KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • 1. Yûhena 1
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

1. Yûhena bi Kurtasî

      • “Peyva jiyanê” (1-4)

      • “Di ronahiyê de bimeşin” (5-7)

      • “Gunehên xwe îtiraf bikin” (8-10)

1. Yûhena 1:9

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    7/2020, r. 23

  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
1. Yûhena 1:1-10

1. Yûhena

1 Em ji we re li ser kesê ku ji destpêkê ve hebû, kesê ku me bihîst, me bi çavê xwe dît, me baş bala xwe da wî û me bi xwe destê xwe li wî da, yanî em li ser kesê ku peyva jiyanê tîne, dinivîsin. 2 (Erê, jiyana herheyî ji me re hat eşkerekirin, û me ew dît, em şahidiya wê dikin, û em ji we re behsa wê dikin. Ev jiyana herheyî ji Bavê me tê û ji me re hat eşkerekirin.) 3 Em ji we re behsa tiştên ku me dîtine û bihîstine dikin, da ku hûn jî wek me bi Bavê me û Kurê wî Îsa Mesîh re bibin hevpar. 4 Û em van tiştan ji we re dinivîsin, da ku em bi kêfxweşiyê ve tije bibin.

5 Mizgîniya ku me ji Îsa bihîstiye û em didin we ev e: Xwedê ronahî ye û li ba wî qet tarî tune ye. 6 Eger em bibêjin: “Em hevparên wî ne”, lê em di tariyê de bimeşin, îcar em derewan dikin û li gor rastiyê najîn. 7 Lê belê, eger em di ronahiyê de bimeşin, wek ku Xwedê di ronahiyê de ye, îcar em hevparên hev in. Û xwîna Kurê wî Îsa me ji her guneh paqij dike.

8 Eger em bibêjin: “Gunehê me tune ye”, em xwe dixapînin, û di dilê me de rastî tune ye. 9 Xwedê dilsoz û adil e, û eger em gunehên xwe îtiraf bikin, ewê gunehên me efû bike û me ji her cure neheqî paqij bike. 10 Lê eger em bibêjin: “Me qet guneh nekiriye”, îcar em dibêjin ku Xwedê derewkar e, û gotinên wî di dilê me de tune ne.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne