Kanûn
Roja Duşemê, 1 Kanûn
Mirî tên rakirin (Lûqa 20:37, NWT).
Gelo qudreta Yehowa heye ku yên mirî dîsa vegerîne jiyanê? Bê guman, erê! Çimkî ew “Karîndarê her tiştî” ye (Peyxam 1:8). Yehowa ew qas biqewet e ku ew dikare her dijminî, heta mirinê jî, tune bike (1. Korîntî 15:26). Sebebekî din ku em çima dizanin ku Xwedê dikare miriyan dîsa vegerîne jiyanê ew e ku bîranîna wî bêsînor e. Xwedê navê her stêrkekê dizane (Îşaya 40:26). Kesên mirî jî di bîra Xwedê de ne (Eyûb 14:13; Lûqa 20:38). Ew dikare her xisûsiyeta kesê mirî – mesela wek şekl, şexsiyet, bîranîn û serpêhatiyên wî – bîne bîra xwe û wî ji mirinê rake. Çima em bi soza Yehowa ya li ser rabûna miriyan bawer dikin? Ji ber ku hem daxwaz hem jî qudreta wî heye ku vê soza xwe bîne cih. Sebebekî din jî ev e: Di zemanê Kitêba Pîroz de, Yehowa kesên mirî dîsa rakirin jiyanê. Mesela, wî qudret da Îsa Mesîh û zilamên din ên dilsoz ku ew vê yekê bikin. w23.04 9-10 par. 7-9
Roja Sêşemê, 2 Kanûn
Bila peyva we … herdem bi keremdarî be (Kolosî 4:6).
Eger em bi zimanekî nerm û xweş xeber bidin, kesên din wê hazir bin ku guhdariya me bikin û sohbetê dewam bikin. Helbet, eger yek bixwaze minaqeşe bike yan henekên xwe bi baweriya me bike, em ne mecbûr in cewaba wî bidin (Methelokên Silêman 26:4). Lê piraniya mirovan ne wisa ne. Ew hazir in ku guhdariya me bikin. Eşkere ye ku feydeya sernermiyê pir e. Gava tu cewabê didî pirsên zor yan rexneyan, ji Yehowa re dua bike û qewetê bixwaze, da ku tu sakîn bimînî. Ji bîr neke, sernermî rê li ber vekirina minaqeşeyan digire. Û cewabên te yên nerm û bihurmet dikarin li ser kesekî tesîr bikin ku ew nêrîna xwe ya di heqê me û rastiyên Kitêba Pîroz de biguherîne. Ji bo baweriya xwe, “hergav amade bin ku hûn bersîvê bidin” kesên din, “lê vê yekê bi nermî û hurmetê bikin” (1. Petrûs 3:15, 16). Belê, bila sernermî hêza te be! w23.09 19 par. 18-19
Roja Çarşemê, 3 Kanûn
Bîhnfirehiyê [sebirê] li xwe bikin (Kolosî 3:12).
Bi çar awayan, em dikarin sebra xwe nîşan bidin. A yekê, kesekî bisebir zû hêrs nabe. Di rewşên zehmet de û gava kesên din wî aciz dikin yan biçûk dixin, ew xîret dike ku dilrihet bimîne û heyfa xwe nastîne (2. Mûsa 34:6). A diduyan, kesekî bisebir bi dilrihetî dikare li hêviya tiştekî bisekine. Eger tiştek zêde wextê bistîne, mirovekî bisebir dîsa jî xîret dike ku bêhna xwe fireh bike û aciz nebe (Meta 18:26, 27). A sisêyan, kesekî bisebir bi lez nakeve. Gava kesekî bisebir karekî muhîm dike, ew karê xwe bi lez û bez nake. Li şûna vê, ew karê xwe bi têra xwe plan dike. Paşê ji bo ku ew karê xwe bi rêk û pêk bike, ew wexta lazim vediqetîne. A çaran, kesekî bisebir bêyî ku gazinan bike hewl dide ku di rewşeke zehmet de tehemûl bike. Ew li ser tiştên qenc ên di jiyana xwe de difikire, û çi ji destê wî tê dike ku her tim bi dilxweşî ji Yehowa re xizmetê bike (Kolosî 1:11). Wek xizmetkarên Xwedê, gerek em di van hemû waran de sebirê nîşan bidin. w23.08 20-21 par. 3-6
Roja Pêncşemê, 4 Kanûn
XUDAN lêkolînê li hemûya dilan dike (1. Dîrokan 28:9).
Yehowa Xwedê dibîne ku di dilê me de çi heye. Ji ber vê yekê, gerek em dilê xweyî mecazî rind biparêzin. Yanî, tiştê herî muhîm ne ew e ku em ji derve çawa xuya dikin, lê ev e ku di kûrahiya dilê me de bi rastî çi heye. Eger hîkmeta Xwedê di hiş û dilê me de cih bigire, ewê ji me hez bike (Yûhena 4:14). Bi vî awayî, emê ji jehra exlaqî û derewên Îblîs û însanên xerab bên parastin (1. Yûhena 5:18, 19). Her ku em nêzîktirî Yehowa bibin, emê zêdetir qedrê wî bigirin û jê hez bikin. Ji ber ku em naxwazin dilê Bavê xweyî ezmanî biêşînin, emê ji fikrên ku dikarin bibin sebebê gunehkirinê birevin. Carekê, hindik mabû ku xwişka me Marta, ya ku li Kroatyayê dijî, bêexlaqiya cinsî bike. Wê nivîsand: “Li min zor hat ku ez bi zelalî bifikirim û daxwaza gunehkirinê bin dest bikim. Lê tirsa Yehowa ez parastim.” Gelo tirsa Xwedê çawa alî wê kir? Martayê got ku ew li ser netîceyên bêexlaqiya cinsî kûr fikirî. Em jî dikarin wisa bikin. w23.06 20-21 par. 3-4
Roja Înê, 5 Kanûn
Dema li ber çavên wan di we de hatim pîroz kirin, dê neteweyan bizanibin ku, ez XUDAN im (Hêzekîêl 36:23).
Îsa Mesîh dizanibû ku armanca Yehowa ev e ku navê xwe pîroz bike û ji hemû leke û derewan paqij bike. Ji ber vê yekê, Efendiyê me ji şagirtên xwe re got ku bila ew wisa dua bikin: “Bavê meyî li ezmanan, bila navê te pîroz be” (Meta 6:9, NWT). Îsa Mesîh rind fehm dikir ku di temamiya gerdûnê de, doza herî mezin ev e. Îsa Mesîh ji her kesî zêdetir xîret kiriye ku navê Yehowa pîroz bike. Dîsa jî, gava ew ji aliyê dijminên xwe ve hat girtin, wan îdîa kir ku ew qedrê Xwedê nagire. Îsa Mesîh bê guman reşkirina navê Xwedê wek sûcê herî mezin didît. Loma, ew pir aciz bû ji ber ku ev sûc hat avêtin ser wî. Sebebê sereke ku Îsa Mesîh wê şevê ew qas bikeser bû, belkî ev bû (Lûqa 22:41-44). w24.02 11 par. 11
Roja Şemiyê, 6 Kanûn
Bi şehrezayiyê mal tê avakirin (Methelokên Silêman 24:3, Mizgînî).
Di beza jiyanê de, gerek em ji merivên xwe zêdetir ji Yehowa û ji Îsa Mesîh hez bikin (Meta 10:37). Lê ev yek nayê maneya ku gerek em mesûliyetên malbatî îhmal bikin. Ji aliyê din ve, ji bo ku Xwedê û Îsa Mesîh ji me razî bin, em mecbûr in ku mesûliyetên malbatî bînin cih (1. Tîmotêyos 5:4, 8). Eger em wisa bikin, emê kêfxweş bibin. Yehowa dixwaze ku jin û mêr ji hev hez bikin û qedrê hev bigirin. Ew dixwaze ku dê û bav ji zarokên xwe hez bikin û wan perwerde bikin. Wekî din, ew dixwaze ku zarok bi ya dê û bavê xwe bikin. Bi vî awayî, li malê wê hizûr hebe (Efesî 5:33; 6:1, 4). Hem jin hem mêr hem jî zarok gerek xwe bispêrin hîkmeta ku di Kitêba Pîroz de heye. Îznê nede ku urf û adet yan fikrên kesên zana li ser gotin û kirinên te tesîr bikin. Û tenê li gor hîsên xwe qeraran nede. Di weşanên me de, şîretên baş hene. Wan rind lêkolîn bike. Ewê alî te bikin ku tu prensîpên Kitêba Pîroz di jiyana xwe de bînî cih. w23.08 28 par. 6-7
Roja Yekşemê, 7 Kanûn
Ji bo ku tu bi baldarî ya ku tê de hatiye nivîsandin pêk bînî, tê bi şev û roj li ser wê kûr bifikirî. Wî çaxî wê riya te vebe û tê bi ser bikevî (Yêşû 1:8, Mizgînî).
Divê xwişkên me hunerên bifeyde bi pêş bixin. Hin tiştên ku ew di zaroktiya xwe de dielimin ji bo temamiya jiyana wan bifeyde ne. Mesela, xwendin û nivîsandinê baş hîn bibe. Di hin kulturan de, qîmeta xwendina jinan tune ye. Lê ev huner ji bo hemû şagirtên Îsa Mesîh pir muhîm e (1. Tîmotêyos 4:13). Her çi qas zor be jî, nehêle ku tu tişt ji xwendin û nivîsandina te re bibe asteng. Xwendin û nivîsandin çima ew qas muhîm e? Hunerên wisa dikarin alî te bikin ku tu ji xwe re karekî baş bibînî. Wekî din, tuyê bikaribî Peyva Xwedê bi rihetî lêkolîn bikî û bibî mamosteyeke Peyva Xwedê. Ya herî muhîm ev e: Gava tu Peyva Xwedê bixwînî û lêkolîn bikî, tuyê nêzîktirî Yehowa bibî (1. Tîmotêyos 4:15). w23.12 20 par. 10-11
Roja Duşemê, 8 Kanûn
Xudan … dizane ku çawa xwedênasan ji ceribandinê rizgar bike (2. Petrûs 2:9).
Ji bo ku tu li hemberî ceribandinan sadiq bimînî, alîkariyê ji Yehowa bixwaze. Ji ber ku em mirovên qisûrdar in, gerek em bi dewamî xîret bikin ku li hemberî ceribandinan sadiq bimînin. Dijminê me Îblîs çi ji destê wî tê dike, da ku em di bin barê ceribandinan de bifetisin. Mesela, ew hewl dide ku em wexta xwe bi tiştên bêexlaq re derbas bikin. Bi vî awayî, ew dixwaze ku hişê me bi tiştên xerab ve tije bibe û li ser me tesîr bike ku em gunehên giran bikin (Marqos 7:21-23; Aqûb 1:14, 15). Alîkariya Yehowa ji me re lazim e, da ku em tiştên nerast nekin. Carekê, Îsa Mesîh ji Xwedê re wisa dua kiribû: “Me nebe ceribandinê, lê me ji Yê Xerab xilas bike” (Meta 6:13). Yehowa her tim hazir e ku alî me bike, lê gerek em alîkariyê ji wî bixwazin. Wekî din, gerek em li gor duayên xwe hereket bikin. w23.05 6-7 par. 15-17
Roja Sêşemê, 9 Kanûn
Tayê [benekî] sêqat jî bi rihetî naqete (Waiz 4:12, Mizgînî).
Jin û mêrên ku qîmetê didin dostaniya bi Bavê xweyî ezmanî re hazir in ku guh bidin şîretên Xwedê. Û ev yek alî wan dike ku ew ji problemên ku dikarin hezkirina wan sar bike, dûr bisekinin yan jî wan çareser bikin. Kesên xwedêhez xîret dikin ku mîna Xwedê dilovan bin, sebir bikin û efû bikin (Efesî 4:32–5:1). Ev sifet alîkariya jin û mêran dikin ku ew zêdetir ji hev hez bikin. Xwişkeke bi navê Lena, ya ku zêdetirî 25 salan zewicî ye, dibêje: “Ne zehmet e ku ez qedrê yekî xwedêhez bigirim û jê hez bikim.” Bala xwe bide mîsaleke ji Kitêba Pîroz. Gelo Yehowa çima Ûsiv û Meryem hilbijartin ku bibin dê û bavê Mesîhê sozdayî? Wan her duyan ji Yehowa hez dikir, û Yehowa dizanibû ku ewê di zewaca xwe de berî her tiştî bala xwe bidin îbadeta wî. w23.05 21 par. 3-4
Roja Çarşemê, 10 Kanûn
Guh bidin kesên ku di nav we de rêberiyê dikin (Îbranî 13:17, NWT).
Rêberê me Îsa Mesîh bêqisûr e, lê birayên ku ji bo rêberiya me hatine tayînkirin biqisûr in. Belkî carinan li me zor tê ku em guh bidin wan, bi xisûsî eger ew tiştekî ne li gor dilê me ji me bixwazin. Carekê melekekî ji Petrûsê şandî re ev yek got: Gerek ew goştê heywanên ku li gor Qanûna Mûsa qedexekirî bûn, bixwe. Petrûs ev yek ne tenê carekê, lê sê caran red kir! (Karên Şandiyan 10:9-16). Gelo çima? Ji bo wî, ev rêberiya nû tiştekî nemaqûl bû. Wekî din, Pawlosê şandî “ji bo îtaetkirinê hazir” bû. Rîspiyên li Orşelîmê ji Pawlos re got ku bila ew bi çar zilaman re here îbadetgehê. Ji ber vê yekê, ew çû wê derê û xwe li gor adetê paqij kir. Bi vî şeklî, wî nîşan da ku ew hurmetê dide Qanûnê. Pawlos dizanibû ku êdî hukmê Qanûna Mûsa li ser xizmetkarên Xwedê tune bû. Wî tu şaşiyek nekiribû. Lê dîsa jî, Pawlos “zilam hildan, dotira rojê li gor adetan xwe paqij kir” (Karên Şandiyan 21:23, 24, 26). Pawlos bi îtaeta xwe piştgiriya yekîtiyê kir (Romayî 14:19, 21). w23.10 10 par. 15-16
Roja Pêncşemê, 11 Kanûn
Yehowa dibe dostê kesên ku jê ditirsin (Zebûr 25:14, NWT).
Ne hewce ye ku dost ji hevdû bitirsin. Lê çi balkêş e ku kesên ku dixwazin bibin dostên Yehowa gerek ji wî bitirsin. Lazim e ku tirsa Xwedê di dilê hemû xizmetkarên Yehowa de hebe. Lê maneya tirsa Xwedê çi ye? Kesê ku bi awayê rast ji Xwedê ditirse bi eslê xwe ji wî hez dike. Ew naxwaze tiştekî xerab bike, yê ku dikare zerarê bide dostaniya wî ya bi Xwedê re. Tirsa Xwedê di dilê Îsa Mesîh de jî hebû (Îbranî 5:7). Ziravê wî ji Yehowa nediqetiya, lê wî ji Xwedê hez dikir û ji dil bi ya wî dikir (Îşaya 11:2, 3; Yûhena 14:21, 31). Sifetên Yehowa yên sereke hezkirin, hîkmet, edalet û qudret in. Loma, wek Îsa Mesîh, em qedrê wî digirin û hurmetê didin wî. Wekî din, em dizanin ku Yehowa ji me hez dike û rêberiya me dike. Bi gotin û kirinên xwe, em dikarin dilê wî yan biêşînin yan şa bikin (Zebûr 78:41; Methelokên Silêman 27:11). w23.06 14 par. 1-2; 15 par. 5
Roja Înê, 12 Kanûn
Dema quwetê dît, dilê wî wusa bilind bû ku, gîhaşt helaqê û li dijî Xwedayê xwe XUDAN xayîntiyê kir (2. Dîrokan 26:16).
Gava Ûzziya Padîşah biqewet bû, wî ji bîr kir ku Çavkaniya hêz û dewlemendiya wî Yehowa bû. Dersa ji bo me çi ye? Gerek em qet ji bîr nekin ku bereket û îmtiyazên me ji Yehowa tên. Li şûna ku em ji bo serkeftinên xwe fort û pesnê xwe bidin, gerek em rûmetê bidin Yehowa (1. Korîntî 4:7). Gerek em bi dilnizmî qebûl bikin ku em qisûrdar in û carinan şîret ji me re lazim in. Birayekî di ser 60î re nivîsand: “Ez hîn bûm ku divê ez xwe zêde muhîm nebînim. Gava kesên din ji min re dibêjin ku min şaşiyek kiriye, ez xîret dikim ku bêm ser hişê xwe û di xizmeta Yehowa de bi pêş ve herim.” Belê, eger em guh bidin Yehowa û dilnizm bimînin, emê jiyaneke xweş û bextewar derbas bikin (Methelokên Silêman 22:4). w23.09 10 par. 10-11
Roja Şemiyê, 13 Kanûn
Ragirtin ji we re lazim e, da ku hûn daxwaza Xwedê bikin û soza ku daye bistînin (Îbranî 10:36).
Di sedsala yekê de, lazim bû ku şagirtên Îsa Mesîh sebir bikin. Kul û derdên wan wek yên her kesî hebûn. Lê ji ber ku ew şagirtên Îsa Mesîh bûn, ew ji aliyê rêberên Cihûyan, dewletê û malbata xwe ve rastî zilm û zordariyê dihatin (Meta 10:21). Û di nav civatê de jî, wan li hemberî tesîra hinek kesên ku li ber rastiyê serî hildabû micadele dikir (Karên Şandiyan 20:29, 30). Lê belê, xizmetkarên Xwedê bi dilsozî li ber xwe dida (Peyxam 2:3). Gelo çi alî wan dikir? Ew li ser serpêhatiyên di Nivîsarên Pîroz de kûr difikirîn, mesela wek li ser sebra Eyûb pêxember (Aqûb 5:10, 11). Wan ji bo qewetê dua dikir (Karên Şandiyan 4:29-31). Û wan ji bîr nedikir ku eger ew sebir bikin, Xwedê wê wan bibereket bike (Karên Şandiyan 5:41). Eger em serpêhatiyên di Peyva Xwedê û weşanên me de bixwînin û li ser wan kûr bifikirin, emê zêdetir sebir bikin. w23.07 3 par. 5-6
Roja Yekşemê, 14 Kanûn
Hukimdariya Xwedê û guhdarîkirina wî di jiyana xwe de bikin tiştê herî muhîm, û Xwedê wê hemû tiştên lazim bide we (Meta 6:33, NWT).
Yehowa û Îsa Mesîh qet destê me bernadin. Piştî ku Petrûsê şandî Îsa înkar kir, lazim bû ku ew qerareke muhîm bide. Gelo wî dev ji xizmeta Xwedê berda yan dewam kir? Îsa dua kir ku baweriya Petrûs sist nebe. Îsa ji Petrûs re behsa wê duayê kir. Wî anî zimên ku Petrûs wê paşê bikaribe dilê xwişk û birayan xurttir bike (Lûqa 22:31, 32). Bê şik Petrûs ji van gotinên Îsa Mesîh gelek qewet stand! Gava em mecbûr bin ku qerareke muhîm bidin, Yehowa wê bi destê şivanên dilovan dilê me xurt bike ku em dilsoz bimînin (Efesî 4:8, 11). Çawa ku Yehowa li Petrûs û şandiyên din xwedî derdiket, ewê li me jî xwedî derkeve. Ji bo vê yekê, gerek em berî her tiştî bala xwe bidin xizmeta Yehowa. w23.09 24-25 par. 14-15
Roja Duşemê, 15 Kanûn
Yê ku alîkariya belengazan dike, deyin daye Xwedê; û Xwedê ji comerdiya xwe lê vêdigerîne (Methelokên Silêman 19:17, Methelokên Hezretê Silêman).
Yehowa her qenciya biçûk, a ku em ji bo kesên din dikin, dibîne. Ew qenciya me mîna fedakariyeke biqîmet dibîne û ewê me xelat bike (Methelokên Silêman 19:17). Eger te berê wek alîkarê xizmetê yan wek rîspî xizmet dikir, Yehowa xîret û hezkirina te qet ji bîr nake (1. Korîntî 15:58). Ew dibîne ku tu hê jî hezkirinê nîşan didî. Yehowa dixwaze ku em hezkirina ji wî û ji kesên din di dilê xwe de mezintir bikin. Eger em Peyva Xwedê bixwînin, li ser wê kûr bifikirin û her roj ji Xwedê re dua bikin, hezkirina di nav me û Xwedê de wê mezintir bibe. Gava em destekê didin xwişk û birayan, em nîşan didin ku em ji dil ji wan hez dikin. Her ku hezkirina me mezintir bibe, emê nêzîktirî Yehowa û xwişk û birayan bibin. Û ev dostaniyên saxlem wê heta hetayê dewam bikin! w23.07 10 par. 11; 11 par. 13; 13 par. 18
Roja Sêşemê, 16 Kanûn
Her kes wê barê xwe hilgire (Galatî 6:5).
Her xizmetkarekî Xwedê gerek qerarê bide ku ew çawa bala xwe bide siheta xwe. Gava em di heqê tedawiyan de qerarekê didin, gerek em guh bidin qanûnên Kitêba Pîroz. Mesela, gerek em xwe ji neqla xwînê û ji cindariyê dûr bigirin (Karên Şandiyan 15:20; Galatî 5:19, 20). Lê belê, hin tedawî qerarên şexsî ne. Em çi qas baweriya xwe bi tedawiyekê bînin jî, gerek em ji bîr nekin ku heqê xwişk û birayên me heye ku ew ji bo siheta xwe qerarên şexsî bidin. Û gerek em qedrê qerarên wan bigirin. Di vî warî de, gerek em van çar nuqteyan ji bîr nekin: (1) Tenê Padîşahiya Xwedê wê me ji hemû nexweşiyan qenc bike (Îşaya 33:24). (2) Her xizmetkarekî Xwedê gerek ji bo xwe qerara herî baş bide û “ji dîtina xwe piştrast be” (Romayî 14:5). (3) Em naxwazin li ser qerarên kesên din hukim bidin û bi kirinên xwe bibin sebeb ku ew biterpilin (Romayî 14:13). (4) Xizmetkarên Xwedê ji hev re hezkirinê nîşan didin û fehm dikin ku yekîtiya civatê ji nêrînên şexsî ferztir e (Romayî 14:15, 19, 20). w23.07 24 par. 15
Roja Çarşemê, 17 Kanûn
Ew di hemû rojên nezîriya xwe de li ber Yehowa pîroz e (4. Mûsa 6:8, NWT).
Dostaniya me ya bi Yehowa re tiştekî pir biqîmet e, ne wisa ye? Bi hezaran salan, bi milyonan însan pir qîmet daye vê dostaniyê (Zebûr 104:33, 34). Gelek kesan fedakariyên mezin kirine ku ji Yehowa re îbadetê bikin. Mesela, nezîrên ku di demên berê de li welatê Îsraîlê dijiyan, kesên wisa bûn. Nezîran hin fedakarî dikirin ku bi awayekî xisûsî ji Yehowa re xizmet bikin. Li gor Qanûna Mûsa, mirovan dikaribû li ber Yehowa sond bixwin ku heta demekê wek nezîr bijîn (4. Mûsa 6:1, 2). Ji bo pêkanîna vê sondê, lazim bû ku ew xwe li hin qaîdeyên xisûsî bigirin, ên ku ji bo Îsraîliyên din ne şert bûn. Gelo hin kesan çima dixwest bibin nezîr? Bi îhtimaleke mezin, sebeb ev bû ku wan ji Yehowa pir hez dikir û dixwest şikirdariya xwe ya ji bo bereketên wî nîşan bidin (5. Mûsa 6:5; 16:17). w24.02 14 par. 1-2
Roja Pêncşemê, 18 Kanûn
Yehowa … hezkirina xwe ya dilsoz nîşanî yên ku ji wî hez dikin û guh didin emrên wî dide (Danîêl 9:4, NWT).
Di Kitêba Pîroz de, peyva Îbranî, ya ku wek “dilsoz” yan “hezkirina dilsoz” hatiye tercûmekirin tê maneya eleqeyeke kûr û dilgerm, ya ku Xwedê bi hezkirinê nîşanî xizmetkarên xwe dide. Eynî peyv ji bo tarîfkirina hezkirina ku di nav xizmetkarên Xwedê de heye, tê bikaranîn (2. Samûyêl 9:6, 7). Bi zeman re, dilsoziya me dikare xurttir bibe. Li ser dilsoziya Danîêl bifikire. Dilsoziya Danîêl ya ji Yehowa re gelek caran hat ceribandin. Gava ew ji 90î mezintir bû, ceribandina herî zehmet hat serê wî. Memûrên li qesrê ji Danîêl nefret dikir û qedrê Xwedayê wî nedigirt. Loma wan ji bo kuştina Danîêl planek çêkir. Bi tesîra wan, Padîşah qanûnek derxist, da ku bihata ceribandin ka Danîêl wê ji padîşah yan Xwedayê xwe re dilsoz be. Ji bo ku Danîêl îsbat bikira ku ew ji padîşah re dilsoz e, gerek wî 30 rojî ji Yehowa re dua nekira. Danîêl ev yek red kir (Danîêl 6:12-15, 20-22). w23.08 5 par. 10-12
Roja Înê, 19 Kanûn
Bila hezkirina biratiyê daîm be! (Îbranî 13:1, KP).
Eger xwişk yan birayek dilê me biêşîne jî, em dikarin emîn bin ku ev yek ne bi qesdî bû, lê ku ev xwişk yan bira bi eslê xwe dixwaze li gor prensîpên Kitêba Pîroz hereket bike (Methelokên Silêman 12:18). Her çi qas kêmasiyên me hebin jî, Xwedê ji me hez dike. Wexta ku em şaşiyan dikin, ew me red nake û kînê najo (Zebûr 103:9). Belê, Bavê meyî ezmanî yekî efûkar e, û gerek em jî wisa bin! (Efesî 4:32–5:1). Her ku em ber bi dawiya vê dinyaya xerab ve diçin, lazim e ku em nêzîkî xwişk û birayan bimînin. Dibe ku mirov ji ber baweriya me zilmê li me bikin û me bavêjin hebsê. Eger wisa be, emê pir muhtacî xwişk û birayan bibin (Methelokên Silêman 17:17). w24.03 15-16 par. 6-7
Roja Şemiyê, 20 Kanûn
Gavên mirov ji aliyê Xudan ve têne avêtin (Methelokên Silêman 20:24, Mizgînî).
Nivîsarên Pîroz behsa serpêhatiyên ciwanan dike, yên ku bûn dostên Yehowa û jiyaneke xweş derbas kir. Mesela, Dawid di ciwaniya xwe de qerar da ku ji Xwedê re îbadetê bike û paşê bû padîşahekî dilsoz (1. Qiralan 3:6; 9:4, 5; 14:8). Eger tu li ser serpêhatiya Dawid lêkolîn bikî, mîsala wî wê dilê te xurt bike ku tu bi dilsozî ji Yehowa re xizmetê bikî. Yan tu dikarî li ser mîsala Marqos yan jî Tîmotêyos lêkolîn bikî. Ji ciwaniya xwe ve, wan bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikir. Qerara ku tu îro didî wê li ser pêşeroja te tesîr bike. Eger tu baweriya xwe bi Yehowa bînî û xwe nespêrî aqlê xwe, ewê alî te bike ku tu qerarên baş bidî. Tu dikarî bibî xwediyê jiyaneke xweş û bextewar. Ji bîr neke: Yehowa qîmetê dide tiştên ku tu ji bo wî dikî. Ma jiyaneke ji jiyana di xizmeta Yehowa de baştir heye? w23.09 13 par. 18-19
Roja Yekşemê, 21 Kanûn
Li hevdû bibihûrin (Kolosî 3:13).
Pawlosê şandî dizanibû ku xwişk û bira qisûrdar in. Gelo ew rastî çi probleman dihat? Mesela, gava ew nû bû şagirtê Îsa Mesîh, hin kesên li civata Orşelîmê îtibara xwe bi wî nedianî (Karên Şandiyan 9:26). Çend sal bi şûn de, hin kesan di heqê wî de tiştên xerab gotin ku navê wî reş bikin (2. Korîntî 10:10). Carekê, Pawlos dît ku rîspiyekî çawa ji ber tirsa derdorê qerareke nebaş da, ya ku dikaribû aştiya civatê xera bikira (Galatî 2:11, 12). Wekî din, Pawlos ji ber kirinên hevalê xwe Marqos pir aciz bû (Karên Şandiyan 15:37, 38). Li gel van probleman, Pawlos ji xwişk û birayan nedireviya û dev ji xizmeta Yehowa bernedida. Gelo çi alî Pawlos kir ku ew li ber xwe bide? Pawlos ji xwişk û birayan hez dikir. Ji ber vê yekê, wî bi zêdeyî bala xwe nedida kêmasiyên wan. Li şûna vê, wî bala xwe dida xisûsiyetên wan ên baş. Bi saya hezkirinê, Pawlos kesên din efû dikirin. w24.03 15 par. 4-5
Roja Duşemê, 22 Kanûn
Divê xulamê Xudan ji pevçûnê dûr be, lê belê li hember hemûyan nerm be (2. Tîmotêyos 2:24).
Gelek serpêhatiyên di Kitêba Pîroz de nîşan didin ku sernermî çi qas biqîmet e. Mesela, gava Îshaq li herêma Gerarê cihwar bû, Filîstiyan ji hesûdiyê bîrên avê, ên ku ji aliyê xulamên bavê wî ve hatibûn kolandin, xetimandin. Li şûna ku ew ji bo heqê xwe şer bike, Îshaq bi maliyên xwe re ji wê derê derbasî cihekî din bû û bîrên nû kolandin (1. Mûsa 26:12-18). Lê Filîstiyan bi îtiraz got: “Av ya me ye.” Dîsa jî, wî ev mesele bi awayekî aştiyane çareser kir (1. Mûsa 26:19-25). Gava kesên din ew aciz dikir yan hêrsa wî radikir, çi alî wî dikir ku ew sernerm bimîne? Bê şik mîsala dê û bavê wî pir li ser wî tesîr kiribû. Wî didît ku bavê wî Birahîm aştîhez bû û diya wî Sara nerm û aram bû (1. Petrûs 3:4-6; 1. Mûsa 21:22-34). w23.09 15 par. 4
Roja Sêşemê, 23 Kanûn
Min pêşniyar kir û ez ê wê bikim (Îşaya 46:11).
Yehowa Kurê xwe yê yekta şand dinyayê. Yehowa dixwest ku Îsa Mesîh mirovan di heqê Padîşahiyê de bielimîne û jiyana xwe wek fîdye bide, ji bo ku em ji guneh û mirinê xelas bibin. Dû re, Îsa Mesîh ji bo jiyana li ezmanan hat rakirin, da ku bibe Padîşahê Hukimdariya Xwedê. Mijara sereke ya Kitêba Pîroz ev e: Yehowa wê bi destê Padîşahiya xwe ya di bin hukimdariya Mesîh de mexseda xwe bîne cih. Bi vî awayî, navê wî wê bê pîrozkirin û ji hemû derewan bê paqijkirin. Armanca Yehowa nayê guhertin. Wî soz daye ku hemû gotinên wî wê bên cih (Îşaya 46:10; Îbranî 6:17, 18). Dinya wê bibe cenet û mirovên bêqisûr û rastdar wê “her û her” li ser rûyê erdê bijîn (Zebûr 22:26). Lê armanca Yehowa ji vê yekê mezintir e. Ewê hemû xizmetkarên xwe yên li ezmanan û yên li dinyayê bike yek. Dû re, her kes wê bi dilsozî destekê bide Serweriya Yehowa (Efesî 1:8-11). Ji bo ku Yehowa armanca xwe pêk bîne, wî rêyeke pir xweş dîtiye. Ma tu ji vê yekê re heyran namînî? w23.10 20 par. 7-8
Roja Çarşemê, 24 Kanûn
“Xurt bibe … ez bi we re me,” gotina XUDANÊ artêşan [ev e] (Hagay 2:4, 5).
Gava ku Cihûyên ku ji Babîlê derketin gihîştin Orşelîmê, ew rastî zor û zehmetiyan hatin. Her ku diçû debara jiyanê zehmettir dibû û rewşa siyasî xerabtir dibû û ew rastî muxalefetê jî dihatin. Ji ber van sebeban, ji hinekan re zor dihat ku bala xwe bidin avakirina îbadetgeha Yehowa. Loma ji bo ku xîreta wan zindî bike, Yehowa Hagay û Zekerya pêxember ji wan re şandin. Bi rastî jî, bi teşwîqa van pêxemberan dilê wan gelek xurt bû (Hagay 1:1; Zekerya 1:1). Piştî nêzîkî 50 salî, Cihûyên ku vegeriyan welatê xwe dîsa sist bûn. Dû re Esra, yê ku katibekî jêhatî yê Qanûnê bû, ji Babîlê hat Orşelîmê. Ji bo ku xizmetkarên Xwedê berî her tiştî bala xwe bidin îbadeta rast, Esra ew teşwîq kirin (Esra 7:1, 6). Gotinên Hagay û Zekerya alî xizmetkarên Xwedê dikir ku ew di dema muxalefetê de her tim xwe bispêrin Yehowa. Îro jî, gotinên wan dikarin alî me bikin ku em li hemberî zehmetiyên jiyanê xwe bispêrin Yehowa (Methelokên Silêman 22:19). w23.11 14 par. 2-3
Roja Pêncşemê, 25 Kanûn
Hezkirina ku girêdana bêkêmahîtiyê ye li xwe bikin (Kolosî 3:14).
Em çawa dikarin hezkirina xwe ji kesên din re nîşan bidin? Rêyek ew ku em ji dilşewatiya xwe “di ber dilê hev de” herin (1. Selanîkî 4:18). Gava em qisûr û kêmasiyên kesên din efû dikin, hezkirina me zindî dimîne. Gelo çima ew qas muhîm e ku em îro ji hev hez bikin? Petrûs wisa gotibû: “Dawiya her tiştî nêzîk e. … Bila berî her tiştî, hezkirina we yî bi hev û din re, ji dil û can be” (1. Petrûs 4:7, 8, KP). Her ku dawiya vê dinyaya xerab nêzîktir dibe, gerek em ji bo çi hazir bin? Îsa Mesîh ji berê ve ji şagirtên xwe re wisa gotibû: “Ji ber navê min hemû milet wê ji we nefret bikin” (Meta 24:9, NWT). Ji bo ku em li hemberî vê nefretê ji Yehowa Xwedê re dilsoz bimînin, gerek em îtifaq û yekîtiya xwe biparêzin. Eger em ji xwişk û birayan hez bikin, Îblîs tu caran nikare me ji hev veqetîne, çimkî hezkirin girêdana bêqisûr a yekîtiyê ye (Filîpî 2:1, 2). w23.11 13 par. 18-19
Roja Înê, 26 Kanûn
Em hevalkarên Xwedê ne (1. Korîntî 3:9, NWT).
Qeweta rastiyên Kitêba Pîroz pir mezin e. Wexta ku em ji mirovan re behsa Yehowa û sifetên wî dikin, em dibînin ku bandora derewên Îblîs çawa her ku diçe winda dibe û çavên mirovan vedibin. Hêdî hêdî, ew fehm dikin ku Bavê meyî dilovan yekî çawa ye, û ew ji qudreta wî ya bêsînor re heyran dimînin (Îşaya 40:26). Ew îtibara xwe bi edaleta wî ya bêqisûr tînin (5. Mûsa 32:4). Ew ji hîkmeta wî ya kûr gelek tiştan hîn dibin (Îşaya 55:9; Romayî 11:33). Û gava ew hîn dibin ku Xwedê bi xwe hezkirin e, dilê wan rihet dibe (1. Yûhena 4:8). Her ku ew nêzîktirî Yehowa dibin, hêviya jiyana herheyî dilê wan digire. Çi îmtiyazeke mezin e ku em dikarin alî mirovan bikin ku ew nêzîktirî Bavê xwe bibin! Gava em vî îşî dikin, Yehowa me wek hevalkarên xwe dibîne (1. Korîntî 3:5). w24.02 12 par. 15
Roja Şemiyê, 27 Kanûn
Di şûna ku tê soz bidî û nekî, soz nede çêtir e (Waiz 5:5, Mizgînî).
Eger tu Kitêba Pîroz lêkolîn dikî yan eger dê û bavê te Şahidên Yehowa ne, gelo tu dixwazî vaftîz bibî? Va hedefeke pir baş e! Lê belê, berî ku tu vaftîz bibî, gerek tu ji Yehowa re weqf bibî. Gelo tu çawa dikarî weqf bibî, yanî jiyana xwe bidî destê Yehowa? Di duayekê de, gerek tu soz bidî wî ku tuyê tenê ji wî re îbadetê bikî û di jiyana xwe de ji her tiştî zêdetir bala xwe bidî daxwaza wî. Bi vî awayî, tu soz didî Yehowa ku tuyê ji wî “bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû hişê xwe û bi hemû qeweta xwe hez bikî” (Marqos 12:30, NWT). Weqfbûna te tenê di nav te û Yehowa de ye, lê vaftîz li ber çavê xelkê diqewime, û her kes dibîne ku te êdî jiyana xwe daye destê Yehowa. Sonda weqfbûnê tiştekî pir cidî ye, û gerek tu her tim xîret bikî ku sonda xwe bînî cih (Waiz 5:4). w24.03 2 par. 2; 3 par. 5
Roja Yekşemê, 28 Kanûn
Bila her yek ji we jî wek ku ji xwe hez dike, ji jina xwe hez bike û bila jin siyaneta mêrê xwe bigire (Efesî 5:33).
Di her zewacê de problem dikarin bên meydanê. Kitêba Pîroz di heqê kesên zewicî de dibêje ku “tengahiyên van wê hebin” (1. Korîntî 7:28). Gelo çima? Çimkî jin û mêr mirovên qisûrdar in, şexsiyeta wan ji hev cuda ye û ew belkî di kulturên cuda de mezin bûne. Piştî zewacê, dibe ku hin xisûsiyetên wan ên ecêb eşkere bibin. Tiştên wisa dikarin bibin sebebê probleman. Li şûna ku ew probleman bi hev re safî bikin, dibe ku ew hevdû sûcdar bikin. Heta, dibe ku ew bifikirin ku gerek ew ji hev cihê bibin yan jî hev berdin. Gelo rêya rast ev e? Na. Eger zewac zor be jî, Yehowa dixwaze ku jin û mêr bi hev re bimînin. w24.03 16 par. 8; 17 par. 11
Roja Duşemê, 29 Kanûn
Hêvî me xeyalşikestî nake (Romayî 5:5, NWT).
Piştî sonda xwedayînê û vaftîzbûnê, me Yehowa baştir nas kiriye û ji wî zêdetir hez kiriye. Paşê em piştrast bûne ku hêviya me ji bo jiyana herheyî li ser rûyê erdê wê pêk were (Îbranî 5:13–6:1). Me di jiyana xwe de dîtiye ku gotinên ji Romayî 5:2-4 çi qas bitesîr in. Gelek tengasî hatin serê me, lê me ew tehemûl kirin û me dît ku Xwedê ji me razî ye. Ji ber ku Xwedê ji me hez dike, em hê zêdetir bawer dikin ku sozên wî wê rast derkevin. Hêviya me gav bi gav xurttir û zindîtir bûye. Îro hêviya me hê zêdetir li ser qerarên me, li ser eleqeya me ya bi malbatê re û li ser derbaskirina wexta me tesîr dike. Pawlosê şandî ji dostên Xwedê re nivîsandiye ku hêviya wan wê were cih (Romayî 15:13). w23.12 12-13 par. 16-19
Roja Sêşemê, 30 Kanûn
[Yehowa] wê we … xurt bike, hêzdar bike û we li ser bingehê qayîm bike (1. Petrûs 5:10).
Gava em tengasiyê dikişînin, dibe ku hîs û fikrên me tevlihev bin, wek gemiyeke ku di firtoneyê de vir de wê de diçe. Gava em xwe wisa hîs dikin, gelo Yehowa çawa alî me dike? Yehowa soz daye ku ewê me xurt bike. Gava firtone radibe, dibe ku gemî pir biheje. Ji bo ku gemî noq nebe, di gelek gemiyan de bask hene, yên ku dikarin di demên wisa de bên vekirin. Bi saya van baskan, rêwîtî ji bo rêwiyan rihettir dibe. Lê belê, ji bo ku feydeya van baskan hebe, lazim e ku gemî bi pêş ve here. Bi eynî awayî, eger em di dema tengasiyê de bi dilsozî bi pêş ve herin, Yehowa wê me xurt bike. w24.01 22 par. 7-8
Roja Çarşemê, 31 Kanûn
Ez bi [Xwedê] ewle me, ez natirsim (Zebûr 56:4).
Gava tirs dikeve dilê te, li ser kirinên Yehowa bifikire. Bala xwe bide tebîetê, mesela çivîk û kulîlkan. Ew nikarin ji Yehowa re îbadetê bikin, lê dîsa jî, Yehowa li wan xwedî derdikeve. Madem ku Yehowa ew qas xema wan dixwe, ma baweriya te xurttir nabe ku ewê hê jî zêdetir li te xwedî derkeve? (Meta 6:25-32). Wekî din, bîne ber çavê xwe ku Yehowa ji bo xizmetkarên xwe çi kiriye. Mesela, serpêhatiyeke Kitêba Pîroz lêkolîn bike yan jî serpêhatiyên xwişk û birayan bixwîne. Ji xeynî vê, bîne bîra xwe ku Yehowa heta niha çawa alî te kiriye. Mesela, wî çawa rêya rastiyê nîşanî te kiriye? (Yûhena 6:44). Wî çawa cewaba duayên te daye? (1. Yûhena 5:14). Roj bi roj, tu ji fîdyeya Îsa Mesîh çi feydeyê distînî? (Efesî 1:7; Îbranî 4:14-16). w24.01 4 par. 6; 7 par. 17