Bikaranîna vê Kitêbokê
Li vê kitêbokê, ji bo her roj ayetek heye. Gelek kes ayeta rojê sibehê dixwînin, da ku ew karibin temamiya rojê li ser ayetê bifikirin. Wê baş be ku malbat ayeta rojê bi hev re bixwînin. Xwişk û birayên me, yên ku li Beytelên li seranserê dinyayê dixebitin, ayeta rojê li dema taştiyê bi hev re dixwînin.
Melûmata ku ayetan zelal dike, ji kovarên Birca Çavdêriyê (w) ên Nîsan 2023 heta Adar 2024. Hejmarên piştî tarîxa kovara Birca Çavdêriyê nîşan didin ku ayet û melûmat li kîjan rûpel û paragrafan tên nîşan dayîn (li wêneyê jêrîn binêre). Ji bo zêdetir melûmatê, tu dikarî rasterast li meqaleyan binêrî.