KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w23 Mijdar r. 2-7
  • Em ji ku Dizanin ku Yehowa wê Dinyayê Bike Cenet?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Em ji ku Dizanin ku Yehowa wê Dinyayê Bike Cenet?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • YEHOWA ÇI SOZ DAYE?
  • SOZA XWEDÊ WÊ RAST DERKEVE
  • “A VAY, EZ HER TIŞTÎ NÛ DIKIM!”
  • “EV PEYVÊN HA DILSOZ Û RAST IN. … HER TIŞT ÇÊBÛ”
  • “EZ ALFA Û OMÊGA … ME”
  • BAWERIYA XWE YA BI SOZA YEHOWA XURTTIR BIKIN
  • Mexseda Xwedê ya ji bo Însanan Çi ye?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • “Li Cenetê Emê Hev Bibînin!”
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
  • Mexseda Yehowa wê Bê Cih!
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
w23 Mijdar r. 2-7

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 46

Em ji ku Dizanin ku Yehowa wê Dinyayê Bike Cenet?

“Her kesê ku ji xwe re li ser rûyê erdê bereketê dixwaze wê ji aliyê Xwedayê rastiyê ve bê bibereketkirin” (ÎŞAYA 65:16, NWT).

KILAM 3 Stara Me, Hêza Me Tu yî

PÊŞGOTINa

1. Îşaya pêxember ji Îsraîliyan re çi got?

ÎŞAYA pêxember Yehowa wek “Xwedayê rastiyê” bi nav kir. Peyva ku wek “rastî” hatiye tercûmekirin bi herfî tê maneya “amîn” (Îşaya 65:16, NWT). Û peyva “amîn” tê maneya “bila wisa be”. Gava ev peyv di Kitêba Pîroz de ji bo Yehowa yan Îsa Mesîh tê bikaranîn, ev îsbat dike ku tiştek bi temamî rast e. Îşaya ji Îsraîliyan re eşkere kir: Yehowa ji berê ve çi dibêje eynî wisa dibe. Di demên berê de, Yehowa gelek caran îsbat kiriye ku ew li ser sozên xwe disekine.

2. Em çima dikarin baweriya xwe bi sozên Yehowa bînin, û emê bala xwe bidin kîjan pirsan?

2 Gelo em dikarin baweriya xwe bi sozên Yehowa yên ji bo pêşerojê bînin? Nêzîkî 800 sal piştî dema Îşaya pêxember, Pawlosê şandî şîrove kir ku çima sozên Xwedê her tim rast derdikevin. Pawlos got: “Çênabe ku Xwedê … derewan bike” (Îbranî 6:18). Çawa ku ji çavkaniyekê hem ava teze hem jî ava şor dernakeve, Yehowa jî, yê ku Çavkaniya rastiyê ye, nikare derewan bike. Ji ber vê yekê, em dikarin baweriya xwe bi hemû gotin û sozên wî bînin. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin van pirsan: Yehowa ji bo pêşerojê çi soz daye me? Û em ji ku dizanin ku soza Xwedê wê rast derkeve?

YEHOWA ÇI SOZ DAYE?

3. (a) Kîjan soza di Kitêba Pîroz de ji bo xizmetkarên Xwedê biqîmet e? (Peyxam 21:3, 4) (b) Hin kes li ser vê sozê çi dibêjin?

3 Soza ku emê niha bala xwe bidinê ji bo hemû xizmetkarên Xwedê biqîmet e (Peyxam 21:3, 4 bixwîne). Yehowa ji bo pêşerojê vê sozê dide: “Êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin.” Gava em mizgînê didin mirovên din, em bi kêfxweşî ji wan re behsa vê ayeta xweş dikin. Gelo hin kesên ku vê sozê dibihîzin, çi dibêjin? Belkî ew dibêjin: “Ev gotin pir xweş e, lê tenê xewn û xeyal e.”

4. (a) Yehowa çi dizane û ji berê ve çi dibîne? (b) Ji xeynî soza xwe, Yehowa çi daye nivîsandin?

4 Helbet, gava Yûhenayê şandî bi îlhama Xwedê ev soza li ser jiyana di heqê Cenetê de nivîsand, Yehowa dizanibû ku emê îro ji kesên din re behsa vê hêviyê bikin. Wekî din, Yehowa ji berê ve dizanibû ku gelek mirov wê baweriya xwe bi sozên wî neynin (Îşaya 42:9; 60:2; 2. Korîntî 4:3, 4). Loma em çawa dikarin xwe û kesên din qanih bikin ku gotinên ji Peyxam 21:3, 4 wê rast derkevin? Ji bo ku em baweriya xwe bi vê soza xweş bînin, Yehowa îsbatên saxlem dane nivîsandin. Emê niha li van îsbatan binêrin.

SOZA XWEDÊ WÊ RAST DERKEVE

5. Kîjan ayet alî me dikin ku em baweriya xwe bi soza Xwedê ya li ser Cenetê bînin?

5 Ayetên Kitêba Pîroz nîşan didin ku em dikarin baweriya xwe bi sozên Yehowa bînin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Yê li ser text rûniştibû got: A vay, ez her tiştî nû dikim!” (Peyxam 21:5a, KP). Û wisa dewam dike: ‘Binivîse, çimkî ev peyvên ha dilsoz û rast in’. Û ji min re got: ‘Her tişt çêbû. Ez Alfa û Omêga, Destpêk û Dawî me’” (Peyxam 21:5b, 6a).

6. Gotinên ji Peyxam 21:5, 6 çawa baweriya me ya bi soza Xwedê xurttir dikin?

6 Ev gotinên Kitêba Pîroz çima baweriya me ya bi soza Xwedê xurttir dikin? Gotinên Yehowa yên di van ayetan de dişibin kaxizeke ku Yehowa bi destê xwe îmze kiriye. Ev îmze ji mirovên dilsoz re îsbat dike ku ewê li ser soza xwe bisekine. Ev soza Xwedê di Peyxam 21:3, 4 de hatiye nivîsandin. Lê paşê di ayetên 5 û 6an de, Yehowa îmzeya xwe lê zêde kiriye ku soza wî wê ji sedî sed rast derkeve. Emê niha li ser van gotinên Yehowa hûr û kûr lêkolîn bikin.

7. Di ayeta 5an de, kî dest bi xeberdanê dike, û ev yek çima muhîm e?

7 Ayeta 5an wisa dest pê dike: “Yê li ser text rûniştibû got” (Peyxam 21:5a, KP). Ev gotin biqîmet in, çimkî ev ji sê caran careke ku Yehowa bi xwe di kitêba Peyxamê de xeber dide. Yê ku ev soz daye ne melek ne jî Îsa Mesîh e, lê Yehowa bi xwe ye! Ev yek îsbat dike ku em dikarin ji rastiya gotinên ku wî piştre gotine, bawer bikin. Gelo çima? Ji ber ku Yehowa “derewan nake” (Tîtos 1:2). Ev yek nîşan dide ku gotinên ji Peyxam 21:5, 6 bi temamî hêjayî baweriya me ne.

“A VAY, EZ HER TIŞTÎ NÛ DIKIM!”

8. Yehowa çawa nîşan dide ku ewê soza xwe bîne cih? (Îşaya 46:10)

8 Paşê Yehowa dibêje: “A vay” (Peyxam 21:5, KP). Peyva Yûnanî, ya ku wek “a vay” hatiye tercûmekirin di kitêba Peyxamê de gelek caran hatiye bikaranîn. Çavkaniyek dibêje ku ev îfade “bala xwendevanan dikişîne ser gotinên ku piştre tên”. Dû re Xwedê got: “Ez her tiştî nû dikim!” Yehowa wê van guhertinan di pêşerojê de pêk bîne. Lê ji ber ku Xwedê dizane ku ev soza wî wê rast derkeve, ew wisa xeber dide tu dibêjî qey ew êdî hatiye cih (Îşaya 46:10 bixwîne).

9. (a) Gotina “ez her tiştî nû dikim” bala me dikişîne ser çi? (b) Çi wê bê serê “erd” û “ezmanên” ku niha hene?

9 Emê niha li ser vê gotinê lêkolîn bikin: “Ez her tiştî nû dikim!” (Peyxam 21:5, KP). Ev beşa Kitêba Pîroz bala me dikişîne ser du tiştên ku Yehowa wê bike. A yekê, Yehowa wê vê sîstema kevn wêran bike. A diduyan, ewê sîstemeke nû ava bike. Peyxam 21:1 wisa dibêje: “Ezmanê pêşî û erdê pêşî bihûrîn.” “Ezmanê pêşî” hukûmetên siyasî temsîl dike, yên ku di bin tesîra Îblîs û cinên wî de ne (Meta 4:8, 9; 1. Yûhena 5:19). Di Kitêba Pîroz de, peyva “erd” dikare bê maneya mirovên dinyayê (1. Mûsa 11:1; Zebûr 96:1). Loma, “erdê pêşî” mirovên xerab temsîl dike. Yehowa wê rewşa “erd” û “ezmanên” ku niha hene ne tenê baştir bike, lê wê bi temamî biguherîne. Paşê, ewê “erdekî nû û ezmanekî nû” ava bike, yanî hukimdariyeke nû wê li ser mirovên rastdar hukim bike.

10. Yehowa wê çi nû bike?

10 Gelo Yehowa wê çi nû bike? Çi balkêş e ku Peyxam 21:5 (KP) nabêje ku Xwedê wê her tiştî ji nû ve çêke. Li şûna vê, Xwedê dibêje: “Ez her tiştî nû dikim.” Yehowa wê mirovan û dinyayê ji nû ve bigihîne bêqisûriyê. Wek Îşaya ji berê ve gotibû, temamiya dinyayê wê mîna baxçeyê Adenê bibe baxçeyekî xweşik. Emê jî bên nûkirin, yanî emê bi temamî bên qenckirin. Kesên seqet, ker, lal û kor wê rihet bibin û heta kesên mirî jî wê bên rakirin (Îşaya 25:8; 35:1-7).

“EV PEYVÊN HA DILSOZ Û RAST IN. … HER TIŞT ÇÊBÛ”

11. Yehowa çi emir da Yûhena, û çima?

11 Wekî din, em çima dikarin baweriya xwe bi Xwedê bînin? Yehowa ji Yûhena re got: “Binivîse, çimkî ev peyvên ha dilsoz û rast in” (Peyxam 21:5). Yehowa ne tenê got “binivîse”. Wî sebebê gotina xwe jî diyar kir: “Çimkî ev peyvên ha dilsoz û rast in”, yanî gotinên Xwedê gotinên heq in. Çi qas baş e ku Yûhena guh da vî emrê Xwedê. Ji ber vê yekê, em dikarin gotinên di heqê soza Xwedê de bixwînin û li ser xêr û bereketên ku di Cenetê de li hêviya me ne kûr bifikirin.

12. Yehowa çima dibêje: “Her tişt çêbû.”

12 Piştî vê, Xwedê çi dibêje? “Her tişt çêbû” (Peyxam 21:6). Niha Yehowa wisa dipeyive tu dibêjî qey gotinên li ser Ceneta sozdayî hatine cih. Û heqê wî heye ku wisa bipeyive, çimkî tu tişt nikare wî bide sekinandin ku armanca xwe pêk bîne. Paşê, Yehowa dîsa tîne ziman ku ew xwediyê soza xwe ye.

“EZ ALFA Û OMÊGA … ME”

13. Çima Yehowa xwe wek “Alfa û Omêga” bi nav dike?

13 Wek berê hat gotin, di sê dîtiniyan de Yehowa bi xwe bi Yûhena re xeber da (Peyxam 1:8; 21:5, 6; 22:13). Her sê caran, Yehowa got: “Ez Alfa û Omêga … me.” Alfabeya Yûnanî bi alfayê dest pê dike û bi omêgayê diqede. Bi gotina “Alfa û Omêga”, Yehowa tîne ziman ku gava ew dest bi tiştekî dike, bê guman ew wî tiştî bi serkeftî dibe serî.

Resim: Armanca Yehowa tê cih. 1. “Alfa.” Adem û Hewa li baxçeyê Adenê. 2. Serhildanê ev netîce anîn: Şeytan, Adem û Hewa di emrê xwe yê mezin de, birca Babîlê, mezel, leşker, tankek, teyarên şer, qirêjbûna hewayê û mirovên ku protesto dikin. Di eynî demê de, du resmên din nîşan didin ku armanca Yehowa çawa bi pêş dikeve: Îsa Mesîh li ser darê îşkenceyê ye, ev tertîba fîdyeyê nîşan dide. Kesên rastdar ên ji zuriyeta Adem û Hewayê wek xizmetkarên Yehowa yên berê û yên îro tên dîtin. 3. “Omêga.” Mirovên kêfxweş bi hev re di Cenetê de dişixulin.

Gava Yehowa dest bi tiştekî dike, ew wî tiştî bi temamî dibe serî (Li paragrafên 14 û 17an binêre)

14. (a) Yehowa bi mecazî kengê got “Alfa”, û ewê kengê bibêje “Omêga”? Mîsalekê bide. (b) Gotinên ji 1. Mûsa 2:1-3 çi nîşan didin?

14 Yehowa ji Adem û Hewayê re got ku armanca wî ya ji bo mirovan û dinyayê çi ye. Kitêba Pîroz dibêje: “Xwedê ew … bereket kirin û ji wan re got: ‘Zêde û berdar bin, erdê dagirin û bixin bin serweriya xwe’” (1. Mûsa 1:28, Mizgînî). Dema ku Yehowa cara pêşîn armanca xwe anî ziman, ev destpêk, yanî “Alfa” bû. Dema ku armanca wî bi temamî bê cih û kesên îtaetkar ên ji zuriyeta Adem û Hewayê dinyayê tije bikin û wê bikin Cenet, ev wê “Omêga” be. Piştî ku xuliqandina “erd û ezman bi hemû nexşên xwe temam” bû, Yehowa anî ziman ku wê gotina wî rast derkeve (1. Mûsa 2:1-3 ji wergera Mizgînî bixwîne). Yehowa got ku roja heftan rojeke pîroz e. Maneya vê çi ye? Ev yek nîşan dide ku armanca Yehowa ya ji bo mirovan û dinyayê wê di dawiya roja heftan de bi temamî pêk were.

15. Belkî çima wisa xuya dikir ku Îblîs armanca Xwedê xera kiribû?

15 Piştî ku Adem û Hewayê serî hilda, ew bûn kesên gunehkar û wan guneh û mirin derbasî zarokên xwe kirin (Romayî 5:12). Belkî wisa xuya dikir ku Îblîs armanca Xwedê ku dinya bi mirovên kamil û îtaetkar tije bibe, xera kiribû. Gelo mumkin bû ku Îblîs armanca Yehowa bide sekinandin? Belkî Îblîs difikirî ku Yehowa nikare li ser soza xwe bisekine. Belkî ew difikirî ku Xwedê wê ji bo bicihanîna armanca xwe Adem û Hewayê bide kuştin û li şûna wan, jin û mêrekî bêqisûr biafirîne. Lê eger Xwedê wisa bikira, Îblîs wê bigota ku Xwedê derewan dike. Gelo çima? Ji ber ku Yehowa ji Adem û Hewayê re gotibû ku dinya wê ji aliyê zuriyeta wan ve bê tijekirin (1. Mûsa 1:28).

16. Belkî Îblîs çima difikirî ku Yehowa bi kêrî gotina xwe nayê?

16 Wekî din, belkî Îblîs difikirî ku Yehowa wê bihêle ku Adem û Hewa zarokên biqisûr bînin dinyayê, yên ku wê qet negihîştina bêqisûriyê (Waiz 7:20; Romayî 3:23). Di vê rewşê de, bê guman Îblîs wê bigota ku Yehowa bi kêrî gotina xwe nayê. Gelo çima? Ji ber ku dinya wê bi mirovên kamil tije nebûya. Bi vî awayî, armanca eslî ya Xwedê wê nehata cih.

17. Yehowa serhildana Îblîs û mirovên pêşîn çawa çareser kir, û dawiya vê meseleyê wê çawa be? (Li resim jî binêre.)

17 Yehowa serhildana Îblîs û mirovên pêşîn bi awayekî pir baş safî kir. Çareyeke wisa qet nedihat aqlê Îblîs (Zebûr 92:5). Yehowa hişt ku Adem û Hewa bibin xwedî zarok. Ji ber ku Yehowa derewan nake, gotina wî rast derket. Yehowa îsbat kir ku ew di her tiştî de serkeftî ye. Wî armanca xwe bi pêş ve bir û soz da ku ewê bi destê fîdyeyê kesên îtaetkar ên ji zuriyeta Adem û Hewayê xelas bike (1. Mûsa 3:15; 22:18). Îblîs qet hesabê vê yekê nekir! Gelo çima? Ji ber ku Yehowa ji hezkirina xwe tertîba fîdyeyê peyda kir (Meta 20:28; Yûhena 3:16). Ev sifet li ba Îblîs tune ye, çimkî ew tenê ji xwe hez dike. Îcar fîdyeya Îsa Mesîh çi mumkin dike? Di dawiya Hukimdariya Hezarsalî ya Mesîh de, wek ku Yehowa ji berê ve dixwest, mirovên kamil û îtaetkar wê ceneta li dinyayê wek mîras bistînin. Wê demê, wê wisa be wekî ku Yehowa dibêje “Omêga”.

BAWERIYA XWE YA BI SOZA YEHOWA XURTTIR BIKIN

18. Em çima dikarin emîn bin ku dinya wê bibe Cenet? (Li çarçoveya “Ji bo Sê Sebeban Em bi Soza Yehowa Bawer in” binêre.)

18 Di vê meqaleyê de, me dît ku em çima dikarin emîn bin ku dinya wê bibe Cenet. Gelo em çawa dikarin kesên din qanih bikin ku ev soza Xwedê wê rast derkeve? A yekê, Yehowa bi xwe vê sozê dide. Kitêba Peyxamê dibêje: “Yê li ser text rûniştibû got: ‘A vay, ez her tiştî nû dikim!’” Qewet, hîkmet û daxwaza Xwedê heye ku soza xwe pêk bîne. A diduyan, Yehowa dizane ku ew çi dibêje helbet eynî wisa dibe. Ji bo vê yekê, ew wisa xeber dide: “Ev peyvên ha dilsoz û rast in. … Her tişt çêbû!” A sisêyan, gava Yehowa dest bi tiştekî dike, ew wî tiştî bi serkeftî dibe serî. Gotina “ez Alfa û Omêga … me” vê yekê piştrast dike. Yehowa wê îsbat bike ku Îblîs derewkar û neserkeftî ye.

Ji bo Sê Sebeban Em bi Soza Yehowa Bawer in

Textê ku dibiriqe Yehowa temsîl dike.
  • “Yê li ser text rûniştibû got: ‘A vay, ez her tiştî nû dikim!’” (Peyxam 21:5, KP).

Yûhenayê şandî li ser parşîmenê dinivîse.
  • “Û got: ‘Binivîse, çimkî ev peyvên ha dilsoz û rast in … Her tişt çêbû’” (Peyxam 21:5, 6).

Tîpên Yûnanî alfa û omêga.
  • “Ez Alfa û Omêga … me” (Peyxam 21:6).

19. Eger kesên din li hemberî soza Xwedê di şikê de bin, tu dikarî çi bikî?

19 Her cara ku tu ji kesên din re behsa Cenetê dikî, tu baweriya xwe ya bi soza Yehowa xurttir dikî. Eger tu ji kesekî re behsa hêviya ji Peyxam 21:4 bikî û ew bibêje, “Ev gotin pir xweş e, lê tenê xewn û xeyal e”, gelo tu dikarî çi bikî? Tu dikarî ayetên 5 û 6an bixwînî û şîrove bikî. Nîşan bide ku Yehowa wê her tim li ser soza xwe bisekine, çimkî wî îmzeya xwe avêtiye ser gotinên xwe (Îşaya 65:16).

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Fikra ku Yehowa bi xwe soza Cenetê daye, çima dilê me rihet dike?

  • Kîjan gotin nîşan didin ku soza Xwedê wê rast derkeve?

  • Em çawa dikarin baweriya xwe bi soza Xwedê xurttir bikin?

KILAM 145 Ceneta Sozdayî

a Di vê meqaleyê de, emê bielimin ku em çima dikarin emîn bin ku Yehowa wê dinyayê bike Cenet. Her cara ku em ji kesên din re behsa vê hêviyê dikin, em baweriya xwe ya bi soza Yehowa xurttir dikin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne