Tê Bîra Te?
Gelo te kovarên Birca Çavdêriyê yên îsal rind xwendine? Ka li van pirsan binêre:
Em çima rûmetê didin Yehowa?
Em rûmetê didin Yehowa ji ber ku em qedrê wî digirin û ji wî hez dikin. Wekî din, em vêya dikin ji ber ku em dixwazin ku kesên din jî wî nas bikin (w25.01, rûp. 3).
Gava kesek dilê me diêşîne, em çawa dikarin zêdetir efûkar bin?
Em çavê xwe li ser hîsên xwe nagirin; dîsa jî, gava em dev ji xeyd û hêrsa xwe berdidin, ev yek alî me dike ku em li hemberî kesên din sar nebin (w25.02, rûp. 15-16).
Marqos çima ji bo birayên ciwan emsaleke baş e?
Marqos hazir bû ku xizmet bike. Rast e, ew belkî ji ber rewşekê xemgîn bûbû, lê wî dev ji xizmetê bernedabû. Wî dostaniya xwe ya bi Pawlos û kesên din ên bitecrûbe re xurt dikir (w25.04, rûp. 27).
Di duaya xwe de, Îsa Mesîh wisa got: “Min navê te ji wan re daye zanîn.” Maneya van gotinan çi ye? (Yûhena 17:26)
Şagirtên Îsa Mesîh jixwe dizanibû ku navê Xwedê çi ye. Bi eslê xwe, wî ji wan re got ku Yehowa yekî çawa ye, û wî armanc, kar û sifetên Xwedê bi awayekî pir xweş ji wan re dan zanîn (w25.05, rûp. 20-21).
Çima muhîm e ku em hedê xwe bizanin?
Gerek em qebûl bikin ku em hin tiştan nizanin. Mesela, em nizanin ku dawiya vê dinyayê wê kengê bê yan Yehowa wê çawa vê yekê bike. Wekî din, em nizanin ku sibê çi wê çêbe yan Yehowa me çi qas baş nas dike (w25.06, rûp. 15-18).
Çi dikare alî me bike ku em ji meqale yan gotareke umûmî feydeyê bistînin?
Em dikarin ji xwe bipirsin: “Ji bo qanîkirina guhdaran kîjan îsbat tên bikaranîn? Gava ez mirovan hîn dikim, gelo ez dikarim mîsaleke çawa bi kar bînim? Ev mijar dikare bala kê bikişîne?” (w25.07, rûp. 19).
Ev yek ku Yehowa çawa li hemberî Dawid hereket kir di heqê efûkariya wî de çi nîşanî me dide?
Dawid hin tiştên pir xerab kiribûn. Lê gava wî ji dil tobe kir, Yehowa ew efû kir (1. Qiralan 9:4, 5). Wexta ku Yehowa me efû dike, ew êdî bala xwe nade gunehên efûkirî û wan nayne bîra me (w25.08, rûp. 17).
Eger li xwendekarekî Kitêba Pîroz zor tê ku mijarekê fehm bike, tu dikarî çi bikî?
Eger li wî zor tê ku ew mijarekê fehm bike, bi mijareke din dewam bike û di demeke minasib de vegere ser mijara zor (w25.09, rûp. 24).
Kitêba Pîroz dibêje ku qeweta guneh heye (Îbranî 3:13). Gelo çawa?
Guneh me dehf dide ku em tiştên nerast bikin. Wekî din, qisûrdariya me dikare bibe sebeb ku şik û guman bikevin dilê me ka Yehowa ji me hez dike yan na (w25.10, rûp. 16).
Çi sê tişt dikarin alî me bikin ku em bi awayekî xweştir dua bikin?
(1) Li ser sifetên Yehowa bifikire. (2) Berî ku tu dua bikî, ji xwe bipirse: “Gelo derdên min çi ne? Gelo kesek heye, yê ku gerek ez efû bikim? (3) Bi ecele dua neke. Duayên dirêjtir dikarin fersendeke baştir bidin te ku tu dilê xwe ji Xwedê re vekî (w25.10, rûp. 19-20).
Em çawa dikarin alî kesên extiyar bikin?
Em dikarin wan ziyaret bikin yan ji wan re telefon bikin. Wekî din, em dikarin bi wan re herin ba doktor. Yan em dikarin bi awayên cuda bi kesên emirmezin re xizmet bikin (w25.11, rûp. 6-7).
Gerek daweteke şagirtên Îsa Mesîh çawa derbas bibe?
Xwe li qanûnan bigirin. Bila atmosfera dawetê sifetên ruhê pîroz nîşan bide. Kincên minasib li xwe bikin û ji adetên ku li dijî Kitêba Pîroz in, birevin. Gava hûn planên ji bo daweta xwe çêdikin, li ser her tiştî hûr û kûr sohbetê bikin (w25.12, rûp. 21-24).