KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Îro

Roja Şemiyê, 8 Mijdar

Pêta [hezkirinê] wekî pêta êgir dişewitîne. Pêlên mezin nikarin hezkirinê bitefînin, ne jî lehî dikarin wê bi xwe re bibin (Helbesta Helbestan 8:6, 7, Mizgînî).

Hezkirina jidil tu caran xelas nabe! Ev gotin rastiyeke xweş derdixin pêş: Jin û mêr bi rastî jî dikarin her tim ji hev hez bikin. Ji bo ku jin û mêr heta dawiya emrê xwe ji hev hez bikin, xîret lazim e. Hezkirin dişibe agirekî. Ji bo ku agir geş bimîne, lazim e ku kesek bi dewamî êzingan bide ser. Mîna vê, ji bo ku hezkirina di nav jin û mêr de qewî bimîne, lazim e ku ew eleqeya di nav xwe de bi dewamî ava bikin. Lê carinan, eger jin û mêr ji aliyê madî ve bikevin tengasiyê, siheta wan ne baş be yan jî xwedîkirina zarokan ji bo wan zehmet be, hezkirina di nav wan de dikare sar bibe. Ji bo ku “pêta hezkirinê” netefe, jin û mêr gerek xîret bikin ku dostaniya wan a bi Yehowa re xurttir bibe. w23.05 20-21 par. 1-3

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Yekşemê, 9 Mijdar

Netirse (Danîêl 10:19, Mizgînî).

Ji bo ku em cesaretê ava bikin, gerek em çi bikin? Dibe ku dê û bavê me dixwazin ku em bicesaret bin. Lê ew nikarin vî sifetî mîna mîraseke malbatî derbasî me bikin. Bidestxistina cesaretê dişibe hînbûna hunereke nû. Ji bo bipêşxistina hunerekê rêyek ew e ku mirov li kirinên mamosteyê xwe mêze bike û dû re mîna wî bike. Bi eynî awayî, em dikarin mêze bikin ku kesên din çawa cesaretê nîşan didin û dû re mîna wan bikin. Mîna Danîel, lazim e ku em Peyva Xwedê baş nas bikin. Gerek em dostaniyeke qewî ya bi Yehowa re ava bikin. Ji bo vê lazim e ku em dilê xwe li ber wî vekin. Û gerek em xwe bispêrin Yehowa û bawer bin ku ew li pişta me ye. Bi vî awayî, emê li hemberî ceribandinan bicesaret bisekinin. Mirovên bicesaret gelek caran hurmeta kesên din qezenc dikin. Wekî din, cesareta me dikare li ser kesên dilpak tesîr bike ku ew Yehowa nas bikin. Bê şik, pir muhîm e ku em cesareta xwe ava bikin. w23.08 2 par. 2; 4 par. 8-9

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Duşemê, 10 Mijdar

Her tiştî ji hev derxin (1. Selanîkî 5:21).

Peyva Yûnanî, ya ku wek “ji hev derxin” hatiye tercûmekirin, ji bo tesbîtkirina madenên biqîmet dihat bikaranîn. Yanî, lazim e ku em rastiya tiştên ku em dibihîzin yan dixwînin, tesbît bikin. Ev yek ji bo me hê jî muhîmtir e, çimkî tengahiya mezin her ku diçe nêzîktir dibe. Li şûna ku em safik bin û baweriya xwe bi her tiştî bînin, gerek em rind bifikirin ka tiştên ku em dibihîzin yan dixwînin li gor gotinên Kitêba Pîroz û gotinên teşkîlata Yehowa rast in yan na. Eger em wisa bikin, emê bi dek û dolabên cinan neyên xapandin (Methelokên Silêman 14:15; 1. Tîmotêyos 4:1). Wek qewm, xizmetkarên Xwedê wê ji tengahiya mezin sax derbas bibin. Lê wek ferd, em nizanin ku sibê çi wê biqewime (Aqûb 4:14). Lê çi dibe bila bibe, tiştê herî muhîm ev e ku em dilsoz bimînin. Eger em berî tengahiya mezin bimirin jî, emê jiyana herheyî bistînin. Bila em her tim bala xwe bidin hêviya xwe ya bêemsal û ji bo roja Yehowa hazir bin! w23.06 13 par. 15-16

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne