KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Mijdar r. 8-9
  • Gelo Wext Hatiye ku Ez Êdî Dev ji Ajotinê Berdim?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gelo Wext Hatiye ku Ez Êdî Dev ji Ajotinê Berdim?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • PÊ DERXE KU HALÊ TE ÇI YE
  • LI GOR PRENSÎPÊN KITÊBA PÎROZ QERARÊ BIDE
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Mijdar r. 8-9
Birayekî emirmezin li ber pencereyê rûniştî ye û li erebeya xwe dinêre. Di destê wî de kilîdên erebeyê hene û ew kûr difikire.

Gelo Wext Hatiye ku Ez Êdî Dev ji Ajotinê Berdim?

BI DEHAN salan, te erebe yan motosiklet ajotiye. Tu dilxweş î ku erebe yan motosikleta te heye û tu dikarî bi serbestî herî her cihî. Lê belê, malbata te û hevalên te endîşe dikin û dixwazin ku tu bifikirî ka wext êdî hatiye ku tu dev ji ajotinê berdî. Tu fehm nakî ku ew çima endîşe dikin.

Gelo halê te wisa ye? Gelo çi dikare alî te bike ku tu qerarê bidî ka gerek tu dev ji ajotinê berdî yan na?

Li hin welatan, şofêrên emirmezin, ên ku dixwazin destûrnameya xwe ya ajotinê nû bikin gerek pêşî herin ba doktor ku bên kontrolkirin. Şagirtên Îsa Mesîh, ên ku li wan welatan dijîn, xwe helbet li qanûnên wisa digirin (Romayî 13:1). Lê eger li welatê te qanûneke wisa tune ye jî, belkî lazim e ku tu rind bifikirî ka baş be ku tu erebe yan motosikletê bajoyî yan na.

PÊ DERXE KU HALÊ TE ÇI YE

Li gor malpera rêxistineke ku bi kesên emirmezin eleqedar e, wê baş be ku tu ji xwe bipirsî:

  • Gelo şevê li min zor tê ku ez bibînim û îşaretên rêyê bixwînim?

  • Gelo li min zor tê ku ez serê xwe tam bizivirînim ku li neynokan û li nuqteyên kor binêrim?

  • Gelo refleksên min hê qewî ne? Mesela, gelo ez hê dikarim lingê xwe zû ji gazê derbasî frenê bikim?

  • Gelo ez ew qas hêdî dajom ku ez ji herikîna trafîkê re dibim asteng?

  • Van rojan, gelo ez çend caran ketim talûkeya qezayê, yan gelo di erebeya min de çend cihên xistî yan herişî hene ji ber ku min li hin cihan xistiye?

  • Gelo polîsê ez ji ber stîla min a ajotinê qet dame sekinandin?

  • Di dema ajotinê de, gelo ez qet ketibûm xewê?

  • Gelo ez dermanên ku dikarin ser ajotina min tesîr bikin, dixwim?

  • Gelo malbata min yan hevalên min ji min re qet gotiye ku gava ez dajom, ew ditirsin?

Eger te ji bo yek du pirsan gotiye “belê”, ji kerema xwe re bifikire ka wext êdî hatiye ku tu hin gavan bavêjî. Mesela, wê belkî baş be ku tu ew qas zêde erebe yan motosikletê neajoyî, bi xisûsî şevê. Car caran kontrol bike ku tu çawa dajoyî. Belkî tu dikarî ji malbata xwe yan ji hevalekî xwe bipirsî ka bi dîtina wî, tu çawa dajoyî. Wekî din, tu belkî dikarî herî kurseke ji bo başkirina ajotinê. Lê belê, eger te ji bo gelek pirsên jorîn gotiye “belê”, wê belkî baştir be ku tu bi temamî dev ji ajotinê berdî.

LI GOR PRENSÎPÊN KITÊBA PÎROZ QERARÊ BIDE

Tu belkî xwe bi xwe fehm nakî ku hunerên te yên ajotinê êdî ne wek berê ne. Wekî din, belkî li dilê te xweş nayê ku tu li ser vê yekê bifikirî. Gelo kîjan prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin ku tu qerarekê baş bidî? Ka bala xwe bide van du prensîpan:

Hedê xwe bizane (Methelokên Silêman 11:2). Her ku em kal û pîr dibin, çavên me, guhên me, hereketên me û refleksên me sist dibin. Mesela, piraniya mirovan gava kal û pîr dibin dev ji hin sporan berdidin, çimkî ew naxwazin xwe seqet bikin. Mîna vê, gava wext êdî hatiye, kesekî ku hedê xwe dizane wê qerarê bide ku ji bo xatirê emniyeta xwe dev ji ajotinê berde (Methelokên Silêman 22:3). Wekî din, kesekî ku hedê xwe dizane wê guh bide kesên din, ên ku endîşeyên xwe tînin zimên (li 2. Samûyêl 21:15-17 jî binêre).

Mirovên din neavêje talûkeyê (5. Mûsa 22:8). Erebe yan motosiklet dikare bibe sebebê birîndarbûn yan mirina kesekî. Kesekî ku hunerên ajotinê êdî winda kirine, lê dîsa jî dev ji ajotinê bernade dikare hem canê xwe hem jî canê mirovên din bavêje talûkeyê.

Eger gerek tu qerarê bidî ku dev ji ajotinê berdî yan na, nefikire ku tu rezîl bûyî yan ku te qîmeta xwe winda kiriye. Yehowa ji te hez dike ji ber ku tu hedê xwe dizanî, dilnizm î û xêra mirovên din dixwazî. Wekî din, wî soz daye ku ewê destek û teseliyê bide te (Îşaya 46:4). Ewê te tu caran terk neke. Loma, ji Yehowa hîkmet û fehmdariyê bixwaze ku tu qerarê bidî ku dev ji ajotinê berdî yan na.

Kesên Din Dikarin Çi Bikin?

Bi gelemperî, rêya herî minasib ev e ku ferdên malbatê bi merivên xwe yên emirmezin re di heqê ajotina erebe yan motosikletê de xeber bidin. Yan jî, tu belkî hevalê şofêrekî yî û te bihîstiye ku kesên din li ser ajotina wî endîşe dikin. Gotinên wan cidî bigire. Belkî tu dikarî bi wî re herî û bi çavê xwe bibînî ka ew çawa dajo. Eger lazim be, pê re di heqê stîla wî ya ajotinê de xeber bide. Gava tu vêya dikî, xwe bixe şûna wî. Nazik be, lê durist be. Herî zêde bala xwe bide hunerên wî yên ajotinê, ne emrê wî. Li şûna ku tu bibêjî “Tu êdî şofêrekî baş nînî”, tiştên wek “Gava tu dajoyî, ez ji bo emniyeta te ditirsim” bibêje. Bala wî bikişîne ser prensîpên Kitêba Pîroz, ên ku ev meqale behsa wan dike, û ji wî re bibêje ku şik û gumanên te tune ne ku ew qedrê prensîpên Kitêba Pîroz digire.

Eger lazim be ku kesekî emirmezin dev ji ajotinê berde, bila em bînin ber çavê xwe ku ew xwe çawa hîs dike. Belkî ew difikire ku ew êdî ketiye qefesekê. Loma, hazir be ku alî wî bikî (Methelokên Silêman 17:17). Li bendê nebe ku ew ji te bixwaze ku tu wî bi erebeyê bibî cihekî, çimkî dibe ku ew fedî bike ku vêya ji te bixwaze. Belkî tu dikarî planekê çêkî ku tu wî bibî ba doktor, kirîn û firotinê, xizmet û civînan. Ji wî re bibêje ku tu ji dil hazir î ku alî wî bikî û bi wî re wextê derbas bikî (Romayî 1:11, 12).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne