KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w20 Adar r. 18-23
  • “Wexta Gotinê” – Kengê?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • “Wexta Gotinê” – Kengê?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • GEREK EM KENGÊ BIPEYIVIN?
  • GEREK EM KENGÊ HIŞ BIN?
  • YEHOWA LI GOTINÊN ME ÇAWA DINÊRE?
  • “Bila Fêhmkariya Te Pîroz be”
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Îtibara Xwe bi Xwişk û Birayan Bîne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
  • Bi Gotinên Xwe Dilê Yehowa Xweş Bike
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
w20 Adar r. 18-23

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 12

“Wexta Gotinê” – Kengê?

“Wexta hişbûnê heye û wexta gotinê heye” (WAIZ 3:7).

KILAM 124 Timê Amin in

PÊŞGOTINa

1. Waiz 3:1, 7 çi rêyî me dide?

HIN KES gelek xeber didin, hin kes jî na. Wek ayeta sereke ya vê meqaleyê nîşan dide, “wexta gotinê” û “wexta hişbûnê” heye (Waiz 3:1, 7 bixwîne). Em belkî carinan difikirin ku wê baş bûya ku hin xwişk û birayên me zêdetir yan jî kêmtir bipeyiviyana.

2. Li ser vê ku gerek em kengê û çawa bipeyivin, gerek em guh bidin rêberiya kê?

2 Xeberdan, hediyeyeke ji Yehowa ye (2. Mû. 4:10, 11; Pey. 4:11). Bi destê Kitêba Pîroz, Xwedê nîşanî me dide ku gerek em vê hediyeyê çawa bi kar bînin. Bi alîkariya serpêhatiyên Kitêba Pîroz, ên ku emê li vê meqaleyê şêwir bikin, emê fehm bikin ku gerek em kengê bipeyivin û kengê hiş bin. Wekî din, emê bibînin ku Yehowa li ser tiştên ku em ji kesên din re dibêjin çi difikire. Serê pêşîn, emê şêwir bikin ku gerek em kengê bipeyivin.

GEREK EM KENGÊ BIPEYIVIN?

3. Li gor Romayî 10:14, gerek em kengê bipeyivin?

3 Gerek em her tim hazir bin ku di heqê Yehowa û Padîşahiya wî de bipeyivin (Met. 24:14; Romayî 10:14 bixwîne). Bi vî awayî, em dikarin Îsa Mesîh ji xwe re bikin emsal. Yek ji sebebên herî muhîm a hatina Îsa Mesîh ev bû ku ji mirovan re behsa rastiya di heqê Xwedê de bike (Yûh. 18:37). Wekî din, pir muhîm e ku em çawa dipeyivin. Gava em ji mirovan re behsa Yehowa dikin, gerek em “vê yekê bi nermî û hurmetê bikin”, û gerek em fikir û baweriya mirovan bikin hesabê (1. Ptr. 3:15, 16). Eger em wisa bikin, emê ne tenê xeber bidin; emê hîn bikin û belkî jî bigihîjin dilê mirovan.

“WEXTA GOTINÊ”

  • Gava em ji kesên din re behsa Yehowa dikin, gerek em “vê yekê bi nermî û hurmetê bikin” (paragrafa 3yan)

  • Gava em dibînin ku kesek dikeve riyeke şaş, gerek em bi wî re bipeyivin

  • Gava hewce dibe, kalên civatê bi sebir û bi hosteyî şîretê didin

Du xwişk kincan dikirin. Yek ji wan ji ya din re dibêje ku fîstanê ku ew lê dinêre belkî bi zêdetir kin e.

(Li paragrafa 8an binêre)b

Kalekî civatê ji birayekî ciwan re li ser mijara paqijbûnê şîretê dide. Mala vî birayî tev li hev e.

(Li paragrafên 4 û 9an binêre)c

4. Li gor Methelokên Silêman 9:9, gotinên me çawa dikarin alî kesên din bikin?

4 Gava kalên civatê dibînin ku ji xwişk yan birayekî re şîret lazim e, wê baş be ku ew bê tirs pê re xeber bidin. Helbet lazim e ku ew wexteke minasib hilbijêrin ji bo ku ew vî kesî şermezar nekin. Mesela, wê belkî lazim be ku ew li bendê bimînin heta ku ew karibin pê re bipeyivin bêyî ku kesekî din wan bibihîze. Gerek ew bi awayekî hurmetkar bipeyivin, lê fedî nekin ku behsa prensîpên Kitêba Pîroz bikin, ên ku ji bo guhdaran bifeyde ne (Methelokên Silêman 9:9 bixwîne). Eger hewcedarî hebe, çima muhîm e ku em bi cesaret bipeyivin? Ji bo cewaba vê pirsê, emê bala xwe bidin du serpêhatiyan: Serpêhatiya zilamekî ku gerek kurên xwe edeb bikirana û serpêhatiya jinikeke ku ji padîşahekî musteqbel re got ku wî qerareke şaş daye.

5. Elî li hemberî kîjan problemê dengê xwe nekir?

5 Serokkahîn Elî ji du kurên xwe pir hez dikir, lê van du xortan qet hurmet û rûmet nedida Yehowa. Gava wan wek kahîn li konê îbadetê xizmet dikir, wan otorîteya xwe bi awayekî xerab dixebitand, qedrê qurbanên ku ji Yehowa re dihatin pêşkêş kirin nedigirt û bê şerm bêexlaqî dikir (1. Sam. 2:12-17, 22). Li gor Qanûna Mûsa, kurên Elî gerek bihatana kuştin, lê Elî tenê bi awayekî nerm bi wan re xeber da û îzin da ku ew îşê kahîntiyê berdewam bikin (5. Mû. 21:18-21). Yehowa li Elî çawa dinêrî? Wî jê re got: “Çima tu ji min zêdetir hurmetê ji lawên xwe re dikî?” Paşê, Yehowa qerar da ku van du zilamên xerab bikuje (1. Sam. 2:29, 34).

6. Serpêhatiya Elî çi rêyî me dide?

6 Serpêhatiya Elî derseke muhîm rêyî me dide. Eger em pê bihesin ku meriv yan hevalekî me qanûna Xwedê binpê kiriye, gerek em pê re bipeyivin û qanûnên Yehowa bînin bîra wî. Paşê, gerek em emîn bin ku wî ji kesên ku Yehowa tayîn kirine, alîkarî stendiye (Aqûb 5:14). Em tu caran naxwazin ji Yehowa zêdetir ji meriv yan hevalekî xwe re hurmetê bidin. Eger em cesareta xwe top bikin û şîretê bidin kesekî, netîce dikare pir baş be. Em vêya ji serpêhatiya jinikeke Îsraêlî ya bi navê Abîgaîl dibînin, a ku wek Elî nekir.

Abîgaîl bi Dawid re dipeyive.

Abîgaîlê di wexta rast de xeber da (Li paragrafên 7 û 8an binêre)d

7. Abîgaîl çima bi Dawid re peyivî?

7 Abîgaîl pîreka axayekî dewlemend ê bi navê Nabal bû. Gava Dawid û hevalên wî ji Saûl Padîşah direviyan, ew ji bo demekê li cem şivanên Nabal man, û wan keriyên Nabal ji rêbiran diparastin. Gelo Nabal seba alîkariya wan şikurdar bû? Na. Gava Dawid ji wî rica kir ku hinek nan û xwarinê bide hevalên wî, Nabal bihêrs bû û nifir li wan kirin (1. Sam. 25:5-8, 10-12, 14). Loma Dawid bi rê ket ku hemû zilamên li mala Nabal bikuje (1. Sam. 25:13, 22). Ji bo ku xwîn neyê rijandin, Abîgaîlê fehm kir ku gerek ew tiştekî bike, loma ew bi mêrxasî çû ber bi 400 çekdarên bihêrs û birçî ji bo ku bi Dawid re bipeyive.

8. Serpêhatiya Abîgaîl çi rêyî me dide?

8 Abîgaîl bi Dawid re bi cesaret, bi hurmet û bi awayekî bitesîr xeber da. Abîgaîl her çi qas bêsûc bû jî, wê ji Dawid efû xwest. Ew bawer bû ku Dawid mirovekî qenc e, û wê xwe dispart Yehowa (1. Sam. 25:24, 26, 28, 33, 34). Wek Abîgaîlê, gerek em bi cesaret bipeyivin eger em dibînin ku kesek dikeve riyeke bitalûke (Zeb. 141:5). Gerek em hem hurmetkar hem jî mêrxas bin. Gava em bi dilovanî şîretê didin kesekî, em bi vî awayî nîşan didin ku em bi rastî jî dostên wî ne (Mtl. 27:17).

9-10. Gava kalên civatê şîretê didin kesekî, gerek ew çi ji bîr nekin?

9 Bi xisûsî muhîm e ku kalên civatê bi cesaret bi kesên ku gaveke şaş davêjin re bipeyivin (Gal. 6:1). Kalên civatê bi dilnizmî qebûl dikin ku ew jî qisûrdar in, û ew dizanin ku rojekê, dibe ku wan re jî şîret lazim bibe. Dîsa jî, ev yek nabe sebeb ku kalên civatê kesên ku hewceyî edebkirinê ne, serrast nekin (2. Tîm. 4:2; Tît. 1:9). Gava ew şîretê didin, ew xîret dikin ku bi hosteyî û bi sebir hîn bikin. Ew ji xwişk û birayan hez dikin, loma ew alîkariya wan dikin (Mtl. 13:24). Armanca wan a sereke ev e ku hurmet û rûmetê bidin Yehowa. Ji bo vê, ew xîret dikin ku bi qanûnên Yehowa ve girêdayî bimînin û civatê ji zerarê biparêzin (Kar. 20:28).

10 Heta vira, me dîtiye ku gerek em kengê bipeyivin. Lê belê car caran jî lazim e ku em hiş bin. Ev yek carinan çima zor e?

GEREK EM KENGÊ HIŞ BIN?

11. Mîsala Aqûb çi nîşan dide?

11 Carinan belkî li me zor tê ku em xeberdana xwe kontrol bikin. Aqûb mîsalek dabû, a ku vêya nîşan dide: “Eger kesek bi zimanê xwe şaşiyan nake, ew mirovekî bêqisûr e, yê ku dikare hemû bedena xwe jî dezgîn bike” (Aqûb 3:2, 3, WDN). Bi alîkariya gem û dezgînan, siwar dikare hespekî bajo yan bide sekinandin. Girtina dezgînan muhîm e ku hesp ji bin kontrolê dernekeve û xwe yan siwêr birîndar neke. Mîna vê, eger em zimanê xwe kontrol nekin, zimanê me dikare pir zerarê bide kesên din. Niha emê bibînin ku gerek em kengê “xwe dezgîn bikin” û hiş bin.

“WEXTA HIŞBÛNÊ”

  • Gerek em eşkere nekin ku îşê me li welatên ku faeliyetên me li wê derê hatine qedexe kirin, çawa tê kirin

  • Gerek em meseleyên mehrem ên civatê eşkere nekin

Li Salona Îbadetê, xwişk û bira ji mêvanan pirsan dipirsin.

(Li paragrafa 12an binêre)e

Kalekî civatê, yê ku bi telefonê dipeyive, derî digire gava pîreka wî li odeya din Kitêba Pîroz dixwîne.

(Li paragrafên 13 û 14an binêre)f

12. Gerek em kengê “xwe dezgîn bikin” û hiş bin?

12 Eger ba xwişk yan birayekî melûmata mehrem hebe, tu çi dikî? Mesela, bîne ber çavê xwe ku tu rastî kesekî têyî, yê ku li welatekî ku îşê me li wê derê qedexe ye dijî. Gelo tuyê jê dipirsî ka îşê me li welatê wî çawa tê kirin? Niyeta te helbet xerab nîne. Em ji xwişk û birayan hez dikin, û em dixwazin bizanibin ka halê wan çawa ye. Wekî din, em dixwazin di duayên xwe de behsa tengasiyên wan bikin. Lê belê, gava em rastî kesekî wisa tên, gerek em “xwe dezgîn bikin” û hay ji xeberdana xwe hebin. Ji bo xwişk û birayên li welatên wisa pir muhîm e ku hin melûmat veşartî bimînin. Loma eger em ji van xwişk û birayan bi rastî hez dikin, emê zorê li wan nedin ku ew behsa melûmatên veşartî bikin. Em naxwazin tengasiya xwişk û birayên me, yên ku di bin qedexeyan de ji Yehowa re xizmet dikin, zêde bikin. Wekî din, xwişk û birayên ku li welatên wisa dijîn gerek eşkere nekin ku Şahidên Yehowa li wê derê xizmet û faeliyetên xwe çawa dikin.

13. Wek Methelokên Silêman 11:13 nîşan dide, lazim e ku kalên civatê çi bikin, û çima?

13 Methelokên Silêman 11:13 (WDN) wisa dibêje: “Îftiraker gotinên mehrem eşkere dike, lê mirovekî saxlem serê meseleyan digire.” Pir muhîm e ku kalên civatê li gor vê prensîpê hereket bikin. Ev yek carinan hêsan nîne, bi xisûsî eger ew zewicî ne. Ji bo ku dostaniya jin û mêrekî zewicî her tim qewî bimîne, helbet lazim e ku ew bi hev re sohbet bikin û ji hev re behsa fikir, hîs û xemên xwe bikin. Lê belê, ji bo ku kalên civatê îtibara xwe winda nekin û navê xwe xera nekin, lazim e ku ew ji bîr nekin ku gerek ew behsa meseleyên mehrem ên xwişk û birayan nekin. Ji xeynî vê, kesên ku li civatê mesûliyetê distînin gerek xapînok nebin (1. Tîm. 3:8). Yanî, gerek ew hîlebaz nebin û xwe ji paşgotiniyê dûr bigirin. Wekî din, eger ew ji pîreka xwe hez dike, ewê melûmatên ku ji wê re ne lazim in, neke stûyê wê.

14. Pîreka kalekî civatê çawa dikare alî wî bike ku ew îtibar û navê xwe xwedî bike?

14 Wê baş be ku pîrek li zilamê xwe israr neke ku ew meseleyên mehrem ji wê re bibêje. Bi vî awayî, pîrek dikare hem alî zilamê xwe bike ku ew îtibar û navê xwe xwedî bike hem jî qedrê van kesan bigire, yên ku meseleyên xwe yên şexsî ji zilamê wê re gotine. Eger ew wisa bike, Yehowa wê ji wê razî be ji ber ku ew aştî û yekîtiya civatê diparêze (Rom. 14:19).

YEHOWA LI GOTINÊN ME ÇAWA DINÊRE?

15. Yehowa li sê hevalên Eyûb çawa dinêrî, û çima?

15 Kitêba Eyûb bi zelalî nîşan dide ku gerek em çawa û kengê bipeyivin. Piştî ku Eyûb rastî çend felaketên mezin hatibû, çar zilam hatin ku teselî û şîretan bidin wî. Di serî de, sê ji van hevalan – Elîfaz, Bîldad û Sofar – ji bo demeke dirêj qet dengê xwe nedikir. Lê belê, gava wan dest bi xeberdanê kir, eşkere bû ew di vê dema dirêj de nedifikirîn ka ew çawa dikarin alî Eyûb bikin. Li şûna vê, ew difikirîn ku ew çawa dikarin îsbat bikin ku Eyûb tiştekî xerab kiribû. Hin gotinên wan rast bûn, lê gelek gotinên wan ên di heqê Eyûb û Yehowa de nerast bûn yan jî bêrehm bûn. Wan Eyûb bi sertî mehkeme kir (Eyûb 32:1-3). Yehowa li wan çawa dinêrî? Ew li dijî van sê zilaman pir bihêrs bû. Wî ji wan re got “ehmeq”, û wî ji Eyûb xwest ku ji bo wan dua bike (Eyûb 42:7-9).

16. Em dikarin ji serpêhatiya Elîfaz, Bîldad û Sofar çi bielimin?

16 Em dikarin ji serpêhatiya Elîfaz, Bîldad û Sofar çend dersan bistînin. A yekê, gerek em xwişk û birayên xwe mehkeme nekin (Met. 7:1-5). Berî ku em bipeyivin, gerek em rind guh bidin ku em halê wan fehm bikin (1. Ptr. 3:8). A diduyan, gava em dipeyivin, gerek gotinên me nazik û rast bin (Ef. 4:25). A sisêyan, gerek em ji bîr nekin ku Yehowa bala xwe dide xeberdana me.

17. Serpêhatiya Elîhû çi rêyî me dide?

17 Zilamê çaran, ê ku hat ba Eyûb, merivekî Birahîm ê bi navê Elîhû bû. Wî tenê guh dida gava Eyûb û sê zilamên din dipeyivîn. Eşkere ye ku wî rind guh da sohbetê, çimkî wî paşê bi dilovanî, lê rasterast şîret da Eyûb û alî wî kir ku ew fikrên xwe rast bike (Eyûb 33:1, 6, 17). Armanca Elîhû ya sereke ev bû ku hurmetê bide Yehowa, ne ku hurmetê bide xwe (Eyûb 32:21, 22; 37:23, 24). Emsala Elîhû nîşanî me dide ku wexta hişbûn û guhdayînê heye (Aqûb 1:19). Wekî din, em hîn dibin ku eger em dixwazin şîretê bidin kesekî, armanca me ya sereke gerek ev be ku em hurmetê bidin Yehowa, ne ku em hurmetê bidin xwe.

18. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin hediyeya xeberdanê?

18 Eger em qîmetê didin hediyeya xeberdanê, emê guh bidin şîretên Kitêba Pîroz ên li ser “wexta gotinê” û “wexta hişbûnê”. Bi îlhama Xwedê, Silêman Padîşah wisa nivîsî: “Gotina ku di cihê xwe de tê gotin, mîna sêva zêrîn ya di necirandinên zîvî de ye” (Mtl. 25:11). Gava em rind guh didin û difikirin berî ku em bipeyivin, gotinên me dikarin wek “sêva zêrîn” bin, yanî hem xweşik hem jî biqîmet. Bi vî awayî – gotinên me kêm bin yan jî zêde bin – emê kesên din bi xeberdana xwe teşwîq bikin, û Yehowa wê ji me razî be (Mtl. 23:15; Ef. 4:29). Belê, bila xeberdana me nîşan bide ku em ji bo vê hediyeya Xwedê şikurdar in!

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Gerek em kengê bipeyivin?

  • Gerek em kengê hiş bin?

  • Te ji serpêhatiyên Kitêba Pîroz, ên ku li vê meqaleyê tên şêwir kirin, çi ders stendine?

KILAM 82 Bira Ronaya We Eyan be

a Prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em bizanibin ku gerek em kengê bipeyivin û kengê hiş bin. Eger em li gor van prensîpan hereket bikin, Yehowa wê ji gotinên me razî be.

b RESIM: Xwişkek xwe mecbûr hîs dike ku ji xwişkeke din re şîretê bide.

c RESIM: Birayek di heqê paqijbûnê de tewsiyeyan dide.

d RESIM: Abîgaîl li wexteke minasib bi Dawid re xeber da, û netîce baş bû.

e RESIM: Jin û mêrek eşkere nakin ku xwişk û birayan li welatekî ku îşê me li wê derê qedexe ye, xizmeta xwe çawa dikin.

f RESIM: Kalekî civatê dîqat dike ku tu kes nebihîze gava ew behsa meseleyeke mehrem dike.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne