xisûsî piştî ku tiştekî xerab çêbûye. Lê belê, eger em bi dewamî ji mirovan birevin, Yehowa nikare bi destê kesên din alî me bike. Bila em alîkariya malbata xwe, hevalên xwe û rîspiyan qebûl bikin, çimkî Yehowa bi destê wan destekê dide me (Methelokên Silêman 17:17; Îşaya 32:1, 2). w24.01 24 par. 12-13
Roja Sêşemê, 21 Çile
Wê gûzan bi serê wî nekeve (4. Mûsa 6:5, Mizgînî).
Nezîran sond dixwar ku ewê porê xwe nebirin. Bi vî awayî, wan nîşan dida ku wan xwe bi temamî teslîmî Yehowa kiriye. Çi heyf e ku di tarîxa miletê Îsraîlê de, mirovan carinan qîmet û destek nedida nezîran. Bi îhtimaleke mezin, carinan ji bo nezîran ne hêsan bû ku ew bi sonda xwe ve girêdayî bimînin û ji kesên din cuda bin (Amos 2:12). Em jî ji mirovên li derdora xwe cuda ne, çimkî em guh didin Yehowa. Ji me re mêrxasî lazim e ku em li cihê kar yan li mektebê bibêjin ku em Şahidên Yehowa ne. Fikir û kirinên mirovên ku Yehowa nas nakin her ku diçe xerabtir dibin, loma dibe ku li me zortir bê ku em li gor prensîpên Kitêba Pîroz bijîn û mizgîniyê belav bikin (2. Tîmotêyos 1:8; 3:13). Lê belê, ji bîr neke ku gava em bi mêrxasî ji kesên ku ji Yehowa re xizmet nakin cuda dibin, dilê Yehowa şa dibe (Methelokên Silêman 27:11; Maleyaxî 3:18). w24.02 16 par. 7; 17 par. 9
Roja Çarşemê, 22 Çile
Hevdû qebûl bikin (Romayî 15:7, NWT).
Ka bala xwe bide pirrengiya civata li Romayê. Di nav wan de hem Cihûyên ku li gor Qanûna Mûsa mezin bûbûn, hebûn û hem jî kesên ji milet û kulturên din hebûn. Hin şagirtên Îsa Mesîh xulam bûn, hin jî mirovên azad bûn û dibe ku xulamên wan jî hebûn. Lê dîsa jî, gelo şagirtên Îsa Mesîh çawa hezkirin ji hevdû re nîşan dida? Pawlosê şandî ew teşwîq kirin ku bila ew “hevdû qebûl bikin”. Gelo wî dixwest çi bigota? Peyva Yûnanî, ya ku bi zimanê Kurmancî wek “qebûl bikin” hatiye tercûmekirin, tê maneya ku mirov kesekî li mala xwe yan wek hevalê xwe qebûl dike. Mesela, Pawlosê şandî ji Filêmon re got ku bila ew Onîsîmos, ê ku xulam bû û reviyabû, “qebûl bike” (Filêmon 17). Akîlas û Priskîlayê jî zilamekî bi navê Apolos qebûl kir, ew bir ba xwe û rêya Îsa Mesîh ji wî re şîrove kir (Karên Şandiyan 18:26). Şagirtên Îsa Mesîh îzin nedida ku ferqiyên di nav wan de îtifaq û yekîtiya wan xera bike. Wekî din, wan hevdû qebûl dikir. w23.07 6 par. 13
Roja Pêncşemê, 23 Çile
Ji Xudan re, bicih bînim sozên xwe (Zebûr 116:14).
Sebebê sereke ku tu jiyana xwe didî destê Yehowa gerek ev be ku tu ji wî hez dikî. Hezkirina te ne tenê li ser hîsekê, lê li ser “zanyarî û fêhm kirina ruhanî”, yanî li ser tiştên ku tu di heqê Yehowa de hîn bûne, ava bûye (Kolosî 1:9, KP). Bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz, tu bawer dikî ku (1) Xwedayê rastîn Yehowa ye, (2) Kitêba Pîroz ji îlhama Xwedê ye û (3) Yehowa teşkîlata xwe bi kar tîne ku daxwaza xwe bîne cih. Kesên ku jiyana xwe didin destê Yehowa gerek bi hînkirinên eslî ya Kitêba Pîroz bizanin û li gor qanûnên Yehowa bijîn. Çi ji destê wan tê ew dikin ku ji kesên din re behsa baweriya xwe bikin (Meta 28:19, 20). Ew ji Yehowa pir hez dikin û bi dil û can dixwazin tenê ji Yehowa re îbadetê bikin. Tu jî gerek wisa bikî. w24.03 4-5 par. 6-8
Roja Înê, 24 Çile
Wê herdu bibin bedenek (1. Mûsa 2:24, Mizgînî).
Zilamê Abîgaîl Nabal yekî sert û serhişk bû (1. Samûyêl 25:3). Ji bo Abîgaîlê, jiyana bi zilamekî wisa re bê guman zor bû. Gelo fersenda Abîgaîlê hebû ku ji destê vî zilamî bifilite? Belê. Carekê, Nabal heqaret li Dawid û hevalên wî kir. Dawid jî pir hêrs ket û çû ku wî bikuje. Ev yek fersendeke ji bo Abîgaîlê bû ku ji vî zilamî xelas bibe (1. Samûyêl 25:9-13). Abîgaîlê dikaribû bireviya û îzin bidaya ku Dawid li gor plana xwe bike. Lê belê, Abîgaîlê rê li ber Dawid girt û ew îqna kir ku Nabal nekuje (1. Samûyêl 25:23-27). Gelo Abîgail çima wisa kir? Abîgaîlê ji Yehowa pir hez dikir û qedrê nêrîna Yehowa ya li ser zewacê digirt. Wê dizanibû ku li ber çavê Yehowa, zewac pîroz e. Wê dixwest dilê Yehowa şa bike, loma çi ji destê wê dihat wê dikir ku li mala xwe û li zilamê xwe xwedî derkeve. Wê zû hereket kir ku ji Dawid re bibe asteng, da ku ew Nabal nekuje. w24.03 16 par. 9-10
Roja Şemiyê, 25 Çile
Min ê bi devê xwe ve hêzê bidama we (Eyûb 16:5).
Gelo di civata te de hin xwişk û bira xîret dikin ku jiyana xwe sadetir bikin, da ku ew bikarin xizmeta xwe berfirehtir bikin? Gelo tu hin zarok û ciwanan nas dikî, ên ku li mektebê bi mêrxasî piştgiriya rastiyê dikin? Yan jî, gelo tu hin kesên ku li hemberî muxalefeta malbatê ji Yehowa re dilsoz dimînin nas dikî? Çi qas ji destê te tê, bi gotinên xwe cesaretê bide van kesan û ji wan re bibêje ku tu çi qas qîmetê didî mêrxasî û fedakariya wan (Filêmon 4, 5, 7). Yehowa bawer e ku em ji dil dixwazin daxwaza wî bînin cih û hazir in ku ji bo pêkanîna sonda xwe fedakariyê bikin. Ew bi dilovanî fersendê dide me ku em îsbat bikin ku em ji wî hez dikin (Methelokên Silêman 23:15, 16). Loma, çi ji destê me tê bila em ji bo Yehowa bikin û biqerar bin ku em tu caran dev ji xizmeta wî bernedin! w24.02 18 par. 14; 19 par. 16
Roja Yekşemê, 26 Çile
Îsa çû hemû gund û bajaran … û mirov ji her cureyê êş û nexweşiyan qenc dikirin (Meta 9:35, NWT).
Tiştekî ku di destpêka xizmeta Îsa Mesîh de qewimî bîne ber çavê xwe. Ev yek di payiza sala 29an de qewimî. Îsa Mesîh û diya wî Meryem çûn daweteke li Qenayê. Li wir Meryem xizmeta mêvanan dikir. Di dema dawetê de, kêmasiyek derket meydanê – şerab xelas bû. Meryem zû çû cem Îsa Mesîh û jê re got: “Şeraba wan nema” (Yûhena 2:1-3). Îcar Îsa Mesîh çi kir? Wî bi mucîzeyekê av kir “şeraba qenc” (Yûhena 2:9, 10). Îsa Mesîh di dema xizmeta xwe de gelek mucîzeyên din kirin. Wî bi mucîzeyên xwe alî bi hezaran mirovan dikir. Mesela, du mucîzeyên wî ev bûn: Carekê wî xwarin da 5.000 zilaman û paşê jî 4.000 zilaman. Eger em jin û zarokên ku li wê derê hazir bûn jî hesab bikin, emê bigihîjin zêdetirî 27.000 kesan (Meta 14:15-21; 15:32-38). Her du caran, Îsa Mesîh gelek kesên nexweş jî qenc kirin (Meta 14:14; 15:30, 31). w23.04 2 par. 1-2
Roja Duşemê, 27 Çile
Çimkî ez, Xwedayê te Xudan, bi destê te yê rastê digirim. Yê ku ji te re dibêje: “Netirse, ezê ji te re bibim alîkar” ez im (Îşaya 41:13, Mizgînî).
Piştî ku di jiyana me de tiştekî xerab çêbûye, dibe ku em xwe wek sporvanekî ku birîndar bûye, bêtaqet hîs bikin. Gava Îlyas Pêxember ket tengasiyê, li wî zor dihat ku rabe ser piyan, û wî tenê dixwest rakeve. Dibe ku halê me jî wisa be (1. Qiralan 19:5-7). Belkî em muhtacî destekê ne, da ku em dev ji xizmeta Yehowa bernedin. Di demên wisa de, wek li ayeta îroyîn tê gotin, Yehowa wê alîkariya me bike. Yek ji kesên ku desteka Yehowa didît, Dawid Padîşah bû. Wexta ku ew rastî tengasî û dijminahiyê dihat, Yehowa bi ‘destê xwe yê rastê’ alî wî dikir (Zebûr 18:35). Yehowa gelek caran bi destê kesên din alî me dike. Mesela, gava Dawid xwe zeîf hîs dikir, dostê wî Yonatan carekê çû ba wî ku dilê wî ava bike û cesaretê bide wî (1. Samûyêl 23:16, 17). Wekî din, Yehowa bi destê Elîşa alî Îlyas Pêxember kir (1. Qiralan 19:16, 21; 2. Qiralan 2:2). w24.01 23-24 par. 10-12
Roja Sêşemê, 28 Çile
Yê ku şehrezayiyê dide Xudan e, ji devê wî zanabûn û fêmdarî dibare (Methelokên Silêman 2:6, Mizgînî).
Yehowa bi comerdî li me xwedî derdikeve. Ev xisûsiyet bi hîkmeta rastîn ve girêdayî ye, ya ku di Methelokên Silêman beşa 9an de bi pîrekekê tê temsîlkirin. Wê goşt û şerab hazir kirine û sifre daniye (Methelokên Silêman 9:2). Paşê, ayetên 4 û 5an dibêjin ku hîkmet gazî kesên “hişsivik” dike û ji wan re dibêje: “Werin, ji xwarinên min bixwin.” Gelo çima muhîm e ku em herin mala hîkmeta rastîn û li ser sifreyê rûnin? Çimkî Yehowa dixwaze ku zarokên wî qerarên baş bidin. Ew naxwaze ku em serê xwe bixin belayê û paşê poşman bibin. Loma, ew bi destê hîkmeta rastîn “kesên rast digihîne serfiraziyê” (Methelokên Silêman 2:7). Eger tirsa Xwedê di dilê me de hebe, emê bixwazin dilê wî şa bikin. Emê guh bidin şîretên wî û li gor wan bimeşin (Aqûb 1:25). w23.06 23-24 par. 14-15
Roja Çarşemê, 29 Çile
Xwedê ne bê dadperwerî ye ku kirinên we … ji bîr bike (Îbranî 6:10).
Eger di xizmeta Yehowa de îmkanên me kêm bin jî, em dikarin emîn bin ku Yehowa qîmetê dide her tiştê ku em ji bo wî dikin. Em vê yekê ji ku dizanin? Di rojên Zekerya de, Yehowa emir da pêxemberê xwe ku ji zêr û zîvê ku ji Babîlê hatibû, tacekê çêke (Zekerya 6:11). Ev tac ji bo bîranîna Cihûyên ku li Babîlê mabûn û bexş şandibûn, hatibû çêkirin (Zekerya 6:14). Em dikarin bi vê yekê bawer bin: Yehowa wê qet ji bîr neke ku em di rojên dijwar de bixîret ji wî re xizmetê dikin. Di van rojên dawîn de, bê guman emê rastî zor û zehmetiyan bên û rewşa dinyayê her ku diçe wê xerabtir bibe (2. Tîmotêyos 3:1, 13). Lê ne lazim e ku em bitirsin. Ji bîr neke ku Yehowa bi destê Hagay pêxember çi gotibû: “Ez bi we re me; … metirsin!” (Hagay 2:4, 5). Eger em heta ku ji destê me tê daxwaza Xwedê pêk bînin, Yehowa wê bi me re be. w23.11 19 par. 20-21
Roja Pêncşemê, 30 Çile
Ez mirovekî gunehkar im (Lûqa 5:8, NWT).
Kêmasiyên Petrûsê şandî dikaribû bi hêsanî ji Kitêba Pîroz bihatana derxistin. Lê belê, Yehowa ew dan nivîsandin, da ku em ji wan bielimin (2. Tîmotêyos 3:16, 17). Petrûs mirovekî mîna me bû. Ji mîsala wî, emê bibînin ku Yehowa bêqisûriyê ji me naxwaze. Ew dixwaze ku em li hemberî qisûr û kêmasiyên xwe micadele bikin û dev ji xîreta xwe bernedin. Çima muhîm e ku em dev ji xîreta xwe bernedin? Piştî ku em li hemberî qisûr û kêmasiyeke xwe bi ser bikevin, belkî em dîsa eynî şaşiyê bikin. Lê em xîret dikin ku bigihîjin hedefa xwe. Em carinan tiştekî dibêjin yan dikin û paşê jê poşman dibin. Lê eger em dev ji xîreta xwe bernedin, Yehowa wê alî me bike ku em bi pêş ve herin (1. Petrûs 5:10). Her çi qas kêmasiyên Petrûs hebûn jî, Îsa Mesîh ji Petrûs re dilovan bû. Ev yek dikare dilê me xurt bike ku em xizmeta Yehowa dewam bikin. w23.09 20 par. 2-3
Roja Înê, 31 Çile
Efendiyê min, eger tu li vir bûyayî, birayê min nedimir (Yûhena 11:21, NWT).
Gotinên Mertayê nîşan didin ku Îsa Mesîh dikaribû Lazar qenc bikira. Lê wî dixwest tiştekî mezintir bike. Wî soz da Mertayê: “Birayê Te wê Dîsa Rabe.” Paşê wî ji Mertayê re got: “Vejîn [rabûn] û jiyan ez im” (Yûhena 11:23, 25). Belê, Xwedê qudreta li ser jiyan û mirinê daye Îsa Mesîh. Carekê, Îsa Mesîh keçikeke ciwan demeke kin piştî mirina wê vegerand jiyanê. Careke din jî, wî xortekî ku di eynî rojê de miribû dîsa vegerand jiyanê (Lûqa 7:11-15; 8:49-55). Lê gelo wî dikaribû kesekî ku çar rojan miribû û bêhn ketibû laşê wî dîsa ji mirinê rake? Meryem, xwişka Lazar ya din, çû pêşiya Îsa Mesîh. Ew, gotinên xwişka xwe dubare dike: “Ya Xudan, eger tu li vê derê bûyayî, birayê min nedimir” (Yûhena 11:32). Gava Îsa hêstirên çavê Meryem û kesên ku tevî wê bûn dîtin, ew gelekî xemgîn bû. Dilê Îsa Mesîh bi wan şewitî û ew jî bi wan re giriya. Wî dizanibû ku êşa mirina dostekî çi qas giran e. Bê şik, wî ji dil dixwest sebebê hêstirên wan ji kokê ve safî bike! w23.04 10-11 par. 12-13