MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 26
KILAM 123 Guh Bide Rêberiya Xwedê
Bi Dilnizmî Qebûl Bike ku Tu Her Tiştî Nizanî
“Çi qas kûr in hîkmet û zanîna wî! Ma kî dikare hukmên wî fehm bike, û kî dikare rêyên wî bizane?” (ROMAYÎ 11:33)
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Her çi qas em her tiştî nizanin jî, eger em bala xwe bidin tiştên ku em dizanin û xwe bispêrin Yehowa, em dikarin li hemberî tengasiyan sebir bikin.
1. Yehowa em çawa çêkirine, û çima?
ÎNSAN dikare bifikire, tiştên nû hîn bibe û li gor tiştên ku ew hîn dibe, hereket bike. Gelo Yehowa em çima wisa çêkirine? Çimkî ew dixwaze ku em ‘zanîna wî’ bibînin û ‘bi aqlê xwe ji wî re xizmet bikin’ (Methelokên Silêman 2:1-5; Romayî 12:1).
2. (a) Gerek em çi qebûl bikin? (Romayî 11:33) (Li resim jî binêre). (b) Çima muhîm e ku em fehm bikin ku em her tiştî nizanin?
2 Her çi qas ji destê me tê ku em tiştên nû hîn bibin jî, em her tiştî nizanin (Romayî 11:33 bixwîne). Ka bala xwe bide serpêhatiya Eyûb. Bi destê çend pirsan, Yehowa nîşanî Eyûb da ku zanîna wî çi qas kêm e. Bi saya vê sohbetê, Eyûb fehm kir ku gerek ew dilnizm be û nêrîna xwe serrast bike (Eyûb 42:3-6). Eger em jî bi dilnizmî qebûl bikin ku em her tiştî nizanin, emê bawer bin ku Yehowa wê tiştên ku lazim e ku em bizanibin, ji me re eşkere bike, da ku em bikarin qerarên baş bidin (Methelokên Silêman 2:6).
Wek Eyûb, bila em jî qebûl bikin ku em her tiştî nizanin (Li paragrafa 2yan binêre)
3. Di vê meqaleyê de, emê li ser çi xeber bidin?
3 Di vê meqaleyê de, emê li ser hin tiştên ku em nizanin, xeber bidin, û emê bibînin ku carinan, ev yek çima ji bo me zor e. Wekî din, emê bibînin ku çima baş e ku em hin tiştan nizanin. Ev yek wê baweriya me xurttir bike ku Yehowa, yê ku “zanîna wî kamil e”, wê tiştên ku lazim e ku em bizanibin, ji me re bide zanîn (Eyûb 37:16).
EM NIZANIN KU DAWÎ WÊ KENGÊ BÊ
4. Li gor Meta 24:36, em çi nizanin?
4 Meta 24:36 bixwîne. Em nizanin ku dawiya vê dinyayê wê kengê bê. Heta, gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî jî nizanibû ku “ew roj û saet wê kengê be”.a Paşê, wî ji şandiyên xwe re got ku Yehowa bi tena serê xwe qerarê dide ku hin tişt gerek kengê çêbin (Karên Şandiyan 1:6, 7). Yehowa qerar daye ku dawiya vê dinyayê wê kengê bê, lê em nikarin wê rojê hesab bikin.
5. Ev yek ku em nizanin ku dawî wê kengê bê çawa dikare ser me tesîr bike?
5 Ji gotinên Îsa Mesîh eşkere ye ku em nizanin ka gerek em çi qas li bendê bisekinin heta ku dawî bê. Ji ber vê yekê, dibe ku em sebir û cesareta xwe winda bikin, bi xisûsî eger êdî gelek sal e ku em li benda wê rojê ne. Yan jî, belkî ji bo me zehmet e ku em li hemberî qerfên merivên xwe yan mirovên din sebir bikin (2. Petrûs 3:3, 4). Dibe ku em bifikirin ku eger me bizanibûya ku dawî wê kengê bê, wê ji bo me hêsantir bûya ku em sebir bikin.
6. Çima baş e ku em nizanin ku dawî wê kengê bê?
6 Ji ber ku Yehowa ji me re eşkere nekiriye ku dawî wê kengê bê, fersenda me heye ku em nîşan bidin ku em ji wî re xizmet dikin ji ber ku em ji wî hez dikin û xwe dispêrin wî. Em dixwazin ne tenê heta dawiya vê dinyayê, lê heta hetayê ji Yehowa re xizmet bikin. Ji ber vê yekê, li şûna ku em herî zêde bala xwe bidin vê yekê ku “Roja Xwedê” wê kengê bê, bila em bala xwe bidin tiştên baş, ên ku wê piştî wê rojê çêbin. Ev yek wê alî me bike ku em nêzîktirî Xwedê bibin û çi ji destê me tê bikin ku dilê wî xweş bikin (2. Petrûs 3:11, 12, Mizgînî).
7. Em çi dizanin?
7 Bila em ji bîr nekin ku em çi dizanin. Mesela, em dizanin ku rojên dawîn di sala 1914an de dest pê kir. Bi destê Kitêba Pîroz, Yehowa ji berê ve nîşanî me dabû ku rojên dawîn wê di wê salê de dest pê bikin û piştî vê, halê dinyayê wê çawa be. Loma, em bawer in ku “roja mezin a Xudan nêzîk e” (Tsêfanya 1:14). Wekî din, em dizanin ku Yehowa dixwaze ku em “mizgîniya Padîşahiyê” belav bikin (Meta 24:14). Ev mizgînî îro li teqrîben 240 welat û herêmî bi zêdetirî 1.000 zimanî tê belavkirin. Ji bo ku em vî karî bi dil û can bînin cih, ne lazim ku em ‘roj û saetê’ bizanin.
EM NIZANIN KU YEHOWA WÊ ÇAWA ALÎ ME BIKE
8. “Karê Xwedê” tê çi maneyê? (Waiz 11:5)
8 Carinan, em “karê Xwedê” nizanin (Waiz 11:5 bixwîne). “Karê Xwedê” tê maneya hem tiştên ku Yehowa bi xwe dike hem jî tiştên ku ew îznê dide ku çêbin. Em tam nizanin ku Yehowa çima îznê dide ku hin tişt çêbin, û em tam nizanin ku ewê çawa alî me bike (Zebûr 37:5). Karê Xwedê dişibe mezinbûna zarokekî di zikê diya xwe de. Heta îro jî, zanyar tam nizanin ku zarok çawa mezin dibe. Mîna vê, em jî tam nizanin ku Xwedê wê çawa alî me bike.
9. Ji ber ku em nizanin ku Yehowa wê çawa alî me bike, dibe ku em rastî çi zehmetiyan bên?
9 Ji ber ku em nizanin ku Yehowa wê çawa alî me bike, dibe ku em bitirsin ku hin qeraran bidin. Mesela, dibe ku em nizanin ka fikreke baş be yan na ku em jiyana xwe sadetir bikin yan herin cihekî ku mizgînvan li wê derê hindik in. Yan jî, gava em nagihîjin hedefên xwe yên ji bo xizmetê, gava em di xizmetê de netîceyên baş bi dest naxin yan gava em di projeyeke teşkîlatê de rastî astengan tên, dibe ku em meraq bikin ka Yehowa ji me razî ye yan na.
10. Ji ber ku em nizanin ku Yehowa wê çawa alî me bike, gerek em kîjan sifetên muhîm bi pêş bixin?
10 Ev yek ku em nizanin ku Yehowa wê çawa alî me bike nîşan dide ku gerek em dilnizm bin û hedê xwe bizanin, çimkî fikir û rêyên Yehowa ji yên me bilindtir in (Îşaya 55:8, 9). Wekî din, ev yek nîşanî me dide ku gerek em xwe zêdetir bispêrin Yehowa û bawer bin ku ewê bi awayê herî baş li me xwedî derkeve. Îcar, gava em di xizmetê de yan di projeyeke teşkîlatê de netîceyên baş bi dest dixin, emê pesnê Yehowa bidin (Zebûr 127:1; 1. Korîntî 3:7). Gava meseleyek ne li gor dilê me çêdibe, gerek em bînin bîra xwe ku her tişt di bin kontrola Yehowa de ye (Îşaya 26:12). Loma, bila em çi ji destê me tê bikin û bawer bin ku Yehowa wê alî me bike. Eger ew ji bo me mucîzeyan çêneke jî, em bawer in ku ewê rêberiya me bike (Karên Şandiyan 16:6-10).
11. Em kîjan tiştên muhîm dizanin?
11 Em dizanin ku Yehowa tim dilovan, adil û bihîkmet e. Wekî din, em dizanin ku ew qîmetê dide karê ku em ji bo wî û ji bo xwişk û birayan dikin. Û em dizanin ku Yehowa kesên dilsoz xelat dike (Îbranî 11:6).
EM NIZANIN KU SIBÊ ÇI WÊ ÇÊBE
12. Li gor Aqûb 4:13, 14, em çi nizanin?
12 Aqûb 4:13, 14 bixwîne. Tu kes nizane ku sibê çi wê çêbe. Li vê dinyayê, “wext û tiştên nehêvîkirî dikarin bên serê her kesî” (Waiz 9:11, NWT). Ji ber vê yekê, em nizanin ku planên me wê serkeftî bin yan na. Heta, em nizanin ka emê heta sibê sax bimînin yan na.
13. Ev yek ku em nizanin ku sibê çi wê çêbe dikare çawa ser me tesîr bike?
13 Ev yek ku em nizanin ku sibê çi wê çêbe dikare bibe sebeb ku em xeman bikişînin û dilxweşiya xwe winda bikin. Gava ji nişka ve tiştên xerab çêdibin, em xemgîn dibin. Wekî din, gava hêviya me nayê cih, dibe ku em cesareta xwe winda bikin (Methelokên Silêman 13:12).
14. Dilxweşiya rastîn bi çi ve girêdayî ye? (Li resiman jî binêre.)
14 Wexta ku em li hemberî zehmetî û tengasiyan tehemul dikin, em îsbat dikin ku çi dibe bila bibe, em ne ji bo menfaeta xwe, lê ji ber ku em ji Yehowa Xwedê hez dikin ji wî re xizmet dikin. Serpêhatiyên xizmetkarên Yehowa, yên ku di demên berê de dijiyan, nîşanî me didin ku gerek em nefikirin ku Yehowa Xwedê wê me ji hemû tengasiyan biparêze. Wekî din, ew pêşeroja me ji berê ve li ser eniya me nanivîse. Ew dizane ku dilxweşiya me ne bi vê yekê ve girêdayî ye ku em bizanin ku çi wê çêbe. Bi eslê xwe, dilxweşiya me bi vê yekê ve girêdayî ye ku em li rêberiya wî bigerin û guhdariya wî bikin (Yêremya 10:23). Gava em qeraran didin, bila em wisa bibêjin: “Ger Xudan bixwaze û em bijîn, em ê vana û vana çêkin” (Aqûb 4:15, KP).
Eger em li rêberiya Yehowa bigerin û guhdariya wî bikin, emê bên parastin (Li paragrafên 14 û 15an binêre)b
15. Di heqê pêşerojê de, em çi dizanin?
15 Em her çi qas nizanin ku sibê çi wê çêbe jî, em dizanin ku Yehowa soz daye ku ewê yan li ezmanan yan jî li dinyayê jiyana herheyî bide me. Em dizanin ku ew nikare derewan bike, û tu tişt nikare bibe sebeb ku ew sozên xwe neyne cih (Tîtos 1:2). Bi tenê Yehowa Xwedê dikare ‘dawiyê ji destpêkê bide bihîstin û tiştên ji demên qedîm ve ku hê nebûne bibêje’. Di demên berê de wisa bû û di pêşerojê de jî wê wisa be (Îşaya 46:10). Em rind dizanin ku tu tişt nikare bibe sebeb ku Yehowa ji me hez neke (Romayî 8:35-39). Di jiyana me de çi çêbe jî, ewê hîkmet, dilrehetî û qewetê bide me ku em bikarin tehemul bikin. Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê alî me bike û bereketa xwe bide me (Yêremya 17:7, 8).
EM TAM FEHM NAKIN KU YEHOWA ME ÇI QAS RIND NAS DIKE
16. Wek Zebûr 139:1-6 nîşan dide, zanîna Yehowa çi qas mezin e?
16 Zebûr 139:1-6 bixwîne. Yehowa di heqê me de her tiştî dizane. Mesela, ew dizane ku sebebên fikir û hîsên me çi ne. Ew her tim bi me eleqedar e. Ew dizane ku em çi dibêjin û çi dikin, û çima. Wek Dawid Padîşah gotibû, Yehowa dora me digire ku me biparêze, û ew tim hazir e ku alî me bike. Ma ne xweş e ku Xwediyê erd û ezmanan ew qas bala xwe dide me? Mîna Dawid, em jî ji ber vê yekê ecêbmayî dimînin (Zebûr 139:6).
17. Li hinekan çima zor tê ku bawer bikin ku Yehowa me rind nas dike?
17 Ji ber kultura me, baweriya me ya berê yan tiştên ku di malbata me de çêbûn, dibe ku li me zor bê ku em Yehowa wek Bavekî dilovan bibînin, ê ku bi me eleqedar e. Yan jî, dibe ku em ji ber şaşiyên xwe yên berê bifikirin ku Yehowa ji me dûr e. Dawid Padîşah jî carinan wisa difikirî (Zebûr 38:18, 21). Dibe ku kesekî ku xîret dike ku jiyana xwe biguherîne û li gor qanûnên Xwedê bijî, ji xwe wisa bipirse: “Madem ku Xwedê min fehm dike, ew çima dixwaze ku ez dev ji jiyaneke ku tam li gor dilê min e, berdim?”
18. Çima muhîm e ku em qebûl bikin ku Yehowa ji me baştir dizane ku em kesên çawa ne? (Li resiman jî binêre.)
18 Gerek em qebûl bikin ku Yehowa ji me baştir dizane ku em kî ne, û ew dikare xisûsiyetên me yên baş bibîne – eger em wan nabînin jî. Ew helbet qisûrên me jî dibîne û ew sebebên hal û hereketên me dizane, lê dîsa jî, ew ji me hez dike (Romayî 7:15). Gerek em qebûl bikin ku Yehowa dizane ku em çi dikarin bikin û çi na. Ev yek wê alî me bike ku em bi piştrastî, dilsozî û dilxweşî ji wî re xizmet bikin.
Ji ber ku em bikarin li hemberî zehmetiyên nehêvîkirî tehemul bikin, Yehowa baweriya me ya bi dinyaya nû xurttir dike (Li paragrafên 18 û 19an binêre)c
19. Em di heqê Yehowa de çi rind dizanin?
19 Hin tiştên ku em rind dizanin ev in: Yehowa hezkirin e (1. Yûhena 4:8). Ji qanûnên wî eşkere ye ku ew ji me hez dike û xêra me dixwaze. Ew dixwaze ku em jiyana herheyî bi dest bixin. Ji ber vê yekê, wî fîdye tedarek kiriye. Her çi qas kêmasiyên me hebin jî, fîdye rêya jiyana herheyî li ber me vedike (Romayî 7:24, 25). Wekî din, “Xwedê ji dilê me mezintir e û ew her tiştî dizane” (1. Yûhena 3:19, 20, Mizgînî). Belê, Yehowa di heqê me de her tiştî dizane, û ew bawer e ku em dikarin daxwaza wî bînin cih.
20. Çi wê alî me bike ku em ji ber tiştên ku em nizanin bi zêdeyî xeman nexwin?
20 Yehowa me ji melûmata ku ji me re lazim e ku em bizanibin, mehrûm nahêle. Eger em vê yekê bi dilnizmî qebûl bikin, emê bi zêdeyî ji ber tiştên ku ne di destê me de ne endîşe nekin, lê bala xwe bidin tiştên muhîm. Bi vî awayî, em nîşan didin ku em xwe dispêrin Yehowa, “yê ku zanîna wî kamil e” (Eyûb 36:4, NWT). Rast e ku em her tiştî nizanin, lê em bi çar çavan li bendê ne ku Xwedê me heta hetayê perwerde bike û em di heqê wî de tiştên nû hîn bibin (Waiz 3:11).
KILAM 104 Ruhê Pîroz – Hediyeya Xwedê
a Madem ku dinyaya Îblîs wê bi destê Îsa Mesîh bê helakkirin, bimantiq e ku ew êdî dizane ku Harmegedon wê kengê dest pê bike û ewê kengê “bi ser bikeve” (Peyxam 6:2; 19:11-16, Mizgînî).
b RESIM: Zilamek û kurê wî çenteyekî ji bo rewşên acîl hazir dikin.
c RESIM: Birayekî ku di nav tengasiyan de ye bala xwe dide dinyaya nû.