Îbranî
11 Bawerî ev e ku mirov emîn e ku hêviya wî wê bê cih. Bawerî îsbata vê yekê ye ku tiştên ku nayên dîtin bi rastî hene. 2 Ji ber ku li ba mirovên ku di demên berê de dijiyan* baweriyeke wisa hebû, Xwedê nîşan da ku ew ji wan razî ye.
3 Bi destê baweriyê em fehm dikin ku her tiştê li ezmên û li ser rûyê erdê* li gor peyva Xwedê hatiye çêkirin. Tiştên ku em dibînin ji tiştên ku em nabînin çêbûne.
4 Bi destê baweriyê Habîl qurbaneke ku ji ya Qayîn biqîmettir bû pêşkêşî Xwedê kir. Ji ber vê baweriyê, gava Xwedê pêşkêşa Habîl qebûl kir, wî nîşan da ku Habîl di çavê wî de yekî rast e. Her çi qas Habîl mirî ye jî, ew bi destê baweriya xwe hê xeber dide*.
5 Bi destê baweriyê Henox ji aliyê Xwedê ve hat birin, da ku ew êşa mirinê nekişîne. Ew li tu cihî nehat dîtin, çimkî Xwedê ew bir. Berî ku Henox ji aliyê Xwedê ve hat birin, Xwedê nîşan da ku ew ji wî razî ye. 6 Wekî din, bê bawerî ne mumkin e ku kesek dilê Xwedê razî bike. Çimkî her kesê ku nêzîkî Xwedê dibe ku ji wî re îbadetê bike gerek bawer bike ku Xwedê heye û ew kesên ku bi dil û can li wî digerin xelat dike.
7 Bi destê baweriyê Nûh, piştî ku ew di heqê tiştên ku hê nehatibûn dîtin de ji aliyê Xwedê ve hat hişyarkirin, guhdariya Xwedê kir* û gemiyek çêkir, da ku malbata xwe xelas bike. Bi vê baweriyê wî dinya mehkûm kir, û bi destê baweriya xwe ew wek yekî rast hat dîtin.
8 Bi destê baweriyê, gava ji Birahîm re hat gotin ku ew gerek bikeve rê û here cihê ku ewê wek mîras bistîne, wî guhdariya Xwedê kir. Wî dev ji welatê xwe berda bêyî ku bizane ku ewê here ku derê. 9 Bi destê baweriyê ew li welatê sozdayî wek yekî xerîb dijiya. Ew bi Îshaq û Aqûb re, yên ku mîrasgirên eynî sozê bûn, di konan de dijiya. 10 Çimkî ew li benda wî bajarî bû, yê ku bingeha wî saxlem e û avakar û çêkerê wî Xwedê ye.
11 Bi destê baweriyê Sarayê, her çi qas ew pîr bû jî, qewet stand ku zarokekî* bîne dinyayê. Çimkî wê bawer dikir ku Xwedê wê soza xwe pêk bîne*. 12 Ji ber vê yekê, ji zilamekî re, yê ku hema bêje mirî bû, zarok çêbûn. Hejmara zarokên wî wek stêrên li ezmanan û wek qûma* li ber devê behrê bêhesab bû.
13 Ev hemû kes mirin, û her çi qas wan pêkhatina sozên ku ji wan re hatibûn dayîn, nedît jî, wan baweriya xwe winda nekir. Lê belê, wan ev soz ji dûr ve dîtin û bi wan kêfxweş bûn. Û wan bi eşkereyî digot ku ew xerîb in û bi tenê ji bo demekê li wî welatî dijîn. 14 Çimkî yên ku tiştên wisa dibêjin bi zelalî nîşan didin ku ew bi dil û can li cihekî digerin ku bibe mala wan. 15 Û eger wan her tim cihê ku ew jê derketine bianiya bîra xwe, wanê fersendek bidîta ku vegerin. 16 Lê niha ew xîret dikin ku bigihîjin cihekî çêtir, yanî cihekî ku aîdî ezmanan e. Loma Xwedê ji ber wan şerm nake ku ji wî re Xwedayê wan tê gotin, çimkî wî bajarek ji wan re hazir kiriye.
17 Bi destê baweriyê Birahîm, gava ew hat ceribandin, hindik mabû ku Îshaq qurban bike. Birahîm, ê ku bi sozên ku ji wî re hatibûn dayîn kêfxweş bû, hazir bû ku kurê xweyî yekta bike qurban. 18 Her çi qas Xwedê ji wî re wisa gotibû jî: “Zuriyeta te wê ji Îshaq çêbû”, 19 ew bawer bû ku Xwedê dikare kurê wî ji mirinê rake, û wî kurê xwe qey ew ji mirinê hat rakirin stand. Û vê yekê nîşan da ku di pêşerojê de çi wê çêbe.
20 Bi destê baweriyê Îshaq ji bo kurên xwe Aqûb û Esaw dua kir û xêra Xwedê xwest, û ji wan re got ku di pêşerojê de çi wê çêbe.
21 Bi destê baweriyê Aqûb berî ku ew bimire ji bo her du kurên Ûsiv dua kir û xêra Xwedê xwest. Û wî pala xwe da serê gopalê xwe û ji Xwedê re îbadet kir.
22 Bi destê baweriyê Ûsiv, gava ew li ber mirinê bû, got ku kurên Îsraîl wê ji Misrê derkevin, û wî li wan emir kir ku ew hestiyên wî ji Misrê derxînin.
23 Bi destê baweriyê piştî ku Mûsa hat dinyayê, dê û bavê wî ew sê meh veşart. Çimkî wan dît ku ew zarokekî bedew e, û ew ji fermana padîşah netirsiyan. 24 Bi destê baweriyê gava Mûsa mezin bû, wî nexwest ku jê re kurê keça Fîrawûn bê gotin. 25 Li şûna ku ew ji dilxweşiya ku guneh ji bo demekê dide kêfê bistîne, ew hazir bû ku bi xelkê Xwedê re cefayê bikişîne. 26 Ji bo wî şermezariya ku wî wek yê hilbijartî dît ji xezîneyên Misrê biqîmettir bû, çimkî ew bi çar çavan li benda xelatê bû. 27 Bi destê baweriyê ew ji Misrê derket û ji hêrsa padîşah netirsiya. Çimkî wî bi sebir tehemul dikir, qey wî Xwedayê ku tu kes nikare bibîne, didît. 28 Bi destê baweriyê wî Cejna Derbasbûnê pîroz kir û xwîn li ser deriyê malê xist, da ku melekê Xwedê zarokên pêşîn ên Îsraîliyan nekuje.
29 Bi destê baweriyê ew di Behra Sor re li ser erdê ziwa derbas bûn. Lê gava Misriyan jî xwest derbas bibin, ew di avê de xeniqîn.
30 Bi destê baweriyê piştî ku xelkê Îsraîl heft roj li dora dîwarên Erîhayê zivirîn, dîwar hilweşiyan. 31 Bi destê baweriyê Rehaba fahîşe bi kesên neguhdar re nehat kuştin, çimkî wê casûs bi aştî di mala xwe de qebûl kirin.
32 Wekî din, ez çi bibêjim? Eger ez behsa Gîdeon, Barak, Şîmşon, Yeftah, Dawid, Samûêl yan pêxemberên din bikim, êdî wext wê nemîne. 33 Bi destê baweriyê ew li hemberî padîşahan bi ser diketin, wan pişta rastdariyê digirt, wan ji Xwedê soz distandin, wan devê şêran digirt, 34 hêza êgir qet li ser wan tesîr nedikir û ew ji devê şûr difilitîn. Gava ew sist dibûn wan qewet distand, di şer de ew xurt dibûn, wan dijminên xwe ji hev belav dikirin. 35 Hin jinan hezkiriyên xwe yên mirî bi destê rabûna miriyan dîsa dîtin. Her çi qas li hin kesên dilsoz îşkence hat kirin jî, wan dev ji dilsoziya xwe ya ji Xwedê re berneda û qebûl nedikir ku bi berdêlekê azad bibin. Wan ev yek kir, da ku ew bi rabûneke çêtir ji nav mirinê bên rakirin. 36 Û li hin kesên din jî heqaret dihat kirin û ew dihatin dayîn ber qamçiyan. Wekî din, ew bi zincîran dihatin girêdan û avêtin hebsê. 37 Ew dihatin dayîn ber keviran, ew dihatin ceribandin, ew bi birekê dihatin birîn, ew bi devê şûr dihatin kuştin, ew bi çermê mî û bizinan digeriyan, wan li hemberî kêmasî, zilm û xerabiya ku li wan dihat kirin, tehemul dikir. 38 Dinya ne hêjayî wan bû. Ew li çolan, li çiyayan, di şkeftan û di qulên di bin erdê de digeriyan.
39 Her çi qas van hemû kesan ji ber baweriya xwe îsbat standin ku Xwedê ji wan razî ye jî, wan dîsa jî pêkhatina sozên ku ji wan re hatibûn dayîn, nedît. 40 Çimkî Xwedê tiştekî baştir ji bo me hazir kiriye, da ku ew bêyî me negihîjin bêqisûriyê.