Li gor Meta
15 Hingê ji Orşelîmê Fêrisî û qanûnzan hatin ba Îsa, û wan ji wî pirsî: 2 “Çima şagirtên te adetên bav û kalên me li erdê dixin? Mesela, ew berî xwarinê destên xwe naşon*.”
3 Îsa cewaba wan da: “Lê hûn çima ji bo xatirê adetên xwe emrên Xwedê li erdê dixin? 4 Mesela, Xwedê gotiye ‘Qedrê dê û bavê xwe bigire’ û ‘Yê ku nifir li dê yan bavê xwe bike, gerek bê kuştin’. 5 Lê hûn dibêjin, ‘Yê ku ji dê yan bavê xwe re dibêje: “Her tiştê ku ez pê dikarim alîkariya te bikim, qurbaneke ji bo Xwedê ye,” 6 êdî ji ber vê yekê, ne lazim e ku ew qedrê bavê xwe bigire.’ Bi vî awayî, we peyva Xwedê ji bo xatirê adetên xwe pûç û betal kiriye. 7 Ey durûno, Îşaya pêxember li ser we çi qas rast got: 8 ‘Ev milet bi devê xwe rûmetê dide min, lê dilê wan ji min dûr e. 9 Îbadeta wan pûç û betal e, çimkî ew li gor hîndariyên mirovan hîn dikin.’” 10 Hingê Îsa gazî xelkê kir û ji wan re got: “Rind guh bidin û fehm bikin. 11 Ne tiştê ku dikeve devê mirov wî pîs dike, lê belê tiştê ku ji devê mirov derdikeve wî pîs dike.”
12 Paşê şagirtên Îsa hatin ba wî û ji wî re gotin: “Ma tu nizanî ku Fêrisî ji ber gotinên te aciz bûne?” 13 Îsa cewaba wan da: “Her dara ku Bavê minî ezmanî neçandiye wê ji kokê ve bê rakirin. 14 Dev ji wan berdin. Ew rêberên kor in. Û eger yekî kor rêberiya yekî kor bike, her du jî wê bikevin çalê.” 15 Petrûs ji wî re got: “Maneya vê mîsalê ji me re şirove bike.” 16 Îsa ji wan re got: “Ma hûn jî hê fehm nakin? 17 Ma hûn nizanin, her tiştê ku dikeve dev, di zik re derbas dibe û paşê dîsa derdikeve? 18 Lê belê, tiştê ku ji dev derdikeve, ew ji dil tê û mirov pîs dike. 19 Mesela, fikrên xerab ji dil derdikevin: kuştin, zina, bêexlaqiya cinsî, dizî, şahidiya derewîn û kufir. 20 Ev hemû tiştên hanê mirov pîs dikin, lê xwarina bi destên neşûştî* mirov pîs nake.”
21 Îsa ji wê derê derket û çû herêma Sûr û Saydayê. 22 Jinikeke ji Finîkyayê*, ya ku li wê derê dijiya, hat ba wî û lava kir: “Efendiyê min, Kurê Dawid, rehmê li min bike. Keça min bi cinan ketiye û êşeke mezin dikişîne.” 23 Lê Îsa qet cewaba wê neda. Şagirtên wî hatin ba wî û rica kirin: “Wê bişîne, bila here! Çimkî ew bi qîrîn li pey me ketiye.” 24 Îsa cewab da: “Ez tenê ji bo miyên windabûyî yên Îsraîlê* hatime şandin.” 25 Lê jinik hat ba wî, ket ser çokan û got: “Efendiyê min, alî min bike!” 26 Îsa ji wê re got: “Ne baş e ku mirov nanê zarokan bistîne û bavêje ber kûçikên biçûk.” 27 Wê got: “Belê, Efendiyê min. Lê kûçikên biçûk jî hûrikên ku ji sifra xwediyê wan dikevin erdê, dixwin.” 28 Hingê Îsa ji jinikê re got: “Baweriya te çi qas mezin e! Bila li gor daxwaza dilê te be.” Di eynî demê de, keça wê qenc bû.
29 Îsa ji wê derê çû û nêzîkî behra Celîleyê bû. Ew hilkişiya çiyê û li wê derê rûnişt. 30 Gelek mirov hatin ba wî. Di nav wan de kesên seqet, kor, lal û gelek kesên din ên nexweş jî hebûn. Wan ew danîn ber lingên Îsa û wî hemû qenc kirin. 31 Gava mirovan dît ku kesên lal dipeyivin, kesên seqet baş dimeşin û kesên kor dibînin, ew ecêbmayî man û rûmet dan Xwedayê Îsraîlê.
32 Îsa şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û got: “Dilê min bi van mirovan dişewite. Êdî sê roj e ku ew bi min re ne û xwarina wan nemaye. Ez naxwazim wan birçî bişînim, da ku ew di rê de ji birçan nekevin.” 33 Lê şagirtan ji wî re got: “Li vî cihê tenha em li ku derê dikarin ew qas nan bînin ku van hemû mirovan têr bikin?” 34 Îsa ji wan pirsî: “Çend nanên we hene?” Wan got: “Heft nan û çend masiyên biçûk hene.” 35 Wî ji mirovan re got ku bila ew li erdê rûnin. 36 Paşê wî ew heft nan û çend masî hildan û ji Xwedê re şikir kir, nan şikandin û dan şagirtên xwe, û wan li mirovan belav kirin. 37 Hemûyan xwar û ew têr bûn. Paşê wan heft selik bi pariyên bermayî ve tije kirin. 38 Hejmara yên ku jê xwarin, ji xeynî jin û zarokan, 4.000 mêr bûn. 39 Piştî ku Îsa mirov şandin, ew li qeyîkê* siwar bû û çû herêma Magadanê.