Roja Yekşemê, 9 Mijdar
Netirse (Danîêl 10:19, Mizgînî).
Ji bo ku em cesaretê ava bikin, gerek em çi bikin? Dibe ku dê û bavê me dixwazin ku em bicesaret bin. Lê ew nikarin vî sifetî mîna mîraseke malbatî derbasî me bikin. Bidestxistina cesaretê dişibe hînbûna hunereke nû. Ji bo bipêşxistina hunerekê rêyek ew e ku mirov li kirinên mamosteyê xwe mêze bike û dû re mîna wî bike. Bi eynî awayî, em dikarin mêze bikin ku kesên din çawa cesaretê nîşan didin û dû re mîna wan bikin. Mîna Danîel, lazim e ku em Peyva Xwedê baş nas bikin. Gerek em dostaniyeke qewî ya bi Yehowa re ava bikin. Ji bo vê lazim e ku em dilê xwe li ber wî vekin. Û gerek em xwe bispêrin Yehowa û bawer bin ku ew li pişta me ye. Bi vî awayî, emê li hemberî ceribandinan bicesaret bisekinin. Mirovên bicesaret gelek caran hurmeta kesên din qezenc dikin. Wekî din, cesareta me dikare li ser kesên dilpak tesîr bike ku ew Yehowa nas bikin. Bê şik, pir muhîm e ku em cesareta xwe ava bikin. w23.08 2 par. 2; 4 par. 8-9
Roja Duşemê, 10 Mijdar
Her tiştî ji hev derxin (1. Selanîkî 5:21).
Peyva Yûnanî, ya ku wek “ji hev derxin” hatiye tercûmekirin, ji bo tesbîtkirina madenên biqîmet dihat bikaranîn. Yanî, lazim e ku em rastiya tiştên ku em dibihîzin yan dixwînin, tesbît bikin. Ev yek ji bo me hê jî muhîmtir e, çimkî tengahiya mezin her ku diçe nêzîktir dibe. Li şûna ku em safik bin û baweriya xwe bi her tiştî bînin, gerek em rind bifikirin ka tiştên ku em dibihîzin yan dixwînin li gor gotinên Kitêba Pîroz û gotinên teşkîlata Yehowa rast in yan na. Eger em wisa bikin, emê bi dek û dolabên cinan neyên xapandin (Methelokên Silêman 14:15; 1. Tîmotêyos 4:1). Wek qewm, xizmetkarên Xwedê wê ji tengahiya mezin sax derbas bibin. Lê wek ferd, em nizanin ku sibê çi wê biqewime (Aqûb 4:14). Lê çi dibe bila bibe, tiştê herî muhîm ev e ku em dilsoz bimînin. Eger em berî tengahiya mezin bimirin jî, emê jiyana herheyî bistînin. Bila em her tim bala xwe bidin hêviya xwe ya bêemsal û ji bo roja Yehowa hazir bin! w23.06 13 par. 15-16
Roja Sêşemê, 11 Mijdar
Wî sira xwe ji xizmetkarên xwe re … eşkere kiriye (Amos 3:7, NWT).
Em nizanin ku hin wehdên Kitêba Pîroz wê çawa bên cih (Danîêl 12:8, 9). Rast e, em tam nizanin ku wehdên Xwedê wê çawa bên cih. Lê ev yek nayê maneya ku ewê rast dernekevin. Em dikarin bawer bin ku mîna berê, Yehowa wê tam di wexta rast de tiştên ku gerek em bizanibin ji me re eşkere bike. Îlana “aştî û ewledarî” yan selamet û emniyet wê bê kirin (1. Selanîkî 5:3). Paşê hêzên siyasî wê hicûmî dînê sexte bikin û wî helak bikin (Peyxam 17:16, 17). Piştî vê, ewê hicûmî xizmetkarên Xwedê bikin (Hêzekîêl 38:18, 19). Ev qewimandin wê derbasî şerê dawîn ê Harmegedonê bibin (Peyxam 16:14, 16). Em dikarin emîn bin ku di wexteke nêzîk de, ev tişt wê biqewimin. Heta hingê, em her tim dixwazin şikirdariya xwe ji Bavê xweyî ezmanî re nîşan bidin. Û emê baş bala xwe bidin wehdên Kitêba Pîroz û alî kesên din bikin ku ew jî eynî tiştî bikin. w23.08 13 par. 19-20