MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 40
KILAM 111 Sebebên Dilxweşiya Me
Yehowa – “Çavkaniya Kêfxweşî û Dilxweşiya” Me
“[Ezê] herim Xwedayê ku çavkaniya kêfxweşî û dilxweşiya min e” (ZEBÛR 43:4, KP).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku çi dikare dilxweşiya me xera bike û eger em dilxweşiya xwe winda bikin, em çawa dikarin wê dîsa bi dest bixin.
1-2. (a) Îro, halê gelek kesan çawa ye? (b) Di vê meqaleyê de, emê li ser çi xeber bidin?
ÎRO gelek însan pir xîret dikin ku dilxweş bin, lê dîsa jî, ew dilxweş nînin. Gelek kes xemgîn in û difikirin ku ewê dilxweşiya rastîn tu caran bi dest nexin. Em her çi qas xizmetkarên Yehowa ne jî, dibe ku em jî xwe wisa hîs bikin, çimkî em “di rojên dawîn de” ne, û em dizanin ku kul û derdên me jî wê hebin (2. Tîmotêyos 3:1).
2 Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku çi dikare dilxweşiya me xera bike û eger em dilxweşiya xwe winda bikin, em çawa dikarin wê dîsa bi dest bixin. Lê ewilî, gerek em fehm bikin ku kêfxweşî û dilxweşiya rastîn ji ku tê.
ÇAVKANIYA KÊFXWEŞÎ Û DILXWEŞIYA RASTÎN
3. Tebîet di heqê Yehowa de çi nîşan dide? (Li resiman jî binêre.)
3 Yehowa tim dilxweş e, û ew dixwaze ku em jî kêfxweş û dilxweş bin. Jixwe, dilxweşiya wî ji tebîetê tê dîtin, mesela ji xweşikiya deşt û çiyayan, ji rengên xweş ên kulîlk û heywanan û ji xwarinên tehmxweş. Belê, Xwedê ji me hez dike û dixwaze ku em ji jiyanê kêfê bistînin.
Fîlê biçûk: Resim © Romi Gamit/Shutterstock; pêngwînên biçûk: Vladîmîr Sêlîvêrstov/500px bi navgîniya Getty Images; karik: Rîta Koçmarjova/stock.adobe.com; masiyên Ûnis: georgeclerk/E+ bi navgîniya Getty Images
Hereketên komîk ên heywanan kêfxweşiya Yehowa nîşan didin (Li paragrafa 3yan binêre)
4. (a) Madem ku Yehowa kul û derdên însanan dibîne, ew çima dilxweşiya xwe winda nake? (b) Yehowa çi dide me? (Zebûr 16:11)
4 Yehowa hemû kul û derdên însanan dibîne, û ji ber wan, ew helbet xemgîn e. Dîsa jî, Kitêba Pîroz dibêje ku ew “Xwedayê dilxweş” e (1. Tîmotêyos 1:11). Gelo Yehowa dilxweşiya xwe çima winda nake? Yek ji sebeban ev e ku wî rojek hilbijartiye ku hemû kul û derdan heta hetayê ji holê rake. Heta wê demê, Yehowa hazir e ku alî me bike. Gelo çawa? Mesela, ew dilxweşiyê dide me. Kitêba Pîroz di heqê wî de wisa dibêje: “Tu rêya jiyanê xuyayî min dikî, li hizûra te kêfxweşiya zêde heye; ji destê te yê rastê dilxweşî kêm nabe” (Zebûr 16:11, KP). Ka em binêrin ku dilxweşiya Yehowa çawa ser Îsa Mesîh tesîr dike.
5-6. Îsa Mesîh çima dilxweş e?
5 Ji her kesê ku Yehowa xuliqandiye, yê herî dilxweş, Îsa Mesîh e. Gelo çima? Du sebebên muhîm hene: (1) “Ew sûretê Xwedayê ku nayê dîtin e”, loma şexsiyeta wî ji her aliyî ve dişibe şexsiyeta Xwedê (Kolosî 1:15; 1. Tîmotêyos 6:15). (2) Îsa Mesîh wexta xwe herî zêde li cem Bavê xwe, yê ku çavkaniya dilxweşiyê ye, derbas kiriye.
6 Îsa Mesîh ji pêkanîna daxwaza Xwedê kêfê distîne (Methelokên Silêman 8:30, 31; Yûhena 8:29). Ji ber ku ew yekî dilsoz e, Yehowa ji wî razî ye (Meta 3:17).
7. Em çawa dikarin dilxweşiya rastîn bibînin?
7 Ji bo ku em dilxweşiya rastîn bibînin, gerek em nêzîktirî Yehowa bibin, ê ku çavkaniya dilxweşiyê ye. Her ku em di heqê Yehowa de zêdetir hîn dibin û wî ji xwe re emsal digirin, em dilxweştir dibin. Wekî din, gava em daxwaza Xwedê pêk tînin û dizanin ku ew ji me razî ye, em dilxweş dibina (Zebûr 33:12). Lê eger em dilxweşiya xwe car caran winda dikin, gelo ev yek tê maneya ku Xwedê ji me ne razî ye? Na. Ji ber ku em qisûrdar in, em carinan êşê dikişînin, xemgîn dibin yan dikevin depresyonê, û Yehowa ji halê me rind fehm dike (Zebûr 103:14). Ka em binêrin ku çi dikare dilxweşiya me xera bike û em çawa dikarin dilxweşiya xwe ji nû ve bi dest bixin.
BILA TU TIŞT DILXWEŞIYA TE XERA NEKE
8. Derdên jiyanê çawa dikarin ser me tesîr bikin?
8 Derdên jiyanê. Gelo tu ji ber zilm û zordarî, felaketeke tebîetê, feqîrî, nexweşî yan kal û pîrbûnê tengasiyê dikişînî? Bi xisûsî rewşên ku ne di destê me de ne dikarin dilxweşiya me xera bikin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Dilê kul rih diperçiqîne” (Methelokên Silêman 15:13). Rîspiyekî bi navê Babîs, ê ku di hundirê çar salan de hem birayê xwe hem jî dê û bavê xwe winda kirin, wisa dibêje: “Min xwe bêkes û bêçare hîs dikir. Carinan, ez xemgîn dibim ji ber ku ez pir mijûl bûm û min nikaribû berî mirina dê û bavê xwe û birayê xwe bi wan re zêdetir wextê derbas bikim.” Belê, derdên jiyanê bi rastî jî dikarin me biwestînin û cesareta me bişikînin.
9. Çi dikare alî me bike ku em dilxweşiya xwe dîsa bi dest bixin? (Yêremya 29:4-7, 10)
9 Çi dikare alî me bike ku em dilxweşiya xwe dîsa bi dest bixin? Ji bo vê, gerek em li ser tiştên ku ne di destê me de ne bi zêdeyî xeman nekişînin û ji bo tiştên ku li ba me hene, şikirdar bin. Fikra dinyayê ev e ku ji bo ku em dilxweş bin, lazim e ku hemû şert û mercên me bêqisûr bin. Lê ev yek ne rast e. Mesela, gava Cihû li Babîlê sirgûn bûn, Yehowa ji wan re got ku bila ew halê xwe qebûl bikin û çi ji destê wan tê bikin ku hînî rewşa xwe ya nû bibin (Yêremya 29:4-7, 10 bixwîne). Ji serpêhatiya wan, em dikarin çi dersê bistînin? Şert û mercên xwe qebûl bike û ji bo tiştên baş, ên ku li ba te hene, şikirdar be. Ji bîr neke ku Yehowa wê destekê bide te (Zebûr 63:7; 146:5). Xwişka me Efî, ya ku ji ber qezayekê felc ma, wisa dibêje: “Yehowa, civat û malbata min pir alî min kiriye û destek daye min. Loma, min nedixwest nankor bim û destê xwe daxim. Min dixwest nîşanî Yehowa û xwişk û birayan bidim ku ez ji bo alîkariya wan şikirdar im.”
10. Em çawa dikarin li hemberî probleman dilxweş bimînin?
10 Gava problemên me hene yan gava tiştên xerab tên serê me yan malbata me, em dîsa jî dikarin dilxweş bimînin (Zebûr 126:5). Gelo çima? Çimkî dilxweşiya me bi şert û mercên me ve girêdayî nîne. Pêşengeke bi navê Marîa wisa dibêje: “Gava em rastî probleman tên, ev yek ku em dilxweş dimînin nayê maneya ku em hîsên xwe di xwe de dikujin. Lê belê, ev yek tê maneya ku me sozên Yehowa ji bîr nekirine. Bavê me wê alî me bike ku em dilxweşiya xwe biparêzin.” Ji bîr neke, problemên me çi qas giran bin jî, ew tenê ji bo demekê ne, wek şopên ku kesek li kêleka behrê dihêle. Pir wext derbas nabe ku ava behrê wan dişo û dibe.
11. Serpêhatiya Pawlosê şandî dilê te çawa xurt dike?
11 Eger em ji ber problemên xwe meraq bikin ka me rizaya Yehowa winda kiriye, bila em serpêhatiyên xizmetkarên Yehowa, yên ku rastî tengasiyên giran hatibûn, bînin bîra xwe. Mesela, serpêhatiya Pawlos bîne ber çavê xwe. Ew ji aliyê Îsa Mesîh ve hatibû hilbijartin ku rastiyê bigihîne “hem miletên din, hem padîşahan, hem jî xelkê Îsraîl” (Karên Şandiyan 9:15). Çi îmtiyazeke mezin! Dîsa jî, jiyana Pawlos ne bê xem û derdan bû (2. Korîntî 11:23-27). Gelo tengasiyên mezin, ên ku Pawlos rastî wan dihatin, nîşan dida ku Yehowa êdî ji wî ne razî ye? Helbet na. Bi eslê xwe, tehemula wî nîşan dida ku kerema Yehowa li ser wî ye! (Romayî 5:3-5). Niha halê xwe bîne ber çavê xwe. Li hemberî tengasiyan, tu bi dilsozî tehemul dikî. Loma, tu jî dikarî bawer bî ku Yehowa ji te razî ye.
12. Hêviya ku nayê cih çawa dikare dilxweşiya me xera bike?
12 Hedefên ku em nikarin bigihîjin wan (Methelokên Silêman 13:12). Ji ber ku em ji Yehowa hez dikin û jê re şikirdar in, em ji xwe re hedefan datînin ku xizmeta xwe berfirehtir bikin. Lê belê, eger hedefên me ne li gor şert û mercên me bin, dibe ku em nikaribin bigihîjin wan û ji ber vê yekê cesareta xwe winda bikin (Methelokên Silêman 17:22). Pêşengeke bi navê Holly wisa dibêje: “Min dixwest herim Kursa ji bo Mizgînvanên Padîşahiyê, li welatekî din xizmet bikim yan di projeya avakirinê ya Ramapoyê de kar bikim. Lê belê, şertên min guherîn, û min êdî nikaribû wan hedefan ji xwe re deynim. Ez xeyalşikestî bûm. Bi rastî jî, gava em dixwazin gelek tiştan bikin, lê nikarin bikin, em pir aciz dibin.” Gelek kesên ku nikarin li gor dilê xwe ji Yehowa re xizmet bikin xwe wisa hîs dikin.
13. Eger em ji ber şert û mercên xwe nikarin her tiştî li gor dilê xwe bikin, em dikarin ji xwe re çi cure hedefan deynin?
13 Çi dikare alî me bike ku em dilxweşiya xwe dîsa bi dest bixin? Bîne bîra xwe ku Yehowa gelek tiştan ji me naxwaze. Wekî din, ew qîmeta me li ser esasê serkeftinên me yên xizmetê hesab nake. Yehowa dixwaze ku em hedê xwe bizanin û dilsoz bin (Mîka 6:8; 1. Korîntî 4:2). Ji bo wî, tiştê herî muhîm ev e ku em mirovên çawa ne, ne ev e ku em çi dikin yan çi nakin. Loma, madem ku Yehowa li hemberî me maqûl e, gerek em jî li hemberî xwe maqûl bin. Eger şert û mercên me îznê nadin ku em xizmeta xwe li gor dilê xwe berfirehtir bikin, bila em bala xwe bidin hedefên din, ên ku em dikarin bigihîjin wan. Mesela, gelo em dikarin ji xwe re bikin hedef ku em di civatê de alî ciwanekî yan kesekî extiyar bikin? Gelo em dikarin rû bi rû, bi telefonê yan bi mesajekê dilê kesekî xurt bikin? Eger em xîret bikin ku bigihîjin hedefên wisa, Yehowa wê dilxweşiya me zêde bike. Wekî din, ji bîr neke ku dinyaya nû nêzîk e. Wê demê, emê bikarin ji Yehowa re zêdetir xizmet bikin. Holly wisa dibêje: “Ez ji xwe re dibêjim: ‘Li ber min jiyana herheyî heye.’ Di dinyaya nû de, ezê êdî bikarim bigihîjim hin hedefên xwe.”
14. Wekî din, çi dikare dilxweşiya me xera bike?
14 Mijûlbûna bi kêf û mal û milk. Li ser medyaya sosyal, carinan wisa xuya dike qey mirov dilxweş in ji ber ku gelek îmkanên wan hene. Loma, gelek mirov tim dixwazin ji xwe re tiştên nû bikirin, bi hobiyên xwe mijûl bin û welat welat bigerin. Helbet ne xerab e ku mirov bi tiştên wisa eleqedar be. Yehowa em wisa çêkirine ku em ji mijûliyên xweş kêfê bistînin. Lê belê, gelek kesan bi zeman re dît ku tiştên wisa dilxweşiya rastîn naynin. Pêşengeke bi navê Êva wisa dibêje: “Gava mirov herî zêde bala xwe dide kêfa xwe, ew tu caran têr nabe.” Ji ber vê yekê, kesên ku tenê bi kêfa xwe yan bi mal û milk mijûl in, di netîceyê de xemgîn dibin.
15. Em dikarin ji Silêman Padîşah çi dersê bistînin?
15 Serpêhatiya Silêman Padîşah bala me dikişîne ser netîceyên xerab ên mijûlbûna bi kêf û mal û milk. Silêman difikirî ku bi saya xwarinên tehmxweş, muzîka xweş û mal û milk, ewê dilxweşiyê bistîne. Lê belê, wisa derneket. Wî got: “Çav bi dîtinê têr nabe, guh bi bihîstinê tije nabe” (Waiz 1:8; 2:1-11). Fikra dinyayê ya li ser çavkaniya dilxweşiya rastîn dişibe pereyê sexte – wek tiştekî biqîmet xuya dike, lê paşê dibe sebebê xeyalşikestîbûnê.
16. Ji bo ku em dilxweş bin, çima muhîm e ku em destvekirî bin? (Li resiman jî binêre.)
16 Çi dikare alî me bike ku em dilxweşiya xwe dîsa bi dest bixin? Îsa Mesîh gotibû ku “dilxweşiya dayînê ji ya standinê mezintir e” (Karên Şandiyan 20:35). Rîspiyekî bi navê Alêkos wisa dibêje: “Çi qas ji destê min tê, ez xîret dikim ku xêrê li kesên din bikim. Gava ez alî mirovan dikim, ez bi zêdeyî li ser xwestekên xwe nafikirim, û ez dilxweş dibim.” Gelo tu dikarî ji bo kesên din çi bikî? Eger tu dibînî ku kesek tengasiyê dikişîne, dilê wî xurt bike. Belkî tu nikarî problema wî bi temamî hel bikî, lê dîsa jî, bi vê yekê ku tu dilrehm bî, rind guh bidî wî û bînî bîra wî ku bila ew barê xwe ji Yehowa re bihêle, tu dikarî dilê wî rehet bikî (Zebûr 55:22; 68:19). Wekî din, tu dikarî bînî bîra wî ku Yehowa ew tenê nehiştiye (Zebûr 37:28; Îşaya 59:1). Ji bo ku kêfa wî bê cih, belkî tu dikarî jê re xwarinê hazir bikî, wî li derve bigerînî yan bi wî re derkevî xizmetê. Fersendê bide Yehowa ku ew mirovan bi destê te teşwîq bike. Eger em herî zêde bala xwe bidin kesên din, emê dilxweşiya rastîn bi dest bixin (Methelokên Silêman 11:25).
Li şûna ku tu herî zêde bala xwe bidî xwestekên xwe, bala xwe bide hewcedariyên kesên din (Li paragrafa 16an binêre)b
17. Dilxweşiya me çawa bi Yehowa ve girêdayî ye? (Zebûr 43:4)
17 Ji bo ku em dilxweşiya rastîn bi dest bixin, gerek em tim xîret bikin ku nêzîktirî Bavê xweyî ezmanî bibin. Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa “çavkaniya kêfxweşî û dilxweşiya” me ye (Zebûr 43:4 ji wergera KP bixwîne). Loma, çi dibe bila bibe, ne lazim e ku em xeman bikişînin. Bila em tim nêzîkî Yehowa bimînin, ê ku çavkaniya dilxweşiya me ye! (Zebûr 144:15).
KILAM 155 Dilxweşiya Heta bi Hetayê
a Li çarçoveya “Dilxweşiya Rastîn ji Yehowa Tê” binêre.
b RESIM: Xwişkek ji xwe re gelek tiştan dikire. Lê belê, gava ew diçe mala xwişkeke emirmezin, kulîlkan dide wê û wê teşwîq dike, ew hê dilxweştir dibe.