Nameya Aqûb
3 Birano, bila ne her kes ji we bibe mamoste, çimkî hûn dizanin ku Xwedê kirinên we, yên ku hûn wek mamoste dikin, dibîne, û ewê li gor vê yekê hukmê we bide. 2 Em hemû gelek caran şaşiyan dikin. Eger kesek bi zimanê xwe şaşiyan neke, ew mirovekî bêqisûr e û dikare hemû bedena xwe jî kontrol bike. 3 Ji bo ku hesp guhdariya me bikin, em lixabê* dixin devê wan, û bi vî awayî temamiya bedena wan li gor me hereket dike. 4 Ka li ser gemiyan jî bifikirin: Her çi qas gemî mezin in û bi bayên xurt tên kişandin jî, rêberê gemiyê bi destê bêrikên biçûk gemiyê dibe cihê ku ew dixwaze.
5 Bi eynî awayî, ziman jî endamekî biçûk ê bedenê ye, lê ew bi gotinên mezin pesnê xwe dide. Erê, agirekî biçûk jî dikare temamiya daristanê bişewitîne! 6 Ziman jî wek êgir e. Di nav endamên bedena me de, ziman çavkaniya xerabiyê ye, çimkî ew temamiya bedenê mirdar dike û temamiya jiyana mirov dişewitîne, û agirê wê ji Gehenayê* ye. 7 Hemû cure heywanên çolê, teyr, heywanên wek mar û xwijok û heywanên behrê* dikarin bên kedîkirin, û ew ji aliyê mirovan ve hatine kedîkirin. 8 Lê ji nav mirovan tu kes nikare zimanê xwe bigire*. Ziman nayê sekinandin, ew zerarê dide û tijî jehra mirinê ye. 9 Em bi zimanê xwe pesnê Bavê xwe Yehowa didin, û bi eynî zimanî em lanetê li mirovên ku “di sûretê Xwedê de” hatine çêkirin, dikin. 10 Ji eynî devî hem bereket hem jî lanet derdikeve.
Birano, gerek tiştên wisa çênebin. 11 Ma ji kaniyekê hem ava şîrîn hem jî ava tehl derdikeve? 12 Birano, ma dara hêjîrê dikare zeytûnan bide, yan jî mêw hêjîran bide? Yan jî, ma ji kaniya ava şor ava şîrîn dikare derkeve?
13 Di nav we de kî bihîkmet û fehmdar e? Bila ew bi rabûn û rûniştina xwe ya qenc nîşan bide ku ew her tiştî bi nermî dike, ya ku ji hîkmetê tê. 14 Gerek hûn ji ber hîkmeta xwe pesnê xwe nedin, çimkî di dilê we de hesûdî û şerhezî heye. Eger hûn wisa bikin, hûn derewan dikin. 15 Hîkmeteke wisa ne ji Xwedê tê, lê ew ji dinyayê, ji kesên ku li gor nefsa xwe hereket dikin û ji cinan tê. 16 Li ku derê hesûdî û şerhezî hebe, li wê derê tevlihevî û hemû cure xerabî heye.
17 Lê hîkmeta ji Xwedê berî her tiştî paqij e, paşê aştîhez e, maqûl e, ji bo guhdarîkirinê hazir e, bi dilrehmî û kirinên qenc* ve tije ye, ferq û cudahiyê nake û ne durû ye. 18 Wekî din, toximê berê rastdariyê li cihê ku aştî lê heye ji aliyê kesên ku aştiyê bi pêş dixin ve tê çandin.