Tê Bîra Te?
We rind bala xwe da meqaleyên Birca Çavdêriyê yên wan paşwextiya? Xwe bicêribînin, hela hûnê bikaribin cewabên wan pirsan bidin:
Gava ji teşkîlata Xwedê rêberî tên, bira, mesela nazirên herêmî û kalên civatê gerek çi bikin?
Ew gerek pey wan rêberiyan herin. Ew dikarin pirsên wisa bidine xwe: “Gelo ez xwişk-bira teşwîq dikim ku ew ji Yehowa re dilsoz bin? Çaxa ez ji birên mesûl rêberiyê distînim, gelo ez derbêra qebûl dikim û piştgiriya vê rêberiyê dikim?” (w16.11-RDU, rûp. 11).
Şagirtên rast ên Îsa Mesîh kengê ketine dîltiya Babîlê?
Ew yek qewimiye hin wext şûnda paşî mirina şandiyan. Wî çaxî êdî hikumdarên dêra pêşda dihatin. Dêr û dewletê, dînê qelpe Mesîhtî pêşda anîn, û dixwestin dengê şagirtên rast ên Îsa bidine birînê. Lê êdî berî sala 1914, ew hêdî hêdî ji dîltiyê derdiketin (w16.11-RDU, rûp. 23-25).
Çima şixulê Lefèvre d’Étaples gelek muhîm bû û feyde mezin anî?
Di nava salên 1520-1529an de, Lefèvre Kitêba Pîroz li ser zimanê Fransî wergerand, da ku gelek mirov bikaribin wî ji xwe re dest xin. Şirovekirina wî der heqê parên Kitêba Pîroz de li ser Martin Luther, William Tyndale, û John Calvin teşwîq bûn (wp16.6-RDU, rûp. 10-12).
Çi firqî heye di orta “fikirîna li gor nefsê” û “fikirîna li gor ruh” de? (Rom. 8:6)
Ewên ku li gor nefsê mirovayê dijîn, bin selahiyeta bedena xweye gunekar de dijîn. Hiş-aqilê wan tenê li ser xwestinên wan e û ew timê der heqê wan tiştan xeber didin. Jiyana wisa di axiriyê de dibe berbi mirinê. Lê ew şagirtên Îsa ku di jîyanê xwe de şixulên Xwedê û qirara wî datînin ciyê pêşin, ew di bin rêberiya ruhê pîroz de dijîn. Axiriya wan jiyan û aştî ye (w16.12-RDU, rûp. 15-17).
Em çi dikarin bikin da ku diha kêm xema bikin?
Tiştên herî muhîm daynin ciyê pêşin, serwaxt bin û rast li ser tiştan binêrin, her roj ji xwe re wext bibînin ji bo ku hinekî hêsa bin, dilşad bin ji afirînên Yehowa re, henekçî bin, sportê ve mijûl bin, û timê xeva xwe bistînin (w16.12-RDU, rûp. 22-23).
“Henox ji bo ku mirinê nebîne, hat hilkişandin” (Îbr. 11:5). Maneya vê çi ye?
Ça tê kifşê Xwedê wisa kir ku jiyana Henox wisa bê sekinandinê ku ew ne jî haş ji xwe hebû û mirin nedît (wp17.1-RDU, rûp. 12-13).
Çima gelek muhîm e ku em mutewazî bin?
Eger em mutewazî ne, ew tê hesabê ku em xwe rind nas dikin û sînorên xwe zanin. Em gerek fehm bikin ku rabûn-rûniştina me dikare li ser mirovên mayîn teşwîq be û em gerek xwe li ser mirovan re negirin (w17.01-RDU, rûp. 18).
Em ji ku dizanin ku Xwedê çawa di sedsala yekê de rêberiya koma rêberiyê dikir, ew îro jî rêberiya Koma Rêberiyê dike?
Bi destê ruhê pîroz, wan rastiyên Kitêba Pîroz fehm kirin. Bi alîkariya melekan, wan rêberiya şixulê belavkirina mizgînê dikir. Wekî din, wan li gor Kitêba Pîroz rêberî dikir. Koma Rêberiyê îro jî wisa dike (w17.02, rûp. 26-28).
Fîdye çima ji bo me ew qas biqîmet e?
Çar faktor hene: Kê fîdye da, fîdye çima hat dayîn, fîdye çima fedakariyeke mezin bû û fîdyeyê riya çi vekiriye. Gerek em li ser van faktoran bifikirin (wp17.2-RDU, rûp. 4-6).
Piştî ku şagirtekî Îsa qerarek daye, gelo ew dikare fikra xwe biguherîne?
Gerek em sozên xwe bînin cih. Dîsa jî, carinan dibe ku gerek em qerarekî biguherînin. Mesela, Xwedê qerarê xweyî der heqê bajarê Neynowayê guherand. Carinan dibe ku gerek em jî wisa bikin ji ber ku şertên nû derketine (w17.03, rûp. 16-17).
Paşgotinî çima ew qas bitalûke ye?
Paşgotinî dikare probleman hê mezin bike. Ferq nake ku em rast in an na, paşgotinî nikare probleman çareser bike (w17.04, rûp. 21).