MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 51
KILAM 132 Yehowa Em Kirine Yek
Bi Daweta Xwe Rûmetê Bidin Yehowa
“Bila her tişt bi awayekî rast û bi rêk û pêk be” (1. KORÎNTÎ 14:40).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku bûk û zava çawa dikarin bi daweta xwe rûmetê bidin Yehowa.
1-2. Yehowa li dawetan çawa dinêre?
GELO hûn nîşankirî ne? Bi rastî, dema nîşanîbûnê demeke pir xweş e. Bi îhtimaleke mezin, we dest pê kiriye ku ji bo daweta xwe planan çêkin. Yehowa Xwedê jî dixwaze ku dawetaa we xweş derbas bibe û hûn bi hev re bextewar bin (Methelokên Silêman 5:18; Helbesta Helbestan 3:11).
2 Lê gelo çima muhîm e ku daweta we rûmetê bide Yehowa, û ji bo vê, hûn dikarin çi bikin? Ev meqale bi xisûsî ji bo bûk û zavayên ku ji bo daweta xwe haziriyê dikin, hatiye nivîsandin. Dîsa jî, prensîpên ku tê de nivîsî ne dikarin ji bo me hemûyan bifeyde bin. Mesela, eger em wek mêvan diçin dawetekê yan eger bûk û zava ji me bipirsin ka fikra me ya li ser planên ji bo daweta wan çi ye, prensîpên ku emê bibînin dikarin alî me bikin ku em rûmetê bidin Yehowa.
ÇIMA MUHÎM E KU DAWETA WE RÛMETÊ BIDE YEHOWA?
3. Gava bûk û zava ji bo daweta xwe planan çêdikin, gerek ew bala xwe bidin çi, û çima?
3 Bûk û zava gerek li gor prensîpên Kitêba Pîroz ji bo daweta xwe planan çêkin. Gelo çima? Çimkî zewac ji aliyê Xwedê ve hatiye çêkirin. Zewaca pêşîn – yanî zewaca Adem û Hewayê – rasterast ji aliyê Yehowa ve hatibû çêkirin (1. Mûsa 1:28; 2:24). Ji ber vê yekê, kesên ku ji bo daweta xwe haziriyê dikin gerek herî zêde bala xwe bidin nêrîna Yehowa.
4. Çima gerek bûk û zava bi daweta xwe rûmetê bidin Yehowa?
4 Ji ber sebebekî muhîm lazim e ku hûn di roja daweta xwe de nêrîna Yehowa Xwedê bînin ber çavê xwe: Ew Bavê weyî ezmanî û Dostê weyî herî nêzîk e (Îbranî 12:9). Bê guman, hûn dixwazin nêzîkî wî bimînin. Ji ber vê yekê, gerek hûn hay ji xwe hebin ku hûn dilê wî tu caran neêşînin (Zebûr 25:14). Gava hûn tiştên ku Yehowa ji bo we kirine û wê hê jî bike tînin ber çavê xwe, ma hûn ne qayîl in ku gerek hûn bi daweta xwe jî rûmetê bidin wî? (Zebûr 116:12).
HÛN ÇAWA DIKARIN RÛMETÊ BIDIN YEHOWA XWEDÊ?
5. Kitêba Pîroz çawa dikare alî bûk û zava bike ku ew daweta xwe rind plan bikin?
5 Di Kitêba Pîroz de, hûr û kûr nayê gotin ku gerek di dawetan de çi bê kirin û çi na. Loma, bûk û zava dikarin daweta xwe li gor şert û mercên xwe, urf û adetên herêmê û tercîhên xwe derbas bikin. Wekî din, xizmetkarên Xwedê li gor qanûnên dewletê hereket dikin (Meta 22:21). Qerarên ji bo dawetê her çi bin jî, daweteke ku li gor prensîpên Kitêba Pîroz tê derbaskirin wê rûmetê bide Yehowa û dilê wî xweş bike. Madem ku wisa ye, gerek hûn kîjan prensîpan ji bîr nekin?
6. Çima muhîm e ku bûk û zava xwe li qanûnên ji bo zewacê bigirin?
6 Xwe li qanûnan bigirin (Romayî 13:1, 2). Li gelek welatan, li gor qanûnan lazim e ku bûk û zava hin tiştan bikin berî ku ew bizewicin. Loma, gerek hûn ji berê ve bizanibin ku gerek hûn çi bikin. Eger li ser vê yekê pirsên we hebin, hûn dikarin ji rîspiyan jî alîkariyê bixwazin.
7. Atmosfera dawetê gerek çawa be?
7 Atmosfereke baş çêkin, a ku rûmetê dide Xwedê (1. Korîntî 10:31, 32). Bila di daweta we de ne ruhê dinyayê, lê sifetên ruhê pîroz bên dîtin (Galatî 5:19-26). Li gor Kitêba Pîroz, mêr serê malbatê ye. Loma, mesûliyeta zava ye ku dawet bi awayekî baş derbas bibe û rûmetê bide Yehowa. Gotareke li ser zewacê, ya ku bi awayekî germ, nazik û sergiran tê pêşkêşkirin, dikare alî bûk û zava û mêvanan bike ku ew qîmeta zewacê hê jî baştir fehm bikin. Gotareke wisa pir bifeyde ye, çimkî ew nîşan dide ku zewac tiştekî çi qas cidî ye. Ji ber vê yekê, eger mumkin be, gelek bûk û zava dixwazin ku gotareke wisa li Salona Îbadetê bê pêşkêşkirin. Eger hûn dixwazin Salona Îbadetê ji bo vê armancê bi kar bînin, daxwaza xwe ji berê ve ji koma rîspiyan re binivîsin.
8. Gerek daweta we çawa be? (Romayî 13:13)
8 Romayî 13:13 bixwînin. Eger hûn qerarê bidin ku ji bo daweta xwe şahiyekê bikin, hûn çawa dikarin xwe ji tesîra dinyayê dûr bigirin? Peyva Yûnanî, ya ku di vê ayetê de wek “kêfkirina bêsînor” hatiye wergerandin, tê maneya şahiyeke ku bi zêdeyî alkol tê vexwarin û heta nîvê şevê muzîk tê lêdayîn. Eger di daweta we de alkol wê hebe, dîqat bikin ku tu kes bi zêdeyî venexwe.b Eger muzîk hebe, dîqat bikin ku dengê muzîkê pir bilind nebe ku mêvan bikarin ji sohbetê jî kêfê bistînin. Wekî din, bala xwe bidin stîl û gotinên muzîkê, da ku tu kes jê aciz nebe.
9. Di dema şahiyê de, gerek bûk û zava di heqê xeberdan û wextderbaskirinê de çi ji bîr nekin?
9 Li hin dawetan, resim û vîdeo tên nîşandayîn, û lîstik û bernameyên din tên derbaskirin. Tiştên wisa helbet xweş in. Lê belê, gerek her tişt minasib be (Filîpî 4:8). Di daweta xwe de, nîşan bidin ku hûn qedrê mirovan û qedrê zewacê digirin. A herî muhîm jî, gerek daweta we rûmetê bide Yehowa. Helbet ne xerab e ku hin tiştên komîk bên gotin, lê belê, gerek henekên neminasib yan henekên li ser cinsîtiyê neyên kirin (Efesî 5:3). Wekî din, eger meriv yan hevalên we dixwazin di dawetê de li ber mêvanan tiştekî bibêjin, lazim e ku ew jî li gor daxwazên we xeber bidin.
10. Di planên ji bo dawetê de, wê baş be ku bûk û zava bala xwe bidin çi? (1. Yûhena 2:15-17)
10 Bala mirovan bi zêdeyî nekişînin ser xwe (1. Yûhena 2:15-17 bixwînin). Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî rûmetê bidin wî û bala mirovan bi zêdeyî nekişînin ser xwe. Loma, wê baş be ku şagirtên Îsa Mesîh bi zêdeyî pere xerc nekin û ji “quretiya mal û milk” birevin. Çima baştir be ku hûn daweteke pir biha nekin? Birayekî ji Norwêcê yê bi navê Mike wisa dibêje: “Em neketin bin deynan û em mecbûr neman ku dev ji xizmeta pêşengiyê berdin. Daweta me biçûk bû, lê dîsa jî pir xweş bû.” Xwişkeke ji Hindistanê ya bi navê Tabitha wisa dibêje: “Daweta me biçûk bû, loma derdên me jî biçûk bûn. Ne lazim bû ku em hezar planan çêkin û li ser wan minaqeşe bikin.”
Ferq nake ku em li ku derê dijîn, daweta me dikare xweş û li gor prensîpên Kitêba Pîroz derbas bibe (Li paragrafên 10 û 11an binêrin)
11. Gava bûk û zava qerarê didin ku çi li xwe bikin, gerek ew çi ji bîr nekin? (Li resiman jî binêrin.)
11 Gelo we êdî qerar daye ku çi li xwe bikin? Bê guman, hûn dixwazin bedew xuya bikin. Di demên berê de jî, bûk û zava xwe dixemiland (Îşaya 61:10). Helbet dibe ku kincên ku hûnê ji bo dawetê li xwe bikin ji kincên we yên ji bo bûyerên din cuda bin. Dîsa jî, gerek kincên we minasib bin (1. Tîmotêyos 2:9). Bila kincên we yan jî tiştên madî nebin xisûsiyeta sereke ya daweta we (1. Petrûs 3:3, 4).
12. Çima gerek bûk û zava urf û adetên ku li dijî Kitêba Pîroz in, red bikin?
12 Urf û adetên ku li dijî Kitêba Pîroz in, red bikin (Peyxam 18:4). Gelek urf û adetên dawetê bi pûtperestî, cindarî û baweriyên batil ve girêdayî ne. Yehowa Xwedê dixwaze ku em xwe ji tiştên wisa dûr bigirin (2. Korîntî 6:14-17). Eger hûn ne emîn in ka hin urf û adetên herêma we minasib in yan na, pêşî koka wan û prensîpên Kitêba Pîroz lêkolîn bikin berî ku hûn qerarê bidin ku wan bikin yan na.
13. Bûk û zava çawa dikarin nêrîna Yehowa ya li ser hediyeyan ji xwe re emsal bigirin?
13 Li gelek herêman, mêvanên dawetê li gor halê xweyî madî hediyeyan didin bûk û zava. Şagirtên Îsa Mesîh helbet comerd in û ji dayînê kêfê distînin (Methelokên Silêman 11:25; Karên Şandiyan 20:35). Lê belê, em naxwazin ku mêvanên me xwe mecbûr hîs bikin ku tiştekî bidin. Wekî din, em naxwazin ku ew bifikirin ku emê ji bo hediyeyeke biçûk spasdar nebin. Yehowa qîmetê dide kesên ku tiştekî ji dil û li gor îmkanên xwe didin, û gerek em jî wisa bin (2. Korîntî 9:7).
SAFÎKIRINA ZORAYIYAN
14. Hin bûk û zava rastî zorayiyên çawa tên?
14 Carinan ne hêsan e ku mirov daweteke wisa çêke, ya ku rûmetê dide Yehowa. Mesela, dibe ku li we zor bê ku hûn daweteke biçûk çêkin. Birayekî ji Giravên Salomon ê bi navê Charlie wisa dibêje: “Pir zor bû ku em qerarê bidin ku kê gazî dawetê bikin. Dost û hevalên me gelek in, û di kultura me de, her kes li bendê ye ku bê gazîkirin!” Tabitha, ya ku me berê behsa wê kiribû, wisa dibêje: “Li herêma me, dawet pir mezin in. Ji bo malbatên me zor bû ku qerara me qebûl bikin ku emê tenê gazî 100 kesî bikin.” Xwişkeke ji Hindistanê ya bi navê Sarah wisa dibêje: “Hin kes bi zêdeyî bala xwe didin hal û rewşa sosyal. Pismam û dotmamên min dawetên mezin çêkiribûn, loma ez difikirîm ku gerek daweta min hê jî mezintir be.” Gelo çi dikare alî we bike ku hûn zorayiyên wisa safî bikin?
15. Ji bo plankirina dawetê, dua çima muhîm e?
15 Di heqê planên ji bo daweta xwe de dua bikin. Hûn dikarin bi serbestî ji Yehowa re behsa zorayî û hîsên xwe bikin (Filîpî 4:6, 7). Hûn dikarin alîkariyê ji wî bixwazin ku hûn qerarên baş bidin, li hemberî xemên xwe sakîn bimînin û cesaretê nîşan bidin (1. Petrûs 5:7). Her ku hûnê destê wî bibînin, hûnê xwe zêdetir bispêrin wî. Tabitha wisa dibêje: “Ez û dergistiyê min, me nedixwest bi hev re yan bi malbatên xwe re bikevin minaqeşeyê. Loma, her cara ku me di heqê planên ji bo dawetê de xeber dida, me pêşî dua dikir. Me bi rastî alîkariya Yehowa dît, û di nav me de tim aştî hebû.”
16-17. Wexta ku hûn planên ji bo daweta xwe çêdikin, çima muhîm e ku hûn hem bi hev re hem bi malbatên xwe re bi awayekî baş xeber bidin?
16 Bi awayekî nazik bi hev re û bi malbatên xwe re xeber bidin (Methelokên Silêman 15:22). Lazim e ku hûn ji bo daweta xwe gelek qeraran bidin û li ser gelek tiştan bifikirin. Mesela, gerek hûn rojekê hilbijêrin û bifikirin ku hûnê çi qas pere xerc bikin û gazî kê bikin. Berî ku hûn qeraran bidin, bi hev re li ser fikrên xwe, li ser prensîpên Kitêba Pîroz û li ser tewsiyeyên xwişk û birayên bitecrûbe sohbetê bikin. Gava hûn tercîhên xwe tînin zimên, nazik û maqûl bin û hazir bin ku nêrîna xwe biguherînin. Eger daxwazên maqûl ên dê û bavê we yan merivên we yên nêzîk hebin, wana jî hesab bikin, çimkî daweta we ji bo wan jî rojeke xisûsî ye. Eger hûn nikarin li gor daxwaza wan bikin, bi awayekî nazik bibêjin ku sebebên we çi ne (Kolosî 4:6). Ji malbatên xwe re zelal bikin ku armanca we ya sereke ev e ku hûn daweteke wisa derbas bikin, a ku rûmetê dide Yehowa.
17 Eger malbatên we Şahidên Yehowa nînin, belkî ne ew qas hêsan e ku hûn tercîhên xwe ji wan re zelal bikin, lê dîsa jî, hûn dikarin bi ser bikevin. Birayekî ji Hindistanê yê bi navê Santhosh wisa dibêje: “Pir wext lazim bû ku ez û dergistiya min, em qerarên xwe ji malbatên xwe re zelal bikin. Gava ne li dijî qanûnên Yehowa bû, me hin tişt li gor daxwazên wan kirin. Mesela, me menû li gor daxwaza wan guherand, û me hemû stran û dans ji bernameyê derxistin, çimkî tiştên wisa ji bo wan ecêb bûn.”
18. Ji bo ku di daweta we de serêş çênebe, wê baş be ku hûn çi bikin? (1. Korîntî 14:40) (Li resim jî binêre.)
18 Bi dîqat planan çêkin. Eger her tişt bi rêk û pêk be, stresa dawetê wê bi îhtimaleke mezin kêmtir be (1. Korîntî 14:40 bixwînin). Birayekî ji Taywanê yê bi navê Wayne wisa dibêje: “Çend roj berî daweta me, me tevî kesên ku dixwest di dawetê de alîkariya me bikin civîneke biçûk derbas kir. Me di heqê planan de sohbet kir û me hin tişt prova kirin.” Ji bo xatirê mêvanan, di dawetê de her tiştî di wextê de bikin.
Ji bo ku dawet xweş derbas bibe, planeke baş lazim e (Li paragrafa 18an binêrin)
19. Ji bo ku di dawetê de her tişt di bin kontrolê de bimîne, hûn dikarin çi bikin?
19 Ji berê ve bifikirin ku çi dikare çêbe, û gavên lazim bavêjin ku problem dernekevin (Methelokên Silêman 22:3). Mesela, eger li herêma we carinan mêvanên negazîkirî dikevin dawetan, ka bifikirin ku hûn dikarin çi bikin ku tiştekî wisa çênebe. Ji berê ve ji merivên xwe yên nebawermend re bibêjin ku dawet wê çawa derbas bibe, û zelal bikin ku hûnê hin adetan çima neynin cih. Mesela, hûn dikarin melûmata li ser mijara dawetan ji weşanên me ji wan re bişînin.c Ji bo ku di dawetê de her tişt di bin kontrolê de bimîne, hûn belkî dikarin ji birayekî bitecrûbe rica bikin ku ew bibe “berpirsiyarê şahiyê” (Yûhena 2:8). Eger hûn ji wî re bi eşkereyî bibêjin ku planên ji bo daweta we çi ne, ew dikare alî we bike ku her tişt baş biherike û daweta we rûmetê bide Yehowa.
20. Di heqê dawetê de, gerek bûk û zava çi ji bîr nekin?
20 Plankirina dawetê bi rastî jî karekî mezin e. Lê belê, ji bîr nekin ku daweta we tenê qismekî biçûk a jiyana we ye. Ji wê rojê û pê ve, hûn dikarin bi hev re ji Yehowa re xizmet bikin û jiyaneke xweş bajon. Bila daweta we pir mezin nebe, û bila ew rûmetê bide Yehowa. Xwe bispêrin Yehowa. Bi saya rêberiya wî, daweta we wê xweş derbas bibe, û hûnê poşman nebin (Zebûr 37:3, 4).
KILAM 107 Hezkirina Xwedê ji Me re Emsal e
a NOT: Li gelek kulturan, bûk û zava pêşî li ber Xwedê sonda zewacê dixwin û paşê şahiya xwe derbas dikin. Eger ji bo dawetê şahiyek neyê derbaskirin jî, wê baş be ku bûk û zava bala xwe bidin prensîpên Kitêba Pîroz.
b Li ser jw.org, li vîdeoya Gelo Ez Alkolê Îkram Bikim? temaşe bikin.
c Mesela, li ser jw.org, li meqaleya “Dewatên Şedên Yehowa Çawa Derbaz Dibin?” (bi Kurmanciya Qafkasyayê) binêrin.