KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Mijdar r. 16-21
  • Kahînê Mezin Îsa Mesîh Pir Dilrehm e

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Kahînê Mezin Îsa Mesîh Pir Dilrehm e
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • XWEDÊ KURÊ XWEYÎ EZÎZ DIŞÎNE DINYAYÊ
  • ÎSA MESÎH YEKÎ DILREHM E
  • KAHÎNÊ MEYÎ MEZIN JI XWE RE EMSAL BIGIRE
  • KAHÎNÊ MEYÎ MEZIN DIKARE ALÎ TE BIKE
  • Fîdye Çi Nîşanî Me Dide?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Bi Dilnizmî Qebûl Bike ku Tu Her Tiştî Nizanî
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Dersên ji 40 Rojên Berî ku Îsa Mesîh Çû Ezmanan
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Xwe Bispêre Yehowa û Qerarên Baş Bide
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Mijdar r. 16-21

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 46

KILAM 17 “Dixwazim”

Kahînê Mezin Îsa Mesîh Pir Dilrehm e

“Kahînê meyî mezin kêmasiyên me fehm dike” (ÎBRANÎ 4:15).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku ji ber fehmdarî û dilrehmiya xwe, Îsa Mesîh çima kesê herî minasib bû ku bibe kahînê mezin. Wekî din, emê bibînin ku îro, em çawa ji kahîntiya wî feydeyê distînin.

1-2. (a) Yehowa Kurê xwe çima şand dinyayê? (b) Di vê meqaleyê de, emê li ser çi xeber bidin? (Îbranî 5:7-9)

TEQRÎBEN 2.000 sal berê, Yehowa Xwedê Kurê xweyî herî ezîz şand dinyayê. Yehowa ev yek kir ku însanan ji guneh û mirinê xelas bike û zerara ku Îblîs daye, telafî bike (Yûhena 3:16; 1. Yûhena 3:8). Yehowa dizanibû ku jiyana li dinyayê wê alî Îsa Mesîh bike ku ew ji me re bibe kahînê mezin, ê ku wê wezîfeya xwe bi fehmdarî, hevdilî û dilrehmî bîne cih. P.M. di sala 29an de, piştî vaftîza xwe, Îsa Mesîh bû kahînê mezin.a

2 Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku jiyana Îsa Mesîh a li dinyayê çawa alî wî kir ku ew di vê wezîfeya xwe de bibe yekî fehmdar û dilrehm. Her ku em baştir fehm bikin ku Îsa Mesîh çawa ji bo wezîfeya xwe “gihîşt kamiliyê”, wê li me hêsantir bê ku em li gel guneh û kêmasiyên xwe bi serbestî ji Yehowa re dua bikin (Îbranî 5:7-9 bixwîne).

XWEDÊ KURÊ XWEYÎ EZÎZ DIŞÎNE DINYAYÊ

3-4. Gava Îsa Mesîh hat dinyayê, ew rastî kîjan zehmetiyan hat?

3 Gava em mala xwe bar dikin û diçin cihekî dûrî dost û hevalên xwe, ev yek dikare ji bo me zehmet be. Lê belê, halê tu kesî bi qasî halê Îsa Mesîh zehmet nebûye. Li ezmanan, ew di nav melekan de yê herî pêşîn bû. Yehowa ji wî hez dikir, û wî jî tim bi dilxweşî li cem Xwedê xizmet dikir (Zebûr 16:11; Methelokên Silêman 8:30). Lê wek Filîpî 2:7 nîşan dide, ew hazir bû ku ‘dev ji her tiştî berde’ û li dinyayê di nav însanên qisûrdar de bijî.

4 Wekî din, biçûktiya Îsa Mesîh bîne ber çavê xwe. Ji vê yekê ku dê û bavê Îsa Mesîh piştî bûyîna wî tenê qurbaneke erzan pêşkêş kir tê fehmkirin ku ew mirovên feqîr bûn (3. Mûsa 12:8; Lûqa 2:24). Wexta ku Hêrodês Padîşah di heqê bûyîna Îsa de bihîst, wî xwest wî bikuje. Ji ber vê yekê, dê û bavê wî mecbûr bûn ku bi wî re birevin welatê Misrê û heta demekê li wê derê wek penaber bijîn (Meta 2:13, 15). Belê, jiyana Îsa Mesîh a li dinyayê ji jiyana wî ya li ezmanan pir cuda bû!

5. Li dinyayê, Îsa Mesîh çi didît, û vê yekê ew çawa ji bo wezîfeya xwe wek kahînê mezin hazir kir? (Li resim jî binêre.)

5 Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî kul û derdên însanên li derdora xwe didîtin. Bi îhtimaleke mezin, wî mirina çend dost û merivên xwe dît, mesela mirina zirbavê xwe Ûsiv. Loma, wî rind dizanibû ku êşa mirinê tiştekî çi qas xerab e. Wekî din, hin kesên ku ew di xizmeta xwe de rastî wan dihat bicuzam, kor yan felcbûyî bûn yan jî zarokên xwe winda kiribûn, û dilê wî bi wan dişewitî (Meta 9:2, 6; 15:30; 20:34; Marqos 1:40, 41; Lûqa 7:13). Rast e, gava ew hê li ezmanan bû, wî tiştên wisa jixwe didîtin. Lê niha, wek însanekî li dinyayê, wî kul û derdên mirovan ji aliyekî nû ve dîtin (Îşaya 53:4). Bi saya jiyana xwe ya li dinyayê, Îsa Mesîh rind fehm dike ku însan çi hîs dikin, ji ber çi xemgîn in û çawa êşê dikişînin. Wek însanên din, Îsa Mesîh jî diwestiya, xemgîn dibû û ber xwe diket.

Mirovên li dora Îsa Mesîh jê dixwazin ku ew wan qenc bike. Ew bi dilrehmî destê xwe dide milê zilamekî extiyar.

Îsa Mesîh bi kul û derdên mirovan eleqedar dibû (Li paragrafa 5an binêre)


ÎSA MESÎH YEKÎ DILREHM E

6. Gotinên Îşaya pêxember di heqê dilrehmiya Îsa Mesîh de çi nîşanî me didin? (Îşaya 42:3)

6 Di xizmeta xwe de, Îsa li hemberî kesên zeîf û belengaz dilrehm bû. Bi vî awayî, wî tiştên ku ji berê ve di heqê wî de hatibûn gotin, anîn cih. Di Nivîsarên Pîroz de, kesên dewlemend û pêşketî carinan tên şibandin baxçeyekî berdar yan darên mezin (Zebûr 92:12; Îşaya 61:3; Yêremya 31:12). Lê kesên feqîr û mezlûm tên şibandin “qamîşê perçiqandî” û “fitîla [ku] diçirise” (Îşaya 42:3 bixwîne; Meta 12:20). Bi îlhama Xwedê, Îşaya pêxember bi destê van gotinan ji berê ve nîşan dabû ku Îsa Mesîh wê çawa li hemberî mirovên nizmxistî dilovan û dilrehm be.

7-8. Îsa Mesîh gotinên Îşaya pêxember çawa anîn cih?

7 Wek Încîla Meta nîşan dide, gotinên Îşaya pêxember li ser Îsa Mesîh hatin cih: “Ewê qamîşê xwar neperçiqîne, û fitîla ku hilma êgir jê diçe netemirîne.” Hin kesên ku xwe mezlûm yan bêçare hîs dikir ji mucîzeyên Îsa Mesîh feyde didît. Mesela, zilamekî bi nexweşiya cuzamê hebû. Bi îhtimaleke mezin, ew difikirî ku ewê tu caran nikaribe qenc bibe û vegere nav malbat û dostên xwe (Lûqa 5:12, 13). Wekî din, zilamekî ker, ê ku nikaribû bi zelalî bipeyive, hebû. Ka bifikire ku gava kesên din bi kêfxweşî bi hev re xeber dida, wî xwe çawa hîs dikir (Marqos 7:32, 33).

8 Bi ser de, di rojên Îsa Mesîh de, gelek Cihûyan bawer dikir ku kesên nexweş ji ber gunehên xwe yan ji ber gunehên dê û bavê xwe ceza dikişand (Yûhena 9:2). Ji ber vê baweriya şaş, kesên din ew nizm didîtin. Wek Îşaya pêxember ji berê ve gotibû, Îsa Mesîh hem mirovên nexweş qenc dikirin hem nîşanî wan dida ku Xwedê bi wan eleqedar e. Li ser esasê vê melûmatê, gelo Îsa Mesîh li me çawa dinêre?

9. Li gor Îbranî 4:15, 16, kahînê meyî mezin li me çawa dinêre?

9 Îbranî 4:15, 16 bixwîne. Em dikarin bawer bin ku Îsa Mesîh me fehm dike. Gelo maneya vê çi ye? Kesekî fehmdar derdên kesên din dibîne û fehm dike. Peyva Yûnanî, ya ku wek “fehm dike” hatiye tercûmekirin tê maneya ku dilê kesekî bi kesên ku derdan dikişînin, dişewite. Ayetên ku behsa mucîzeyên Îsa Mesîh dikin nîşan didin ku dilê wî çi qas bi mirovan dişewitî. Sebebê pêşîn ku wî mirov qenc dikirin ne ew bû ku ev yek wezîfeya wî bû, lê ew bû ku wî ji wan hez dikir û dixwest alî wan bike. Mesela, gava wî zilamê bi nexweşiya cuzamê qenc kir, wiyê bikaribûya ew hinekî ji dûr ve qenc bikira. Lê belê, Îsa Mesîh nêzîkî wî bû û destê xwe danî ser wî. Dibe ku bi gelek salan, tu kesî destê xwe nedabû wî. Wekî din, berî ku Îsa Mesîh zilamê ker qenc kir, wî ew ji mirovan dûr bir ku ew xwe rehet hîs bike. Careke din, gava Fêrisiyekî jinika tobedar, a ku lingên Îsa Mesîh bi hêstirên xwe şûştibûn û ew bi porê xwe ziwa kiribûn, nizm dît, Îsa Mesîh pişta wê girt (Meta 8:3; Marqos 7:33; Lûqa 7:44). Belê, Îsa Mesîh xwe ji kesên nexweş yan ji kesên ku gunehên giran kiribûn, dûr nedigirt, lê wî kesên wisa qebûl dikirin û dilê wan xurt dikirin. Em dikarin bawer bin ku ew li me jî wisa dinêre!

KAHÎNÊ MEYÎ MEZIN JI XWE RE EMSAL BIGIRE

10. Em çawa dikarin alî kesên ker û kesên kor bikin? (Li resiman jî binêre.)

10 Ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in, em dixwazin hezkirin, hevdilî û dilrehmiya wî ji xwe re emsal bigirin (1. Petrûs 2:21; 3:8). Em helbet nikarin kesên ker û kesên kor qenc bikin, lê em dikarin alî wan bikin ku ew bibin dostên Xwedê. Mesela, weşanên li ser esasê Kitêba Pîroz êdî bi zêdetirî 100 zimanên îşaretan hene. Ji bo kesên kor, weşanên bi alfabeya Braille bi zêdetirî 60 zimanî hene, û şîroveyên bideng ên vîdeoyên me bi zêdetirî 100 zimanî tên çêkirin. Ev weşan alî kesên ker û kesên kor dikin ku ew Yehowa û Kurê wî nas bikin û nêzîkî wan bibin.

Kolaj: 1. Li civîneke bi zimanê îşaretan, xwişk û bira kilamekê dibêjin. 2. Xwişkeke kor Kitêba Pîroz bi nivîsa Braille dixwîne.

Weşanên me bi zêdetirî 1000 zimanî hene

Aliyê çepê: Zêdetirî 100 zimanên îşaretan

Aliyê rastê: Zêdetirî 60 zimanên bi nivîsa Braille

(Li paragrafa 10an binêre)


11. Teşkîlata Yehowa çawa wek Îsa Mesîh bi mirovên ji hemû kok û miletan eleqedar e? (Karên Şandiyan 2:5-7, 33) (Li resiman jî binêre.)

11 Teşkîlata Yehowa xîret dike ku alî mirovên ji hemû kok û miletan bike. Piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê hatibû rakirin, wî ruhê pîroz ser şagirtên xwe rijand, da ku hemû kesên ku ji bo Cejna Pentîkostê li hev top bûbûn bikarin mizgîniyê “bi zimanê dayika xwe” bibihîzin (Karên Şandiyan 2:5-7, 33 bixwîne). Li gor rêberiya Îsa Mesîh, teşkîlat weşanên li ser esasê Kitêba Pîroz bi zêdetirî 1.000 zimanî diweşîne. Hin ji van zimanan tenê ji aliyê hindik kesan ve tên bikaranîn. Mesela, hin zimanên miletên çermesor hene, yên ku tenê hindik kesên ku li Amerîkaya Bakur û Başûr dijîn, bi kar tînin. Dîsa jî, weşanên me bi zêdetirî 160 zimanên wisa hatine tercûmekirin, da ku mirovên ku van zimanan dizanin bikarin mizgîniyê bibihîzin. Wekî din, weşanên me bi zêdetirî 20 zimanên Romanî hatine weşandin. Bi hezaran kesên ku van zimanan dizanin bûne xizmetkarên Yehowa.

Kolaj: 1. Xwişkeke çermesor dilxweş e ji ber ku Kitêba Pîroz bi zimanê wê heye. 2. Xwişkeke Roman û keça wê li komcivînekê.

Aliyê çepê: Zêdetirî 160 zimanên miletên çermesor

Aliyê rastê: Zêdetirî 20 zimanên Romanî

(Li paragrafa 11an binêre)


12. Wekî din, teşkîlata Yehowa çawa alî mirovan dike?

12 Ji xeynî vê ku teşkîlata Yehowa rêberiya karê belavkirina mizgîniyê dike, ew destekê dide kesên ku ji felaketên tebîetê zerar dîtiye. Bi hezaran kes hazir in ku alî xwişk û birayên hewcedar bikin. Wekî din, teşkîlat salonên îbadetê ava dike ku mirov bikarin di heqê hezkirina Xwedê de hîn bibin.

KAHÎNÊ MEYÎ MEZIN DIKARE ALÎ TE BIKE

13. Îsa Mesîh çawa alî me dike?

13 Ji ber ku Îsa Mesîh şivanê meyî qenc e, ew bala xwe dide hewcedariyên me yên şexsî, da ku em bikarin nêzîkî Yehowa bimînin (Yûhena 10:14; Efesî 4:7). Carinan, ji ber tiştên ku tên serê me, dibe ku em xwe wek fitîleke ku ber temirînê ye yan wek qamîşekî perçiqandî hîs bikin. Dibe ku em ji ber nexweşiyeke giran, şaşiyeke xwe yan problemeke ku di nav me û xwişk yan birayekî de derketiye, xemgîn bin. Belkî li me zor tê ku em tim li ser derdên îro nefikirin, lê bala xwe bidin hêviya xwe. Lê belê, ji bîr neke ku Îsa Mesîh halê te dibîne û hîs û fikrên te fehm dike. Ew dilrehm e, û ew hazir e ku alî te bike. Mesela, gava tu zeîf î, ew dikare bi destê ruhê pîroz qewetê bide te (Yûhena 16:7; Tîtos 3:6). Wekî din, Îsa Mesîh dikare hem bi destê rîspiyan, ên ku ji bo me “wek hediye” ne, hem jî bi destê xwişk û birayên din teşwîq û destekê bide te û alî te bike (Efesî 4:8).

14. Gava em cesareta xwe winda dikin, em dikarin çi bikin?

14 Eger te cesareta xwe winda kiriye, bîne bîra xwe ku Îsa Mesîh kahînê meyî mezin e. Yehowa ew şandibû dinyayê, ne tenê ji bo ku ew canê xwe wek fîdye bide, lê ji bo vê yekê jî ku ew derdên însanên qisûrdar baştir fehm bike. Gava em ji ber guneh û kêmasiyên xwe cesareta xwe winda dikin, Îsa Mesîh hazir e ku alî me bike (Îbranî 4:15, 16).

15. Çi alî birayekî ku ji keriyê Yehowa dûr ketibû kir ku ew vegere civatê?

15 Wekî din, Îsa Mesîh alî xizmetkarên Xwedê dike ku ew kesên ku ji keriyê Yehowa dûr ketine bibînin û destekê bidin wan (Meta 18:12, 13). Zilamekî bi navê Stefanob ji civatê hatibû derxistin. 12 sal bi şûn de, wî qerar da ku here civînekê. Ew dibêje: “Ji bo min hinek zor bû, lê min dixwest dîsa bikevim malbata Yehowa. Gava rîspiyan ez dîtim, ew bi hatina min kêfxweş bûn. Çend caran, min xwe bêqîmet hîs dikir, û hindik ma ku ez dev ji xîreta xwe berdim. Lê belê, rîspiyan anî bîra min ku Yehowa û Îsa Mesîh dixwazin ku ez sebat bikim. Gava ez di civatê de dîsa hatim qebûlkirin, hemû xwişk û bira nêzîkî min bûn, û wan bi dilgermî bixêrhatina min û malbata min kir. Bi zeman re, xanima min dest bi kursa Kitêba Pîroz kir, û îro, em bi hev re ji Yehowa re xizmet dikin.” Gava kesên tobedar destekê distînin ku vegerin civatê, kahînê meyî mezin bê guman gelekî dilxweş dibe!

16. Tu çima şikirdar î ku kahînê meyî mezin me fehm dike?

16 Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî alî gelek kesan dikir. Îro jî, em dikarin bawer bin ku gava em hewceyî alîkariyê ne, ew hazir e ku alî me bike. Di dinyaya nû de, ewê alî însanên guhdar bike ku ew ji tesîra guneh û qisûrdariyê bi temamî bifilitin. Em ji Yehowa re çi qas şikirdar in ku wî bi hezkirin û dilovanî Kurê xwe tayîn kiriye ku ew bibe kahînê mezin, ê ku dilrehm e û me fehm dike!

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Tiştên ku li dinyayê hatin serê Îsa Mesîh ew çawa hazir kir ku ew bibe kahînê meyî mezin?

  • Îsa Mesîh gotinên Îşaya 42:3 çawa anîn cih?

  • Kahînê meyî mezin çawa alî me dike?

KILAM 13 Îsa Mesîh ji Me re Mînak e

a Ji bo melûmata li ser vê ku Îsa Mesîh çawa li şûna kahînên mezin ên berê bûye kahînê mezin, li meqaleya “Qîmetê Bide Xizmeta di Îbadetgeha Ruhî de” binêre (Birca Çavdêriyê, Cotmeh 2023, rûp. 26, par. 7-9).

b Nav hatiye guhertin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne