Li gor Lûqa
24 Lê di roja pêşîn a hefteyê de, ew serê sibehê zû hatin ser mezel û giyayên bêhndar ku wan hazirkiribûn anîn. 2 Lê belê, wan dît ku kevirê li ber mezel ji cihê xwe gêrkirî bû, 3 û gava ew ketin hundir, wan cesedê Efendiyê me Îsa nedît. 4 Gava ew hê li ser vê yekê şaş diman, ji nişka ve du zilam bi kincên ku şewq dida li ber wan sekinîn. 5 Jin tirsiyan û serê xwe kirin ber xwe. Zilaman ji wan re got: “Hûn çima di nav miriyan de li yê sax digerin? 6 Ew ne li vir e, ew ji mirinê hatiye rakirin. Bînin bîra xwe ku wî ji we re çi gotibû, gava ew hê li Celîleyê bû, 7 ku gerek Kurê Mirov bê dayîn destê gunehkaran, li ser darê îşkenceyê bê îdamkirin, û di roja sisêyan de ji mirinê bê rakirin.” 8 Hingê wan gotinên wî anîn bîra xwe, 9 û ew ji mezel vegeriyan, çûn û her tişt ji Yanzdehan* û yên din re gotin. 10 Ew Meryema Mejdelanî, Yohana û Meryema diya Aqûb bûn. Û jinên din jî, ên ku bi wan re bûn, ev hemû tişt ji şandiyan re gotin. 11 Lê belê, gotinên wan ji bo şandiyan bêmantiq xuya kirin, û wan ji jinan bawer nekir.
12 Lê Petrûs rabû û bi lez çû ser mezel. Gava wî serê xwe xwar kir û li hundir nêrî, wî bi tenê kitan dît. Hingê ew ji wê derê çû û meraq kir ka çi qewimîbû.
13 Di eynî rojê de, du şagirt diçûn gundekî bi navê Emaus, ê ku weke 11 kîlometre ji Orşelîmê dûr bû, 14 û wan li ser hemû tiştên ku çêbûn xeber dida.
15 Gava wan li ser van tiştan sohbet dikir, Îsa nêzîkî wan bû û bi wan re meşiya, 16 lê wan ew nas nekir. 17 Wî ji wan re got: “Hûn di rê de li ser çi minaqeşe dikin?” Hingê ew bi xemgînî sekinîn. 18 Yek ji wan bi navê Klêopas ji wî re got: “Ma tu xerîb î û bi tena serê xwe li Orşelîmê dijî ku tu nizanî ku di van rojan de li wê derê çi çêbûye?” 19 Wî ji wan pirsî: “Çi çêbûye?” Wan ji wî re got: “Tiştên ku hatin serê Îsayê Nasirayî, yê ku li ber Xwedê û hemû mirovan bi gotin û kirinên xwe pêxemberekî biqudret bû, 20 û çawa ku serokên kahînan û serokên me ew da dest, da ku ew cezayê mirinê bistîne, û paşê wan ew li ser darê îşkenceyê bizmar kir*. 21 Lê me hêvî dikir ku yê ku wê Îsraîlê xelas bike, ew e. Bi ser de, îro roja sisêyan e ku ev hemû tişt çêbûne. 22 Wekî din, hin jinên di nav me de em şaş kirin. Ew sibehê zû çûn mezel, 23 û gava wan cesedê wî nedît, ew hatin û gotin ku melek li wan xuya bûn, ên ku got ku ew sax e. 24 Paşê hin kes ji nav me çûn ser mezel, û çawa ku jinan gotibû wisa bû, lê wan ew nedît.”
25 Hingê wî ji wan re got: “Ey hûn bêhişno! Hûn çi qas bi derengî baweriya xwe bi hemû gotinên pêxemberan tînin. 26 Ma ne lazim bû ku Mesîh vê cefayê bikişîne û bigihîje rûmeta xwe?” 27 Û wî ji Mûsa û hemû pêxemberan dest pê kir ku ji wan re tiştên ku li ser wî di hemû Nivîsarên Pîroz de hatibûn nivîsîn, şirove bike.
28 Dawiya dawî, ew nêzîkî gundê ku ew diçûnê bûn, û wî wisa kir qey ew rêya xwe dewam dike. 29 Lê wan zor da wî û got: “Li cem me bimîne, çimkî êdî berê êvarê ye û roj diçe ava.” Ew jî bi wan re çû û li cem wan ma. 30 Gava ew bi wan re li ser sifrê bû, wî nan hilda, dua kir*, şikand û da wan. 31 Hingê wan fehm kir, û wan ew nas kir, lê ew ji ber çavên wan winda bû. 32 Û wan ji hev re got: “Gava wî di rê de bi me re xeber dida û Nivîsarên Pîroz bi zelalî şirove dikir, ma agir neket dilê me?” 33 Û di eynî saetê de ew rabûn û vegeriyan Orşelîmê. Wan Yanzdeh û yên din ku bi wan re li hev top bûbûn, dîtin 34 ên ku digot: “Efendiyê me bi rastî jî ji mirinê hatiye rakirin, û ew ji Şîmûn re xuya bûye!” 35 Îcar wan behsa tiştên ku di rê de çêbûn kir, û ku wan çawa ew nas kir, gava wî nan şikand.
36 Gava wan hê li ser van tiştan xeber dida, Îsa di nav wan de xuya bû û got: “Silav* li we.” 37 Lê ji ber ku ew tirsiyan û ziravê wan qetiya, ew fikirîn ku ew ruhekî dibînin. 38 Hingê wî ji wan re got: “Hûn çima şaş mane û çima şik dikevin dilê we? 39 Ka li dest û lingên min binêrin, ez im. Destên xwe bidin min û bibînin; çimkî eger ez ruhek bûma, weyê nikaribûya destê xwe bidaya goşt û hestiyên min.” 40 Gava wî ev yek digot, wî dest û lingên xwe nîşanî wan dan. 41 Lê wan ji şabûnê û ji ecêbmayîbûnê hê bawer nedikir, loma wî ji wan re got: “Ka tiştekî ji bo xwarinê li ba we heye?” 42 Wan jî parçeyek masiyê sorkirî da wî, 43 û wî ew hilda û li ber çavê wan xwar.
44 Paşê wî ji wan re got: “Gava ez hê li ba we bûm, min ji we re got ku hemû tiştên ku di Qanûna Mûsa, Nivîsarên Pêxemberan û Zebûran de li ser min hatine nivîsîn, gerek bên cih.” 45 Hingê wî alî wan kir* ku ew maneya Nivîsarên Pîroz bi temamî fehm bikin, 46 û wî ji wan re got: “Wisa hatiye nivîsîn: Mesîh wê cefayê bikişîne û di roja sisêyan de ji mirinê bê rakirin, 47 û ji Orşelîmê bigire heta hemû miletên din, li ser esasê navê wî, xebera tobekirina ji bo efûkirina gunehan wê bê belavkirin. 48 Hûnê bibin şahidên van tiştan. 49 Û tiştê ku Bavê min soz daye, ezê ji we re bişînim. Lê hûn, di bajêr de bimînin heta ku hûn ji jor qewetê bistînin.”
50 Paşê wî ew derxistin û birin Beytanyayê, û li wê derê wî destên xwe bilind kirin û ji bo wan xêra Xwedê xwest. 51 Gava wî hê xêra Xwedê dixwest, ew ji wan hat standin û Xwedê ew hilkişand nav ezmên. 52 Ew li ber wî çûn ser çokan û bi dilxweşiyeke mezin vegeriyan Orşelîmê. 53 Û ew bi dewamî di îbadetgehê de bûn û pesnê Xwedê didan.