“Hakimê Hemû Dinyayê” Her Tim Adil e
“Ew zinar e, karê wî bitûmî ye; ji ber ku hemû rêyên wî heq in” (5. MÛ. 32:4).
KILAM: 12, 135
1. Birahîm çawa bi edaleta Yehowa bawerî anî? (Li resmê ewilî binêre.)
“Ma Hakimê hemû dinyayê wê rastiyê neke?” (1. Mû. 18:25, WDN). Bi vê pirsê, Birahîm baweriya xwe xuya kir ku hikmê Yehowa yê li ser Sodom û Gomorayê wê adil bibe. Birahîm rind zanibû ku Yehowa tu caran neheqiyê nake û “kesê rast û kesê xerab pev re tune nake”. Li gor Birahîm, tiştekî wisa wê mimkun nebûya. Nêzikî 400 sal pişt re, Yehowa der heqê xwe de wisa got: “Ew zinar e, karê wî bitûmî ye; ji ber ku hemû rêyên wî heq in; xwedayê dilsoziyê ye û neheqiyê nake; yê ku dilsoz û rast e ew e” (5. Mû. 31:19; 32:4).
2. Yehowa nikare bêedaletî an neheqiyê bike?
2 Birahîm çima bawer bû ku Yehowa her tim adil e? Çimkî yê herî adil û rast ew e. Peyvên Îbranî yên ku wek “edalet” (an “heq”) û “rastî” hatine wergerandin di Kitêba Pîroz de gelek caran bi hev re derbas dibin. Bi eslê xwe, edalet û rastî wek hev in. Ji ber ku Yehowa çavkaniya rastiyê ye, ew her tim adil e. Li gor Nivîsarên Pîroz, ew “ji rastî û edaletê hez dike” (Zeb. 33:5).
3. Mirov carinan li kîjan neheqiyan rast tên? Mîsalekê bide.
3 Kesên dilpak şa ne ji ber ku Yehowa her tim adil e, çimkî dinya bi neheqiyê ve tije ye. Ji bo vê, hinek bûne qurbanên bêedaletiya giran. Mesela, hinek bi awayekî neheq ketine hebsê. Bi saya testên DNAyê, bêsûciya çend kesan hatiye îsbat kirin, û piştî hebsbûna bi dehan salan, ew ji hebsê derdikevin. Her çi qas mirov seba neheqiyên wisa aciz û bi hêrs dibin jî, neheqiyeke din carinan ji bo şagirtên Îsa hê zortir e.
DI CIVATÊ DE
4. Baweriya me çawa dikare bê ceribandin?
4 Bi rastî, em şaş namînin gava em li derveyî civata şagirtên Îsa neheqiyê dibînin. Lê eger di hundirê civatê de tiştekî ku li gor me neheqî ye bê serê me, dibe ku baweriya me bê ceribandin. Eger tu di civatê de an jî ji aliyê xwişk an birayekî ve li neheqiyê rast bêyî, tuyê çi bikî? Gelo baweriya te wê sist bibe?
5. Eger em di civatê de li neheqiyê rast bên, gerek em çima şaş nemînin?
5 Ji ber ku em gişt qisûrdar in û li bin bandora gunehê ne, em dizanin ku di civatê de jî dibe ku neheqî bê serê me an jî dibe ku em ji kesekî re neheqiyê bikin (1. Yûh. 1:8). Tiştên wisa çi qas nadîr bin jî, şagirtên Îsa yên dilsoz şaş namînin û baweriya wan sist nabe eger ew neheqiyê bibînin. Gava em ji aliyê xwişk an birayekî ve neheqiyê bibînin, gerek em bi alîkariya şîretên Kitêba Pîroz dilsoziya xwe xwedî bikin (Zeb. 55:12-14).
6, 7. Birayekî li kîjan neheqiyê rast hat, û wî çawa serî bi vî halî re derxist?
6 Bîne ber çavê xwe ku çi hatibû serê Willi Diehl. Ji sala 1931ê ve, birayê Willi bi dilsozî di Beytela Bernê (Swîsre) de xizmet dikir. Di sala 1946an de, ew li New Yorkê çû sinifa 8an a Mekteba Gîleadê. Piştî mezûniyetê, ew li Swîsreyê wek nazirê herêmî hat tayîn kirin. Paşê çi qewimî? Wî wisa got: “Di meha Gulana sala 1949an de, min ji buroya Bernê re got ku ezê bizewicim.” Buroyê wisa cewab da: “Ji xeynî pêşengiyê ve, tu êdî nikarî mesûliyetên din bistînî.” Willi wisa dibêje: “Wan ji min re îzin nedida ku ez gotaran pêşkêş bikim . . .. Gelek xwişk û birayan êdî silav nedida me û li me wisa dinêrî wekî ku em ji civatê hatibûn derxistin.”
7 Birayê Willi çawa serî bi vî halî re derxist? Wî wisa got: “Me zanibû ku li gor Kitêba Pîroz, zewac ne tiştekî şaş e. Ji ber vê yekê, me bi navgîniya duayê ji Yehowa alîkarî dixwest û barê xwe jê re dihişt.” Bi zeman re, fikra nerast a li ser zewacê hat rastkirin, û mesûliyetên xizmetê ji birayê Willi re hatin îade kirin. Belê, dilsoziya wî li ber Yehowa hat xelat kirin.a Hela ji xwe bipirse: “Eger neheqiyeke wisa bihata serê min, gelo minê jî siheta xweye ruhî xwedî bikira? Gelo ezê jî bi sebir li benda Yehowa bibûma, an minê bixwesta meseleyê xwe bi xwe çareser bikira?” (Mtl. 11:2; Mîka 7:7 bixwîne).
8. Dibe ku em çima bi şaşîtî bifikirin ku ji me re an ji kesekî din re neheqî hatiye kirin?
8 Dibe ku em carinan bi şaşîtî bifikirin ku ji me re an ji xwişk an birayekî din re neheqî hatiye kirin. Sebeba vê belkî ev e ku em qisurdar in û der heqê mewzûyê de her tiştî nizanin. Dibe ku me tiştek şaş fehm kir. Lê eger em bi temamî heqdar bin jî, tiştê herî muhîm ev e ku em baweriya xwe bi Yehowa bînin û her tim dilsoz bimîmin da ku em “ji Xudan re hêrs” nebin. (Methelokên Silêman 19:3 bixwîne).
9. Di vê meqaleyê û di meqaleya din de, emê li ser kîjan serpêhatiyan şêwir bikin?
9 Niha emê li sê mîsalên neheqiyên ku li demên berê di nava xizmetkarên Yehowa de hatibûn kirin binêrin. Di vê meqaleyê de, emê der heqê serpêhatiyên Ûsiv û birayên wî de şêwir bikin. Di meqaleya din de, emê bibînin ku Yehowa ji Padîşahê Îsraêl Ahab re çawa muamele kir. Wekî din, emê bielimin ku Petrûsê şandî li Entakyayê çi kir û paşê çi qewimî. Gava em li ser van serpêhatiyan şêwir bikin, bala xwe bide ku tu dikarî ji xwe re kîjan dersan bistînî. Ev yek wê alî te bike ku baweriya te û dostiya te bi Yehowa re sist nebe eger tu li neheqiyê rast bêyî.
NEHEQIYA LI HEMBERÎ ÛSIV
10, 11. a) Ûsiv li kîjan neheqiyan rast hat? b) Çaxa Ûsiv di hebsê de bû, kîjan fersend derket?
10 Ûsiv xizmetkarekî Yehowa yê dilsoz bû. Wî pir neheqî dît, ne tenê ji aliyê xelkê ve, lê mixabin ji destê birayên xwe jî. Çaxa Ûsiv xort bû, ew ji aliyê birayên xwe ve hat revandin û wek kole hat firotin Misirê (1. Mû. 37:23-28; 42:21). Bi zeman re, Ûsiv bi derewkî bi tecawiz hat sûcdar kirin û bê mehkeme hat hebs kirin (1. Mû. 39:17-20). Çileyê Ûsiv wek kole û mehkûm 13 salan berdewam kir. Eger em ji aliyê xwişk an birayekî ve neheqiyê bibînin, em dikarin ji serpêhatiya Ûsiv kîjan dersan bistînin?
11 Ji Ûsiv re fersendek derket ku ew derdê xwe ji mehkûmekî din re bibêje. Ev mehkûm berê serokmeygerê Fîrawûn bû. Çaxa ew bi hev re di hebsê de bûn, meyger xewnek dît û Ûsiv xewna wî şîrove kir. Ûsiv got ku meyger wê dîsa vegere wezîfeya xwe li cem Fîrawûn. Gava Ûsiv ew xewn bi alîkariya Xwedê şîrove kir, wî behsa halê xwe jî kir. Ji vê serpêhatiyê, em dikarin hem ji tiştên ku Ûsiv got hem jî ji tiştên ku wî negot dersên muhîm bistînin (1. Mû. 40:5-13).
12, 13. a) Tiştên ku Ûsiv ji meyger re got çawa nîşan didin ku ew der heqê neheqiyên ku hatibûn serê wî bêxem nebû? b) Wekî ku tê fehm kirin, Ûsiv ji meyger re çi negot?
12 1. Mûsa 40:14, 15 bixwîne. Ûsiv got ku ew hatibû “dizîn”, yanî “revandin”. Aşkera ye ku jê re neheqiyeke giran hatibû kirin. Wekî din, Ûsiv got ku ew bêsûc e û bêsebeb ketibû hebsê. Loma Ûsiv ji meyger xwest ku ew ji Fîrawûn re behsa wî bike û wî “ji vê zîndanê ve derxîne”.
13 Gotinên Ûsiv rêyî me didin ku ew ne kesekî bêxem bû. Ûsiv rind zanibû ku çi qas neheqî hatibû serê xwe. Ji bo vê, wî halê xwe bi aşkerahî ji meyger re got, çimkî wiyê belkî bikaribûya alî wî bikira. Lê bala xwe bide ku di Kitêba Pîroz de nayê gotin ku Ûsiv ji kesekî din re – ji Fîrawûn re jî – negot ku ew ji aliyê birayên xwe ve hatibû revandin. Çaxa birayên Ûsiv hatin Misirê û bi wî li hev hatin, Fîrawûn ew mêvan kirin û dawet kirin ku ew mala xwe bar bikin û “zeviyên Misirê, yên herî qenc” bistînin (1. Mû. 45:16-20).
Paşgotinî dikare meseleyekê hê girantir bike (Li paragrafa 14an binêre)
14. Eger em di civatê de li neheqiyê rast bên jî, çi wê me bisekinîne ku em paşgotinî nekin?
14 Eger em difikirin ku yekî ji me re neheqî kiriye, gerek em dîqat bikin ku em paşgotinî nekin. Em helbet dikarin alîkariya kalên civatê bixwazin û xeber bidin wan eger yekî sûcekî giran kiriye (3. Mû. 5:1). Lê eger sûcekî giran nehatiye kirin, em pir caran dikarin meseleyê xwe bi xwe çareser bikin bêyî ku em kesekî din û kalên civatê jî daxil bikin (Metta 5:23, 24; 18:15 bixwîne). Gerek em meseleyên wisa her tim li gor prensîpên Kitêba Pîroz hel bikin. Carinan jî dibe ku em fehm bikin ku bi rastî ji me re neheqî nehatibû kirin. Eger wisa be, emê pir dilşad bin ku me der heqê xwişk an birayekî de îftira nekiriye! Heqê me hebe jî, nebe jî, ji bîr neke ku paşgotinî nikare meseleyekê rast bike. Dilsoziya me li ber Yehowa û xwişk û birayên me wê me bisekinîne ku em şaşiyeke wisa nekin. Li gor Kitêba Pîroz, “yê ku di rastiyê de dimeşe . . . bi zimanê xwe buxtanan nake, xerabiyê bi hevalê xwe nake û li dijî kesên ku bi wî bawer in, îftira nake” (Zeb. 15:2, 3, Pirtûka Pîroz (Zebûr û Încîl); Aqûb 3:5).
DOSTIYA XWEYE HERÎ MUHÎM JI BÎR NEKE
15. Dostiya Ûsiv bi Yehowa re çawa alî wî dikir?
15 Em ji dostiya Ûsiv bi Yehowa re tiştekî muhîmtir jî dielimin. Di nava 13 salên tengasiya xwe de, Ûsiv nîşan da ku ew wek Yehowa li meseleyan dinêre (1. Mû. 45:5-8). Wî ji bo halê xwe Yehowa sûcdar dernedixist. Belê, wî ji bîr nedikir ku çi hatibû serê xwe, lê ew dîsa jî nedixeyidî. Wekî din, wî îzin nedida ku kêmasî û kirinên xerab ên kesên din wî ji Yehowa dûr bixin. Ji ber ku Ûsiv li ber Yehowa dilsoz dima, wî bi zeman re dît ku Yehowa çawa alî wî kir ku neheqî bên rast kirin û malbata wî bê bimbarek kirin.
16. Eger em di civatê de li neheqiyê rast bên, gerek em xwe çima hê nêziktirî Yehowa bikin?
16 Wek Ûsiv, gerek em jî qîmet bidin dostiya xwe bi Yehowa re û vê dostiyê xwedî bikin. Bila kêmasiyên xwişk û birayên me tu caran ji hezkirina Yehowa dûr nexin! (Rom. 8:38, 39). Eger xwişk an birayek ji me re neheqiyê bike, bila em hê nêziktirî Yehowa bibin. Wek Ûsiv, bila em jî wek Yehowa li meseleyan binêrin. Piştî ku me ji bo çareserkirina meseleyê hemû gavên ku di Kitêba Pîroz de tên nîşan dayîn avêtine, gerek em mewzuyê ji destê Yehowa re bihêlin. Em dikarin bawer bin ku ewê di wexta rast de her tiştî li gor hîkmeta xwe rast bike.
BI “HAKIMÊ HEMÛ DINYAYÊ” BAWERÎ BÎNE
17. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em bi “Hakimê hemû dinyayê” bawerî tînin?
17 Heta ku em di vê dinyaya xerab de bijîn, dibe ku em carinan li neheqiyan rast bên. Tiştekî nadîr be jî, dibe ku em an kesekî din di civatê de li neheqiyê rast bê. Îzin nede ku tiştekî wisa baweriya te sist bike (Zeb. 119:165). Bi dilsozî ji Xwedê re xizmet bike, jê re dua bike û pê bawerî bîne. Wekî din, bi dilnizmî qebûl bike ku bi îhtimaleke mezin, tu der heqê mewzûyê de her tiştî nizanî. Ji ber ku em qisûrdar in, dibe ku fikra me şaş be. Wek em ji serpêhatiya Ûsiv elimîn, eger em dixwazin ku mesele hê girantir nebe, gerek em paşgotinî nekin. Ji xeynî ve, li şûna ku em meseleyan xwe bi xwe hel bikin, bila em dilsoz bimînin û bi sebir li benda Yehowa bin ku ew meseleyê careser bike. Eger em wisa bikin, Yehowa wê ji me razî be û me bimbarek bike, wekî ku wî Ûsiv bimbarek kir. Em dikarin bawer bin ku “Hakimê hemû dinyayê her tim adil e”, çimkî “hemû rêyên wî heq in” (1. Mû. 18:25; 5. Mû. 32:4).
18. Di meqaleya din de emê der heqê çi de şêwir bikin?
18 Di meqaleya din de, emê li ser du neheqiyên din, ên ku di nav xizmetkarên Yehowa de hatibûn meydanê, şêwir bikin. Ji van serpêhatiyan, emê bielimin ku dilnizmî û efûkirin çawa bi edaleta Yehowa ve girêdayî ne.
a Serpêhatiya Willi Diehl di Birca Çavdêriyê ya 1 Mijdar 1991ê de, li bin sernivîsa “Yehowa Xwedayê Min e, Ez bi Wî Ewle me” hatiye weşandin.