KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Kanûn r. 8-13
  • Kitêba Eyûb Nîşanî Me Dide ku Gerek Em Çawa Şîretan Bidin

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Kitêba Eyûb Nîşanî Me Dide ku Gerek Em Çawa Şîretan Bidin
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • SÊ HEVALÊN EYÛB ÇAWA ŞÎRET DAN?
  • ÊLÎHÛ ÇAWA ŞÎRET DA EYÛB?
  • BI DEWAMÎ JI KITÊBA EYÛB HÎN BIBE
  • Di Dema Tengasiyê de ji Kitêba Eyûb Feydeyê Bibîne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Kanûn r. 8-13

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 49

KILAM 44 Niyaza Kesê Dilteng

Kitêba Eyûb Nîşanî Me Dide ku Gerek Em Çawa Şîretan Bidin

“Eyûbo! Gotina min bibihîze” (EYÛB 33:1).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Ji kitêba Eyûb, emê bibînin ku em çawa dikarin şîretên baş bidin.

1-2. Gava sê hevalên Eyûb û Êlîhû hatin ba Eyûb, wan çi kir?

GAVA Eyûb her tiştê xwe winda kir, xebera di heqê vê yekê de zû belav bû. Sê hevalên wî Êlîfaz, Bîldad û Sofar jî bihîst ku çi hatibû serê Eyûb, û ew çûn bajarê Ûsê ku dilê wî rehet bikin. Lê gava ew gihîştin wê derê û halê Eyûb dîtin, ew şaş û metel man.

2 Ka bîne ber çavê xwe: Di destê Eyûb de çi hebû jî, wî her tişt winda kir. Pez, naxir, deve û kerên wî gişt çûn. Mala ku zarokên wî tê de bûn hilweşiya, û gişt mirin. Piraniya xizmetkarên wî jî hatin kuştin. Bi ser de, bedena Eyûb bi kunêrên xerab ve tije bû. Ji dûr ve, sê zilaman Eyûb di nav xweliyê de rûniştî dît. Ji ber êşa wî ya mezin, heft roj derbas bûn bêyî ku wan tiştekî got (Eyûb 2:12, 13). Paşê, xortekî bi navê Êlîhû jî hat û nêzîkî wan rûnişt. Ji ber derdên xwe, Eyûb lanet li roja bûyîna xwe kir û mirina xwe xwest (Eyûb 3:1-3, 11). Xuya ye ku Eyûb hewceyî alîkariyê bû. Ji tiştên ku wan zilaman ji wî re gotin û ji vê yekê ku wan çawa xeber da tê fehmkirin ka ew bi rastî dostên Eyûb bûn yan na.

3. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin çi?

3 Yehowa gotin û kirinên sê hevalên Eyûb û Êlîhû ji Mûsa re da nivîsandin. Xuya ye ku hin gotinên Êlîfaz ji îlhama cinekî bûn. Ji aliyê din ve, gotinên Êlîhû ji îlhama Yehowa bûn (Eyûb 4:12-16; 33:24, 25). Ji ber vê yekê, di kitêba Eyûb de hem şîretên pir baş hem jî şîretên pir xerab hene. Ji kitêba Eyûb, emê bibînin ku gerek şîret çawa bê dayîn. Pêşî, emê mîsalên xerab ên sê hevalên Eyûb bibînin. Paşê jî, emê bala xwe bidin mîsala baş a Êlîhû. Wekî din, emê bibînin ku Îsraîliyan çawa dikaribû ji kitêba Eyûb feydeyê bistînin û em çawa dikarin jê feydeyê bistînin.

SÊ HEVALÊN EYÛB ÇAWA ŞÎRET DAN?

4. Dilê Eyûb çima bi gotinên sê hevalên wî rehet nebû? (Li resim jî binêre.)

4 Kitêba Pîroz dibêje ku gava sê hevalên Eyûb bihîst ku çi bela hatiye serê Eyûb, ew çûn ku “wî aş û teselî bikin” (Eyûb 2:11). Lê belê, herî kêm ji ber sê sebeban, ew negihîştin vê hedefê. A yekê, bêyî ku guh bidin wî, wan bi lez şîret da wî. Mesela, ew bi şaşîtî difikirîn ku Eyûb ji ber gunehên xwe dihat cezakirina (Eyûb 4:7; 11:14). A diduyan, gelek gotinên wan bêkêr, bênezaket û sert bûn. Mesela, her sê zilaman tiştên wisa gotin, ên ku qey bimantiq xuya dikir, lê bi eslê xwe nerast bûn (Eyûb 13:12). Bîldad du caran bi sertî ji Eyûb re got ku ew pir xeber dide (Eyûb 8:2; 18:2). Sofar jî bi zimanekî tûj îma kir ku Eyûb yekî “bêhiş” e (Eyûb 11:12, NWT). A sisêyan, dibe ku wan dengê xwe li hemberî Eyûb bilind nekir, lê wan gelek caran qerfên xwe bi wî kirin, ew sûcdar kirin û ew nizm xistin (Eyûb 15:7-11). Eşkere ye ku armanca wan ne ew bû ku dilê Eyûb rehet bikin yan baweriya wî xurttir bikin, lê ew bû ku wî sûcdar derxînin.

Yek ji hevalên Eyûb jê re sert xeber dide. Du hevalên wan ên din li wan dinêrin. Çermê Eyûb tijî kunêran e, û ew pir êşê dikişîne. Ew li erdê rûniştî ye û guh dide şîretên wî.

Gava tu şîretê didî, guhdarê xwe nizm nexe lê alî wî bike (Li paragrafa 4an binêre)


5. Netîceya şîretên hevalên Eyûb çi bû?

5 Netîceya şîretên sê hevalên Eyûb ne baş bû. Ji ber gotinên wan, Eyûb xwe pir xerab hîs kir (Eyûb 19:2). Her ku wan ew sûcdar dikir, wî xîret dikir ku rastdariya xwe îsbat bike. Ji ber vê yekê, Eyûb “tewşo mewşo” xeber dida (Eyûb 6:3, 26). Gotinên sê hevalên Eyûb ne li gor nêrîna Yehowa bûn, û ew li hemberî Eyûb dilşewat nebûn. Bi vî awayî, wan bê hemdî îzin da ku Îblîs wan ji bo armanca xwe bi kar bîne (Eyûb 2:4, 6). Di demên berê de, vê serpêhatiyê çawa dikaribû ji bo mirovan bifeyde be, û îro, em çawa dikarin jê feydeyê bistînin?

6. Rîspiyên miletê Îsraîl dikaribû ji mîsala xerab a sê hevalên Eyûb çi dersan bistînin?

6 Îsraîliyan çawa dikaribû feyde bidîta? Piştî çêbûna miletê Îsraîl, Yehowa rîspiyên jîr û jêhatî tayîn kirin ku ew li gor qanûnên wî hakimtiyê bikin (5. Mûsa 1:15-18; 27:1). Lazim bû ku ew rind guh bidin berî ku ew hakimtiyê bikin yan şîretê bidin kesekî (2. Dîrokan 19:6). Wekî din, lazim bû ku ew pirsan bipirsin û nefikirin ku ew jixwe her tiştî dizanin (5. Mûsa 19:18). Lazim bû ku kesên ku şîretan didin bi kesên ku ji wan alîkarî dixwest re bi sertî xeber nedin. Gelo çima? Çimkî zor e ku mirov dilê xwe ji kesekî sert re veke (2. Mûsa 22:22-24). Belê, rîspiyên miletê Îsraîl dikaribû ji serpêhatiya Eyûb gelek dersên bifeyde bistînin.

7. Ji xeynî rîspiyên miletê Îsraîl, kê dikaribû şîretan bidin, û wan çawa dikaribû ji serpêhatiya Eyûb feydeyê bistînin? (Methelokên Silêman 27:9)

7 Helbet, şîretdayîn ne tenê îşê rîspiyan bû. Bi eslê xwe, hemû Îsraîliyan – ciwan, extiyar, jin, mêr – dikaribû alî kesên din bikira ku ew nêzîktirî Yehowa bibin yan xwe serrast bikin (Zebûr 141:5). Yek ji xisûsiyetên dostekî rastîn ev e ku ew hazir e ku ji dil şîretê bide (Methelokên Silêman 27:9 bixwîne). Mîsala xerab a sê hevalên Eyûb dikaribû nîşanî Îsraîliyan bidaya ku gava ew şîretan didin, gerek ew çi nebêjin û çi nekin.

8. Gava em şîretan didin, gerek em çi nekin? (Li resiman jî binêre.)

8 Em çawa dikarin feydeyê bistînin? Ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in, em dixwazin destekê bidin xwişk û birayên ku ketine tengasiyê. Lê belê, gerek em mîna sê hevalên Eyûb nekin. A yekê, berî ku em şîretan bidin, gerek em rind bizanibin ku bi rastî çi çêbûye. A diduyan, gerek em ne wek Êlîfaz li gor nêrîn û tecrûbeya xwe, lê li ser esasê Kitêba Pîroz şîretan bidin (Eyûb 4:8; 5:3, 27). A sisêyan, gerek em mirovan rexne nekin û bi wan re bi sertî xeber nedin. Hin gotinên Êlîfaz û hevalên wî rast bûn. Heta, Pawlosê şandî yek ji gotinên wan dubare kir (Eyûb 5:13 bi 1. Korîntî 3:19 muqayese bike). Dîsa jî, piraniya gotinên wan ên di heqê Yehowa de şaş bûn û dilê Eyûb êşand (Eyûb 42:7, 8). Gava em şîretan didin, gerek em Yehowa Xwedê tu caran wek yekî nemaqûl nîşan nedin û nebêjin ku ew ji xizmetkarên xwe hez nake. Niha, ka em binêrin ku em dikarin ji mîsala Êlîhû çi dersan bistînin.

Kolaj: Birayek bi dilovanî şîretê dide birayekî ku xemgîn e. 1. Birayek bi sebir guh dide birayekî xemgîn. Ew bi hev re li derve rûniştî ne. 2. Birayê ku guh dide Kitêba Pîroz vedike. 3. Bira bi dilovanî ji Kitêba Pîroz şîretê dide. Birayê din jî guh dide wî.

Wexta ku tu şîretê didî kesekî, (1) pê derxe ku bi rastî çi çêbûye, (2) Kitêba Pîroz bi kar bîne û (3) bi dilovanî xeber bide (Li paragrafa 8an binêre)


ÊLÎHÛ ÇAWA ŞÎRET DA EYÛB?

9. Piştî ku sê hevalên Eyûb dev ji xeberdanê berda, çima ji Eyûb re alîkarî lazim bû, û Yehowa ev alîkarî çawa da wî?

9 Eyûb û sê hevalên wî dirêj dirêj sohbet kir, û 28 beşên Kitêba Pîroz bi sohbetên wan ve tije ne. Ji gotinên wan tê fehmkirin ku ew aciz bûn û heta bihêrs bûn. Dawiya dawîn, wan dev ji xeberdanê berda, lê Eyûb hê xemgîn bû û hê jî hewceyî teselî û şîretê bû. Gelo Yehowa çawa alî wî kir? Bi destê Êlîhû, Yehowa Xwedê şîret da wî. Lê Êlîhû çima ew qas li bendê sekinî heta ku wî dest bi xeberdanê kir? Wî got: “Ez bi emrê xwe biçûk im, hûn jî kal in. Loma min xwe da paş” (Eyûb 32:6, 7). Êlîhû dizanibû ku bi saya tiştên ku kesên extiyar dîtine û hîn bûne, hîkmet û tecrûbeya wan bi gelemperî ji ya ciwanan zêdetir e. Lê piştî ku Êlîhû bi sebir guh dabû Eyûb û hevalên wî, wî êdî nikaribû xwe bigire. Wî got: “Şehreza ne [tenê] kesên kal in, kesên heqiyê fêm dikin ne [tenê] rîspî ne” (Eyûb 32:9). Gelo Êlîhû paşê çi got, û wî bi çi awayî xeber da?

10. Berî ku Êlîhû şîret da Eyûb, wî çi kir? (Eyûb 33:6, 7)

10 Berî ku Êlîhû şîret da Eyûb, ew di ber dilê wî de çû. Gelo çawa? Em dizanin ku di serî de, Êlîhû bihêrs bû (Eyûb 32:2-5). Lê dîsa jî, gava wî bi Eyûb re xeber da, wî ev yek ne bi hêrs, lê bi dilnizmî kir. Mesela, wî ji Eyûb re got: “Va ye, li ber Xwedê, ez jî wekî te me” (Eyûb 33:6, 7 bixwîne). Paşê, wî got ku wî rind guh dabû gotinên Eyûb. Heta, wî behsa nuqteyên sereke yên gotinên Eyûb kir (Eyûb 32:11; 33:8-11). Û gava Êlîhû dîsa şîret da Eyûb, wî dîsa wisa kir (Eyûb 34:5, 6, 9; 35:1-4).

11. Êlîhû çawa şîret da Eyûb? (Eyûb 33:1)

11 Gava Êlîhû şîret da Eyûb, wî bi hurmet xeber da. Mesela, wisa xuya dike ku sê hevalên Eyûb navê wî neanîbû zimên, lê Êlîhû navê wî got (Eyûb 33:1 bixwîne). Bi îhtimaleke mezin, Êlîhû anî bîra xwe ku gava Eyûb û hevalên wî xeber dida, li wî çi qas zor dihat ku xwe bigire û tiştekî nebêje. Loma, gava wî şîret da Eyûb, wî fersend da wî ku ew cewabê bide (Eyûb 32:4; 33:32). Wekî din, Êlîhû bi eşkereyî got ku hin fikrên wî ne baş in, û wî hîkmet, qudret, edalet û hezkirina dilsoz a Yehowa anî bîra wî (Eyûb 36:18, 21-26; 37:23, 24). Bi saya şîretên baş ên Êlîhû, Eyûb hazir bû ku ji Xwedê rêberiyê bistîne (Eyûb 38:1-3). Gelo kesên ku di demên berê de dijiyan çawa dikaribû ji mîsala Êlîhû feydeyê bistînin, û em çawa dikarin jê feydeyê bistînin?

12. Yehowa çawa bi destê pêxemberan alî xizmetkarên xwe dikir, û Îsraîliyan çawa dikaribû ji mîsala baş a Êlîhû feydeyê bistînin?

12 Îsraîliyan çawa dikaribû feyde bidîta? Di demên berê de, Yehowa Xwedê gelek pêxember tayîn kirin ku armanca xwe ji xizmetkarên xwe re bide zanîn. Mesela, di dema hakiman de, Deborayê mîna dayikekê rêberiya xelkê dikir, û Samûêl ji ciwaniya xwe ve wek xeberbêjê Yehowa xizmet dikir (Serweran 4:4-7; 5:7; 1. Samûyêl 3:19, 20). Paşê, di dema padîşahan de, Yehowa bi destê pêxemberan alî xizmetkarên xwe dikir ku ew nêzîkî wî bimînin û şîret dida kesên ku ji îbadeta rast dûr diketin (2. Samûyêl 12:1-4; Karên Şandiyan 3:24). Mîsala Êlîhû dikaribû nîşanî kesên dilsoz bide ku gerek ew çawa şîretan bidin.

13. Em çawa dikarin dilê hevdû xurt bikin?

13 Em çawa dikarin feydeyê bistînin? Ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in, em jî xebera Kitêba Pîroz belav dikin û daxwaza Xwedê didin bihîstin. Wekî din, em dilê xwişk û birayan bi gotinên xweş xurt dikin (1. Korîntî 14:3). Eger xwişk û bira ji ber hin tiştan bihêrs bin yan “tewşo mewşo” xeber bidin jî, lazim e ku bi xisûsî rîspî “dilê kesên dilşikestî rehet bikin” (1. Selanîkî 5:14; Eyûb 6:3).

14-15. Gava rîspî şîretan didin, ew çawa dikarin Êlîhû ji xwe re emsal bigirin?

14 Ka vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Rîspiyek dibihîze ku di civata wî de, xwişkek ketiye depresyonê. Ji ber vê yekê, ew bi birayekî din re diçe ba wê ku wê teşwîq bike. Di sohbetê de, xwişk dibêje ku ew xwe xerab hîs dike û ji xizmet û civînan kêfê nastîne. Îcar rîspî gerek çi bike?

15 A yekê, gerek ew pê derxe ku xwişk çima xemgîn e. Ji bo vê, gerek ew bi sebir guh bidê. Gelo ew xwe layiqî hezkirina Xwedê nabîne? Gelo ew ji ber barê “xemên vê dinyayê” difetise? (Lûqa 21:34). A diduyan, gerek rîspî li fersendan bigere ku pesnê xwişkê bide. Jixwe, ew her çi qas di depresyonê de ye jî, ew hê tê civînan û diçe xizmetê. Û ya sisêyan, wexta ku rîspî rewşa wê fehm bike û pê derxe ku xwişkê cesareta xwe çima winda kiriye, ewê bikare bi destê Kitêba Pîroz nîşanî wê bide ku Yehowa jê hez dike (Galatî 2:20).

BI DEWAMÎ JI KITÊBA EYÛB HÎN BIBE

16. Em çawa dikarin bi dewamî ji kitêba Eyûb hîn bibin?

16 Belê, em dikarin ji kitêba Eyûb gelek dersan bistînin! Wek meqaleya berê nîşanî me dabû, kitêba Eyûb zelal dike ku Xwedê çima dihêle ku kul û derd hebin. Wekî din, em hîn bûne ku em çawa dikarin li hemberî tengasiyan tehemul bikin. Di vê meqaleyê de, me dîtiye ku em çawa dikarin bi awayekî baş şîretan bidin – ne mîna sê hevalên Eyûb, lê mîna Êlîhû. Berî ku tu şîretê bidî kesekî, ma ne baş be ku tu van dersên ji kitêba Eyûb dîsa di ber çavan re derbas bikî? Û eger êdî pir wext derbas bûye ku te kitêba Eyûb cara dawîn xwendibû, ma ne baş be ku tu vê kitêba xweş dîsa bixwînî? Tuyê bibînî ku ev kitêb ne tenê di demên berê de, lê îro jî pir bifeyde ye.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Ji mîsala sê hevalên Eyûb, em hîn bûne ku gerek em çawa şîretan nedin?

  • Êlîhû çawa bi awayekî baş şîret da Eyûb?

  • Em çawa dikarin bi dewamî ji kitêba Eyûb hîn bibin?

KILAM 125 Xwezî bi Yên ku Dilrehm in!

a Wisa tê fehmkirin ku cinekî ji Êlîfaz re gotibû ku Yehowa tu mirovî wek kesekî rast nabîne. Li gor nêrîna wî, mirov her çi bike jî, Xwedê wê tu caran ji wî razî nebe. Her sê carên ku Êlîfaz xeber da, wî ev fikra şaş dubare kir (Eyûb 4:17; 15:15, 16; 22:2).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne