KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Mijdar r. 2-7
  • Di Extiyariya Xwe de Dilxweşiya Xwe Winda Neke

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Di Extiyariya Xwe de Dilxweşiya Xwe Winda Neke
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • EXTIYARÎ ÇAWA DIKARE SER DILXWEŞIYA TE TESÎR BIKE?
  • TU ÇAWA DIKARÎ DILXWEŞIYA XWE XWEDÎ BIKÎ?
  • KESÊN DIN ÇAWA DIKARIN DESTEKÊ BIDIN?
  • Qîmetê Bide Xwişk û Birayên Extiyar
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
  • Ji Gotinên Dawîn ên Kesên Dilsoz Dersan Bistîne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Bi Dilnizmî Qebûl Bike ku Tu Her Tiştî Nizanî
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Em Çawa Dikarin ji Xizmetê Zêdetir Kêfê Bistînin?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Mijdar r. 2-7

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 44

KILAM 138 Porê Spî Taca Rûmetê ye

Di Extiyariya Xwe de Dilxweşiya Xwe Winda Neke

“Di pîrbûna xwe de … ewê terr û şîn bin” (ZEBÛR 92:14).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku çima muhîm e ku kesên extiyar dilxweşiya xwe winda nekin, û ji bo vê, ew dikarin çi bikin.

1-2. Yehowa li kesên dilsoz, ên ku êdî extiyar bûne, çawa dinêre? (Zebûr 92:12-14; li resim jî binêre.)

LI HIN welatan, mirov difikirin ku kal û pîrbûn şerefeke mezin e. Lê li gelek deran, mirov çi ji destê wan tê dikin ku kal û pîr xuya nekin. Mesela, gava li ba wan porên spî derdikevin, ew wan diqetînin ku tu kes wan nebîne. Lê bi zeman re, ew dîsa derdikevin û hê jî zêde dibin. Belê, tu kes nikare ji kal û pîrbûnê re bibe asteng.

2 Gelo Bavê meyî ezmanî li xizmetkarên xwe yên kal û pîr çawa dinêre? (Methelokên Silêman 16:31). Ew wan dişibîne darên geş û mezin (Zebûr 92:12-14 bixwîne). Ev mîsal çima di cih de ye? Çimkî gelek darên ku tijî pel û gul in pir kevn in. Mesela, li Japonê, emrê hin darên sakûrayê yên herî xweş zêdetirî hezar salî ye. Mîna wan daran, kesên dilsoz, ên ku êdî kal û pîr bûne, bi xisûsî di çavê Xwedê de bedew in. Yehowa ne li rengê porê mirovan, lê li dilê wan dinêre. Ew pir qîmetê dide sebir û dilsoziya wan û salên ku wan di xizmeta wî de derbas kirine.

Jin û mêrekî emirmezin li derve rûniştî ne. Li derdora wan darên bi gulan hene.

Wek darên gihîştî û berdar, kesên extiyar, ên ku bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikin, hê bedew û berdar in (li paragrafa 2yan binêre)


3. Di demên berê de, Yehowa kesên extiyar çawa ji bo pêkanîna armanca xwe bi kar anîn?

3 Çend sal derbas dibin bila bibin, qîmeta mirov di çavê Yehowa de winda nabe.a Yehowa gelek kesên extiyar ji bo pêkanîna armanca xwe bi kar anîne. Mesela, gava jina Birahîm Sara pîr bû, Yehowa ji wê re got ku ewê bibe diya miletekî mezin, û Mesîhê sozdayî wê ji zuriyeta wê bê (1. Mûsa 17:15-19). Wexta ku Mûsa pêxember kal bû, Yehowa ew tayîn kir ku ew Îsraîliyan ji welatê Misrê derxe (2. Mûsa 7:6, 7). Wekî din, gava Yûhenayê şandî kal bû, wî bi îlhama Yehowa pênc kitêbên Kitêba Pîroz nivîsîn.

4. Li gor Methelokên Silêman 15:15, çi dikare alî kesên extiyar bike ku ew li hemberî zehmetiyan sebir bikin? (Li resim jî binêre.)

4 Gava mirov kal û pîr dibin, ew rastî gelek zehmetiyan tên. Wek xwişkekê bi henek gotibû: “Ji bo kal û pîrbûnê cesaret lazim e.” Lê belê, dilxweşîb dikare alî kesên emirmezin bike ku ew li hemberî tengasiyên kal û pîrbûnê tehemul bikin (Methelokên Silêman 15:15 bixwîne). Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin hin tiştên ku kesên extiyar dikarin bikin ku ew dilxweşiya xwe winda nekin. Wekî din, emê bibînin ku kesên din çawa dikarin alî xwişk û birayên extiyar bikin. Ewilî, bila em bibînin ku gava mirov kal û pîr dibe, çima ne hêsan e ku ew dilxweşiya xwe xwedî bike.

Jin û mêrê ji resmê berê bi hev re di bin dareke bi gulan sekinî ne û kêfxweş xuya dikin.

Eger tu bala xwe bidî bereketên Yehowa, tu dikarî li hemberî zehmetiyên kal û pîrbûnê dilxweş bimînî (Li paragrafa 4an binêre)


EXTIYARÎ ÇAWA DIKARE SER DILXWEŞIYA TE TESÎR BIKE?

5. Hin kesên extiyar çima cesareta xwe winda dikin?

5 Ji bo çi tu dikarî cesareta xwe winda bikî? Yek ji sebeban belkî ev e ku tu êdî nikarî hemû tiştên ku te berê dikirin, bikî. Dibe ku tu bêriya ciwantiya xwe û siheta xwe ya berê dikî (Waiz 7:10). Xwişka me Ruby wisa dibêje: “Ji ber ku her dera min diêşe û ez nikarim wek berê hereket bikim, li min zor tê ku ez kincên xwe li xwe bikim. Destên min sist bûne, û ji ber artrîtê, ji bo min zor e ku ez îşên biçûk jî bikim.” Birayê me Harold, ê ku berê li Beytelê xizmet dikir, wisa dibêje: “Ez xwe êdî nas nakim, û carinan, ez ji halê xwe pir aciz dibim. Berê, min pir spor dikir, û min ji beyzbolê pir hez dikir. Kesên din tim wisa digot: ‘Ka topê bidin Harold, ewê alî me bike ku em bi ser bikevin.’ Lê niha, bi îhtimaleke mezin nabe ku ez topê bavêjim jî.”

6. (a) Kîjan sebebên din hene ku hin kesên extiyar cesareta xwe winda dikin? (b) Çi dikare alî kesên extiyar bike ku ew pê derxin ka gerek ew dev ji ajotina erebe yan motosikletê berdin yan na? (Di vê kovarê de, li meqaleya “Gelo Wext Hatiye ku Ez Êdî Dev ji Ajotinê Berdim?” binêre.)

6 Sebebekî din jî belkî ev e ku tu êdî nikarî hin tiştan bi tena serê xwe bikî. Belkî lazim e ku kesek li te binêre yan ku tu derbasî mala yek ji zarokên xwe bibî. Yan jî, dibe ku siheta te êdî xera bûye yan çavên te êdî rind nabînin û ji ber vê yekê, tu êdî nikarî bi tena serê xwe herî cihekî yan erebe yan motosikletê bajoyî. Çi derdekî mezin! Lê belê, ji bîr neke ku di çavê Yehowa û kesên din de, qîmeta te ne bi vê yekê ve girêdayî ye ka tu dikarî li xwe binêrî, bi tena serê xwe bijî yan erebeyê bajoyî. Wekî din, bawer be ku Yehowa hîsên te fehm dike. Ji bo wî muhîm e ku di dilê te de çi heye – ku tu ji wî û ji xwişk û birayan hez dikî (1. Samûyêl 16:7).

7. Çi dikare alî wan kesan bike, yên ku ditirsin ku ewê dawiya dinyayê nebînin?

7 Ji ber ku emrê te êdî mezin e, tu belkî ditirsî ku tuyê pê re negihînî ku Harmegedonê bi çavê xwe bibînî. Eger wisa ye, bîne bîra xwe ku Yehowa bi sebir li bendê disekine ku vê dinyaya xerab helak bike (Îşaya 30:18). Bi saya sebra wî, bi milyonan mirov fersendê dibînin ku wî nas bikin û bibin xizmetkarên wî (2. Petrûs 3:9). Loma, bîne ber çavê xwe ku berî dawiya dinyayê, çi qas însan – û belkî hin merivên te jî – wê ji sebra Yehowa feydeyê bibînin.

8. Gava kesên emirmezin nexweş in yan êşê dikişînin, dibe ku ew çi bikin?

8 Em çend salî bin jî, gava em nexweş in, dibe ku em hin tiştên ecêb bibêjin yan bikin û paşê poşman bin (Waiz 7:7; Aqûb 3:2). Mesela, gava Eyûbê dilsoz êş dikişand, ew “tewşo mewşo” dipeyivî (Eyûb 6:1-3). Ji ber nexweşiyê, dibe ku kesên emirmezin tiştên ecêb bibêjin yan bikin. Helbet, gerek em siheta xwe yan emrê xwe ji xwe re nekin mehnî ku li hemberî mirovan sert yan telebkar bin. Û eger em pê derxin ku me dilê kesekî êşandiye, bila em zû ji wî efû bixwazin (Meta 5:23, 24).

TU ÇAWA DIKARÎ DILXWEŞIYA XWE XWEDÎ BIKÎ?

Dareke bi gulan; resmên biçûk nîşan didin ku xwişk û birayên emirmezin çawa dikarin dilxweş bimînin. Ev sehne di paragrafên 9 heta 13an de tên dubarekirin.

Tu çawa dikarî li hemberî zehmetiyên kal û pîrbûnê dilxweş bimînî? (Li paragrafên 9 heta 13an binêre)


9. Çima gerek tu ji kesên din alîkariyê qebûl bikî? (Li resiman jî binêre.)

9 Ji kesên din alîkariyê qebûl bike (Galatî 6:2). Di serî de, dibe ku ev yek li te zor bê. Xwişkeke bi navê Gretl wisa dibêje: “Carinan li min zor tê ku ez alîkariyê qebûl bikim, çimkî ez naxwazim ji kesekî re bibim bar. Lê bi zeman re, min fikra xwe guhertiye û min bi dilnizmî qebûl kiriye ku ez hewceyî alîkariyê me.” Gava tu ji kesên din alîkariyê qebûl dikî, tu bi eslê xwe fersendê didî wan ku ew “dilxweşiya dayînê” bistînin (Karên Şandiyan 20:35). Gava tu dibînî ku kesên din ji te çi qas hez dikin û bi te eleqedar in, tuyê jî dilxweş bî.

Xwişkeke emirmezin û xwişkeke ciwan bi hev re diçin sûkê.

(Li paragrafa 9an binêre)


10. Çima muhîm e ku tu şikirdariya xwe nîşan bidî? (Li resiman jî binêre.)

10 Şikirdariya xwe nîşan bide (Kolosî 3:15; 1. Selanîkî 5:18). Gava kesên din xêrê li me dikin, dibe ku em şikirdar bin, lê ji bîr bikin ku şikirdariya xwe nîşan bidin. Loma, bila em bi rûkenî spas bikin. Îcar dostên me wê bizanin ku em ji wan re şikirdar in. Xwişka me Leah, ya ku li Beytelê li kesên emirmezin dinêre, wisa dibêje: “Yek ji xwişkên ku ez lê dinêrim tim bi notên biçûk ji min re spas dike. Ev notên kin pir şîrîn in. Ew li min pir xweş tên, û ez şa me ku xwişka min ji bo alîkariya min şikirdar e.”

Xwişkeke emirmezin karteke spasiyê dinivîse.

(Li paragrafa 10an binêre)


11. Tu çawa dikarî alî kesên din bikî? (Li resiman jî binêre.)

11 Çi qas ji destê te tê alî kesên din bike. Gava tu bala xwe didî kesên din, tuyê bi zêdeyî bala xwe nedî problemên xwe. Gotineke pêşiyan a Afrîkayî kesên emirmezin dişibîne kitêbxaneyeke ku bi gelek kitêbên zana ve tije ye. Lê belê, heta ku mirov van kitêban nexwîne, ew nikare ji wan feydeyê bistîne. Loma, ji bo ku kesên ciwan bikarin ji te hîn bibin, bi wan re sohbetê bike. Ji wan pirsan bipirse û guh bide wan. Ji wan re bibêje ku Yehowa çawa alî te kiriye û çima muhîm e ku mirov guh bide Yehowa. Gava tu teşwîq û teseliyê didî dost û hevalên xwe yên ciwan, tuyê dilxweş bibî (Zebûr 71:18).

Birayekî emirmezin guh dide birayekî ciwan, ê ku dilê xwe ji wî re vedike.

(Li paragrafa 11an binêre)


12. Li gor Îşaya 46:4, Yehowa çi soz daye kesên emirmezin? (Li resiman jî binêre.)

12 Ji Yehowa qewetê bixwaze. Ji ber ku em însan in, em dikarin bêhal bikevin û biwestin, lê Yehowa tu caran naweste û sist nakeve (Îşaya 40:28). Gelo Yehowa enerjiya xwe ya bêsînor çawa bi kar tîne? Mesela, ew qewetê dide xizmetkarên xwe yên emirmezin (Îşaya 40:29-31). Wî bi xisûsî soz daye ku ewê alî wan bike (Îşaya 46:4 bixwîne). Em dizanin ku Yehowa sozên xwe tim tîne cih (Yêşû 23:14; Îşaya 55:10, 11). Loma, dua bike û alîkariya Yehowa bixwaze. Hingê tuyê hîs bikî ku ew ji te çi qas hez dike, û tuyê dilxweş bî.

Birayekî emirmezin dua dike.

(Li paragrafa 12an binêre)


13. Li gor 2. Korîntî 4:16-18, gerek em çi ji bîr nekin? (Li resiman jî binêre.)

13 Ji bîr neke ku halê te tenê ji bo demekê ye. Gava em tînin bîra xwe ku halekî zor wê rojekê xelas bibe, li me hêsantir tê ku em tehemul bikin. Kal û pîrbûn jî wisa ye. Kitêba Pîroz nîşanî me dide ku rojekê, emê ji vî halî xelas bibin (Eyûb 33:25; Îşaya 33:24). Loma, tu dikarî dilxweş bî ji ber ku rojên herî xweş hê li ber te ne (2. Korîntî 4:16-18 bixwîne). Lê kesên din çawa dikarin alî te bikin?

Xwişkeke emirmezin, a ku li erebeya seqetan rûniştî ye, Kitêba Pîroz dixwîne. Ew xeyal dike ku ew êdî ketiye Cenetê, dîsa ciwan e û êdî ne hewceyî erebeya seqetan e.

(Li paragrafa 13an binêre)


KESÊN DIN ÇAWA DIKARIN DESTEKÊ BIDIN?

14. Çima muhîm e ku em kesên extiyar ziyaret bikin û ji wan re telefon bikin?

14 Xwişk û birayên extiyar bi dewamî ziyaret bike û ji wan re telefon bike (Îbranî 13:16). Kesên extiyar xwe carinan bêkes hîs dikin. Birayekî bi navê Camille, ê ku nikare ji malê derkeve, wisa dibêje: “Ji sibehê heta êvarê, ez mecbûr im ku li malê bimînin. Ji ber vê yekê, ez bi rastî aciz dibim. Carinan, ez xwe wek şêrekî kal hîs dikim, ê ku li qefesê girtî ye.” Bi vê yekê ku em kesên extiyar ziyaret dikin, em nîşanî wan didin ku em qîmetê didin wan û ji wan hez dikin. Belkî me çend caran xwest herin ba xwişk yan birayekî extiyar, lê paşê îşekî me derket û em neçûn. Helbet em gişt mirovên mijûl in. Madem ku wisa ye, em çawa dikarin “bala xwe bidin tiştên hê muhîmtir”? (Filîpî 1:10). Yek ji van tiştên muhîm ev e ku em kesên extiyar ziyaret bikin. Loma, ji bo ku em ji bîr nekin ku wan ziyaret bikin, mesajeke ji wan re bişînin yan ji wan re telefon bikin, em belkî dikarin ji xwe re alarmekê deynin. Gerek em tiştên wisa ji tesadufê re nehêlin.

15. Kesên ciwan û extiyar dikarin bi hev re çi bikin?

15 Eger tu ciwan î, tu belkî nizanî ka bi kesên extiyar re li ser çi sohbetê bikî yan çi bikî. Lê belê, endîşe neke. Tenê xîret bike ku tu ji wan re bibî dost (Methelokên Silêman 17:17). Berî û piştî civînan bi xwişk û birayên emirmezin re sohbetê bike. Mesela, ji wan bipirse ka ew herî zêde ji kîjan ayetê hez dikin yan bibêje ku bila ew behsa ciwaniya xwe bikin. Yan jî, tu dikarî gazî wan bikî ku ew bi te re li bernameya JW Broadcasting® temaşe bikin. Wekî din, tu dikarî di gelek waran de alî wan bikî. Mesela, tu dikarî nîşanî wan bidî ku ew çawa dikarin telefon û tabletên xwe bi kar bînin û weşanên dawîn daxin. Xwişkeke bi navê Carol wisa dibêje: “Gava tu ji kesên extiyar re teklîf dikî ku bi wan re wext derbas bikî, bi hev re tiştên wisa bikin, ên ku kêfa te ji wan re tê. Mesela, emrê min her çi qas mezin be jî, ez jî hez dikim ku herim sûkê yan lokantayê yan li tebîetê bigerim.” Xwişkeke bi navê Maira wisa dibêje: “Yek ji hevalên min 90 salî ye. Ez ji wê 57 sal biçûktir im. Lê belê, gava em bi hev re kêfê dikin û li fîlman temaşe dikin, ez vê yekê gelek caran ji bîr dikim. Gava em rastî tengasiyan tên, em ji hevdû aqil distînin.”

16. Çima bifeyde ye ku em bi kesên extiyar re herin ba doktor?

16 Bi wan re here ba doktor. Ji xeynî vê ku tu kesên extiyar bi erebeyê bibî ba doktor, tu belkî dikarî bala xwe bidî vê yekê ka doktor bi wan rind eleqedar e yan na (Îşaya 1:17). Wekî din, tu belkî dikarî gotinên doktor ji xwe re binivîsî. Xwişkeke emirmezin a bi navê Ruth wisa dibêje: “Gelek caran, gava ez bi tena serê xwe diçim ba doktor, ew gotinên min cidî nagire. Dibe ku doktor bibêje: ‘Problema te psîkolojîk e, her tişt di serê te de ye.’ Lê gava kesek bi min re tê, doktor zêdetir bi derdê min eleqedar dibe. Ez şikirdar im ku xwişk û bira wexta xwe ji bo min vediqetînin û bi min re tên.”

17. Tu çawa dikarî bi kesên emirmezin re xizmet bikî?

17 Bi wan re here xizmetê. Qeweta hin xwişk û birayên extiyar belkî têra wan nake ku ew mizgîniyê mal bi mal belav bikin. Eger wisa ye, gelo tu dikarî çi bikî? Mesela, belkî tu dikarî gazî xwişkeke extiyar bikî ku ew bi te re li ber erebeya weşanan bisekine. Belkî tu dikarî kursiyekê bînî ku ew bikare nêzîkî erebeya weşanan rûne. Yan jî, belkî tu dikarî birayekî emirmezin bibî kurseke Kitêba Pîroz yan kursê li mala wî derbas bikî. Rîspî dikarin civînên ji bo xizmetê li malên kesên extiyar derbas bikin ku ew bikarin bi hêsanî beşdar bin. Gava em çi ji destê me tê dikin ku qedrê xwişk û birayên emirmezin bigirin û nîşanî wan bidin ku em ji wan hez dikin, Yehowa ji me razî dibe (Methelokên Silêman 3:27; Romayî 12:10).

18. Di meqaleya din de, emê li ser çi xeber bidin?

18 Wek me dîtiye, Yehowa ji kesên extiyar hez dike û qîmetê dide wan. Bi rastî, em jî ji wan hez dikin û qîmetê didin wan! Kal û pîrbûn zehmet e, lê bi alîkariya Yehowa, tuyê dilxweşiya xwe winda nekî (Zebûr 37:25). Çi baş e ku rojên herî xweş hê li ber te ne! Lê eger em li merivekî xweyî emirmezin, li zarokekî yan li dostekî nexweş dinêrin, em dikarin çi bikin ku em dilxweşiya xwe winda nekin? Di meqaleya din de, emê cewaba vê pirsê bistînin.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Xwişk û birayên emirmezin ji ber çi dikarin dilxweşiya xwe winda bikin?

  • Kesên extiyar çawa dikarin dilxweşiya xwe xwedî bikin?

  • Em çawa dikarin destekê bidin xwişk û birayên extiyar?

KILAM 30 Bav, Xwedê û Dostê Min

a Li ser jw.org û li JW Library®, li vîdeoya Rola Yên Emirda Mezin, Gelek Ferz e (bi Kurmanciya Qafkasyayê) temaşe bike.

b NOT: Dilxweşî yek ji sifetên berê ruhê pîroz e (Galatî 5:22). Dilxweşiya rastîn ji dostaniya bi Yehowa re tê meydanê.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne