MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 48
KILAM 129 Emê Dilsoz Bimînin
Di Dema Tengasiyê de ji Kitêba Eyûb Feydeyê Bibîne
“Bi rastî, Xwedê xerabiyê nake” (EYÛB 34:12).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bala xwe bidinê ku li gor kitêba Eyûb, Xwedê çima dihêle ku kul û derd hebin û em çawa dikarin li hemberî tengasiyê tehemul bikin.
1-2. Çima hêja ye ku em kitêba Eyûb bixwînin?
VAN ROJAN, gelo te kitêba Eyûb xwendiye? Ev kitêba ku teqrîben 3.500 sal berê hatibû nivîsandin wek şahesera edebiyata dinyayê tê dîtin. Çavkaniyek dibêje ku zimanê vê kitêbê hem hêsan e hem pir xweş û qewî ye. Yê ku ev kitêba xweş bi îlhama Yehowa Xwedê nivîsî, Mûsa pêxember bû (2. Tîmotêyos 3:16).
2 Kitêba Eyûb qismekî muhîm ê Kitêba Pîroz e. Gelo çima? Yek ji sebeban ev e ku kitêba Eyûb bi zelalî nîşan dide ku pîrozkirina navê Yehowa dozeke çi qas mezin e. Wekî din, ev kitêb behsa hezkirin, hîkmet, edalet û qudreta Yehowa dike. Mesela, di kitêba Eyûb de Yehowa 31 car wek “Karîndar”, yanî wek Xwedayê ku qudreta wî têra her tiştî dike, tê binavkirin. Ev gotin di hemû kitêbên din ên Kitêba Pîroz de ew qas derbas nabe. Ji xeynî vê, kitêba Eyûb cewabên gelek pirsên muhîm dide, mesela: Xwedê çima dihêle ku kul û derd hebin?
3. Hin feydeyên xwendina kitêba Eyûb çi ne?
3 Çawa ku mirov dikare ji serê çiyayekî derdora xwe bi zelalî bibîne, kitêba Eyûb jî alî me dike ku em tengasiyên jiyanê ji cihekî bilind bibînin, yanî bi nêrîna Yehowa. Ka em bibînin ku gava em di tengasiyê de ne, em çawa dikarin ji kitêba Eyûb feydeyê bistînin. Emê bibînin ku Îsraîliyan dikaribû ji serpêhatiya Eyûb çi hîn bibûna û em dikarin jê çi hîn bibin. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin bi destê vê kitêbê alî kesên din bikin.
XWEDÊ DIHÊLE KU EYÛB TENGASIYÊ BIKIŞÎNE
4. Di nav Eyûb û Îsraîliyên li Misrê de çi ferqa mezin hebû?
4 Dema ku Îsraîlî li welatê Misrê kole bûn, zilamekî bi navê Eyûb li welatê Ûsê dijiya. Bi îhtimaleke mezin, Ûs li rojhilata Welatê Sozdayî û li bakurê Erebistanê bû. Li Misrê, Îsraîliyan dest bi pûtperestiyê kiribû, lê Eyûb bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikir (Yêşû 24:14; Hêzekîêl 20:8). Yehowa di heqê Eyûb de wisa got: “Li dinyayê mirovekî wekî wî tuneye”a (Eyûb 1:8). Eyûb pir dewlemend û bi nav û deng bû. “Li rojhilat, mirovê herî mezin ew bû” (Eyûb 1:3). Îblîs ji ber dilrastiya vî zilamê qedirgiran pir diqehirî.
5. Yehowa çima hişt ku Eyûb bikeve tengasiyê? (Eyûb 1:20-22; 2:9, 10)
5 Îblîs got ku eger Eyûb bikeve tengasiyê, ewê dev ji îbadeta Yehowa berde (Eyûb 1:7-11; 2:2-5). Yehowa ji Eyûb pir hez dikir, lê gotinên Îblîs çend pirsên muhîm derxistin meydanê, loma Yehowa îzin da Îblîs ku ew gotinên xwe îsbat bike (Eyûb 1:12-19; 2:6-8). Îblîs pez û dewarên Eyûb ji destê wî girtin, deh zarokên Eyûb kuştin û Eyûb ji serî heta binî bi kunêrên xerab nexweş xist. Lê li hemberî van hicûmên zalim, Eyûb dîsa jî dev ji dilrastiya xwe berneda (Eyûb 1:20-22; 2:9, 10 bixwîne). Bi zeman re, Yehowa Eyûb qenc kir, dîsa gelek mal û milk da wî, navê wî paqij kir û deh zarok dan wî. Wekî din, wî emrê Eyûb 140 sal zêde kir, û Eyûb çar neslên zarok û neviyên xwe dîtin (Eyûb 42:10-13, 16). Gelo serpêhatiya wî çawa dikaribû ji bo kesên ku di demên berê de dijiyan, bifeyde bûya? Em dikarin ji serpêhatiya wî çi dersan bistînin?
6. Îsraîliyan çawa dikaribû ji serpêhatiya Eyûb feydeyê bibînin? (Li resim jî binêre.)
6 Îsraîliyan çawa dikaribû feydeyê bibînin? Li Misrê, jiyana Îsraîliyan pir zehmet bû. Mesela, Yêşû û Kaleb di ciwaniya xwe de kole bûn. Paşê, her çi qas sûcê wan tune bû jî, ew mecbûr man ku 40 sal li çolê bigerin. Ji serpêhatiya Eyûb, Îsraîliyên ku wê demê û paşê dijiyan dikaribû fehm bikin ku kul û derd ne ji Xwedê ne, lê ji Îblîs in. Wekî din, wan dikaribû fehm bikin ku Xwedê çima dihêle ku kul û derd hebin û ew çi qas qîmetê dide kesên ku ji wî re dilsoz dimînin.
Îsraîliyên ku bi gelek salan li Misrê kole bûn dikaribû ji serpêhatiya Eyûb feydeyê bistînin (Li paragrafa 6an binêre)
7-8. Kesên ku tengasiyê dikişînin çawa dikarin ji kitêba Eyûb feydeyê bibînin? Behsa serpêhatiya kesekî bike.
7 Em çawa dikarin feydeyê bibînin? Çi heyf e ku îro, gelek kes êdî îmana xwe winda kiriye, çimkî ew fehm nakin ku tiştên xerab çima tên serê mirovên baş. Mesela, serpêhatiya xwişka me Hazelêb, ya ku li Rwandayê dijî, bîne ber çavê xwe. Gava ew biçûk bû, baweriya wê bi Xwedê hebû. Lê paşê, tiştên xerab çêbûn. Dê û bavê wê hev berda, û ew li cem zirbavê xweyî zalim mezin bû. Gava ew ciwan bû, ew ji aliyê zilamekî ve hat xerakirin. Hazel çû dêrê, lê li wir, wê teselî nestand. Paşê, Hazelê ji Xwedê re wisa nivîsî: “Xwedê, min ji te re dua dikir, min xîret dikir ku qenciyê bikim, lê te xerabî li min kiriye. Niha ez dev ji te berdidim, û ezê êdî li gor kêfa xwe bijîm.” Ma dilê me bi kesên ku wek Hazelê difikirin ku kul û derdên wan ji Xwedê tên, naşewite?
8 Ji kitêba Eyûb, em hîn bûne ku kul û derd ne ji Xwedê, lê ji Îblîs tên. Wekî din, em hîn bûne ku gava tiştên xerab tên serê kesekî, ev yek nayê maneya ku wî guneh kiriye. Kitêba Pîroz nîşan dide ku tiştên nehêvîkirî dikarin bên serê her kesî (Waiz 9:11; Eyûb 4:1, 8). Ji xeynî vê, em hîn bûne ku gava em li hemberî tengasiyan ji Yehowa re dilsoz dimînin, em fersendê didin wî ku ew îsbat bike ku Îblîs derewçîn e (Eyûb 2:3; Methelokên Silêman 27:11). Bi saya tiştên ku em hîn bûne, em dizanin ku tiştên xerab çima dikarin bên serê me. Bi zeman re, Hazelê bi Şahidên Yehowa re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir û fehm kir ku tengasiyên wê ne ji Xwedê ne. Wê got: “Min dîsa ji dil ji Xwedê re dua kir. Min ji Yehowa re got ku gava min gotibû ku ezê dev ji wî berdim, min wisa gotibû ji ber ku min ew rind nas nedikir. Niha ez fehm dikim ku Yehowa ji min hez dike. Ez êdî dilxweş im, û hizûr ketiye dilê min.” Em çi qas şa ne ku em dizanin ku Xwedê çima dihêle ku kul û derd hebin. Ka em bibînin ku gava em rastî tengasiyan tên, em çawa dikarin ji serpêhatiya Eyûb feydeyê bistînin.
SERPÊHATIYA EYÛB ÇAWA ALÎ ME DIKE KU EM TEHEMUL BIKIN?
9. Gava Eyûb tengasî dikişand, wî çi kir? (Aqûb 5:11)
9 Halê Eyûb bîne ber çavê xwe. Ew di nav xweliyê de rûniştî bû, bedena wî tijî kunêr bû, û wî pir êş dikişand. Çermê wî ji van kunêran reş bûbû, û ew pir zeîf bûbû. Ew bêtaqet bû, û wî birînên xwe tim bi parçeyên kûpên şikestî dixurandin. Belê, halê Eyûb pir xerab bû, lê dîsa jî, ew ne tenê sax dima, wî tehemul dikir (Aqûb 5:11 bixwîne). Gelo çi alî Eyûb dikir ku ew tehemul bike?
10. Em ji ku dizanin ku dostaniya Eyûb a bi Yehowa re xurt bû?
10 Eyûb dilê xwe ji Yehowa re vekir (Eyûb 10:1, 2; 16:20). Mesela, beşa 3yan nîşan dide ku Eyûb ji ber derdên xwe dinalî. Bi şaşîtî, ew difikirî ku hemû derdên wî ji Yehowa ne. Paşê, sê hevalên Eyûb dîsa û dîsa got ku tiştên ku hatin serê wî ji ber gunehekî wî çêbûn. Dîsa jî, Eyûb dev ji dilrastiya xwe berneda. Ji gotinên Eyûb tê fehmkirin ku heta demekê, ew difikirî ku ew ji Xwedê adiltir e (Eyûb 10:1-3; 32:1, 2; 35:1, 2). Lê belê, wî qebûl kir ku ji bo ku bêsûciya xwe îsbat bike, wî carinan “tewşo mewşo” xeber dida (Eyûb 6:3, 26). Di beşa 31ê de, Eyûb xwest ku Xwedê cewabê bide wî û bibêje ku ew hêjayî ceza nîne (Eyûb 31:35). Bi eslê xwe, ev yek ku Eyûb rasterast ji Xwedê hesab xwest ka sebebê kul û derdên wî çi ye, ne minasib bû.
11. Gava Eyûb behsa dilrastiya xwe kir, Yehowa çi got?
11 Gelo Eyûb çima wisa xeber da? Xuya ye ku dostaniya wî ya bi Xwedê re qewî bû. Loma, ew hêvîdar bû ku Xwedê wê dilrastiya wî bibîne. Gava Yehowa ji nav firtoneyekê cewab da Eyûb, wî sebebên tengasiyên Eyûb hûr û kûr îzah nekirin. Wekî din, wî Eyûb sûcdar nekir ji ber ku wî gilî û gazinên xwe kiribûn yan ji ber ku wî tim behsa bêsûciya xwe kiribû. Çawa ku bavek bi kurê xwe re xeber dide, Yehowa eynî wisa bi Eyûb re xeber da. Ev metod bi rastî jî baş bû. Eyûb bi dilnizmî qebûl kir ku ew her tiştî nizane, û wî ji ber gotinên xwe yên bêhiş tobe kir (Eyûb 31:6; 40:4, 5; 42:1-6). Di demên berê de, mirovan çawa dikaribû ji vê serpêhatiyê feydeyê bibînin, û em çawa dikarin jê feydeyê bibînin?
12. Îsraîliyan çawa dikaribû ji serpêhatiya Eyûb feyde bibînin?
12 Îsraîliyan çawa dikaribû feydeyê bibînin? Îsraîliyan dikaribû ji tiştên ku hatibûn serê Eyûb dersê bistînin. Mesela, ka halê Mûsa pêxember bîne ber çavê xwe. Gava wî rêberiya miletê Îsraîl dikir, ew rastî gelek tengasiyan dihat. Lê belê, ew ne wek Îsraîliyên serhildêr bû. Li şûna ku li hemberî Yehowa şikayet bike, wî dilê xwe ji Yehowa re vedikir û behsa xemên xwe dikir (2. Mûsa 16:6-8; 4. Mûsa 11:10-14; 14:1-4, 11; 16:41, 49; 17:5). Wekî din, gava Yehowa Mûsa serrast kir, lazim bû ku ew wek Eyûb tehemul bike. Mesela, wexta ku Îsraîliyan konên xwe li Qadêşê danîbûn û wext êdî nêzîk bû ku ew bikevin Welatê Sozdayî, Mûsa ji ber şikayetên wan hêrs ket, û “peyvên bêtedbîr ji lêvên wî hatin der”. Çi heyf e ku wê demê, wî pesnê Yehowa neda (Zebûr 106:32, 33). Ji ber vê yekê, Yehowa îzin neda ku ew bikeve Welatê Sozdayî (5. Mûsa 32:50-52). Mûsa bê guman ji ber vê yekê xemgîn bû, lê dîsa jî, wî qerara Yehowa bi dilnizmî qebûl kir. Serpêhatiya Eyûb dikaribû alî Îsraîliyên ku paşê dijiyan bike ku ew li hemberî tengasiyan tehemul bikin. Ji vê serpêhatiyê, wan dikaribû hîn bibûna ku mirov çawa dikare dilê xwe ji Yehowa re veke, lê wisa neke qey ew ji wî adiltir e. Wekî din, wan dikaribû hîn bibûna ku gerek ew terbiyeya Yehowa çawa bi dilnizmî qebûl bikin.
13. Serpêhatiya Eyûb çawa dikare alî me bike ku em tehemul bikin? (Îbranî 10:36)
13 Em çawa dikarin feydeyê bibînin? Ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in, lazim e ku em jî tehemul bikin (Îbranî 10:36 bixwîne). Mesela, dibe ku em nexweş in, di depresyonê de ne, bi problemeke malbatê re micadele dikin, ji ber mirina dost yan merivekî xwe xemgîn in yan li ber tengasiyeke din in. Û carinan, gotin yan kirinên kesên din dikarin halê me hê jî girantir bikin (Methelokên Silêman 12:18). Kitêba Eyûb nîşanî me dide ku çi dibe bila bibe, em dikarin dilê xwe ji Yehowa re vekin û bawer bin ku ewê me bibihîze (1. Yûhena 5:14). Eger em carinan wek Eyûb “tewşo mewşo” xeber bidin jî, ewê me ji ber gotinên me yên jidil sûcdar neke, lê qewet û hîkmetê bide me ku em bikarin tehemul bikin (2. Dîrokan 16:9; Aqûb 1:5). Çawa ku wî Eyûb serrast kiribû, dibe ku ewê me jî serrast bike. Kitêba Eyûb nîşanî me dide ku eger em ji Kitêba Pîroz, ji teşkîlata Yehowa yan ji dostên bitecrûbe şîret yan terbiyeyê bistînin, em çawa dikarin tehemul bikin (Îbranî 12:5-7). Ji ber ku Eyûb şîreta ku jê re hat dayîn bi dilnizmî qebûl kir, wî pir feyde dît. Eger em jî şîretan bi dilnizmî qebûl bikin, emê jî pir feydeyê bibînin (2. Korîntî 13:11). Wek me dîtiye, em dikarin ji serpêhatiya Eyûb dersên pir bifeyde bistînin. Niha ka em bibînin ku em çawa dikarin bi destê serpêhatiya Eyûb alî kesên din bikin.
BI DESTÊ KITÊBA EYÛB ALÎ KESÊN DIN BIKE
14. Li xizmetê, em çawa dikarin zelal bikin ku kul û derd çima hene?
14 Li xizmetê, gelo mirov carinan ji te dipirsin ka kul û derd çima hene? Tu çi cewabê didî? Belkî tu dibêjî ku di baxçeyê Adenê de çi çêbû, ku li wê derê, melekekî xerab ji Adem û Hewayê re derew kir û bû sebeb ku ew li hemberî Xwedê serî hildin (1. Mûsa 3:1-6). Ji ber serhildana Adem û Hewayê, dinya bi kul û derdan ve tije ye û mirov kal û pîr dibin û dimirin (Romayî 5:12). Xwedê têra xwe wext daye ku derewên Îblîs eşkere bin û mizgîniya jiyana herheyî bê belavkirin (Peyxam 21:3, 4). Bi saya vê melûmatê, gelek kes ketin rêya rastiyê.
15. Em çawa dikarin bi destê kitêba Eyûb zelal bikin ku kul û derd çima hene? (Li resiman jî binêre.)
15 Bi destê kitêba Eyûb, tu dikarî bi awayekî din jî cewabê bidî pirsa ku kul û derd çima hene. Di serî de, tu dikarî pesnê mirovan bidî ji ber ku ew pirseke ew qas muhîm dipirsin. Paşê, behsa Eyûb pêxember bike. Gava ew zilamê dilsoz ket tengasiyan, wî jî pirseke wisa pirsî. Bi ser de, ew difikirî ku Xwedê belayeke wisa anîbû serê wî (Eyûb 7:17-21). Kesê ku tu pê re sohbetê dikî wê belkî ecêbmayî bimîne ku pirsa wî ew qas sedsal berê jî hatibû meydanê. Tu dikarî jê re bibêjî ku yê ku bela anîbû serê Eyûb ne Xwedê bû, lê Îblîs bû. Bi vî awayî, Îblîs dixwest îsbat bikira ku mirov tenê ji bo kara xwe ji Xwedê re îbadetê dikin. Wekî din, tu dikarî zelal bikî ku Xwedê her çi qas nebû sebebê tengasiyên Eyûb, wî hişt ku Eyûb tengasiyê bikişîne, çimkî ew bawer bû ku însanên dilsoz dikarin Îblîs derewçîn derxîne. Bi zeman re, Xwedê xizmetkarê xwe Eyûb ji ber dilsoziya wî xelat kir. Bi vî awayî, em dikarin ji mirovan re zelal bikin ku kul û derd ji Yehowa nayên.
Tu çawa dikarî bi destê kitêba Eyûb nîşanî mirovan bidî ku “Xwedê xerabiyê nake”? (Li paragrafa 15an binêre)
16. Kitêba Eyûb çawa dikare alî kesekî ku di tengasiyê de ye, bike? Behsa serpêhatiyekê bike.
16 Ka binêre ku kitêba Eyûb çawa alî zilamekî bi navê Mario kir. Di sala 2021ê de, xwişkekê mizgînî bi destê telefonê dabû wî. Di sohbeta pêşîn de, wê ji Mario re ayeteke ji Kitêba Pîroz xwend û got ku Xwedê hem hêviyeke xweş dide me hem jî guh dide duayên me. Gava wê ji Mario pirsî ka ew li ser vê yekê çi difikire, wî got: “Ez bawer dikim ku Xwedê heye, lê vê sibê, ez difikirîm ku ew bi min eleqedar nîne.” Heta, wî xwestibû xwe bikuşta, û ji ber vê yekê, wî dest bi nivîsîna notekê kiribû, lê hingê telefon hat. Di sohbeta diduyan de, xwişka me behsa tengasiyên Eyûb kir. Mario qerar da ku temamiya kitêba Eyûb bixwîne. Loma, xwişka me jê re lînka Wergera Dinyaya Nû şand. Di netîceyê de, Mario kursa Kitêba Pîroz qebûl kir ku Xwedayê dilovan baştir nas bike.
17. Tu çima şikirdar î ku Yehowa kitêba Eyûb xistiye Kitêba Pîroz? (Eyûb 34:12)
17 Eşkere ye ku Kitêba Pîroz dikare destekê bide mirovên ku tengasiyê dikişînin (Îbranî 4:12). Em şikirdar in ku Yehowa serpêhatiya Eyûb xistiye Kitêba Pîroz – wek Eyûb ji wî xwestibû (Eyûb 19:23, 24). Kitêba Eyûb nîşanî me dide ku “bi rastî, Xwedê xerabiyê nake, Karîndar edaletê şaş nake” (Eyûb 34:12 bixwîne). Wekî din, ew nîşanî me dide ku Xwedê çima dihêle ku kul û derd hebin û em çawa dikarin tehemul bikin. Meqaleya din wê bala me bikişîne ser hin dersên ku em dikarin ji kitêba Eyûb bistînin. Mesela, emê bibînin ku em çawa dikarin bi awayekî baş şîretan bidin.
KILAM 156 Bi Bawerî
a Bi îhtimaleke mezin, sohbeta di nav Xwedê û Îblîs de û tengasiyên Eyûb piştî mirina Ûsivê dilsoz (B.M. 1657) û berî ku Mûsa wek rêberê miletê Îsraîl hat tayînkirin (teqrîben B.M. 1514) çêbûn.
b Hin nav hatine guhertin.