KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Kanûn r. 14-19
  • Dilnizmiya Yehowa ji Xwe re Emsal Bigire

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Dilnizmiya Yehowa ji Xwe re Emsal Bigire
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • YEHOWA HAZIR E KU GUH BIDE ME
  • YEHOWA YEKÎ MAQÛL E
  • YEHOWA YEKÎ SEBIRDAR E
  • YEHOWA “LI NEFSBIÇÛKAN DINÊRE”
  • Nêrîna Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh ji Xwe re Emsal Bigire
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Bi Dilnizmî Qebûl Bike ku Tu Her Tiştî Nizanî
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Comerdî Me Dilxweş Dike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Xwe Bispêre Yehowa û Qerarên Baş Bide
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Kanûn r. 14-19

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 50

KILAM 48 Em bi Yehowa re Dimeşin

Dilnizmiya Yehowa ji Xwe re Emsal Bigire

“Xwedê ji xwe re bikin emsal, çimkî hûn zarokên wî yên delal in” (EFESÎ 5:1).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku em çawa dikarin dilnizmiya Yehowa di çar waran de ji xwe re emsal bigirin.

1. Dilnizmiya Yehowa çima bêemsal e?

PIRANIYA serok û hukimdarên dinyayê kesên dilnizm nînin. Lê belê, Yehowa, yê ku qudreta wî bêsînor e, yekî dilnizm e (Zebûr 113:5-8). Yehowa ji her aliyî ve dilnizm e. Di şexsiyeta wî de pozbilindî qet tune ye. Bila em bala xwe bidin çar xisûsiyetên şexsiyeta Yehowa û bibînin ku di van waran de, dilnizmiya wî çawa eşkere dibe. Wekî din, emê bibînin ku Îsa Mesîh dilnizmiya Bavê xwe çawa ji xwe re dikir emsal. Ev yek wê alî me bike ku em nêzîktirî Yehowa bibin û dilnizmiya wî hê jî zêdetir ji xwe re emsal bigirin.

YEHOWA HAZIR E KU GUH BIDE ME

2. Zebûr 62:8 di heqê Yehowa de çi nîşan dide? (Li resim jî binêre.)

2 Bi gelemperî zor e ku mirov bi kesekî pozbilind re xeber bide. Ji ber ku ew xwe ji her kesî bilindtir dibîne, kesên din ji wî direvin. Yehowa qet ne wisa ye! Ji ber ku ew dilnizm e, ew dixwaze ku em nêzîkî wî bibin û dilê xwe ji wî re vekin (Zebûr 62:8 bixwîne). Çawa ku bavekî dilovan hazir e ku guh bide zarokên xwe, Yehowa hazir e ku guh bide duayên xizmetkarên xwe. Heta, wî gelek ji wan duayan di Kitêba Pîroz de dane nivîsandin. Ev yek nîşan dide ku ew çi qas dixwaze duayên me bibihîze (Yêşû 10:12-14; 1. Samûyêl 1:10-18). Lê eger em xwe ji ber qisûrên xwe hêja nebînin ku ji Yehowa re dua bikin, em dikarin çi bikin?

Bavek bi sebir guh dide kurê xweyî biçûk, ê ku dibêje ku gava ew dilîst, wî vazoyek çawa bê hemdî şikênand.

Wek Yehowa, bavek bi dilnizmî guh dide kurê xwe, yê ku gava dilîst, vazoyek şikênand (li paragrafa 2yan binêre)


3. Em ji ku dizanin ku Yehowa dixwaze ku em bi dewamî ji wî re dua bikin?

3 Eger em xwe hêjayî hezkirina Yehowa nebînin jî, em dikarin ji wî re dua bikin. Em vêya ji ku dizanin? Di çîroka kurê windabûyî de, Îsa Mesîh behsa xortekî kir, ê ku gunehên giran kiribûn û paşê tobe kiribû. Dîsa jî, ew difikirî ku bav wê wî qebûl neke. Lê gava kur vegeriya malê, bavê wî çi kir? Îsa Mesîh got ku gava wî kurê xwe dît, “ew bi lez çû pêşiya wî û xwe avêt stûyê wî û ew bi nermî maç kir” (Lûqa 15:17-20). Yehowa mîna vî bavê dilovan e. Wexta ku ew duayên kesên ku ji ber xem û gunehên xwe xemgîn û dilteng in dibihîze, ew bi wan eleqedar dibe, çimkî ew yekî dilnizm e (Lawijên Yêremya 3:19, 20). Ji ber ku dilê wî bi wan dişewite, ew qey bi lez diçe pêşiya wan ku dilê wan rehet bike û nîşanî wan bide ku ew ji wan hez dike (Îşaya 57:15). Gelo Yehowa çawa bi lez diçe pêşiya me? Gelek caran, ew vê yekê bi destê rîspiyên civatê, merivên me yên bawermend û xwişk û birayên din dike (Aqûb 5:14, 15). Yehowa bi vî awayî alî me dike, çimkî ew dixwaze ku em nêzîkî wî bin.

4. Îsa Mesîh yekî çawa ye?

4 Îsa Mesîh Bavê xwe ji xwe re emsal digire. Wek Yehowa Xwedê, Îsa Mesîh jî yekî dilnizm e. Ji ber vê yekê, gava ew li dinyayê dijiya, mirovan bi rehetî dikaribû nêzîkî wî bibin û jê pirsan bipirsin (Marqos 4:10, 11). Loma, gava wî ji mirovan dipirsî ka ew li ser meseleyekê çi difikirin, wan nêrînên xwe bi eşkereyî dianîn zimên (Meta 16:13-16). Û gava wan şaşî dikir, ew neditirsiyan, çimkî wan dizanibû ku Îsa Mesîh yekî nazik, dilrehm û bisebir e (Meta 17:24-27). Vê yekê ku Îsa Mesîh ew qas mîna Bavê xwe bû alî wan dikir ku ew Yehowa baştir nas bikin (Yûhena 14:9). Wê demê, alimên dînî kesên sert, qure û pozbilind bûn. Lê belê, şagirtên Îsa Mesîh hîn bûn ku Yehowa ne yekî wisa ye. Ew yekî dilnizm e û hazir e ku guh bide mirovan.

5. Ji bo ku mirovên din bi hêsanî bikarin nêzîkî me bibin, çima muhîm e ku em dilnizm bin?

5 Em çawa dikarin Yehowa ji xwe re emsal bigirin? Bi gelemperî, mirov ji kesên çavnebar, qure û kîndar direvin. Dilnizmî wê alî me bike ku em nazik, bisebir û efûkar bin. Eger em wisa bin, mirovên din wê bixwazin nêzîkî me bibin (Kolosî 3:12-14). Bi xisûsî muhîm e ku rîspî kesên wisa bin ku xwişk û bira bikarin bi rehetî dilê xwe ji wan re vekin. Ji bo vê, helbet lazim e ku ew bi xwişk û birayan re wextê derbas bikin. Eger mumkin be, baştir be ku ew ne bi vîdeokonferansê, lê rû bi rû herin civînan. Wekî din, çi qas ji destê wan tê, gerek ew bi xwişk û birayan re mal bi mal xizmet bikin. Her ku ew rîspiyan baştir nas bikin, ewê bikarin dilê xwe bi rehetî ji wan re vekin.

YEHOWA YEKÎ MAQÛL E

6-7. Yehowa çawa hazir bû ku qerarên xwe li gor daxwaza xizmetkarên xwe biguherîne?

6 Kesên pozbilind gelek caran difikirin ku nêrîna wan, nêrîna herî rast e, loma ew naxwazin fikra xwe biguherînin. Lê Yehowa, yê ku bi rastî her tiştî dizane, ne yekî wisa ye. Ji ber ku ew yekî dilnizm e, ew hazir e ku qerarên xwe biguherîne. Mesela, serpêhatiya Mîryamê bîne ber çavê xwe. Tevî birayê xwe Harûn, wê birayê xwe Mûsa, yê ku temsîlkarê Yehowa bû, rexne dikir. Bi eslê xwe, Mîryamê bi vî awayî li dijî Yehowa bêhurmetî dikir. Ji ber vê yekê, Yehowa lê hêrs ket û ew bicuzam kir. Lê gava Harûn ji bo wê rica kir û Mûsa ji Yehowa xwest ku ew wê qenc bike, Yehowa çi kir? Kesekî pozbilind wê qerara xwe neguheranda. Lê ji ber ku Yehowa yekî dilnizm e, wî daxwaza wan qebûl kir û Mîryam qenc kir (4. Mûsa 12:1-15).

7 Yehowa li hemberî Hîzkiya Padîşah jî dilnizm bû. Gava padîşah giran nexweş ket, Yehowa bi destê Îşaya pêxember ji wî re got ku di nêzîk de, ewê bimire. Îcar Hîzkiya bi hêstiran ji Yehowa rica kir ku ew wî qenc bike. Bi dilrehmî, Yehowa emrê wî 15 sal zêde kir (2. Qiralan 20:1, 5, 6). Belê, ji ber ku Yehowa yekî dilnizm e, ew hem dilrehm e hem jî hazir e ku guh bide însanan.

8. Em ji ku dizanin ku Îsa Mesîh yekî maqûl e? (Marqos 3:1-6)

8 Îsa Mesîh Bavê xwe ji xwe re emsal digire. Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, ew yekî maqûl bû, û wî çi ji destê wî dihat dikir ku alî mirovan bike. Mesela, li hemberî muxalefeta sert, wî mirovên nexweş di roja Sebtê de qenc dikirin (Marqos 3:1-6 bixwîne). Îro jî, Îsa Mesîh bi maqûlî rêberiya civatê dike. Mesela, ew li hemberî kesên ku gunehên giran dikin sebir dike û fersendê dide wan ku ew xwe serrast bikin (Peyxam 2:2-5).

9. Em çawa dikarin bi maqûlî hereket bikin? (Li resiman jî binêre.)

9 Em çawa dikarin Yehowa ji xwe re emsal bigirin? Gerek em bi dilnizmî xîret bikin ku fikir û kirinên me wek yên Yehowa maqûl bin (Aqûb 3:17). Mesela, dê û bavên maqûl her çi qas çavê xwe li ser her tiştî nagirin jî, ew ji zarokên xwe zêde tişt naxwazin. Di vî warî de, Aqûb mîsaleke baş bû. Ew li hemberî zarokên xwe nazik bû (1. Mûsa 33:12-12). Wekî din, dê û bavên dilnizm û maqûl zarokan bi hev re muqayese nakin. Lazim e ku rîspiyên civatê jî maqûl bin. Mesela, gava di koma rîspiyan de qerar tên dayîn, rîspiyekî maqûl wê tim li ser ya xwe nesekine, lê hazir be ku piştgiriya fikrên piraniyê bike – helbet tenê eger fikrên wan ne li dijî prensîpên Kitêba Pîroz bin (1. Tîmotêyos 3:2, 3). Ji xeynî vê, eger nêrîna me carinan ji nêrîna kesên din cuda be jî, em gişt dikarin xîret bikin ku nêrîna kesên din fehm bikin (Romayî 14:1). Belê, bila em gişt hewl bidin ku ‘maqûliya me ji her kesî re eşkere be’ (Filîpî 4:5).

Kolaj: Bavek bi dilxweşî bi zarokên xwe re mizgîniyê mal bi mal belav dike. 1. Gava kurê wî broşûra “Heta bi Hetayê Dilşad Be!” pêşkêşî zilamekî dike, ew şa dibe. 2. Paşê, gava keça wî karta jw.org pêşkêşî jinikekê dike, ew şa dibe.

Di xizmetê de, bavek li hemberî zarokên xwe maqûl e (Li paragrafa 9an binêre)


YEHOWA YEKÎ SEBIRDAR E

10. Yehowa sebra xwe çawa nîşan daye?

10 Kesên pozbilind bi gelemperî hez nakin ku li benda kesekî bisekinin. Ji ber ku ew pozbilind in, sebra wan tune ye. Yehowa ne wisa ye. Sebra wî bêemsal e. Mesela, di rojên Nûh de, wî got ku ewê 120 salî li bendê bisekine heta ku ewê kesên xerab helak bike (1. Mûsa 6:3). Loma, têra xwe wexta Nûh hebû ku zarokên xwe mezin bike û gemiyê bi alîkariya malbata xwe ava bike. Paşê, gava Birahîm di heqê helakkirina Sodom û Gomorayê de bi melekê Yehowa re sohbet dikir, melek bi sebir guh da pirsên wî. Kesekî pozbilind wê belkî bigota: “Ma tu difikirî ez nizanim ku gerek ez çi bikim?” Lê wek Yehowa, wî melekî li hemberî Birahîm sebir kir (1. Mûsa 18:20-33).

11. Li gor 2. Petrûs 3:9, Yehowa çima sebir dike?

11 Heta roja ku Yehowa Xwedê hilbijartiye ku vê dinyaya xerab helak bike, ew bi dilnizmî sebir dike. Gelo çima? Ji ber ku “ew dixwaze ku her kes tobe bike” (2. Petrûs 3:9 bixwîne). Bi saya sebra Yehowa, bi milyonan kesên dilpak bûne dostên wî, û em hêvîdar in ku bi milyonan kesên din jî wî nas bikin û bibin dostên wî. Dîsa jî, sînorê sebra Yehowa Xwedê heye. Ew ji însanan hez dike, lê ew çavê xwe li ser xerabiyê nagire, û ewê nehêle ku xerabî heta hetayê dewam bike (Habaqûq 2:3).

12. Îsa Mesîh sebra Yehowa çawa ji xwe re dike emsal?

12 Îsa Mesîh Bavê xwe ji xwe re emsal digire. Bi hezaran salan, Îsa Mesîh sebra Yehowa ji xwe re kiriye emsal. Wî dîtiye ku Îblîs çawa hem navê Yehowa hem jî navê însanên dilsoz reş dike (1. Mûsa 3:4, 5; Eyûb 1:11; Peyxam 12:10). Wekî din, li ber çavê Îsa gelek tiştên xerab hatine serê însanan. Ka bîne ber çavê xwe ku ew çi qas dixwaze “karên Îblîs xera bike” (1. Yûhena 3:8). Gelo çi alî Îsa Mesîh dike ku ew bi sebir li benda emrê Yehowa bisekine ku karên Îblîs ji holê rake? Yek ji sebeban ev e ku ew yekî dilnizm e. Loma, ew qebûl dike ku Yehowa dema rast dizane ku dawiyê kengê bîne (Karên Şandiyan 1:7).

13. Îsa Mesîh çawa û çima li hemberî şandiyên xwe sebir dikir?

13 Gava Îsa Mesîh li dinyayê dijiya, wî li hemberî şandiyên xwe jî sebir dikir. Mesela, wan dîsa û dîsa li ser vê yekê minaqeşe dikir ku di nav wan de yê herî mezin kî ye. Dîsa jî, Îsa Mesîh hêviya xwe ji wan nedibirî, lê wî tim sebir dikir (Lûqa 9:46; 22:24-27). Ew bawer bû ku bi zeman re, ewê xwe serrast bikin. Eger tu jî carinan eynî şaşiyê dubare dikî, ma tu ne şikirdar î ku Padîşahê te ew qas dilnizm û sebirdar e?

14. Em çawa dikarin sebra xwe zêde bikin?

14 Em çawa dikarin Yehowa ji xwe re emsal bigirin? Ji bo ku em wek Yehowa bifikirin û hereket bikin, gerek em hîn bibin ku ‘wek Mesîh bifikirin’ (1. Korîntî 2:16). Gelo em çawa dikarin fikrên Mesîh baştir fehm bikin? Rêyeke kin tune ye. Gerek em di Kitêba Pîroz de di heqê jiyana Îsa Mesîh de bixwînin. Paşê, gerek em li ser kirinên wî kûr bifikirin û pê derxin ku wî çima wisa kir. Wekî din, gerek em ji Yehowa alîkariyê bixwazin ku em wek Îsa Mesîh dilnizm û sebirdar bin. Her ku em hîn dibin ku wek Îsa Mesîh bifikirin, emê bikarin Yehowa baştir ji xwe re emsal bigirin û hem li hemberî xwe hem jî li hemberî xwişk û birayan sebir bikin (Meta 18:26-30, 35).

YEHOWA “LI NEFSBIÇÛKAN DINÊRE”

15. Yehowa li hemberî kesên dilnizm çawa ye? (Zebûr 138:6)

15 Zebûr 138:6 bixwîne. Çi şerefeke mezin e ku Xwediyê erd û ezmanan bi kesên dilnizm eleqedar e! Ka em bala xwe bidin hin ji wan. Dibe ku em hin ji van kesan ew qas baş nas nakin. Lê belê, Yehowa navên wan di Kitêba Pîroz de dane nivîsandin. Mesela, bi îlhama Xwedê, Mûsa behsa dadikeke bi navê Debora kir, a ku teqrîben 125 sal bi dilsozî li mala Îshaq û Aqûb xizmet kir. Em di heqê vê jinika dilsoz de pir tişt nizanin, lê Kitêba Pîroz nîşan dide ku wan ji wê çi qas hez dikir (1. Mûsa 24:59; 35:8, jêrenot). Çend sedsal bi şûn de, Yehowa lawikekî bi navê Dawid, ê ku şivan bû, hilbijart û wek padîşahê miletê Îsraîl tayîn kir (2. Samûyêl 22:1, 36). Piştî bûyîna Îsa Mesîh, Xwedê bi destê melekan pêşî ji çend şivanan re got ku Mesîh li Beytlehemê ji dayikê bûye (Lûqa 2:8-11). Wekî din, gava Ûsiv û Meryemê Îsayê biçûk anî îbadetgehê, Yehowa fersend da Şîmeonê kal û Hanaya pîr ku ew Kurê wî bibînin (Lûqa 2:25-30, 36-38). Belê, “Xudan bilind be jî, ew li nefsbiçûkan dinêre”!

16. Wek Yehowa, Îsa Mesîh li hemberî mirovan çawa bû?

16 Îsa Mesîh Bavê xwe ji xwe re emsal digire. Wek Yehowa, Îsa Mesîh jî bi mirovên dilnizm eleqedar dibû. Mesela, wî “mirovên sade û nexwendî” di heqê Hukimdariya Xwedê de hîn dikirin (Karên Şandiyan 4:13; Meta 11:25). Wekî din, wî kesên nexweş ne tenê qenc dikirin, lê wî nîşanî wan dida ku ew qedrê wan digire (Lûqa 5:13). Şeva berî mirina xwe, Îsa Mesîh wek xizmetkarekî lingên şandiyên xwe şûştin (Yûhena 13:5). Û berî ku ew hilkişiya ezmanan, wî şerefeke mezin da hemû şagirtên xwe yên dilnizm: Wî wezîfeya herî muhîm da wan ku ew rêya jiyana herheyî nîşanî mirovan bidin (Meta 28:19, 20).

17. Em çawa dikarin qedrê kesên din bigirin? (Li resim jî binêre.)

17 Em çawa dikarin Yehowa ji xwe re emsal bigirin? Kok, milet, kultur yan perwerdeya mirovan her çi be jî, em hazir in ku mizgîniyê bidin her kesî. Wekî din, qabiliyet yan îmtiyazên me her çi bin jî, em xwişk û birayan ji xwe mezintir dibînin (Filîpî 2:3). Eger em bi dilnizmî “gava pêşîn bavêjin” ku bi van awayan û awayên din qedrê mirovan bigirin, Yehowa wê ji me razî be (Romayî 12:10; Tsêfanya 3:12).

Di hebsê de, du xwişk bi jinikeke girtî re kursa Kitêba Pîroz derbas dikin.

Şert û mercên mirovan her çi bin jî, em mizgîniyê didin her kesî û bi vî awayî dilnizmiya Yehowa ji xwe re emsal digirin (Li paragrafa 17an binêre)a


18. Tu çima dixwazî dilnizmiya Yehowa ji xwe re emsal bigirî?

18 Her ku em xîret dikin ku dilnizmiya Bavê xweyî dilovan ji xwe re emsal bigirin, emê zêdetir maqûl û sebirdar bin û hazir bin ku guh bidin mirovan. Wekî din, wek Yehowa, emê qedrê kesên din bigirin. Bila em çi ji destê me tê bikin ku em nêzîktirî Xwedayê xweyî dilnizm bibin. Eger em wisa bikin, ewê ji me hê jî zêdetir hez bike! (Îşaya 43:4).

DILNIZMÎ ÇAWA DIKARE ALÎ TE BIKE KU TU …

  • hazir bî ku guh bidî mirovan?

  • yekî maqûl bî?

  • yekî sebirdar bî?

KILAM 159 Rûmetê Bide Yehowa

a RESIM: Xwişkên me bi dilnizmî Yehowa ji xwe re emsal digirin û girtiyan hîn dikin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne