KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Adar r. 8-13
  • Nêrîna Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh ji Xwe re Emsal Bigire

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Nêrîna Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh ji Xwe re Emsal Bigire
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • NÊRÎNA YEHOWA JI XWE RE EMSAL BIGIRE
  • DILNIZM BE
  • “XWEDIYÊ AQLÊ SELÎM BIN”
  • Xwe Bispêre Yehowa û Qerarên Baş Bide
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Wek Petrûs, Dev ji Xîreta Xwe Bernede
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Bi Dilnizmî Qebûl Bike ku Tu Her Tiştî Nizanî
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Dersên ji 40 Rojên Berî ku Îsa Mesîh Çû Ezmanan
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Adar r. 8-13

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 10

KILAM 31 Bi Xwedê re Bimeşe

Nêrîna Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh ji Xwe re Emsal Bigire

“Çawa ku Mesîh di bedenê de cefa kişand, hûn jî bi eynî armancê xwe çekdar bikin” (1. PETRÛS 4:1, Mizgînî).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê hîn bibin ku Petrûsê şandî çawa ji nêrîna Îsa Mesîh ders stand û em çawa dikarin jê dersê bistînin.

1-2. Hezkirina Yehowa bi çi ve girêdayî ye, û di vî warî de, Îsa Mesîh çawa bûye emsal?

“GEREK tu ji Xwedayê xwe Yehowa bi temamiya dilê xwe, bi temamiya canê xwe, bi temamiya qeweta xwe û bi temamiya hişê xwe hez bikî” (Lûqa 10:27). Îsa Mesîh nîşan da ku emrê herî mezin ê Qanûna Mûsa ev e. Hezkirina Yehowa bi dilê me ve, yanî bi hîs û xwestekên me ve girêdayî ye. Ji xeynî vê, hezkirina Yehowa bi hişê me ve, yanî bi nêrînên me ve jî girêdayî ye. Ji bo ku em fikrên Yehowa baştir fehm bikin, gerek em hîn bibin ku wek Îsa Mesîh bifikirin, çimkî nêrîna wî wek nêrîna Yehowa ye (1. Korîntî 2:16).

2 Îsa Mesîh bi temamiya hişê xwe ji Yehowa hez dikir. Wî dizanibû ku daxwaza Xwedê ya ji bo wî çi ye, û ew hazir bû ku li gel cefayê li gor vê daxwazê hereket bike. Îsa Mesîh bala xwe bi temamî dida daxwaza Xwedê, û wî îzin neda ku tiştek ji wî re bibe asteng.

3. (a) Petrûsê şandî ji Îsa Mesîh çi hîn bû? (b) Petrûs ji xwişk û birayan re got ku bila ew çi bikin? (1. Petrûs 4:1)

3 Gava Petrûs û şandiyên din li cem Îsa Mesîh bûn, ew rasterast hîn bûn ku nêrîna wî çi ye. Di nameya xwe ya pêşîn de, Petrûsê şandî bi îlhama Xwedê ji xwişk û birayan re wisa got: “Çawa ku Mesîh di bedenê de cefa kişand, hûn jî bi eynî armancê xwe çekdar bikin” (1. Petrûs 4:1, Mizgînî). Di vê ayetê de, Petrûs gotineke eskerî bi kar anî: “Xwe çekdar bikin.” Belê, eger em armanca Îsa Mesîh – yanî nêrîn û fikrên wî – ji xwe re emsal bigirin, emê bibin xwediyê çekeke xurt. Bi vî awayî, emê bikarin di şerê li dijî xwestekên nerast û li dijî dinyaya Îblîs de serkeftî bin (2. Korîntî 10:3-5; Efesî 6:12).

4. Ev meqale wê çawa alî me bike ku em li gor şîreta Petrûs hereket bikin?

4 Di vê meqaleyê de, emê nêrîna Îsa Mesîh lêkolîn bikin û bibînin ku em çawa dikarin wê ji xwe re emsal bigirin. Ji mîsala wî, emê hîn bibin ku em çawa dikarin (1) nêrîna Yehowa ji xwe re emsal bigirin û bi vî awayî yekîtiya di nav me de xurttir bikin, (2) dilnizm bin û (3) bi destê duayê xwe bispêrin Yehowa û bi vî awayî xwediyê aqlê selîm bin.

NÊRÎNA YEHOWA JI XWE RE EMSAL BIGIRE

5. Carekê, Petrûs çawa li gor nêrîna Yehowa hereket nekir?

5 Carekê, Petrûs li gor nêrîna Yehowa hereket nekir. Îsa Mesîh ji şandiyên xwe re gotibû ku gerek ew here Orşelîmê, bê dayîn destê alimên dînî, cefayê bikişîne û paşê bê kuştin (Meta 16:21). Petrûs fehm nedikir ku Yehowa wê çawa îznê bide ku Mesîhê sozdayî, yê ku gerek xizmetkarên Xwedê xelas bikirana, bê kuştin (Meta 16:16). Loma, Petrûs Îsa Mesîh da aliyekî û got: “Efendiyê min, wisa nebêje! Ev hemû tişt wê qet neyên serê te” (Meta 16:22). Ji ber ku Petrûs wek Yehowa nedifikirî, ew wek Îsa Mesîh jî nedifikirî.

6. Îsa Mesîh çawa nîşan da ku ew wek Yehowa difikire?

6 Îsa Mesîh tam wek Bavê xwe difikirî. Loma wî ji Petrûs re got: “Dev ji min berde, Şeytan! Tu ji min re dibî asteng, çimkî tu ne mîna Xwedê, lê mîna mirovan difikirî” (Meta 16:23). Îsa Mesîh dizanibû ku ji bo pêkanîna daxwaza Xwedê, lazim e ku ew cefayê bikişîne û bimire. Ji ber vê yekê, niyeta Petrûs her çi qas baş bû jî, Îsa Mesîh şîreta wî red kir. Ji vê serpêhatiyê, Petrûs hîn bû ku gerek ew li gor nêrîna Yehowa hereket bike. Gerek em jî wisa bikin!

7. Petrûs paşê çawa hazir bû ku nêrîna Yehowa qebûl bike? (Li resim binêre.)

7 Bi zeman re, Petrûs hazir bû ku li gor nêrîna Yehowa hereket bike. Wext êdî hatibû ku kesên ji miletên din jî bibin xizmetkarên Xwedê. Ji ber vê yekê, Petrûs hat şandin ba zilamekî bi navê Kornêlyos. Ew yek ji kesên pêşîn ên ji miletên din bû, yên ku bûn şagirtên Îsa Mesîh. Ji ber ku Cihûyan bi kesên ji miletên din re hevaltî nedikir, lazim bû ku Petrûs nêrîna xwe biguherîne ku mizgîniyê bide wan. Gava Petrûs fehm kir ku nêrîna Xwedê çi ye, wî fikra xwe guhert. Loma, gava ew hat gazîkirin, ew bê îtiraz çû (Karên Şandiyan 10:28, 29). Petrûsê şandî mizgînî da Kornêlyos û maliyên wî, û ew jî vaftîz bûn (Karên Şandiyan 10:21-23, 34, 35, 44-48).

Kornêlyos bi Petrûs û hevalên wî re hildikişe mala xwe.

Petrûs dikeve mala Kornêlyos (li paragrafa 7an binêre)


8. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em wek Yehowa difikirin? (1. Petrûs 3:8)

8 Bi salan bi şûn de, Petrûs ji xwişk û birayan re wisa got: “Hûn hemû hemfikir bin, derdên hev hilgirin, ji hevdû hez bikin, dilbirehm û nefsbiçûk bin” (1. Petrûs 3:8, Mizgînî). Ji bo ku em “hemfikir” bin, gerek em nêrîna Yehowa, ya ku di Kitêba Pîroz de tê nîşandayîn, qebûl bikin. Mesela, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku bila ew di jiyana xwe de ji her tiştî zêdetir bala xwe bidin Hukimdariya Xwedê (Meta 6:33). Dibe ku mizgînvanekî ji civata te qerarê bide ku li gor vê şîretê hereket bike û dest bi xizmeta tamrojî bike. Li şûna vê ku em jê re bibêjin ku bila ew ji xwe re rêyeke hêsantir hilbijêre, gerek em pesnê wî bidin û alî wî bikin.

DILNIZM BE

9-10. Îsa Mesîh çawa dilnizmiyeke mezin nîşan da?

9 Êvara berî ku Îsa Mesîh hat kuştin, wî di warê dilnizmiyê de derseke muhîm da Petrûs û şandiyên din. Berê, Îsa Mesîh Petrûs û Yûhena şandibûn ku ew ji bo şîva dawîn haziriyê bikin. Li gor adetê, lazim bû ku ew ji bo şûştina lingên mêvanan teştek û pêşgîr jî hazir bikirana. Lê belê, kê wê ev îş bikira?

10 Gava wexta şîvê hat, Îsa Mesîh bi dilnizmiyeke mezin dest bi îşê xulaman kir. Wî xeftanê xwe ji xwe kir, pêşgîrek li pişta xwe girêda, av kir teştê û lingên wan şûştin (Yûhena 13:4, 5). Ji bo şûştina lingên hemû 12 şandiyan wext lazim bû. Di nav wan de, Cihûda jî hebû, yê ku paşê îxanet li Îsa Mesîh kir. Dîsa jî, Îsa Mesîh îşê xwe bi dilnizmî xelas kir. Paşê, wî got: “Hûn fehm dikin ku min ji bo we çi kiriye? Hûn ji min re dibêjin ‘Mamoste’ û ‘Efendî’, û hûn rast in, çimkî ez ew im. Madem ku ez Efendî û Mamoste me, û min lingên we şûştin, îcar gerek hûn jî lingên hevdû bişon” (Yûhena 13:12-14).

Dilnizmiya rastîn bi fikrên dilê me ve girêdayî ye

11. Petrûs çawa nîşan da ku ew êdî yekî dilnizm bû? (1. Petrûs 5:5) (Li resim jî binêre.)

11 Petrûs ji dilnizmiya Îsa Mesîh ders stand. Piştî ku Îsa Mesîh vegeriya ezmanan, Petrûs zilamekî ku ji bûyîna xwe ve seqet bû qenc kir (Karên Şandiyan 1:8, 9; 3:2, 6-8). Ev mucîze li ber çavê gelek mirovan çêbû (Karên Şandiyan 3:11). Di kultura Cihûyan de, mirov li navê xwe digeriyan, û Petrûs jî di vê kulturê de mezin bûbû. Dîsa jî, wî pesnê xwe neda, lê bi dilnizmî bala mirovan kişand ser Yehowa û Îsa Mesîh. Wî wisa got: “Lingên vî zilamê ku hûn niha dibînin û nas dikin, bi saya navê Îsa û bi saya baweriya me ya bi navê wî qenc bûne” (Karên Şandiyan 3:12-16). Çend sal bi şûn de, Petrûsê şandî di nameyeke xwe de ji şagirtên Îsa Mesîh re wisa got: “Li hember hev nefsbiçûk bin. Çimkî: ‘Xwedê li hember pozbilindan disekine lê keremê li nefsbiçûkan dike’” (1. Petrûs 5:5, Mizgînî). Gotina ku di vê ayetê de wek “nefsbiçûk bin” hatiye tercûmekirin, bi herfî tê maneya “dilnizmiyê li pişta xwe girêdin”. Ev yek tîne bîra me ku Îsa Mesîh çawa pêşgîrek li pişta xwe girêda û lingên şandiyan şûştin.

Petrûs û Yûhena li îbadetgehê sekinî ne. Petrûs li ezmanan nîşan dide. Zilamekî ku ji bûyîna xwe ve seqet bû lê êdî qenc bû li cem wan sekinî ye.

Piştî ku Petrûs mucîzeyek çêkir, wî bi dilnizmî pesnê Yehowa û Îsa Mesîh da. Em jî dikarin dilnizmiya xwe bi vê yekê nîşan bidin ku em xêrê bikin bêyî ku em li bendê bin ku mirov pesnê me bidin (Li paragrafên 11 û 12an binêre)


12. Ji aliyê dilnizmiyê ve, em çawa dikarin Petrûs ji xwe re emsal bigirin?

12 Wek Petrûs, gerek em jî dilnizmiyê hîn bibin. Dilnizmiya rastîn ne tenê ev e ku em peyvên rast bi kar bînin. “Nefsbiçûkî” bi fikrên dilê me ve jî girêdayî ye. Em hazir in ku alî kesên din bikin, ne ji bo ku mirov pesnê me bidin, lê ji ber ku em ji Yehowa Xwedê û ji însanan hez dikin. Eger em bi rastî dilnizm bin, emê hazir bin ku ji bo Yehowa û ji bo xwişk û birayan îşên ku ne li ber çavan in jî bikin (Meta 6:1-4).

“XWEDIYÊ AQLÊ SELÎM BIN”

13. Em çawa dikarin “xwediyê aqlê selîm bin”?

13 Em çawa dikarin “xwediyê aqlê selîm bin”? (1. Petrûs 4:7). Gerek em xîret bikin ku qerarên baş bidin, yên ku li gor dilê Yehowa ne. Em dizanin ku di jiyana me de, ji dostaniya me ya bi Yehowa re tiştekî muhîmtir tune ye. Gerek em bi awayekî maqûl li xwe binêrin û qebûl bikin ku em her tiştî nizanin. Wekî din, gerek em bi dilnizmî ji Yehowa re dua bikin û bi vî awayî nîşan bidin ku em xwe dispêrin wî.

14. Carekê, Petrûs çi şaşî kir?

14 Êvara berî mirina xwe, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re wisa got: “Îşev hûnê hemû terka min bikin.” Lê Petrûs bi xwebawerî wisa got: “Eger hemû kesên din terka te bikin jî, ezê tu caran terka te nekim!” Wê şevê, Îsa Mesîh ji hin şagirtên xwe re wisa got: “Hişyar bimînin û bi dewamî dua bikin” (Meta 26:31, 33, 41). Eger Petrûs guh bidaya şîreta Îsa Mesîh, dibe ku cesareta wî wê hebûya ku xwe wek hevalekî Îsa Mesîh eşkere bikira. Lê çi heyf e ku Petrûs Efendiyê xwe înkar kir. Paşê, ew pir poşman bû (Meta 26:69-75).

15. Şeva berî mirina xwe, Îsa Mesîh çi kir?

15 Îsa Mesîh xwe bi temamî dispart Yehowa. Ew her çi qas însanekî bêqisûr bû jî, wî gelek caran dua dikir. Vê yekê dilê wî xurt dikir ku ew li gor daxwaza Yehowa hereket bike (Meta 26:39, 42, 44; Yûhena 18:4, 5). Petrûs bê guman tu caran ji bîr nedikir ku Îsa Mesîh wê şevê çi qas dua kiribû.

16. Petrûs çawa nîşan da ku ew êdî bûye xwediyê aqlê selîm? (1. Petrûs 4:7)

16 Bi zeman re, Petrûsê şandî hîn bû ku çi qas muhîm e ku ew dua bike û xwe bispêre Yehowa. Piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê hat rakirin, wî ji Petrûs û şandiyên din re got ku ewê ruhê pîroz bide wan, da ku ew bikarin mizgîniyê li her derê belav bikin. Îsa Mesîh ji wan xwest ku ew li Orşelîmê li bendê bisekinin heta ku ewê ruhê pîroz bistînin (Lûqa 24:49; Karên Şandiyan 1:4, 5). Heta wê demê, Petrûs çi kir? Wî bi xwişk û birayên din re “bi dewamî dua dikir” (Karên Şandiyan 1:13, 14). Paşê, di nameya xwe ya pêşîn de, Petrûsê şandî ji xwişk û birayan re wisa got: “Dawiya her tiştî nêzîk bûye. Loma, xwediyê aqlê selîm bin û ji aliyê duakirinê ve hişyar bin” (1. Petrûs 4:7). Belê, Petrûsê şandî hîn bû ku xwe bispêre Yehowa, û ew bû ‘stûna’ civatê (Galatî 2:9).

17. Hunerên me her çi bin jî, gerek em çi bikin? (Li resim jî binêre.)

17 Ji bo ku em xwediyê aqlê selîm bin, gerek em gelek caran ji Yehowa re dua bikin. Hunerên me çi qas mezin bin jî, gerek em qebûl bikin ku dua pir muhîm e. Loma, bi xisûsî gava lazim e ku em qerarên muhîm bidin, gerek em ji Yehowa rêberiyê bixwazin û bawer bin ku ew dizane ku em hewceyî çi ne.

Petrûs hîn bû ku xwe bi destê duayê bispêre Yehowa. Bi xisûsî gava lazim e ku em qerarên muhîm bidin, em jî dikarin bi destê duayê alîkariya Yehowa bixwazin û bi vî awayî xwediyê aqlê selîm bin (Li paragrafa 17an binêre)a


18. Em çawa dikarin nêzîktirî nêrîna Yehowa bibin?

18 Em ji Yehowa re şikirdar in ji ber ku wî em wisa çêkirine ku em bikarin sifetên wî ji xwe re emsal bigirin (1. Mûsa 1:26). Em helbet nikarin vêya bi awayekî bêqisûr bikin (Îşaya 55:9). Lê belê, wek Petrûsê şandî, em dikarin nêzîktirî nêrîna Yehowa bibin. Loma, bila em xîret bikin ku li gor nêrîna Yehowa hereket bikin, dilnizm bin û xwediyê aqlê selîm bin!

EM ÇAWA DIKARIN …

  • wek Yehowa bifikirin?

  • dilnizm bin?

  • “xwediyê aqlê selîm bin”?

KILAM 30 Bav, Xwedê û Dostê Min

a RESIM: Xwişkeke ku li benda hevpeyivîneke ji bo karekî ye, di dilê xwe de dua dike.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne