Ji Tîtos re
3 Bi dewamî bîne bîra xwişk û birayan ku ew bi ya hukûmet û serokan bikin, guhdariya wan bikin û ji bo her karê qenc hazir bin. 2 Bila ew li ser tu kesî bi xerabî xeber nedin û ne şerhez bin, lê bila ew maqûl bin û bi hemû mirovan re nerm bin. 3 Çimkî berê em jî kesên nefehmdar û neguhdar bûn, em dihatin xapandin û xulamên cure cure kêf û xwestekan bûn. Wekî din, me xerabî û çavnebarî dikir, em mirovên pîs bûn û me ji hevdû nefret dikir.
4 Lê belê, Xelaskarê me Xwedê qencî û hezkirina xwe ji mirovan re nîşan daye. 5 Wî em xelas kirin, ne ji ber ku kirinên me rast in, lê ji ber ku ew dilovan e. Wî em paqij kirin, da ku em jiyana nû bistînin, û bi destê ruhê xweyî pîroz em nû kirin. Bi vî awayî wî em xelas kirin. 6 Bi saya Xelaskarê me Îsa Mesîh, wî ev ruh bi comerdî li ser me rijand. 7 Wî ev yek kir ku em jiyana herheyî, ya ku em li hêviyê ne, wek mîras bistînin. Ev yek mumkin e, çimkî wî qenciya xwe ya mezin li me kiriye, ya ku me di çavê wî de wek kesên rast derdixe.
8 Ev gotin pêbawer in, û ez dixwazim ku tu her tim behsa wan bikî, da ku kesên ku baweriya xwe bi Xwedê aniye, bala xwe bidinê ku qenciyê bikin. Ev tişt ji bo mirovan qenc û bifeyde ne.
9 Lê tu xwe ji minaqeşeyên bêaqil, navnameyên bav û kalan û şer û pevçûnên li ser Qanûnê dûr bixe, çimkî ew pûç û vala ne. 10 Piştî ku te carek du car bi awayekî cidî şîret li zilamekî ku mezhebekî bi pêş dixe, kir, wî red bike. 11 Çimkî tu dizanî ku kesekî wisa ji rêya rast derketiye û yekî gunehkar e û xwe ji ber kirinên xwe sûcdar derxistiye.
12 Gava ez Artemas û Tixîkos bişînim ba te, xîret bike ku tu bi lez werî Nîkopolîsê ba min, çimkî min qerar daye ku ez zivistanê li wê derê derbas bikim. 13 Tiştên ku ji Zênasê qanûnzan û Apolos re lazim in bide wan, da ku di rêwîtiya wan de hewcedariya wan bi tiştekî tune be. 14 Bila birayên me jî hîn bibin ku qenciyê bikin û di hal û rewşên lazim de alîkariyê bidin, da ku xizmeta wan bênetîce nemîne.
15 Hemû yên ku bi min re ne, silavan li te dikin. Silavên min li kesên ku ji me hez dikin û di baweriyê de ne, bike.
Bila qenciya mezin bi we hemûyan re be!