KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Kanûn r. 26-30
  • Kesên Emirmezin ji bo Civatê Biqîmet in

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Kesên Emirmezin ji bo Civatê Biqîmet in
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • YEHOWA LI BENDÊ YE KU TU ÇI BIKÎ?
  • KESÊN DIN DIKARIN JI TECRÛBEYA TE FEYDEYÊ BISTÎNIN
  • YEHOWA QÎMETÊ DIDE DILSOZIYA TE
  • ÇI QAS JI DESTÊ TE TÊ JI YEHOWA RE XIZMET BIKE
  • Li Gor Qeweta Xwe ji Yehowa re Xizmet Bike û Dilxweş Be
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
  • Qîmetê Bide Xwişk û Birayên Extiyar
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
  • Yehowa wê Te Çawa Bixebitîne?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
  • Di Extiyariya Xwe de Dilxweşiya Xwe Winda Neke
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Kanûn r. 26-30
Kolaj: Xwişk û birayên emirmezin, ên ku ji xizmeta ji Yehowa re kêfê distînin. 1. Birayek bi kêfxweşî û piştrastî li pêşiya xwe dinêre. 2. Xwişkeke ku li erebeya seqetan rûniştî ye belavokekê dide jinika ku lê dinêre. 3. Li civînekê, xwişkek cewabê dide. 4. Li xizmetê, xwişkeke emirmezin xwe dispêre milê birayekî ciwantir. 5. Li Salona Îbadetê, birayek bi du zarokan û diya wan re wextê derbas dike.

Kesên Emirmezin ji bo Civatê Biqîmet in

“Gava ez ciwan bûm, min gelek tişt dikirin. Lê niha ez pîr bûme û êdî ew qas nikarim” (Connie, 83 salî).

Belkî tu jî êdî kal û pîr bûyî, û qeweta te êdî ne wek berê ye. Dibe ku êdî gelek sal e ku tu bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikî, lê tu difikirî ku li gor xizmeta te ya berê, tiştên ku tu niha dikî pir hindik in. Gelo tu çawa dikarî ji fikrên wisa bifilitî?

YEHOWA LI BENDÊ YE KU TU ÇI BIKÎ?

Ji xwe bipirse: “Ji bo ku Yehowa ji min razî be, gerek ez çi bikim?” Gotinên Marqos 12:30 dikarin dilê te rehet bikin: “Gerek tu ji Xwedayê xwe Yehowa bi temamiya dilê xwe, bi temamiya canê xwe, bi temamiya hişê xwe û bi temamiya qeweta xwe hez bikî.”

Li gor vê ayetê, Yehowa dixwaze ku tu bi temamiya dil, can û qeweta xwe ji wî re xizmet bikî. Loma, xwe bi kesên din yan bi halê xweyî berê muqayese neke.

Ka bifikire: Gava tu ciwan bûyî, te çawa ji Yehowa re xizmet dikir? Bi îhtimaleke mezin, te wê demê çi ji destê te dihat, dikir. Îro, tu çawa ji Yehowa re xizmet dikî? Bi îhtimaleke mezin, tu dîsa çi ji destê te tê, dikî. Ji vî aliyî ve, tu wek berê ji Yehowa re xizmet dikî. Berê, te çi ji destê te dihat, dikir, û îro jî, tu çi ji destê te tê, dikî.

Kolaj: Xwişkeke ku gelek sal e bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dike. 1. Gelek sal berê, di ciwaniya xwe de, ew di xizmeta mal bi mal de bi jinikekê re sohbetê dike. 2. Xwişk êdî pîr bûye. Ew bi xwişkeke ciwan re xizmeta bi telefonê dike.

Gava tu ciwan bûyî, te çi qas ji destê te dihat ji Yehowa re xizmet dikir, û niha jî, tu çi qas ji destê te tê ji Yehowa re xizmet dikî

KESÊN DIN DIKARIN JI TECRÛBEYA TE FEYDEYÊ BISTÎNIN

Wekî din, saliya xwe ne wek astengekê, lê wek fersendekê bibîne. Ji ber ku emrê te êdî mezin e, tu dikarî hin tiştan bikî, yên ku te di ciwaniya xwe de nikaribû bikirana. Mesela, tu dikarî veya bikî:

Ji kesên din re behsa tiştên ku tu hîn bûyî bike. Ka binêre ku Kitêba Pîroz çi dibêje:

Dawid Padîşah: “Ciwan bûm, niha ez pîr im, min nedît ku yê rast hat berdan, an dûndana wî pars kir, ji bo nan” (Zebûr 37:25).

Yêşû: “Niha ez diçim wê riya ku hemû dinya diçê. Hûn hemû jî bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe dizanin ku ji hemû tiştên baş ên ku Xwedayê we Xudan li ser we got, tu tişt jî vala derneket. Hemû jî pêk hatin, tiştekî vala derneket” (Yêşû 23:14).

Belkî tu jî wisa difikirî. Dawid Padîşah û Yêşû ji tecrûbeya xwe xeber dida. Ji ber ku wan behsa tiştên ku wan bi gelek salan bi çavê xwe dîtibûn, kir, gotinên wan bi rastî jî biqîmet bûn.

Eger tu jî êdî bi gelek salan ji Yehowa re xizmet dikî, tu jî dikarî behsa bereketên vê yekê bikî. Ji kesên din re bibêje ku te destê Yehowa çawa didît. Serpêhatiyên te dikarin dilê kesên din xurt bikin ku ew jî bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin (Romayî 1:11, 12).

Wekî din, çi qas ji destê te tê, here civînên rû bi rû. Ev yek wê hem ji bo te bifeyde be hem jî kesên din teşwîq bike. Connie, ya ku me berê behsa wê kiribû, wisa dibêje: “Gava ez diçim civînan, ev yek alî min dike ku ez cesareta xwe winda nakim. Li Salona Îbadetê, hezkirina xwişk û birayan ew qas qewî ye ku mirov nikare xemgîn be. Bi destê hediyeyên biçûk, ez xîret dikim ku spasdariya xwe nîşanî kesên din bidim. Wekî din, ez dev jê bernadim ku bi xwişk û birayan re herim xizmetê.”

YEHOWA QÎMETÊ DIDE DILSOZIYA TE

Kitêba Pîroz behsa gelek kesan dike, yên ku ji ber şert û mercên xwe êdî nikaribû gelek tiştan bikin, lê dîsa jî, Yehowa ji wan hez dikir. Mesela, wexta ku Îsa Mesîh hat dinyayê, mirovekî emirmezin ê bi navê Şîmeon hebû. Gava Şîmeon diçû îbadetgehê, wî bi îhtimaleke mezin didît ku zilamên ciwan çawa kar dikin. Şîmeon belkî xemgîn bû ji ber ku ew êdî kal bû û nikaribû mîna wan xizmet bike. Lê belê, Yehowa pir qîmet dida wî. Li gor Kitêba Pîroz, ew “yekî rast bû û ji Xwedê ditirsiya”. Loma, Yehowa fersend da Şîmeon ku ew Îsayê biçûk bi çavê xwe bibîne. Heta, Yehowa bi destê wî ji berê ve îlan kir ku Îsa wê bibe Mesîh (Lûqa 2:25-35). Xuya ye ku Yehowa bala xwe nedida vê yekê ku Şîmeon êdî kal bûbû, lê wî ew wek mirovekî îmandar didît, ê ku “ruhê pîroz li ser wî bû”.

Ûsiv û Meryem zarokê xwe Îsa nîşanî Şîmeon didin.

Yehowa fersend da Şîmeon ku ew Îsayê biçûk bi çavê xwe bibîne û ji berê ve bibêje ku ewê bibe Mesîh

Tu jî dikarî bawer bî ku eger astengên te hebin jî, Yehowa qîmetê dide xizmeta te ya dilsoz. Ew “dixwaze ku mirov ne tiştê ku ew nikare, lê tiştê ku ew dikare, bide” (2. Korîntî 8:12).

Loma, bala xwe bide tiştên ku tu dikarî bikî. Mesela, eger tu nikarî bi saetan xizmet bikî jî, tu belkî dikarî çi qas ji destê te tê xizmet bikî. Wekî din, tu belkî dikarî ji xwişk û birayan re telefon bikî yan mesajên kin bişînî. Tiştên wisa dikarin xwişk û birayan teşwîq bikin, bi xisûsî ji ber ku tu kesekî bitecrûbe yî, yê ku bi gelek salan ji Yehowa re xizmet kiriye.

Ba hin kesan astengên bedenî hene. Li serpêhatiya ji Afrîkaya Rojhilat binêre, ya ku li çarçoveya “Ew bi Saya Rastiya Kitêba Pîroz Sax Ma” tê nîşandayîn.

Ji bîr neke ku îman û dilsoziya te dikare dilê kesên din xurt bike. Ji ber ku te ew qas tehemul kiriye, tu dikarî bi van gotinan bawer bî: “Xwedê adil e. Ew xizmet û hezkirina ku we ji bo xatirê navê wî nîşan daye, ji bîr nake. Belê, ew xizmeta ku we ji pîrozan re kiriye û hûn heta niha dikin jî, ji bîr nake” (Îbranî 6:10).

ÇI QAS JI DESTÊ TE TÊ JI YEHOWA RE XIZMET BIKE

Lêkolînên pisporan nîşan didin ku siheta kesên emirmezin, ên ku alî kesên din dikin, baştir dibe, mêjiyê wan zelaltir dixebite û emrê wan dirêjtir e.

Helbet, karên qenc nikarin hemû tesîrên kal û pîrbûnê ji holê rakin. Tenê Hukimdariya Xwedê dikare halê meyî gunehkar – yanî sebebê eslî yên kal û pîrbûn û mirinê – ji holê rake (Romayî 5:12).

Heta wê demê, xizmeta te û ev yek ku tu alî mirovan dikî ku ew Yehowa nas bikin hêviya te qewî dike û ji bo siheta te bifeyde ye. Xwişk û birayên emirmezin, tu caran ji bîr nekin ku Yehowa qîmetê dide xizmeta we, û civat ji bo îmana we şikirdar e!

Xwişkeke emirmezin xizmeta bi erebeya weşanan dike. Ew ji jinikeke ciwan re ayetekê dixwîne. Ji çavên jinikê hêstir dibarin.

Ew bi Saya Rastiya Kitêba Pîroz Sax Ma

Jinikeke ciwan di ber erebeya me ya weşanan re derbas dibû. Xwişka me ya emirmezin silav da wê û pirsî ka îzin heye ku ew jê re ayeteke xweş bixwîne. Xwişka me Yêremya 29:11 xwend, a ku dibêje ku Yehowa dixwaze aştiyê bîne, ne felaketê. Paşê wê pirsî: “Te dît ku Xwedê dixwaze ku pêşeroja te çawa be?”

Van gotinan ser dilê jinika ciwan tesîr kir. Çavên wê bi hêstiran ve tije bûn, û wê cewab da: “Xwedê dixwaze ku aştî û hêviya min hebe. Gelek spas ji bo vê ayetê. Ez bawer im ku ev ayet, cewaba duaya min e. Van rojan, gelek derdên min hene. Her tişt ew qas zor e ku min dixwest xwe bikuşta. Vê sibehê, min ji Xwedê re dua kir û ji wî xwest ku ew nîşanî min bide ku ew hê bi min eleqedar e. Paşê te – yanî kesekî ku ez nas nakim – ez dam sekinandin, û te nîşanî min da ku Xwedê li ser min çi difikire. Eva tesaduf nîne.”

Xwişka me çend meqaleyên li ser jw.org nîşanî jinikê dan, ên ku alî mirovan dikin ku ew dev ji daxwaza xwekuştinê berdin. Paşê xwişka me îzah kir ku kursa Kitêba Pîroz çawa çêdibe û ew gazî civînên me kir. Hefteyek bi şûn de, jinik hat civîna di dawiya heftiyê de, û wê êdî dest bi kursa bi broşûra Heta bi Hetayê Dilşad Be! kiriye.

Emrê te çi qas be jî, gelo tu dikarî mizgîniyê bi erebeya weşanan belav bikî?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne