MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 45
KILAM 111 Sebebên Dilxweşiya Me
Di Îşê Lênêrînê de Dilxweşiya Xwe Winda Neke
“Yên ku bi hêsirên çavan çandin, wê bi şahî bidirûn” (ZEBÛR 126:5).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku kesên ku li dost yan merivên xwe yên nexweş yan extiyar dinêrin dikarin li hemberî zehmetiyên xwe çi bikin ku ew dilxweşiya xwe winda nekin.
1-2. Yehowa kesên ku îşê lênêrînê dikin çawa dibîne? (Methelokên Silêman 19:17) (Li resiman jî binêre.)
BIRAYEKÎ Koreyî yê bi navê Jin-yeol wisa dibêje: “Ez û xanima min, 32 sal e em zewicî ne. Êdî pênc sal e ku ez li wê dinêrim. Ew bi nexweşiya Parkinson ketiye û lê zor tê ku bilive jî. Ez ji xanima xwe hez dikim û qîmetê didim wê, û li min xweş tê ku ez lê dinêrim. Şevê, ew di nivîneke xisûsî de radizê. Ez jî li kêleka wê radizêm, û em destê hev digirin.”
2 Gelo tu jî li kesekî dinêrî, mesela li dê yan bavê xwe, li jin yan mêrê xwe, li zarokê xwe yan li dostekî xwe? Ji ber ku tu ji wî hez dikî, tu dilxweş î ku tu dikarî alî wî bikî. Wekî din, ev yek ku tu lê dinêrî nîşan dide ku tu ji Yehowa hez dikî (1. Tîmotêyos 5:4, 8; Aqûb 1:27). Dîsa jî, dibe ku tu rastî hin zehmetiyan têyî, yên ku kesên din nabînin. Loma, tu belkî difikirî ku tu kes te fehm nake, çimkî ji rûyê te nayê dîtin ku dilê te çi qas tije ye (Zebûr 6:6). Lê belê, Yehowa derdên te rind dizane (li 2. Mûsa 3:7 jî binêre). Ew hêstirên te dibîne û qîmetê dide fedakariya te (Zebûr 56:8; 126:5). Ew her tiştê ku tu dikî ku alî dost yan merivê xweyî nexweş yan extiyar bikî, dibîne. Heta, Kitêba Pîroz nîşan dide ku ew xwe deyndarê te dibîne û soz dide ku te xelat bike (Methelokên Silêman 19:17 bixwîne).
Gelo tu li dost yan merivekî xwe dinêrî? (Li paragrafa 2yan binêre)
3. Gava Birahîm û Sarayê li Terah dinêrîn, dibe ku ew rastî çi zehmetiyan dihatin?
3 Kitêba Pîroz behsa çend kesan dike, yên ku li merivên xwe dinêrî. Ka mîsala Birahîm û Sarayê bîne ber çavê xwe. Gava ew ji bajarê Ûrê derketin, bavê wan Terah teqrîben 200 salî bû. Dîsa jî, Terah bi wan re çû bajarê Haranê. Ev rêwîtî teqrîben 960 kîlometre bû (1. Mûsa 11:31, 32). Birahîm û Sarayê bê guman ji Terah hez dikir, lê ka bifikire ku ji wan re çi qas zor bû ku lê binêrin, bi xisûsî di rêyê de. Bi îhtimaleke mezin, ew li ker yan deveyan siwar bûn, û dibe ku ev yek ji bo Terahê kal gelekî zor bû. Belê, halê Birahîm û Sarayê qet ne hêsan bû, û dibe ku ew carinan pir diwestiyan. Lê belê, Yehowa bê guman qewet dida wan ku ew mesûliyeta xwe bînin cih, û ewê destekê bide te jî (Zebûr 55:22).
4. Di vê meqaleyê de, emê li ser çi xeber bidin?
4 Gava tu li kesekî dinêrî, dilxweşî dikare alî te bike ku tu tehemul bikî (Methelokên Silêman 15:13). Jiyan çi qas zehmet be jî, tu dikarî dilxweş bimînî (Aqûb 1:2, 3). Gelo çawa? Ji Yehowa re dua bike ku bila ew alî te bike ku tu cesareta xwe winda nekî. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku tu dikarî çi bikî ku tu dilxweşiya xwe winda nekî. Wekî din, emê bibînin ku kesên din çawa dikarin ji te re bibin destek. Ewilî, bila em bibînin ku carinan çima zor e ku kesên ku li kesekî dinêrin, dilxweş bimînin.
ÎŞÊ LÊNÊRÎNÊ ÇAWA DIKARE SER DILXWEŞIYA TE TESÎR BIKE?
5. Çima muhîm e ku kesên ku îşê lênêrînê dikin dilxweş bimînin?
5 Eger kesên ku li dost yan merivên xwe dinêrin tim bala xwe bidin zehmetiyên vî îşî, îhtimal heye ku ew pir biwestin (Methelokên Silêman 24:10). Û gava ew westiyayî ne, dibe ku li wan zortir bê ku ew li kesê ku ew lê dinerêrin nazik û alîkar bin. Gelo çi dikare bibe sebeb ku kesek dilxweşiya xwe winda bike?
6. Hin kes çima bêhal dikevin?
6 Kesên ku li dost yan merivên xwe dinêrin dikarin bêhal bikevin. Xwişkeke bi navê Leah wisa dibêje: “Problem tune be jî, îşê lênêrînê pir zehmet e. Dawiya rojê, ez carinan ew qas bêtaqet dimînim ku ez nikarim cewabê bidim mesajan jî.” Li hinekan jî zor tê ku têra xwe îstirahetê bikin û xewa xwe bistînin. Xwişkeke bi navê Inés wisa dibêje: “Li min zor tê ku ez xewa xwe bistînim. Gelek caran, ez şevê her du saetan radibim ku li xwesûya xwe binêrim. Êdî çend sal e ku ez û zilamê min, em nikarin herin tetîlê.” Ji ber ku ew mecbûr in ku temamiya rojê li cem kesê nexweş yan extiyar bimînin, hin kes nikarin bi hevalên xwe re wextê derbas bikin yan di civatê de wezîfeyan qebûl bikin. Di netîceyê de, dibe ku ew xwe tenê û girtî hîs bikin.
7. Hin kes çima pir xemgîn in yan xwe sûcdar dikin?
7 Kesên ku li dost yan merivekî xwe dinêrin carinan pir xemgîn dibin yan xwe sûcdar dikin. Xwişkeke bi navê Jessica wisa dibêje: “Ez gelek caran difikirim ku gerek ez hê zêdetir bi bavê xwe eleqedar bim. Gava ez îstirahetê dikim, ez xwe xerab hîs dikim, qey ez yeke xwehez im.” Hin kes xwe sûcdar dikin ji ber ku ew carinan ji ber halê xwe diwestin, û ew difikirin ku gerek wan zêdetir destek bidaya kesê ku ew lê dinêrin. Hin kes jî bi kesê ku ew lê dinêrin hêrs dikevin û tiştekî tehl dibêjin, paşê jî poşman dibin (Aqûb 3:2). Hin kes, gava dost yan merivê wan nexweş dikeve û qeweta xwe winda dike, pir xemgîn dibin. Xwişkeke bi navê Barbara wisa dibêje: “Ji bo min pir zor e bibînim ku halê kesê ku ez jê hez dikim roj bi roj xerabtir dibe.”
8. Çi dikare qewetê bide kesê ku îşê lênêrînê dike?
8 Hin kesên ku li dost yan merivên xwe dinêrin difikirin ku tu kes keda wan nabîne. Gelo çima? Çimkî kesên ku ji ber ked û fedakariya wan pesnê wan didin û ji wan re spas dikin, hindik in. Lê belê, gava kesek ji wan re spas dike, ev yek dikare dilê wan xurt bike (1. Selanîkî 5:18). Xwişkeke bi navê Melissa wisa dibêje: “Carinan, ez aciz dibim û digirîm. Lê gava kesên ku ez li wan dinêrim ji min re dibêjin: ‘Xwedê ji te razî be’, ez pir şa dibim. Gotinên wisa alî min dikin ku ez her roj bi dil û can hazir bim ku li wan binêrim.” Birayekî bi navê Ahmadu û jina wî li xwarziya jina wî dinêrin, a ku bi epîlepsî nexweş e û li cem wan dimîne. Gava keçik ji Ahmadu û jina wî re spas dike, ew pir şa dibin. Birayê me wisa dibêje: “Ew belkî fehm nake ku ji me re çi qas zehmet e ku em lê binêrin, lê gava ew ji me re spas dike yan dinivîse, ‘Ez ji we hez dikim’, dilê min pir şa dibe.”
TU ÇAWA DIKARÎ DILXWEŞ BIMÎNÎ?
9. Kesekî ku li dost yan merivekî xwe dinêre çawa dikare nîşan bide ku ew hedê xwe dizane?
9 Maqûl be (Filîpî 4:5). Helbet sînorên wext û qeweta me hemûyan hene. Loma, gerek tu maqûl bî û qerarê bidî ku tu dikarî çi bikî û çi na. Ev yek normal e! Eger kesên din bixwazin alî te bikin, teklîfa wan qebûl bike. Birayekî bi navê Jay wisa dibêje: “Mirov nikare her tiştî bike. Ji bo ku mirov dilxweşiya xwe winda neke, lazim e ku ew sînorên xwe bizane û xwe li wan bigire.”
10. Çima lazim e ku kesên ku li dost yan merivekî xwe dinêrin fehmdar bin? (Methelokên Silêman 19:11)
10 Fehmdar be (Methelokên Silêman 19:11 bixwîne). Eger tu fehm bikî ku kesê ku tu lê dinêrî çima bi awayekî ecêb xeber dide yan hereket dike, ev yek wê alî te bike ku tu sakîn bimînî. Hin nexweşiyên kronîk dikarin bibin sebeb ku kesek wisa bike (Waiz 7:7). Mesela, ji ber nexweşiya xwe, kesekî ku bi normalî nazik û dilovan e dikare bibe yekî şerok. Yan jî, dibe ku ew pir gazinên xwe bike û bi tu tiştî ne razî be. Eger tu destekê didî kesekî ku giran nexweş e, wê belkî bifeyde be ku tu di heqê nexweşiya wî de zêdetir melûmatê bistînî. Eger tu nexweşiya wî rind fehm bikî, tuyê belkî pê derxî ku sebebên hal û hereketên wî ne bi şexsiyeta wî ve, lê bi nexweşiya wî ve girêdayî ne (Methelokên Silêman 14:29).
11. Gerek kesên ku li dost yan merivên xwe dinêrin her roj çi bikin? (Zebûr 132:4, 5)
11 Dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bike. Car caran belkî lazim e ku tu dev ji hin îşan berdî ku tu bikarî bala xwe bidî “tiştên hê muhîmtir” (Filîpî 1:10). Yek ji van “tiştên hê muhîmtir” ev e ku tu dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikî. Dawid Padîşah mirovekî pir mijûl bû, lê dîsa jî, wî herî zêde bala xwe dida îbadeta Yehowa (Zebûr 132:4, 5 bixwîne). Ji bo te jî muhîm e ku tu her roj dua bikî û Kitêba Pîroz bixwînî. Xwişkeke bi navê Elisha dibêje: “Gava ez dua dikim û li ser gotinên xweş ên kitêba Zebûrê kûr difikirim, ev yek alî min dike ku ez dilxweşiya xwe winda nekim. Tiştê ku herî zêde qewetê dide min, dua ye. Ji bo ku ez sakîn bimînim, ez di rojê de gelek caran ji Yehowa re dua dikim.”
12. Çima lazim e ku kesên ku li dost yan merivên xwe dinêrin bi siheta xwe jî eleqedar bin?
12 Bi siheta xwe eleqedar be. Ji bo kesên ku pir mijûl in carinan zor e ku ew ji xwe re xwarinên baş hazir bikin. Lê belê, xwarinên bifeyde û spor ji bo siheta ruh û bedenê pir muhîm in. Loma, wexta te her çi qas hindik be jî, xwarinên baş û sporê îhmal neke (Efesî 5:15, 16). Wekî din, xîret bike ku tu xewa xwe bistînî (Waiz 4:6). Lêkolîneran dîtiye ku bi saya xewê, hêsantir e ku toksîn ji mêjiyê me derkevin. Li gor meqaleyeke tibî, gava mirov xewa xwe distîne, ev yek dikare xeman kêmtir bike û alî mirov bike ku ew di bin stresê de sakîn bimîne. Ji xeynî vê, carinan lazim e ku tu ji bo kêfa xwe wextê veqetînî (Waiz 8:15). Xwişkeke ku li merivekî xwe dinêre dibêje ku çi alî wê dike ku ew dilxweşiya xwe winda neke: “Gava dinya xweş e, ez derdikevim ber tavê. Ez herî kêm her meh rojek bi hevaleke xwe re kêfê dikim.”
13. Çima baş e ku mirov bikene? (Methelokên Silêman 17:22)
13 Gava tiştên ecêb çêdibin jî, bikene (Methelokên Silêman 17:22 bixwîne; Waiz 3:1, 4). Ji bo siheta ruh û bedenê, kenîn bifeyde ye. Gava tu li kesekî dinêrî, tiştên nehêvîkirî gelek caran çêdibin. Lê eger tu tiştên wisa bi zêdeyî cidî negirî, lê li ser wan bikenî, wê ji bo te hêsantir be ku tu tehemul bikî. Wekî din, eger tu bi kesê ku tu lê dinêrî re bikenî, ev yek dikare alî we bike ku hûn nêzîktirî hev bibin.
14. Wê çima baş be ku tu dilê xwe ji dostekî xwe re vekî?
14 Dilê xwe ji dostekî xwe re veke. Tu çi qas xîret bikî jî, dibe ku tu carinan di bin barê xwe de qey difetisî. Gava wisa dibe, dilê xwe ji dostekî xwe re veke, yê ku hazir e ku guh bide te bêyî ku te sûcdar bike (Methelokên Silêman 17:17). Ev yek ku ew guh dide te û gotinên wî yên teselîdar dikarin alî te bikin ku tu dilxweşiya xwe winda nekî (Methelokên Silêman 12:25).
15. Fikirîna li ser sozên Xwedê çawa dikare dilê te xweş bike?
15 Xeyal bike ku li Cenetê, jiyana we wê çawa be. Gava Yehowa însanên pêşîn xuliqandibûn, armanca wî ne ew bû ku însan li kesên nexweş yan extiyar binêrin (2. Korîntî 4:16-18). “Jiyana rastîn” hê li pêşiya me ye, û wê demê, îşê lênêrînê wê êdî ne lazim be (1. Tîmotêyos 6:19, jêrenot). Bi dost yan merivê xwe re li ser vê yekê sohbetê bikin ku hûnê li Cenetê çi bikin. Ev yek dikare dilê te pir xweş bike (Îşaya 33:24; 65:21). Xwişkeke bi navê Heather wisa dibêje: “Ez gelek caran ji kesên ku ez li wan dinêrim re dibêjim ku wext nêzîk e ku emê bi hev re dirûnê bikin, birevin û li bisîkletê siwar bin. Emê ji bo kesên ku ji mirinê bên rakirin nên bipêjin û xwarinê hazir bikin. Bi hev re, em ji Yehowa re ji bo sozên wî spas dikin.”
KESÊN DIN ÇAWA DIKARIN DESTEKÊ BIDIN?
16. Em çawa dikarin destekê bidin xwişk û birayên ku li kesekî dinêrin? (Li resim jî binêre.)
16 Alî xwişk û birayên ku li dost yan merivên xwe dinêrin bike ku ew carinan îstirahetê bikin. Em gişt dikarin teklîf bikin ku bi kesê nexweş yan extiyar re wextê derbas bikin. Ev yek wê barê kesê ku lê dinêre siviktir bike û fersendê bide wî ku ew karên xwe yên şexsî bike (Galatî 6:2). Ji bo vê armancê, hin mizgînvan bernameyeke heftane çêdikin. Xwişkeke bi navê Natalya, ya ku li zilamê xweyî felcbûyî dinêre, wisa dibêje: “Her hefte carek yan du caran birayekî ji civata me tê mala me ku bi zilamê min re wextê derbas bike. Ew bi hev re xizmetê dikin, sohbetê dikin û li fîlman temaşe dikin. Ev yek hem li zilamê min pir xweş tê hem jî fersendê dide min ku ez bi hewcedariyên xwe eleqedar bibim, mesela ku ez ji malê derkevim û hinek ji xwe re bigerim.” Wekî din, em belkî dikarin teklîf bikin ku em şevê li cem kesê nexweş yan extiyar bimînin, da ku kesê ku lê dinêre bikare şevê razê.
Gelo tu çawa dikarî alî kesekî bikî, yê ku li kesekî nexweş yan extiyar dinêre? (Li paragrafa 16an binêre)a
17. Di dema civînan de, em çawa dikarin destekê bidin kesên ku li dost yan merivên xwe dinêrin?
17 Di dema civînan de, destekê bide kesên ku li dost yan merivên xwe dinêrin. Ji bo kesên ku îşê lênêrînê dikin carinan zor e ku ji civîn û komcivînan feydeyê bistînin, çimkî ew tim bi kesê nexweş yan extiyar re mijûl in. Em dikarin teklîf bikin ku em li civînan herî kêm ji bo demekê li cem kesên nexweş yan extiyar rûnin. Eger kesê nexweş yan extiyar tim li malê dimîne, em belkî dikarin herin mala wî û bi wî re bi destê înternetê guh bidin civînê, da ku kesê ku lê dinêre bikare here civînê.
18. Wekî din, em dikarin ji bo kesên ku li dost yan merivên xwe dinêrin çi bikin?
18 Pesnê kesên ku îşê lênêrînê dikin bide û ji bo wan dua bike. Rîspî gerek dilê xwişk û birayên ku li kesekî nexweş yan extiyar dinêrin bi dewamî xurt bikin (Methelokên Silêman 27:23). Wekî din, hal û rewşa me her çi be jî, em gişt dikarin pesnê wan bidin û ji Yehowa rica bikin ku bila ew qewetê bide wan û alî wan bike ku ew dilxweşiya xwe winda nekin (2. Korîntî 1:11).
19. Em li benda çi ne?
19 Di demeke nêzîk de, Yehowa wê hemû hêstiran ji çavên mirovan paqij bike. Nexweşî û mirin wê êdî tune bin (Peyxam 21:3, 4). Kesên seqet wê “wekî xezalê” baz bidin (Îşaya 35:5, 6). “Tiştên berê”, mesela netîceyên xerab ên kal û pîrbûnê, wê êdî “neyên bibîranîn” (Îşaya 65:17). Lê îro jî, heta ku ev sozên Yehowa bên cih, ewê me tu caran terk neke. Eger em xwe bispêrin wî, ewê alî me bike ku em “bikarin bi sebir û bi kêfxweşî tehemul bikin” (Kolosî 1:11).
KILAM 155 Dilxweşiya Heta bi Hetayê
a RESIM: Du xwişkên ciwan diçin ba xwişkeke emirmezin ku xwişka ku lê dinêre bikare hinek ji malê derkeve.